|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Çîroka Zivistanê
William Shakespeare III.3. Bohemya. Navçeyek çolîn li berava deryayê (Antigonus, zarokek li hemêzê, û deryavanek tên.) Antigonus: Piştrast î ku keştî li Bohemyaya rengîn berav bûye? Deryavan: Piştrast im Lê li demek tarî, ez ditirsim; Asman tarî dibe li me Niha dê bibe xurtebahozek. Yezdan qehiriye li me, Esman quriçandine enî û alek. Antigonus: Bila ya Yezdan dixwaze bibe!... Dest biavêje keştiyê û bila belem jê li der be. Li banga min jî guhdar be. Deryavan: Lez bikin, Lê ji beravê dûr bi nav bejayiyê ve neçin; Hewayek nerind xwe dilezîne; Herwiha li van navçeyan lawirê dirinde mirovan diperitîne. Antigonus: Tu here; Ez jî zû bi te re. Deryavan: Jidil kêfxweş im Ku ji vir xelas dibim. (Diçe.) Antigonus: Were, keçika reben!... Tê gotin ku mirî şeytanqûniyê dikin; Min jê bawer nekiriye; Lê heke rast be, do min diya te di xewnê de diye Û ev xewn ne wek ên dî bû, Ya nêzî min dibû, sawêrek xeyalî bû. Wê serê xwe virde-wirde dizivirand. Min tu caran nedîtiye amanek wisan Ji xemgîniyê dagirtî û giran. Mîna ku pîrozwerî be bi cilên spî û pak, Ew difire kolana ez lê paldayî, Sê caran silavî min dike, pişt tewayî Û devê xwe vedike da bipeyive Lê herdu çavên wê mîna kanîçav e, Av jê dibiliqe, mîna ximrim û xunav e Lê ku kul û kovan daketin, ew diaxive: "Antigonus, çimkî felekê Dijî vîna te ya pak, bi zorê û kotekê Fermandiye ku divê wê savaka bêgune Bêxwedî bihêlî, li Bohemyayê bêhejmar çol hene, Li wir bigirîn û keçikê li wir bêxwedî bihêlin. Û çimkî dê bi herherî bê bawerkirin Ku ev keçik bi avê hatiye xeniqandin, Hêvî dikim ku hûn dê P e r d i t a wek nav lê bikin. Lê ji ber vê kirina xwe ya hovan, Tu dê êdî jina xwe nebînî ticaran."... Belê, wiha got û wenda bû. Tirsîm lê zû bi ser xwe ve hatim: ne xewn lê rastî ye ev, ez hingê diramim. Vala bûn rê Lê wê carê Min xwest li pey wê biçim. Bawer dikim ku Hermione niha kuştî ye Û ev jî daxwaza Apollo ye ku zarok li vir bê hiştin, - Çimkî îhtîmal e ew a Polixenes e - Da li xaka bavê xwe bijî yan bimire, jê re bes e... Xweş bimîne, kulîlkê! (Keçikê datîne erdê.) Li vir be; ev navê te û ev jî. (Buxçikê datîne rex keçikê.) Ew a te ye, û dikare te xweyî bike Heke felek alîkarî bike... Bahoz dest pê dike... Weyla rebenê, ku ji ber çewtiya diya xwe dikevî vê aravê... Nikarim bigirîm lê dil û kezeba min dişewitin. Li mino jaro, min çima ew hemû sond xwarin Û xwe avêt vê xezebê... Bi xatira te! Hewa hê dizûre; dixwiye lorandinek hovane dê bibe para te; Min ticaran bi roj esman wiha reşetarî nedîtiye... Ev çi orînek erjengî ye?... Lez, bi lez ez vebigerim keştiyê!... Haa! Ev decal e! Ez xelas nabim jê, weyla li min û mal e! (Ji ber hirçekê direve.) (Şivanek pîr tê.) Şivanê pîr: Heke bi min bûya, min ê nehişta ku temen û jiyê di navbera deh û bîstûsê de hebûya yan jî yên xort di hemû wê heyamê de raketî bûna çimkî hingê ew tiştekî nakin ji bilî çêkirina zarokan bo xidaman, bela û serêşiyan bo pîran, tiştan didizin û pev diçin... De guh bidê!... Ma heke ne ev serhişkên bîst-sî-salî bin, kî dê li barovek wiha serê xwe ji xanîkê xwe derbîne û biçe nêçîrvaniyê? Wan du miyên min bizdandine û bawer dikim ku gur dê ji berî xwedî wan bibîne. Divê ku ew niha li beravê bin û daralînkê bikin. Li min alîkar be, felek!... Ev çi ye? (Zarok ji erdê radike.) Wey li mino, çi biçûkokek e, zarokek pirr bedew e! Gelo keçik e yan lawik e? Ax çi bedew e, wax çi xweşik e! Ez bi xwe ne ti neqşnas im lê tê derdixim ku ev kinc ji destên keçxanimên serayan in... Dixwiye berkuçikê wan ji yê vê rebenê germtir bû. Ez ê ji dilovaniya xwe wê xweyî bikim; lê ka bila kurê min bê. Ew aniha ji vir çû... Hey hoo! Şivanê xort: Hey hoo! Çi yeeee? Şivanê pîr: Ma tu