|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Gur, rovî û qantir hatibûn ba hev û ji
hev re digotin di nav me de ê herî mezin kî ye? Rovî jî got ku emrê kê mezin be ew di nav me de ê herî mezin e. Berê gur dest bi axaftinê kir û wiha got: Wele ez di dema tofana Nûh pêxember de ji dayik bûme. Dûre jî rovî got: Wele ez baş pê nizanim lê belê ez di wê demê de 3 salî bûm. Qantirê jî got, wele ez bi emrê xwe nizanim lê belê bavê min ji dayikbûna min li ser nala min nivîsiye û li binê lingê min xistiye. Ji kerama xwe re yek karibe li nala min binêre bê ka çi nivîsiye, ji ber ku xwendin û nivîsandina min tune ye ez jê fêm nakim. Gur ji rovî re dibêje ka ji kerema xwe re lê binêre bê çi nivîsiye. Rovî ber bi qantirê ve diçe lê belê newêre nêzîk bibe. Rovî dibêje ku ev nivîs bi erebî ye ez nizanim bixwînim. Gur dibêje tu wê de here, ezê bixwînim. Dema gur nêzîkî lingê qantirê dibe, qantir ji nişka ve zîtokekê li serê gur dixe û gur dimire. Rovî jî tê ser laşê gur û dibêje kuro ma bavê te zanîbû erebî, ma kalikê te zanîbû erebî îcar tê zanîba bi erebî... Eliyê Şebî ![]() Bu mesaj en son " 25-06-2006 " tarihinde saat 02:17 PM itibariyle zagros tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.