|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
DAYIKA WÊREK Û ZAROKÊN WÊ
Notên dramatûrjiya episoda yekem. Bertolt Brecht Ev tekst ji terefî John Willet hatiye wergerandin bo Ýngilîzyê û bi sernavê “Mother Courage and Her Children” di “Bertolt Brecht: Plays, Poetry and Prose. The Collected Plays -1942-1946-” de (Vol. 5, Methuen-Londra, 1985) hatiye çapkirin. Çîrok XÊZÝKA DRAMATÛRJÝYÊ 1 Ev sehne dikirpîne ku em hêj di destpêka bûyeran de ne. Hewldanên ku em lê aþîna ne wek karê kantînê yê Dayika Wêrek û þerê nuh (Dest pê dike û berdewam dikin; bi berdewamkirinê dest pê dikin). Pêdivî: enerjî, hewldan, hêviyên qirneya nuh, ticareta ku bi talûkeyên nuh tê. Dayika Wêrek hesreta þer dike lê ji alîkî jî jê ditirse. Dixwaze beþdarî wê bibe, lê weke jinek karker a aþitîperwer naxwaze wiya bi awayekî cengawerî bike. Dixwaze îdara malbata xwe di dema þer de û bi xêra þer bike. Dixwaze xizmeta ordiyê bike lê di heman katî de jî dixwaze ji kontrola wê dûr bimîne. Zarokên wê: Ji egitiya lawê xwe yê herî mezin çavê wê ditirse, lê bi baqiliya wî bawer e. Ji bêhiþiya lawê xwe yê biçûk çavê wê ditirse, lê bi durustiya wî bawer e. Ji merhametiya qîza xwe çavê wê ditirse, lê bi lalbûna wê bawer e. Lê wê derkeve holê ku di tirsên xwe de ne neheq e. Hêvî dike ku wê ji ticaretê fêde bike, lê ber bi îflasê diçe. Lîstik bi antreya mirovên þer (yanê bi bendemaniya wan) dest pê dike. Bêrêkûpêkiya mezin a þer bi rêkûpêkî dest pê dike, tevlîheviya mezin jî bi organîzasyonê. Dîmeneke aram a gundewarî û mirovên çekdar. Dayika Wêrek çar tê, sê dere. 2 Þer weke îdîlek ticaretê. Dayika Wêrek, gundiya bi firotina werdekeka stewr dixapîne, lawê mezin gayê gundiyan didize. Law xwedî nav û mal dibe; Dayika Wêrek fêde dike. Ordiyê jî bi awayekê talan dike. Ji bo lawê wê talûke li her derê zêdetir dibe. 3 Hêsîrbûna wê, ji bo karê wê ileh jî ne dezawantajek e. Xuya bû ku ji bo beþdariya lawê wê yê biçûk li ordiyê weke bawermend, tiþtekî bigota tune bû. Li gorî fikra wê tiþtê ku tenê lazim e ji bo rewþa lawê wê durustiya wî ye. Sebeba mirina lawê wê jî ev e. Ger lawê wê bi ordiyê neketa têkîliyê nedihat kuþtin. Bazara rikînî ya Dayika Wêrek ji bo erebeya xwe, dibe sedema mirina lawê wê. Nahêle qîza wê bibe fahîþe –di dema þer tekane kar ji bo qîza wê fahîþetî ye û ev kar bi Yvetteyê serwetek mezin daye qezenc kirin. Her çibe jî, Dayika Wêrek ne Antigone ye. 4 Dayika Wêrek, bo xatirê karê xwe, reaksiyonên xwe yên insanî (destdirêjî, serîhildan û nirxêyên bi her awayî) divemirîne. Hêvî dike ku wê teslîmiyet ji bo wê fêde bike. 5 Dîsa jî, carinan reaksiyonên insanî ji regezên kar girîngtir dibin. Serfiraziya General dibe sebeba wendakirina malî. 6 Karê ku rihela qîza wê (di dema aþîtiyê wê bikaribe) daye ser hev, dema þer wê kirêt dike. Dayika Wêrek bi dirêjiya þer bawer e, her çiqas þer pere tîne jî tê mana ku qîza wê jî li malê maye. A dawiyê, cara ewil naletê li wî þerî dike ku bi nêrînek ticarî ihtiyaca wê pê hebû. 7 Dema aþîtiyê, her çiqas felaketê bi xwe re bîne jî, dîsa xweþ e. Piþtî aþîtiyê, ji dêvla lawê xwe bistîne, lê bi sewdaya mal wî bi yek carî wenda dike. Li aliyê din, ji bo qîza wê aþtî gelek dereng tê. Lawê wê, di dema þer, ji ber ku serî li quralên þer xistiye dimire. Fahîþeya kevn ya ordîgehê Yvette Pottier, di netîca þer dibe xwediyê mal û mulk, û bi serhengekî re dizewice. Þer ji nuh de dest pê dike. Gelo, kar jî wê ji nuh de vebe? 8 Kar baþ nabî. Þer ji hedê xwe zêdetir dirêj bûye. Li her derê tevlihevî û bêrêkûpêkî hukum dike. Dayika Wêrek, di stranek xwe de (di qilixê parsekan de) lanet li fezîletên insanî dike ne tenê ji ber ku ew ne-ticarî ne, lê ji ber ku birastî jî bi talûke ne. Ji bo qîza xwe, mecbûr dimîne terka aþpêj bike ku wê malek lê sitar biba bidayê. Merhameta ji bo qîza xwe, wê dike mehkûmê þer. 9 Qîza wê, ji ber merhameta xwe ya ji bo zarokên mirovên din, ji jiyana xwe dibe. Dayika Wêrek bi revê û bi tenê erebeya xwe dikêþe û li paþ ordiya belavbûyî rê dikeve. [Ji Werner Hecht (edîtor): Materialen zu Brechts “Mutter Courage”, Frankfurt, Suhrkamp, 1967, r.7-9] Modela