|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Koma Şanoyê ya bi navê ‘Seyr-î Mesel’ ku navenda wê li Beyogluya Stenbolê ye û ev 4 sal in şanoya kurdî bi awayeke bêlayan û modern pêk tîne, ji geşt û turneya Başûrê Kurdistanê vegeriya. Koma Şanoyê ya bi navê ‘Seyr-î Mesel’ ku navenda wê li Beyogluya Stenbolê ye û ev 4 sal in şanoya kurdî bi awayeke bêlayan û modern pêk tîne, ji geşt û turneya Başûrê Kurdistanê vegeriya.![]() Seyr-î Mesel, weki mêvan û vexwendiyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Kurdistana Federal, 2’yê nîsanê (avrêl) bi rêya asmanî ji Stenbolê ber bi Hewlêrê bi rê ketibû. Şayanê gotinê ye ku koma navborî sebaret bi ‘Festîvala Pêşewa Qazî Muhemed û 60. Salvegera Avakirina Komara Mehabadê’ hatibûn vexwendin. ![]() Koma Şanoyê Seyr-î Mesel, bi boneya festîvalê li Hewlêrê, li Hola Wezareta Rewşenbîrî derkete pêşberî mêvanên festîvalê ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn dawetkirin. Pêşkêşkirineke taybet jî ji bo xwendekarên ‘Peymangeha Hunerên Ciwan’ hate kirin ku bi baldarî hate şopandin. Komê li van salonan şanoya bi navê ‘Şermola’ pêşkêş kir. Piştî Hewlêrê, kom wekî mêvanê Kurdsatê serdana Silêmaniyê kir û li wir jî, li Parka Azadî û li Hola ‘Centerî Gencan’ şanoya bi navê ‘Şermola’ û ‘Qal û Qir’ pêşkêş kir. Di serî de Xanima Serkomarê Îraqê Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Siyasetmedar Hatice Yaşar, ligel serkirdeyên herêmî û rêveberên Kurdsatê beşdarî li şanoyê kir. ![]() Koma ku 12 endamên wê serdana Başûrê Kurdistanê kir, li Hewlerê ji Hêla Wezîrê Rewşenbîrî Felakeddîn Kakeyî û li Silêmaniyeyê jî ji hêla Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatin qebûlkirin. Koma ku serdana Şêxan û Laleşê jî kir, 19’ê nîsanê dîsa bi rêya asmanî ji Hewlêrê vegeriya Stenbolê. Amadekar:Salihê Kevirbirî Çavkanî :Netkurd/Stenbol |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Serokwezîrê Gulistanê ji Bexdayê vegeriya Hewlêrê | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 31-05-2007 08:45 AM |
| Seyr-î Mesel ji turneya Gulîstanê vegeriya | berxwedan | Şano (Tiyatro) | 1 | 01-03-2007 09:14 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.