Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Þano (Tiyatro)

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 16-08-2007, 04:09 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,632
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 151185
Rep Puaný : 15116930
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow Dayîka Wêrek û Zarokên Wê - teksta lîstikê, episoda yekem


BERTOL BRECHT
DAYIKA WÊREK Û ZAROKÊN WÊ

KESÊN JI LÎSTIKÊ
DAYIKA WÊREK,
KATTRÎN, keça wê ya lal.
EÎLÎF, kurê wê yê mezin.
PENÊRÊ SWÎSRE, kurê wê yê piçûk.
ÇAWIÞ,
QARQAROK
AÞVAN
SERDAR
KEÞE
HEJMARYAR
YVETTE POTTIER, fahîþeya qampê
YEK ÇAV
ÇAWIÞEKÎ DIN
SERHENGÊ KAL
NÝVÎSEVANÊ ESKER
LEÞKERÊ CÎWAN
LEÞKERÊ XORT
LEÞKERÊ KAL
GUNDIYEK
JINEKE GUNDÎ
MÝROVÊ CÎWAN
MÝROVÊ KAL
GUNDIYEKÎ DIN
GUNDIYEKE JIN
GUNDIYEKÎ CÎWAN
LEÞKERÊN DIN
DENGEK

Bûyer, di Dema Þerên Sîhsalan de Derbas Dibe.
1.

Demsala bihara sala 1621an e. Fermandar Oxenstjerna, li Dalernê, ji bo sefera Polonyayê leþkeran berhev dike. Anna Fîerling ku bi navê Dayika Wêrek tê nasîn û bi firotina hind tiþtan a leþkeran debara xwe dike, kurekî xwe ji bo vê seferê winda dike.

( Li deverek bajar riyek. Çawîþek û qarqarokê ku bi pereyan leþkeran berhev dike ji ber sermayê diricife.)

QARQAROK:
Tu hiþê xwe bide serê xwe û li vanderan mirovan kom bike. Bawerke Serpel ez dikifirim ku xwe bikujim. Fermandar dibêje "heta danzdehê mehê divê ku çar yekine amade bibin" û êdî dengê xwe nake. Der dora min herêma min e, kerê kurê kerê. Xew nakeve çavên min. Bifikire ku min yek girt. Ez li baþ û xirabiya wî nanêrim. Min ew serxweþ kir û belgeya leþkeriyê bi wî da îmzekirin. Min hêj pereyê ereqa vexwariyê nedayî, kerê kurê kerê xwe avêt ber derî. Elbet ez jî ketim pey wî lê ku þansê te hebe tu dê bibînî. Ne mêranî ne jî rastî nema ye. Bawerîya min bi mirovan nema Serpel.

ÇAWÎÞ:
Rast e. Ev demek dirêje ku van deran rûyê þer nedîtiye. Hingê jî ma exlaq dimîne. Ji xwe aþitî, tevlihevî, serberedayîtî ye. Di dema aþitiyê de mirov dibezin dol avêtinê. Her kes tiþta dixwaze dixwe û vedixwe. Tu heywanan bêjî tewas dikin. Çi bûye, Francala û serde jî qedek pêxwarin. Ji kekê xwe re bêjim, piþtre jî qatek qelê diavên ser. Welleh bavo xweþ hal e! Kî dizane ka niha li vî bajarî çiqas hêþtir û çiqas mêrxasên ciwan hene? Dê kî ji ku bizane? Kesek ku bi hejmêre tu ne ye kî. Min çi kesên zirmol dîtin. Heftê sale þer nedîtine û tenê xwarine? Wisa lê hatiye êdî kes kesê nasnake. Pirsîn tune ye, hejmartin tu ne. Lê qey di dema þer de wisa ye? Mirovan jî sewalan jî dihejmêrin ! Serê te neêþînim, li cihekê þer tune be têkûzî û sazûman jî tune ye.

QARQAROK:
Belê eynî wekî te got e.

ÇAWÎÞ:
Wekî hemû tiþtên baþ, þer jî pêþiyê ji mirov re zor tê. Lê piþtî ku her tiþtî carekî sererast bike, êdî tu mêzeke. Qumarbaz ser lîstikê radibe? Ranabe. Kurê bavan jî þer bernadin. Ji ber ku divê neçare ku tiþtên di dema aþitiyê de winda kirîn, hesab bike.

