|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mirivek diçe gundekî û ji yekê gundî di pirse gelo kî di vî gundî de mêvana xwedî dike? mêrik malakî nîşanê wî dide û dibêje haaa wa mala hana mêvana xwedî dike û mêrik hespê xwe dijo ber derê malikê û dibêje; selmu eleykum ma hûn mêvana qebûldikin an..?
Xwedîyê malê, elykumeselam ser çava bira keremke! mêvan mêvanên Xwedê ne û bixêr ser çava hetîye. Xwedîyê malê hespê mêrik dikişîne tewlê û mêvan dibe oda mêvanan. Mêvan bala xwe didê du xortên babaegît û bi dest û mil kêtin odê û çûn destê xwedîyê malê ramûsan û çûn li jêrê odê li ser çokan rûnistin. Xwedîyê malê dibêje; kurê min hûn bixêr hatin. Xort, xêrdar bî bavo. Mêvan wê çaxê fêm dike ku ew herdu xort kurên mêrikin. Xwedîyê malê ji kurên xwe di pirse, kurê min we keçik xwest?.. Kurên wî erê babo. We qelen jî da ?.. Erê bavo. We çend zêr dan? Me 100 zêr da babo. Dema Kurên mêrik dibêjin me 100 zêr daye, mêvan dikene û pêra tirek dike. Ji ber ku li wê heremê qelin 2 zêr bûye, ijar 100 zêr bi mêvan pir ecêb tê û dikene pêra jî tirekî dike. Xwedîyê malê ji mêvan pirs dike, keko tu bi çi kenîyayî û te çima tir kir? Mêvan dibêje; ma 100 zêr dibe û mirov çewa 100 zêrî dide qelen. Xwedîyê malê ji mêvan re dibêje; te van herdû kurên min dîtiye? Mêvan dibêje; erê. Xwedîyê malê dibêje; 7 kurên minê wekî vana henin û qelinê dîya wan jî 100 zêr bû. Ew jinên ku qelinên wan 100 zêr be, babaegîtên waha jê derdikevin, lê ew jinên tirekên ku qelinê wan 1 zêr be jî tirekên wekî te derdikevin. ![]() ![]() ![]() ![]() |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.