|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Ciwan Haco: “Ez berê aþiqê Hulya Avþar bûm”
Em li Almanya bajarê Kölnê li Otela Crowne Plaza mêvanê Ciwan Haco ne. Piþtî rojekê ewê li wê derê konserekê pêþkêþ bike. Berî du rojan jî ji Kurdistanê hatiye, ew li ser vexwendina Zagros TV çûbû li Hewlêr û Silêmaniyê du koserên mezin dabûn. Me xwest em xwe berdin nava dilê Ciwan û hevpeyvîneke vekirî çêbikin. Ciwan ji me re qehwe û çay dixwaze, em hem vedixwun hem jî dipirsin û diaxifin… Bi min re çend hevpîþeyên min hene: Hêvîdar Zana, Yado Ciwan û Fadil Ozçelik… Ez di wê rûniþtinê de soza beþdarbûna programa 40 DEQÎQE jê distînim, dibêje: «Min li programê temaþe kir, wê program pir meþhûr bibe, kêfa min jêre hat, ezê beþdar bibim» Em dest pê dikin: Ezê pirsekê ji te bikim, pirsa ku te hez dikir ji te were kirin û heya niha nehatiye kirin çi ye… meselen tu bibêjî xwezî ev pirs ji min bihata kirin… Ciwan bêdeng dimîne… kêliyek derbas dibe, deng ji kesekî dernakeve… bersiv tune ye… em hevmû bi hev re ji niþkê ve dikenin… Ciwan li min dinêre û dibêje, ev çi pirs bû kuro… Dilbixwîn, ev çi pirs bû? Baþ e, dibêjim. Li televîzyonê bersiva vê pirsê bide. Berî çend rojan tu ji Kurdistanê hatî, li ser vexwendina Zagros TV te du konsert li Hewlêr û Silêmaniyê pêþkêþ kirin, tu memnûn vegeriya yî? Belê, gelekî baþ bû. Berî vê carê ez du caran çûbûm. Lê vê carê pir cuda bû. Ez rast bibêjim qedir û qîmeteke mezin dane me. Camêran gelekî qedrê me girtin. Me du konsertên mezin pêþkêþ kirin. Kêfa milet jêre hat. Destpêkê ez tirsiyam, min got ezê biçim Hewlêrê, Silêmaniyê, bi zaravayekî din diaxifin, em Kurd miletekî renge reng in… ditirsiyam em ji hev fêm nekin, kêm însan werin, germahî çênebe… lê ne wilo bû, germahiyeke ecêb çêbû, ya sitar! Wellahî billahî ew germahî ne kêmî Batman û Diyarbekir bû. Ji wan hemûyan re spas dikim, spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikim, spasiya Zagros Tv dikim. Hêvîdarim ev konsert û ev çûna min berdewam bike û li vir nesekine. Ev çûna min bikeve rê û em bikaribin xizmeteke baþ ji bo miletê xwe bikin li wî perçeyê azad. Kesên li te guhdarî dikirin, tenê ciwan bûn, lê kesên bi temen jî hebûn...? Hebûn… hebûn.. kal û pîr jî hatibûn. Lê piranî ciwan bûn. Li Hewlêrê Parêzger Hadî Newzad, wezîrê Ciwanan û Sporê Taha Berwarî hatibûn… gelek kesayetiyên bi nav û deng… berpirsiyarên hikûmetê jî hatibûn, lê piraniya beþdaran gênc bûn, ciwan bûn. Di van demên dawiyê de tu ber bi erotîzmê ve diçî, weke ku piraniya stranên te erotîk bin, sedema vê guhertinê çi ye? Erotîzm di strana kurdî ya folklorîk de heye. Ji ber vê yekê hîç tirsa min tune ye ku guhdarên min ji min birevin. Miletê Kurd ev yeka qebûl kiriye. Neku min niha destpêkiriye, dema ku min strana Emîne Emîne got, temenê min 14-15 salî bû. Ji %80 naveroka wê erotîk bû. Ciwan tiþtek bala min dikiþîne, te stîla xwe guhert. Dema ku ez li albumên te yên berê guhdarî dikim, tiþtekî din dibînim… lê me hew dît ku te berê xwe daye Pop… çi çêbû? Destpêka min, kasêta