|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Tîpako xwedan kevintirîn şaristanî . Sîmil çavkakanya çand û jêdera zanistiyê . Kopal daholvan û zirnevanê Tîpako . Berpal şabaşker û zirnevanê Sîmil . kopal û berpal dikevin holekê . her cûre cil li xwe kirine. di destê wande amûrên pifdanê . wek Pêpîk zirne . Rast û çep diçin û tên pif didin (dengin ji dûrve tên bihîstin) : xwedayo baranek bê û tofanek . du sê car li ser hev tê gotin . Berpal û Kopal guhên xwe miç dikin. Têpako tûrikê kulorê nan vêreye û ji kopal re hildide) sed Lehî û Tofan bên . nikarin xwe bighênin . bêrîka şerwalêd min . kopal dengê te nema tê bihîstin ???? hişte …. Kopal pif dide pêpîkê غ zorî dide zirnê û xwe liber xwedyê xwe jîr dike)Sîmil: heger , tofan û lehyan bên , dîsa ez dikarim mirovatyê bi serê çayê cûdî xînim. ne mîna Nûh ku bi zorê gemiyek ji xwere çêkir. Ez…….bajaran mîna gemyan çêdikim. ango Bajarê Min ,, hem avîne û hem jî bejîne !!!! Berpal rûdinê û berê Zirnê dide jor . radibe û lidora kopal di gerîne û bi Pêpîkê doza kulorekê dike)Tîpako: birayê sîmil[ dema min mirovatî[ ji helaketên mezin parastin ez bi bawerim te nizanîbû xwirme çine gerek nake xwirtbûn û hinerên xwe carê bikim Kopal jîre bêj . du tavan li ser te gumîn kirin bayê falic li te xist . Kopal: ( bi pêpîkê jêre dibêje û lotkan dide ) Sîmil: Berpal tê bîra te [ bi şaşî te petrol xist şûna avê dema min nêrgele kişand ] û ez pişkiyam ] te dî bê çi bircên belek li roj ava hatin xwar (du kuloran bi hevre davêje) Berpal: (mîna meymûnan xwe çengî kuloran dike) Tîpako: Sîmil xurtbûn ne eve niho ez dikim dinyê hinekî dûrê rokê bixim ji bo ku mirovatî ji germa rokê rizgar bibe û berf û baran mîna berê goka erdê himbêz bikin ] lê ez ditirsim heyv bi erdêre neyê wê demê wê derya û gol biçelqin] Sîmil di pêşketinê weha de bifikire Kopal li pêpîk û zirnê dide ) Sîmil: ronaya ku dide dinyê tevî . ji ked û xwêdana mejyê mine Tîpako: bi gotin û fortan ti yekemêne Sîmil: rastî li ber çavaye Deng… (( xwedêyo baranek bê û tofanek)) Sîmil: kî kare û karîbû û wê bikaribe. rêçên tarî û reş ji mirovatyê re ronî bike Berpal: ( bi Borîzanê dibêje tuye ) Kopal: ( bi zirnê dibêje na na Tîpako ye ) Tîpako: dema bav û kalên me. hatin vê herêmê . çol û çiya tevde borbûn , yekemîn car berî tofana mezin ..[simê hespê me yê pîroz [ pêl vê xaka ciwan kir [ û heya roja îro em ji pişta hespê xwe peya nebûne ] gî cangorî ji bo mirovatyê Kopal erê bi zirnê dirêj dike)Sîmil: wê demê hespên te mîna pisîkan ne di hatin , min Dînasor weke Devan xey dikirin [ û çayê qeşa girtî ji zozana tanî germyana Tîpako: hespekî bê rawistan , ev şaristanî tev li ser pişta wî çêbûye , di kêferata wîde toz û dûmanên ji ber simê wî , mexabin carekê dinya kete tarîstanê , riwê tokî toz girt vê yekê dilê min pir xemgîn kir Kopal: (xwe davêje kuloran û nan di berde dimine , pêpîk di devdeye Tîpako bi kulman bi pişta wî dikeve) Berpal bi borîzanê re dîlandike)Sîmil: weha rastya xwe bide xwiyanê ] ji ber lez û beza hespê te dinya kete taryê ]tiştê ku te hiştiye li ser lingan ]ew ji bi xêra ronaya mejyê mine ] Berpal di fîkîne ……fîîîrrrrrrrr) Tîpako: ne fîrr û ne mîrr [ev ne gunehe ku toz ji ber simê hespê birçe guneh ewe ku riwê rojê reş bi ma derhal encûmena awarte rûnişt[ bi biryara her tişt ji bo malastina riwê Roka pîroz serokwzîr li gel wezîrê derewa Berpal îp pîp pîp pîpTîpako: biborin wezêrê derve û serok wezîr bi hevre xwe çengî ser goka