Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Þarký Sözleri ve Sanatçý Tanýtýmlarý > Sanatçý Tanýtýmlarý

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 26-03-2007, 11:38 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,830
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 9056
Rep Puaný : 904729
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan Osman Sebrî 1905 – 1993




Osman Sebrî
1905 – 1993


Di destpêka çerxê bîstan de , hoza ( Mirdîsan ) bi serokatiya Sebrî Axa di nav kuntarên çiyayê ( Bêllî: Nemrûd ) de , ji sedê salan ve dijiya .
Ew çiyayê ku dikeve navbera bajarên Malatiya , Orfa , Siwêrek û Adîyemanê de ; gundê ( Narincê û Xêþtûrê ) ji vê hozê re wek paytextekê dihatin naskirin , çiko cihê rûniþtina Axayê wan Sebrî Axa bû ; ev her dû gund jî girêdayî bi qeza ( Kextê ) bûn ji wîlayetên Adîyemanê ...
Di roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li þûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Þikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan þanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêþerayan re .
Di wê navê re Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di dibistanên Tirkan de bi dawî anî , li ber destê Mamoste ( Ismaîl Efendî ) û pêre ..pêre hez pirtûkên dîrokî û helbestan kir ; ji ber ku yekî tenê bû ji bavê xwe Apê wî Þikrî Axa xwest wî bi jin bike – li gor rêzanên Kurdan – da ku zarok jê re çêbibin , di 16 salaiya wî de Apê wî jinek jêre anî û wiha ji xwendinê dûr ket , ji wê jinê xwedê sê kur danê dido zû mirin û yê sisîyan ( Welato ) di destpêka sala 1970 ê de li welatê Kurdistana Bakur hat kuþtin , temenê wî 47 sal bû .
Di 18 e saliya xwe de , hêj bêtir ji Apê xwe Þikrî hîn û serwextî rêk û rêzanên hozê bû qencî û þaþî ji hev derxistin , xwest ku dûrî hozê bibe û here bajarekî din daniþte û xwendina xwe bibe serî , lê Apê wî riya derketina derve ji ber girt û ew li kêleka xwe hiþt da ku jê re bibe piþt .
Çend salekî Osman Sebrî li kêleka Apê xwe Þikrî Axa bi karûbarên hoza Mirdêsan ve rabû , ta þoreþa Þêx Seîdê Pîran destpêkir , di wê hingê de wan jî xwest di hawara þoreþê de herin û soz û peymanên xwe bi Þêx Seîd re bibin serî , lê sed heyf û mixabin þoreþ zû beravêtî bû , Þêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925 ê de li Amedê hatin bi darvekirin , di pey re hikûmeta Kemalî berê xwe dan Þêx , Axa , Beg û Rewþenbîrên Kurdan , nemaze yên ku hilma welatparêziyê ji wan difûriya ew digirtin û diþandin dadgeha Istiklalê li ( Xarbêtê ) .
Di wê hingê de Þikrî Axa wek welatparêzekî Kurd ji girtinê bê par nema , deshilata Kemalî ew jî da girtin û 15 salan ceza danê ; di wê navê re Osman Sebrî ji Xalê xwe Hecî Derwêþ sehkir ku wê Apê wî di filan rojê de bibin zindana Antalyayê , li ser vê yekê Osman Sebrî bi çend peyayan ve ketin pêþiya karwanê girtiyan û leþkerê Tirko li bajarê Ruhayê û Apê xwe Þikrî ji nav destê wan azad kir .
