|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ka Em Bavên Ber Aqila
Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van kerana ji çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin. Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gist geriyan nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, disa nedîtin. Hersê bira li ser kevirekî rûnistin û ji hev re gotin: - Ka em bavên ber aqila? Yê mezin got: - Heger ez bim, ê ku kerê me biriye yekî kinik e. Yê ortê got: - Ger kinik e, ji Xirbebelik e. Yê biçûk got: - Ger kinik e û Xirbebelik e, sed ji sedî ew Elik e. Rabûn berê xwe dan gundê Xirbebelik. Girtin ser mala Elik. Jê re gotin: - Zû kanîn kerên me? Elik got: - Kerên we ne li cem min in. Wan got: - Me avêt ber aqila ker li cem te derket. Elik got: - Ger hûn bi aqilê xwe bawer in, çi di bin lihêfa min de ye? Yê mezin got: - Ger ez ez bim, tistê di bin lihêfa te de ye tistekî girover e. Yê ortê got: - Ger girover e, ez bibêm orte sor e. Yê biçûk jî got: - Ger girover e, orte sor e û sed ji sedî hunar e Elik zer û sîn bû, destê wî di ber de ket û got: "Kerê we wane di êxur de ne." |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ka Em BavÊn Ber Aqila... | KaRaYeL_19 | Çiroken Kurdi | 0 | 26-12-2006 07:35 PM |
| Ka Em BavÊn Ber Aqila | helboy.24 | Komik Yazılar, Fıkralar | 4 | 15-08-2006 09:42 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.