QARQAROK:
Mêzeke, erebeyek tentelî jî di vî alî de tê. Du jin, du jî zilam xuya dikin. Tu jinika pîr bixapîne. Vê carê jî ez tiþtekê jê dernexim, em dê dawiyê li rawestiyana li ber helwasa avrêlê bînin.

(Dengê muzîqeyek devî tê bîhistîn. Erebeya ku du ciwan dikiþînin, nêzîk dikeve. Dayika Wêrek û keça wê Kattrin hene.)

DAYIKA WÊREK:
Beyanîbaþ Çawîþ !

ÇAWÎÞ:
(Riya wan dibire) Beyanîbaþ. Hela ka hûn kî ne?

DAYIKA WÊREK:
Kesên bazirgan. (Dixwînin) Fermandar beg, fermandar begBila hiþbin trampêtBila bisekinin peyade,Hat Dayika WêrekBila rîya xwe bibîne Top, tifeng
Xirt xas
Zêde zêde
Hezaryek kêzikan
Ku derkevî seferê
Solên qayîm hene
Fermandar beg, fermandar begGuh bide minHirça birçî naleyîzeBila þilke Dayika WêrekBerdeMêjîyên hesinbûyîn Bi þarabê Min mêzeke Ku ûr vala be Top xirab lêdixin Ser hemû mirovan Lê belê carekî jî têr bin Bajo tu ku de diajoy Heta bingeha dojehêBihar hatRabin ey evdên XwedêBerf helîya! Yên mirîn mirin Bikevin ser rê yên zindî mayînÇAWÎÞ:
Hey jarno! Hûn çi ne, kî ne?

KURÊ MEZIN:
Em? Em ji Duyemîn Alaya Fînî ne.

ÇAWÎÞ:
Ka kaxizên we?

DAYIKA WÊREK:
Kaxizên me?

KURÊ BIÇÛK:
Ji wê re Dayika Wêrek dibêjin. .

ÇAWÎÞ::
Min qet nebîhîstibû. Çima navê wê Wêrek e?

DAYIKA WÊREK:
Wêrek lê. Ji bo ku ez 50 nanên li ber kîfikbûnê bifiroþim, ez ji werçerxa agir a li Rîgayê de derbas bûm.

ÇAWÎÞ:
Dest ji derewan berde, kaxizên te li kû ne?

(Dayika Wêrek kutiyek di destê wê de ye her tim tevli hev dike. Piþtre komek kaxizan derdixe. Ji erebeyê peya dibe û kaxizan dirêjî çawîþ dike.)

DAYIKA WÊREK:
Ha bigire çawîþ tevahiya kaxizên min. Pirtûkek diayan. Ji bo pêçana xiyaran. Ev jî nexþeya Maehrenê ye. Xwedê dizane ka ezê bigihim wan deran? Bilî van, rapora tenduristiyê ya hêþtir dimîne. Lê cardin jî temenê wî têrê nekir, xirîbê min. Li ser min panzdeh guldenan bibû mal. Çi dibêjî. Ev qas kaxiz têrê hene?

ÇAWÎÞ:
Tu henekên xwe bi min dikî, ez dê henakan nîþanî te bidim ha. Helbet te fam kir ku ez belgeya derbasbûnê dixwazim.

DAYIKA WÊREK:
Efendî be, tu nikarî li cem zarokên biçûk wiha biaxivî. Nasnameya min rûyê min ê esîl e. Ji Alaya Fînî ya Duyemîn dizanin. Ku tu xwendinê nizanî ma ez çi bikim? Ez nikarim damgeyan li her derê xwe bidim!

QARQAROK:
Diþibe yek rikoyî çawîþ. Ji bo leþkeriyê dîsîplîn hewce ye.

DAYIKA WÊREK:
Wisa ye? Min jî qey digot dayîn lazim e.

ÇAWÎÞ:
Navê te?

DAYIKA WÊREK:
Anna Fierling.

ÇAWÎÞ:
Hingê paþnavê we hemûyan Fierling e. .

DAYIKA WÊREK:
Çima!

ÇAWÎÞ:
Ka zarokên te bûn?

