Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Komedi, Eğlence, Korku, Her Telden Muhabbet > Röportaj Bölümü

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 30-04-2008, 02:19 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Sep 2007
Konum: sahil kasabasında...bulutların ardına gizlenen yağmur tanesiiii
Yaş: 21
Mesaj: 3,399
Üye No: 139169
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 21929
Rep Puanı : 2192477
Rep Derecesi
djbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond repute
Varsayılan Fatma Savci -djbaykİm RÖpÖrtaj


djbbaykim: pêşi em we dikarin nasbikin,fatma savci kîye?

FATMA SAVCI: Ez li gundê Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbînê ji dayîk bûme. Bav û diya min ji Midyadê ne. Lê kalikên me ji Heskîfê, ji gundê Gulikan hatine gundê Hêştrekê yê girêdayî Midyadê. Niha li Stembolê dijîm.

djbaykim:kîjan sedema we bir helbest nivisîn^?

FATMA SAVCI: Helbest ji bo min girî, qêrîn, axaftin, bez, sxêf û vegotina rih û dil e. Helbest bo min, gulîstaneke ku dikarim rubar û kaniyan, xecîcok û pirpirîkan, hemî nofên çivîkan, şêweyên evînan li xwe û wê gulîstanê bicivînim. Guhdarvaneke baş e ku dikarim hemî hêrs, kîn, sir û janên xwe di guhên wê de bipispisînim. Dosteke dilsoze ku dikarim serê xwe daynim ser sînga wê û bi wî giriyê xwe yê ku kesekî nebihîstiye wê biwestînim. Ew hevaleke bê fen û hesabe, her wextî bo min amade ye ku xeyalên xwe pê re par bikim, mirinên xwe jê re vebêjim. Ez jinek im, endama neteweyek bindestim û miroveke di şer de mezin bûme. Ev rastî dihêle ku ez tije bibim, bi hêst û ramanan, bi xem û hizran. Pêdiviya vegotinek kur û tîr bi min re çêdibe. Û helbest rêbazek baş e, bersivek giring e bo vê yekê. Helbest dihêle bêy ku mirov bi lewite, qirêj bibe xwe vebêje, navgîneke baş e bo dilpakî û fezîleta mirovmayinê.


djbaykim:ji helbesta xwe ya pêşî û şûnde bidewamî we bi kûrdî nivisand,çıma?

FATMA SAVCI: Min car caran bi tirkî jî helbest nivîsîn, lê niha yek ji wan li cem min tune ye. Min qetandin avêtin. Lewra ez û zimanê tirkî ne li hev in. Di zarokatiya min de bi kotekî fêrî min dikirin, ji bo fêrbûna peyvên tirkî min lêdan xwariye. Ji bo ku ez bi wan peyvan neaxivîme, pereyên min ku serê çend rojan diya min bo çerez û şekir dida min, mamosteyan ji min distandin. Min hîna di kuraniya dilê xwe de, ew “xwediyên zimanê tirkî” efû nekirine û ez bi wî zimanê ku bi kotekî fêrî min kirine re haş nebûme. Tevî ku car caran min bi wî zimanî helbest û pexşan nivîsîn jî , ew nebû zimanê dil û giyana min. Dizanim wan xwediyên nezan û zalim neheqî ne li me tenê, li zimanê tirkî jî kirin û hêvîdarim dîrok û vîcdanê gelê tirk jî wan nebexşîne.

djbaykim: zimanê kurdî di bin zextê de ye.vî rewşê we û helbestê we çewa bandor kir?

FATMA SAVCI: Wek hûn dizanin, zimanê kurdî ne zimanê perwerdê ye û tu carî derfet çênebû ku em bi zanistî û bi sîstem fêrî zimanê xwe bibin. Min bi serê xwe hewl da ku fêrî gramera zimanê kurdî bibim. Piştî fêr bûm, min hewl da hevalên xwe fêr bikim, bi vê mebestê min her komên biçuk ava kirin û ders dan derdora xwe. Di girtîgehê de, demeke dirêj min tirkî li xwe qedexe kir, da ku kurdiya xwe pêş bixim û bikarim baş bixwînim û binivîsînim.

djbaykim:hûn ji helbestvan^n jin yê kurdin.di derheqa jinan de çi difikirin

FATMA SAVCI: Astengiya li pêşiya wêjeya jina kurd gelekin. Hem ji hêla pergala desthilatdar ve, hem ji hêla civakê ve astengî pirin. Lê astengiya herî mezin li gor raya min, bikarneanîna zimanê kurdî ye. Eger zimanê kurdî nebe zimanê rojane yê civakî, sîyasî, çand û hûnerî wê nebê yê wêjeyê. Wê kes pê nenivîse û nexwîne jî. Mixabin li bakur ev kêmasî heya tu bêjî bes heye. Bi taybet jin êdî ziman wek mîratekê devrî zarokên xwe nakin. Êdî wan bi kurdî mezin nakin. Zimanek bi axaftina zarokan li ser piya ye û zimanê pêşerojê ye, lê eger zarok nizanibin, ne axivin ne mumkune ew ziman bijî û ji mirinê rizgar bibe. Piştî pêncî salên din wê çiqas zarokên me bi kurdî biaxivin, wê ev nifş çiqas wek alekê ziman ber bi sibê ve hilgirin ne diyar e. Û eger em qala pêşketina wêjeyê bikin, divê em pêşî qala hebuna ziman bikin. Ku ziman nebe wê çawa wêje hebe? Ku bingeh nebe wê çawa qesreke bê bingeh ava bibe?

