|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Li alî baþûr çemê erez û çîyayê Bîngolê, li bakur text ê kotana û çîyayê paltokan, li rojhilat topa qulê û kanîya Vizê, li rojava gêra bavê û di binîde avekî zirav û dirêj diherike nava pêlên erez. Di vê çarehêlîde,di nava gul û sosinanda xemilandî, gundekî piçûk, 10 mal û þirîn,navê gund Xindeqa ku di nava dilê wirde jî avekî sarê cemidî ku bi navê kanîya jêr ji bin erdê dikele. Dema ku mirov zebeþ ên Dîyarbekir ê davêje nav, tîþ lê dikeve û kerî dibe. Li çîyayê Bîngol ê û li paltokan heyanî derengîyê buharê belekîyên berfê xwe nîþan didin û pêre hênûkahîya bayê Serhed ê ji kurahîya derya stranan qêrîna Evdalê Zeynikê dihanî û digihînand Husê Pûlo, Þahê dengbêjan Reso û hostayê deng û peyvan Þakiro ku di klasîk ên Kurdî de bûye Ekolekî. Di nava vê ahengêde sal 1962 Aydin li dunyayê çavên xwe vedike.Livir tiþtekî gellekî balkêþ heyeku ewjî dayîka Aydin dibêje "Demaku Aydin di hemla mindebû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam"Aydin jî vîya ewha þîrove û henek an dike û dibêje; "Kî dizane belkîjî min ew çax stran gotine"Ew der nayê zanîn lê; tiþtê ku tê zanîn Aydin di heft salîya xwede,kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û þevên zivistanê jî dirêjin,civat tim hene herwihajî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna þexsîyeta mirovane,gelekî bi rûmetin ji berku civak bi her cureyî liwir xwe nîþan dide,di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê.Evîn a [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], Klam a [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] di wan civatande tê pêþkêþkirin. Aydin di wan civatande klam a kalikê xweyê Keremê Qolaxasî ku ji dengbêj Þakiro hilgirtibû; Þakiro gelek caran hatibû mêvandarîya wan û tesîrekî mezin li ser Aydin çêkiribû û herwiha guhdarvanê Radio a Êrîvan ê jî bû dengê Meyrem Xan û Mihemed Arif Cizrewî di wê qutika ji sêr ê de guhdardikir lewmajî þerbet a stranan li hemî laþê Aydin belav bibû û di govendadajî stran a Bejnê ku ji Enwer ê bavê xwe hilgirtibû digot... 1971 Aydin 9 salîye;Þerîf, Kerem, Aydin, Mihemed, Hecî, Ekrem 6 pismam bi hevre dest bi xwendinê dikin û bi Tirkî pewerde dibin. Di gundê wande dibistan tune lê ew havîn,zivistan di bin berfê û bahozêde di çengekîde sergîn, ji bona ku di sobêda biþewitînin her zarok ji mal a xwe sergînekî dibir dibistanê. Û di çengekîdejî çente, her roj 5-6 km dûr diçûn gundekî din ku navê gund Þemê ye û dizîvirîn. Di nava wan pismamande yê herî zeîf û piçuk Ekrem bu.Ekrem gelek caran di rêyande diqefilî û wî bi dor piþt dikirin û dibirin. Çenteyekî Aydin ê sî hebû ku xalê wî ji Almanya jêre þandibû.Demaku bi qîyameva hildikiþîya,wî çente hildigirt lê ku bi jor diket çente wî heyanî jêr diþiqitand carnajî di deleva srgînde tepik dibir,tepik hem sivik bû hemjî zû diþewitî û hemji demaku Aydin bi jorê diket tepik bi derbijêrve tilor dikir tepik ê wî berê wî diçû dibistanê eger hevalan pêþî li tepik bigirtana wanê bavêtaba sobê lê carna tepik xwe nedida dest û heyanî nava ava Þemê yek derb diçû Aydin ji ber vê sedemê gelek caran ji mamoste yê xwe lêdan dixwe zivistananjî tim wiha derbasdibû.Aydin êdî zimanê Tirkî jî hînbibu û di hemî þahîyên dibistanêde tim Aydin stran digot.Mamostekî Aydin hebû navê wî Dursun Çelik bû û tembûrekî baþ lêdixist cara yekemîne ku Aydin tembûrekî dibîne û dengê wî dibîhîze û ev dengajî wek stranan li mêjîyê Aydin hukumdike. Mamoste ji bavê Aydin re dibêje"Ka ez Aydin bixwere biherim Enqere ê li wir biþînim dibistanekî mûzîk ê ez bawerim ku wê hunermendekî baþ jê derkeve"lê bavê Aydin qebûl nake ji berku naxwaze di wî temenê piçûk de bi tenê biþîne. 