Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Þano (Tiyatro)

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 16-08-2007, 03:47 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,632
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 151185
Rep Puaný : 15116930
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow Ferhenga Brecht


FERHENGA BRECHT

BERLÝNER ENSEMBLE: Koma teatroyê ya ku ji aliyê Bertolt Brecht û Helene Weigel ve di 1949 an de li Berlîna Rojhilat hatiye sazkirin. Berliner Ensemble, di Çileyê 1949an de ku derhênêrtiya lîstika xwe Mutter Courage und ihre Kinder (Dayika Bêtirs û Zarokên Wê) kiriye, wek mileki Deutsches Theatherê derketiye holê. Di komê de, Helene Weigelê lîstîkvanî kiriye û bi Brecht re derhênêrtiya wê dike. Kom bi taybetî ji endamên Deusches Theaterê yên ciwan pêk tê. Birastî pêþîn, kom wek kumpanyayek tûrnê hati bû fikirandin. Komê, sala 1949an de, bi Herr Puntilla und Sein Knecht Matti (Mîrza Puntilla û Xulamê wî Matti) ve lîstîkên ku Brechtî nivîsî an jî lêanî ji xwe re wek rêgez dani. Di sala 1954an de, Berliner Ensemble derbasî Theater am Schiffbauerdamnê bû ku wek teatroyeka serbixwe ya dewletê di bin banê ADC yê (Kluba Derhênerên Hunerê) de hatibû sazkirin. Berliner Ensemblê, di 1954 an de bi Dayika Bêtirs û Zarokên Wê, û 1955an de jî bi Der Kaukasische Kreidekreis (Çixêza Tebeþîra Qefqasa) ve hin turne li Ewropa yê çêkirin. Û bi xêra wan turneya, Berliner Ensemble navdar bû û ji aliyê rexnegiran ve hat ecibandin. Piþtî mirina Brecht, 1956an, Helene Weigel derhênêriya komê hilda ser xwe, û heta mirina xwe ya 1971an, bi hinên din re derhênerî rêvebir. Di salên 70 yî de, her çi qas hin nakokî bi metodên dijî-teatroya Brechten ve çêbibin jî, Kumpanya li ser rêya xwe çû. Dû mirina Weigela Ruth a 1971an, Berghaus bû derhêner. Kevneþopên komeleyê metodên wî yên tecrûbî rexnekirin, û 1977an Manfred Wekwertî cihê Berghaus girt. Bi yêkbûna Almanyayê ya sala 1990an ve, komele bû saziyekê dewletê. Heta 1992an, dewletê alîkariya wan kir, û ji aliyê komekê derhêneran ve hate rêvebirin. Di nav koma derhêneran de Heiner Muler jî hebû, ku 1992an de rêveberî û derhêneriya hunerî ya komeleyê hildabû ser xwe, û heta mirina xwe ya 1995an meþandibû. Her çiqas þexs li komelê xwedî derdiketin jî, komelê ji dewletê arîkarî distand. Ew rewþê çar salên din, heta ku 1999an komele belavbû, domkir. Berlîner Ensemble di sala 2000an de dîsa avabû, û kete rêya teatroya politîk.

BRECHTYEN: (Fr. Brechtien, Elm. Brechtisch, Îng. Brechtian) Ev rengdêre, navê xwe ji navê Bertolt Brecht distîne û ji bo teatroya ku bi navên curbecur wek epîk, rexneyî, diyalektîk an sosyalîst hatiye bikaranîn. Û her wiha ji bo stîlek lîstinê ku alîkariya beþdariya temaþevan dike, bi taybetî jî çaxa lîstina pêþandana siruþtî.

Ev terîm gelek cara ji bo þayesandina stîlek þanokirinê dihat bi kar anîn ku ev jî baldikiþîne ser rewþa dîrokî ya rastiya tê rêdan (dîrok kirin). Ji xeynî vê, temaþevan bizav dike ji bo di dûrayiyekê de bimîne û nekeve hundirê wê, ku bi xwe trajîk, dramatîk, an bi hêsanî siruþtiya îluzyonîst e.

DÎROK KÝRÝN: (Elm. Historisierung, Fr. Historicisation, Îng. Historicization) Ev terîm ji aliyê Brecht ve hatiye çêkirin. Dîrokirin tê wateya, rê dana bûyerekê an karakterekê di bin þewqa sosyal û dîrokî ku îzafî û guhêrbar e. Ev "rêdana bûyeran û mirovan, di rewþa wan a demdorî û dîrokî" ye. Her wiha ev jî rêberiya temaþevana dike ku bifikirin, rastiya wan bi xwe dîrokî ye û ji ber vê jî dikare bê rexne kirin û guhertin.

