|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
H.C. ANDERSEN
Hebû tune bû bîst û pênc leþker hebûn û hemû jî bira bûn. Ji ber ku hemû jî ji kevçiyeke qelayê ya kevn hatibûn rijandin. Tifing li ser milan, awirên tûj li rûyê wan, unîformên sor û þîn ên gelek spehî li wan bûn. Dema devê qutiya ku ew tê de bûn, vedibû, gotina ku mirov herî pêþî dibihîstin “Qelaleþker!” bû. Kurekî biçûk bang dikir û bi hezkirin destê xwe di serê wan de dida. Ev diyariya sersala wî bûn û niha jî wî ew li ser maseyê xistibû rêzê. Hemû leþker mîna cêwiyên hêkekê diþibiyan hev lê ji derî yekî. Ew ji yên din cihê bû û lingek wî kêm bû. Ji ber ku ew ê dawî bû qelayê têr nekiribû. Lê dîsan jî li ser lingek xwe wek ên duling bi xwe bawer radiwestiya. Ji ber vê yekê jî ew balkêþ bû. ![]() Li ser maseyê ji derî leþkerên rêzkirî, gelek lîstokên din jî hebûn. Lê ya ku pir balê dikiþand, koþkeke kaxizîn bû. Di wan herdu pencereyên biçûk re hundir dixuya dikir. Li der ve, li dora koþkê darên biçûk hebûn. Neynikek ku wek golek av xuya dikir, hebû. Li ser wê jî qûyên ji þima melevanî dikir û li siya xwe dinihêrîn. Her tiþt welê bedew bû lê ya bedewtirîn keçeke xama ya biçûk di þivdera koþkê de rawestiyabû. Ew jî ji kaxiz hatibû çêkirin. Navkirasek tenik mîna pelê cixarê lê, þînkembereke zirav li ser milê wê, li nava þînkemberê jî pûlikeke birikandî bi qasî rûyê wê mezin, hatibû dirûtin. Vê keçxamaya biçûk herdu milên xwe dirêj kiribû, ji ber ku ew balerîn bû, lingek xwe jî welê bilind kiribû ku qelaleþkerî nekarî bibîne. Lê wî wisan bawer kir ku ew jî wek wî yekling e. ![]() “Ew dê bibe kevaniyeke hêja ji bo min” got di dilê xwe de. “Ew dotmîr e, di koþkekê de dijî, lêbelê em bîst û pênc bira ne û di qutiyekê de dijîn. Teng e, ji bo wê cî tune ye! Lê ez dikarim hewil bidim ku em hev binasin.” Wî li pey qutiyeke birmotiyê ku li ser maseyê bû xwe dirêjî kir. Ji wir dikarî xweþ li keça biçûk a bedew binihêre. Ew her li ser lingek xwe bêyî bilive radiwestiya. ![]() Bi derengiya þevê re hemû qelaleþker hatin ketin qutiya xwe û malî jî ketin nav livînên xwe.Niha lîstokan dest bi lîstinê kirin. Biyanî vexwendin, þer kirin, govend gerandin. Teqereq ji qutiya leþkeran dihat, ji ber ku wan jî dixwest tevlî lîstikê bibin lê nekarîn devê qutiyê vebikin. Gûzþikênan (pilûr) didan lotikan, tebeþîran li ser texteyê dabûn bezê, qîrî û hala hala bû. Kanariya jî ji xewê þiyar bû û dest bi peyivînê kir. Helbestvaniya xwe nimand. Bi tenê diduyan xwe ji cihê xwe tevnedidan. Ew jî qelaleþkerê yekling û balerîna biçûk bûn. Wê li ser pêçiya mezin welê xwe rast kiribû û milên wê jî dirêjkirî bûn. Ew jî li ser lingek di rawestana “amade”yê de bû, çavên xwe ji wê nedikuta. ![]() Niha saet 12ê þevê bû. Bi gurmînekê re devê qutiya birmotiyê vebû. Lê birmotî tê de tune bû, di þûnê de sihêrbazek reþ î biçûk ku bi hunermendî hatibû çêkirin, derket. “Qelaleþker” got sihêrbazî. “Tu dê heta kengê wisan ziq li wê binihêrî!” Lê qelaleþkerî xwe ker kir mîna ku qet deng neçûbe wî. Sihêrbazî got “ka tu heta sibehê bipê.” Dema bû sibe, zarok hatin jor, leþker li ber pencereyê danîn. Êdî ji sihêrbazî bû an ji ber bayî bû ji niþka ve pencere vebû û leþker ji tebeqeya sisiyan bi serserî ket. Rêwîtiyek erjeng bû, lingê xwe li hewayê zivirand û ma wisan li ser kumê xwe rawestandî, sunguya wî jî di nav du kevirên kolanê de çik bûyî. Qerwaþa malê û kurikê biçûk yekser hatin jêr da ku lê bigerin. Her çendî pê jî lê kirin dîsan jî nedîtin. Heke qelaleþkerî bang bikira “va ye ez li vir im” hingê ew dikaribûn wî bibînin. Lê ji ber ku unîform lê bû nikaribû hawarê bike. --- Baranê dest pê kir, dilop li ser dilopê dadihat. Her ku diçû bi hêztir dibû. Dema baran rawestiya du zarok hatin. Yekî ji wan got: “Tu dibînî qelaleþkerek li wir e. Ew dixwaze here bigere.” Wan ji kaxiz keþtiyek çêkirin, leþker lê siwar kirin. Niha ew di coya baranê de diçû, herdu zarok jî li dû, li çepikan didan. Xwedê me biparêze, çi pêl radibin di coya baranê de, çi herikandineke xurt! Erê baraneke boþ barî. Keþtiya kaxizîn serobin dibû