Emîne Emîne, Stîla Kurdên Elewî bû. Min li radyo guhdarî dikir, xwiþka min Dîlberê jî li gora xwe wê demê gotinên wê dinivîsandin. Piþtre dema ku ez hatime Almanya, xort bûm, min ciwanên Alman naskirin, ketime nava wê jiyanê, car hebûn bi mehan derbas dibû û min Kurdek jî nedidît. Em diçûne dîskotêkan, diçûne baran, em diçûne ahengên Almanan, tê fem kir… keçikên xweþik hebûn… vê yekê tesîrek li min kir, êdî min li muzîka pop, rap guhdarî kir. Piþtre min sê muzîkvanên Alman naskirin, Leo, Teo, Rams… me dest pêkir em herin þevan, despêka min wilo bû, gelek caran dibêjim, min planek ji vê destpêkê re dananî. Ez dibînim niha jî gelek kes teqlîdê te dikin, tu çawa li vê yekê dinêrî? Ez baþ dibînim, îro gelek grupên baþ hene, kesên vê stîlê berdewam dikin hene, kêfa min gelekî ji Koma Rewþen re tê, Koma Çarnewa heye, em hêdî hêdî bi emir mezin dibin, divê rê ji van gênc û xortan re were vekirin. Ji ber ku hesûdî di navbera hunermendan de heye ji ber vê yekê dibêjim. Na… na! Ji kesekî nahesidim. Koma Rewþen meselen, hemû Kurd in, entrumentên rojavayî bi kar tînin, bi rastî ez kêfxweþ dibim, kêfa min ji wan re tê. Ez ji dilê xwe ji wan re li çepikan dixim. Dema ku min ew enstrument bi kar dianîn, ji %70-80 ji salonê derdiketin û nikaribûn li min guhdarî bikin, dema ku ez niha dibînim xort û keç li vê muzîkê guhdarî dikin kêfa min tê, kêfxweþ dibim. Fadil Ozçelik: Hunera te li sirgûnê dest pê kir. Hinek dibêjin sirgûn bandoreke neyênî li hunermend dike, hinek jî berevajî vê yekê difikirin, tu vê yekê çawa dibînî? Mayîna min li Ewropa hîþt ku ez van stranan çêbikim. Xerîbî, Gula Sor, Generalekî Tirsonek... Ey Dîlberê min ev stran û gelekên din li Ewropa çêkirin. Min li xerîbiyê gelek zehmetî dît, gelek feqîrî dît. Gelek caran heqê bîrayê, heqê cixareyê, heqê xwarinê bi min re tunebû. Min bêriya welat dikir, hesreta welat, te fêm kir! Wê qehrê hîþt ku ev stran derkevin holê. Ez dibêjim eger halê min xweþba û ez li welat bama, min niharibû evqas stran evqas berhem derxistana. Niha belkî 150, 160 stranên min hene, belkî ji %70-80 ji wan stranan li ser þerê welat, li ser rewþa welat in, li ser hezkirina welat in, te fêm kir. Stranên eþqê jî ji ber ku ez aþiq bûm bi min re derdiketin. Tu kengî li kuderê aþiq bû yî? Kuro iþte em aþiq bûn. Li vir lê li welat? Li vir jî li welat jî. Li vê derê min bi awayekî profesyonel dest bi hunerê kir. Bê eþiq nabe, heya ku mirov ne aþiq be, nikare stranan li ser eþqê jî çêbike. Ciwan paþnavê te tesîrek li wê yekê nekir ku tu bi vî rengî meþhûr bîbî, binemala Haco navdar e... Na. Eger mesele navê Haco ba, lazim bû ez di salên destpêkê de meþhûr bibama. Qusurê nemeyzîne, nav û dengê ku niha bi me ketiye ez nabêjim meþhûr bûme... lê bi rastî min kedeke mezin da, min xebat kir, bi derengî min berhemên wê xebatê girtin. Hinek caran heqê mirov tê xwarin. Hinek kes hene quwet di dest wan de ye, bi kêfa xwe dilîzin. Gelek caran min ji xwe re digot, çima Kurd li van stranan guhdarî nakin, ez weke zarokên xwe li stranên