|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() Heval heval Tari bu ezman roj xuya nayê Kul û xemê min civiyan sebra min nayê Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê Heval Heval! Hevala me Tu sorgulêk li baxê me Em tev rewiyên doza te Bila bê xembi dilê te Sekinîne lê dayê avên van çema Weþiyan pel dayê zu ketin ji dara Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila Bêhna te tê Heval ji van hemî gula Denge te tê Heval ji serê çiya Buye helbest digerî li ser zimana Bû roj heval hilatî li þeva Gotin û Musîk: Diyar
__________________
| Üye Ýmzalarýný Görmek Ýçin Buraya Týklayarak Kayýt Olabilirsiniz. | |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Wey Dinyayê
Ey dinyayê tu bêbext î Te zalim anîne ser textî Me roj nedî ti çax û wextî Para me ma tim bindestî Wey dinyaye, Wey dinyaye Ar pekêtê, derd lêketê Me ked da te gelek salan Te em xistin paþila guran Bi guran re kirin bira Lê wan em xwarin gelek caran Me got bira tu bi xêr hatî Gur fem nakir ji biratî Dev vekirî, diran sutî Binêr çawa kir biratî Gotin û Musîk: Diyar Doza Me Namirî Hey dijminê me yê har Tu çi dikî barebar Em vê dozê barnadin Eger ezman jî bê xwar Tu çiqas bikî hovî Ê li me xurt dibe hevî Ger bixwazî nexwazî Emê azad bin li dawî Doza me namirî Jîn dibe li her derî Dernayê tu carî Hey dijminê me yê salan Tim wiha naçe dewran Ev car dora te ye ferman Tu bi rindî naye iman Bila dinê xira be Ger welatê te nebe Bila mirin bi xêr bê Eger jîn azad nebe Gotin û Musîk: Diyar Riya Azadî Riya em dimeþin hewar û çetin Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin He gelek þêr in hevi û xelat in Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê Wê ji me re bîne azadiyê Bazên li ser latên xwedanên çiya Xwe berdan nava deþt û geliyan Ketin nav axa þîn bûn bi hezaran Bûn bela serê xayin û neyaran Helbest : Dîyar Gula min Yar dilêe min de girtî Ez hêsirê þeveke lal im Bi ser dil de dinalim Tu di bira min de yarê yarê Tariya þevê de çum xar Dil buye tar u mar Bê te nabe nabe yar Tu di dilê min de ye yarê Hîv tune xwiya nabe Ditirsim îþev sibe nabe Li ku ma ev roj dernayê Çi buye bi vê dinyayê Þevên reþ bila herin Rojên geþ tim yên me bin Ez û tu li ba hev bin Heta mirinê yarê Tu gula ber bêhna min Tu evina dilê min Him derd û dermanê min Ax belayêa serê min Gotin û Musîk: Diyar Ditirsim dayê Çi bû dayê çi bû çi bû Çima jiyan ji vir rabû Me gundekî çi þen hebû Çima îro tev xira bî Ev dijminê me yê hovane Em derxistin ji gundê me Agir berdaye malê me Disan nuh kirin kulên me Ditirsim dayê ez ditirsim Li vir kesekî nenas im Agir têkeve mala Romê Ez ji gundê kirin kulên me Li þun maye pîrekî bi gopal Piþta wê xûz lê bihurîne sal Gund wêran e kesk nîne li mal Ew jî tenê maye bê hal Ditirsim day ez detirim Ditirsim li xeribiyê Ditirsim car din te nebînim Herdu destên te ramusim Gotin û Musîk: Diyar Bira Huseyîn Di þevek lal de û reþ tarî Ta xatir ji me xwest li dû xwe hiþt derî Sal û wekt buhurîn û dem zivirî Çerxa felekê li ser serê me gerî Ax bira Huseyn cigera min Tu berxê dayka min þêrê gelê min Dibêjin rojek meha havînê Dîsa destxwînen artêþa romê Te hiþtine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dinê Rêçên te li dora çemê Munzurê Bêhna te ji çiyayên Dersimê Çavê min li te digerin her derê Bê te jiyan ne xweþ wek mina berê Gotin û Musîk: Diyar Tîna Rojê Çavên te wek morî De razê lorî lorî Ev þevên reþ û tarî Roj derew e bimirî Gurên har li hev kirin Ev dinta reþ kirin Ar þeref ji bîr kirin Dile me birîn kirin . Lê nabe berxêm nabe Roja me tari nabe Bi tîn u þewqa wî Bexta me ronî dibe Ey teyrên li ezman Pêlên avê çeman Bigrin bibin bi xwarê Vî dibe bê derman Biçin her bi roja me Bibin dilê me Bêjin halê me Bê wi nayê sebra me Gotin û Musîk: Diyar Rindeka Dersimi Xebera asmadere asme vecero Min u yarê sero melemamin yakero Astere asmeni sade canê mabo Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro Erê dilê le le uy delalamin Erê dilê le le uy roalamin Sevdamo yarê sano meqise cacimi Ez kerde mecnun rindeka Dersimî Welamin sanara ze nakeremi Zindane miri poyina ze Memeali Gorin û Musîk: Delîl Xidir Narinê Min ji teyran teyrik di bu Narinê narinêe narina min Þekirê þerinê bermaliya min Li ezmanan xwengi bû Narinê narinêe narina min Þekirê þerinê bermaliya min Zava siwarê hespê boz Li meydanan rakir toz Govendeki li darxinin Buka me