|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Elegez
Elegez, Elegez Mîna bûka gul gevez Temam gulin çîçek fêzê Kaniyê zelal dikþin rêzê Elegez, Elegez Mîna bûka gul gevez Lê hawa wê, lê hewa wê Lê hawa wê, tê ji qudretê Avê kaniya û mêrga wa Gul sosina va xemilî gul Gul elegez Gotin : Karlênê Çaçanî Mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî Zeviyên Edabê Xwe bidim nasîn koleye navê min Paþnava min nirxên rizî Xwe bidim nasin axesore dayika min Lê bavê min rejuya reþ li bin erdê Goristane goristane Cihê ku ez ji dayik bûm Goristane goristane Cihê ku ez fêr bûm Ku fêr bûm di nava zeviyên edaba zer Zincîrên bi dest çêkirî rêxa dinêye barê min Ku fêr bûm di nava cenga min û dijî min Þer giran bû û girane, gerek bi teqe mejiyê min Cenga girane ne karê mêrane Ne barê ker û heþtirane Evna lehiye birîna kevnar edap girtiye Min biborin ez veriþiyam Ji bêhna we ji dil rijiyam Min biborin an jî neborin Hûn kevnar bûn xwe bikujin Xwe bikujin xwe bikujin Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Were lê Bi pirse ji lêvên min ên çilmisî Wê bêje dêm bûye kaniya evîna Bi pirse ji laþê min ê zuha Wê bêje derbas bû baranên buhara Van þevên hezîmet min fam kir Hê pir sitran mane Li ser te bilorînim lê belê Lê belê çû derbas bû Belê çû derbas bû Were lê were lê Were vê teybûrê Gelo kê go evîndar be Li germ û þewata vê Cizîrê Gotin û mûzîk : ( Mazlum ) Mezun ADIBELLÝ Harûn ATAMAN Cejna Diza Dev û lêvên meqes kirî kes nizane lê kê gez kirî Cil û berên xwe rêz kirî qelewiya li bin simbêlên stûr Nakokiya zikê stûr ma jê hatiyê rûyê dinê ye herkes dizane me di xapîne her roj xwedayekî dinê tê Qey em gamêþin qey em tune ne Wisa ye wisa ye bêdengiya peza ye Herkes ji bo xwe di vê îro cejna diza ye Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Qureyê Sedsalê Ew e xwedayê vê taxê hedê kêye bi peyive Þûr û gûrzê xwe hildaye kolan kuçe digere Ji wî bi pirsin ew nobedarê namusa her malêye Ji gel bi pirsin eman birevin agresîvê bajariye Qureyê sedsalêye xwedî amûrê dawiye Xwe bidin aliyekê wilên vaye hat qureyê sedsalê Erik mi xulamo erik mi xulamo lo Di gere na gere li gorî xwe karek qelew na bine Li nav qirêja karên tarî jiyan ji xwere di bîne Dîlawêrê do êvarê îro can lê belaye Destpêka wî çibe îro dawiya wî wisa ye Xweveriyê do êvarê îro can lê belaye Destpêka wî ji tira bû dawiya wî ji fisaya Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Deng Ke Emir bîste mîna toyî Bûye çile kûrê royî Bûye þêtse li kû mayî Xwe bi hejîne tu jî deng ke Hay deng ke,tu jî deng ke Jibona me jî deng ke Ji bona xwe jî deng ke Ji bona wa jî deng ke Deng ke deng ke deng ke Li gerdûnê tenê mayî Bi hestên xwe tu hundayî Êdî serê xwe rake Xwe bi hejîn tu jî deng ke Gotin û muzîk : Veysî TERECE Asiyên tebaxê cehenema havînê tîrêja mejiyê wan heland û bûn mircekî pîlayê þahê hesinan Ew tunebûnên sazûmanek qelew bûn xwediyê xwe û çar hevokên derdor vala bûn ew betona stûr li ser sîngê wan bû hestiyên xwe avdan û ji agir peyda bûn berf heliya, beton