Di dramatûrjiya Brechtyen de, weke di pêþkêþkirinek ku ji realîzma Brechtyen a rexneyî îlham girtiye, dîrok kirin red kirina rêdana hebûna mirov di takekes de ye. Þewqa anektodîk jî, ji bo rêdana bingeha enfrastrûktûra sosyo-dîrokî di nakokiyên takekes e. Bi vê maneyê, dramaya takekes a leheng, ji nû ve kontekst kirina civakî û politîkî ye. Û tu teatro ne dîrokî û ne jî politîk e. Dîrokirin, hebûna birastî ya ku di dîrokê de ye derdixe holê: lîstikê di hundirê konteksta xwe de, û temaþevanan jî di rewþên wî yên xweþ de: "Dîrokirin, fikra sîstemek sosyal a hatiye dan, ji hêlek sîstema sosyal ya din de teþvîk dike. Peresana civakê hêlên nerînê destdixe". Amrazê fûndemental ê dîrokirinê, efekta biyanîkirinê ye, ku temaþevan çiqas bi performansa teatroyê heman jî bi rastiya xwe biyanî dibe. (Bnr. Teatroya Epîk)

DRAMATÛRJÎ: (Fr. Dramaturgie, Elm. Dramaturgie, Îng. Dramaturgy) Dramatûrjî, huner an teknîka kompozisyona dramatîk an jî pêþandana teatrîkal e. Bi vê maneyê, him dramatûrjiya Îngilîz û him jî dramatûrjiya Fransî bêdestûr ji Dramaturgie ya Elmanî sitendin. Ev peyva hanê ji aliyê dramatîst û rexnegirê Elman Gotthold Lessing, di rêzên maqaleyên bideng ku bi navê Hamburgische Dramturgie de (Dramatûrjiya Hamburg), ji 1767 heta 1769 hatiye çap kirin. Ev peyv ji peyva Yûnan dramatourgía, "kompozisyona dramatîk" an "çalakiya lîstikekê" ye.

Ji cergî Brecht û teorîzekirina wî li ser teatroya dramatîk û epîkê, hat dîtin ku nosyona dramatûrjiyê di van nikteyên jêr de fireh bû:
1. Di heman demê de, îdeolojî û struktura þêweyî ya lîstikê.
2. Pêwendiya taybet a di navbera þêwe û naverokê.
3. Karên hemû-dorpêç ku teksta sehnê avadikin û tên birêvebirin ji bo ku tesîrek taybet li ser temaþevan bikin. Ji ber vî hawî, Brecht difikire ku "dramatûrjiya epîk" bibe formek teatroyê ku ev karanîna amrazê daxuyaniyê û efektên-biyanîkirinê baþtir rastiya sosyal terîf bike û tevkariya wê biguherîn.


DRAMAYA BURJÛVA: (Elm. Bürgerliches Drama, Fr. Drame Bourgeois, Îng. Bourgeois Drama) Di sedsala 18an de, ji bo demeke kin, li Franseyê cureya lîstikê ya herî populer bû. Ew lîstikene ji bo çîna navîn tên nivîsîn û herwiha mijarên wan jî dîsa çîna navîne. Li ser fikrên rewþenbîrê Frensî, Denis Diderot (1713-84) hatiye avakirin. Lîstikên burjuva yê, di cihekî di navbera trajedî û komedî yê de ne, û armanca wan ew e ku pirsgirêkên çîna navîn û xerabiyên civakî pêþkeþbikin. Lê, gelek caran ew lîstikene bi kêfxweþî bidawî dibin. Teatroya Brechtyen û teatroya burjûva ne li ser heman ferasetê de ne. (Bnr. Teatroya Îluzyonîst û Teatroya Aristotelyen)

EFEKTA BÝYANÎKÝRÝNÊ: (Elm. Verfremdungseffekt, Fr. Distanciation, Îng. Alienation effect) Yek ji wan rêgezên teatroya epîk ku ya herî girîng ev e. Pêkanîna efekta biyanîxistinê, çiqas ji bo pêþî girtina ku temaþevan bi awakî sirûþtî li bûyerên li ser sehneyê binêre û bi wan re wekhevîbûnê ya jî, li aliyekî din jî, ji bo gihiþtýna armancên gelemperî yên teatroya epîkê ye jî. Bi vî awayî, tersa teatroya dramatîkê, ji bo temaþevan þertên hawe amade dike ku mirovên tê berceste kirin ji dûrahiyek belû temaþe bike û rexne bike. Temaþevan bi xêra efekta biyanîkirinê, dê bikare pirsa bipirse, wê bikare tevgerên rexneyî yê zanyariyên xweza û civakê bipejirîne û dê bigihêje biryarekê. Xweþiya ku wê di dawiya vê debistîne, wê xweþiyek ku mirov bi fikrê bigihejê be.

Ji bo Brecht efekta biyanîkirinê her çiqas enstrumanekî politîk be jî, ew qas jî tevgerek estetîk e. Armanca "biyanîbûnê" ne ferasetek nû an jî efektek komîk e, lê belê prosesek îdeolojiya "ne-biyanîkirinê" ye. Efekta biyanîkirinê di xebata hunerê de derbasiyek ji amrazê estetîk berbi berpirsyariyek îdeolojîk ve çêkir.

