Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Þarký Sözleri ve Sanatçý Tanýtýmlarý > Sanatçý Tanýtýmlarý

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 04-05-2007, 06:05 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,830
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 9056
Rep Puaný : 904729
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne!


Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne!











Dengbêjên Mêvanê Dîwana Dilê Min Kî û Kî Ne: Ebdurehîmê Mûþî

1. Þêxê Nêriyan 2. Evdalê Zeynikê 3. Þêx Silê 4. Mistefayê Çiftborî 5. Mistefayê Heyran 6. Ferzê 7. Roso 8. Siloyê Gulê 9. Birê 10. Þakiro – Kewê Ribat 11. Hecî Sîno 12. Filîtê Aktepe 13. Feqiyê Qizqapanê 14. Hecî Ebdulkerîm 15. Sidîqê Zorava 16. Husêno 17. Zahiro 18. Sebrî 19. Mihemmed Arif Cizrawî 20. Egîtê Cimo þahê Bilûrê.



Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng!

Ez di sala 1967’an de li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê û li Gundê girêdayî navenda Bajarê Mûþ ê, li Sihag’ê ji dayîk bûm û min ji, jiyanê ra çavên xwe vekir. Ji ber sedema ku Welatê me dibin nigê dagirkeran da bû, navê me yên bi Kurdî li Gerîngeha Gelhê ( Daîreya Nifûsê ) bi Kurdî ne dipejirandin, ji ber wî sedemê dê û bavên me nedixwestin ku rojbûyîna me li Gerîngeha Gelhê qeyd bikin. Roj bûyîna min ji ber vî sedemê ne diyare. Di sala 1989‘an de payizê bûyerekî li me qewimî û em ji gundê xwe koçber bûn! Dayika min dibêje tu payizê hatiye Cîhan’ê. Lê pismamekî min, carekî ji min ra gotibû tu û kurê min salekî di dû Erdheja Gimgim’ê ra hatine Cîhan’ê.

Erdheja Gimgim’ê di 19.08. 1966 an de çê bibû. Di wê Erdhejê da 2118 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bibûn. Xweda yê Dilovan carekî din wê Erdhejê dubare neke înþella. Carek berê jî di 31.05.1946 da li Gimgim’ê Erdhejekî mezin çê bibû. Mixabin ez di wê Erdhejê da hejmara mirîyan û birîndaran nizanim!

Li ser Rojbûyîna min, li gorî van gotina, tê zanîn ku ez di sala 1967’an de Payizê hatime Cîhan’ê. Ez di 09.10.1988 an da zewicîm. Pênc heb jî zarokê min hene. Bi navê Mihemmed, Mûrad, Ayþe, Rozerîn û Evîn. Navê dayika min Hecî Qîmet’te. Navê bavê min Hecî Ehmed’e. Sê bira yê min û pênc jî xuþkê min hene.

Bi navê Ebdulqadir, Ebdulkerîm, Seyîdxan, Nafê, Asê, Nazê, Porsor û Aynûr. Dayika min di sala 1935’an de li Gundê me Sihag’ê hatiye Cîhan’ê, hemd ji Xwdê ra ku hîna jî, jîyana xwe berdewam dike. Ez hêvî dikim ji Xweda yê Mezin emrê dayika min wekî ava çemê Firat û Dîcleyê dirêj bike, saeta sax hêz û qûwetê bide wê, neke nava dest û lingan.

Dayika min jinekî pirr maqûl û zanaye. Di piþtî wefata Bavê min ra, em di saya Xweda yê Dilovan û Dayika xwe ya aqilmend, zana û pîroz da li ser piyê xwe man. Xwedê emrê dirêj saeta sax hêz û qûwetê bide Dayika min a dil birîn, hêja û çîle kêþ.

Hetanî mirinê ez qet tucarî ked û renca Dayika xwe ya pîroz ji bîra nakim. Bavê min di sala 1934’an de, ew jî li Sihag’ê hati ye Cîhanê. Mixabin bavê min di sala 1980‘ de ket binê Traktorê - Motorê û çû ser dilovaniya Xwedê. Rehma Xwedê li Bavê min û miri yên we hemûya û Þehîd û Têkoþerên Kurdistan’ê be!


Eþîra me:


Em ji Eþîra Omeriya ne. Kalikê me Cello ji Çewlik’ê ji gundê Gov’ê hatiye Mûþ’ê û li Gundê Sihag’ê bi cîh bûye. Biqasî ez di zanim Eþîra Omeriya Eþîrekî pirr mezin e. Li her çar aliyên Kurdistan’ê dijîn û îro li Cîhan’ê jî belav bûne. Navê Eþîra Omeriyan, di nava Kilam - Stran û awazên Dengbêjan ra jî derbas dibe.

Bi qasî ez dizanim ku Eþîra Omeriya bi pirranî, bi Zaravayê Zazakî ( Dimilî ) qise dikin. Bav û Kalên min jî bi Zaravayê Dimilî diaxifîn. Di Gund’ê me da gelekî Dimilî jî hene. Lê mixabin niha kes bi Zarava yê Dimilî qise nake. Bi tenê çend heb mezin û rûsipî qise dikin. Em niha bi Zarava yê Kurmancî qise dikin. Lê xwezila me hemû Kurdan bi hemû Zaravayên Kurdî bizanîba û qise bikira!


Bapîr û kalikên me:

1. Ehmed Bavê Ebûzer 2. Ebûzer Bavê Husên 3. Husên Bavê Cello ( Celîl ) û Gurco ango Gurcî 4. Cello Bavê Feqî Elî ( Fihelî ) 5. Feqî Elî ( Fihelî ) Bavê Mele Emîn 6. Mele Emîn Bavê Ehmed 7. Ehmed Bavê Ebdurehîm 8. Ebdurehîm Bavê Mihemmed û Mûrad. 9. Fatê Dayika Bavê min e û pîrika min e.

Damarîkî bavê min jî heye. Navê wê Asê ye. Pîrika min a Fatê ji Paytextê Kurdistan’ê ji Amedê ye. Min kalikê Xwe yê Mele Emîn û Pîrika xwe ya Fatê qet nedîtin. Ez hîna 6 – 7 mehî bûme ew çûne Ser dilovaniya Xwedê. Mixabin ez malbata pîrika xwe ya Fatê jî kesî naz nakim. Eviya jî ji min ra kêmasîkî mezin e. Ezê hewl bidim ku lêkolîna li ser wan çê bikim û wan jî naz bikim înþella.

Zarê Cello: 1. Feqî Elî 2. Xalit 3. Yaso ( Yasîn ) Du kurê wî jî mirine
Zarê Feqî Elî: 1. Mele Emîn 2. Þefêq 3. Hecî Þerîf 4. Hecî Husên



Ana Malbatên me bi navê kalikê me yê Cello tên naz kirin. Ango ji malbata me ra dibêjin Cello ya.

Bav û kalê Dayika min: 1. Þûrdar ( Mihemed ) bavê Xelê 2. Xelê bavê Seîd 3. Seîd bavê Hacî Nejmedîn 4. Hacî Nejmedîn Bavê Hecî Qîmetê, Hecî Salih û Îbrahîm. 5. Zozan dayika Hecî Qîmetê ye.