Ji neçarî ew û Apê xwe Þikrî bi serê çiyayên Bllî ( Nemrûd ) ê ketin , hem ji bo xwe ji destê Tirkan biparêzin û hem ji bo karibin bi serhildanekê rabin ; lê mixabin wek ku wan dixwest bi wan re neçû serî , ji ber kesî ji hozên herêmê piþta wan negirtin û dawî ew di gel her du Apên xwe Þikrî û Nûrî û 16 hevalên wan hatin girtin û di roja 24/06/1926 ê de Tirkan her du Apên wî li Amedê ( diyarbekir ) ê bi darvekirin , lê ew di zindana Amed û Denizliyê de ma ta gulana 1928 ê ji nû hat berdan .
Piþtî ku ji zindanê reha bû û çend heyvek derbas bûn , careke din hate girtin di gel 26 serok-hoz û Axayên Kurdan , bi gunehê ku xwe amade dikin ji þoreþkê re û bi vê tewanbariyê ew li Maletyayê pêþkêþî dadgeha leþkerî kirin ; Osman Sebrî de jî Osman Sebrî nêzîka 7 heyvan di zindanê de bûrandin .
Piþtî ji zindanê serbest bû , mêze kir ku mana wî li Tirkiyê bûye zindan û tev rê li ber birrîne , vêca ji neçarî di roja 24/12/1929 ê de , ji Tirkiyê – Ser Xetê – daket û berê xwe da Sûriyê –Binya Xetê - ; xwe li hoza Berazan girt li bajarê Kobanê ( Eyn Elereb ) , serokê vê hozê Mistefa Þahîn Beg û Bozan Þahîn Beg bûn yên ku ji himdar û endamên komela
( Xwêbûn an xoybûn ) ê bûn .
Xebat û berxwedana
Osman Sebrî
Li Sûriyê di navbera salên
1929 – 1951 ê de
Li Sûriyê , li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî dibe endamek ji endamên komela ( Xwêbûnê ) , ew komela ku di sala 1926 ê de li Beyrûtê hatibû damezirandin , ji rex welatparêz û rewþenbîrên Kurdan ve ; di vî warî de sehkin bê Osman Sebrî çi dibêje :
( ... Piþtî hatina Sûriyê bi sê çar heftiyan Celadet Bedirxan hatibû Kaniya Ereban ( Kobanê / Eyn Elereb ) , piþtî em rûbarî hev bûn li ser destê wî ez bûm endamê partiya Xoybûnê ... ) /1/ .
Di sala 1930 ê de , endamên komela Xwêbûnê xwe amade kirin ji alîkariya þoreþa Agrê re ew þoreþa ku li çiyayê Agirî dax (Araratê ) vêket , pilan danîn ku ji sînorê Sûriyê ve êrîþî Tirkan bikin ji bo dû sedeman :
1- Ji bo akam û bandora neyênî ya Tirkan ji ser leþkerên Araratê hinekî sivik bibe .
2- Ji bo bajarên li ber sînor ji dest Tirkan rizgar bikin .
Li gor van pilan û daxwazan pênc eniyên þer hatibûn bi nav kirin , yek ji wan li Kobanê /Eyn Elereb bû di bin serokatiya Mistefa
Bozan Þahîn serokê hoza Berazan di gel Osman Sebrî , belê li gor pilanên þer û serketinê pêwîst bû ku Kurdên bakur jî serwext bin bi vî kar û barî , vêca komela Xwêbûnê Osman Sebrî durist dîtin ji bo here bakurî Kurdistanê û Kurdan ji þoreþê re agahdar û serwext bike .
Wiha Osman Sebrî di serê buhara 1930 ê de derbasî bakurî Kurdistanê bû û gelek name û belavokên Xwêbûnê li serok-hoz û Axayên Kurdan belav kir û nêzîka du heyvan lê rûniþt di pey re zîvirî Sûriyê .
Belê piþtî ku vegeriya Sûriyê , hikûmeta Kemalî ji hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de karbidest bû doza xwestina wî kirin ; lê Fransiyan ne dixwstin ku Osman Sebrî bispêrin Tirkan ji bo berjewendî armancên xwe yên eþkere û veþartî vêca ew ji Kobanê surgûnî bajarê ( Reqe ) kirin da ku ji sînor dûr be .
Piþtî dor heyvekê ji wê surgûniyê derbas bû , Bozanê Þahîn Beg þand pey ji bo xatirê biryara komela Xwêbûnê di her pênc eniyên þer de bibin serî û ji aliyê xwe ve agirê þoreþê vêxin .