Efekta biyanîkirinê, di heman katî de, kete dewsa ahengên di sewiyên curbecur de:
1. Çîrok, du heb çîrokan dibêje: yek jê berceste ye û ya din kurteyek û meteloka wê ya metaforîk e.
2. Dekor, objeyê ku lazim e bê naskirin û rexneya bê kirin nîþan dide.
3. Bi xêra jestan, em derheqê takekes û statuya wî a sosyal û têkilyên wî yên bi cîhana ku pêre dixebite dest dixin, ev jî gestûsa wî/ê ye.
4. Dîksiyon, bi bêqîmetkirina tekstê naxê rewþek "psîkolojîze", lê rîtîm û qilafetê sûnî ji nû ve çêdike.
5. Bi riya lîstikvaniya wî, aktor ji girgînkirinê zêdetir karekterê lîstika ku dilîze rêdide.
6. Dengdana temaþevan, stran û guhêrînên xuya yên sehneyê jî amrazên ku îluzyonê diþkîne ne.


EFEKTA-B: (Elm. V-Effekt, Îng. A-Effekt) (Bnr: Efekta Biyanîkirinê.)

EPÎSOD (BÛYER): Episod, parçeyên lîstikê ne. Rêzebuyerên di episodekê de dibe ku bi awayekî binavber an jî bêrêzik bin.

GESTÛS: (Elm.Gestus, Fr.Gestus, Îng.Gestus) Jesta civakî. Brecht terîma gestûsê di nivîsên xwe de wiha tarîf dike: "Tiþtê ku bi gestûsê tê gotin ev e ku; tevda jest, mîmik û peyvên ku mirovek an jî zêdetir, ji xwe re mirovek an jî zêdetir kesan armanc dike, ye. (Bnr. Teatroya Epîk)

KATARSÎS: (Ji Katharsis a Yewnaniyan, bi paqijkirinî) Di Poetika ya xwe de Aristotle behsa ji holê rakirina hestan dike. Dibêje ku dema temaþevan bi lehengê trajîk re wekhev dibe, hîsên wî (nexasim tirs û dilpêsotin) zeîf dibin. Katarsîs, dema di þanoyê de musîk tê karanîn jî pêktê.
Katarsîs hem armanc, hem jî encameka trajediyê bû, kû "azirandina (provoke kirina) tirs û dilpêsotinê dibe sedemê ji holê rakirina wan hestan" (Poetika). Ew a termeka girîng e ku wekhevîbûnê tîne rêza barkirin û xalîkirina hîsan. Dawiyê, encam, bi dîsa jixwe têgihiþtinê ve dibe safîkirin û "paqijkirin".
Comeille, Rousseau, Diderot, Lessing, Schiller, Goethe û Nietche li ser fonksiyona katartîk ku hinekî aloz e (nediyar nesafîye) þîroveyên cûda cûda kirine. Niqaþa dawî ya li ser katarsis ji aliyê Brecht ve tê kirin. Brecht wê, (bi heyecanekî ku li ji Þanoyê re rêbazekî Bicuk a xwe û pêvekên wê de daye xuyakirin) têxe nav biyanîbuna îdeolojîk a temaþevên, û dibêje ku textek (deqek) girîngiyê tenê dide ser nirxên ne-dîrokî yên lehêng. (Bnr. Teatroya Aristotelyen)

LEHRSTRUCKE: (Bnr. Lîstika Hînker û Teatroya Dîdaktîk)

LÎSTÝKA HÎNKER: (Elm. Lehrstuck; Fr. Piece Didactique; Îng. Didactic Play) Di hewla xwe ya hînkirina temaþevên de lîstika hînker, ji bo tezekî filozofîk an jî polîtîk dixebite. Li bendê ne ku temaþevên jê re feyde yê(sud) wergire, û di jiyana xwe ya takekesî û civakî de bikarbîne. Carna rol têne guhertin û lîstikên hînker ne ji bo temaþevanan lê ji bo aktoran tên çêkirin.

LÎSTÝKVANÝYA EPÎK: (Di hundirê Teatroya Epîk û Lîstikvanê Vebêj bnr.)