û carinan jî dizivirî, lerz bi leþker diket. Lê dîsan ew hertim amade, rast li pêþiya xwe dinihêrî û tifing li ser milê wî bû. ![]() Ji niþka ve keþtî ket binê pirekê dirêj. Binê pirê wisan tarî bû mina ku di qutiya xwe de be. Ew fikrî: “Gelo ez bi ku de diçim?” “Erê, ev karê sihêrbaz e. Ax, bila niha ew keça biçûk li kêleka min bûya, bila ducar tarîtir bûya!” Di wê kêlikê de miþkekî cirdo derket pêþiya wî ku di binê pirê de dijiya. Miþkê cirdo jê pirsî: “Paseporta te heye?” “Ka paseporta xwe bide!” Lê leþker qet guh neda wî, tifinga xwe bi hêztir girt. Keþtî li ser rêya xwe diçû, miþkî jî dabû dû. Diranên xwe yên tûj nimand, di ser qirþ û qalên di avê de kire barebar: “Wi rawestînin! Wî rawestînin! Wî baca xwe nedaye û paseporta xwe jî nîþan nedaye!” Lê herikîna avê her ku diçû bi hêztir dibû. Leþker ji niha ve dikarî ronahiya rojê li pêþiya xwe bibîne. Lê dengê xuþînekê jî bihîst ku tirsê dixist dilê lehengekî. Li aliyê din ê pirê ava coyê diherikî kanaleke mezin. Çawan ji bo me bive ye ku em bi keþtiyê ji çiravekê (sûlav) mezin bikevin, her ji bo wî jî wisan bive bû. Niha ewçendî nêzîk bû êdî nedikarî raweste. Keþtî diçû. Leþkerê reben ewçendî bi hêz xwe radigirt, heta jê dihat. Tu kes nikare bibêje ku ew ditirsiya. Keþtî sê çar car li dora xwe zivirî û heta ber dev bi avê tije bû. Êdî noqî avê dibû. Avê dabû ber qirika leþker û keþtî her ku diçû bêtir noq dibû û kaxiz ji hev diket. Niha avê da ser serê leþker û niha ew balerîna biçûk a bedew ket bîra wî. Êdî tucarî nikaribû wê bibîne. Dengê stranekê hat guhên wî: “Bive ye, bive þervan! Rev nabe ji mirinê tu caran!” Niha kaxiz ji hev çû, leþker ket. Di dema ketinê de ji aliyê masiyekî mezin ve hat daqurtandin. Li vir çendî tarî ye! Ji bin pirê tarîtir bû û pir jî teng bû. Lê qelaleþker dîsan jî amade û tifing li ser milê wî bû. Masî li derûdorê digeriya, liv û tevgerên seyr dikir. Di dawî de bê liv ma. Tîrêjek rojê xuya kir. Ronahî çendî çû ronîtir bû û yekî bi dengekî bilind bang kir: “Qelaleþker!” Masî hatibû girtin, li bazarê hatibû firotin û niha li metbexa malê qerwaþê bi kêrek mezin zikê wî diqelaþt. Wê bi du tiliyên xwe leþker rakir, bir odeya ku hemû li wir rûniþtibûn. Wan dixwest zilamekî seyr bibînin. Ji ber ku vî zilamî di zikê masiyek de rêwîtiyeke dirêj kiribû. Lê leþker qet bi vê yekê nedipesinî. Wan ew li ser masê danî. Lê çi seyr e! Çi tesadufeke mezin! Odeya wî ya berê ye, zarok heman zarok in, lîstokên din jî hemû li cihên xwe yên berê ne. Koþka kaxizîn û balerîna biçûk a þîrîn li cihê xwe bûn. Ew hîn jî li ser lingek xwe, ya din bilindkirî, welê rast rawestiyabû. Leþker ji vê dîmenê kelegirî bû. Hew mabû hêstirên qelayî bibarîne. Lê ev bi wî nediket. Wî li wê nihêrî, wê jî li wî nihêrî lê tu tiþtek negotin. Di wê kêliyê de yek ji wan zarokên biçûk leþker girt û avêt nav agirê kuçikê. Wî negot çima welê kir.Diyar bû sihêrbazê di qutiyê de welê xwestibû. ![]() Qelaleþker di nav pêtiyên agir de rast rawestiyabû û germiyeke erjeng hest kir. Lê wî nedizanî ev germî ya agirê rastîn e yan ya agirê evînê ye. Rengên wî jê çûbûn. Di dema rêwîtiyê de yan ji derd û kulan jê çûbûn, tu kesî nedizanî. Wî li keçe xama ya biçûk nihêrî, wê jî li wî nihêrî û vê carê wî hest kir ku dihele. Lê dîsan jî ew amade û tifing li milê wî bû. Hingê derîyek vebû, bayî li balerînê da û ew mîna karxezalekê firiya nav agir, kêleka leþker. Di nav agir û pêtî de wenda bû. Qelaleþker heliya bû mistek qela. Dotira rojê dema qerwaþê xwelî paqij kir, dît ku ji ber wî dilekî qelayî maye û ji ber balerînê jî pûlik mabû. Lê ew jî kizirî bûbû. Wergêra ji swêdî: Robîn Rewþen Wêne: Anastasia Archipowa |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| "Em amade ne bi her awayî Kerkukê vegerînin" | newalaqesaba | Çandi Giþti | 0 | 28-06-2007 11:06 AM |
| DeqÊ DadgehÎkirina PÊÞewa QazÎ MihemedÛ Sedir Û SeyfÎ QazÎ | rojdi_440 | Dirok | 5 | 31-05-2007 05:12 PM |
| Hertim di palûteyan de mirime | Numberone | Helbesten Kurdi | 1 | 23-12-2006 11:45 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.