5 sal li Þemê,li "Iþiklar Köyü Ilkokulu" bi wîhawî diqede. 1975 Aydin diçe Mûþ ê cem apê xwe,li wir di Mûþ Lisesi de dest bi perwerde a navîn dike lê di serê wîde ji xeynî stran û mûzîk ê tu tiþtek nîne.Li vir dîsa tiþtekî ku nayê ji bîrkirin heye;Evdilbaqî yê bûrayê apê Aydin tembûr lê dixist ku mamosteyê Aydin ê tembûrê ku perdên tembûrê herî ewil pê da nasandin û strana"Þu Sazýma Bir Düzen Ver"nîþanî da ewe. Aydin tim tembûr a wî ji dest digirt û ewjî aciz dibû.Dîsa êvarekî ku serê sibê li dibistanê,di ders a matematik de bi nivîsî îmtîhan heye.Aydin ders a xwe nexebitî,heyanî sibê li ser tembûrê stran a "Burasi Muþ tur" xebitî û serkeftî jî bû lê serê sibê li dibistanê di ders a xwede jî zeîf girt.Guhdarvanê radio ê gelekî baþbû,ji radio ê pir hesdikir û radiokî wîyê piçûk tim hebû; dixwest bibe hunermendekî radio ê. 1976 perwerde a navîn di sinifa 2.daye rojekî dibîhîze ku di radio a Erzirom êde pêþbirk heye,bê xebera dibistanê û malbatê dide rê û diçe Erzirom ê lê wî qebûl nakin ji berku temenê wî piçûke ewji dikeve nava xebatekî hewl dideku salên xwe mezinbike lê liwir serkeftî nabe herwiha qasî heyvekî ji dibistanê dûrdikeve wê salê di 4 dersande dimîne îmtihanan lê dixebite û di wan dersên xwedejî derbas dibe. 1977 Aydýn navê Stembol ê nû bihîstîye,difikire,qerara xwe dide,zêr ekî dayîka xwe digire û berê xwe dide Stembol ê. Cara yekemîne ku dikeve nava jîyana metropolekî mezin.Li wir rastê Meþ a mezin, meþ a 1 Gulan ê tê û tevliwî meþ ê dibe dîsa cara yekemîne ku beþdarî çalekîyekî dibe û ewqas însanan li cem hev dibîne.Di wê meþêde 36 kes têne kuþtin û Aydin matmayî dimîne tu maneyekî nade wê rewþê û ew roj jî li jîyan a Aydin tesîrekî mezin çêdike. Aydin êdî dibe xweyî fikrekî sîyasî,fêrî slogan a"Kurdara azadî"dibe, stranên sîyasî dibêje lê bi zimnê Tirkî distirê.Aydin li Istanbul ê di nava vê jîyanêde 2 salan dimîne. Rojekî li meydan a Taksim ê ye; dengekî tê guhê wî, xwe li deng digire,diçe guh didê,dengekî bilind, zelal, bi hêz, bi Kurdî distirê dibê, "Gula baxçê we ka"Li wir hîndibe ku ew Þivan e. Aydin kasêtekî dikire û diçe tim wê kasêt ê guhdar dike.Herwiha hunermend ê Kurd Þivan Perwer jî;bi taybetî bi stranên Kurdî ên politik,di jîyan a Aydin a hunerîde xweyî tesîrekî mezine û dîsa ku bi eslê xwe Ermenî ye lê emrê xwe daye musîk a Kurdî;dengê hunermendê mezin Aram Tîgran jî di wê demêde nasdike û gelekî di tesîrêde dimîne. 