PROJEKSÝYON: Rêbazeke ku berî Erwin Piscator û piþtre jî Brecht bikaraniye. Di vê rêbazê de, bûyerên ku dê bêne pêþkêþkirin li ser afîþên mezin têne nivîsandin da ku bîner bibîne. (Bnr. Teatroya Epîk, Efekta Biyanîkirinê)

SEHNEYA KOLANÊ: (Elm. Die Strassenszene, Îng. Street Scene) Makaleya ku Brecht di sala 1940 a de di derheqê teatroya epîk de nivîsi ye. Brecht di vê makalê de teatroya serê goþeyê wek modelek biçûk a teatroya epîk distîne û dest bi pêkanîna rêgezên teatroya epîk dike. Brecht di teatroya serê goþeyê de, pirsgirêkên civakî (mînak qezayek trafîkê) ku mirov di jiyana rojane de lê rast tê, distîne û analîza vê pirsgirêkê ku lazim e çawa bê çîrok kirin dike.
Rêgezên teatroya serê goþeyê, di heman katî de rêgezên teatroya epîk in jî. Ev pênc rêgezên sereke ku Brecht nîþan kiriye "ji bo teatroya epîkê ne kêm û ne jî pir e":
1. Divê ji hêla civakî gerek xwediyê nirxekî pratîk be.
2. Divê, wê çi teqlid bike û di vebêjeya xwe de wê çiqas serî li teqlîdê bidê, li gorî cihên dixwaze ku di bûyera behs dike balbikiþînê, diyar dike.
3. Vebêj karaktera kesê/a ku berceste dike ji tevgerên wî/ê derdixe.
4. Vebêj, bi du hêla lazim e tevgerên sirûþtî pêþkêþ bike: Tim gerek di eqlê wî/ê de be ku ew vebêjek e, kesê/a ku teqlîd dike gerek ji bilî xwe wek mirovek berbiçav pêþkêþ bike. Vebêj, gerek di navbera xwe û kesa/ê ku behsa wê/î dike cudatiyekê bêxe, qet bitemamî gerek neþibe kesa/ê ku berceste dike.
5. Vebêj di vebêjeya xwe de ji teknîka biyanîkirinê îstifade dike.
(Bnr. Teatroya Politîk, Lîstikvanê Vebêj)

TEATROYA AJÎT-PROP: (Elm. Agit-Prop; Fr. Theatre d’agit-prop; Îng. Agit-prop Theatre) Teatroya agît-prop, (ji agitatsiya-propaganda ya Russi, dimîne ser propaganda û agitasyon ê (harkirin)) formeka animasyona teatroyê ye. Ji bo ku hiþmendiya guhdêr ya li ser rewþa politik an jî civakî kûrtir bike hatiye çêkirin. Ew forme piþti þovreþa Rusya yê, 1917 a, derket holê, û nexasim li Yekîtiya Sovyetan û Elmanya yê di navbera salên 1919 û 1932-33 pêþket.

Form û istikrazên (peyvên ku ji zimanekî din hatine girtin) þanoya agit-prop, wek naveroka wê zû zû digihure. Li gor kevneþopiya çandî, ji yek welatî hetanî welatekî din cudatî hene. Gelek caran "agitator-propagandist" (harker-propagandaker), her çi qas bi awayekî rexneyî be jî, xebatên xwe li ser bingehên wek komediya dell"art, sîrk an jî melodrama lidardixin. Ji ber ku populer in, û ji bo naverokên nû þêweyekê amade dikin, þêweyên duhem yên wekî sîrk an pantomîm pir biquwet û bandor in. Dema lîstik yekî zor aloz û bi lehengan ve tijikirî be jî, ew ji xwe re pîlanekî hêsan dibijêre ku digihe encamê. The Lehrstuck (lîstikekî hînker ku formeka agît-prop ê ya "sofistike" ye_ berhemên Brecht mînakên wê yên herî baþ in) jî bi heman prensîpên hêsan ve rû bi rû dimîne. "Rojnameya zindî" nuçeyan bi awayekî rexnegirî pêþkeþdike, û kirde yê hereketê derdixe ser sehnê. "Revûyekî" polîtîk, ku bi kêm hejmarên dramatîzekirî û "flaþên nû" pêkhatî, gelek caran dibe xet a lîstika agît-prop. Komeke çîrokbêj an jî stranbêjan tên cem hev, û slogan û dersên politîk telkîn dikin. Dema agît-prop tê sirûþkirin an jî hereketên avant-garde (Futurîzm, konstruktivism) sirûþ dike huner jî dikeve nav lîstikê. Herwiha demên ku agît-prop artistên mîna Mayakovsky, Meyerhold, Wolf, Brecht, Piscator mobîlîze dike jî huner dikeve nav lîstikê. (Bnr. Teatroya Dîdaktîk, Lîstika Hînker, Teatroya Politîk)

TEATROYA ARÝSTOTELYEN: (Elm. Aristotelisches Theater; Fr. Theatre Aristotelicien; Îng. Aristotelian Theatre) Brecht, wê terîma xwe ji bo teatroyên ji aliyê Schiller (1759-1805) û Goethe (1749-1832) hatî nivîsîn bikaranîye. Piþti salixdana teatroya dramatîk a Poetika yên Aristoteles ew terîm çêkir. Brecht ew terîm emelkir, û rexnegiran jî lê devamkirin ku dramatûrjiyekî nêzîkî Aristotle pêkbînin, dramaturjiyekî ku li ser îluzyon û naskirinê hatî avakirin. Hema bêje bi þanoya dramatîk, teatroya îluzyonîst an jî teatroya wekhevîbûnê ve bûye hemwate.

