|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hunermendê Şanoyên Dewletê Turgay Tanulku ku bi navên ‘Belali’ yê fîlmê Ferhunde Hanimlar, Hamza yê filmê Kirik Ayna û Şahîn Axa yê fîlmê Kurtlar Vadîsî nav û dengê wî derket, diyar kir ew bi armanca ku bi hezaran mehkûmên di girtîgehan de li derveyî civakê hatine girtin, bi civakê re aşt bike ev 25 sal e li girtîgihan xebatên şanoyê dimeşîne. Tanulku ku dibêje “Şano şervanek aştiyê ye” û bi Şanoya Avesta re lîstike bi kurdî jî amade kiriye, got riyek hilweşandina tabuyên li ser kurdî jî şano ye.
Turgay Tanulku ku di sala 1953’yan de li Uşakê hate dinê, dema li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê dixwend, ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin û bi navberan 7 salan di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket, dest ji Fakulteya Hiqûqê berda û qeyda xwe li Konservatura Dewlete ya Enqereyê çêkir. Tanulku ku hîn jî Derhêneriya Hunerê ya Giştî ya Şanoya Bajêr a Manîsayê dike, ev 25 sal e li girtîgehan dersên şanoyê dide mehkûman. Tanulku ku heta niha li 11 girtîgehan, bi hezar û 740 mehkuman re xebatên şanoyê meşandine, der barê rêzefîlmên tê de cih girtiye, xebatên xwe yên li girtîgehan, projeyên xwe û li Tirkiyeyên zehmetiyên hunerê de, agahî dan. ‘Çek rondikên çavan e’ Turgay Tanulku ku xebatên xwe şanoyê yên bi mehkûman re ku di sala 1981’an de li Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê dabûn destpêkirin û bênavber didomîne, diyar kir ku ew van xebatan bi armanca ku bi hezaran mehkûmên di girtîgehan de li derveyî civakê hatine girtin bi civakê re aşt bike dimeşine.” ‘Ji bo ku pere qezenç bikin di rêzefîlman de dilîzim’ Turgay Tanulku ku di fîlmên bi navê ‘O Şimdî Mahkum (Ew niha mehkûm e)’, ‘The Îmam’ ên sînemayê û rêzefîlmên binavê ‘Ferhunde Hanimlar’, ‘Kirik Ayna’, ‘Kurtlar Vadîsî’, ‘Hayat Bîlgîsî’, ‘Beşîk Kertmesî’ de jî rol girt, anî ziman ku ew ji mesrefên xebatên xwe yên şanoyê pêşwazî bike, di van fîlman de dilîze. Li Êlihê lîstika bi kurdî Tanulku ku li ser projeyên xwe yên pêşerojê jî sekinî, diyar kir ku fîlmê bi navê ‘Bayrampaşa: Ben Fazla Kalmayacağim (Ez zêde namînim) ku senaryoya wê mehkûman nivîsandiye û lîstine û dê di meha kewçêrê de bikeve vîzyonê, yek ji noqeteyên dixwaze bigihîjê ye. Tanulku, da zanîn ku ew dixwaze lîstikên di encama xebatên li 11 girtîgehan derketine holê, derxîne turneya Tirkiyeyê û got ku wî lîstikek bi kurdî jî amade kiriye. Tanulku, derberî ku lîstika bi navê ‘Tû Ne Gara yî (Sen Gara Değilsin)’ a Azîz Nesîn bi Şanoya Avesta re amade kiriye û dê di 6’ê îlonê de di mîhrîcama Êlihê ya bi şîara ‘Ji Cihê Wê Neveguhezîne, Veguhezîne Paşerojê’ bê lidarxistin de, li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney pêşkêş bikin. Tanulku, got ku rojnamevanan ji wi pirsiye ka çima lîstika bi kurdî amade kiriye û wiha axivî: “Min ji hevalên rojnamevan re pirsa ‘heke min lîstîka bi ingilîzî amade kiriba we dê li çepikan bixistin, lê çima hûn ji bo ya bi kurdî jî pirsa ‘çima’ dikin. Divê li Tirkiyeyê tabuyên li ser kurdî bêne hilweşandin.” |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Roja Aştiyê ya Cîhanê - Roja Ve Pîroz Be Hevalno : | Agırî ezman | Beşa Rojane | 3 | 02-09-2007 01:44 PM |
| Şano (Tiyatro) - BOLUM İNDEXİ | PCkopat | Şano (Tiyatro) | 2 | 18-06-2007 01:44 AM |
| Di Bin Siya KeleŞan De Şano | JuSTiN__TiMM | Şano (Tiyatro) | 0 | 14-06-2007 12:57 AM |
| Encamnameya Konferansa Aştiyê | berxwedan | Çandi Gişti | 1 | 14-05-2007 02:22 PM |
| ŞANO / Zivistanê | Numberone | Şano (Tiyatro) | 2 | 10-01-2007 11:30 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.