Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Þarký Sözleri ve Sanatçý Tanýtýmlarý > Sanatçý Tanýtýmlarý

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 09-06-2008, 09:52 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Apr 2007
Mesaj: 178
Üye No: 99116
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 2134
Rep Puaný : 213228
Rep Derecesi
ebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond repute
Varsayýlan Beser Þahîn: Hevpeyvîn bi Hunermenda Kurd Beser Þahîn re


Hevpeyvîn bi Hunermenda Kurd Beser Þahîn re


Zarokaniya me bi dengên xweþ derbas bû. Çimkî serdemek bû ku li bakurê Kurdiustanê þoreþeke hemû alî destpêkiribû. Dengên xweþ li ber têhna agirê þoreþê daketibûn qada xebatê. Ew ne tenê stranbêj, belkî di hemen demê þoreþgerin jî. Çimkî þoreþ hem di qêrîn û hem jî di peyvên da tê bihîstin. Beser Þahîn bi wî dengê xwe yê xweþ û nerm weke hunermenda Îranî Haydêh tê ber çavê min. Min gelek caran ew di TVyên Kurdî da dîtibû, guhdarî axaftinên wê kiribû, lê min nedizanî ku rojekê emê ji nêzve jî hev bibînin!!.
Derfetek çêbû û Beser xanim hat baþûrê Kurdistanê. Min hevpeyvîneke serpêyî pêre çêkir, lê di dil û mejiyê wê da gelek gotinên din jî hebûn ku derfetê rê neda ez jê bipirsim. Tiþtê herî zêde ku ez keyfxweþ kirim ew bû ku min bi hunermendeke rewþenbîr û þoreþger re gotûbêjek pêkanî. Ew xanimeke zana, rewþenbîr û girîngtir ji her tiþtekî li ser nasnama muzîk û hunera Kurdî hem xwedî nêrînên taybetiye û hem jî agehdarî rewþa îro ya hunera Kurdî bû.
Em Kurdên parên din yên Kurdistanê di hemû waran da deyndarên Kurdên bakurê Kurdistanê ne. Çimkî ew di gelek waran da serkêþên rêyên tejî asteng bûn. Di rêya huner û muzîkê da jî ger duh M. Arif, Heses Cizîrî, Meryem Xan û Eyþe Þan hebûn îro jî Gulistan Perwer, Þehîd Mizgîn, Zozan, Beser Þahîn, Þehrîban û gelek kesên din rêya wan didomînin.
Di hevpeyvîna jêr da Beser Þahîn bi awayekî pir semîmî bi min axivî û bi dilekî vekirî û rûyekî tejî ken bersiva pirsên min da.

Di serî de bi xêr hatina we dikim. Hûn dikarin hinekî xwe bidin nasandin? Beser Þahîn kiye?
--Ez jî di serî de sipasiya we dikim ji bo wê rêportajê. Beser Þahîn di nav gelê Kurd de weke stranbêjek Kurd tê nas kirin, dema ez diçim her herêmekê, xelkê wê herêmê ji min re dibêjin tu ya wê herêmêyî û herkes li gor herêma xwe min dike xelkê wê derê. Lê ez ji Koçgîriyê me, ew herêm girêdayî Dêrsimê ye. Bab û kalên me digotin: em ji Dêrsimê hatine. Lê dema mirov li dîrokê dinêre dibîne ku weke coxrafiya her du yek herêm bûne û piþtî serhildanên Koçgirî û Dêrsimê ew herdu weke eyalet ji hevdu hatine veqetandin.
Ez di sala 1969'an de li gundê þahko, bi navê Tirkî (Kuro Köpri) de ji dayik bûme. Ser bi eþîreta Koçgiriyê me. Navê babê min Hûsên û navê diya min Melek e. Em 10 xûþk û birane (5 xûþk û 5 bira) ku ez ya herî dawî yê me. Min xwendina xwe ya destpêkê li gund xwend û piþtre jî çûme Stenbolê.