DAYIKA WÊREK:
Ew wisa. Lê çima divê paþnavên hemûyan yek be? (Kurê xwe yên mezin nîþan dide) Mînak navê vî Eilif e. Paþnavê wî Nojockî ye. Çima? Navê bavê wî Kojockî bû, Nojockî bû, tiþtek wisa bû ji ber wê. Zarok bavê xwe baþ nasdike. Lê di rastiyê de yek din nas dike. Firansiyek rih bizin e. Di mejî de bi bavê xwe ve çû ye. Rehmetî pir bi aqil bû. Kirasê mirovan ji ber dikir, rihê kesî pê nedihesiya.

ÇAWÎÞ:
(Zarokê biçûk nîþan da) Ev jî çînî ye ez bêjim?

DAYIKA WÊREK:
Xelet. Siwêdî ye.

ÇAWÎÞ:
Yê piþtî yê firens ye?

DAYIKA WÊREK:
Kîjan Firens ? serê min tevli hev neke. Me çi digot lo. Ha. Ya siwêdîtiyê siwêdî ye zarok. Lê paþnavê wî Fajos e. Têkiliya wî bi bavê wî re tune ye. Avasaz bû ew. Baþ vedixwar.

(Zarokê biçûk bi ken serê xwe dihejî ne. Henekan bi birayê xwîþka xwe ya lal re dike.)

ÇAWÎÞ:
Tiþtek wisa nabe, bavê wî nebûye kî.

DAYIKA WÊREK:
Hema eþkere ye, kiþandiye wî. Min navê wî danî, pêxwarina Siwêdê. Tu dizanî ji bo çi, pir qahîm e ji bo wê. Pir baþ erebeyê dikiþîne. (Keçika lal nîþan dide) Navê vê jî Kattrin Haupt e. Meleza Elmanan e.

ÇAWÎÞ:
Malbatek balkêþ e

DAYIKA WÊREK:
Ez bi vê erebeyê li cîhanê geriyam.

ÇAWÎÞ:
Hemû dê bikevin girtînameyê. (Nivîskar) tu jî Bavyeradansî. Tu çawa hatî vir?

DAYIKA WÊREK:
Ma min dê çi bikira, ez dê li bendê bimama heta þerî kerem dikir wira?

QARQAROK:
Ji ber ku hûn erebeyê dikiþînin, diviya paþnavê we ga bûya. Demên ku we girênadin erebeyê jî hene gelo.

EILIF:
Dayê destê min dixwire. Ez þewiya wî belav bikim?

DAYIKA WÊREK:
Li ser quna xwe rûnê. Êêêê. Fermandarên birêz. Tebanceyên min ên rind hene. Çawîþ tu palasqayek dixwazî? Di ya te de xêr nema ye. Ber çavê min ket de.

ÇAWÎÞ:
A min jî hind tiþtên din ber çavê min dikevin. Ez li van mêrxasan dinêrim de. Xwedê bihêle her du jî mina spîndaran e. Hem hêza wan jî li cih e. Çima ji leþkeriyê direvin?

DAYIKA WÊREK:
(Bilerizok) Nexêr çawîþ, destê wan çekê nagire.

QARQAROK:
Lê binêre. Dê wisa bigire. Zêdeyî vê yekê dê navdar jî bibin. Bi tune ling mehandin karê jinan e. (Berê xwe da Eilif) Piçek nêzde were mêrxaso. Ku ez bizanibim ka bêhna þîr hêj ji devê te tê.

DAYIKA WÊREK:
Bêhna þîr jê tê ya. Ji ber ku ew berxa dayîka xwe ye hêj. Tu awirek dijwar bidiyê dê bikeve erdê.

QARQAROK:
Na looo. Gayê hêç bûyî bibîne, dê bikaribe rawestîne. (Digire milê Eilifê re û dikiþîne)

DAYIKA WÊREK:
Keçikê rihet bihêle, li gorî te nîne ew.

QARQAROK:
Berî niha ji min re got gêjo, li dijî min derket, em dê wekî zilaman li nav vê zevyê xwe ji hev kifs bikin.

EILIF:
Ez ê wî ji hev biçirînim.

DAYIKA WÊREK:
Rawest e gayê Xwedê! Tu ji þer zêdetir tiþtek din nizanî ma! (Qarqarok) Di ber cizmeya wî de kêr heye. Dê, lê bixe. Dilê wî namîne bi te re!

QARQAROK:
Xem neke xaltikê! Ez dê wî mîna avê vexwim. Bi destûra Xwedê!