Pîrika mina Zozan qîza Xalê Kamil e. Ji Gundê girêdayî navçeya Mûþ’ê Gimgim’ê ji Dadîna ye. Mixabin evan Kalik û Pîrik û Bapîr û bavê min hemû çûne ser dilovaniya Xwedê. Ji xêncî pîrika min a Asê. Rehma Xweda yê Dilovan li wan hemûyan be.


Eqreba yên me:

Xizmê ( eqreba yên ) me li Dewleta dagirker ya Sûryê jî hene. Ez texmîn dikim 250 – 300 an jî 350 sal û hwd. berê, bira yê Cello yê bi navê Gurco an jî Gurcî, ji Bajarê Mûþ’ê an jî, ji Bajarê Çewlik’ê ji Gundê Gov’ê çû ye “ Sûriyê, li Bajarê Þam’ê û li Taxa - Mihela Ezîze bi cîh bûye.

Biqasî min li ser vê yekê lêkolîn kir, kalikê me yê Cello ducara an jî sê cara çûye dîtina bira yê xwe yê Gurco an jî Gurcî. Lê mixabin ew qet nihatiye ba bira yê xwe yê Cello. Bapîrê me yê Cello pirr lava birayê xwe yê Gurco dike, dibêje em herin ba me Herêma Serhed’ê pirr xweþ e.

Cello kiriye û nekiriye wî qanî - îqna an jî serwext nekiriye. Apê me yê Gurco ji birayê xwe yê Cello dipirse; Dibêje ma hîna li Serhed’ê berf dibare an jî na? Cello dibêje belê hîna wekî berê berf dibare? Apê me yê Gurco dibêje heta çiri çira çarix û lekana werin bîra min, ez nayêm Serhedê.

Ji ber vê sedemê bapîrê me yê Cello bi ser bira yê xwe da digrî û bi dilekî kul vedigere tê Serhedê û êdî ew jî, ji bira yê xwe yê Gurco dixeyîde û carekî din naçe ji bona wî. Mixabin êdî ji wê demê virda, me tu agahî an jî agahdarî ji malbata apê xwe yê Gurco negirtin.

Birastî em pirr xemgînin û her dem ew apê me di bîra me da ye. Ji bo yê Xwedê agahiya kî ji wan heye bila ji kerema xwe ra li min bigerin. Ezê pirr zêde pê þad û þa bim û kêf xweþ jî bibim. Bawer bikin ana ez vî nivîsa xwe bi hêsirên çavê xwe dinivisînim. Ji bo alîkariya we, ez ji anada zor spas dikim. “ Navnîþan dengbej49@yahoo.de’’
dengbej@hotmail.de
Hîna li Çewlik’ê – Bîngol’ê û Gimgim’ê jî eqrebayên me hene. Lê em wan ji nêzîk va naz dikin!


Jîyana min ya li Welatê me yê þêrîn û nûranî:

Min jiyana xwe hetanî sala 1990’ î li Welat derbas kir. Di piþt ra em koçberî Metrepolê Tirka bûn. Ji sala 1995’an virda ez wekî penaber derketim Elmanyayê. Li Elmanyayê min heta mafê xwe yê rûniþtandinê stand, min gelekî zor û zehmetî êþ û çîle jî kiþand. Ev 12 salin hîna ez qet neçûme Welat’ê me yê þêrîn û nûranî. Ji hesreta Welat, nav û dilê min wekî tirafa agir diþewitin.

Dema Welat’ê me yê þêrîn dikeve bîra min, ez Bilûra xwe didim destê xwe û bi miqamên me yê cûrbicûr, bi axîn û nalîna dilê xwe û bi hêsirên çavê xwe, Welat’ê me yê þêrîn û nûranî tînim bîra xwe. Carna jî dest dikim kerika guhê xwe û bi Kilam - Stran û awazên xwe û yê Dengbêjan, Kurdistana þêrîn tînim bîra xwe.

Demên ez Çûme Dibistanê:

Min bi tenê pênc sala Dibistana ewil xwendiye. Mixabin ew jî ne bi Zimanê Dayika xwe! Xwendina Qur’an’a pîroz jî, ez ji Rehmetiyê Bavê xwe fêr bûm. Rehma Xwedê li Mamoste yê min be. Ji ber ku min Qur’an xweþ di xwend. Mamoste yê min di nava zarokên xwe da, pirr ji min hez dikir! Mamoste yê min, pirr di xwest ku min bide xwendin. Lê mixabin me mirad bihevdû nekir û em bihev þa nebûn.

Ez hîna zarok bûm, min Mamoste yê xwe yê hêja û dil birîn wenda kir. Ez pirr, rind dizanim ku ew derd û kul û êþ û jan bi wî ra çûn gorê. Ew di dilê min da pirr þêrîne. Ez qet wî ji bîra nakim. Carekî din Rehma Xweda yê Dilovan li Mamoste yê minê hêja be. Her wiha min bi delfetên xwe gelek Hedîsên Olî jî xwendiye. Ji xêncî Zimanê Kurdî yê zikmakî. Ez zimanê Tirkî û Elmanî jî dizanim. Ango ez bi sê zimana dizanim biaxivim.

Ez bîranînekî xwe ji we ra bînim ziman:

Dema min dest bi xwendina Qur’an a pîroz kir. Bavê min ê rehmetî min þand Mizgeft’ê, ji bo ku ez baþtir fêrî xwendina Qur’an‘ê bibim. Wê demê Feqiya li gundê me dixwendin. Ez çûm Mizgeftê ji bo dersê. Feqî carekî ji min ra rêzekî û du rêza xwend. Dûra Feqî ji min ra got, îcar tu bixwîne? Çima ku min rêzekî þaþ xwend.

Feqî sîlekî li binê guhê min xist, hûn bawer bikin pilîskên agir ji binê guhê min firîn, hiþê min çû, çavê min tarî bûn. Ew çax hîna ez 8 - 9 salî û zarok bûm. Di ser da, ji min ra bibêje çi rinde? Ji min ra got ezê pê guhê te bigrim te di þerqê ra bivim û di þamê ra jî bînim. Ez hatim malê, min sond xwar êdî ez neçûm Mizgeftê dersa Qur’an’ê! Belê eviya jî tê wateya gotina mezina dibêjin; xwedî kir bi nanê xwe û kir agir berda canê xwe.

Nivîsandina Zimanê Kurdî:

Mixabin ji ber ku ziman û hemû mafê me yê mirovatî ji aliyê dagirkeran va hatiye çopandin – gasp kirin û qedexe kirin. Sed heyf û mixabin min qet bi Zimanê Kurdî nexwendiye, an jî ez qet neçûme qursa Zimanê Kurdî. Min xwe bi xwe, xwe perwerda Zimanê Kurdî kir.