Paþnavê Þahîn li kû hatiye?
--Paþnavê Þahîn ji navê apê min hatiye. Çawa ku dewleta Tirk ji bo asîmîlekirina Kurdan navên gundên me ji Kurdiyê wergerandine ser Tirkiyê, paþnavê her þexsê Kurd jî guhertine. Dema meimûrên Tirkan tên û gund bi gund digerin, tên gundê me jî û apê min jî dibînin. Yek ji meimûran dibêje: yaw ew çi kese çavên wî ewqas xweþikin...!!, çavên apê min gelek xweþik bûne, weke teyrê baz bûye, Þahîn bi zimanê Tirkî dibe baz. Paþnavê Þahîn li wir hatiye.

Te di çend saliya xwe de dest bi karê stran gotinê kir?
--Min tam di zarokatiya xwe de dest bi stran gotinê kir. Herêma me di lêxistina sazê û stran gotinê de pir herêmek pêþketiye. Yanî malekî ku saz têde tunebe, nîne û malbatekê ku têde deng xweþ hebin, ewa serbilindiyek mezin bo wê malbatê tê hesibandin. Þansek minî pir mezin hebû ku dinava mala me de jî du birayên min hebûn ku him distirîn, him jî saz lêdixistin.

Wê demê tu di bin bandora kî/ê de bûy?
--Em bi xwe Kurdên Elewî ne, xelkê herêmê hemû Elewî ne. Herêma me herêmek hunerheze, yanî huner bi ûrf û adetên me yên civakî û olî ve hatiye girêdan. Beytên Elewîyan hene û taybetin. Hestên wan jî pir cudane. Ew beyt weke zikrin, carna dema mirov wan beytan dibêje dikeve nava halê zikir kirinê. Mesela hunera zikirê, bawerim li rojhilatê Kurdistanê jî heye(1). Lê ya me ewqas layenê olî nagire ber xwe. Ew tiþt di çand û jiyana wê herêma me de hebû. Dîsa þansek minî pir mezin hebû ku ez di herêmek wiha de ji dayik bûme. Ez zêdetir di bin bandora wan beytan de mame. Ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm ku min hertim ew beyt digotin.

Dikarin navê hinek ji wan beytan bêjin?
--Ew beyt gelekin, mesela beyta Pîr Sultan heye. Ozanên Kurd ew beyit digotin. Ozan keseke ku di her warî de analîza civakê kiriye, nivîsandiye, nirxandiye û him jî strandiye.

Beser xanim tê bîra te ka cara yekemîn li kû û bi çi awayî tu derketî pêþberî xelkê?
--Belê tê bîra min, min hertim di nava malê de distirand. Dema þahî û dawetek me çêdibû 100% lazim bû ku ez tê de beþdar bibim. Lê carek birayê min hat û got:” min ji bo te bernameyek amade kiriye, lazime tu derkevî ser sehnê...” Birastî ew xeber, ji bo min surpirîzek xweþ û baþ bû. Bi vî avayî ez cara yêkem li Stenbolê derketim pêþberî gel. Elbete wê demê ez hîn 16 salî bûm.


Wê rojê we çi hestek hebû?
--Çawa bêjim, ewqas ku min hezkir. Wê rojê ez ewqas bi dil strîm ku min nedizanî ez amatorim û ew kesên ku li min gudarî dikirin jî nedizanîn ku ez amatorim. Wê þevê, ji xweþiyê xew bi çavê min neket. Çimkî destpêka her karekî di jiyana mirov de cîhekî taybet û girîng digire.

