|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Bostano
Her bostano bostano her bêlo, bêlo, bêlo Her bostano bostano Kî dibê gundo Kî dibê şindo Kavirê gurî Gîskê hile Mişkê aşa ne di male Her bostanê xiyara, her bêlo, bêlo, bêlo Her bostanê xiyara Kî dibê gundo Kî dibê şindo Kavirê gurî Gîskê hile Mişkê aşa ne di male Xalis lawê dostano, her bêlo, bêlo, bêlo Xalis lawê dostano Kî dibê gundo Kî dibê şindo Kavirê gurî Gîskê hile Mişkê aşa ne di male Gotin û Mûsîk: Gelêrî Herêm:Serhed(Bazid) Berhevkar:Serhat Karakas Ha Silêman Ha Silêman lo Silêmano Çû Silêman layê dayê şûr girêda bin ebayê şûr girêda çû Bexdayê Ha Silêman lo Silêmano Çû Silêman layê dayê şûr girêda çû bin xetê Gotin û Musîk : Gelêrî Herêm: Serhed(Erzirum) Berhevkar: Dr.Ahmet Kaya Dêro Dêro gidyo dêro can Dêr dêriko dêro can Zeviya dêro mozirgan Dêro çandiye du kot nan Dêro têye li Tutê Hilda sellê heft putê Dêro têye li Axçê Selle ketiye ser nalçê Gotin û Musîk : Gelêrî Herêm: Serhed(Tuzluca) Berhevkar:Süleyman Gültekin Kişe kişe Kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşe Kişe kişe kiş mirîşkê wî dilê min dêşe Mirîşka min a reş e wî serê min dêşe Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe Mirîşka mina reş e wî serê min dêşe Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe Teslîmê rebbê jorê wi wî serê min dêşe Teslîmê rebbê jorê wi wî dilê min dêşe Çingi çik çiçika leçik leylika leylane Çingi çik çiçika leçik secika se cane Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed(Bazid) Berhevkar: Serhat Karakaş Êmo De gurm e gurme gurm e lê Êmo Şara serê te surme lê Êmo Êmo Êmo Êmuşê Koçera deyşta Muşê Heft salê te qediya Li berderê derguşê lê Ware lê lê Êmo Êmo hatî xul xulî lê Ware lê lê Êmo Ew porê boyaxkirî lê Ware lê lê Êmo Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Botan (Mêrdîn) Berhevkar: Huseynikê Omerî Finciko Yeman yeman yeman yeman, yar yeman Finciko Ava cêhrê hêniko yar yeman yar yeman Delal dilê lawik e yar yeman Finciko Yeman yeman yeman yeman, yar yeman Finciko Tiryê nava xerziko yar yeman yar yeman Ava cêhrê hêniko yar yeman Finciko Min vexware serbiko yar yeman yar yeman Finciko çi xwaşik e yar yeman yar yeman Wazik e wek berxik e yar yeman Finciko Gula dilê qîzik e yar yeman yar yeman Gula dilê qîzik e yar yeman Finciko Yeman yeman yeman yeman yar yeman Finciko Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Botan Berhevkar: Şerîf Xezekî Mellî Nere Mellî Mellî Mellî Çim burî qeytan qelemê Melema mi xo sanenara Lesa rindeke tadana Melema mi çiqa vaji Be to çitur tebat kerî Be to çitur vinderî Nere Mellî Mellî Mellî Çim burî qeytan qelemê Cansa vano eme mellî bo Mellî ye ser kes mebo Ez be melliye mireno Nere Mellî Mellî Mellî Çim burî qeytan qelemê Papurê Way na gidyê na gidyê parurê Qîza mellê çi rind î Çîçeka nava gund î Papurê milla bîne Daweta keçka dîn e Qelendê wê çil zêr e Destê min destê wê ye Papurê here ware Cot lêxe tu vegere Toze ser govendêxe Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed Berhevkar: Serhat