Bê guman ez pirr pê þad û þa me! Lê hindik be jî kêmasi yê min hene. Ez hêvîdar im, di pêþerojê da ez di vî warî de jî bi ser bikevim. Çiqas lîstik li ser Zimanê Kurdî tên lîstin, em hemû pirr rind û pirr jî baþ dizanin. Pêwîst e, em hemû Kurd li Zimanê xwe yê Pîroz û þêrîn, Zimanê Dayika xwe û Kurdistana bindest xwedî derbikevin!

Hunera Ebdurehîmê Mûþî: Kilamê min yê Dengbêjî 37 hebin:

1. Eþq û evîn 2. Mij û dûxan 3. Teyrê baz 4. Ez þîvar im 5. Çerxa Felek 6. Ez Bilûrvan im 7. Gewrê 8. Dr. Ehmed 9. Çiya Bilinde 10. Balafirekî Rêwiya 11. Bejna Zirav 12. Ez Birîndar im 13. Wey Dinyayê 14. Dinyayê 15. Domam 16. Kewa Gozel 17. Mezra Cello 18. Lê Emînê 19. Þêx Mihemmed Emîn

20. Evîndar im 21. Taya Dilê min 22. Eman Yar 23. Gulçîna Min 24. Palaxa Mêrga Cello 25. Kewa Min 26. Eycan 27. Dil Kal Nabe 28. Ez Dimirim 29. Ez Heliyam 30. Bavê Becet 31. Ez Xerîb im 32. Hesreta Dila 33. Dîlber 34. Birîna Dilê Min 35. Gula Min 36. Derd Giran im 37 Dayika dilbirîn. Ez biqasî 40 heb jî Kilamên Dengbêja di zanim.

Stranê min yê Nûjen - Folklorîk 23 hebin:

1. Derya evînê 2. Derya hiþîn 3. Kevoka min 4. Gula Dawetê 5. Zeynok 6. Þîn û girîn 7. Gula çiya 8. Nalîna dilê min 9. Xezala min 10. Sebra dila 11. Mewal 12. Mewal 1 13. Bêrîvanê 14. Nazikê 15. Kewa Gozel 16. Kurdistan 17. Maçek bide min 18. Deþta Mûþ’ê 19. Welatê me Kurdistan’e 20. Bêrivan 21. Gula zer 22. Ser sala dila 23. Newroz.

Helbest û Qesîdê Min jî 40 Hebin:

1- Hz. Mihemmed 2- Qasidê Þêx Seîd 3 – Þêx Seîdê Pîran 4 – Þêx Seîd Efendî 5. Þêx Seîdê Kurdî 6 – Mîr û Begên Kurdistan 7 - Þêx Mihemmed Emîn 8 – Egît û Mêrxasên Kurd 9 – Gula Baxçê Min 10 – Navdarê Kurd Yilmaz Guney 11 – Þerm û Fedî 12 - Þan û Þeref 13 – Þervanê Azadiye 14. Dîroka Reþ û Tarî 15 – Milletê Xweda Nenas 16 – Nexþa Cîhan 17 - Evîndarê Gulê 18 – Dil Fîxan û Zarîne 19 – Qulinge Bask Þikestî

20 – Evîn 21 – Dengbêj û Bilûrvan 22 – Hîva Çarde Þevî 23 – Yara Þêrîn 24- Pêt û Agir 25 – Welatê Bê Nav 26 – Vahþet 27 - Kýrýk Ayna 28 - Nur Yüzlü 29 – Welatê Þêrîn 30 – Delala Min 31 – Eydîlberê 32 – Dayika Delal 33 – Buhuþta Bê Xwedî 34 – Heta Kengê 35 – Çav Li Rêya Te 36 – Dayika Min 37 – Nikarim bidim pesnê te 38 – Dayika Dil Birîn 39 – Mêrkuj 40 – Zerya.

Melodi yê min yên Bilûrê jî 6 Hebin: 1. Bilûrvano 2. Domam 3. Ez bi derd im 4. Gula min Kurdistan 5. Þêxa Delal 6. Dadger û Dozger.

Kilam û Melodiyên min yê Bilûrê û bi tevê Helbestên min 106 hebin. Min bi xwe vana, afirandiye û melodî û Muzîkê wan jî min bixwe çê kirine. Bê alîkariya kesî. Lê hîna gelekî berhemên min hene, hîna min hemû ya nekiþandiye temîziye.

Bi tevayî ana yên min navê wan ji we ra nivisandin 106 hebin. Evan hemû berhema yê min bi xwe ne. Ez biqasî 150 heb miqamên Bilûrê jî di zanim. Evîya jî tê wateya ez 296 heb Staran û miqam û melodiyan dizanim.

Roj heye ez sê heb Helbestan jî çê dikim. Roj bi roj Hunera min zêde û dewlemend dibe. Min berê biqasî 10 - 12 heb miqamê Dawetê yên lîstikê jî dizanîbû. Ji ber ku eva 16 salin ez ji Welat dûr ketim, mixabin ew miqamên govendê min pirrê wan ji bîra kirin.

Dengbêjî, Helbestvanî û Bilûrvaniya min:

Ez Dengbêj im, Helbestvan im, Bilûrvan im. Her wiha Pêkenî û Çîrok bêjim jî. Ez ji 15 - 16 sali ya xwe virda Bilûrê bikar tînim û Bilûrekî xweþ û geþ jî lêdixim. Dema li Welat Dawetekî çê dibû, car cara em çend heb Bilûrvan hebûn me 20 - 30 þeva Bilûr lêdixist, Gel li ber Dawet dilîstin û direqisîn. Wê dema ez behsa wî dikim ew çax li gundê me û derdorê Saz an jî Def û Zirney tunebûn.

Wê demê Gel bi pirranî, li ber Bilûrê Dawet dilîstin û direqisîn. Dema Bilûr tuneba, du kesa kilam digot du heba jî li wan vedigerandin û dilîstin. Carna jî hinek mirov hebûn pirr xweþ nîna dikirin û gel li ber dengê wan Dawet dilîstin. Bê guman eger Dengbêjekî jî di Dawetê da heba, adeta dawet geþ dikir û dikemiland. Xwezil bi wan dem û wan dewrana!

Li gundê der dora me jî dawet hebana me 9 - 10 heb hevala hevdû digirtin em di çûn hetanî sibê me Dawet dilîstin, Stran digotin û em direqisîn. Di Daweta qîza xaltiya min da, min þevekî ji êvarê hetanî serê sibê, Bilûr lêxist û millet li ber reqisîn. Ew çax ez hîna xort bûm, li ser kewna xwe bûm, kêf û eþqekî mezin di nava dil û cergê min da hebû. Dema min li Daweta Bilûr lêdixist, lîstikvan li ber nalîna Bilûra mîn mînanî tûra nava avê diricifîn.

