|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Derbarê Dayîka Wêrek û Zarokên Wê de
Lîstik, di hengama þerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayîka Wêrek, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bibûn, û ku her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada þer digere. Bi erebeya xwe ya bi þeklê konê (xîvet) ku wek dukanekê bi kar dianî, tiþtan difroþe leþkeran û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoþe ku zarokên xwe ji þerî biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuþtin; þerê ku zikê wan têr dikir, rêya mirina wan jî vedike: Penîrê Swîsre dibe qurbanê durustiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrek tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêþe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike. Dibêjin ku Bertolt Brechtî, fikra karaktera Dayika Wêrek û þerê Sîhsalî ji romana Hans Jacob Christoffel von Grimmelshausen a Lebensbeschreibung der Erzbetrügerin und Landstörzerin Courasche (1670) (Çîrokjiyana Þêlander û Welatxerabkerê Courasche) girtiye. Bakgrounda (binekoka) lîstikê, þerên Sîsalî, wekî serdemeke herî xwînî ya dîroka Ewropayê tê dîtin. Bireþereke ku navbera salên 1618-1648’an de, nexasim di navend û bakûrê Ewropayê de bitesîr bûye ye. Ji ber ku sebebên þerî yên fermî, nexweþiyên navbera mezhebên Protestan û Katolîkan bûn, hinek dîroknas wan þeran wek Þerên Dînî bi nav dikin. Lê belê dîroknasên nûjen, vê bûyera dîrokî, têkildarî polîtîkayên berfirehbûna emperyal dikin ku ew berfirehbûn dibin sebebê pêkhatina dewletên neteweyî. Þer esasen di navbera du hêlan de çêbûye: Hêla yekem, Binemala Habsburg a Katolîk e ku Awusturî ne û di Imparatorya Roma Germen û Kraliyeta Îspanyayê de text di hukmê wan de bû. Hêla reqîp jî, Danimarkaya Protestan, Swêd û Holland, û Fransaya Katolîk e ku reqîbên wan ên navneteweyî ne. Ew þer, dîroka Ewropa de sîstemeke nû ya navneteweyî pêk tînin û hemahengiya ku heta Þoreþa Fransizan dê dewam bikira ava dikin. Gombrich derbarê wî þerî de wiha dibêje: `Lêkdanên xwînî gihiþtine asteke wisa ku êdî mirovan nedizanî ka ji bo çi û ji bo kê þer dikirin... Di 30 salan de, hema bêje hemî gundên li Elmanyayê hatine sotin, bajar hatine hilweþandin, jin û zarok hatine qetilkirin, her der hatine þelandin, sotin, rûxandin... Birçiyatî, nexweþiyên þob (salgin), celebên gurên wehþî ku li pey xwarinê ketibûn gund û bajaran; wan hemî faktoran Elmanya kiribû wekî xerabe, û çoleke bêhêvî (xêrlênemayî). Qederê nîv gelê Elmanyayê miribû. Piþtî þerî, hindek ji yên sax mayî koçî Emerîkayê kirin. Yên dî bûne leþkerên peretî bo ordiyên biyanî. 30 salan de ji bilî þerkirinê hînî tu tiþtî nebibûn.` Brecht, lîstika Dayika Wêrekê sala 1932’an de, pîçek berî ku þerê duyem ê cîhanê dest pê bike nivîsî. Ewropaya ku taze ji Þerê Yekem ê Cîhanê derket, û ji ber þer û faþîzmê serubin buyî, niha jî li ber þereke nû bû. Ev lîstik, wekî hunermendeke li sirgûnê, bersivê wî ye ji þer û xemsariya (bêpaxavî) li hemberî þer. Brecht, piþtî ku Hîtler li Elmanyayê dibe desthelatdar, sala 1933’an de, neçar dimîne û terka Elmanyayê dike. Sosyalîzma nasyonel, êdî bûye rejîm bi xwe, û di nav civaka sîvîl de tabaneke zêde peyda kiriye, entellektuel û komunîstên li welêt bûne hedef û kitab têne sotin. Muhalifên rejîmê yên li welêt belav bûne her derê Ewropa û Emerîkayê. Ji bo Brecht û Weîgel, Danîmarka dibe rawestgeha ewil a jiyana penaberiyê ku wê 16 sal dom bike. Her çend Naziyên Danîmarkî zor li hukimetê dikirin ku komunîstan dersînor bike jî, ji bo demeke dirêj tiþtek pê ve nehat. Heta sala 1939’an li wir dimînin, û Brecht di odeya xwe ya ji axurê hatiye durustkirin de dewamê li xebatên xwe dike. Dibêjin ku Brechtî, berhemên xwe yên herî têr tesel di wan salên sirgûnê de nivîsandiye; her çiqas zext û zehemetî zêde bûn jî, salên penaberiyê ji bo Brechtî gelek sûdbar derbas bûne. Brecht û