Karakaş Rim Rim hêlanê rim hêlanê Lo zavao rim hêlanê Îro care dawet danî Xuşk kor e tu pê nezani Hey hewar hey hewar hewar Hey hewar te kil û sehra min Roj derket kenarê Bota Tav derket kenarê Bota Xalek rese wêl ser birhoka Bum evdal ketme Zaxoka (Disgotin) Roj derket ji kenarê şkêra Tav derket kenarê şkêra Xalek reş e wel ser birhê ra Bum evdal ketme bajêra (Disgotin) Gotin û Muzik : Gelêrî Herêm: Botan (Cizîr) Berhevkar: Welî Botî Were qurban Le ber egrî cey ciwanî deçim debme mêwanî awrî ledilim berdawe kuştmî xalî lemilanî Were qurban aramî dilan sêtit kirdim ser gerdan hoşit birdim, aqlit birdim sutam sutam were qurban zulfî du mêtro nîwe yarim befre û barîwe lehî cuwe min nemdîwe ciwan wek ew kiçe hetîwe Zulfî xaw wek heyate ew kiçe bo min awate yar eger du macim datê bo min rêgay necatê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Rojhilat (Bokan) Çavkanî: Hesen Zîrek Kuro were Kuro were were were benda te me Kuro were were were hêvya te me Biskê min çar gulî ne Yek ji yekê şêrîn e Bayê ji bakûrê tê Bedew e û zêrîn e Roj xweş e li ser çîyan Bidin hev dest û milan Govend bigrin li her deran Êvar e tarî li gundan Pale têne zeviyan Xwêdanê wan li eniyan Das û çakuç li ser milan Destê xwe destê min de Em herin Cizîra Botan Evîna Mem û Zîn e Biteqe Beko Ewan Gotin: Yilmaz Erşahîn-S.Karakaş Muzîk: Serhat Karakaş Cano Çi kerî pez e û pala hanê Min hejmarto bi desmalê Pezê lawkê min hogeç e Cano cano cano can Min çêrand û kaş bi kaş e Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran Pezê lawkê min kavir e Cano cano cano can Min hejmarto bir bi bir e Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran Çi kerî pez e û pala hanê Min hejmarto bi desmalê Çi kerî pez e û pala hanê Cano cano cano can Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Gimgim Berhevkar: Mehmet Kaya Meymokê Wî robarê lê hişe bi ha hiş e Wî bi heramê lê hişe bi ha hiş e Ber xwe da tînît lê qal û qirş e Sîngê Meymokê lê sêvikuka tirş e Wî robarê lê nale bi ha nal e Wî heramê lê nale bi ha nal e Ber xwe da tînît lê pûş û qal e Sîngê Meymokê lê sêvikuka tal e Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Çolemerg Berhevkar: Cevat Besî Min ew kesem Min ew kesem hemû rojê Jiyanî em rom difroşim bo kirînî nanî sibeyî Em rom dîsam hatûme der hey jîn hey jîn Jiyanî em rom bifroşim Lem nakirê xavenînen lem nakîrî Hana yekim pingawete bîn û gero Hey dad hey dad hey dad hey dad Lem bazar e bêrehme de jiyan herzantir e le nan Gotin: Rebwar Muzîk: Asoy Selte Quling Ez im ez quling im xerîb im hoy Firiyame çûme ser axa xwe Kanê dengê Evdalê Zeynikê hoy Kanê hemderdiya min hevalo Difirim dibazim nikarim bigîjim Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e Per û baskê min şikestine hoy Refa hevalê xwe qetyame Birîndar im birîna min kûr e hoy Nagîjim nabînim hevalo Difirim dibazim nikarim bigîjim Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e Gotin: Suleyman Gultekîn-Dr.A.Kaya Muzîk: Fîkrî Kutlay-Dr.Ahmet Kaya Bu mesaj en son " 13-12-2006 " tarihinde saat 03:03 PM itibariyle rojhılat73 tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