Wek te jî got; li herêma we huner li gor zagunên olî û civakî, cîhek taybet digire. Gelo cîhgirtina jinê di wan minasibetan de çawa an jî çiqas bû ?
--Ez bi xwe keçek Kurd bûm, di nava minasibetan de jî feriqek di navbera jin û mêran de tunebû. Yanî tenê tu bikaribî bistirî ew xweþiyek bû. Bi giþtî di civaka me da bi her awayî qedir û qî**** jinê heye. Dema ez piþtre ketim nav xebata huneriya gelê xwe, min ev rastî baþtir zanî. Pêwîste ku însan herêm bi herêm û bajar bi bajarê welatê xwe nas bike. Dema ez ketim naskirina herêmên welatê xwe, min wê demê ferqên pir mezin dîtin. Ew herêmên me yên ku di bin bandorên olî de mane, huner li wê derê hatiye fetisandin. Ne tenê di warê huner de bi giþtî jiyan hemû. Lê li herêma me ne wisaye. Li aliyê me ji ber ku jin weke nirxekî esasî di nava jiyanê de tê hesibandin, xwedî qedir û qîmetek zêdeye. Qirar û biryarên jiyanê, her çi dibe bila bibe, bi hev re ji aliyê jin û mêran tê dayîn û pêktê jî. Tiþtek pir balkêþ li herêma me hebûye ku hertim di bîra min de maye. Digotin: ewqas ku jin li cem me pîrozin, ji ber ku jin kirine sembola serekeya jiyanê”. Serê sibehê dema mêr û jin ji xewê radibûn, bi hevre berê xwe didan rojê û dua ji bo rojê dikirin. Piþtre hevudu niyaz dikirin (yanî milê hevdu maç dikirin), ji bo ku ew roj bo wan serkeftî be. Piþtre mêrê malê cilê jina xwe maç dikir. Wek ku sicdê ji bo jinê bibe. Li herêma me jin di nava jiyanê de pir xwedî qedir û qîmeteke mezin e. Xwedî qirar û biryare. Ew tiþt di warê huner û minasibetan da jî wiha bû.

Tu piþtî xwendina xwe ya destpêkê û ji bo berdewam kirina xwendinê ji gund derketî û derbasî bajêra bûy. Veqetîna te ji gund çi tesîrek li ser te çêkir?
--Ji bo her însanek wihaye, karekter(þexsiyet)a însan di zarokatiyê de çêdibe. Hestên te, hezkirina te, evîna te, çiye, di zaroktiya te de çêdibin. Girêdaneke min ya xurt bi axa min ve heye û ev yek vedigere ser zaroktiya min. Ez li gund ji dayik bibûm dema derbazî þar jî bûm cudatiyek mezin min dît. Ez bo xwendinê diçûm Stenbolê lê her sal sedî-sed, mehek an du mehan diçûm gundê xwe. Niha zehmetiya minî herî mezin eve. Dema ez ji welat derketim û li Ewropa bûm penaber, min 15 sala nikariye welatê xwe bibînim. Hetanî ku ez hatime baþûr û baþûrê rojavayê Kurdistanê û niha bêhna min hinekî fireh bûye.

Tu li Stenbolê çawa bi karê hunerî re eleqedar bûy?
--Li wê derê bo cara yekem ez çûm ser sehnê. Êdî organîzasiyonên perfesional ji bo me dihatin amade kirin. Turne( geriyana herêm bi herêm bo pêþkêþkirina konseran) çêdibûn. Di minasibetên Kurdan de weke dawet û þahiyan ez amade dibûm. Dawetên wê demê weke serhildanê bûn. Ez heta sala 1992'an li Stenbolê bûm. Me ew þahî wedigerandin serhildanê. Çimkî zimanê Kurdî qedexe bû, heta salên (1989-90) me nikarîbû bi zimanê xwe biaxivîn û bistirîn.

--Ligor agahiyan babê we mirovekî zana bûye û dîroka netewa xwe baþ dizanî, bandora wî çiqas li ser te hebû?
Raste babê min di wextê xwe de medrese xwendiye. Ew dîrokzanekî Kurd bû, ew herviha civaknas jî bû. Li herêmên me komek mirovên zana hebûn, salê du caran li hev kom dibûn û pirsgirêkên civakî yên wê herêmê yek bi yek dinirxandin û gor wê jî çareser dikirin. Ji ber ku wê demê zimanê Kurdî, peyva Kurdî qedexe bû wan bi awayekî dizî xebatekî wiha dimeþandin. Wan herêm bi herêm, gund bi gund civînên xwe çêkirine û bi wî awayî hakimiyeta wan li ser jiyana civakî çêbûye.

