Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Şarkı Sözleri ve Sanatçı Tanıtımları > Son Çıkan Albümlerin Tanıtımı > Müzik Sohbet

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 08-03-2008, 09:28 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jan 2007
Konum: deyşta rewanê
Mesaj: 29,629
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 105502
Rep Puanı : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post Xelîl Xemgîn bi ´aX´ê tê


Xelîl Xemgîn bi ´aX´ê tê/ M. EMÎN YILDIRIMXizmetkarekî çandê ye Hunermend Xelîl Xemgîn yek ji wan navan e ku mîna stranbêjekî dengxweş tehma dengê xwe yê dawidî gihandiye her derê Kurdistanê û xwe bi gelê kurd daye qebûlkirin.

X.xemgîn bi wê sekna xwe û afirîneriya xwe ya di aliyê hunerî de di gel eniya hunermendên kurd xwediyê cihekî taybet e. Xelîl Xemgîn li rojavayê Kurdistanê li herêma “Çiyayê Kurmênc” hatiye dinê. Xelîl Xemgîn ji sala 1985’an û pêde di nava Koma Berxwedan -Koma Berxwedan heta ku xwe fesh kir- de mîna endamekî çalak xebitî. Ji xeynî 16 albûmên Koma Berxwedan ku di piraniya wan de deng û awazên Xelîl Xemgîn têne bihîstin, çar berhemên wî hene. Di sala 1988’an de kaseta “Bagok”, di sala 1992’yan de kaseta “Ey Şehîd”, di sala 1997’an de kaset û albûma “Name” û di sala 200- ’an de kaset û albûma “Zend”. Xelîl Xemgîn dê îsal bi albûma xwe ya “aX” dê heta Newrozê bigihîne guhdarên xwe.
- We çima navê albûma xwe kiriye aX?
Navê berhemê aX e. Heta niha nizanim çima, min her tim xwestî, navê berhemên min bi gotinekê an jî tenê navek ji peyvekê be, di vê xebatê de jî her wisa bû. aX nav e, an jî gotinek e... Nizam, lê her kes dikare, ji xwe re şîrove bike...!


- Ji kengî ve hûn amadekariyên vê albûmê dikin û konsepta vê albûma we çi ye?
Xebata berhemê, encama amedekariyek bi qasî 2 salan e. Min vê carê xwest ku xebateke hinekî cude bidim destê xwe, awaz û gotinên berhemê, mîna konseptekê, di gel hevalê xwe Hekîm Sefkan, me daye destê xwe... Heta zelal kirina konseptê û hevbeşkirina wê, çar/ pênc stran me ji repartuarê derxistin...


- Di vê albûmê de çend stran hene, hûn dikarin hinekî behsa wan bikin?
Di albûmê de, 10 stran cih digirin. Stranên ku di albûmê de cih girtine ev in: Dunya -bi beşdariya endamên Koma berxwedan- li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd e; Xwezî -Durim- (Weke mêvan hevalê min Seyîdxan dixwîne); Heylê, Heylê û Hayedar bin, weke 2 xebatên ceribandinê, bi şêwazeke ku heta niha guhdarên min ji min guhdar nekiriye... cih digrin. Rojên Berê (dîsa di gel hunermenda me ya deng xweş, FATÊ, dueteke...) Neçe Dilê min... meqamekî dirêj e, stranek ku min 9 sal in, bi jan û hesretê di dilê xwe de xwedî kiriye... Şengala Nuranî-Hewar, hewar- Emin- piraniya gotinên stranan Hekîm nivîsî ye. Her wiha, 2 stran Şengal û Hewar jî yên Hekîm Sefkan in.


- We albûm di kîjan konseptê de amade kiriye?
Konsepta berhemê, bi giranî der barê hizr û fikarên civakê, bîr û helwesta gel li dijî tecrîd û inkar û îmhakirinê ye...


- Di dema amadekariyên albûmê de hûn rastî çi astengiyan hatin?
Ji bo astengî û zehmetiyan tiştekî nabêjim, tenê baweriya xwe dikarim bînim ziman, (ma gelo, di van astên dijwar û awarte de, zext û astengî ji yên gel bêhtir hene?) Di vê xebatê de, heger astengî û zehmetiyek hebe jî, ew ji ber kêmasiya plansaziyên min ên kesane bûne. Du saziyên me yên kedkar, Mîr muzîk û Kom muzîk, camêran bê kêmasî, ji bo vê xebata me hemû hêza xwe seferber kirin... Lê di warê plansaziya aranje û derhenêriyê de zehmetî hebûn, weke min li jorê jî aniye ziman, ew jî ne têrkirina planên min û şaş tercîhkirina min bû!


- Di vê albûmê de gelo di warê guherîna tarzê de tu guhartin heye an na?
Di warê tarz û guhartinên nû de, du stranên ku min weke ceribandin amade kiribûn di albûmê de cih digirin, ez baş dizanim wê gengeşî û rexne li ser bêne kirin, lê min weke mirovekî di van astên ku globalizmê her tişt xistî bin bandora xwe, xwe mecbûr dîtiye... û bi vê mecbûriyetê hisiyame...


- Gelo we berhemek li gorî dilê xwe pêşkêşî guhdarên xwe kiriye?
Min berê jî gotî mirov di hunerê de her tim şagirt e. Qet xebatek, ji sedî sed li gorî mirov hêvî dike çênabe. Lê belê, ez bextewar im ku bi alîkariya hevalên xwe û herdu saziyên me, min dikarî vê carê, xebateke rengîn ji gel û guhdarên xwe re amede bikira...!


- Hûn difikirin ku ji kîjan stranên xwe yên di vê albûmê de klîb bikişînin?
Di rojên pêş me de, em klîba strana Dunya, mîna klîba Roja Me, amade dikin.

MÊVAN is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Xemgîn Bîrhat şarkı sözleri... Gulşîn Kürtçe Lyrics 0 23-11-2007 12:50 AM
Rengîn û xemgîn 1-2-3-4-5 mezopotamyalim-47 Çiroken Kurdi 5 29-09-2007 02:31 PM
Xelil Xemgîn Dengê sazamin rojhılat73 Kürtçe Lyrics 4 23-02-2007 08:25 PM
Diljarê Xemgîn mezopotamyalim-47 Helbesten Kurdi 8 14-01-2007 04:07 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 08:08 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.