|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
KRONOLOJIYA BERTOLT BRECHT
1898 - 10 ê Rêşemê, wek kurê pîşesazekî febrîqa kaxezê li Augsburgê hat dinê. 1904-1908- Dibistan (Volksschule) 1908-1917- Dibistana navînî û lîse (Königlich-Bayerisches Realgymnasium) 1913- Tekstên pêşîn dinivîse (bîrname, kovara dibistanê); Hevaltî bi Paula Banholzer re. 1917- Li Munîhê, li Zanîngeha Ludwig-Maximilianê, dest bi perwerdehiya tendirûstiyê dike; beşdarê semînerên Arthur Kutcher yên li ser teatroyê dibe. 1918 - Li Augsburgê leşkerî, wek berpirsyarê tendirûstiyê; di Şoreşa Sermawêz de, di konseyeke leşkeran (Soldatenrat) de aktîf e. 1919- Rexneyên li ser dramayê; Baal, tevlî kabareya politîkî ya Karl Valentin dibe; zarokê wî, yê ewil Frank, li Pala Banholzerê ji dayik dibe. 1920- Cara yekem gera kurt li Berlînê; dayika Brecht dimire. 1921- Gera duyem li Berlînê, beşdarî provayên Max Reinhardt û hin derhênerên din ên navdar, dibe. 1922- Trommeln in der Nacht (Daholên bi Şevê) li Munîhê di Kemmerspielê û paşê jî li Berlînê, li Teatroya Deutches pêşkêş dibe; Brecht xelata rûmetdar a Kleist ya şanonivîsarên ciwan distîne; hevaltî bi Arnold Bronnen re; bi Marianna Zoff re zewac. 1923- Im Dickicht der Städte (Li Cingala Bajaran) li Munîhê di Residenztheater tê pêşkêşkirin; Baal, li Leipzigê dest pê dike; hevkarî bi Lion Feuchtwanger re li Munîhê; keça wî Hanne, ji Marianna Zoffê dayik dibe. 1924- Brecht koçî Berlînê dike; Leben Eduards des Zwieten von England (lêanîna Edwardê Duyem ya Christopher Marlow, ligel Lion Feuchtwanger) di bin derhêneriya Brecht, li Munîh di Kammerspielê pêşkêş dibe; bi Helene Weigela re dinase, ku kurê wî Stefan tîne dinê; bi Elisabeth Hauptmann re dest bi xebatê dike. 1925- Hevaltî bi kulmbazê girankêş Paul Samson-Körner, wênevan George Grosz, û romannivîs Alfred Döblin; ji bo rojname û kovaran, nivîsên girîng (kurteçîrok, ceribandin) 1926- Mann ist Mann (Mirov Mirov e) li Darmstadtê dest pê dike. 1927- Hauspostille (Sofî Manûel) derdikeve; bernameya Mirov Mirov e li ser radyoyê û lêanîna wî ya Macbeth; yekem hevkariya bi Kurt Weill re li ser rêze stranên Mahagonny (Lotte Lenya tê de dilîze); bi Erwin Piscator re li ser sehneyên wî ên ceribandî dixebite; ji Marianne Zoffê vediqete. 1928- Die Dreigroschenoper (Operaya Sêqurişa) li Berlînê, li Theatre am Schiffbauer Dammê dest pê dike, dibe lîstika herî serkeftî ya Weimar Republic(Komara Weimer) 1929- Das Badener Lehrstück vom Einverständnis (Li ser Hevhatina Lîstikên Hînker yê Baden) û Lindbergflug (paşê wek Ozeanflug tê binavkirin, Firîna ji ser Okyanûsê) bi muzîka Paul Hindemith û Kurt Weill ve du "lîstikên hînker"(Lehrstücke) yên pêşîn derdikevin; bi Walter Benjamin dinase; bi Helene Weigel re dizewice; Die heilige Johanna der Schlachthöfe (Saint John yê Stockyardsê, di sala 1932 an li ser radyoyê tê weşan); Berliner Requiem bi muzîka Kurt Weill re tê weşan. 1930- Aufstieg und Fall der Stadt Mahagonny (Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonny) li operaya Leipzigê tê pêşkêşkirin (di bin çavdêriya Naziyan); Der Jasager und der Neinsager (Yê Ku Got Erê, Yê Ku Got Na) li Berlînê ji aliyê Brecht ve hat derhinandin; Keça wî Barbara ji Helene Weigelê çêdibe; Die Maßnahme (Tedbîr) li Berlînê pêşkêş dibe; "Geschichten vom Herrn Keuner" (Çîrokên Keuner); "Die Beule" (Kurmî), senaryoya ji bo Filîmê Operaya Sêqurişa (ne hat karanîn). 