wisan nêz î! Ka were vir heke tu bixwazî tiştekî bibînî ku dema tu miribî û rizîbî jî, her basa wê bikî. (Şivanê xort tê.) Te çi ye, lawo? Şivanê xort: Min du dîmenên wisan biheybet dîtine li bejayiyê û li deryayê... na, nikarim bibêjim li deryayê çimkî hemû bûye mij û moran, bahoz û bageran. Di navbera wan û esman re serik û tûjkeya dirêşê jî naçe. Şivanê pîr: Çi ye, lawo? Ka bêje. Şivanê xort: Xwezî we bidîta ka ew çawa difûre û dixwîre û beravan dizelîne. Lê ne tenê ev... Ax, çi qas dilê min bi wan rebenan dişewite ku bi qoreqorî digirîn! Geh ew tên dîtin, geh wenda dibin; geh kêm dimîne ku keştî bi dîreka xwe ya mezin heyvê kun bike, geh jî dixeriqe nav fûre û kefê. Û bûyera li bejayiyê... ax, min çawa bi çavên serê xwe dît ku hirçê hestî ji laşê wî hildikişandin, ax wî çawa dikir qîrîn û hawara xwe digihand min û digot ku navê wî Antigonus e û kesek malmezin û xanedan e... Lê ka bûyera bûyera keştiyê xelas bikim... ax, çawa deryayê ew diqurçandin, lê pêşî wan rebenan qîrî û hawar dikirin û deryayê ew ditengijandin û belengaz hiştin... û çawa ew malmezinê reben diçîpî û hirçê bela xwe jê venedikir, û herdu jî ji deryayê û bahozê zêdetir dihîrîn. Şivanê pîr: Xwedê me hemûyan bisitirîne! Kengî wisan bû? Şivanê xort: Aniha; min hê piştî hingê çavên xwe jî nemiçikandine. Mirovên ketî avê hê tê de neqerisîne, û hirç jî hê bi wî camêrî bi nîvî jî têr nebûye; hê dixwe. Şivanê pîr: Wey, xwezî ez li wir bûma û min alîkariya wî camêrî bikira! Şivanê xort: Xwezî hûn li nik keştiyê bûna û we alîkariya wan bikira; rindî û dilovaniya we dê bêbin bûya. Şivanê pîr: Wey li mino, weyla li mino! Lê li vê binere, lawiko. Tu pêrgî mirbaran tê, ez rastî nûwelidiyan têm. Ev dîmenek hêjayî dîtinê ye; binere, çi bercilek malmezinan lê ye! Ha, ew a han çi ye! Wê rake, lawo, rake û veke. Erê, ka nîşanî min bide. Ji min re hatiye pêşbînîkirin ku ez ê ji destê periyan zengîn bibim. Lê ev horî ye... De ka veke: çi di nav re ye, lawiko? Şivanê xort: Êdî hûn maldar û dewlemend in ji niha şûnde. Heke hûn li guneyên xwe yên xortaniyê bexişîbin, rojên geş li benda we ne. Zêr e, tev de zêr! Şivanê pîr: Ew zêrê periyan e, lawê min; em ê bibînin. Bilezîne, bigire! Ber bi malê, ber bi malê bi keserêya herî kurt! Lawiko, Xwedê da me û em kirin bextiyar, û ji bo em bi herherî maldar bin, tenê bêdengbûn pê divê... Dev ji pez berde... Were, kurê min, were, em xwe zû bigihînin malê! Şivanê xort: Hûn bi dîtiyên xwe re zû herin malê, ez ê biçim lê binerim ka hirçê çi qas ji wî zelamî xwariye. Tenê dema hirç birçî bin, xeter in. Heke tiştek ji wî mabe, ez ê binax bikim. Şivanê pîr: Ew xêr û qenciyek baş e. Heke bi wê çendê, ya ku ji wî maye, tu bikarî bizanî ka ew çi birr mirov e, wî wisan veşêre ku ez jî paşî wî bibînim. Şivanê xort: Belê, belê; û paşî divê hûn alîkariya min bikin ku em wî defin bikin. Şivanê pîr: Ev roj a bextxweşiya me ye, lawê min, û di rojên wiha de divê mirov qenciyê bike. (Diçin.) ji îngilîzî: Husein Muhammed |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
hewal sipasê mezin ji te re..ez shakespeareê zehf hez dikim..wergerê kurmanci wî dît pir şabûm..hewal heke heye,tu dikarî çiyê kurmanciyê shakespeareê heye li vî rûpelê servekî?
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| William Shakespeare ( II. RICHARD ) Kısa bir bölüm | ahmedo | Genel Kültür | 1 | 18-09-2007 08:53 PM |
| William Shakespeare den | bynicksiz | Şiirler | 0 | 23-05-2007 06:25 PM |
| william shakespeare | shugunpeh | Biyografi | 3 | 07-05-2007 02:56 PM |
| Braveheart | MÊVAN | Yabancı Dil | 0 | 19-04-2007 02:44 PM |
| Shakespeare’s Life(İngiliz Dili Ve Edebiyatı) | ozanatsiz | Yabancı Dil | 2 | 16-02-2007 03:43 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.