05-05-2007, 12:28 AM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: deyşta rewanê |
|
Mesaj: 29,628
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 105502
| Rep Puanı : 10547108
| |
|
| |
|
Derwêşê Evdî wedigere welate xwe

– Şanoya yek ji destanên herî grîng ên dîroka kurd Derwêşê Evdî, cara yekem dê li ciyê bûyerê bixwe, li Wêranşarê bê lîstin. Şanoya dansê ya ji du beşan ji aliyê Navenda Çanda Firatê ve di encama xebateke 7 mehî de hatiye amade kirin û dê roja şemiyê li Wêranşarê bê lîstin. Derhêneriya lîstikê ji aliyê Kiyasettin Şehir ve tê kirin.
Şanoya Dansê ya Destana Derwêşê Evdî, piştî galaya Amedê, cara yekem li 11. Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ya Enqerê hat pêşandan. Piştre car din li Amedê gelek caran hat pêşandan û vê carê dê vegere ser axa ku ev bûyer lê qewimiye û bûye destan, Wêranşarê. Bi lîstik, dans û şanoyê be jî, dê bajarê Wêranşarê cara duem bibe şahidê evîna bi êş û renc a keça mezinê Eşîra Milan Zortemir, Edûlê û Derwêşê Evdî. Lîstik dê roja şemiyê du caran bê pêşandan.
Derhênerê lîstikê Kiyasettin Şehir diyar kir ku armanca wan ew e, vê lîstikê bi 10 hezar kesî bidine temaşekirin. Heya niha 3 hezar û 5 sed kes lîstikê temaşe kirine. Li gor agahiyên ku ji aliyê derhênerê lîstika Destana Derwêşê Evdî Kiyasettin Şehir ve hatine dayîn, dê heman lîstik di Rojên Şanoya Kurd de jî bê pêşandan ku dê di rojên pêş de dest pê bike.
Çavkanî: ANF NEWS AGENCY
|
|
|