Eviya jî eþq û evîn û hêzekî pirr mezin dida min. Sed heyf û mixabin, îro ew urf, edet, kêf û eþq nemaye. Dawetên îro bûne 4 - 5 saet. Kêf û þahî êdî nemaye. Ew adetê me yê berê dîroka me ya kevn û kevnar mixabin êdî tev ji holê rabûye. Ji bo wî yekê, birastî ez pirr xemgîn im. Ez çûme gelek Navçe û Gundên derdora Mûþ’ê heta Bîngolê jî, di gelek Dawetan de min Bilûr lêxistiye. Ji 15-16 saliya xwe virda ez di warê Çand û Hunere da xizmeta gelê xwe dikim, bi rastî ez bi vî yekê jî pirr serbilind im.

Dengbêjiya min ji ku tê:

Ez dikarim bêjim, ji Bilûrê tê û Rehmetiyê Þakiro bandorekî pirr mezin li ser min çêkir. Heta niha 8 heb kasetê min yê Stran û Bilûrê hene, bi hawakî amatorî. Ez di warê Çîrokbêjî yê û Pêkenoka da jî pirr dewlemend im. Carna ez li civat û civaka jî Kilama dibêjim û Bilûrê lêdixim. Ez bi mêvanî diçim kîjan Dawetê, gel min derdixin ser dikê û ez ji gelê xwe ra di warê Dengbêjiyê de ji wan ra Kilama dibêjim û xizmeta gelê xwe dikim.

Hetanî niha min di 4-5 heb Malperê Kurd da, karê nivîsa Kurdî jî dikir. Bêguman ji bo ku ez ji gelê xwe ra xizmetekî diha baþ bikim, min Malpera bi navê [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
amade kir. Ez hêvîdar im ku bi alîkarî û piþtgiriya we dost û hevalan ezê ji gelê xwe ra xizmetekî baþ bikim.


Gera min a li Welat: Ez çûme Amedê, Ruhayê, Siwêregê, Çewlik’ê Elezîzê û Meletiyê. Li Ruha yê min Gora Hz. Îbrahîm û Hz. Eyyub jî tewaf kiriye. Ez li gelek Çiya û Zozana jî geriya me. Metrepolên Tirka, ez çûme Îzmîrê, Edanê, Mêrsînê, Antalyayê, Enqerê û Stembolê. Ez li gelek Dewletên Ewrûpayê jî geriyame.

Derketina min ya TV ya:

Hetanî niha ez 6-7 cara derketime Roj TV yê. Bernameya Þevbêrka Dengbêjan. Her wiha ez zor, zor spas dikim, ji bo rêzdar Hozan Þemdîn û Malbata Roj TV yê. Heta nita ez 10 - 11 cara jî derketime þeva. Îsal ez derketim aheng û þahiya Newrozê ya KDP-ê di 17.03.2007a li Bajrê Elmanyayê li Hern'ê min Kilam û Bilûra xwe pêþkeþkir û di 24-ê Adarê de dîsa ez derketim þahiya Newrozê ya Civata Kurd, li Bajarê Elmanyayê li Wupertal'ê, min Stran û awazên bilûra xwe pêþkêþ kir.





Bu mesaj en son " 04-05-2007 " tarihinde saat 06:42 PM itibariyle rojekanu tarafýndan düzenlenmiþtir....
rojekanu is offline  
Eski 04-05-2007, 06:08 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,830
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 9056
Rep Puaný : 904729
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Di sala 2004’an de min û hevalê xwe yê Dijwar Koma Evîn Koma Dawetê ava kir. Em nêzî salekî derketin Daweta. Mixabin di piþtra, ji ber hinek pirsgirêka me karê Komê bi dawî kir. Dema ez bi mêvanî diçim Daweta millet min derdixin ser dikê, dibêjin em ji dengê te hez dikin tu yê ji me ra Kilama bêje. Car heye belkî ji min ra bîst daxwaz jî tê.

Herçî kesê ku min nazdikin û ji Bilûra min û dengê min jî gelekî hezdikin. Ji Welat û ji Ewrûpayê jî, ji min ra mesaj û Têlofon tên, ji min Albumên Bilûrê û Strana jî dixwazin. Heta hinek hezkiryê min carê 7 – 8 heb kes hevdû digrin tên, biriya MSN-ê Messengera Hotmail ê, ez ji wan ra Zindî Bilûrê lêdixim û Strana jî dibêjim.

Herçî kesên ji deng û Bilûra min hez dikin, ji min ra dibêjin çima tu bihawakî pirafesyonelî, aktîf xizmetê nake? Bawer bikin ez dixwazim Albumê min heta kilîbên min bi hawakî fermî hebin. Mixabin heta niha delfetekî min çê nebûye ku ez Albumekî an jî Kilîbekî xwe têkim xizmeta gelê xwe.

Min hetanî niha ji gelek ciya alîkarî xwest, lê mixabin tu kesî alikariya min nekirin. Ji ber vê sedemê, ez gelekî xemgîn im. Ez hêvîdar im, di pêþerojê da van Stran û Helbestên xwe bikaribim çap bikim têkim Kitêb.Her wiha Albumê Bilûr û Strana yên cûrbicûr hata Kilîban jî derxim, têkim xizmeta Gelê xwe û di vî warî da bi ser bikevim. Hûn bawer bikin ji min, ez pirr dixwazim ku rojekî bibim mêvanê hemû TV yên Kurd.

Wekî Kurdistan TV, Kurdsat, Zagros, heta Rojhilat, Komala, Tîþk TV û Radyoya jî. Eger di warê çand û hunerê da xizmetekî bidin min, ezê bi kêf xweþî xizmeta Gelê xwe bikim û bi vî yekê jî serbilind bim. Her wiha min Malpera Serhed Org-ê jî amade kir û ewê di xizmeta we da be. Ez hêvîdar im bi alîkariya we dost û hevalan emê ji gelê xwe ra xizmetekî baþ bikin. Hemû Kurd dikarin, Nivîsên xwe ji mera biþînin û emê biweþînin

Min ji zarokti ya xwe da li ba heqiyê ciyê xwe digirt:

Ji ber ku Heq navê Xweda yê Dilovane. Jiyana bê Kurdistaneke yekgirtî û azad, ji min ra wekî zîndan e. Qet hidûra min li vî welatê xerîb nayê. Hesreta Kurdistan’a þêrîn di dilê min da roj bi roj mezin dibe. Hûn bawer bikin ji min, ez dikarim bibêjim hesreta Welat di dilê min da bûye bi qasî Derya Wan’ê.

Dibistan, Zanîngeh û Zankoya Dengbêj û Bilûrvana Herêma Serhedê:

Mamoste û Þahê Me Hemû Dengbêja û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî û Kî Ne?

1. Þêxê Nêriya 2. Evdalê Zeynikê 3. Þêx Silê 4. Mistefayê Çiftborî 5. Mistefayê Heyran 6. Ferzê 7. Roso 8. Siloyê Gulê 9. Þakiro – Kewê Ribat 10. Hecî Sîno 11. Filîtê Aktepe 12. Feqiyê Qizqapanê 13. Hecî Ebdulkerîm 14. Sidîqê Zorava 15. Husêno 16. Zahiro 17. Sebrî – ji Gundê Xelê.

Ji Rojhilatê Kurdistan: 1. Birê ( Ji Gundê Conî ) Mamoste “ Birê ’’ jî di tayê Mamoste“Reso û Siloyê Gulê’’da ye.

