|
|
#1 (permalink) | ||||||
![]() Ziman ruh û rûmeta însanan û miletan e… DIYARBEKIR, 21/11 2005 — Çîroka min û nivîskariya kurdî dirêj e. Bixêr ez ê rojekê, bi firehî, behsa wê jî bikim. Lê belê ez niha bi tenê dixwazim bibêjim ko eger riya qedera min xwe dirêjî welatê xerîbiyê nekira, bi îhtimaleke mezin, min ê nikaribûya dest bi nivîskariya kurdî ya edebî bikira. Carina tiþtên neçê dikarin bibin sebeba çêyiyan jî! Sala 1976-an ez li girtîgeha Anqerê bûm. Hingê ez berpirsiyarê kovareke kurdî-turkî bûm û ji lewre hatibûm girtin. Lê gava ez hatim berdan, min berê xwe da welatê xerîbiyê; mehkemeyên min dom dikirin û min dil nîn bû ko ez dîsan bihatima girtin. Roja ko ez gihîþtim Swêdê, Stockholmê, warê xwe yê sirgûnê, min ji bo heyata xwe ya nû du biryar dan; Yek, min ê hîç carekê heyata xwe ya welêt ji bîr nekira û ez ê dîsan vegeriyama. Û ya diduyan jî, min ê xwe nû bikira, pêþve bixista, tiþtekî çê bihaniya pê. Ji wê rojê û heta îro ez her weha difikirim; kesê ko jiber sebebên sîyasî, ronakbîrî, kulturî bêgav dimîne û dev ji welatê xwe berdide, divê, di her þert û mercê de, xwe nû bike û ji bo ziman, kultur, edebiyat, huner û siyaseta welatê xwe û ji bo hemû însaniyetê tiþtên bikêr û berhemên çê bîne pê. Yanî ew kes divê ji êþ û azarên xwe dewlemendiyeke însanî bîne pê. Jiber ko gava kesê sirgûnê vegere welatê xwe, însanên wî dê jê bipirsin ka ewî ewçend wext li wan welatê xerîbiyê, ji bo ziman, gel û welatê xwe û ji bo însaniyetê çi kiriye. Min dizanîbû ko gava ez rojekê vegeriyama, herkesî dê ji min bipirsiya û bigota, ”Mehmed Uzun, te evçend wext li wan deran ji bo ziman, gel û welatê xwe çi kir?” Ji 1977-an heta îro heyata min hemû ji bo bersîva vê pirsê bihurî; min her çi kiribe, ji bo bersîvdana vê pirsê, min kiriye. Heyata min a welatê xerîbiyê û hemû berhemên min ko îro li ber we ne, bersîva vê pirsê ne. Min li milekî xwe nû kir, ez guherîm, li li milê din jî min axa xwe, welatê xwe, gelê xwe, ziman û edebîyata bav û kalan tu carê ji bîr nekir; bi alîkariya her tiþtê nû ko ez hîn bûm, min hinekî din nêzîkî li ziman û mîrasa xwe ya kulturî kir. Min dev ji her tiþtî berda da ko ez bikaribim her ji bo van armancan bixebitim. Jiber vê yekê, dewsa ko ez li welatê xerîbiyê bi zimanekî ko îmkanên wî hîn zêdetir in, nivîskarî bikim, min zimanê bav û kalan da ber xwe û pê nivîskarî kir. Belê, îmkanên zimanên din ji yên kurdî gelekî çêtir bûn, wan her celeb keys û îmkan ko dikare were bîra însên, hebûn. Ehmedê Xanî beriya niha bi çar sed salan gotibû; bazara zimanê kurdî kesad bû. Rewþ hê jî weha bû. Lê hedefên min û pirsa vegerê her di bîra min de bû; gava ez vegeriyama, min ê çi bersîvî li pirsa însanên xwe vegeranda? Ji însanên xwe, ji we, ji axa xwe, ji çemên Dîcleyê û Firatê gelekî dûr, li welatekî gelekî sar ê bakûr, di rewþeke gelekî tarî û di nav bêdengiyeke bêpayan kûr de, min bi zimanê kurdî dest bi nivîskariyê kir û serpêhatî û hawara Dîcleyê, bi zimanê þêrîn û kevnare yê çemê Dîcleyê nivisî. Di destpêkê de her tiþt zehmet bû û ev zehmetî hem zahf giran hem jî bêhejmar bûn. Kes pê ne bawer bû ko