riziya, agir hejiya gav bi gav,roj bi roj esman çiriya, çirok qediya Û hatin hatin hatin hatin asiyên tebaxê swarên liser bayê brûsk asiyên tebaxê swarên li ser bayê brûsk Gotin û mûzîk:Harûn ATAMAN Zagros Zagros Çewa wisa razaye Li nav vê dola ewqas mezin Dapîra Toros û Alpa Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir Nizanim miriye an razaye Bi vî laþê sar Berikek spî li ser bejna wê Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye Bi janên dîrokî Bawerim ku hê bi hêviye Delingê xwe ranekir ji Îskenderê zorkurnet Ne biharan ne payîzan Sîng û berê xwe venekir Ji Tîmûrê xwedî þûr Ne tu rojan ne tu þevan ne tu caran Talan û înkar û þeran ji me re dayik bû Zagros zagros zagros zagros Nasnameyek asî yî Zagros zagros zagros zagros Tu heyî tu ji me yî Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Revoko Ton bi tonên xeman vaye têm Mifta reþ li tûrê lanetê Bar bi barên nifiran hatim Dadgeha xwezayê îroye nereve Revoko nereve ev ba dîmenên texmînîne Hêvîdarî ezabe dest ji hêviyan berde û bi qere Lo bireve li wan star an jiyan nîne Ew bê fikrên gahranîne xwe nexapîne Tu ne evî ev ne tu yî sînoran tu darda kirî Yan bi fikre yan bimire yan jî……….. Kevir, dar, av, ar çi dem çewa ji bo çi? Kevok û ê dinê mar kê kîjan li ku xwar? Ciwan, jin, kal, zar ev rev ji bo kîjan war? Êþ, birîn, mirin, man sikût heya kîjan zeman? Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Demek Kevnare Demek ji demên kevnare hê înternet ne bû Li zozanên laleþî xwezayek bedew hebû Li ber çîtan meta Xezal teþî di destande Li wan çiyan dinêrî bi wan çavên kevnare Ez jî hebûm du hêkên diziyê di lepê min de Lê zarok bûm li dû nepena hêlîna kîvroþkê Ez azad bûm di nav bêhna xwezayê de Bê derew bûm ez jî hebûm Neha nizanim neha nizanim Neha nizanim çawa ye Lê dizanim lê dizanim Dizanim ku xelasî xweza ye Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN Þevên Baranê Van þevên baranê bi tenê Li te di geriyam Bi dilekî bê sehwane Kolanên biyanî þil û lehî Li ser betonên sar Li þopa germa te di geriyam Dê bêje li ku yî Dê bêje tu kî yî Nizanim belkî derew bî Tûrê þevêda xeyal bî Dibe ku ji min re jiyan bî Çeperê kûrde neyar bî Di gerim di gerim Bawere xwe di xapînim Vî werîsî di vê derziyê Bi çi awayî derbaskim Di gerim li rastiya me Em kîne lê ew kîne Sînorên xwe girtine Navbera me stirîne Belkî li wî aliyê sînor bî Belkî jî neha pir zû be Ji bo dîtina te Gotin û mûzîk : Harûn ATAMAN |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Bütün Kürt Sanatçý Ve Gruplarý | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanýtým | 175 | Dün 01:26 PM |
| Bütün Kürt Sanatcýlar Burda..... | kskligenc_20 | Kürtçe Albüm Tanýtým | 14 | 16-07-2008 10:36 AM |
| Koma Rewþen - Polanû (hemu gotinên polanû) | ebulenin | Kürtçe Lyrics | 0 | 08-06-2008 05:44 PM |
| Mûzîka Gelêrî-Folklorî ya Kurdî | Rockurd | Çandi Giþti | 2 | 18-04-2008 01:45 PM |
| Rewþen Bedirxan | dojehist | Biyografi | 0 | 10-01-2008 10:31 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.