Brecht teatroya xwe ya epîk wek "ne-Aristotelyen" binavkir. Bêguman Aristotle ne dramatîstek bû û hinekî jî piþt serdema zêrîn a teatroya klasîk nivîsîbû. Divê ew biwêjane qet tu zehmetî û astengiyan nederxînin. Rast an xelet, Brecht teatroya îluzyonê kir teatroya Aristotle, fîlozofê Yewnanî ku "Poetics" a wî rexneya ya drama yê ya herî serkeftî ye. Bi wî awayî, ji wê tearoyê re "Aristotelyen", û ji ya xwe re jî teatroya "ne-Aristotelyen" dibêje. (Bnr. Teatroya Burjûva, Teatroya Îluzyonîst)

TEATROYA AVANT-GARDE: (Elm. Avatgardisticshes Theater, Fr. Théatre d’avant -gadre, Îng. Avant-garde Theater) Biwêja Avant-gardê, di termînolojîya leþkeriyê de wek «tofa pêþiyê» tê bikaranîn, ku ew tofe dûrî sînoran cihên nû kiþfdike. Di termînolojîya teatro ye de, ji bo tevgerên teatroyê yên ku dixwazin metodên vegotinê yên kevin yekcarî ji holê rakin, ji bo tevgerên nûjen û ceribanî tê bikaranîn. Tiyatroya avant-garde, wek eksê buhrana manevî ya dû þerê yekem ê cîhanê, û herwiha wek tevgerekê dijî teatroya burjuva yê destpêkir. Dadaîzm, teatroya surreal, teatroya ekspressionîst, teatroya absurd, teatroya ceribanî û hwd. Jî nav terîma teatroya avant-garde yê de ne. (Bnr. Teatroya Ceribanî)

TEATROYA CERIBANÎ: (Elm. Experimentelles Theater, Fr. Theatre Experimental; Îng. Experimental Theatre) Terîma teatroya ceribanî, her wekî termên teatroya avant-garde, laboratory, hunerên performansê û teatroya nûjen, dijî teatroyên kevneþop, tîcarî û sermayedaran e. Ew teatroyên ku armanca wan a sereke qezenc e, û formulên wan jî formulên artîstîk ên demê ne. Herwiha dijî teatroya repertuvarî jî bû, kû tenê klasîk û nivîskarên navdar tê de dilîstin. Ji þêweyekê an jî hereketekê dîrokî zêdetir, teatroya ceribanî, helwesta artîst ya li hemberî kevneþopê, enstituyan û saziyên tîcarî bû. (Bnr. Teatroya Avant-garde)

TEATROYA DÝYALEKTÝK: (Elm. Dialektik Theater, Fr. Théâtre d’Dialetique, Îng. Dialectic Theater) Brecht, di rêzenivîsên bi navê Die Dialektik auf dem Theater (1951-56; di teatroyê de dîalektîk) ku di salên xwe yên dawî de nivîsîbû, ji bo navê forma teatroya xwe, dewsa teatroya epîk teatroya dîalektîk bikaranîbû. Brecht digo ku biwêja teatroya epîk tenê yekî þêweyî bû. Û þêweya teatroya epîk, nedikarî tiþtên ku wî dixwest nîþan bide, ango " qudret û guherbariya civakê" pêþkeþ bike. Her çi qas "teatroya epîk tu caran bê teatroya dîalektîk nîne; bêyî hêmanên epîk jî, teatroya dîalektîk pêknayê" gotibe jî, ji bo bingeha teatroya xwe behsa veguhertinên mezin kiriye. Di þêweya wî ya nû de, hêmanên dîyalektîk ên teatroya epîk bi hiþyarî dê bêne pêþkeþkirin, û bi wî awayî guherbariya dinyayê bi terzeke qerfî bête nîþandan. Dê bibe çavkaniyeka hînbûna dîyalektîkê û kêfxweþiyê. Brecht, di Nachtrage zum Kleinen Organon (Pêvekên ji bo Organonê bicuk) ê de behsa wê mijarê dike. (Bnr. Teatroya Epîk)

TEATROYA DÎDAKTÎK: (Elm. Lehrtheatre, Fr. Theatre Didactique Îng. Didactic Theatre) Armanca teatroya dîdaktîk hînkirina temaþevan e. Bi wî awayî dixwaze ku temaþevan li ser problemekî bifikire, rewþê baþ fam bike an jî helwestekî politîk û sincî bigire.