Di roja 01/07/1930 ê de þeva yek li ser diduyan Osman Sebrî di gel 20 neferên hoza Berazan sînor derbas kirin û du qereqolên Tirkan li qeza Siwêrekê kirin bin destê xwe û divîbû hîn pêþde herin , lê wek ku xwestin bi wan re neçû serî ji ber ku di eynî demê de sehkirin ku her du sero-hoza Berazan Mustefa û Bozan ji rex hikûmeta Fransî hatin girtin .
Bi nûçeya vê girtinê re neferên ku bi Osman Sebrî re bûn tev bi paþ de vegeriyan Sûriyê û Osman Sebrî bi xwe ma ; ew jî piþtî çendakê zîvirî lê bê ku xwe bide dest hikûmeta Fransî , ji tirsa ku wê bixin nib darê rûniþtina zorê li bajarê Þamê wek piraniya sero-hoz û welatperwerên Kurdan ; ji neçarî xwe li bal Þêx Michem kurê Hadî /2/ serokê hoza Erebên Iniz girt û dor du heyvan di mêvandariya wî de ma , ji wir rabû û xwe li Iraqê girt pêlakê baþ di mêvandariya Þêx Ehmedê Barzanî de ma
Derbarî wê qonaxê Osman Sebrî wisa dibêje :
( Di sala 1930 ê de , li Barzan min û rehmetî Þêx Evdilrehmanê Garisîhev nas kiribû û serekî dirêj bi rehmetî re bibûm heval ... ) /3/ .
Li vegera ji Iraqê , ew li Mûsilê ji rex hikûmeta Ingilîzî ve tê girtin û bi rewþeke xerab û perîþan xwe ji nav lepên wan Ingilîzan rizgar dike û bi rev vedigere Sûriyê û careke din xwe li Erebên Iniz digre û li bajarê Tilebyedê rûdine , piþtî demekê ji wir radibe û xwe li welatparêz û ronakbîrên Kurdan digre û dikeve nav refên wan de , ewên ku li Þamê di bin rûniþtina zorê de bûn .
Mîr Celadet Bedri-xan , Haco axa û her sê kurên xwe yên mezin Hesen Axa û Cemîl û Çeçan , Mustefa Beg û Bozan Beg Þahîn serokên hoza Berzan , kurên Cemîl Baþa Diyarbekirlî Ekrem û Qedrî û Qasim , Qedrî Can , Hemze Begê Miksî , Memdûh Selîm Beg Wanlî , Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza û birayê wî Dr.Nûredîn Zaza û gelekên din ji endamên komela Xwêbûnê .
Di wê hingê de ji nû Osman Sebrî ji nêzîk ve bi van welatperweran re li Þamê rûniþt .
Di sala 1931 ê de serê buharê , komela Xwêbûnê ew rêkirin bal Þêx Ehmedê Barzanî , ji bo xatirê navbera wî û Þêx Mehmûdê Hefîd xweþ bike , di wê mêvandariyê de xwedê kurek da Þêx Ehmedê Barzanî navê wî kire Osman li ser navê Osman Sebrî .
Di vê çûna wî li Iraqê de , Osman Sebrî /165/ rojan li Kurdistanê dûm kir , ta Hewlêr ji rex Ingilîzan ve hat girtin û pêlakê di zindana Hewlêr û Mûsilê de ma ta Ingilîzan ew teslîmê hikûmeta Fransiyan li Sûriyê kirin
, wiha careke din vegeriya Þamê nav hevalên xwe .
Li Þamê gelek caran ew û hevalên xwe diketin gengeþeyê gerim de li ser babet û piroblemên netewî û þoreþê de , ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeþeyan ew û hevalên xwe dûrî hev diketin , lê çendî ji wan dûr diket careke din li wan vedigeriya , ta Mîr Celadet Bedir-xan kovara xwe (HAWAR) ê di roja 15/05/1932 ê de li Þamê çapkir û di nav Kurdan de belav kir , di hejmara pêþîn de ji HAWARÊ rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê ( Hawar hebe gazî li dûye ) nivîsand û di bin vê edsrê re wiha nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di hejmara (2) ê de ji kovara HAWAR ê belav kir û evin çend malik ji wê nivîsê :
Jiyan çiqas delale
Di nêv bav û biran de

Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman de

Hawara me vayaye
Xew bê kêr belaye

Qet þik têde nemaye
Di gotinên yaran de ...
Belê Osman Sebrî jî nemerdî ne kir , helbestek nivîsand wek bersevekê li Qedrî Can di wê helbestê de wiha got :
Jiyan xweþe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan

Bav û biran ; çi bikim
Hemû min tê ji derdan
..........
..........
Hawarê xweþ awakir
Dilê Kurdan pê þakir

Zar û ziman ava kir
Jîn û xweþî belav kir ...
Ji wê hingê ve Osman Sebrî dest bi nivîsandinê kir ; mirov dikare bibêje ku kar û barên Osman Sebrî yên bi xurt û berfireh doza wî ya her dem û kêlîk vîxistina agirê þoreþa çekdarî bû , lê ji wê roja ku berseva Qedrî Can nivîsand rahiþt pênûsê û nema ji destê berda , di bin akam , navtêdan û bandora Mîr Celadet Bedir-xan de pênûsê bi hiloyî tifing ji milê wî danî û ew di hembêza wî de rûniþt ta roja dawîn ji temenê wî ; derbarî vê yekê de Apo Osman di serdanekê de wiha ji min re got :
( Ya rast ewe ku rehmetî Celadet Beg berê me da nivîsîna bi zimanê Kurdî ... ) /4/ .
Belê , tevî ku dest bi nivîsandinê kir jî û hewl da ku hêza xwe têke xizmeta qada ziman û rewþebîriyê , lê hestê wî yê þoreþger zora ramyariya wî dibir mêla wî dima li ser þerê çekdarî , tebat û lebat lê ne dibû ku tiþtekî bi hêza tifingê bêk bîne lê mixabin hewldanên wî tev bi bayê re diçû , ji ber ku ew û hevalên xwe li Þamê di bin darê rûniþtina zorê de bûn , nikarîbûn ji ber hikûmeta Fransî ji Þamê bilivyana , ji ber sozên giran dabûn hikûmeta Kemalî ku ji endamên Wêbûnê pir bi tirs û saw bûn .
Ji nav tevan Osman Sebrî ne ditebitî , rûnediniþt digot : ( wilo rûniþtî nabe , divê em parakê bibînin ...) wek van gotinan li hawê hikûmeta Fransî ne dihat , vêca çend carekê zirt û fort lêkirin , li ser wan zirtên Fransyan Osman Sebrî helbestek nivîsand bi navê ( WELAT ) û di kovara HAWAR ê hejmara 19 ê de belav bi navê ( Axayê Mirdêsî ) , ev çend malikin ji wê helbestê :
Ew çiyayên bilind , avên di sar , parîzên rengîn ...
Ew bedewên çak , delaliyên pak zeriyên narîn ...
Çar bûn ? kûde çûne ? li kû mane ? ha bêje ...
Ev derdê bê derman ku ez kirime dîn ,
Di riya felat de , ger çiqas bi westim
Pê kêfxweþ dibim , bilahî ez nabim xemgîn
Ez minetê negrim ji bona mayîna Sûriyê
Hê vir jî nebit eve di rex min de Felestîn
Bîstekê nikarim te bi derxim ji bîra xwe
Dixwazim bila min biþînin nav Çîn û Maçîn
Dema ko nakaribim li erdê Sûriyê biaxifim
Min dest daye birayê xwe yê Cegerxwîn .../5/
Dawî Fransyan ew di buhara 1933 ê de surgûnî Þerq Elurdun , Felestîn û Arîtêriya kirin di rêka bendera Cide re .
Li Arîtêriya bajarê Mesûh pir bêriya welat dikir , roj li ber çavên wî reþ dibûn , bîna wî teng dibûn , dilê wî wek pêlên deraya sor lê dida ji xwedê dixwest ku bibe teyrek û bifre xwe li welatê Kurdistanê deyne , sehkin bê wî di wê xerîbiyê de çi digot :
( ... Navbera mala me û behrê du sed gav hebûn ,ber bi behrê çûm , her car ku ev kela li min û wê bi hev diman ko timî bi pele , wê gavê min fira teyran dixwazand ... difiriyam ... ciyê ez bi çûmayê nêzing bû , dibêhnekê de Felestîn , Þerq Elurdun , Sûriye derbasdikir , û li tala serê kaniyê li sînorê welêt raperîm di navbera Mêrdîn û wêranþehrê de min xwe gihand ser Diyarbekir ... ) /6/ .
Piþtî ku ji Mesûh ( Afrîqa ) vegeriya Sûriyê , pêlekê li bajarê Hemayê /7/ li nav Beraziyan rûniþt û di gel kurên Þahîn Begê Berazî re çû Libnanê , du caran hat girtin ji rex hikûmeta Fransî ve , dema ku ji Libnanê zîvirî Sûriyê di havîna 1935 ê de ; hikûmeta Fransî di Sûriyê de careke din dest danîn ser û ew surgûnî Afrîqayê kirin , vê carê girava ( Medexeþqer ) bajarê ( Sant Marî ) û lê ma ta bi havîna 1936 ê di wê surgûniyê de helbestek li ser hal û perîþaniya xwe nivîsand tê de got :

Felekê kir neyarî
Rahiþt milê me avêt

Nav girava Sent-Marî
Lê sed girîn û hisret

Bilbil wê dem û gavê
Ne dît ji bo xwe birbang /8/
Lê min ji hev dernexist bê çima hikûmeta Fransî ew bi tenê surgûnî girava Medexeþqer î Mesûh kirin ; tevî ku piraniya endamên komela Xwêbûnê û welatperwerên Kurdan li Þamê di bin darê rûniþtina zorê debûn ?! di vî warî de çêtirîn bersev ya Osman Sebrî bi xwe dibînim ew berseva ku li Mihemed Uzun vegerandiye :
( ... Celadet Bedir-Xan ji min re pirsek gotibû , ew xweþ ketibû serê min got : ez dibûnim çavên te li çîrokên þoreþ û lêxistinê ne ... em ferz bikin ku eu bi tenê bi karibî Kurdistanekê çêke , lê ew Kurdistana ku merivek çêbike , merivek dikare xerab jî bike ... ) /9/ .