Ji Baþûrê Kurdistan: 1. Mihemmed Arif Cizrawî 2. Tahsîn Taha 3. Mihemmedê Îbo.

Mêvanê dîwana dilê min kîne: 1. Þêxê Nêriya 2. Evdalê Zeynikê 3. Þêx Silê 4. Mistefayê Çiftborî 5. Mistefayê Heyran 6. Ferzê 7. Roso 8. Siloyê Gulê 1. Birê 9. Þakiro – Kewê Ribat 10. Hecî Sîno 11. Filîtê Aktepe 12. Feqiyê Qizqapanê 13. Hecî Ebdulkerîm 14. Sidîqê Zorava 15. Husêno 16. Zahiro 17. Sebrî 1. Mihemmed Arif Cizrawî 1. Egîtê Cimo þahê Bilûrê.

Bê guman van Dengbêjên wekî Fîlozofa, navê xwe di Dîroka Kurd û Kurdistan’ê da bi tîpên Zêr dan nivîsandin:

Birastî van Mamoste yên bi nav û deng yê wekî Fîlozofa, di dîwana dilê min da ciyê xwe yê herî mezin û rind girtine. Di nava baxçe yê min yê gul, sosin, nêrgiz û rihanan de ewê herdem bijîn û mêvan bin.

Bila li dû van box û berana tu kes medhê Dengbêjiya xwe nedin, ewê li erdê bimînin, xwe bi bihetikînin, rezîl û riswa jî bibin. Hinek li ser keda û renca van Dengbêjên mezin yên wekî Fîlozofa rûniþtine û dixun. Tu divêqê malê bavê wan e. Tew rojekî behsa wan jî nakin. Di TV yan da ez pirr rind diþopînim, tu kes wan bi bîr jî naynin. Eviya þermekî pirr giran e!

Birastî ez bi þev û roja bîst û çar saetan li dengê wan guhdarî bikim dîsa ez acis nabim. Mixabin ez qet rastê van Dengbêjan kesî nihatim, ji ber ku ez bi emrê xwe zarok bûm û zû ji welat derketim xerîbiyê. Þakiro berê pirr hatiye Gundê me, lê van salên dawiyê, êdî nedihat. Di dîwanê da çawa Kilam digotin, birastî tim ji min ra xem û xiyalin.

Ji ber ku min wan nedîtin, birastî ez gelekî xemgîn im. Lê min carekî di Roj TV yê de, dîmenên Þakiro temaþe kir, ji xwe ra jî kopî kir niha di arþîva min da jî hene. Min heta niha Gelek Stranê Dengbêjan jî kom kirin e, ji bo ku wenda nebin. Ez li kasetê wan digerim ji bo arþîvê. Ana bi Mamoste Zahiro ra jî têkiliyê min hene.

Þêxê Nêriya Helbestvaneke pirr mezin û binav û deng bûye, bi xwe Kilama negotiye. Lê belê Mamoste Evdalê Zeynikê pirr Helbestên wî xwendiye.

Bê guman van Dengbêjên wekî Fîlozofa, navê xwe di Dîroka Kurd û Kurdistan’ê da bi tîpên Zêr dan, nivîsandin: Ez dikarim bêjim, Dengbêjî, ji dîroka Kurd û Kurdistan’ê ya pirr kûr û dûr tê. Pêwîst e, tu kes ked û renca Dengbêjan ji bîra neke:

Mamoste Þakiro:

Bi taybetî dengê Þakiro li her çar aliyê Kurdistan’ê û Cîhan’ê belav bûye. Þakiro dema davêje qirikê û di xulxulîne wekî Kewê gozel diqaqibîne. Sewta wî wekî sewta Kewî nêr e. Di warê xulxulandinê da tu kes nikare bêje, ez Þakiro me. Þakiro di warê awaz ( miqam ) û lihev anînê da jî pirr serkeftiye. Ez bi rêya Têlefonê bi Mamoste Zahiro ra mijûl bûm. Mamoste Zahiro ji min ra got ku dema Mamoste Þakiro Kilam digot, mirov bi tevê Hesp û zînê xwe va di çû devê wî. Ew qas meþhûr bû. Rehma Xwedê li hemî Mamoste yan be.

Xwedî li Dengbeja derketin:

Sed heyf û mixabin gelê me qet li wan xwedî derneketin. Jiyana hemû ya çawa derbas bû, em dizanin. Eger ku gelê me zikat û sedeqeyên xwe bidana wan, dîsa ew nediketin wî rewþa xerab û xetere. Wekî em hemû dizanin ku ev Ziman, Çand, Huner, Wêjeya devkî ( Sözlü edebiyat ) heta Dîroka Kurd û Kurdistan’ê di saya serê van Dengbêjan da bê nivîs bi dev hetanî roja îro hatiye.

Gelê me di saxiya wan da tu qedr û qîmetekî nedan wan. Karapêtê Xaço di qisedanekî xwe da gotiye çil mîlyon Kurd nikarîbûn li yek Dengbêjekî xwe xwedî derbiketana! Sed heyf û mixabin ez dibêjim pirr raste!

Rojnamevaneke Kurd rojekî diçe cem Mamoste Þakiro, dixwaze bi wî ra hevpeyvînekî çê bike. Mamoste Þakiro dibêje, ez ji gelê xwe xeyidîme. Mamosteyê me hemûya Reso ji birçiya mir. Me ewqas ji bo Kurd û Kurdistan’ê xebat û xizmet kir, Kurd tu wextê li me xwedî derneketin. Aþik Feyselekî Tirka hebû, Tirka wî mezin kir û bi Cîhanê da nazkirin.

We ji me ra çikir? Ez çawa derê dilê xwe ji te ra vebikim û bi te ra hevpeyvînê çê bikim? Ez li vira bi hêsirê çavên xwe Mamosteyê xwe yên mezin, Evdalê Zeynikê, Reso, Þakiro û hwd. hemûya bi bîr tînim ji wanra rêz digrim. Rehma xwe dê li wan be ciyê wan Buhuþt be înþella. Ez ji zaroktiya xwe da li dengê Rehmetiyê Þakiro guhdarî dikim. Ez dikarim pirr rihet bêjim ku ez þagirtê wî me. Sed heyf û mixabin van Dengbêjên ku ez behsa wan dikim, îro dîwana wan wala maye.

Bêguman ciyê wan hemû ya vala maye û ez bawer nakim ku tu kes jî ciyê wan bigre. Birastî min pirr dengê mamoste Zahiro jî guhdarî kiriye. Ez dikarim bibêjim Zahiro jî di nava dilê min da ciyê xwe yê herî rind girtiye.

Dengbêj Zahiro çawa Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî tîne ziman:

Mamoste Zahiro dibêje bila werin pirsa hunera Ebdurehîmê Mûþî ji min bikin, bêjin Hunermendekî çawa ne? Zahiro ewê ji we ra bide salixê Ozan û Dengbêja ne. Zahiro gotiye Ebdurehîmê Mûþî him Þaîr e him Dengbêj e him Ozan e. Eger diha hûn zêdahiya wî ji min dipirsin? Bêþik Ebdurehîmê Mûþî Bilûrvan e.