Dayika Wêrek Niha, piþtî þerê mezin, jiyan li bajarên me yên xirabe berdewam dike, lê ev jiyanek cuda ye; jiyana civakên ku ji terefî þertên derdora nuh ve –nuh, jiberku her tiþt rûxiyaye- tên berbestkirin an bi sînorkirin, cuda an jî bi þêweyek cuda hatine ser hev. Komên mezin ên xurdikan ketibûn ser binesaziya bajêr ya giranbiha, ser qenalên av û qanalîzasyonê, boriyên gazê û qabloyên ceyranê. Hetta, avahiya mezin ku saxlem mabû jî ji xirabeyên derdora xwe tesîr dibû, ji bo plankirinê asteng teþkîl dikir. Avahiyên demborî lazim bû ku bihatana avakirin, hertim jî talûka payîdarbûna van avahiyan hebû. Ev giþt di hunerê de tê deng vedan, çimkî þêweya fikirandina me perçakî þêweya jiyana me ye. Di teatroyê de, ji bo tijekirina valahiyê em modelan bi kar tînin. Ew, derhal li muxalefeta xurt a piþtgirên terzên kevn rast tên, li rûtîna ku xwe li paþ maskeyên tecrûbê vediþêrin rast tên; û li lihevkirina bi derewa ku xwe weke azadiya afirîner bi nav dike rast tên. Û ji terefê mirovên ku berî bielimin çawa tên bikaranîn, dikevin nav talûkeyê. Model her çiqas ji bo ku karan rihet bikin hatine sazkirin jî bikaranîna wan tiþtan ne rihet e. Modelan, ne ji bo ku fikran bêkêr bike, lê ji bo fîtkirinê; ne ji bo afirînera hunerî ji ciyê wê bike, lê ji bo ku zorê bidê hatine sêwirandin. Tiþtê ku berî her tiþtî divê bala mirov bikþîne; agahiyên –li vira maceraya Dayika Wêrek û qeybên lê dûçar maye- ku tekstên nivîskî derheqê bûyerên diyar de dest xistine heta dereceyekî hatine temamkirin; çaxa ku meytê lawê Dayika Wêrek tê, rûniþtina li cem qîza wê ya lal û rewþên bi vî þiklî êdî hatine sazkirin –weke agahiyek ku çaxa hunermendek ji bo bûyerek dîrokî resm bike, bi ew mirovên ku wê bûyerê dîtine bide ber pirsê, digihêjê ye. Hunermend detayên belû bi vê an jî wê sebeba maqûl dikare biguherîne. Hetta ku kopyakirina(û avakirina) modela bi rêyek zindî û jîr bielime, gelekî serî li kopya nexe baþtir be. Mîna maqyaja aþpêj, kostumê Dayika Wêrek dibê neyê kopyakirin. Gerek model ji hedê xwe zêdetir neyên bikaranîn. Resm an tasvîrên pêþangekê têrê nakê. Heke hewayê hevokê, þêweya herikînê û ajoya li piþt aksiyonê bê dayîn jî –ku ev gelekî zehmet e- bi têderxistina berê karakterekî, mirov nikare zêde tiþtan bielime. Kesên ji bo teqlîtê kêrhatî û modelên(pattern) kesan ne eynî ne, bi van kesan model nabe ku bigihêje jiyanê. Kesê ku layiqî navê hunermend e, yekta ye; ew tiþtekî gerdûnî pêþkêþ dike lê vaya li gorî terza xwe ya xweser dike. Ew, ne bi awayakî mukemmel dikare teqlît bibe, ne jî teqlîtek mukemel pêþkêþ bike. Ji bo hunermendan teqlîta hunerê jî, biqasî teqlîta jiyanê ne girîng e. Karanîna modelan celebek taybet a hunerê ye û tiþtên ku tu jê bielimî sînorekî wê heye. Dibê armanc, ne kopyakirina modelê, ne jî ji wê pir zû dûrketin e. Çaxa li ser tiþtên li jêr hatine nivîsîn -gelek daxuyanî û dîtinên ku di dema provaya lîstikekê de hatine bi destxistin- bê xebitîn, berî her tiþtî, ji bo ku li ser pirsgirêkan bi xwe bê sekinandin, divê ku rêberiya çareseriya pirsgirêkên diyar bê bikaranîn. Muzîk Muzîka Paul Dessau ya ku ji bo Dayika Wêrek çêkirbû bi taybetî divê nehata awayekî ku bi rehetî bihata guhdarîkirin; mîna dekora sehneyê wê jî ji bo temaþevan tiþtek dihêla ku temam bike; di dema guhdarîkirinê de temaþevan, mecbûr bû ku dengan bi awazê bike yek. Huner ne erdê Cockaigne ye. Kengî straneke ku bi awayekî rasterast ji aksiyonê nehê, an jî ji aksiyonê were jî bi eþkerayî ji wê cihê dimîne hebe, ji bo derbaseya beþên muzîkî û ji bo feraseta ku muzîk peyvên xwe bibêje me ji sofîtayê ber bi jêr ve amblemek muzîkî hejand. Ev, trompetekê, daholekê, alayekê û kadên ceylanê yên dibriqîni dihewand: çaxê digihiþt sehneya 9 an bi halekî gelekî xirab derdiket holê jî tiþtekî ku seyra wê kêyf dide û, xefîf û nazik e. Hin mirov vêya weke qirfoka hûr û tiþtekî dûrî rastiyê nirxandin. Lê, wextê qirfokî di nav sînoran de bê girtin divê di teatroyê de li qiraxekê neye avêtin, li aliyê din muzîkê, ji ber ku alîkarî ji rastiya aksiyonê cihê digre tiþtê em dikin ne bi yek carî jî ne nerastî ye. Me, wê, ji bo