Weîgel di sala 1939an de ji ber zextên Naziyên li welêt, terka wê derê dikin û li Swêdê bi cî dibin. Pênc sal piþtre, Elmanye Polonyayê dagir dike. Ev buyer hêrsa Brechtî zêdetir dike, û ew hêrs Dayika Wêrek û Zarokên Wê yê derdixe. Brecht lîstikê di nav pênc hefteyan de dinivîse. Lîstik promiyera ewil a derveyî Elmanyayê, li Stokholmê dike. Wateya polîtîk a pêþkeþkirina lîstikê li Stokholmê pir e, ji ber ku planên Hîtlerî yên dagirkirina Skandînavyayê tên zanîn. Brecht û malbata xwe, sala 1940’an de derbasî Fînlandiyayê dibin. Lîstik, di 1941’an de li Zûrîhê tê pêþkeþkirin. Brecht nikare vê pêþkeþkirinê temaþe bike (wê hengamê de planên wî yên penaberiya Amerîkayê hene) lê nivîsarên rexneyan diþopîne. Ji ber ku þîroveya Dayika Wêrek, gelek hestbar (hestyar) tê nirxandin dîsa li ser lîstikê difikre. Lê belê gelek dipê da ku lîstikê pêþkeþ bike, niyeta wî ev e ku vê lîstikê bi Helena Weîgel re li Elmanyayê pêþkeþ bike. Vegera wî bo Elmanyayê piþtî 16 salan, sala 1949’an de pêk tê. Qadroya ku di salên sirgûnê de belav bibû dîsa kom dibin: Paul Dessau, Kurt Weill, Caspar Neher û Helena Weigel, bi rejiya Brecht, promiyera Dayika Wêrek û zarokên Wê ya Elmanyayê dikin. Pêþkeþkirina Dayika Wêrek a 11 Çile ya 1949’an a li Elmanyayê bû vesîleya avabûna Berlîner Ensembleyê. Eleqeyeke mezin ji lîstika ewil re tê nîþandan. Þîroveya Helena Weîgel a li ser Dayika Wêrek ku di salên sirgûnê de lîstikvaniyeke epîk a taybet pêþxistibû, tê pesindan. Wextê Brecht hêj sax, li Elmanyayê, Ewropa û Emerîkayê li pêncih ciyan tê pêþandan, 10 salan zêdetir di repertuwara Berlîner Ensembleyê de dimîne. Brecht, têbîniyên lîstikê yên dramaturjiyê, li gel rave û îzahatên hûr, wekî kitabeke model çap dike. Di sala 1961’an de lîstik dibe fîlm. Di vê lîstikê de Brecht, çîna navîn vedibêje, ku ew (çîna navîn) ji þer li hêviya bidestxistineke madî an jî manevî ne. Dîtinên Brechtî derbarê ekonomiya þer de wiha ne: `Di demên þerî de, yên ku gelek tiþtan bi dest dixin, ne mirovên biçûk in. Ziddê mirovên qewî, yên biçûk ne li benda tu tiþtekî ne ji þerî. Mirovên bicûk, tenê bedelên serkevtin û têkçûnan didin. Heke tu bixwazî dahatekê ji þer bi dest bixî, divê kevçiyê te mezin be.` Her teþebbuskerê biçûk ê ku dixwaze îdara xwe bi þerî bike, divê bedelê wê jî bide. Bedela ku Dayika Wêrek da jî, zarokên wê bûn ku wekî riha xwe li wan hiþyar dibû. Di lîstikê de tiþtê balkêþ, bêpaxaviya Dayika Wêrek a li hemberî bedelî ye. Dawiya lîstikê de, bi tenê serê xwe mabe jî, dîsa li rêya xwe dewam dike. Têra xwe muqtedîr nîn e ku þert û mercên sebebê wêraniya xwe fam bike; trajediya xwe bi xwe amade dike. Qirardar e ku bi þerî debara xwe bike, lê, xwe ser ve dibe ku þer, bi wê (dayika wêrek) debara xwe dike. Temaþevanê Brechtî, taze ji sîlsîleyeke þer û wêrekiyan derketiye, lê, bêpaxaviya li hemberî þer hêj jî pir qewî ye. Li gor Brechtî, hêleke dî ya neyînî ya þerî jî ev e: `Temaþevanan, sûcên Dayika Wêrek, beþdarbûna þerî,daxwaza ji þerî menfietgiritina wê hîç nedîtine; tenê mexlubiyeta wê û êþên wê dîtine. Bi wî awayî jî, þerê ku ew bi xwe tevlê bibûn temaþe kiribûn. Ev, þereke xerab e û mirov hêj jî bedelan didinê. Bi rastî, rewþ wesa ye ku ez dixwazim nîþanî wan bidim. Þer, ne tenê ê ji wan re êþê bîne, lê belê ê rewiþta (xuy) wan a jiþerîdersnegirtinê jî xurt bike |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne! | rojekanu | Sanatçý Tanýtýmlarý | 3 | 27-10-2008 10:33 AM |
| Listeya PÊÞengÊn ZimanÊ KurdÎ (200-1900) | Þhýwano | Çiroken Kurdi | 1 | 18-04-2007 03:59 AM |
| Kürt Yazarlar Birliði (PENa Kurd) | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 10 | 13-03-2007 11:12 PM |
| Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê | berxwedan | Çandi Giþti | 2 | 10-02-2007 03:09 PM |
| Zarokên Me Emanet In | berxwedan | Çiroken Kurdi | 1 | 05-01-2007 02:17 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.