bi rêxînin. Gotin û Musîk: Gelêrî Qederê Te dî te dî rindam te dî Rindam li qarþî ye te bela xwe dî Min ji vê dinê qet xêr nedî Oy oy oy qederê Oy oy oy qederê Ketiya serê min qet ne derê Va çi gund e di kortê da Mala axê di ortê da Çirak sor pêdikeve Ser mala ku rindam tê da Gotin û Musîk: Gelêrî Esmerê Lê lê rindê lê lê dînê Ez helandim vê evînê Gelek bedew u rind min dîn Ji te xweþiktir tine li dinê Êdi ezê ji vir herim Çav û biryan ji kêra kilkî Esmerê lê yarê çavreþê lê lê yarê Ez nizanim tu çi dixwazî Te ez kirim ta û derzî Þev û rojan li pey te mirim Dîsa jî tu nebîyî razî Tu kafirî nay îmanê Çi bikim dîsa mam bi tenê Ji çavê min wek baranê Ne hêstir xwîn dibare Avaz:Yilmaz Erþahin Helbest DÝYAR Dayê welle nabe Dayê wale nabe dayê bile nabe Dayê serem dêþe welle xewam nayê Dayê qeler yeke wale dudu nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Daye derdê yarê ji dilêm dernaye Daye serêm dêþe welle xewam nayê Dayê evar bûye welle sibê nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Yar xewa kûr da çima hiþiyar nabe Daye serêm dêþe welle xewam nayê Gotin û Musîk: Gelêrî Way lê Salê Were Salê were Salê Oxirsizê be berxe xirab malê Ji xalke re gul u biherake rengîn î Ji min evlada xwedare payizekî zor u zuhayî De were Salê were Salê Oxirsize be bexte xirab male Wele ez kal nabunm van Salên xerîbiye emre min xwarî Were Salê de tu kulbî bikevî mala xaîn û bêbextên ve dinyayê Çawa destê min qutkirin ji heval û hogira Ez bûme beniþtê ser zimana wek gura van çol û çiya bi tenê Weyle Salê oxirsizê bê bextê xitrab malê Wale ez kal nebun ev Salên xeribiyê emrê min xwarî Helbest û Muzîk: Gelêrî (Çarsincax) Gulê Gulê Gulê Gulê delale Gulê Weka ava zelale Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Beje tu qîza kêyî Gulê Gulê diçe guniya Gulê Digere li ber çiya Gulê Ez qurbana bazina Gulê Tu delalya gundiya Gulê Gulê diçe sosina Gulê Derdixîne bazina Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Ketiya destê nezana Gulê Helbest û Muzîk: Gelêrî (Serhed) Bilbilo lo Bilbil ser þaxê çi xweþ dixwîne Rist û helbesta ser diweþîne Dilê bilbil bi kul û birîne Wek min hejar e gezey dixwîne Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbesta bilbil çi xweþ ji dil tê Axîn û nalîn ji cîgeran tê Ew jî mîna min li zora wî tê Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkûmo bilbilo Wek min xwînî ye koçer û jar e Li ber xirabû hêlîn û war e Pepûk maye ew berê çare Þûna ristê wî mexel bu mar e Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xeribo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbest: Hejar Muzîk: Hozan Diyar
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Welatê min
Welat çendi şêrin e Tevde gul û nesrîn e Axa Bav kalan e Goriya te me welatê min Tu şêrina li ber dila Welatêmi welatêmi Tu delala li ber dila Welatêmi welatêmi Çemê te ji avên berfa Kaniya te ji dilên çiya Revine xemên dila Goriya te me welatêmi Gotin û Musîk: Hozan Zozan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Ditirsim dayê
Çi bû dayê çi bû çi bû Çima jiyan ji vir rabû Me gundekî çi şen hebû Çima îro tev xira bî Ev dijminê me yê hovane Em derxistin ji gundê me Agir berdaye malê me Disan nuh kirin kulên me Ditirsim dayê ez ditirsim Li vir kesekî nenas im Agir têkeve mala Romê Ez ji gundê kirin kulên me Li şun maye pîrekî bi gopal Pişta wê xûz lê bihurîne sal Gund wêran e kesk nîne li mal Ew jî tenê maye bê hal Ditirsim day ez detirim Ditirsim li xeribiyê Ditirsim car din te nebînim Herdu destên te ramusim Gotin û Musîk: Diyar yüreğine sağlık heval bu parçanın sözlerini merak ederdim hep.ya birde mmc kanalında belki seyretmişsindir Bengi Agiri diye sanatçı var onun şehidlerle ilgili bir parçası var youtubeyede baktım ama bulamadım nerden bulabilirim mümkünse tabi.
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Diyar - Oxir Be Uður 2006 | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanýtým | 106 | 28-02-2012 08:54 PM |
| diyar þarký sözleri | bavertunc | Kürtçe Lyrics | 5 | 16-08-2007 07:46 AM |
| Diyar | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 8 | 23-02-2007 06:13 PM |
| Hey dinyayê | Mirza | Kürtçe Lyrics | 15 | 05-12-2006 10:40 PM |
| Röportaj: Diyar 'Albümü oyunlarý yarýda kalan çocuklarýn anýsýna yaptým' | Aram83 | Biyografi | 6 | 15-09-2006 11:56 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.