nîþanek xuya ku çûna astek din –asta muzîkê- a hunerî û ji bo nêrîna rast, yanî vana bi armanca ku ketinên-navbera muzîkî bide hîskirin karanî, ne ji bo fikirandina mirova ji awayekî gelekî xelet ku muzîk “ji aksiyonê tê” karanîn. Yên îtirazî vê dikin, bi her tiþtê ku carekê tê xuyanê carekê wenda dibin, ên ne organîk û ên hatine ser hev dû bi temamî muxalif in –sebeba sereke a vêya lidijberiya wanî ku her celebên þikenindina îluzyonê ye. Ev tiþtê îtiraz dikin dibê ne nîþana muzîkê a xuya be, lê terza (yanî, ketinên-navberan) tevlêbûna numarên muzîkî di lîstikê de ba. Muzîsyenan bi rewþek ku bên xuyanê li locayekî li kêleka sehneyê hatibûn bicihkirin –bi vî hawî îcraya wan, bû mîna konserên biçûk û di niqteyên musaîd ên lîstikê de alîkariyên serbixwe. Loca bi sehneyê ve giradayî bû, bi vî hawî wextê ku hewceyî bi trompetê boriya, civînê lêbixista an jî muzîk weke perçayek aksiyonê derdiket hole, yek an du muzîsyen dikarîbû biçe paþ sehneyê. Me bi overturê dest pê kir. Ji ber ku tenê ji terefî çar muzîsyenan dihat îcra kirin hebekî qels bû; dîsa jî, ji bo tevliheviyên þer, têra xwe haziriyek rêûresmî bû. Dîzayna Sehneyê Ji bo produksiyona ku em niha di Berlîn Deutsches Theaterê de teswîr dikin, me modela tê zanîn a Teo Otto ku di dema þer de ji bo Zurîch Schauspielhaus teswîr kiribû bikaranî. Konên encaq di qerargehên leþkerî ên mezin ku di sedsala 17an de hebe, îskeletekî sabit hebû ku ji malzemeyên mîna rewtên bi xilatan bi hev dû re hatiye girêdan hwd. û ji perdeyên gelekî mezin avabû. Him ji aliyê konstruksiyonê him jî malzemeyê ve avahiyên sê firehî ku ji bo temsîliyeta bînayên mîna malên presbitî û gundiyan hebe li sehneyê hatine bicihkirin, lê di hundirê kurtkirina hunerî de, tenê qasî hewcêkirina aksiyonê hatine rêdan. Projeksiyonên bi renk bi ser cyclorama de hate dan û sehneya zîvirokî ji bo dîtinek rêwîtî bê dan hate bikaranîn –me firehî û cihê perdeyan bi çeþît kirin û tenê ji bo sehneyên kampê bikaranî; bi vî awayî me ew ji sehneyên ku di rê de derbas dibin cihê kir. Dîzaynirê sehneyê yê li Berlînê li gorî eynî prensîban ji bo bînayan (ku di sehneya 2, 4, 5, 9, 10, 11 an de) versiyonên xwe tetbîq kirin. Me dev ji projeksiyonên plana dawîn ku li Zurîhê dihat bikaranîn berda û navên curbecur ên welatan, bi tîpên mezin ê reþ li jora sehneyê daleqandin. Li gorî tesîsata me dest da, me ronahiyek sade û spî bikaranî. Bi wê riyê, her çeþit “atmosfer”a ku bi rehetî li ser bûyeran rengekî romantîk bide, me ji holê rakir. Ji xeynî vê me her tiþt heta bi detayên xwe yê biçûk (qurmê êzinga diþkîne, ocax hwd.) parast, bi taybetî jî cîhkirinên erebê ên tê ecibandin. Ev a dawiyê pir girîng e, ji berk u di serî de avakirina gruba û tevgerê diyar dikir. Bi awayekî ecêb, bi feragatkirina ji azadiya temam a “avakirina hunerî” tiþtên pir hindik hatin wendakirin. Li cihekî, bi tiþtekî divê hûn dest bi xebatê bikin û ev, dibe ku tiþtekî hûn ji berê de li ser wê bi her hawî fikirîbin jî. Azadî, bi rêya rêgeza nakokiyê ku di hundirê me de giþta her dem bifaal e û tê zimên wê bê bidestxistin. Teatroya Rastîparêz û Îluzyon Goethe, di 1826 an de behsa “paþdemayîtiya sehneya axþeb a Îngilîza” ji bo serdema Shakespeare kiribû. Dibêje “Bi xêra makîneyan, hunerê perspektîfê û pêþketinên di kostumê de, li vir tu nîþana alîkariya xwezayê ku em lê elimîne ne maye.” Dibêje “Kî”, “dikare îro tehemmulê tiþtekî wiha bike? Di bin van þertan de lîstikên Shakespeare wê bibin çîrokê periya ên gelekî enteresan û wê bibin çîrok ji terefî hin þexsan ku ji bo têsîra wê zêde bibe jî wê karektera derxin holê, û wê vê li gorî çîrokê bi hatin û çûn û hereketan bînin cih. Lê wê bibe çîrokên periyan ên enteresan ku ji temaþevan re tahayula cennet û serayan dike li ser sehneya vala.” Ji cergiya ku wî ev peyv nivîsandiye, ev sedsal e tesîsata mekanîk a teatroyên me tên pêþ xistin. Û “alîkariyên xwezayê” hevqas li ser îluzyonê bal kiþandin ku, em zarokên doh, ji dêvla Sheakspearekî qet bikaranîna sêwirandinê hewcenake an pêþkarînake, bi Shakespearekî li sehneyek vala pirtir dilxwaz in. Pêþketinên di îluzyona mekanîk