Zuhre û Atared kirin ]di destê wande desmalkên ji hevrmêş Sîmil:kopal ji mîrê xwere li daholê xe ev kengî hûn ewqasî nazik bûne [ ku Hevirmêş bi were bibe heval (berpal û kopal kulorên xwe dijmêrin) Tipako:ên mîna te çi zanin nazenîn û tenikya ronaka tavê serok wezîr li ser milê wezîrê derewa bi şêweyekî pir nazik toz ji ruwê roka delal malastin roka pîraz gup kir û dîsi dinya ronak bû Kopal: ( bi pêpîk û zirnê şabaş dike ) Sîmil: ewqas pesnê xwe mede tu nikari du çal û şkeftekê ruhnî bike Tîpako: ez …… ronahiyên min li ezmana vêketîne te çi ronî kiriye Sîmil: xwedê dilêmin ronî kirêye ez jî ronahyê didim dilan carekê dilêmin ji Sîbîrya ma 70 salî nema zanîbû tama berfê çiye çiyayên ji qeşê hilyan bahrên mezin mîna Hndî û Etlesî peravê bejayê dane ber pêlan Tîpako: êmin carekê dilêmin ji herdu emerîka ma [ min got ezê du gemyên kevnar bişînim herdû Emerîkan bi dû xwe vekin غ di diryê Cebel Tariq re rakişînim derya sipî غ bi doxa Qubris bigrim û serî li wan kilox bikim Kopal: ( dîlanê dike û kilora dixwaze ) Sîmil: Berpal ew herdû Emerîkan yên ku Tîpako bahsa wan diki [ ko wan werîne bahra sipî] berî hezarên sala min ew bi dû terya kerê ve vekirin û ew avêtin wê dira dûr] da em ji bela wan xelasbin êavê te lêye tu dîsa wan têxe nav çavê me deng……. (( xwedêyo baran bê û bibe tofanek)) Sîmil: bila pişta we rast be ez tenê dikarim xwe û we bi ser tofanên mezin xînim Tîpako: ev xurt bûna te cîhê mirovan û dimoqrasyê te di kîjan baxîde hilanîne Sîmil: ev pirs bi salan jêre divê bi dahol û zirna jêre divê Berpal: ( li dahol û zirnê dide) Sîmil: mal zarok û landika mirovatiyê di dilê min deye ji pir bûna vê pirsê [ bi gemyan mirovatî û mirovan em der dixin ji derve ] roj tone gemîk bin av nabe bê pere em dişînin welatê feqîr û hejaran ev yek eşkereye mirovatî bi zayênê re di dilê mede şîn tê zarokêd me [dereca ko pêsêrê diya xwe didin zarokê cîranan ma ev ne mirovatîk mezin [ û hestekî bê hempayeb Berpal: ( xwe digindirîne ) Tîpako: bi rastî çend gemyên te di ser mere dirbas bûn yek dido bi ser mede ketin] min dilê xwe girt û ez xemgîn bûm ji ber ku ez mafên mirovan depoyên mezin jêre çêdikim li kêleka demokrasyê] bi serde jî gemyê te bi ser mede bikevin ez tengav dibim Kopal: ( amûran davêje ) bêhna baranê tê Berpal: ( ewjî amûran davêje ) bêhna axê tê (her1ar serê xwe dixin hev û holeke li wan tarî dibe) Deng……..(bi şêweyekî sitranî) baran tê baran tê s ipase baran bê bi lehî û tofan be lite gokê ciwanbe Sîmil: Tîpako çi ziravê te qetya ] çi baran û çi tofan (bidehan jin dikevin holekê ) jinek: em baran û tofana sipîne ji me dest pêkir jiyqanê jin dikarin dinyak ciwantirîn di mal zarokên xwede avakin jin dikarn bibin lehî û tofan .. zordarî û bê wijdanya hezarî salan hilweşînin ji me dest pê dike gerdûnek hezkirî û dev li ken ( tevde bi hevre ) ji me … ji me ……. ji me |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| 'Her ku hejmara kesên xwenda zêde dibe hejmara kesên bi kurdî diaxivin dadikeve' | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 10-02-2007 04:33 PM |
| Ağar’ın sözünü kesen vatandaşa partililerden yumruk | özgür | İlginç Konular | 3 | 13-01-2007 03:03 PM |
| Qet NeÇin... | aswan | Çiroken Kurdi | 4 | 07-12-2006 02:18 AM |
| Qet NeÇin... | sokrates | Çandi Gişti | 0 | 04-12-2006 05:34 PM |
| İştahı Kesen Yiyecekler.. | berxwedan | Genel Sağlık | 0 | 11-09-2006 08:04 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.