Li Mem û Zînê şahiya cejnê hate lidarxistin
ŞIRNEX / DÎHA - Navenda Çanda Mem û Zînê ya Cizîrê bi boneya Cejna Remezanê şahiyek li dar xist. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê Îbrahîm Erkul, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ku ji wezîfeyê hate dûrxistin, endamên Meclisa Şaredariyê û bi tevahî 600 kes beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi rêzgirtina ji bo wêjenasê kurd Mehmet Uzun dest pê kir. Piştre Koma Muzîkê ya NÇMZ'ê bi giranî stranên Endama HPG'ê Şenay Guçer (Delîla Meyaser) gotin. Her wiha ji bo wêjenas Mehmed Uzun helbest hatin xwendin û jiyana wî hate vegotin. Di dema vegotina jiyana Uzun de demên hestewar hatin jiyîn. Rêvebera NÇMZ'ê Fecriye Benek axaftinek kir û anî ziman ku ew ji ber mirina Mehmet Uzun ku di jiyana nivîskî ya gelê kurd de xwedî cihek girîng bû, pir xemgîn in. Benek ji malbata Uzun re sersaxî xwest û destnîşan kir ku Uzun ji bo bicihanîna hêviyên xwe têkoşîneke bêhempa daye û wiha pêde çû: "Ji Bedirxan re razgir, ji evîna behiyayî ya Memduh Selîm Beg re terciman, bi baweriya xwe ya bi hêviya evînê li dijî tarîtiyê nivîskarê dengbêjin bûne hewara zarokên Dîcleyê îro li bajarê pir jê hez dikir ji Amedê rêwî bû."
Benek bal kişand ser operasyonên didomin û wiha got: "Dema behsa îslamiyetê tê kirin AKP dorê nade tu kesî. Lê di meha Remezanê de her tim ji bo operasyonê, mirin û xwîn rijandinê xebat kir. Bi vê yekê nîşan da ku çiqas girêdayî îslamiyetê ne. Operasyona dersînorî dê dînamîtê dane bin jiyana hevpar." Piştî Benek Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê Îbrahîm Erkul mafê axaftinê stand û balkişand ser zordariyên li ser DTP'ê. Erkul ji gel xwest ku xwedî li partî û îradeya xwe derkeve û destnîşan kir ku operasyonek dersînorî dê rê li ber şerê kurd û tirkan veke.
Şahî piştî axaftinan bi govendê dawî bû.
|