1931- Mann ist Mann (bi lîstina Peter Lorre) bi derhêneriya Brecht hat çêkirin; Brecht û Weill ji ber îhlala peymana produksiyona Filmê Operaya Sêqurişa ya G.W.Pabst, dawa li Nero Filîmê dikin. (Brecht winda dike, ji mehkemê vedikêşe û Weill serdikeve) 1932- Die Mutter [Dayîk (ji romana Maksim Gorki hatiye girtin)] ku bi derhêneriya Brecht û Emil Burri ve hatibû çêkirin, li Berlînê dest pê dike; filîmê Kuhle Wampe (bi beşdariya Slatan Dudow, Ernst Ottwalt, Hanns Eisler) piştî skandaleke sansurê di meha Gulanê de pêşkêş dibe; Die Rundköpfe und die Spitzköpfe (Serên Girover û Serên Tûj); hevaltî bi Margarete Steffin re. 1933- Piştî şewata Reichstagê (27 ê Reşemê) bi malbata xwe re direve Zurîhê û paşê bi Weigelê û du zarokên xwe Stefan û Barbara re li Danîmarkayê (Svendborg) bicih dibe; Sieben Todsünden (Heft Gunehên Tengasiya Mezin) bi muzîka Weill re li Parîsê dest pê dike û derbasî Londonê dibe; xebatên li ser antolojiya helbesta “Svendborger Gedichte” (cara yêkem li Kopenhagenê di 1939 a de hat çapkirin); hevaltî bi Ruth Berlau re. 1934- Brecht û Hanns Eisler li Londonê; xebat li ser Der Dreigroschenroman (Romana Sêqurişan) 1935- Diçe Moskovayê ku li wir Sergei Tretiakov, Sergei Eisentin û lîstikvanê Çînî Mei Lan-Fan dinase; ji bo prodiksiyona Dayîk diçe New Yorkê; Furcht und Elend des Dritten Reiches (Tirs û Şerpezeyiya Reichê Sêyem) 1936- Gerekî kurt li New York û Londonê 1937- Ger li Parîsê; Die Gewehre der Frau Carrar (Tifingên Seqora Carrar) bi derhêneriya Slatan Dudow û stêriya Helene Weigel ve, li Londonê pêşkeş dibe. 1938- Li Parîsê heşt sehneyên Furcht und Elendê di bin derhêneriya Slatan Dudow û stêriya Helene Weigel, li Elmanyayê pêşkêş dibe; yekem versiyona Leben des Galilei (Jiyana Galîleo) temam dibe. 1939- Ji ber bandora Naziyan a li ser Danîmarkayê, zorî li Brecht û malbata wî tê kirin ku koçî Stokholmê (Swêd) bikin; Bavê Brecht dimire; Was kostet das Eisen? (Hesin bi Çi Qasî ye?) ji aliyê Brecht û Ruth Berlau ve li Stokholmê tê pêşkêşkirin; Mutter Courage und ihre Kinder (Dayika Bêtirs û Zarokên Wê) bi lîstikvaniya Therese Giehse li 1941 an, Zurîhê dest pê dike. 1940- Bi pêşketina Naziyan, zorî li Brecht tê kirin ku koçî Fîlandiya bike. Berî diçe Helsînkiyê, piştre di nav milkê nivîskar Hella Wuolijoki bicih dibe; Der gute Mensch von Sezuan (Mirovê Baş yê Sezuanê) temam dibe; Guhartoka yekem a Das Verhör des Lukullus (Mehkemeya Lucullus) tê temam kirin; bi Wuolijoki re, Herr Puntila und sein Knecht Matti (Puntîla Beg û Xulamê Wî Mattî) yê dinivîse; Flüchtlingsgespräche (Axaftinên li nav Mişextiyan) 1941- Brecht û malbata xwe, bi rêya Moskova û Vladîvostokê derbasî San Pedroyê (Bajarê lîmanê yê Los Angelisê) dibin; Margarete Steffin ji ber êşa zirav li Moskovayê dimire; Brecht bi Charlie Chaplin, Fritz Lang û hostayên din ên Hollywoodê dinase; Li ser Der aufhaltsame Aufstieg des Arturo Ui (Bilindbûna Bergirbar ya Arturo Ui) dixebite ku cara pêşîn di sala 1958 an li Stuttgratê tê pêşkêş kirin. 1942- Brecht bi mişextiyên din ên Elmanên li Los Angelisê dinase(Arnold Schonberg, Theodor Adorno, Max Horheimer, Thomas Mam, hwd); xebat li ser seneriyoya filîman (berhema Fitz Lang, “Hangmen jî Dimire” jî tê de) 1943- Gereke kurt li New Yorkê, ku li wir bi Erwin Piscator, Wieland Herzfeld, Ernst Bloch, George Grosz, W. H. Auden, hwd dinase; Bi Lion Feuchtwanger re li ser Die Gesichte der Simone Machard (Xeyalên Simone Machard) dixebite ku mafên filîm ji MGM(qet jî ne hat çêkirin) re hatibûn firotin, cara yekem sala 1957 an li Frankfurt am Main pêşkêş dibe; Schweik im Zweiten Weltkrieg (Schweyk di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de) temam dibe, cara yekem sala 1958 an li Elmanyayê li Erfurtê tê pêşkêşkirin. 