ên di dema Goethe pirtir bê zerar bûn, çimkî makîneyan hevqas di demek nekafî û nuh de bûn ku teatro bi xwe hîn rastiyek bû û him sêwirandin û him jî hostatî ji bo xwezayê bizîvirîne hunerê dihat bikaranîn. Dekor, hîn weke ekrana teatral bûn ku dîzaynirê sehneyê þêweyek hunerî û helbestî a mekanên pêwende pêþkêþ dike. Teatroya klasîk a burjuvayê, di rêya ku deri îluzyona naturalîst niqteyek nîvrê a bikêf cih girt. Makîneyên sehneyê ji bo pêþxistina pêþkêþkirina hin hêlên rastiyê, heger danhîskirina ku ji temaþevan re bêje hew ne li teatroyekê ye, ne dabe jî, heta bê bes hemana îluzyonê dan; huner hîn, neketibû rewþek ku mirov bibêje tevda nîþanên ku bi parastina xebatbariya hunerê eleqedar e jê çûne. Ji ber ceyran tune bû, efektên ronîkirinê hîn kevnare bûn; ecibandina bayaxi ku efektên roj avayê dixwest, teçhîseta amiyane ne dihiþt sihra tevdeyî derkeve holê. Kostumên otantîk ên Meiningerler taliyê hate; her tim ne xweþik ba jî, pir caran delal bûn û dîsa jî bi terzek peyva ne-otantîk hatin telafîkirin. Bi kurtayî teatro, bi kêmasî li ciyê ku di karê xapandina xwe ne serfiraz dibû, weke teatroyê ma. Îro, restorasyona ku rastiya teatroyê weke teatro þertê yekemîn e ji bo hema yek jê temsîliyeta rastî a têkîliyên mirov. Di dekorê de îluzyonê ji hedê xwe pirtir teksîfkirin bi temaþevan re terzek lîstikvaniya “manyetîk” ku îluzyona demborî û tesadufî di bûyerek “rast” de amadebûnê çêdike. Her wiha, nêrînek xwezayî ku hew kes hukmê xwe, sêwirandin û reaksiyona xwe nikare têxe dewrê û tenê, bi rêya li hevbûna parkirina tecrûbê û mecbûriyeta bibe objeyek “xweza”yê çêdike. Îluzyona ku teatro ava dike dibê qismî be, bi vî hawî ji bo her dem hebûna îluzyonê dikare bê ferqkirin. Rastî, ger bi awayekî bêkêmasî jî bê pêþkêþkirin ji aliyê huner divê bê guhertin; bi vî hawî girêdayîbûna guhertinê dikare bê dîtin û bi vî hawî bê nirxandin. Ha ji ber vê sedemê îro, em daxwaziya xwezayîtiyê dikin –jiberku em dixwazin xwezaya têkîliyên me yên insanî biguherînin. Hêmanên Îluzyonê? Bêguman dîtina cyclorama ku bi temamî li paþ sehneyek (di pêþlîstikê û di sehneya heft û dawiyê de) vala ye, bi ezmanê li ser weke îluzyona dîmenek çol a rast ava dike. Îtirazek li vê nabe, çimkî ger ku îluzyonek wiha çêbe, divê di ruhê temaþevan de perçek hiþyariya helbestî hebe. Bi saya hêsaniya di afirîþa xwe de, lîstikvan bi rêya terza lîstikvaniya xwe, pêþîn, dikarin nerîna ku li himbera teþebusa kar a malbata erzaqvanê biçûk hawirek fireh dirêj dibe û paþî jî mayînek bi ji hev ketina bê dawî a lêkolînerê serwetê yê bêhal hîskirin bide. Û her dem, em karin hêvî bikin ku ev nerîna cewherî a lîstikê bi yeka din î formel ve wê bê girêdan: Yanî, temaþevan dema wê sehneya vala ku wê di nêzîk de bê tijekirin dibîne, valehiya pêþîn ku her tiþt ji wê/î zayiye wê di karibe wê tevî bibê. Li ser vê tabula rasa , ew dizane ku lîstikvan ji hefteyen ve ye dixebite, ewil detayekê test kiriye, dawiyê jî bi ceribandina yeka din re, di hundirê herikîna dîrokî de tiþtên çêbûne bi rêya resmkirinê û vana bi darizandina resmkirinê elimiye. Û niha lîstik dest pê dike û ereba Dayika Wêrek dikeve sehneyê. Di rewþên mezin de tiþtekî wek nêzîkîhevkirin (approximation) xweþ mumkun be jî, di rewþên detayê de ev tiþt ne mumkun e. Portreyek rastîbîn di kostum û tesîsata sehneya de detayên xebatek bi balkêþ dixwaze, çimkî li vir sêwirandina temaþevan tu tiþtî nikare tevî bikê. Tevda amrazên ku derheqî xebat û xwarinê de dibê ku bi evînê hatibin çêkirin. Û bêguman kostum, nabe ku weke ji bo festîvalek folklorê hatibin dirûtin; divê þopên kesayetî û çîna civakiyê pê re hebin. Demek dirêj an kin hatine lixwekirin, ji malzemeyên erzan an buha hatine dirûtin, baþ an xirab hatine nerîn hwd... Kostumên ji bo ev berhema Dayika Wêrek [Kurt] Palm amade kir. Tiþtê ku pêþaniyek Dayika Wêrek û Zarokên Wê weke prensîpî dixwaze rê bide çiye? Ev e ku di demên þer de yên qezencên mezin dikin ne mirovên biçûk in. Ev þer e ku berdewamiya ticaretê bi amrazên wekî din dike û fezîletên insanî ji bo yên xwediyê fezîletan be jî tîne halê mirinê. Û di tekoþîna