DAYIKA WÊREK:
Ez dê giliya te li cem fermandarê te bikim. Tu dê bikevî zîndanê! Ji xwe berbaz her roj keçika me dixwaze.

ÇAWÎÞ:
(Ji Qarqarok re) Ya de dest ji qare warê berdin! (ji Dayika Wêrek) Tu çima ji leþkeriyê hez nakî? Bavê wî neleþker bû qey? Bi rûmet ne mir? Tu bi xwe dibêjî...

DAYIKA WÊREK:
Ew hêj zarok e. Berxika dayîka xwe ye. Tu dixwazî deynî ber kêrê. Ez we dizanim. Pênç guldenan bidim we.

QARQAROK:
Em jî dê kasketek rindik, cîzmeyek hewadar bidin. Ne wisa ye mêrxaso?

DAYIKA WÊREK:
Masiyê ji kûrmik re gotiye 'were em bi hev re biçin masiyan'. (Ji pêxarina Siwêdê re) bibeze. Biqêre û bêje birayê min diredivînin. (Kêrê dikiþîne) Hûn mêr in destê xwe bidinê. Ez dê we tevan biperçiqînim. Nijdevan. Em ketine derdê nanê xwe. Tevli me nebin!

ÇAWÎÞ: </B>
Þerm bike be! melkemût! Bavê wê kêrê. Berî niha te negot tiþtê me xwedî dike, þer e? Ji xwe bilî wê hûnê bi çi bijîn. Ku leþker tunebin dê þer çawa bibe.

DAYIKA WÊREK:
Ma dê di saya serê zarokên min de bibe?

ÇAWÎÞ:
Welleh xweþ e. Þer dê dûlik bixe tu jî hirmiyê. Ji þer sûdê wergire, dema wexta dayînê hat jî baz bide! Li ku ma wêrekiya te hiiiii? Zarokên te ji te wêrektir in. Natirsin.

EILIF:
Ez natirsim.

ÇAWÎÞ: :
Ma çi tiþtê mirov jê bitirse heye? Wekî mînak li min binêrin, ma þer li min nehatiye? Ez di 17 saliya xwe e tevlî bûm.

DAYIKA WÊREK:
Tu hêj di heftê saliya xwe de nînî.

ÇAWÎÞ:
Ez dikarim li bendê bim.

DAYIKA WÊREK:
Di bin axê de.

ÇAWÎÞ:
Tu dixwazî bêbêjî, tu dê bimirî. Ev heqaret e.

DAYIKA WÊREK:
Ku rast be? Tu diþibî meytê, bi destûr be!

PENÊRÊ SWÝSRÊ:
Her kes ji diya min re dibêje xwediya kerametê. Ji pêþerojê agahiyê dide.

QARQAROK:
Hingê ji rêzdar çawîþ re jî bêje. Bila piçek keyfxweþ bibe.

ÇAWÎÞ:
Di xema min de nîne.

DAYIKA WÊREK:
Mîxfera xwe bide.

ÇAWÎÞ:
(Dide) Ji ber ku dê gûyek çêbibe nadim. Ji bo ku em henekên xwe bikin.

DAYIKA WÊREK:
(Kaxezek parþomanê hildide û diçirîne) Eilif, Pêxwarina Siwêdê, Kattrin! Ez ji were dibêjim. Ku em tevli þer bibin, em dê wisa perçe bibin. (Ji çawîþ re) Haydî, Ez ji bo te bêpere lê binêrim. Ez dê xaçekê li ser vî perçeyê kaxizê. Dê wateya mirinê.

PENÊRÊ SWÝSRÊ:
Lê binêr. Yê din jî vala dihêle.

DAYIKA WÊREK:
Ez niha jî qat dikim û tevli hev dikim. Niha bikiþîne û pêþeroja xwe hîn bibe. (Çawîþ ditirse)

QARQAROK:
(Ji Eilif re) Ez herkesî hilnadim. Ez wekî kesek zor beyen dikim têm zanîn. Lê tu cuda yî. Xwîna min qirijî te.

ÇAWÎÞ:
(Dema mîxfer tê tevlihevkirin) Bêaqilî. Ji xapandinê zêdetir tiþtek nîne

PENÊRÊ SWÝSRÊ:
Weyy. Xaçê reþ kiþand. Karê wî qediya ye.