xwe dinêrim. Ez gelekî bi wan re westa bû me. Ev stran ji xwe ber derneketine. Ne wilo?! Bi hesanî çênebûn. Fadil Ozçelik: Çûna welat bandoreke çawa li ser te çêkir? Bêguman bandoreke mezin li ser min çêkir. Cara pêþîn ez çûme Batmanê, min li wê derê konsert da. Heya niha jî konserta Batmanê weke xewnekê ye, bi sedhezaran kes amade bûn, heya bimirim jî nikarim ji bîr bikim. Ne mesela konsertekê ye, Batman ji min re bû dîrokek. Ew dîrok ne min nivîsand, ew kesên hatin wan dîrok nivîsandin. Dûre Diyarbekir, li wî jî nêzîkî mîlyonek kes amade bûn. Nabêjim ji bo min hatin, ez hebama jî tunebama jî, wê dîsa ewqas însan bihata, hebûna min li wir germayî hîn xurtir kir. Vê dawiyê jî çûna min ji bo baþûr. Ev guhertinên mezin in, di jiyana min de. Batman, Diyarbekir. Hewlêr û Silêmanî... ev nuqteyên girîng in di jiyana min de. Ezê niha vegerim malê, nizanim ezê çawa bersivê bidim. Ez dixwazim hîn bêhtir ji wan re kar bikim, xizmetê bikim. Qamiþlo jî ne xeyaleke te ye tu biçî li wir konsertekê bidî? Çawa ne xeyala mine Dilbixwîn! Ez ji wir im jî, bîranênên min li wir in, zaroktiya min li wir e. Ez li wir mezin bû me. Hevalên min, dostên min li wir in, baweriya min heye ez li wir jî kosertan bidim, emê li wir jî qiyametê rakin. Hêvîdar Zana: Weke ku te got, tu di pêvajoyeke gelekî teng re derbas bûyî. Destpêkê kesekî li te guhdarî nedikir, pere tune bûn, digotin Ciwan Haco muzika kurdî xerab dike, û nizanim çi... îro rewþa te cuda ye, li Diyarbekirê di konsertekê de mîlyonek kes li te guhdarî dike, li Batmanê her wiha...dixwazim bipirsim, tu ji cihê xwe yê niha razî yî? Spas Hêvîdar. Ez razî me û zêdetir jî. Yanî êdî baþtir çênabe. Hêvîdar Zana: Heqê te hatiye dayî? Belê, hem li Batmanê, hem li Diyarbekirê hem jî di vê çûna min de li baþûrê Kurdistanê. Êdî ez ne muhtacî tiþtekî me. Ne muhtacî þuhretê me, ne muhtacî pera me, elhemdulillah ez gihiþtim cihê ku min dixwest. Dibêjin Ciwan Haco nefisbiçûk e, ji te hez dikin, tu dizanî kesên meþhûr, bi taybetî jî di nava me Kurdan de, xwe nefis bilind dibînin... tu xwe çawa dibînî? Ez wilo me, weke xwe me kuro. Tu car caran pê nahesî ku tu kesekî meþhûrî, divê tu bi rengekî din tevbigerî? Na bawer bike tiþtekî wiha li cem min nîne. Ez xwe însanekî germ dibînim. Kêfa min gelekî ji zarokan re tê. Ez bi zarokan re jî gelekî germ im. Yado Ciwan: Bi mîlyonan heyranên te hene, tu bi xwe heyranê kê yî? Ez heyranê miletê xwe me. Ez heyranê axa xwe me. Ez heyranê wê rojê me ku miletê Kurd têde azad bibe. Bigihê mafê xwe yê rastîn, weke her miletekî din xwedî dewlet, ji bo hemû miletê Kurd dibêjim. Eger baweriya min bi vê yekê nehatiba min ew stran nedigotin. Eger baweriya min bi vê nehatiba, min li ser Mehabad, li ser Rewandiz, li ser Qeladizê, li ser Diyarbekirê, li ser Qamiþlo, li ser Helepçe nedistirand, ez di stranên xwe de derewan nakim. Ev milet wê rojekê bigihê mafê xwe yê rewa. Ev milet wê rojekê dewleta xwe ava bike. Tu heyranê kîjan hunermendî-ê yî? Stran? Belê stran, li kê guhdarî dikî? Ev jî