Pend û þîretên wî bo we weke keça herî biçûka malê çi bûn?
--Wê demê ez hê zarok bûm ku babê min çû rehmetê. Xweziya hîn zêdetir min babê xwe bidîta. Lê tiþtekî ku hertim di bîra min de maye ewe ku tê bîra min: babê min tim dixwend. Tiþtê ku dixwend jî bi civakê re parve dikir. Xelkê derdora me, cîranên me hemûya ji babê min re digotin: mamosta. Li ser gotinên babê min ew tê bîra min: carekê bangî min kir û ez danîm ber pencerê û ji min re got: ji xwe re binêr keça min ew hemû axa meye, hemû zeviyên mene, rojekê jî yê were ku hemû axa me vala dibe...”.
Ez zarok bûm lê di bîra min de maye. Min got çima babo? Got:” keça min tu yê piþtre wê yekê fam bikî, hemû însanên vir yê ji vir biçin û erdên me yê vala bibin, lê piþtre ewê tev vegerin ser axa xwe. Ewê mecbûr bin vegerin ser axa xwe lê lazime þer bikin.”
Wî wê demê dixwest bi zimanê zarokekê ji min re bêje, lazime em ji bo welatê xwe þer bikin. Min wî çaxî tabî nezanîbû, lê niha ez fam dikim ka ji min re dixwest çi bibêje. Niha ku ez ketime nava xebata welatê xwe, pir xemgînim ku babê min ez dinava xebata welatê xwe de nedîtim.

Wek tê zanîn hûn yek ji damezrînerên NÇM li Stenbolê bûn. Dikarin hinek behsa kar û çalakiyên xwe yên wê demê bikin?
--NÇM di dîroka serhildanên Kurda de cîhekî pir girîng digire. Çawa li Ewropa rola HUNER KOM û KOMA BERXWEDANê pir girînge. NÇM jî ji bo çand û xiz**** hunera Kurd dîrokeke nûye. Pir bi zor û zehmetî me ev sazî ava û dest bi xebatê kir. Lê ji ber ku potansiyelek pir xort (hêvî û daxwaza hezar sala) di nav civakê de hebû, di demekî pir kurt de xebatên wê pêþ ketin. Gava ku me ji bo çanda gelê xwe saziyekî wiha di nava malekê de ji ber bê îmkanetiyê ava kir, lê di demek kêm de hat nas kirin. Ew hesretk bû, ew hevî û hezkirinek bû. Yêk car hemû xelkê Kurd bi zarokê xwe, bi hêviyên xwe ji wê saziyê xwedî derketin. Tevî hemû astengî û zor û zehmetiyan(astengiyên ekonomî û meþandina xebatê di metrepolên Tirkiyê de) jî di nava salekê de ew xebat gelekî pêþ ket û cîhê xwe girt.

Xebat û çalakiyên we çi bûn?
--Bi giþtî kar û çalakiyên hunerî û çandî bûn. Weke: li darxistina konseran, derxistina CD yan, avakirina komên muzîkê(koma Amed, koma Çiya, koma Azad, komên þano, komên dansê û...hwd) û em tev di xebatên xwe de gelek serkeftin.

Fikra damezirandina saziyeke wiha ya çi kesekî bû û ji ber çi? Bi pêþniyara çi kesekî saziyek wiha hat ava kirin?
--Ev pêwîstiya gel bû. Fikra þexsekî bi tenê nebû, em çend heval bûn me pêwîst zanî ku karek wiha bê kirin. Di destpêkê de em 15 heval bûn, piþtre bûne 20 kes. Yek ji wan kesan nemir þehîd Ebdulmelik Þahbekir bû, herwiha þehîd Alî Temel hebû. Herwisa gelek hevalbendên me hebûn ku hîn di jiyanê de ne û xebatê jî dikin. Ew pêwîstiyek gelek girîng bû ji bo çand û huner Kurdî. Me wê demê valatiyek pir mezin hiss dikir ji bona wê jî fikra avakirina saziyek wiha li cem me çêbû.

Di nava van 20 kesan de ji xeynî we çend jinan di nav wê xebatê de cîh digirt?
--Bi giþtî em 4 jin bûn. Elbet ez tenê behsa hevalên hunermend dikim. Digel me gelek kesan weke rêveberî, herwiha di beþên din yên xebatê de jî cîh girtibûn.

Te û nemir MÛSA ENTER demekê bi hevre kar kiriye, dikarin hinek behsa wî bikin?
--Belê ew di karê enîstîtuyê de bû, demek pir kurt piþtî avkirina NÇM enîstîtûya Kurdî jî li Istenbolê hat damezirandin. Yanî ewqas navber neketê. Herçend enîstîtû saziyek cuda û serbixwe bû, lê di vê navberê de û piþtî wê jî Apê Mûsa hertim bi mere bû, yanî hertim dihat saziya me û serdana me dikir. Ji ber wê jî, þansekî mezin bo me çêbibû ku me dikarî însanekî wiha bibînin. Ew rû spiyekî Kurda bû, însanekî pir þirîn bû, dikaribû bi zarokan re zaroke be, bi ciwanan re pir ciwan be, bi rû sipiyan re rûspî be, xwedî exlaqekî pir taybet bû. Dikarim bêjim bi rastî, mînaka însanên wiha di nava cîhanê de pir kêmin.