hemberî þer de tu fedakarî ne mezin e. Pêþlîstik Bi xêra pêþlîstikekê, çaxê ku Dayika Wêrek û malbata wê ya biçûk ber bi devera þer derin, hatin rêdan. Dayika Wêrek strana ticatê a di sehneya I de got (bi vî hawî piþtî bersiva “Em esnaf in” a di sehneya I de hema pirsa çawîþ hat: “Bisekinin, pîsên dera hanê. Hûn ji kê ne?”). Piþtî uverturê, ji bo lîstikvan ji zehmeta gotina stranê ku teqereqa dengê sehneya zîvirok derdixe bixe, qitaya ewil wextê sehne tarî bû ji bandê hate lê xistin. Taliyê dikeve pêþlîstikê. Rêya Dirêj a Diçe Þer Nîv-perdeya kitan ku taliyê wê li ser de sernivîsên sehneyê bên rêdan vedibe û ereba Dayika Wêrek, bi hereketkirina tersa îstîqameta zîvirê ya sehneya zîvirokê dikeve hundir. Erebe tiþtekî mîna navbera makineyekleþkerî û dikanek ku tu çi bixazî bêdîtin e. Li aliyekî erebê du tabelayên “Alaya Fîn a duyemîn” û “Dayika Wêrek, Beqaliye” dinivîse hatibû daliqandin. Li ser brandayê sosîsên Swes ku ji goþtê domiz çê bûye, li ber serê etîketa fîet ku “Çar Gulden” dinivîse tên pêþkêþkirin. Erebe her here wê guhertinên curbecur bistîne. Li gorî rewþa kar, li ser wê carna hîn pirtir carna hîn hindiktir mal bê daliqandin, branda wê hîn gemarîtir an hîn pakijtir bibe, nivîsên li ser tabelayê carna wê jê here paþê wê wek roja ewil bê boyaxkirin. Lê ewil paqij û ji hêla mal ve dewlemend e. Erebe ji terefî du lawan tê kiþandin. Benda duyem a Strana Ticaretê ya Dayika Wêrek dibêje: “Gelî qumandanan, zilamê we / Bi zikê vala nikarin bimeþin mirinê.” Li pêþîn Kattrina lal a li harpa Cihû dixe û Dayika Wêrek rûniþtîne. Dayika Wêrek bi rehetiyek betal, bi erebê re diheje û dibênije. Tevî gavekê ku zivirî û li paþ nêrî jî, her tiþt rê dide ku erebe ji rêyek dirêj tê. Me stran weke destpêkek dramatîk sêwirandibû, zindî û bêhawe –me sehneya dawiyê a lîstikê dida ber çava. Lê Weigel wê weke stranek kar a rastî dît û stranê ji bo bi armanca resmkirina rêwîtiya dirêj ku ber bi þer de dere bêkaranîn pêþniyazkir. Fikrên wiha encax ji lîstikvanên mezin derdikevin. Piþtî ev neqlekê bi vî hawî hate sazkirin, bi pêþandana rêwîtiya dirêj a jina kar ku ber bi devera þer de dike, em fikirîn ku bi awayekî temamî belû em ê rê bidin ku ev beþdarî þer î bizav û jidil e. Lê belê, hin nirxandin û gelek nîqaþên ku bi kesên li lîstikê temaþe kiriye hate kirin rêda ku pir jimarek kesan Dayika Wêrek weke nûnerê “mirovên biçûk” “Bi zorê beþdarî þer bûye”, “qurbanên bêçare yî þer” hwd. bibînin. Elimandinek mîna reha xwe bera kûr daye, mudavîmê teatroyê, ber bi sitendina pirtir îfadeya coþî ya karekteran û paþçavkirina wekî din her tiþtî dike. Mîna tesvîrên dîmenên di romanan de referansên ji bo ticaretê tê kirin jî bi aciziyê tê pêþwazîkirin. “Atmosfera ticaretê” hema bi herî asayî hewa ku em distînin e, ji ber wiha hewceyî behsek taybet nake. Û bi vî hawî, ligel tevda xebatên me ku ji bo þer weke yekûnek bazara ticarî pêþkêþ bike, nîqaþ ji nuh de û ji nuh de rêda ku mirov li þer bi çavekî razberkirinê yî dervî zeman dinerin. Pir Kin, Dibe Ku Pir Dirêj Be Esa di navbera her du bendên strana destpêkê û dema ku di navbera ev her du bendan çûna bêdeng a erebê wextekî diyar distend, ev di provayê de bi me ewil pir dirêj hat. Lê çaxê ku me benda diduya qut kir pêþlîstik hîn dirêj û esa navbera bendan qut kir jî, hîn kintir hat dîtin. [...] Sehne 1 Jina kar Anna Fierling ku weke Dayîka Wêrek tê naskirin li ordiya Swês rast tê. Nivîsevanê leþkeriyê li welat li leþkerê ku ji bo di þer de bê xerckirin digeriyan. Dayika Wêrek malbata xwe ya tevlihev ku ji curbecur meydanên þer hatine peydahkirin bi çawîþekî dinasîne. Jina kantînvan lawên xwe ji nivîsevanên leþkeriyê bi kêrekê diparêze. Dibîne ku lawên wê guhê xwe dane nivîsevanên leþkeriyê û qehaneta ku wê çawîþ mirinek zû bibîne dawêj holê. Ji bo zarokên wê bitirsin dibe sebeba ku ew jî xaçên reþ bikþînin. Dîsa jî ji ber bazarek ticarî ya biçûk, lawê xwe yê wêrek wenda dike. Û çawîþ ji cem wê bi avêtina qehanetekê dere. Ger tu dixwazî þer ji te re biþuxile Mecbûrî divê tu bedela wê tu bide Verastkirina Giþtî Nivîsevanê leþkeriyê li welat de li leþkerê ku