bi zimanê kurdî dikarîbû edebiyateke bedew a însanî bihata pê. Herkesî ji min dixwest ko min bi zimanekî din ko xwedî îmkan e, nivîskarî bikira. Lê min welê nekir, bi înad, tevî hemû zehmetiyan, min bi kurdî nivisî; qewlê min ê destpêkê, qewl bû. Û hingê, gava min dest bi nivisînê kir, min bi kêfxweþî dît ka zimanê kurdî xwediyê çi dewlemendî û îmkanan e. Herçend ez ketîm nav kûrahiyên zimên, ewçend ez rastî dewlemendîyên bêpayan hatim. Ji destpêkê min bawerî bi zimanê kurdî hebû, lê belê bi nivisînê jî min, bi îspat, dît ko zimanê kurdî ne kêmî hîç zimanekî ye, -eger ne zêde be. Min dît ko zimanê me yê qedîm ko yek ji zimanê herî kevn ê cîhanê ye, comerd e, gava însan bi germahî û bi evînî nezîkî lê bike, hingê ew jî hemû heyin û dewlendiyên xwe yên veþartî berpêþ dike. Ew zehmetiyên destpêkê hêdî hêdî qulipîn ser fersend, îmkan û dewlemendiyan, cîhaneke nû ya bedew, xurt, hêja û rengîn li ber min vebû. Min dît ko ew derew û buhtanên heftê heyþtê salan ko li zimanê kurdî dibûn, hîç û pûç in. Hingê ez têgihîþtim ko ziman ruhê însanan e; ziman ruhê miletan e. Eger însan dixwaze xwe bigihîne ruhê kesekî yan miletekî divê li ziman hûr be; jiber ko her tiþtê ko însan û miletan dike însan û milet di nav dewlemendiyên zimên de heye. Ji mîrasa kulturî bigirin heta bîr û þihûra neteweyî, ji rabûn û rûniþtinê bigirin heta tarîx û hafizayê… Ez ê bêguman behsa xebata xwe ya zimanê kurdî û nivisînên romana kurdî jî nekim. Lê belê divê ko ez bibêjim; di hemû xebata min de, peydakirina xusûsiyetên xweser ên zimên, nûkirin û modernîzekirina zimên, pêkanîna zimanekî yekgirtî, berpêþkirina humanîzma zimên, bi zimanekî weha vegotina serencema însanê bindest û li hember derew, zordestî, bîr û baweriyên resmî rawestan, hertim, esas bû. Hingê bi nivîskariya zimanê kurdî ya vê celebê ko min qal kir, ez têgihîþtim ko ziman ne bi tenê ruh e, herweha ew rûmet e jî; hem rûmeta însên hem jî rûmeta milet. Ez niha çima behsa van tiþtan dikim? Jiber ko ez dixwazim, bi hênceta vê xelatê, li vir, li kêleka çemê Dîcleyê ko þahîdî li hemû tarîxa me dike, bibêjim ko zimanê kurdî, zimanekî dewlemend û hêja ye; hûn divê ji zimanê xwe þerm nekin, ji bervajiyê, pê serbilind bin û di her hal û mercê de lê xwedî derkevin, pê bijîn û her þixulê xwe pê bigerînin. Hûn divê bizanibin ko hêz û quweta zimanê we gelekî xurt e, -yan na, ne mimkun bû ko ziman ji hezaran salan û vir ve bijiya û ewî xwe bigîhanda van rojan. Em divê xwe nexapînin; gava em li zimanê kurdî xwedî dernekivin, berpirsiyariya xwe ya ehleqî ji bîr bikin û bihêlin ko ew bimire, hingê her tiþtê ko em bikin, ji siyasetê heta huner û edebiyatê, ew ê bêruh be û eger ne bi temamî bêrûmet be jî, rûmeta wê dê kêm be. Felaketa herî mezin ko dikare bi serê însan, welat û miletekî de were ev e; windakirina ruh û rûmetê… Em divê nehêlin ko ev felakata hanê bi serê însan, welat û miletê me de were. Hingê em ê li ber ked, xebat, xwîdan û xwîna gorbehîþtên xwe jî þermezar bin. Pêwendiyên Yekitiya Ewrûpayê û Turkiyê divê me nexapîne û sist neke; rewþa zimanê kurdî bi vî awayî baþ nabe. Rast e, gelek