|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Girtîgeh cihekî wisaye ku kesê piştî sûcê xwe tê cezakirin, ji hemû civakê û mirovahiyê tê bêparkirin e. Cezakirina kesan li gorî çi û li gorî kê tê kirin ew jî mijareke din e. Ev mijara civakî a herî balkêş di romana Dostoyevskî a bi navê “Sûc û Ceza” de hê jî tê nîqaşkirin. Dema ku ev mijar tê nîqaşkirin, divê em mahkûmên adlî û yê siyasî tevî hev nekin. Kesê ku dizane ji xwe dizane, li Tirkiyê li gelek girtîgehan bi gelek mahkûman re gelek lîstik derxistine ser sehneyê, ew kes şanoger Turgay Tanulku ye. Ji zû ve ye min dixwest ez bi wî re herim provayeke wî a bi mehkûman re temaşebikim. Girtîgeha Bayrampaşa ku şahidiya gelek bûyeran kiriye û gelek caran me navê wê bihîstiye û gelek hesret lê hatine kişandin, ez ketim hindurê wê. Lê ne wekî mahkûm, wekî mêvanê şanogerê mahkûm… Piştre bi mahkûmên din yê girtîgehê re min lîstika ku mahkûman derxistibû temaşekir. Ev lîstik ji aliyê mahkûmên adlî ve tê lîstin. Ji şevê bo sibehê me ciwana xwe danî bi mamoste Turgay Tanulku re ku herweha derhênerê lîstika me a bi navê “Tu Ne Gara Yî” ye. Saet dehê sibehê me li mala Turgay Tanulku hevdîtina xwe kir. Piştre em derketin, me berê xwe da Girtîgeha Bayrampaşa. Dema ku difikirîm dikevim hindur, mîna kesê ku ji hindur derdikeve bi heyecanbûm. Wesayîta me li ber deriyê girtîgehê sekinî, piştî lêgerîneke bidîqat em derbasî hindur bûn. Di çend lêgerînan re bi heta qarîşê xwe me jêkirin… Û em di hindur dene. Şanogerên mehkûm bi hesret destê min şidandin. Bi hêviya xeberek û kesekî ji derve, bi heyecan derve pirsîn. Min jî got; “Derve neynika vir e”. Mahkûman biborin şanogeran dest bi provaya lîstika xwe kirin. Ez wê rojê piştî provayê ji girtîgehê veqetiyam. Û roja xwepêşandana lîstikê, yanî roja galaya lîstikê ez dîsa li wir im. Dema ku ez ketim hindur hemû lîstikvan hatin cem min, ji ber ku me di provayan de têkîliyek baş danîbû, pir dilgerm bûn. Lîstikê destpêkir û hemû lîstikvanan bi performanseke pir baş lîstika xwe pêşkêşî temaşevanan kirin. Di salona şanoyê de mahkûm û mêvanên ji derve hebûn. Li rêza pêş sawcî, şaredaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş û walî Muammer Guler, ez û Cîhan Şan li rêza duyemîn li nik hev rûniştine û lîstikê temaşedikin. Tiştê min fêmnekir, her kesê wê rojê li wir mirovên başbûn. Ji ber ku ji bo hûnerê em civiyabûn. Kesê baş û ne baş tunebûn. Herkesî bi çavê baş li hev dinêrîn. Li wir karekî bi rûmet dihat kirin; şano. Kesên ji sûcên pir cûda li heman sehneyê di nava coş û hesteke pir xweş de hevkarî dikirin. Heman tişt ji bo temaşevanan jî dikarê bê gotin. Dema ku lîstik dihate lîstin him lîstikvan, him jî temaşevanên mahkûm du saetan be jî derveyî girtîgehê dijîn di lîstikê de. Azadiya lîstikvanan sehneya şanoyê ye. Dema ku lîstik dihate lîstin hemû temaşevanên mahkûm carnan dikenîn, carnan bi hesret of dikişandin. Lê rastiyek hebû ku, herçiqas sehne dihekî azad be jî, ji ber ku lîstikvan mahkûm in û ne azad in piçekî xwe dişidandin. Li ser sehneyê ne azad bûn. Psîkolojiya mahkûmiyê nekarîne ji ser xwe bavêjin. Ev jî tiştekî normal e. Derhênerê lîstikê ku demekê mahkûmî kişandibû Turgay Tanulku, lîstikvan mahkûmên Girtîgeha Bayrampaşayê, cihê lîstikê Sehneya Girtîgeha Bayrampaşayê… Turgay Tanulku, mahkûmên ji sûcên cûr be cûr di heman sehneyê de beyî ku li sûcê wan bê nêrîn tîne li gel hev. Bîst û pênc sal e ku Tanulku, li gelek girtîgehên Tirkiyê bi gelek mahkûman re him siyasî him adlî şano kiriye. Piştî lîstikê min bi lîstikvanên mahkûm re hevpeyvîn çêkir. Hest û ramanên wan gelek tenik û bi kul in. Hin ji wan poşman in ku sûc kirine, hin ji wan bêsûc in, hin jî ji wan ne poşman in. Lê hemû dixwazin dema ku ji girtîgehê derketin şanogeriyê berdewam bikin. Hin dixwazin li derve perwerdeya şanoyê bigirin yan jî herin konservuatuarê… Di dilê hemûyan de hêviyeke mezin heye. Lê yek ji wan heye, serlîstikvanê lîstikêye û cezayê miebetê girtiye. Kesek nizane sûcê wî, dema ku min pê re sohbet kir, kela girî kete qirika wî. Di got “hêvî ji Xwedê qut nabe”, baweriyeke mezin pê re hebû, dixwest têkeve şanoya şaredariyê a Stenbolê. Di Girtîgeha Bayrampaşayê de serlîstikvanekî din hebû, ji Amedê bû. Pênc salan li Hollanda di girtîgehê de maye, piştre ew teslîmî Tirkiyeyê kirine. Polêsê holendî jê re digotin “Robîn Hood”, çend sala lê geriyane, dawiyê de ew girtine. Robîn Hood dibêje “hesabê min li derve heye, dema ku ez derketim ez ê vî hesabê xwe hal bikim”. Robîn Hoodê Amedî bi wî bedenê xwe yê mezin, bûbû birayê mahkûman yê mezin. Serê pêşî mahkûmên hevalê wî henekên xwe pê dikirin, lê piştre li ser piyan jê re li çepikan dixin. Nêzî pênc hezar pirtûk xwendine Robîn Hood. Ew jî wekî hemû mahkûman dixwaze di demeke nêz de bigihe azadiya xwe. Şanogerê mahkûm vêga azadiya xwe di textê şanoyê de dijîn. Lê piştre… AYDIN ORAK [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ji Girtîgehê ber bi meclîsê: Sabahat Tuncel | newalaqesaba | Çandi Gişti | 5 | 23-07-2007 08:59 AM |
| Atolyeya şanoyê ya kurdî vedibe | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 23-04-2007 03:34 PM |
| Atolyeya şanoyê a kurdî vedibe | nisan | Çandi Gişti | 0 | 11-04-2007 02:35 PM |
| Qet NeÇin... | aswan | Çiroken Kurdi | 4 | 07-12-2006 02:18 AM |
| Qet NeÇin... | sokrates | Çandi Gişti | 0 | 04-12-2006 05:34 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.