QARQAROK:
(Ji Eilif re) Qet bêzar nebe mêrxaso. Gule nesîbê hemû kesan nîne

ÇAWÎÞ:
(Bi dengek nizim ji Dayika Wêreka re) Te ev qazix avêt min!

DAYIKA WÊREK:
Te di dem de xwe bi xwe qazix kiriye. haydî ji bo min misade. Her roj þer çêna be. Divê ez biçim ser riya xwe.

ÇAWÎÞ:
Naaaaa. Hele rawestin. Ez nakevim dafikê. Ez tosunê te hildidim. Ew dê bibe leþker.

EILIF:
Pêxwarina Siwêdê jî dixwaze.

DAYIKA WÊREK:
(Mede nexweþ dibe) Yaaa. Demek wisa. Wisa dixuye ku divê ez ji we her siyan re jî falkê vekim. (Ji bo xaçan xêzî ser kaxezan bike, diçe piþt erebeyê)

QARQAROK:
(Ji Eilif re) Ji bo ku morala me xirab bikin, dibêjin artêþa Siwêdê oldar e. Derew e welleh. Tenê roja yekþemê çarineyek diayê dikarî bixwînî. Ew jî ku dengê xweþ be.

DAYIKA WÊREK:
(Bi mîxferê çawîþ ku perçeyên kaxezan tê de ne, tê) Sefîkno. Diya xwe dihêlin û mîna golikên ji xwê re dibejin, dikevin dû þer ha? Hûn dê bibînin ku cîhan rezê gulan nîne. Di þer de nabêjin 'Were egîdo bibe fermandar. Çawîþ ez bi tirkim ku tu dawiya þer nabînî. Tiþtên ku bên serê we her siyan jî hene. (Mîxferî ji dirêjî Eilif dike) Hele bikiþîne. (Eilif dikiþîne. Dima kaxezê vedike, Dayika Wêrek ji destê wî dikiþîne û hildide) Ha ji te re. Xaçê reþ, nîþaneya mirinê ye. Ah dayîka bêbext. Zarokê te bi hezar janan anî dinê, bi hezar êþan mezin kir, dê bimire. Hem jî di destpêka jiyana xwe de. Mîna bavê xwe pir zift bû. Lê ku biaqil be dê di riya goþt û hestî de here. Kaxez dibêje vana. (Diqêre) Tu dê bi aqil bibî?

EILIF:
Ma çima ez bi aqil nebim?

DAYIKA WÊREK:
Hingê divê tu li cem diya xwe bimînî. Bi gotina 'Berxwê dayîkê' henekan bi te bikin jî tu dê guh nediyê.

QARQAROK:
Ku tu bikî nav þelê xwe ez dê birakê te bibim.

DAYIKA WÊREK:
Kanê tu dê bikeniya yî? Kanê were. Niha dora te ye Pêxwarina Siwêdê. (Pêxwarina Siwêdê mîxferê tevlihev dike û dikiþîne) Çima te wisa li kaxezê nêrî. Çiye ew? Hene be tu ji destê min neçe. (Kaxezê hildide) Ev jî xaç e. Ku tu mîna di berê de durut nebî, hingê demek roja te hat. Di biçûkahiya te de, dema min tu diþandî nan hildanê, te serê pere dianî. Niha ku tu cardin wisa bî tû dê xelas bibî. Lê binêre çawîþ, ma xaç nîne?

ÇAWÎÞ:
Xaç e! Nizanim çawa kêþand. Ez ji wê re matmayî me? Di þer de ez her tim li dumahiyê radiwestim. (Ji qarqarok re) Lêbinêr xapandin nîne, ji xwe re jî dikiþînin.

PENÊRÊ SWÝSRÊ:
Yaa! Ji min re jî derket. Lê ez dê li þîretan guhdar bikim.

DAYIKA WÊREK:
(Ji Kattrinê re) Tu mayî. Lê ku xaç jî derkeve çi wateya wê heye! Ji xwe derdê herî mezin ji te ye: ji ber ku tu dilsaxî. (Mîxferî dirêjî ser erebeyê dike lê kaxezê xwe ew dikiþîne.) Wey, Ez bawer nakim. Qey min xelet tevlihev kir? Ji niha û pêve dilsax nebe keça min. Ji te re jî xaç derket. Bêdeng be. Ev ji te re zor nîne. Ji ber ku tu lal î. Piyê xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bikin. Pêdiviya we bi vê yekê re heye. Eh, divê rewî li ser riya xwe be. (Mîxferî dide çawîþ û li erebeyê suyar dibe.)