1979 Aydin vedigere welat û dîsa di Mûþ Lîsesî de dest bi xwendin ê dike.Aydin di lise 2.daye derbe ya 12 îlon ê çê dibe, piþtre Aydin dev ji xwendinê berdide û diçe Izmir ê cem bapîr a xwe,nêzikê salêkî li cem bapîr a xwe disekine.Bapîr a Aydin jêre tembûrekî dikire ku evjî di jîyana Aydin de dîyarî yekî herî mezine ji ber ku cara yekemîne ku dibe xweyî yê tembûrekî herwiha Aydin xwe bi xwe dixebite ku hînê tembûr ê be.Aydin ji Izmir ê diçe Stembol ê dixwaze kasêtekî çêbike.Tiþt ên ku nafikire derdikevin pêþ wekî:An tu ê bi derfet ên xwe çê bikî û bê þert teslîmê þîrketekî bikî,an 4-6 kasêt bê þert û þûrt ji wanre îmze bikî û herwiha.Aydin ev rewþa han bi tevahî red kir û vegerîya welatê xwe lê dîsa xebat ên xweyên li ser stranên gelêrî û beste yên xwe berdewamdike û repertuar a xwe roj bi roj brfireh dike.Aydin strana xweya yekemîn,1976 ande li Xindeqa di nava mêrg a wande Pir a Mardo heye ku Aydin li ser bi ziman ê Tirkî stran çêkirîye bi navê "Mardo Köprüsü" 1982 Aydin bi dilketîya xwere dizewice,1984 ande diçe eskerîyê,li eskerîyê bi 15 Tebax ê dihese û herwiha 15 Tebaxêjî di jîyana Aydin de xweyîyê tesirekî gelekî mezine.1986 Eskerî diqede lê li virjî tiþtekî gelek balkêþ heye;Stranekî hebû bi navê"Baðrýmda Bir Ataþ Yanir/Gün Geçtikçe Alavlanir"Gotýn ên vî stranê tenê li ba komîtanekî hebû lê rojaku Aydin teskere girt,ew roj ew komîtana ne li wir bû Aydin ji bona ku gotinên wê stranê bigire,2 rojan li hêvîya wî komîtanê sekinî herwiha jî piþtî ewqas hisretî 2 roj dereng vegerîya malê ku evjî evîn a Aydin a strana ye. 1987 Aydin dîsa berê xwe dide Stembol ê di dersxane a hunermend ê Tirk Yavuz Top de demekî ders ên solfej distîne,dixwaze nota jî hîn bibe,duzen a baðlama yê lý wir nasdike.Aydin di wê salêde kasêtekî bi zimanê Tirkî çêdike bi navê"sevdalim"ku ji 14 stranan pêk tê. 8 stran yên Aydin bixwene,4 stran gelêrî, stranekî yê hozan ê Tirk Pir Sultan Abdal û stranekîjî yê hozan ê Tirk [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] ye. Bi [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] re peywendîyekî çêdike, dide wana û dîsa vedigere welat.Piþtî çend heyva navê iflas a Ses Plak ê derdikeve herwiha kasêt belav nabe.1988 li Xindeqa Aydin dadikeve çemê Erez nêçîra masîyan,li vegerê zarok direvin pêþîyê û dibêjin"Mizgîn ji tera êdî tu bûyî bavê zarokekî keça te çêbû.Aydin gelekî þa dibe,navê keça xwe Evîn lêdike(04.04.1988/Xindeqa)ji berku Aydin bi evîna xwera zewicîbû. 1989 Aydin tevî malbata xwe bi mêvandarî diçe Mûþ ê mala xezûrê xwe û liwir tevî hevalên xwe yên dibistanê"Mutluk û Sadullah" derdikevin turekî; [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]; dîsa mizgînîya bûyîna keçekî didinê (Þemal 15.09.1989/Mûþ) Piþtre malbata xwe digire û vedigere Xindeqa û diçe Erzirom ê liwir büroyekî sigorteyê vedike, demekîjî bi vî awayî derbas dike. 1990 Aydin li Tekman ê di Navenda Perwerdeya Gel "Tekman Halk Eðitim Merkezi"de dikeve nava xebatekî çandî û liwir koroyekî mûzîka gelêrî ku ji 57 kesan pêk te avadike, qasî salekî xebatên xwe berdewam dikê, bi wê koroyê li herêmê tevli gelekî konseranjî dibin û herwiha ji bo cîwanên herêmejî xebatekî gelekî balkêþ tê nîþandan. 1991 li Xindeqa kurekî Aydin çêdibe (Zana 16.06.1991/Xindeqa) Di wê salêde li Tekman ê navenda navçeya [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] (Partîya Keda Gel) tê damezirandin û Aydin jî dibe endam. Dîsa di wê salêde li Tekman ê bi ser qereqol a polêsande roketekî tê avêtin û dengê gerîlla li Tekman ê belavdibe,karê Aydin ji dest tê girtin,Aydin li Erziromê ji alî tîmên taybetîde tê biçavkirin û bi mirinê te tehdîtkirin,piþtî fersendekî Aydin ji Erzirom ê derdikeve diçe Izmir, Bursa, Stembol, Enqere li wan dera demekî disekine.... 