ji bo di þer de bê xerckirin digeriyan. Çawîþê ku li sehneya vala li ciyê çavnêrîkirinê yê pêþ rastê disekine û nivîsevanê leþkeriyê bi dengekî kêm ji bo qomitanên xwe ji zahmetiya dîtina leþkera ku ji bo di þer de bê xerckirin gazin dikirin. Ev bajarê ku çawîþ behsa wê dike, li dewsa orkestrayê dihat hesab kirin. Ereba Dayika Wêrek diyar dibe û bi dîtina zilamên xort girêza devê nivîsevanên leþkeriyê diherike. Çawîþ ban dike “Bisekine!” û erebe disekine. Dayika Wêrek malbata xwe ya tevlihev ku ji curbecur meydanên þer hatine peydakirin bi çawîþekî dinasîne. Ticaret û erbabê þer tên cem hev, þer dikare dest pê bike. Li hemberî menzereya leþkera Fierlingan dibe ku demekê weke tirsiyabin bisekinin: Leþkerên li terefê wan heman wextê dujminên wan e jî; þer çawa dizane bide, dizane bistîne jî. “Roj baþ, çawîþ” a Dayika Wêrek eynê wek peyva çawîþ ê kin û qut û bi monotoniyek leþkerî gotiye “Roj baþ, hevalno” tê gotin. Wextê ku ji erebê dadikeve, nêrîna xwe yê ku li rêdana qaxezan weke formalîtek nehewce di navbera profesyonelan de ye diyar dike (“Me fam kir, em ê usûlan giþan bînin cih”). Malbata xwe ya biçûk ku li curbecur meydanên þer hatine peydahkirin bi tewrekî henekî dinasîne: Perçakî tewrê “Dayika Wêrek” distîne. Erebe û zarok li çepê, nivîsevanên leþkeriyê li rastê ne. Dayika Wêrek bi qutiya xwe ya tenekê ya tije qaxiz re derbasî aliyê din dibe. Bang lê hatiye kirin, lê ew di heman wextê ji bo li derdorê miqate be û kar bike ketiye êrîþê. Zarokên xwe ji dûr ji aliyê din ê sehneyê dinasîne, tê bê qey wê çêtir biparêze. Nivîsevanê leþkeriyê ji dawiya wê tê cem zarokên wê, wan dixapîne û dikeve êrîþê. Nuqteya herî girîng, di replîkên “Lazimiya tê yî demançeyek baþ an toqeyek kemerê tune ye?” û “Lazimiya min û tiþtekî din heye.” de ne. Jina kantînvan lawên xwe ji nivîsevanê leþkeriyê bi kêrekê diparêze. Çawîþ jinê li ciyê wê ber dide û li paþî xwe bi nivîsevanê leþkeriyê re ber bi lawên wê dere. Li sînga wan dixe, li paqên wan dinêre. Paþ ve vedigere û li pêþ Dayika Wêrek disekine: “Çira ev ne di ordiyê de ne?”. Nivîsevanê leþkeriyê bi lawan re maye: “Em binêrin hela bê lawê diya xwe ne, ya na?”. Dayika Wêrek direve tê, xwe davê navbera nivîsevanê leþkeriyê û lawê xwe: “Erê lawê diya xwe ye”. Nivîsevanê leþkeriyê (ê rastê) dere cem çawîþ û gilî dike: “Gava din ez çavtirsandî kirim”; Dayika Wêrek Eilif ê xwe digre dûr dikeve. Çawîþ dixwaze qanih bike lê Dayika Wêrek kêrekê dikþîne û lawên xwe diparêzîne û bi xezebê derdikeve pêþiya wan. Dibîne ku lawên wê guhê xwe dane nivîsevanên leþkeriyê û qehaneta ku wê çawîþ mirinek zû bibîne dawêj holê. Ji nuh de dere cem çawîþ (“Mîxfera xwe bide min”). Zarokên wê devê wan vekirî ji paþ wê tên û dinêrin. Nivîsevanê leþkeriyê bi kêlekê ve hereketekê dike, ji paþ ve tê cem Eilif û bi wî re dest bi peyvê dike. Piþtî teredutekê kin çawîþ xeca reþ dikþîne, zarokên wê bi awayekî tatmînbûyî vedigerin erebê, lê nivîsevanê leþkeriyê dawiya wan bernade. Û çaxê Dayika Wêrek vedigere (“Dibê ez bidim rê”) nivîsevanê leþkeriyê di navbera du lawên xwe dibîne; destên xwe avêtiye piyên lawê xwe. Ji bo zarokên wê bitirsin dibe sebeba ku ew jî xacên reþ bikþînin. Serhildana li hêl wan ji hedê xwe derketiye. Hêrsbûyî direve paþ erebê ji bo ji zarokên xwe xecên reþ resm bike. Wextê bi mîxferê tê pêþiya erebê nivîsevanê leþkeriyê bi ken zarokan li cem wê ber dide û dere cem çawîþ (ê rastê). Meresîma nexweþ çaxê xelas dibe, Dayika Wêrek dere cem çawîþ, mîxfera wî lê vedigerîne û bi ta sarî bi qoltixa erebê radipêlike. Lawan erebe hazir kirin, erebe dest bi meþê kir. Dayika Wêrek, heqê vê rewþê bûye. Dîsa jî ji ber bazarek ticarî ya biçûk, lawê xwe yê wêrek wenda dike. Lê çawîþ bi temamî wenda nekiriye; bi tewsiya nivîsevanê leþkeriyê danûsteninê pêþniyaz dike. Dayika Wêrek sorbûyî, ji erebê dadikeve û çawîþ wê dikþîne dawiya erebê. Çaxê bazar dewam dike, nivîsevanê leþkeriyê hefsarê Eilif derdixe û wê dibe. Kattrin vêya dibîne, ji erebê dadikeve û dixwaze bi derewa bala Dayika Wêrek bi ser windabûna Eilif bike. Lê Dayika Wêrek bi bazarê eleqedar e. Piþtî