Xuyaye piþtî vê gotina Mîr Celadet ew pêlakê bê deng bû , kar û xebat di nav rêzên komela Xwêbûnê kir û ji ramanên þer û þoreþgerî dûrket .
Di sala 1938 ê de dexwe dûrî komela Xwêbûnê kir , bi çend kesên din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Þamê damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin ( Nadî Kurdistan ) , hingê bi dehan keç û xort li Þamê fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kirin .
Lê ji ber êrîþên kesên Kurd yên komonîst ji rexkeî ve û êrîþên Ingilîz û Fransyan ji rexê din ve ( Nadî Kurdistan ) hat girtin , wî jî ji neçarî xwe dûrî Þamê kir û di sala 1941 ê de çû Tirkiyê nêzîka sê heyvan lê ma , di eynî salaê de careke din vegeriya Sûriyê , li bajarê Þamê hevkariyeke nû bi Mîr Celadet Bedur-Xan re danî û bi berdewamî di her du kovarên Mîr Celadet de ( HAWAR û RONAHÎ ) nivîsand bi gotar , helbest û wergerandinên xwe rûpelên van kovaran xemiland , ranewestiya ta ku ev kovar nema weþiyan di sala 1946 ê de .
Ev hin nimone ne ji wan nivisînên Osman Sebrî :
1- Dûroka jîna Napilyon / Hesen Celal / , ji zimanê Erebî wergerand bo zimanê Kurdî , li ser rûpelên kovara (RONAHÎ) di /12/ xelakean de belavbûn ji hejmarên / 17 – 28 / .
2- Tarîxa Kurd û Kurdistan / MI\ihemed Emîn Zekî , ji Erebî wergerand bo zimanê Kurdî di /3/ ê hejmarên (HAWAR) ê de belavbûn sala 1941 ê de .
3- Dîroka Jîna Selah Eldîn / Dr.Ehmed Bêlî / , ji Erebî wergerand bo zimanê Kurdî , di /5/ hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn sala 1944-1945ê .
4- Ezdî û Ola wan , di /3/ê hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn /19-20-21/ di sala 1943 ê de .
5- ji bîrên rojên kevin , navê dîwaneke helbestên Apo Osman bû , di (HAWAR) ê de belavbûne .
6- Di wê demê de jî , bi dehan gotar , helbest û nivîsandinên wî yên din di kovar û rojnameyan de belav dibûn , nemaze wek ew gotarên li ser nêçîrê , çiyayên Sasûnê , Agirî , Mirdêsan , rola jinan û sincî , hwd ... .
7- çend helbestên bedew ji bo zarokan afirandiye .
Hêjaye gotinê ku Apo Osman Sebrî di sala 1944 ê de careke din zewicî û xanima wî çerkesî bû xwedê sê kur û du keç danê navê kuran Hoþeng , Hoþîn û Heval e , navê keçan Hingîr û Hêvî ye , lê ( Kewê ) gelek kesan texmîn kirin ku keça wî ye , ew bi xwe keça birayê wî ye ku bi wefadarî buhara temenê xwe di xizmeta Apê xwe de derbas kir piþtî koçkirina wî ji nû zewicî bi xortekî Kurd re ji Efrînê ; zarokên wî jî tev li Ewrûpayê dijîn.
Di sala 1946-1947 ê de , piþtî ku Fransî ji Sûriyê derketin û hikûmet bû erebî , ew karê rewþenbîrî li ber Kurdan qedexe bû û hat girtin û (HAWAR) û (RONAHÎ) hatin girtin .
Di sala 1949 ê de heyamê hukmê Husnî Zeîm Osman Sebrî hat girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê ( Tudmir/Palmêra ) di wê êvarê de conta eskerî li hukmê Hisnî Zeîm rabû û hukim hate guhertin , bi wê guherînê re Osman Sebrî ji zindan û surgûniyê reha bû .
Vegeriya Þamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê û ji bo xatirê nanê rojê bû mamûr di mîra de , geh li bajarê Qamiþlo kar dikir î geh li Dirbêsiyê , wiha ji sala 1949 ê ta sala 1951 ê li Cizîrê ma .

rojekanu is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
12 Ýmam Hakkýnda Bilgiler.... RojA SoR Alevilik 20 29-08-2008 01:22 PM
Osman Sebrî 1905 – 1993 Helbestvan û nivîsevan heci Dirok 26 14-12-2006 03:28 PM
Mitoloji Kajîn Jîr Mitoloji 67 09-12-2006 04:36 PM
safa büte resimleri... Global Grafik ve Resim 4 03-12-2006 04:49 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 05:23 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.