De bila bê to
Hoy hoy de bila bê to de bila bêt De bila bê to rûbara Hoy hoy ew robarê hêzila De bila bê to de bila bêt, de bila bê to rûbara Hoy hoy de bila bê to de bila bêt De bila bê to rûbara Hoy hoy ew robarê satêyo Hoy hoy kes nehato kes neçî Hoy hoy ew robarê rûbara Hoy hoy tasek av jê vexwara Hayîîî.... Heyran jaro.... Zahoka Banînan bi xemgîn e hêê... Û ser da hêlzîne bira ka bîne Dibê diçim tava Xalan û gerdenê… Ez çi bikim mirin e mala xwedî şewitî Nêzîk e derdina şao… Ayê hayê hayê... Hoy hoy ew robarê sînê tê Hoy hoy serkanî ji binyê tê Hoy hoy ew robarê kesanê Hoy hoy kişya ji bin silanê Gotin û Muzîk: Gelêrî (Çolemêrg) Berhevkar: Cevat besî, Lokman Uren Newrozê Min jî dixwest rojeke Newrozê Bi kenan bi evînan bihatama Min jî dixwest baran dirêj bibare Wek çiyayê Oramarê bişewitîyama Min jî dixwest tim bikenin zarok Wek lehiyên zivistanê tev hatin Min jî dixwest wek destên Bêrîtanê Serê çiyan porê stêrkan şe bikira Gotin: Kalbim Aslan Muzîk: Dr. Ahmet Kaya Enedol im ez Min dergûşan daye Nûh Deydikan, hêlekanan Enedol im ez tu dinasî? Hember xelkê rojê tazî Şerm dikim şerm dikim Bimeşe bi ser û ser Tû bike rûyê cellad Yê xwedî keysê, xayin û fesat Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran Bi evîn bi hêvî Wisa xwe xerab meke Wisa reben wisa xemgîn Li ku derê dibî bibe Hundir, derve, dersê de sirê de Bimeşe bi ser û ser Tû bike rûyê cellad Yê xwedî keysê, xayin û fesat Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran Bi evîn bi hêvî Helbest: Ahmed Arîf Muzîk: Fîkrî Kutlay Xurbet Bila baskê’m hebûna Xwezî ez bifiriyama Biçûma welatê xwe Şopên evînên xwe de Bila hebe xurbet Bila hebe xewnbêjî Êdî bila hebe, bila hebe dûrbêjî Êdî bila hebe, bila hebe ax Minê bidîta qey di çavên xezala xwe de Minê bidîta qey rûyê dost û hevalan Welato welatê min Evîna ber dilê min Hembêza xwe veke ez têm Mirin be bila hebe Gotin: Îbrahîm Seydo Aydogan Muzîk: Fîkrî Kutlay Ez şivan im Gure gura çemê me ye Xuşe xuşa ava me ye Gurzek gîha milê min e Kale kala pezê min e Ez şivan im bilûrvan im Dara biyê binya malê Tu kulîlka serê darê Kûzek hilda çû serayê Dev biçûkê çima nayê Ez şivan im bilûrvan im Gazî dikim çima nayê Dilsoza min benda te me Desmala te destê min e Çavên min li riya te ye Ez şivan im bilûrvan im Gotin: Yildiz Gultekin, S.Karakaş Şirove: Serhat Karakaş
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dünden Bugüne Kürt sanatçıları 2 - müzik sanatçıları | pılıngo | Albüm Cover | 227 | 22-11-2008 03:07 PM |
| Bedava site kullananlar İşinize Yarayacak Harika Ötesi KodLaR | ByMixture | Web Tasarımı / Php, Asp, Perl, Cgi Scriptler | 45 | 10-06-2007 06:43 PM |
| bana şarkı söyle | DERİNSU | Şiirler | 3 | 19-12-2006 09:01 AM |
| Sözler Yaprak... | bare | Şiirler | 4 | 08-12-2006 10:53 PM |
| Çarnewa Grubunun Şarkı sözleri ve bazı Şarkıların Gitar AKorları | Tempest | Komik Yazılar, Fıkralar | 0 | 15-07-2006 08:07 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.