djbaykim:di derheqa dosya şahê maran de em dikarin agahî bigrin

FATMA SAVCI: Projeya Şahmaran ku weşanxaneya Avesta ji bo çapkirina berhemên jinan çêkiriye, bi vê wateyê projeyeke gelekî serkeftî ye. Lewra ji her beşên welat berhemên jinan, bi taybet helbest berhev kirin û çap kirin.Bi vê projeyê sînor nehatin nasîn, Bi vê xebatê, wêjeya jinê ya her çar perçeyan di yek kaniyê de kom bû. Li gor baweriya min, ev ê bibe mîrateke baş ji bo jinên wêjevan yên pêşerojê. Wê bibe çavkaniyek baş ku nifşên dahatuyê bikarin jê vexwin. Şahmaran bû hênceta ku hest, raman, êş û şadiyên jinên her çar beşên welat di yek rubarî de biherikin. Bû neynikek ku civak bikare di vê neynikê re rastiya hebûna jinê bibîne û di ber çav re derbas bike. Bikaribe nas bike, bi nirxîne, rexne bike û bijî. Ya giring, ne tenê nivîsîna jinan a helbestê û zimanê dayika xwe ye. Ya giring ew e ku ev berhemên ku jinan afirandine, xwediyê felsefeyek pêşveru û hemdem, xwediyê kurahiyeke raman û hêmayan e, xwediyê serhildêriyek hember astengî û pêşverutiya civak û pergala dagirkeran e jî. Helbet şîrovekirina van berheman, rexneya wan karê rexnegiran e û hêvîdarim ku ev berhem nesîbê xwe ji rexneya rexnegiran.


djbaykim:zimanê kûrdî û wêje ya kûrd di çi rewşê de ye?

FATMA SAVCI: Ji bo hebûn û pêşdebirina zimanê kurdî û wêjeya kurdî xwedî derketina ciwanan gelekî ferz û giring e. Li gor ramana min, niha zimanê kurdî ala qada cenga giran e ku ciwan vê alê hilgirin û bir bi serkeftin û serfiraziyan ve bilind bikin. Divê ku bixwîne, binivîsîne û projeyan bo ziman û wêjeyê çêbike, doza ziman di warê fermî de bike. Bi kurtayî divê ciwan nobedarê zimanê kurdû û parastvanê wê be.

FATMA SAVCI: Ji bo vê hevpeyvînê spas dikim. Û serkeftinê bo we dixwazim.

djbaykim:em jî serkeftin ji were dixwazin di xebatên we de..zor spas



djbaykim is offline  
Eski 30-04-2008, 07:21 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jan 2007
Konum: hadi ordan......
Mesaj: 29,509
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 95154
Rep Puanı : 9512351
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayılan


jı bo rıpörtaj a rınd spasi djbaykim ufatma avci

__________________
MÊVAN is online now  
Eski 30-04-2008, 07:25 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Oct 2007
Mesaj: 3,012
Üye No: 167625
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 52488
Rep Puanı : 5248348
Rep Derecesi
κяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond reputeκяаLίсε has a reputation beyond repute
Varsayılan


keske turkceside olsaydi

Roportaj icin tskler

κяаLίсε is offline  
Eski 13-05-2008, 03:33 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Nov 2007
Konum: e.s.s
Mesaj: 1,935
Üye No: 184549
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 36720
Rep Puanı : 3671749
Rep Derecesi
helvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond reputehelvestvan has a reputation beyond repute
Varsayılan


spas jı bo hevpeyvînê...

__________________
helvestvan is offline  
Eski 13-05-2008, 04:31 PM   #5 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Sep 2007
Konum: sahil kasabasında...bulutların ardına gizlenen yağmur tanesiiii
Yaş: 21
Mesaj: 3,399
Üye No: 139169
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 21929
Rep Puanı : 2192477
Rep Derecesi
djbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond reputedjbaykim has a reputation beyond repute
Varsayılan


sax bi hevala heja...

__________________
djbaykim is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Kürt gravürlerinde sansür ve saptırma rojdi_440 Tarih 14 06-10-2008 05:48 PM
Fatma İsa;Tek şarkıyla, bir asırdır kulaklarda... sersiya Sınırsız Muhabbet Burada 3 12-03-2008 02:49 AM
Türkiye'de 3 milyon Mehmet, 4 milyon Fatma var seredare Sınırsız Muhabbet Burada 3 07-03-2008 08:06 PM
Arkadaşım Fatma ... Qerejdağ İlginç Konular 2 21-11-2007 02:24 PM
Fatma Girik Roj73 Biyografi 1 20-01-2007 09:12 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 02:53 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.