|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Zilamê rêwî di gundekî re derbas dibe ku here gundê xwe. Digihêje serê gund,dibîne xortek ji nav rezê xwe banê dikê û bi lez tê pêşyê û dibê „xalo xalo ji kerema xwe re bisekine“. Zilam disekine, xort digihê cem û dibê: „Xalo pelê cixarê bi te re heye?“ Zilam: Erê lawo heye Xort: Xalo tûtin jî heye? Zilam: Erê tûtin jî heye Xort: Xalo destê min cemidîne tu dikari ji min re cixarakê bipêçi? Zilam cixarê jê re dipêçe û dide dest Xort: Xalo agirê min jî tune, tu dikari agir jî bide min? Zilam cixara wî pê jî dixe û bi behc li xort meyze dike. Xort dest bi kişandinê dike, piştî ku çend hilmê baş dikşîne dîsa li xalo wedigere û dibê: Xalo ez dixwazim bi te bişêwirim, dibêjin kişandina cixarê nebaşe ci raya teye ku ez dest ji cixarê berdim? Zilam li xort dinere û dibê: Na bavê xalo na, ki dibê cixare nebaûe derewan dike. Heta ku ker u ehmeqên weke min hebin, pela bidin te, tûtinê bidin te, ji te re bipêçin û ji te re pê jî xin, cixarê terk meke. Ma çima tê terk biki bavê xalo? |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Hozan Sipan-Havin | achar | Kürtçe Lyrics | 25 | 27-10-2007 02:09 PM |
| Bûm Xalo | hmpoo | Helbesten Kurdi | 5 | 20-02-2007 08:22 PM |
| Heso navê xwa dike Dilop | Numberone | Pekenok | 1 | 19-12-2006 10:25 PM |
| Diyarbekir diyordu lo xalo... | ahmedo | Şiirler | 10 | 11-12-2006 09:51 AM |
| Xortê bê çixare | Hozan Shan | Çiroken Kurdi | 10 | 07-12-2006 12:27 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.