meseleyeke (em dikenin), ez li hemû rengên muzîkê guhdarî dikim. Çi POP be, çi ROCK be, çi JAZZ be, çi ARABESK be, çi TIRKÎ be, çi FARISÎ be, çi EREBÎ be... di nava Kurdan de, kêfa min ji Koma Rewþen re tê, Koma Çarnewa, Çopy, Leyla Ferîqî û wekî din... Yado Ciwan: Hûn ji berê de popoler in, lê piþtî ku hûn derketin programa Hûlya Avþar, þureta we bû du sê qat... belkî ez þaþ bim, lê ez wiha dibînim, sira vê yekê çi ye... Na, ez ne bi vê nêrînê re me. Ez bi riya Hulya Avþar meþhûr nebû me. Belkî ev þuhreta tu dibêjî di nava Tirkan de be, Kurdan ez bi riya Hulya Avþar nas nekirim. Hurmeta min pir ji wê re heye. Hulya Avþar þexsiyete xurt te, cesûr e, natirs e, yekî weke min dawetî programa xwe dike, hurmeta min ji wê re heye... Di navbera te û wê de çi heye? (em dikenin) Binêrin... bawer bikin tiþtekî taybetê di navbera min û wê de çênebû ye. Lê projeyên me hene, dixwazim bi wê re çêbikim, weke CD, ez bi kurdî bibêjim, ez jî bi tirkî. Fîlmek jî di rojevê de ye. Em eþkere biaxifin Ciwan, çiyê te bala Hulya Avþar kiþand? (Bêdengî) Careke din Ciwan, hinek got, têkiliyeke evîndarî di navbera te û wê de heye... medyayê li ser vê yekê gelekî nivîsand, çiqas rast e? Dema ku ez 22-23 salî bûm, raste aþiqê Hulya Avþar bûm. Kêfa min gelekî jêre dihat. Niha ne aþiqê Hulya Avþar im, tenê kêfa min jê re tê, ferq heye. Heqê Kurdan heye, gelekî li ser gelek tiþtan diaxifin. Divê em Kurd jî fêr- magazin bibin. Ji bo te jî dibêjim Dilbixwîn, tu rojnamevanekî bi nav û dengî, di vî warî de barek dikeve ser milê te... divê rojnamevanên me jî fêrî magazînê bibin, fedî nekin û netirsin. Ciwan te bersiva pirsa min neda... çi bi taybetî tu dawetî programa xwe kirî? Kêfa Hulya Avþar ji stranên min re tê. Wê bi xwe ji min re got, “ez 15 salin li te guhdarî dikim”... ji min re got albimên min di erebeya wê de hene û li min guhdarî dike... Hûn bi çi zimanî diaxifîn? Bi Kurdî û înglîzî... Hulya dizanibû ku tu zewicî ye? Belê dizanibû. (em dikenin) Bavîtiya te çawa ye? Mirov dibêje qey bavîtî li te nayê... Tu xwe bavekî çawa dibînî? Bawer bike Dilbixwîn ez bavekî baþ im. Du zarokên min hene, Lorîn û Roza. Ez saat 7 serê sibê zû hiþyar dibim, dema li mal bim, wan þiyar dikim, xwarina wan didim, wan digihînim dibistanê, ez demeke baþ didim zarokên xwe, divê ev wezîfeya her bavekî be. Nabe em vî karî tenê ji jinê re bihêlin, ne tiþtekî rast e. Divê di hemû karê malê de mêr bi jinê re parve bike. Divê em xizmeta jinê bikin. Nabe em weke beriya sed salî bifikirin û jinê di malê de perîþan bikin... ez dawê li heyranên xwe dikim, kesên li min guhdarî dikin, bila alîkariya xanimên xwe bikin. Fadil Ozçelik: Di çapemeniyê de hate belavkirin ku te gotiye “ala Tirkan ala me ye jî”, ev çiqas rast e? Belkî gelek tiþt þaþ hatibine fêmkirin. Weke kesekî ez nikarim pesna wê dewletê bidim mafê gelê Kurd binpê kiriye. Min negotiye ala Tirkan ala Kurdan e jî, ne rast e. Li ser navê min zêde û km kirine. Ala Kurdan ala rengîn e. Fadil Ozçelik: Tiþtên ku di medyaya tirkî li ser te tê