QARQAROK:
Çareseriyekê peyda bike.

ÇAWÎÞ:
Ez xwe bêkeyf hîs dikim.

QARQAROK:
Ji ber ku te mîxfer derxist, serê te cemidî. Pîrejinê bi danûstandinê re gîro bike. (Bi dengek bilind) Çawîþ te çavek avêtiba palaskayê. Zikê van mirovokan bi danûstandinê têr dibe. Hey, li vir binêrin, serpel dixwaze palaskayekê bikire.

DAYIKA WÊREK:
Ji bo wê nîv guldenê dixwazim. Hûn ji duyan kêmtir nikarin bikirin. (Ji erebeyê peya dibe) Çawîþ. Nû nîne kî. Li vira jî pir ba tê. Ez li vir bi rihetî lêbinêrim. (Qawîþê hildide û diçe piþt erebeyê.)

DAYIKA WÊREK:
Zêde jî nayê pa lê.

SERPEL:
Dibe ku nîv gulden bike. Ji ber ku zîv e.

DAYIKA WÊREK:
(Diçe piþt erebeyê) Eyara wê jî xirab nîne.

QARQAROK:
(Ji Eilif re) Piþtre em dê mîna mêran vexwin. Li cem min wereqe heye. Bi min re were. (Eilif bêbiryar e)

DAYIKA WÊREK:
Hingê bide nîv gulden î.

ÇAWÎÞ:
Min famnekir û çû. Ji çawiþiyê bibawerîtir tune ye. Ez her tim li paþ dimînim. Yên din dihêlim. Ji bo ku pêþde biçin û navdar bibin. Of be. Roja min bû êbret. Pariyek nan di gewriya min de naçe.

DAYIKA WÊREK:
Bêhna xwe teng neke çawîþ. Bixwe tiþta tu bixwî. Bila cardin jî çavê te li paþiyê be. Ka vexwe firekê ji vir. (þeravê dideyê)

QARQAROK:
(Dikeve milê Eilif û wî dûr dixe.) Di siftêde ez dê 10 guldenan bidim destê te. Tu ketî çavê min. Tu dê mîna mêrxasan þer bikî, jin te hevpar nakin. Min bêhna te teng kir. Tu dixwazî þewiya min biþkîne. (Karttrîna lal xwe ji erebeyê diavê û dengên bêwate derdixe.)

DAYIKA WÊREK:
Ez têm Kattrin. Hele bila çawîþ efendî bi awayekê hesabê bide. (Nîv guldenî diqezîne.) Tu baweriya min bi pere re tune ye. Devê min bi þîr þewitî çawîþ! Neyse xalis e. Em dikarin biçin, Eilif li ku ye?

PENÊRÊ SWÝSRÊ:
Bi qarqarok re çû.

DAYIKA WÊREK:
(Piçek radiweste) Ax bêaqil. Ah gêjo. (Ji Kattrinê re) Sûçê te nîne, tu nikarî biaxivî kî.

ÇAWÎÞ:
Niha jî tu firek vexwe dayîka min. Niha bi kûr diþewite ez bêjim. Çibikim! Wisa dibe. Leþkerî xirab nîne.

DAYIKA WÊREK:
Tu dê bi birê xwe re bikiþînî erebeyê Kattrin. (Her du xwîþk û bira erebeyê dikiþînin û Dayika Wêrek jî dimeþe.)

ÇAWÎÞ:
(Li dû wan dinêre) Ku tu bi þer debara xwe bikî, dê xeraca wê jî bidî.

tubiranes is online now  
Eski 20-09-2007, 11:01 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Þehr-i ÞÝN
Yaþ: 23
Mesaj: 971
Üye No: 2793
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 2920
Rep Puaný : 291722
Rep Derecesi
daskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond repute
Varsayýlan


dive seçar heval vena bılezin ve pir xweş çebe...

__________________
daskanli is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Derbarê Dayîka Wêrek û Zarokên Wê de tubiranes Þano (Tiyatro) 2 20-09-2007 10:47 AM
Zarokên Me Emanet In berxwedan Çiroken Kurdi 1 05-01-2007 02:17 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 07:41 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.