Hûn di çi salekê de derketin dervey welat? Sedem çi bûn?
--Ez di sala 1992' an de bi yek carî ji welat derketim û penaberî Ewropa bûm.Wê demê ku peyva Kurd qedexe bû, di nav wê qedexebûn û zehmetiyê de me xebatek dimeþand. Xebatên me di nava xelkê de gelekî deng veda. Xelik gelekî pê tesîr dibûn. Ew bû sedem ku polîsên Tirkan û tîmên taybet, bi þev û roj xebata me biþopînin. Ka heya çi merheleyî pêþde diçe,çiqas pêþ bikeve. Dîtin ku roj bi roj xelk bi taybet jî ciwan li dora me kom dibin û dîtin ku xebata me bandorê li ser gel çêdike, dixwestin bi her awayî dibe bila bibe, xebata me rawestînin. Gelek caran em binçav kirin, dema em diçûn þahiya, konsera û minasîbetan, polîsan bi panzeran derdora me digirt, bi dehan car bi rêya dizî, bi girtina evûqatan û alîkariya xelkê sivîl em ji destê wan rizgar bûne.
Ji ber van sedeman ger ez neçûbama Ewropa belku ez niha di nava jiyanê de nebûma û yek ji wan kesên failê mechûl ez bama. Gelek hevalên me yên wê demê niha jî di girtîgehan dane û rastî îþkence û lêdanên giran hatine. Ji ber zulim û zoriya faþîstên Tirik em ji Tirkiyê derketin.

Wê demê ku hûn jî hatin binçav kirin, malbata te pêþiya te nedigirt?
--Belê ez du caran hatim binçav kirin. Malbata min malbatek welatparêz bû û bi rêya malbata xwe, hestên þoreþgertiyê dimejiyê min de çêbûn. Wan ji min re got ku vê rêya pîroz hilbijêrim.

Dema hûn derketin dervey welat, cara yêkem di çi salekê de û di kîjan saziyê de we xebata xwe berdewam kir?
--Di sala 1993' de bû, di Huner Komê de min cîh girt.

Hûn weke endameka Koma Berxwedanin dikarin hinek behsa we komê bikin?
--Koma Berxwedanberî saziya NÇM hatibû damezirandin. Di salên navbera (1982-83)an de bi pêþketina xebata þoreþgeriya gelê me hatibû damezirandin. Tiþtê herî balkêþ ew bû ku paralêlek (hevsengî, tewazun) di navbera xebata komê, ya gel û hevalên serê çiya de hebû. Ji bona wê jî, di nava dîroka serhildanên Kurdistanê de bo cara yêkem karekî wiha çêbûye ku komek hunerî bikaribe bi awaz û stranên xwe li rex serhildan û xebata gelê xwe cîh û rolekî berçav bigire.

Gelo çima hunermenên di nava Koma Berxwedanda, niha wek berê projeyên hewpar bi hevre çênakin?
--Her xebatek di nava jiyana me de rolek xwe û radeyek heye, yanî lazime xebat heta wê merhelê ku pêwîste, bê meþandin. Koma Berxwedanheta dawiya sala 1995'an ev xebat kir. Êdî lazim bû bi awayekî din ev xebat, berfirehtir be, xort be, ber bi sazîbûnê ve biçe û bê meþandin. Niha her hevalekî/a Koma Berxwedan dikare bi serê xwe bibe saziyek. Herwiha gelek zirûfên jiyanê dibin sebeb ku awayê xebatê bê guhertin, mesela 10 sal beriya niha gelek heval serbixwe bûn, lê niha gelek ji wan hevalan zewicîne, berpirsiyartiyên wan zêde bûye, weke berê wextê wan bo karên wiha nîne. Lê niha jî em hevalin û digel hevin, ger pêwîst be saziyek me heye, em ji hev neqetiyane. Rengê xebata me hatiye guhertin. Lê gava ku pêwîst be ne lazime ku ji me bê xwestin. Em amadey xiz**** gelê xwene.