1944- Der Kaukasische Kreidkres (Çixêza Tebeşîrê ya Qefqasa) temam dibe, cara yekem li Îngilîzî (bi wergera Eric Bentley) di 1948 an, di Carleton Collage li Minnesotayê û li Elmanyayê jî ji aliyê Brecht li Berliner Ensembleyê(Koma Berlîner) di 1954- an de tê pêşkêşkirin; Brecht û Auden li ser lêanîna The Duchess of Malfi ya John Webster dixebitin, ku di 1946- an de li Teatroya Barrymore ya New Yorkê pêşkêş dibe. 1947- Despêkirina Life of Galileo (Jiyana Galîleo) bi Charles Laughton li Los Angelisê (werger ji aliyê Brecht û Laughton), cara pêşîn li Elmanyayê li Kammerspiele, Cologneyê, di 1955 an de hat pêşkêşkirin; li Waşîngton D.C.yê, ji aliyê House Unamerican Activities Committee (HUAC) ve tê pirsiyarî kirin; Roja paştir ji EY(USA) yê derdikeve, diçe Swêsreyê. 1948- Brecht Antigoneya Sophocles (bi wergera Hölderlin) lêanîn dike û berêweberiya bi Caspar Neher re li Teatroya Chur çêdikin, ku Helene Weigel jî di lîstikê de cih digire; Brecht li Zurîh Schauspielhausê, di produksiyona Puntilayê de jî cih digire; Brecht koçî Berlîna Rojhilat dike; Kalendergeschichten (Çîrokên ji Salnameyê), weşana Brecht ya yekem piştî şer li Elmanyayê derdikeve holê. 1949- Brecht, Berliner Ensembleyê dadimezrîne (li Teatroya Deutches bicih dibin) û Mutter Courage derdixe ku Helene Weigel jî tê de dilîze; Tage Der Commune (Rojên Komun) ji bo produksiyonek li Zurîhê hate temam kirin(lê li wir nehat lîstin), cara pêşîn di 1957 an de li Karl-Marx-Stadtê (Elmanyaya Rojhilat) tê pêşkêşkirin. 1950- Brecht dibe hemwelatiyê Avusturyayê; derhêneriya lêanîna Der Hofmeister (Fêrmendê Seraya) ya J.M.R. Lenz dike ku bi Ruth Barleu, Caspar Neher, Egon Monk û Benno Beson re amadekiribû. 1953- Brecht ji bo Serokatiya Navenda PEN a Elmanyayê tê hilbijartin; Turandot oder der Kongreß der Weißwäscher (Turandot); Rêzê helbestên Buckower Elegien (Lawijên Buckow) diqedîne. 1954- Berliner Ensemble derbasî Theatre am Schiffbaurdamm dibe; yekem gera navnetewî li Parîsê ku li wir produksiyona Berliner Ensembleyê Mutter Courage bû sedemê hestyariyê û Brecht rakire payeyê derhênerê herî girîng ê Ewropayê; Shurkamp Verlag, li Frankurt am Mainê (Elmanyaya Rojava), û Aufbau Verlag (Berlîna Rojhilat) dest bi çapkirina berhemên Brecht ên kevn dikin. 1955- Brecht li Moskovayê xelata Stalîn distîne (dixwaze ku Boris Pasternak axaftina wî ya li ser stendina xelatê wergere); Berliner Ensmebleyê cara duyem, bi Der kaukasische Kreidekreis ve, derdikeve gera Parîsê; Brecht nexweş dikeve.1956Bi rêberiya Brecht provayê Leben des Galilei (Jiyana Galîleo) û amadekariya Berliner Ensembleyê ji bo gera Londonê ku wê ew lîstik pêşkêş bikirana; 14 ê Tebaxê Brecht, ji ber dilrawestanê dimire; 17 ê Tebaxê, li Dorotheenfriedhofê, li Berlînê tê defin kirin. ÇAVKANÎ: International Brecht Society |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bir Yaşam Ustası Bertholt Brecht | tubiranes | Tiyatro | 4 | 18-01-2008 04:40 PM |
| Ferhenga Brecht | tubiranes | Şano (Tiyatro) | 1 | 20-09-2007 10:53 AM |
| Göçmenin Sitemi // Bertolt Brecht | newalaqesaba | Şiirler | 2 | 21-07-2007 09:00 AM |
| Bertolt Brecht Hayatı Ve Şiirleri | tubiranes | Şair ve Yazarlar | 1 | 24-03-2007 10:52 AM |
| Berthold Brecht kimdir? | agit_157 | Biyografi | 2 | 26-11-2006 08:23 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.