Bi rêya Têlefonê min û Mamoste Zahiro me ji hevra Kilam gotin û min Bilûr jî, ji wî ra lêxist. Mamoste Zahiro li piþtî guhdarî kirina Kilam, deng û Bilûra min, Kilam avêt ser min. Ka bala xwe bidinê Dengbêj Zahiro çawa Ebdurehîmê Mûþî tîne ziman.

Mamoste Zahiro: Lolo bira min go çûm Almaniyê.. lo li devê gazê. Evrehîm bira welle dengê wî Bilûra te tê guhê min fena dengê.. lo Mey û Sazê. Heyran dengê birayê min îþev wisa kete guhê min, wisa li min xweþ tê, mîna qîrîna.. quling û qanzê. Lolo bira welle min îþev te gelek acis kirye, ez dikarim ji te ra bêjim êdî bese.. tu here razê.. neman neman.

Li ser van gotinên zêrîn yê Mamoste Zahiro, ez bitenê dibêjim Mamoste saeta te xweþ be. Di ser van gotinên zêrîn ra, êdî hewce nîne ku ez pesnê xwe bidim, ji xwe pesindayîn jî, ne ku karê mêr û camêra ye. Ez bi van gotinên Mamoste Zahiro, pirr þad û bextiyar û serbilind im.

Silav û rêzê min yê biratî ji Mamoste Zahiro ra:

Ez silav û rêzê xwe yên biratî ji dil û can, bi tevê hemêzekî gul, sosin, nêrgiz û rihanên Palaxa Mêrga Cello va, ji Mamoste Zahiro ra diþînim. Mamoste Zahir, tu di dilê min da pirr mezin, xoþewîst û pirr jî þêrîn e. Ez hêvîdar im ku emrê te wekî ava Çemê Firat û dîcle yê dirêj be û wî dengê te yê zîr û zelal li dinê be. Rêza 16. mîn Mamoste Zahiro got min dayne. Bê guman eviya jî, tê wateya mezintî û dilnizmtiya Mamoste Zahiro!

“Wesyeta Mamoste Zahiro, çar rêzên Zêrîn:

1. Ji dîwana mere xana. 2. Fehmê xwe hilnede ji heywana. 3. Berê xwe bide dîwana mezina, Helbestvana, Dengbêja, Ozan û Bilûrvana 4. Guhê xwe bide gilî û gotinê box û berana’’.

Gilî û Gazinê Mamoste Zahiro:

“1- Welatê me Serhed e, pez derket e van Zozana. Bihare Welatê me Serhed e, xelqê Welatê me derketin Zozana. Werin rûnên ez ji we ra bidim salixê Þaîr û Dengbêj û van Hozana. Piþtî ku îro e’vana Dinya xwe guherandin. Îja hela werin binêrin li piþtî van Þaîr Dengbêj û Hozana.

Li gelek ciya hinek rûdinên di qariþî camêra da qet guhê xwe nade dengê van Dengbêj û van Hozana. Qet nayê bîra tu kesî emegê van Dengbêj û van Hozana. Îro jî li ser keda wan rûniþtine bi bîra xwe naynin. Bira Felek mala te mîrat be, te çima li me qedandiye koka Þaîr û Dengbêj û Hozana?

2 – Bihare êlê barkir mal çûn Zozana. Min bala xwe dayê gel derketiye li ser bana. Min dêna xwe dayê ji êvarê hetanî sibê, tê hokinê Þivan û Berxivana. Hela kekê ez îro bala xwe didimê mala Felekê mîrat be, yaho qe îro di mahdenê da tuneye dengê van Þaîr û Dengbêj û Ozan û Bilûrvana? Ê Xwedê bi qencî û xirabî tu kesî nexe ser zar û zimana.

3 – Ez bi Almanyê diketim wa bi dare. Li me tê sura sibê bêhna bayê sare. Eva çi îþe ev çi þuxule ev çi kare. Mirov bi sermayê xelqê nabe tucar e? Ha eger tu nikarî nede piþta xwe wî bar e?

4 – Kanê ew dem û dewrana te yê berê
Kanê ew çavê teyê wek fenerê
Kanê ew aqil û gotinê te yê wek tefterê
Ez îro bala xwe didimê ku mînanî rengê
Hukûmatê embargo dane serê

Kanê ew dem û dewrana te ya xweþ
Kanê ew çavên belek, ew zaravê te yê þêrîn
Ew simêl û porê teyê reþ?
Evrehîm bira, bila êdî qe kes pesnê xwe nede
Emir ji deha berjêr bûye maye þeþ!’’
Gotin: Mamoste Zahiro: Komkirin Ebdurehîmê Mûþî

Kilama Evdalê Zeynikê li ser Surmelî Memed Paþa gotiye:

Wexta ku Ziya - Ejderha li Surmelî Memed Paþa dixe û wî nivkuþtî dike. Evdalê Zeynikê diçe ji bona Surmelî Memed Paþa û li ser wî di bêje: Ez çûm Xozanê bilind ciya’’.

Ji vira wêda “Mamoste Zahiro: Min dî Surmelî Memed Paþa ji wêda hat li nava çavê xwe dixist digiriya, mala felekê mîrat bibe, Surmelî Memed Paþa bavê Evla Begê li Xozanê bû kuþtiyê destê Ziya, ji min ra got Evdal yeqîn ez dimrim? Min serê wî li ser çoka xwe danî. Ji min ra got; Evdal bibêje tu wekî Melakî donzdeh Îlmî? Min jê ra got hata ruh ji devê wî kiþiya? Wexta ku ruh ji devê wî kiþiya. E wî bi min ra pirr emeg dabû. Di dewsa hêsirê avê da xwîn ji çavê min rijiya. Ro li ber ava bû, min dî perde hate ser çavê min îþiq ji ber çavê min biriya. Mamoste Zahiro lê zêde kiriye”.

Ji vira þûnda: “Mamoste Evdalê Zeynikê gotiye: Ez bûm fena paza ku gur bigre, mame li dû bira û keriya. Ez li vî welatê xwerîb bûme fena Teyrê ku ji refê xwe qetiya. Ew mirovên di ba min ra derbas di bûn, herçî kesê ku ji zimanê min fehm dikir, gêrî li min vegeriya. Gotin bese hafiz bibêje te cîgerê me þewitand kezebê me heliya?

Bi milê min girtin ez birim odê camêra, min dî li jorê bû pirqe pirqê lawê nekesa bi mi keniya. Ji min ra gotin Evdal te wenda kirî yekê mîna Surmelî Memed Paþa, êdî ciyê te li jorê nema, di dîwana da kes êdî cî nade te. Wê gavê histûyê bavê te xwar bû bi ser gopalê wî da, di nava sol û þekalê xelqê da, lawo ez mame li piþt deriya”. Li ser van gotinên Zêrîn ez bi tenê dibêjim sed heyf û mixabin Mamoste Evdal.

