Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Pekenok

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 31-01-2008, 04:40 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 343
Üye No: 791
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 1507
Rep Puanı : 150472
Rep Derecesi
azadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond reputeazadi_47 has a reputation beyond repute
Varsayılan DotmÎra Li Ser Liba BezelyeyÊ (polkeyÊ)


H.C. ANDERSEN


Hebû tunebû pismîrekî hebû. Ew ji xwe re li dotmîrek digeriya. Lê diviyabû dotmîrek rasteqîn û bê kêmasî bûya. Wisan li seranserê cîhanê geriya da dotmîrek bibîne. Lê hertim kospekê derdiket pêşiya wî. Dotmîr hebûn û gelek bûn. Lê gelo ew dotmîrê rasteqîn bûn. Biryardana vê yekê ne hêsan bû. Her car kêmasiyek, qisûrek derdiket. Çawan çû wisan jî destvala vegeriya malê. Welê bê hêvî, bê pergal bû. Ji ber ku wî dotmîrek rasteqîn dixwest.


Êvarekê ba û bager, şilî û şelape bû. Birûsk li asîmanê tarî diçirisîn. Baranê her der û her tişt dabû ber xwe û dibir. Tu kes newêribû ji mala xwe derbikeve. Hingê yekê li dergehê bajêr da. Keyê kal ber di derî ve çû da veke. Ya li ber derî rawestiyayî dotmîrek bû. Oy, Xwedêyo! Mîna ku bi satilan avê li ser serê wê bikî. Ji pora serê wê û kincên wê şire şira avê bû, diherikî ser pêlavên wê, ji wir jî nav pêçiyan ta paniyê.




Dîsan jî wê got ku ew dotmîreka rasteqîn e.


“Erê, em dê bibînin” fikirî jinkeya pîr lê tu tiştek negot û yekser çû odeya razanê. Çarşeb, lihêf û doşek ji ser textê razanê rakir. Libek bezelye danî ser text û piştre bîst doşek li ser liba bezelyeyê danîn. Ew jî têr nekirin, li ser doşekan bîst mînderên ji perên çûkan danîn.


Dotmîr îşev dê li wir rakeve.


Sibehî maliyan hemû ji wê pirsîn; gelo ew baş razaya an na.


Dotmîrê got “Ez hîç ranezam. Hemû şev çavên min neçûn ser hev, her şiyar bûm. Xwedê dizane, ka çi di binê doşekan de hebû. Ez li ser tiştekî hişk dirêj ketibûm. Ji ber hindê jî laşê min reş û şîn bûye! Şevek erjeng bû”.




Niha wan dizanî ev dotmîreka rasteqîn e. Ji ber ku wê di gel bîst doşek û bîst minderên ji perên çûkan, hay ji liba bezelyeyê hebû. Ji derî dotmîreka rasteqîn tu kes nikare welê hestiyar be.


Pismîr ew li xwe mar kir. Niha wî dizanî, êdî wî dotmîreka rasteqîn heye. Liba bezelyeyê jî ket muzexaneya hunerî. Mirov dikare hîn jî wê li wir bibîne heke yekî ew nebiribe.


Bibîne, ev çirokeke rasteqîn bû.



Wergera ji swêdî: Robîn Rewşen
Wêne: Anastasia Archipowa, Svend Otto S.




Robîn Rewşen

azadi_47 is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 08:27 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.