nivîsandin, tu pê dihesî? Ez bi tirkî nizanim, lê dost û hevalên min min agahdar dikin, ji min re tercume dikin. Tiþtekî bala min kiþand Ciwan, tu qet behsa klasîkên kurdî nakî, eger tu li ser sehneyê bî, yek were ji te straneke Gerapêtê Xaço bixwaze, yan jî straneke Arif Cezrawî... wê tu çi bikî? Min stranên wilo negotine, stîleke min heye, weke Dilo Rebeno Dilo, ew jî klasîkeke kurdî ye. Tesîra klasîkan gelekî li min bû ye, heta îro jî lê guhdarî dikim. Lawikên Kurdan, Heyranên Kurdan, divê hebe, divê bimîne, ez bi xwe jê fêdê dibînim. Min di gelek stranên xwe de fêde jê dîtiye. Ez bi lawik dest bi strana “Diyarbekir Mala Min e” dikim. Lê dibe musîbet ku hemû Kurd li Lawikan guhdarî bikin, divê hemû rengên muzîkê di nava me de hebe. Bila di nava me de Gerapêtê Xaço hebe, Muradko hebe, lê bila Pop, Roch, Arabêsk jî hebe. Niha hinek kes dibêjin Ciwan li dijî Arabêsk e, na ne li dij im, xwezî ji nava Kurdan starek derketibû û Arabêsk bigotiba. Ku bi mîlyonan Kurdan lê guhdarî bikarana. Ez bi xwe jî fêdê ji muzîka erebî, tirkî, farisî û gelek muzîkên din dibînim. Muzîk behr e, divê em xwe teng nekin. Dûre em nikarin weke berî sed salî bibêjin bav û kalê me li filan muzîkê guhdarî dikirin, divê em jî lê guhdarî bikin... Ez nabêjim em muzîka erebî û tirkî û nizanim çi bibêjin, nabe... ruhê min kurdî ye, ez li ser bingeheke kurdayetî mezin bû me. Ez li ser dengê Mûradko mezin bû me. Ez nikarim xwe bikim însanekî din. Ruh muhum e ruh... Tu kesekî ji xwe re konkirêns dibînî, yan jî kesek te weke konkirênsê xwe dibîne? Bawer bike na. Stîleke min heye û min heqê xwe standiye. Programa te ya pêþerojê çi ye? Ezê vegerim malê û çend rojan baþ razêm. (em dikenin) û têr zarokên xwe bibînim. Piþtre ezê vegerim Hewlêrê û amadekariya CD yekê bikim, wê CD bi soranî be. 12-14 stran in. Ezê stranên xwe yên kevin careke din bibêjim. Ev wê bi piþtgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê çêbibe. Difikirim CD’yekê bi zazakî jî derxînim. Gelek caran dostên Kurd yên Zaza ev daxwaz ji min kirine, heqê wan e, mesela zeman e, zemanê min hebe dixwazim Hawramî jî bistirêm... Wekî din kek Zerdeþt Ehmed, çûna min ya Kurdistana baþûr, bi xwe xelkê Silêmaniyê ye, fîlma min ya dokumentar çêdike, lazime di 2-3 mehan de xelas bike. Spas Ciwan hêvî dikim tu di hemû projeyên xwe de serkeftî bî, lê ji bîra te neçe pirsek bê bersiv ma, ji bîra te neçe... hêvî dikim em di programa 40 DEQÎQE de hev bibînin. Ez jî spasiya te û we hemûyan dikim. Hêvîdarim em di demeke nêzîk de careke din hev bibînin. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Ciwan Haco - Off 2006 | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanýtým | 60 | 21-12-2009 05:07 PM |
| Ciwan Haco þarký sözleri | rojhýlat73 | Kürtçe Lyrics | 8 | 09-01-2009 10:29 AM |
| Ciwan Haco | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 18 | 25-04-2008 02:42 AM |
| Ciwan Haco ve etno müzik | berxwedan | Genel Kültür | 23 | 07-04-2007 11:23 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.