qedexeyên ko li ser zimanê kurdî hebûn, îro nîn in, lê rejîm bi her awayî nîþan dide ko ewê dev ji siyaseta xwe ya asîmîlekirina zimanê kurdî bernedaye. Eger kurd bi xeyalên pûç xwe bixapînin û bi xurtî li zimanê xwe xwedî dernekivin û zimanê xwe mîna ruh û rûmeta hebûna xwe nebînin, hingê rojên bê ji bo zimanê kurdî, rojên tarî ne. Jiber vê yekê, min ji we hemûyan tikayek heye; em kî û çi dibin bila bibin, hemû bi hev re, bi hemû quweta xwe, li zimên xwedî derkevin, ji bo parastin û pêþxistina zimên seferberiyên fireh û dûr û dirêj îlan bikin. Ev gotinên min, di eynî wextê de nîþan dide ka ez kî me jî. Li ser min gelek tiþt tên nivisîn û gotin, herkes li gora bîr û baweriya xwe tiþtekî dibêje û dixwaze navê min, çê yan neçê, ber bi xwe ve bikêþîne. Lê belê ez, bi tenê xebatkarekî zimanê birîndar ê kurdî me. Ez ne însanê pevçûn û xirecirên navxweyî yên kurdan im, bêyî ko li dijî kesekî, hêzekê yan jî tevgerekê rabim û þer bikim, mîna nivîskarekî edebî, ez bi ruhê însan û miletê kurd mijûl im. Xebat û lebata min, ya ruh e ko herkes tê de ye. Eger ez bikaribim evî ruhê birîndar ko ruhê herkesî ye, hinekî bicebirînim, ez ê xwe bextiyar hîs bikim. Belê, kî çi dibêje bila bibêje, ez vegeriyam û hatim, ez niha li vir im. Û hûn bivê nevê dipirsin; Mehmed Uzun te heta niha ji bo ax, welat, milet û însanên xwe çi kir? Ez jî, îro, bi vê munasebeta pîroz, bersîva we didim; min ev hemû kitab û berhem afirandin. Fermo, hildin, bigirin van kitab û berheman. Jiber ko ew, yên we ne. Belê, ew bi navê min derketine, min ev xizmet kiriye, lê xwediyên van hûn in, axa bav û kalan e, çemê Dîcle û Firata qedîm in. Ji lewre ev xelata ko ez niha werdigirim, ji bo min xelata herî mezin e; ev xelata hanê ya axa bav û kalan e, xelata Dîcle û Firatê ye, xelata însanên min ên bindest, lê hêja û birûmet e. Ez bi vê xelatê gelekî serbilind im û di hizûra we de spasdariya xwe pêþkeþî þaredariya mezin a Diyarbekirê, serekê wê, þaredariyên din ên Diyarbekirê, serekên wan, ehlê Diyarbekir û welatê xwe dikim. Gelekî spas. Hûn her bijîn… MEHMED UZUN ------------ Têbînî: Di tarîxa 16.11.2005-an de, li Diyarbekirê, di destpêka rojên edebiyatê de, serekê þaredariya Diyarbekira mezin û serekên þaredariyên herêmên Diyarbekirê, ”ji bo ked û xebatên wî yên ziman û edebiyata kurdî”, xelatek da Mehmed Uzunî. Nivîsara jorî teksta axaftina Mehmed Uzunî ya dema xelatwergirtinê ye... Çavkanî: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] |
|||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Mehmed Uzun:'Diyarbakýr'da ölmeye deðil,yaþamaya geldim'..Büyük Üstad Hasta... | rebelis | Þair ve Yazarlar | 13 | 13-09-2006 10:44 PM |
| Uzun mu Aðýrdýr ,Pamukmu Hafif! | hmpoo | Mehmed UZUN (Özel Bölüm) | 12 | 22-08-2006 09:24 AM |
| Mehmed Uzun û perrûya Nobelê* | Memê Alan | Mehmed UZUN (Özel Bölüm) | 5 | 22-08-2006 03:42 AM |
| Mehmed Uzun sen çok yaşa+++ | paradox | Mehmed UZUN (Özel Bölüm) | 9 | 20-08-2006 02:01 AM |
| MEHMED UZUN Diyarbakýr'da | Kajîn Jîr | Þair ve Yazarlar | 8 | 23-07-2006 04:45 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.