We di çi salekê de bi awayê profesyonal dest bi karê muzîkê kir?
--Min got ez hîn 17 salî bûm ku min dest bi karê hunerî kir, lê bi awayê ku xwe perwerde bikim û dayima derkevim ser sehnê ji sala 1988'an þûn de min bi awayê zanistî dest pêkir.

Te him li welat, him jî li dervey welat karê hunerî kiriye. Ferqa karê hunerî li welat û dervey welat di çi deye?
--Beriya her tiþtekî ku bixwazî encam bidî, xebatekê ku dixwazî bimeþînî, bisporî jê re lazime. Ger tu di karê xwe de miovekî bispor bî û armanca te tenê serkeftin be dikarî li her dera cîhanê be serkeftinê bi dest bêxî. Yanî him xebata xwe bimeþînî û him jî bi xelkê re parve bikî. Lê lazime hestên te bi kûrahî li ser welatê te û pirsgirêkên wê be. Yanî nirxê te yê serekî welatê te be. Pirsgirêka serekiya ku li dervey welat derdikeve pêþberî me ewe ku lazime him tu xwe zindî bikî û xuliqandinê bikî û wê yekê bi gelê xwe re parve bikî. Ferq ewe ku gel tenê ji te distîne, tiþtek nade te, lê welat di her warî de çavkaniya jiyanê ye, diherike, dikare jiyanê bide te û bide civakê jî, welat ewqas dewlemende. Yanî ev awantaje û ferqek pir mezine. Lê ger însan bi fikrê zanistî nejî, çi li welat û çi li dervey welat be sernakeve.

Tu muzîka xwe çawa pênase dikî?
--Ruhê muzîka min gelêriye. Ji ber ku min gelek þêwaz ceribandine û min xwestiye tiþtê modern jî çêkim lê bi ruhê Kurdî. Gelek caran ji min re tê gotin; tu çima bi awayê opera nastirî? Xebata operayê xebatek dem dirêje, lazime herî kêm (5-6) salan li ser xebatê bikî. Di dengê min de, hestên min de, þiroveya min da tiþtekî xwezayiye û ne operaye. Lê ez dikarim dengê xwe bi awayê opêra bikar bînim, lê ez nikarim ji hestên xwe yên otantîk dûr bikevim. Ez ne li dijî nûjeniyê me, ji bo gelê me jî muzîka nûjen pêwîste, lê lazime li ser bingehê xwe bê ava kirin.

Kurd bi çi awayî nêzî muzîk û hunera xwe dibin?
--Di civaka me de hîn kes hene ku bi awayê entelektuel(rewþenbîrî) nêzî muzîk û berhemên ku tên afirandin dibin, ku gelekî balkêþin. Lê bigiþtî beþek heye ku tenê tiþtekî hîn bûye. Tiþtê ku dibîhîze pê tesîr dibe. Tê girêdan û jê hez dike. Ez balansekê di nava muzîka Kurdî de ku bi awayê zanistî bê nirxandin, pêþwazî kirin û rexne kirin, nabînim. Ev zêdetir bi rewþa awarteya ruhê civaka me ve girêdayî ye. Beþek din heye ku gelekî herêmiye û berfireh nîne, beþek jî heye ku gelek tiþtan dixawze û li bendê ne ku pir tiþtên perfesyonel pêþkevin û bi awayê zanistî bên afirandin. Bi giþtî di nirxandina muzîka Kurdî de balansek nîne. Lê civaka Kurd stranên xwe parastine. Civaka me ne bo stranê xerîbe. Herçiqas tesîra olî jî li ser çêbûye, bi hêza hunerê sînor þikestine. Miletê Kurd gelek derbên giran derbaz kirine lê bi stran û muzîk ê xwe parastine û ser pêyan maye. Car ev muzîk bûye ruhê serhildanê, car bûye ruhê reqsê. Ji ber wê civaka Kurd baþ li hunerê pêþwazî dike lê lazime analîzek baþ jî bê kirin. Xeteriya herî mezin rast analîz nekirina hunerê ye. Ji ber ku ger bi dirustî neyê analîz kirin, karaktêra wê çênabe. Balansa amatorî û perfesyoneliyê çênabe. Lazime ev tiþt di nava civaka me de cîhê xwe bigre.