Ji ber ku teatro tiþtên bêwate û bêsebeb pêþkeþ nake, em dikarin bêjin ku di hemû teatroyan de aliyekî dîdaktîk heye. Lê tiþtê ku ferqê têxe navbera wan safîtî û qeweta peyamê yê. Herwiha teatroya dîdaktîk dixwaze ku temaþevên biguherîne, û dixwaze ku hunerê li dû sazumana etîk û îdeolojîk bicîhbike. Em dikarin bêjin ku teatroya dîdaktîk etîk e (lîstkên sinc ê yên dawiyên serdemên navînî), polîtîk e (agît-prop û Lehrstucke ya Brecht), an jî pedagojîk e (thesis drama, parables, philosophical fables). (Bnr. Teatroya Ajît-prop, Lîstika Hînker, Teatroya Politîk)

TEATROYA DOKUMENTAR: (Elm. Dokumentarisches Theater, Dokumentartheater; Fr. Théatre Dokumantaire, Îng. Documentary Theater) Di vê teatroyê de, serboriyeke rast bi xêra belgeyan dibe lîstik. Mijarên lîstikên dokumanter, gelek caran li ser buyerên girîng ên sîyasî an jî dîrokî ne. Armanca wê ew e ku rastiyên veþartî derxe holê, rexnebike, þîrovebike, vîzyoneke sîyasî bidetê, û forumekê ji bo vîcdan û edaleta raya giþtî pêkbîne. Di lîstikên dokumanter de, dokumanter dibe ku li ser rewþ û deqan bête danîn, herwiha dibe ku li ser diyalog û kirinan (eylem) jî bête danîn. Mirov dikare belgewariya lîstikên dokumanteran, bi rêya navgînên teatroya ceribanî wek roportaj, film, slayt, wêne, bant û hwd. jî pêkbîne. Lîstikên dokumanter, yekem car bi teatroyên þoreþker ve ketin nav teatroya polîtîk (mînak, 1920an li Rusya yê Yevremov; li Almanya yê, dawiya salên 1920an Pîscator li Almanya yê). Dema ku Brecht bi Pîscator re dixebitî, metodên lîstikên dokumanter pir bikardianî. Nemaze jî di sirgunê de, di lîstikên ji bo rexnekirina rejîma Hitler de, sûdeke zor ji wan rêbazên lîstikên dokumanter standibû. (Bnr. Teatroya Polîtîk)

TEATROYA DRAMATÎK: (Di hundirê Teatroya Epîk de bnr.)

TEATROYA EPÎK: (Elm. Episches Theater, Fr. Théâtre Èpique, Îng. Epic Theatre) Teatroya Epîk ya Bertolt Brecht, form û ferasetê teatroyê ku li dijî teatroya dramatîk derxîstiye ye. Di dema navbera Þerê Cîhanê yê yekem û duyem de pêþve çûye. Ji ber ku li dijî hewlê Aristotelyen, ku heta teatroya dramatîk ya wê demê serdest e, derketiye, wek "forma lîstika ne-Aristotelyen" hatiye binavkirin. Têkelek ku ji teatroya Çînê, ji formê teatroya þoreþger ya sedsala 19 de ku bi pêþengiya George Büehner hatiye kirin, ji ekspiresyonîzma Wedekind û Teatroya Politîk ya Piscator pêk hatiye.

Brecht çir hewcêyî pêþvebûna qaydê vê teatroyê dike di berhema xwe ye sazî Kleines Organon Für Das Theater (1949, Ji Bo Teatroyê Organonê Biçûk) de daxuyanî kiriye. Li gorî wî armanca teatroyê ya yekem kêfkirina mirov e. Teatro vê ya her demê, li gorî qaydê jiyana cîvakiya wê demê kiriye. "Îro êdî em di dewreke wiha ne ku hertiþt li aliyê zanyariyê ve tê nîþandan; wek mirovên vê dewra zanyariyê, helwesta me ya ku gerek li hemberî xwezayê û civakê, ji bo kêfkirin û hilberiyê çi be" gotiye Brecht. Ji bo vê helwestê jî bersiv wî ev e ku divê celebeke rexneyî bêkirin.

