|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Di rojek e zivistanê ku dinya sar û seqem de, bi turneya lîstika “Girav” em derketin rêwîtiyeke bêsînor û bi tev dekorê xwe û sê hevalên xwe me li Amedê lîstika xwe lidarxist. Pişt re Bismîl û du re Farqîn. Ciyê welatparêz û şoreşgeran, Farqîn. Em hatin navçê, me dekorên xwe birin salona ku em ê lê lîstika xwe bilîzin. Du re em çûn sûka navçeyê. Li sûkê afîşên lîstikê bi her deverî ve daleqayî bûn.
Piştî gera me ya navçeyê ji bo amedekariya lîstikê em çûn salona şanoyê ya îtfaiyeyê. Me amedekariyê xwe bi dawî kirin û em li benda temaşevanan man. Piştî nîv saetê me nêrî ku kesên bi keleş derdora salonê digirin. Kesên bi bedilê reş, drêj û şayik. Di bin çakêtê xwe de keleşê mezin vedişartin. Temaşevanan hêdî hêdî ciyê xwe digirtin. Temaşevan bi kesk û sor û zeran bi rik zêde dibûn. Her çiqas wext ber bi saeta lîstikê ve di hat salon tijîtir dibû. Êdî wextê lîstinê hatibû. Di navbera me û komiserê polêsan de munaqaşe destpêkir. Komiser dixwest li pêşiya temaşevanan, di ber pozê lîstikvanan de qemera bikişînî. Piştî munaqaşeyê qemera paş de kişandin. Li her derê salonê û derdora salonê kesên bi keleş û em li dijî wan dileyistin. Wan jî û me jî dizanîbûn ku “huner perçeyekî tekoşînê ye”. Di şanogeriya kurdî de her tim ev pirgirêk û astengî çêbûne û wisa dixwiyê ku wê demekê wiha berdewam bike. Dema ku li Fargînê di nava gel de ev replikên lîstikê di hatin gotin, bawer dikim temaşevanan serhildana Antîgoneyê ya li hemberî Kreon dûrî xwe nedidîtin. Her weha Antîgone weke tekoşereke kurd didîtin; KREON: Tu ji bo xwe çi difikirî? Tu sûcdarî yan bêsûcî? ANTİGONE : Sûcdar im. KREON : Antîgone, yanê tu sûcê xwe qebûl dikî, ne wisa? Ji bo parastina te tiştên ku tu dixwazî bibêjî he ne? Ev şansê te yê dawiyê ye. Biaxive. ANTİGONE : Ev qanûnê ku binaxkirina birayê min qedexe dike, kê çê kir? KREON : Dewletê. ANTİGONE : Dewlet kî ye? KREON : Yê ku Qiral e û dewletê temsîl dike ez im. ANTİGONE : Wê çaxê yê ku qanûnan çêdike tu yî. KREON : Belê, ji bo dewletê. ANTİGONE : Ma tu Xwedê yî? KREON : Tiştê ku tu dibêjî guhên te dibihîze? ANTİGONE: Ma te negot, şansê te yê parastinê he ye? Kesên ku qanûn ji bo xwe danîne, dibe ku bi kêrî kesên din newin. Kreon sîmgeya dewleta îroyîn e, Antîgone jî serhildêrek, têkoşerek û şoreşgereke li dijî xêrnexwazan serîhildidê ye. Ev lîstika şanoyê ne tenê lîstikek mîtolojîk e, her weha jiyan û kesayetiyekê tekoşîna dema me ye jî. Ji ber vê yekê ye ku şano di jiyana kesan de ciyekî pir grîng û roleke pir mezin digire. Ew kesên ku qanûnan ji bo xwe weke şan û şerefê dibînin, ew kes in ku ji tirsa nava xwe dixwazin serî ji pêşiya wan kesên raman-nûjen bigirin. aydın orak |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Sipan Xelat - Siya Min 2006 | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanıtım | 77 | 26-09-2008 12:48 AM |
| Şano (Tiyatro) - BOLUM İNDEXİ | PCkopat | Şano (Tiyatro) | 2 | 18-06-2007 01:44 AM |
| Kürt bir tinerci çocuğu ve siya siyabend | Kajîn Jîr | Genel Kültür | 5 | 16-06-2007 03:14 PM |
| qalibe siya xwe me | MÊVAN | Helbesten Kurdi | 0 | 04-04-2007 11:53 AM |
| Siya Dergisi Yeniden | hmpoo | Sınırsız Muhabbet Burada | 2 | 13-02-2007 09:21 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.