Ramanê Ebdurehîmê Mûþî li ser Dengbêj û Bilûrvana:

Li gorî bawerîya min Dengbêj û Bilûrvana diwarê çand û hûnerê da þeqila - mora xwe li Dîroka Kurd û Kurdistan’ê xistin, þanenav ( îmze ) jî kirin. Ew hemû wek Fîlozofa bûn. Hiþê wan ango bîra wan, wek Computerê bûn ( bîlgîsayar ). Mixabin îro em dizanin ku kes êdî behsa wan jî nake.

Yek Aþik Feyselekî tirka hebû tirka wî bi qasî çiyayê Agiriyê mezin û bilind kirin! Gelo çima em li van Dîrok zan, ziman zan û Mamoste yê xwe yên birêz û hêja xwedî dernakevin û wan bi bîr naynin? Ewiya ecêbekî pirr giran e, þermekî zehf mezin e!

Dengbejî çiye, çi di Dengbêjiyê da heye û Dengbêj çi tînin ziman:

Bi kurtî: Bê guman mirov dikare bêje, Dengbêjî di dema xwe da TV, Radyo, Çand, Huner, Dîrok, Dibistan û Zanîngeha Zimanê Kurdî bû. Bê þik Dengbêja hetanî roja îro bê nivîs bi devkî ev Dîrok û Zimanê Kurdî parastine û hetanî vira anîne. Pêwîst e, hemû Kilamên wan werin Çapkirin, ji bo ku wenda nebin û ji holê neyên rakirin. Dujmina bi her tiþtên me lîstine, lê bi tenê nikarîbûn ku bi Kilamên Dengbêja yên Kilasîk bilîzin. Ji ber ku Dengbêjî karê her kesî nîne û her kes nikare wî sitîla Dengbêja bikar bîne.

Eger ji Dengbêjan neba, ji sedî sed milletê me niha bi gelemperî asîmle bibûn. Ji ber ku dagirkera hemû mafê milletê me çopandin ( gasp kirin ) û qedexe kirin. Ji xêncî wî jî Dibistan û Zankoyê Kurdî tune bûn, kesî bi kurdî nedixwend. Ji aliyê dinda þansekî me yê pirr mezin hebû ku Zimanê Kurdî Zimanekî pirr dewlemend e, bi kok û ji dîroka kûr û dûr ya herî kevn û kevnar tê.

Di Dengbêjiyê da bax, baxçe, rez, bostan, mêrg, çayîr, çîmen, deþt, zozan, gund, bajar, çiya, gaz, bêlan, çem, newal, mesîl, þax, derya, dehl, daristan, gor, goristan, kevir, zinar, þêr, piling, teyrê baz, teyrê tawiz, kew, kaw, qaz, quling, pezkuvî û hwd. Sêv, porteqal, xurme, hêjîr, zebeþ, qawin, gilor, petêx, þemamok, þimamok û hwd. Gul, çîçek, sosin, rihan, nêrgiz, lîloz, û hwd. hene.

Dengbêj þeref, hesyet ,namûs, ol, ax, xak, Kurdistan, yekîtî, sitemkarî, zor û zext, destdirêjî, nefî kirin, nijadkujî, komkujî, kuþtin, lêdan û îþkence kirin, 29 qiyam û serhildanên kurda, þewitandina 4500 Gundê Kurda, penaberî, bi darê zorê koçber kirina 9 -10 mîlyon kurda û hwd. tînin ziman. Ji xencî wî evîndarî, hezkirin, bêrî kirin, dilþewatî, medh û pesnê Serok û rêbera, egît û mêrxasê ku ji bo kurd û Kurdistan canê xwe feda kirin tînin ziman.

Ez dibêjim: Bimre koletî, bimre îxanet, bimre dagirkerên Kurdistan, bijî yekîtî û biratiya me milletê mazlûm û Kurdistan. Dengbêj derd, kul, êþ, jan, hesret, keder, bindestî, axîn û nalîna milletê sitembar ( mazlûm ) tînin ziman. Lewra ez dibêjim: Kî qedr, qîmet û ciyê Dengbêja nizanibin, li gorî baweriya min ew tu tiþtekî ji dinyayê fêhm nakin û pirr jî nezanin. Loma ez dibêjim her Dengbêjekî wekî Zanîngeh û Zankoyekiye.

Dengbêj û Hozanên din:

Ehmo yê Bêrtî, Sido yê Baxçe, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, Mehmût Qizil, Salihê Qubînê, Cahît, Þemsedîn, Huseynê Omerî, Xidirê Omerî, Kazo Þivan Perwer, Delîl Dîlanar, Aydîn,Marûf, Sîpan Xelat, Hozan Þemdîn, Kawa, Diyar, Xelîl Xemgîn,Þeroyê Biro, Mirado, Welat, Dilþêr Kurdistanî, Birîndar, Salar, Eyþe Þan, Merziye Rezazî, Meyrem Xan, Îran Xan, Besê, Fatê, Delal û hwd.

Her wiha ez hemû Dengbêjan bi bîr tînim, ji wan ra rêz digrim. Yên çûne ser dilovaniya Xwedê, ez ji wan ra rehma Xwedê dixwazim. Yên sax in Xwedê saeta sax bide wan. Dengê wan tim û tim li dinê be. Mixabin ez hemû Dengbêjan naz nakim. Herçiyên min ji bîra kirine bila li min biborînin.

Ez bîranînekî Dengbêjekî ji we ra binivisînim:

Dawetekî çê dibe, gazî Dengbêj dikin, Dawet mehekî berdewam dike. Dema Dawet diqede Dengbêj bi hawakî perîþan tê malê, kincê xwe derdixe, kincê wî tije sipih û riþk bûne, canê wî ji qirêjê reþ bûye. Ji jin û zarê xwe ra dibêje, eva mehekiye, ez Strana dibêjim li Dawetê. Xwediyê Dawetê an jî yekê din fehm nekirin ku kincê min biþon an jî bêjin serê xwe biþo. Êdî sond dixwe naçe Dawetê dûr û bi þeva nasekine.

Carekî din ez hemû Dengbêjên bi nav û deng bi bîr tînim. Ji wan ra rêz digrim. Bi rastî Dengbêj bi meha mirov behsa wan bike naqede. Eger min di vî jiyana xwe da behsa wan, nekira, bi rastî dilê min rihet nedibû.

Ez birîndarê Kilam û Awazên Dengbêja, nalîna Bilûr’ê Bilûrvana lorîkê çavê Dayika û Kurdistan’a bin dest, Welatê Serhedê, Zozanê Þerefdînê, Deþta Mûþ’ê, gul û sosin û nêrgiz û rihanê Palaxa Mêrga Cello, wan kaniyê avê sar û cemidî, çem û çavkanî ya me.

Nalîna dilê min Bilûr: Min gelek Bilûrvana naz kirin û bi wan ra Bilûr jî lêxist:

Ji Radyoya Êrîvanê: 1. Egîtê Cimo Þahê Bilûrê.