ku cuzdanê xwe digre tunebûna wî ferq dike. Demekê di dest palaskayan li ser dingilê erebê rûdinê dimîne. Paþî bi xezebê tiþtên destê xwe davê hundirê erebê û malbat bê yekî, bi acizî dide rê. Û çawîþ ji cem wê bi avêtina qehanetekê dere. Bi ken, kehaneta ku heke ew ji þer fêde hêvî bike, mecbûre bedelê wê jî bide dike. [...] Nivîsevanê Leþkeriyên Sehneya vala a di pêþlîstikê de bi xêra çend heb gîha ku aliyên rêyasereke weke zivistanê tanî bîr, kirin weke deravayek berbiçav. Li vir leþkeran teqteka diranên wan di nava zirxên xwe sekinîne. Bêrêkûpêkiya mezin a þer bi rêkûpêkiyê, tevleheviya wê bi saziyê dest pê dike. Ên pirsgirêkan derdixin pirsên wan bi xwe hene. Þikayetên wek ku ji bo þerek dest pê bike jîrbûn hewcêye tê guhên me. Leþker ticar in. Pirtûkek biçûk a çawîþ serî lê dixe, a nivîsevanê leþkeriyê jî xerîteyek ku di ceografiya alîkariya wî dike heye. Pevgîhaþtina þer û ticaretê di wextekî kin de ne mumkun e. Tesnîfkirin Wê hin zehmet derkevin di îknakirina lîstikvanên çawîþ û nivîsevanê leþkeriyê dilîzin ku ji bo li cem hev û li ciyekî bin heta ku erebeya Dayika Wêrek diyar bike. Di teatroya me de, kom her tim ji bo belavbûnê meyldar in; ev qismek ji ber ku her yek lîstikvan bawer dike ku wê bala temaþevan bi gerînê û bi ciyê xwe guhertinê zêde bike, qismek jî ji daxwaza bi tenê bimîne ku ji bo bala temaþevan ji komê bistîne û bîne ser xwe tê. Lê ji bo leþkeran li ser hev bigre tu sebep tune ye, tersa wê, cih guhertinek him nîgajê him jî argumanê dibe qels bike. Guhertinên derawa Derawa, ger ne ji sebebek mucbîr be dibê bên parastin; û daxwaza varyetekirinê ne sebebek mucbîriyê ye. Ger yek li daxwaza varyetekirinê bilikume, encam wê ketina qiymeta tevda hereketên li ser sehneyê bibe; temaþevan wê dev ji lêgerîna ku di paþ her hereketekê maneyek xweser heye berde qet hiþê xwe nade hereketê. Lê bi taybetî di nuqteyên girîng ên aksiyonê divê têsîra xurt ku guhertinek derawayê çê dike neyê qelskirin. Varyeteya meþrû, bi rêya tespîtkirina nuqteyên girîng û plankirina rêkûpêka derdora wan tê dest xistin. Mînak, nivîsevanên leþkeriyê Dayika Wêrek guhdarî dikin; bi axaftina xwe ya dirêj bala wan dikþîne aliyê din û wan kêfxweþ dike û bi vî hawî di xweþkirina dilê wan de serfiraz bûye; heta wê çaxê tenê bûyerek bêoxir çê bûye: Çawîþ qaxizên wê pirsiye, lê li wan ne netiye –tenê armanca wî ew e ku li wir pirtir bimînin. Dayika Wêrek gava din davêje (bi fizîkî jî; ber bi çawîþ dere, toqeya wî ya kemer digre û dipirse: “Tu toqeyek kemer naxwazî?”), ji bo tiþtnan bifroþe dixebite û ha di wê wextê nivîsevanên leþkeriyê dest bi aksiyonê dikin. Çawîþ bi bêoxirî dibêje “Lazimiya min û tiþtekî din heye” û bi nivîsevanê leþkeriyê re ber bi kurikên li dingilê erebê rûniþtiye derin. Nivîsevanê leþkeriyê tê bê qey li belgîra dinêre li kurika dinêrin. Nuqteya herî girîng, bi pirsa ku çawîþ vedigere û li pêþiya Dayika Wêrek disekine “Çira ne di ordiyê de ne?” dibêje tê bal kiþandin (Tesîra hereketên wiha, dibê ku çaxê lîstikvan bi hereket be bi axaftinê neyê qelskirin). Ger lazimiya guhertina derawa ji bo ji temaþavan re pêþkêþkirina hin pêþveçûnan be, hereket divê ji bo aksiyonê û îfadekirina tiþtekî ku ji bo vê dema taybet watedar e bê karanîn; ger tiþtekî wiha neyê dîtin, tevda verastkirina heta ev nuqteya hatiye bê kontrol kirin tê pêþniyaz kirin, îhtîmal e ku wê bê dîtin xelet e, çimkî tenê armanca verastkirinekê îfadekirina aksiyonê ye û aksiyon (tê hêvî kirin ku), pêþveçûyîniyek mantiqî ya bûyerên duhindirîne ku tenê verastkirin dibê pêþkêþke. Li ser detayan Li ser sehneya bi ronahiya dibriqî hatiye ronîkirin, ê biçûk jî tê de, bêguman her detay divê bi temamî heqê wê bê dan bê lîstin. Ev bi taybetî, weke piþtî firotinekê pere bê dan, ji bo aksiyonan ku di sehneyên me de tê bincilkirin bûye weke rêgezekê rast e. Li vir Weigel (di sehneya 1 ê de di firotina toqayê kemerê de, di sehneya 2 an de dîkê qert, di sehneyên 5 û 6 an de di firotina vexwarinê de, di sehneya 12 an de çaxê ku perê kefenê dida) li gorî xwe jestek biçûk dît: Cuzdanê çerm ku li sutiyê xwe girêdabû bi teqereq