Helwestekî wiha, çawa li hemberî xwezayê herikandina çemekî ji bo têxe duzenekê, werê jî li hemberî civakê jî, ji bo guhertina wê civakê jî wê bê kirin. Ji bo teþebusek wiha feraseta teatroya dramatîk lêk nayê. Çimkî feraseta ji Aristoteles vir de ye berdewam dike û îluzyona avabûna rastiyê ku li ser sehnê pêk tê (teatroya îluzyonîzt), ji bo temaþevan bûyeren di lîstikê jêkrakin û xwe di bi kesên di lîstikê re wekhev bibe dixebite. Tê armanckirin ku temaþevan, hêsta tirs û janê ku di bûyeran tê ziman, di hundirê xwe bihewîne û ji wan xwe paqij (katharsîs) bike. Li gori Breht teatroke wiha, straktura civakê (yê li sehnê de tê dîtin), nîþan dide ku dîsa ji aliyê civakê ve (temaþavanên salonê bi xwe) kare bê bandorkirin, derdixe holê. Dewsa qaydê teatroya dramatîkê ku bingeha xwe ji nerîna cîhana qederparêz distîne, dixwaze forma nû, teatroya epîk têxe. Teatroya epîk, teatroyek hînker e ku fikrek rexneyî avakiriye û wê di guherandina têkiliyen di navbera mirovan de jî rol bilîze. Brecht vê armancê di nivîsa xwe ya bi navê Anmerkungen zur Oper Aufstieg und Fall der Stadi Mahaggony (1931; Notên li ser Operaya Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonnyê) de, ferqên di navbera "formê dramatîk" û "formê epîk" de rêz dike. Di formê epîk de bûyer, ji dewsa "bê bercestekirin", ji temaþevan re tê "behs kirin". Armanc, ji dewsa xîtabî hestên temaþevan bike û wî/ê têxe bin tesîra herka bûyeran, ji bo temaþevan, mirovên li ser sehnê bi çavê "çavnêr" binêre û li hemberî tiþtê tê pêþkêþ kirin bigihêje qeneatekê, ye. Ev jî, tê maneya temaþevanê ji terefî formê dramatîk hatiye "tebat" kirin têxe rewþeke "aktîf". Di teatroya dramatîk de mirov wek heyînekî ku ji her alî ve berê tê zanîn û guhirandina wê jî bê îmkan e, tê pêþkêþkirin. Lê teatroya epîk mirov dike wek mijara lêkolînê û mirov di hundirê guherîna wî/ê de dinirxîne. Bi vî hawî jî mirov fehm dike ku dinya kare bê guhertin. Ev jî dibe sebeba guhertina encama pevbestîna lîstika teatroya epîk. Wek di teatroya epîk de, bûyerên ku li ser sehnê tê berceste kirin ji hev dû nayê afirandin, li pêwendiya her sehneyê ya bi sehneya berî wê û piþtî wê tê nayê nerîn û temaþevan di meraqa encama lîstikê de nahêle. Herwiha dev ji herka ku bûyer di rêzek bi rêk û pêk de here tê berdan. Bi xêra sehneyên (epîsodan) tek û tek, lê dihundirê xwe giþtiyekê dihundirînin, eleqa temaþevan ku bê ser herka bûyeran tê dest xistin. Hêmanên herî girîng ên forma teatroya epîk ku fonksiyona teatroyê ji kokê ve guherandi ye, "efekta biyanîkirinê", "dîrok kirin" û "gestûs" in. Brecht ji bo forma teatroyê ku di dema xwe ya dawî de pêþ xistiye, ji dewsa terîma teatroya epîk "teatroya diyalektîk" bi kar aniye. (Bnr. Teatroya Diyalektîk, Efekta Biyanîkirinê, Dîrok Kirin, Gestûs, Wekhevîbûn)

TEATROYA ÎLUZYONÊ: (Elm. Illusionismus, Îng. Theatre of Illusion) Teatroya Îluzyonê ku terîmek cara pêþîn Brecht derxistiye holê, bi Teatroya Arîstotelyen re jî bi eynê wateyê tê bikaranîn. Di Teatroya Îluzyonê de armanc ew e ku, temaþevan ji ev bûyerên li ser sehneyê ku wek îluzyona di wê demê dijê ne, þiyarbike. Teatroya Îluzyonê, li ser sehneyê, bi baweriya afirandina îluzyoneke rastiyê ava ye. Feraseta Teatroya Îluzyonê ku taybetmendiya bingehîn a teatroya burjûva ya ku di navbera 1750-1910 de ye, weke amrazekî vegotinê yê rêgeza pêþketinê ya burjûvaziyê hate bikaranîn. Li hemberî Teatroya Îluzyonê rêgeza teatroya ne-îluzyon derdikeve; armanca vê rêgezê, bi riya lîstikvaniya stîlîze, efektên biyanîkirinê, stran, jest û mîmîkên fîþalkirî hwd. li sehneyê îluzyonê rake. Bi vê maneyê, teatroya epîk ya Brechtyen, bi temamî li hemberî Teatroya Îluzyanê ye û bi hilweþandina "îluzyona" cîhana burjuvayê jî, ji bo temaþevan rastiya civakî bibîne dixebite. (Bnr. Teatroya Burjûva, Teatroya Aristotelyen)

TEATROYA PÊÞENG: (Bnr. Teatoya Avant-garde)

TEATROYA POLÝTÎK: (Elm. Politisches Theater, Fr. Thetre Politique, Îng. Political Theatre) Bi aliyê etimoloji yê ve, her çi teatroya ku lehengan li gorî civata wan dinirxîne teatroyeka politik e. Biwêja teatroya polîtîk, nexasim bi teatroya ajit-prop, teatroya populer, teatroya epik a Brechten û piþt-Brechten, teatroya dokumanter, teatroya girseyî, û teatroya terapî ya polîtîk a Boal ve têkildar e.