Niha muzîk û strana Kurdî di navbera resenayetî û modernîzmê daye, yanî kirîzekê derbaz dike. Bi dîtina we hunermend û muzîsiyenên Kurd dikarin sentezekê bo muzîka Kurdî ava bikin?
--Dikarin çêbikin, lê her hunermend û muzîkkarê Kurd ku dixwaze xiz**** hunera Kurdî bike, girînge ku beriya hertiþtekî çavkaniya xwe baþ nas bikin. Kevnetor û dîroka hunera xwe baþ nas biken, yanî bingeha ku dixwazin li ser sentezê çêbikin Kurdî be, ku ruhê xwe winda neke. Tu bixwazî nexwazî di rewþa globalîzmê da ewê sentez çêbe. Ji ber ku ger em bibînin huner û muzîka Rojhilata Navîn gelek bala hunermendên rojavayî kiþandiye ser xwe, çi enstirument çi stran. Niha em dibînin ku hunermendên Rojhilata Navîn jî, zêdetir ber bi hunera Rojavayiyan ve diçin. Ger sentez bi awayekî zanistî çêbe, ji bo têkelbûna civakan gelek girînge. Lê ger sentez bê bingeh çêbibe eva windabûnek mezine. Di roja îro de ew xeteriyeke mezin bo muzîka Kurdî ye. Ciwanên me bêbingeh û bê nasîn, nêzî muzîka Kurdî dibin û dixawzin biguherînin awayê muzîka Rojava ku ji ruhê muzîka Kurdî dûre.

Ji wan jinên hunermend ewên wefat kirî û evên hê di jiyanê da ne huner û dengê kê bi dilê weye?
--Gelek ciwanên me hene ku derketine û ez bi derketina wan gelekî kêfxweþim. Wek generasiyon min ji dengê Eyþe Þan û Meryem Xanê gelek hez kiriye. Lê dengê dilê min Eyþe Þane.

Hûn hetanî niha zewicîne?
--Bele ez di sala 1992 'an de ziwicim, piþtre me dît em hev nagirîn û xebata hureî û zewac bi hevra nameþe, em weke du însanên medenî ji hev cuda bûn.

Tiþtek ku we hetanî niha nekiriye, lê dixwazin bikin çiye?
--Min tim xwestiye ku ez bi strana xwe bibim zimanê gelê xwe, çi di nava civata xwe de, çi li dervey wê civatê û di nava biyaniyan de ez çanda xwe bidim naskirin.

Hetanî niha çend berhemên we weke CD û kaset çêbûne?
--Hetanî niha 3 berhemên min bi tenê çêbûne. Di 7 albûman de min bi hevalên Koma Berxwedan re jî kar kiriye û di gel gelek hunermendên din da jî bi awayê duqûlî em bi hevre stirîne. Weke kom jî albumek me bi navê Koma Çiya heye. Berhemê NÇM ye.

Gelek sipasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê, ger gotineka weya dawiyê hebe kerem kin.
--Ez jî sipasiya we dikim, serkeftin her beþeka xiz**** welatê xwe dixawzim. Ji bo xebat û xiz**** we jî serkeftinê dixwazim.

1. Belê li rojhelatê Kurdistanê alîgirên terîqeta Neqþbendî û Qadirdî di minasibetên taybetî yên olî da zikirê dikin.


Hevpeyvîn: Dêrsim Oremar ( em spasîyên xwe ji bo hevalê Dêrsim Oremar pêþkêþ dikin ji bo amedekirina wîya ve hevpeyvîne)




Beser Þahîn alýntý

ebulenin is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
KURD Û KURDISTAN (Dîrok) marx47 Dirok 3 08-06-2008 03:44 PM
Dewleta Federe ya Kurdistan(1992) Lalê Bêziman Dirok 0 07-04-2008 12:46 PM
150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan MÊVAN Çandi Giþti 0 25-02-2008 10:45 PM
Adarname tubiranes Çandi Giþti 1 01-11-2007 10:58 AM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Giþti 1 23-06-2007 10:54 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 07:51 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.