1992 Meha adar ê Aydin rêya xwe hîn dirêjtir dike,jixwe jîyana wî bi tevahî di rêyande derbasdibe ger mirov bipîve bi milyonan km dike herwiha Aydin derdikeve Almanya û li Dortmund ê dibe penaber. Aydin li Dortmund,Bochum,Essen,Hagen,Hamm bi tevahî dikeve nava xebat ên çand û huner a Kurdî,li wê herêmê Ekîbekî tê çêkirin bi navê [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]; xebatên Musîk, Folklor û Þano yê bi hevre dimeþînin. Bi navên Komelan û Hunerkom ê xebata xwe dimeþîne bi her awayî di nava xebatên çandî, wek konseran, þevan, dawetan û çalekîyande cîh digire piþtî 2 salan Aydin ji Koma Xebat diqete.... 1994 Li bajarîê [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] ê Koma Helîm Dener avadikin û Li bajarê Dortmund ê bi navê International Konzert Albumekî çêdibe,Aydin di vê albumêde 4 stranan dibêje ku 2 stranên xwe û 2 stranjî gelêrîne.Bivî awayî Aydin 3 salûnîv bi tenê li herêm a Sauerland li Neheim-Hüsten dijî...1995 Aydin bi awakî gelek zor û zehmet tenê xanima xwe dikare bîne,êjarjî 3 zarokên wan li welat dimînin,piþtî demekî zarokên xwejî tîne û herwiha piþtî ewqas zulm û zorî,bi malbatî xwe digihînin hev... 1996 Li Neheim-Hüsten Keçekî wan dîsa çêdibe(Xerîb 01.02.1996/Neheim-Hüsten)lê li virjî tiþtekî balkêþ heye ewjî dewlet a Almanya; çawa dewletekî demokratîke ku navê Xerîb ê bi Kurdî qebûl nakin.Aydin vê rewþa hanê digîhîne rojanmê û ev rewþ a hanê ecêb tê weþandin,piþtre navê Xerîb ê tê nivîsandin. 1998 Aydin mala xwe dibe Berlin ê û li wir bi Akademîya Çand û Hunera Kurdî þaxê Berlin êre xebatên xweyên hunerî,bi tevlêbûna wek konser,þahî,dawet û çalekî yên ku li her derê Almanya û li gelek welat ên Ewropa yê berdewam dike. 1999 li Berlin ê dîsa keçekî Aydin çêdibe (Dîrok 04.06.1999/Berlin) 2001 Bi navê Þevbêrka Dengbêjan albumekî ji alî Mîr Mûzîk te tê çekirin û di vê albumêde cîh didin 2 stranên Aydinjî. 2002 Aydin di jîyan a xwede piþtî 30 salên xwe dabû stranan;cara yekemînek u ewqas bi heyecan dibû xweyîyê albumekî bi navê "Bêje"lê tiþtek hebû, Aydin tu caran qîmet û rûmet neda kariyer û pîyas ê lewmajî pîyase nefikirî.Tenê ji stranan heskir, ji stranan re xebitî û tim stra.. 2003 Îrojî di nava dilê Aydinde wek kurahîya behra Wan ê bi hezar an stran hêlîn kolane û wek guþe guþa çemê erez jî diherike Ji bo Aydin jîyan eve.Hîna bi sazîyên Kurdan re di nava xebatandaye,endamê Yekîtîya Hunermend ên Kurdistan ê ye,Hîn xurttir li ser Klasîk ên Kurdî,stran ên gelêrî û herwiha liser beste yên xwe xebatên xwe berdewam dike û hînajî li serokbajar ê Almanaya ê li Berlîne jîyana xwe didomîne. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Hozan Aydin Hunermende ki pîr hêja u delale.. werên em qiymet bîdîn Hunermendê xwe.! Spas ji bo Nivîsa te Hevalo
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Hozan Þiyar Farqini | akilles | Sanatçý Tanýtýmlarý | 3 | 20-01-2008 02:20 PM |
| hozan þiyar | Azad | Kürtçe Albüm Tanýtým | 8 | 29-12-2007 05:07 PM |
| Hozan Cane (ropörtaj) | Ersin | Müzik Sohbet | 0 | 10-03-2007 12:31 AM |
| Hozan Aydin Korkmaz Þarki SÖzlerÝ | Ersin | Kürtçe Lyrics | 2 | 08-03-2007 01:06 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.