Bilûrvan ji Gundê me Sihag’ê: 1 - Ebdurehîmê Mûþî 2 - Xalê min Hecî Mehmûd 3 - Salih bira yê wî 4 - Þavedîn kurê wî 5 - Ebdulkerîm bira yê min. 6 - Sîracedîn pismamê min. Ji Deþta Mûþ’ê: 1 - Þemsoyê Xorongê 2 - Senoyê Mêxdiyê. Ji Mûþ’ê Baxla Mêlik: 1 - Eylo 2 - Hecî Mehmûdê Çîçê 3 - Hecî Behlûl 4 - Kemal 5 - Salih. Ji Gund’ê Mûþ’ê Baxçe: 1 - Kino 2 - Abid. Ji Roj TV yê: 1 - Casim 2 - Yasîn. 3 - Memo. Ji Qerejdaxê: 1 - Heso yê kinik 2 - Elî 3 - Muhyedîn. Ji Wêranþehr’ê: 1 - Xalit. Ji Bêrtî ya: 1 - Feqî Kuçuk 2 - Zoro.

Dîroka Bilûrê ji ku tê û Bilûrvan çi tînin ziman:

Bilûr Amûrekî Muzîkê ye û ji dîroka pirr kevn û kevnar ya Kurd û Kurdistan’ê tê. Bi taybetî Bilûrê di Çand û Hunera Kurdî da, cîyê xwe yê herî balkêþ û mezin girtiye. Bi sed salaye, ji aliyê Bilûrvanan de, deng û awazên Bilûrê tê pêþkêþ kirin.

Bilûrvan jî wekî Dengbêja, derd, kul, êþ, keder, hesret, axîn û nalîna li nava dilê milletê bindest tînin zimanû wî panzehîra li nava dil û hinavê milletê me didin derva. Bê guman bi pirranî Bilûr ji sedî 90-95, Þivana bikaraniye. Ji xêncî wî jî, Bilûr ji Þivana ra him heval bûye him jî sebrekî pirr mezin bûye. Esas ew nalîn û kalîna Bilûrê ji destê feqîriyê û bindestiyê tê.

Bê guman eger ji Bilûrê neba ji xwe ez bawernakim ku ew þeþ mehên nîvê salekiye biqediya. Ji ber ku Þivanên reben li serê Çiya û baniya birçî mane, nexweþ ketine, li ber þiliyê û serma û seqemê mane. Ji ber vê yekê Þivana pê Bilûrê derd, kul, keder, êþ, jan û ewî panzehîra li nava dil û hinavên xwe dane derva Lema dengekî wisa bi bandor û xweþ ji Bilûrê derdikebe. Ew deng jî, ji nava dil û cergê Bilûrvanan derdikevin. Ku wisa neba, bi taybetî li ber sur û seqema Welatê me Serhedê, ewê pirrê Þivana bimrana.

Van Bilûrvanên min bi nav kirin, sirf ana yê tên bîra min evin. Lê wekî ez pirr, rind, dizanim ku bi sedan Bilûrvan hebûn li Kurdistan’ê. Ji vana jî mixabin gelek ji wan çûne ser dilovaniya Xwedê. Ez ji yên mirî ra Rehma Xwedê dixwazim. Ji yên sax ra jî, saxî û silameti yê dixwazim û silav û rêzên xwe diþînim ji wan ra.

Ez bîranînekî Bilûrvan Hecî Mehmûd ji we ra bînim ziman:

Sala ku li Herêma Serhedê gîha ji bo debik û debara sewalan - heywanan hindik ba, wê salê pez dibirin aliyê Ruhayê. Hecî Mehmûd salekî pezê xwe dibe Siwêrekê. Li wir rastê þivanekî tên. Bala xwe didinê þivan Bilûrê lê dixe. Evana rind li þivan guhdarî dikin, þivan gelekî Bilûrê lêdixe û disekine. Hecî Mehmûd dibêje ka Bilûra xwe bide min ez jî hinek Bilûrê lêxim? Þivan dibêje fermo û Bilûra xwe dide wî.

Eviya dest pêdike, dilorîne û zarînê bi Bilûrê dixe. Çar pênc heb miqamên xwe lê dixe, îcar dest bi miqamên þivan dike, du sê heba lê dixe. Zora þivan diçe, þivan çêrê xwe dike, dibêje tu êdî bi Bilûra min Bilûrê lênaxe. Hecî Mehmûd ji ber ku Bilûra wî bi wî ra nebû, heta biharê vedigerin tên Gund, wisa wan miqamên þivan bi fîtikê lêdixe, ji bo ku ji bîra neke. Bilûrvanekî pirr meþhûr bû. Di piþtî çûyîna Hecê ra êdî Bilûr terikand. Niha çûye ser dilovaniya Xwedê. Lê kurê wî Þavedîn hîna jî Bilûrekî pirr xweþ lêdixwe.

Ebdurehîmê Mûþî: Ez ji teyra teyrê per sipî me. Ez wekî gul û sosin û rihanê Þerefdîn û Bîngol’ê li etegê Qerejdaxê çavreþiyê, ez wekî mêrga þîme. Lawo navê min Ebdurehîme, ez ji hunera xwe ra wekî marê tî me.

Silav û rêz !

Elmanya, 28.03.2007
Ebdurehîmê Mûþî
dengbej@hotmail.de
Alýntý [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

__________________

Bu mesaj en son " 04-05-2007 " tarihinde saat 06:51 PM itibariyle rojekanu tarafýndan düzenlenmiþtir....
rojekanu is offline  
Eski 24-04-2008, 01:30 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: hadi ordan......
Mesaj: 29,509
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 95154
Rep Puaný : 9512351
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan


jı bo wê mıjara gırıng pır spas rojekanu+

__________________
MÊVAN is online now  
Eski 27-10-2008, 10:33 AM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Apr 2008
Konum: Barýþýn ve Özgürlüðün Daðlarýna Yürüyorum Ýþte!...Yiðitsen Uslandýr Beni???????
Yaþ: 70
Mesaj: 1,899
Üye No: 300876
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 79913
Rep Puaný : 7991125
Rep Derecesi
Lalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond reputeLalê Bêziman has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gerçektende sesi süpermiş şimdi dinliyorum yeni öğrendim...

heval gelek spas ji bo keda te... ezÊ rojekî li ser dengbêjan binivsînim... dengbêj rih û canê minin....

__________________
Lalê Bêziman is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Bütün Kürt Sanatçý Ve Gruplarý RojA SoR Kürtçe Albüm Tanýtým 180 Dün 09:39 PM
Dengbêjlerimizden Bazýlarý achar Biyografi 31 09-08-2008 11:11 PM
Dengbéj Geleneðinin Sonu ya da Bu Geleneðin Son halkasý : Reso kawaberitan Sýnýrsýz Muhabbet Burada 17 13-02-2008 05:32 PM
Hunera Axaftina XweÞ Û NivÎsandina Rind heci Çandi Giþti 34 05-10-2007 12:02 PM
Bir dil yara baðlarsa rojaberza Genel Kültür 2 06-03-2007 09:24 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:02 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.