|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Koma Şanoyê ya Agon yek ji komên şanoyê yên ku şanoya kuçeyê çêdkin û hejmara wan kêm bûye de ye. Koma Şanoyê ya Agon, xwedî cihek ku her tim lê dimkîne nîne lê bi hêman û pîvanên xwe, ji sala 2001’an û vir ve xebatên xwe didomîne. Komê heta niha lîstikên nivîskarên wekî Azîz Nesîn û Muzaffer Ozgun kiriye şano. Kom, bi nasnameya xwe ya muxalif tê nasîn û lîstikên xwe li kuçeyê pêşkêş dike. Komê navê xwe ji şêwaza şanoyê ya ku di serdema Yunan a Entîke de tê wateya ‘pevçûn’ stendiye. Kom ji 11 kesên ku kurt, tirk û ereb in pêk tê û bi vê taybetmendiya xwe, dibe nîşana yekîtiya cudahî û rengan.
‘Li Tirkiyeyê şanoya ‘polîtîk’ tuneye’ Sonmez ê der barê xebatên xwe de agahî dan, diyar kir ku her cih dik e ji bo wan û wiha dom kir: “Cihek me yî kifş tuneye. Ger ku kesek li koma me zêde bibe, divê endamên komê hemû bêjin ‘erê’. Ev kes divê rojnameya rojane baş bişopîne û bibe xwendevanek baş. Perwerdehiya me ya 3 mehî jî heye. Ger ku hewldanek tunebe di kesê/a ku me girt nav xwe de, em têkiliyên xwe yên pê re, dibirin.” Sonmez got ku li Tirkiyeyê şanoya ‘polîtîk’ nayê çêkirin, anî ziman ku şanoya ji bo hengê tê kirin. Sonmez got ku Mêrsîn bajarek kozmopolîtîk e û wiha pê de çû: “Kom û çandên cuda di vê komê de hatin cem hev. Em hemû dixebitin û em xwendekar in. Lê hindik be jî divê em bikin. Em neçar in ji hemû kesan zêdetir lêkolîn bikin û bixwînin.” ‘Salon bûn mîna pergala rantê’ Salîh Yildirim ku beriya niha di nav Şanoya Merhaba Sanat de cih girtiye, ev 5 sal in di Koma Şanoyê ya Agon de ye. Yildirim, li ser tengasiyên di hêla lîstika şanoyê de têne jiyandin rawestiya û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê, pirsgirêka mafê lihevanînê (telîf) heye. Yildirim got ku salon di bin kontrola dewletê de ye û bûye mîna pergala rantê. Yildirim diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2001’an heta sala 2005’an bi tevahî 107 berhemên nivîskî hatine çêkirin. Yildirim, diyar kir ku li welatên din, bi hezaran in. Bahadir Bîngollu jî da zanîn ku îsal tevlî komê bûye anî ziman ku kom, noqteyek yekbûnê ye. Bîngollu anî ziman ku lîstika bi kurdî nelîstine, ragihand ku di salên pêş me de projeyên wan ên bi vî rengî hene û wê lîstikên bi hemû zimanan, bilîzin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bütün Kürt Sanatçı Ve Grupları | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanıtım | 180 | 21-11-2008 09:39 PM |
| Lîsteya muzîkarên kurd | MÊVAN | Sanatçı Tanıtımları | 28 | 07-09-2008 03:22 PM |
| Adamın Ellere Bakın | Nuhkentli | Korku Bölümü | 20 | 15-11-2007 12:21 PM |
| Koma Azad | Mirza | Sanatçı Tanıtımları | 25 | 18-12-2006 08:30 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.