û bi þeqandinê digirt. Di provayan de, li hember derketina bêsebira lîstikvanan ku di elimandinek xeyreta lingen temaþevana ji erdê qut bikin û detayan bi prensîbên – tiþtek bide dû yê din- epîk teatroyê di rêkûpêkê bi awayekî titîz û tenasup dest xistin bi rastî zehmet e. Detayên têgihan jî gelekî raveker e; mînak, wexte ku nivîsevanên leþkeriyê ber bi lawên wê çûn û weke lemlatên belgîran dipelînin ên zarokan pelandin, Dayika Wêrek ji bo demekê xurûrek ku di dayika de taybet e hîs kir, lê pirsa çawîþ (“Çira ne di ordiyê de ne?”) talûka lawên wê ketine nav ku ji ber wesfên wan bi xwe rê dide: Wê çaxê di navbera lawên we û nivîsevanên leþkeriyê dibeze. Ji bo pêkana dest xistina detayan leza xebatê a di provayan de gerek hêdî be; tespîtkirina leza pêþandanê pirsek cuda ye û taliyê tê. Detayek Wextê kêrê dikþîne, Dayika Wêrek tu wehþîtiyê rê nade. Tenê ji bo parastina zarokên xwe dikare çiqas here rê dide. Lîstikvan, gerek rê bide ku Dayika Wêrek bi rewþên wiha aþîna ye û dikare di derheqê wê de were. Dayika Wêrek bi zarokên xwe qurhayê dan kiþandin. Penêrê Swês çaxê ku ji mîxferê qaxizê xwe dikþîne Dayika Wêrek axaftinek nirxê ya biçûçik dike û bi ew rûyê xwe yê belagatî dizîvirîne –bi gotinek din bi pêþandanek bê terefî ku pir hindik hatiye mezinkirin (tu bi xwe bibîn, dest zû bûn, ne marîfet e) lîstikvan, rê dide ku dizane Dayika Wêrek tevlî karê qederê bûye- ji aliyê din, bi her tiþtên ku dibêje yanî di rewþên belû dibe ku belû wesf û qusûrên zarokên wê bibe sebeba mirina wan, bi temamî bawer e. Dayika Wêrek kehaneta ku wê çawîþ mirinek zû bibîne davêj holê. Me kêþfkir ku gerek Dayika Wêrek beriya ber bi çawîþ ji bo qurayê dan kiþandin here li dora Eilif bigere. Yan na vêya ji bo lawê xwe yê heyranê þer ji þer vegerîne kiriye nedihat famkirin. Bazara toqayê kemerê. Dayika Wêrek, nikarîbû bi xwe ku ji bo firotina toqayê kemerekê lawê xwe ji nivîsevanê leþkeriyê ber dide. Piþtî ji erebê jêr, ji bo ji çawîþ re toqayê bîne daket, ewil bi diltirsiyê ji bo nivîsevanê leþkeriyê seh bike divê li dora xwe binêre û hinek pêneewletiyê rê bide. Çaxê ku çawîþ gurzê toqayê xist destê xwe û ew kiþand dawiya erebê, pêneewletiya Dayika Wêrek ber bi warê ticariyê dere. Wextê deri schnapps ji bo çawîþ tîne toqayê ku hîn perê wê ne hatiya dan ji destê çawîþ distîne; her wiha quruþekê bernade. Çawîþ ji pêneewletiya wê çavê wî þikestiye. Ger pêneewletiya ewil bihata berteraf kirin, wê di destê me de jinek bêhiþ, ku tu taybetiyên wê tune an jî kesek ku hewesa wê li ser ticaretê heye lê bêtecrube ye wê heba. Pêneewletî divê neyê wendakirin tenê, lê belê divê weke ku ji tiþtekî re nabe qels bimîne. Pandomîm Nivîsevanê leþkeriyê li sehneya ku hefsarê Eilif derdixe bi jestan bilîze (“jin wê ji bo te ser û porên hev dû rakin”). Wê ji bindestiya xwe xelas dike. Wê dide zorê ku ew guldenê daye wê bistîne; li pêþ wê guldenê di hundurê buqsa xwe waat dike, Eilif tê bê qey di transê de ye derdikeve. Hevgirtî Weigel, wextê reaksiyona bo revandina lawê Dayika Wêrek yê egît dilîze hisiyatek bi hevgirtî rê da. Ji dêvla ecebmayiyê betilandin rê da. Bi leþkerbûnê, hîn lawê wê ne hatibû wendakirin, tenê di talûkê de ye. Û wê zarokên xwe yê di jî wenda bike. Ji bo çi Eilif ne bi wê re ye ku baþ dizane rê bide, destê toqayê kemerê li erdê xiþikand û çaxê ku ji bo bêhna xwe berde li ser dingil rûniþt, taliyê navbera çîqên xwe girt bi qehrê firiya hundirê erebê. Û çaxê Kattrin wê bi hefsarê Eilif ve girêda Dayika Wêrek li rûyê qîza xwe nanere. ÇAVKANÎ:
|
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne! | rojekanu | Sanatçý Tanýtýmlarý | 3 | 27-10-2008 10:33 AM |
| Dayîka Wêrek û Zarokên Wê - teksta lîstikê, episoda yekem | tubiranes | Þano (Tiyatro) | 1 | 20-09-2007 11:01 AM |
| Derbarê Dayîka Wêrek û Zarokên Wê de | tubiranes | Þano (Tiyatro) | 2 | 20-09-2007 10:47 AM |
| Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê | berxwedan | Çandi Giþti | 2 | 10-02-2007 03:09 PM |
| Zarokên Me Emanet In | berxwedan | Çiroken Kurdi | 1 | 05-01-2007 02:17 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.