Ew hemî jî xwedî teoriyekê, xwedî dîtineka felsefî, an jî baweriyeka civakî ne. Teatroya polîtîk ku dixwaze li gorî bîrdozekê hiþmendiya polîtîk bide(pêþkeþbike), wek terimekê, car a yekem di pirtûka Pîscator de (Das politiches Theatre, Teatroya Polîtîk) derbas dibe. (Bnr. Teatroya Ajît-prop, Lîstika Hînker, Teatroya Dîdaktîk)

TEKNÎKA MONTAJÊ: (Elm. Montage, Fr. Montage, Îng. Montage) Ev terîm di filîm (Eisenstein) de pêk tê, lê ji sîhan (Piscator, Brecht) de ye ji bo þayesandina formek dramatûrjîkal tê bi kar anîn. Ev jî tekstê an rêkûpêkên sehneyê di rêzek momentên (wextên) otonom de, da ser hev dû. Di Brecht de, dewsa pêþana tevgerek yekbûyî û sabit, "karekî sirûþtî û organîk wek bedenekî pêþveçûyî ava dibe", çîroka ku di hundirê yekeyên otonom xera bû ye. Bi têborîna tansiyona dramatîk û entegrasyona tevda tevgera ku di hundirê projeyek gelemperî ye, nivîskarê lîstikê nikare avantaja ewletiya her sehneyekê, ji bo "pengizandina" mijara romanê bistîne û xiyalê wateya tevayî dide. Þêwe û dijayetî dibe prensîbên binyadî yên bingehîn. (Bnr. Teatroya Politîk, Teatroya Epîk)

VEGOTÝNA EPÎSODÎK: Di vê terza vegotinê de rêzekê bûyer tên vegotin. Gelek caran ne têkildarê yek û du ne. Bûyerên kû di deverên cihê cihê de û di demên muhîm de qewimîne tên vegotin. Ne pêwîste ku bûyerên di çîroka epîsodîk de bi aliyê sedeman ve girêdayî yek û du bibin. Lîstikên epîk, listikên Shakespeare yên dîrokî, û xebatên Brecht bi aliyê struktur ve epîsodîk in. (Bnr. Teatroya Epîk)

WEKHEVÎBÛN: (Elm. Einfuhlung, Identification; Fr. Identification; Îng. Identification) Bi xêra prosesa îluzyonê temaþevan xwe li cihê lehêng xeyaldike, û bi wî awayî lîstikvan rasterast dikeve nav hiþên temaþevên. Rexneya Brecht ya li ser teatroya wekhevîbûnê zêde zêde radîkaltir e: bi lehengekî re wekhevîbûn nîþaneya kêmasiya rihê rexnegiriyê tê dîtin. Herwiha teatroya wekhevîbûnê, sirûþta mirov wek konseptekî bêdawî, li ser rastiyên çînî û dîrokî dibîne. (Bnr. Katarsîs, Teatroya Aristotelyen, Teatroya Epîk)

  • ÇAVKANÎ:
  • Ansîklopediya Brîtanîka. Britannica Inc.
  • Encyclopedia Britannica.
  • Brecht, Bertolt. Di hundirê Hunerê Lîstikê û Dekor de ‘Derheqê Gestûsê’. Turkiya wê: Kamuran Þipal. Weþana Cem. 1994. Stenbol.
  • Çalýþlar, Aziz. Ansîklopediya Teatroyê. Wezareta Çandê ya Komara Turkî, Rêza Huner/Teatro. Çapxaneya Saziya Dîroka Turk. 1995. Enqere.
  • Pavis, Patrice. Dictionary of Theater, Terms, Concepts and Analysis. University of Toronto Press. 1998. Keneda.

tubiranes is online now  
Eski 20-09-2007, 10:53 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Þehr-i ÞÝN
Yaþ: 23
Mesaj: 971
Üye No: 2793
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 2920
Rep Puaný : 291722
Rep Derecesi
daskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond reputedaskanli has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas jı bo par ve kirinate..

__________________
daskanli is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Bir Yaþam Ustasý Bertholt Brecht tubiranes Tiyatro 4 18-01-2008 04:40 PM
Musa Anter û serboriya ferhenga kurdî ya ansîklopedîk -I- berxwedan Çandi Giþti 3 02-07-2007 06:31 PM
Apê Musa û Serboriya Ferhenga Kurdi Ya Ansîklopedîk Hozan Shan Çandi Giþti 0 20-06-2007 11:54 AM
Ferhenga BiwÊjan A EnstÎtuyÊ Kajîn Jîr Kitap Tanýtým Ve Eleþtiri 2 08-12-2006 01:45 PM
Berthold Brecht kimdir? agit_157 Biyografi 2 26-11-2006 08:23 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 07:53 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.