|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Qûmrîkê
Qûmrîk sêva du caran dilê Delal sêva du caran Heyfa çavê reşbelek lê Ketiye destê neyaran De yar yar yar de yar yar yar De yar yar yar de yar yar De yar yar yar de yar yar Bê te sebra min nayê Qûmrîkê ez guneh im dilê Delalê wez guneh im Leşkerek kofî zer im dilê Çiya bi çiya digerim Leşkerek kofî sor im dilê Çiya bi çiya digerim Dîsgotin Qûmrîkê wez leşker im dilê Delalê wez leşker im Pêşmergê Kurdistan im dilê Serxwebûnê dixwazim Dîsgotin Gundîno hawar Wa gundîno wa malîno Gundîno hawar Dayika mino bêxwedîno Gundîno hawar Sebra dilêm hildin jorê Gundîno hawar Bi xwîna şehîdan sor e Gundîno hawar Bi xwîna şehîdan sor e Malîno hawar Kesk û zer in guliya darê Gundîno hawar Sitêrka sor nîvê alê Gundîno hawar Dilêm jê re evîndar e Gundîno hawar Bilind bûye ev biharê Gundîno hawar Bilind bûye ev biharê Malîno hawar Xwîna bav û kalê min e Gundîno hawar Ronya herdu çavê min e Gundîno hawar Bilindkin da li jor pêlde Gundîno hawar Bimrim ewya xemla min e Gundîno hawar Bimrim ewya xemla min e Malîno hawar Mendo Mendo Mendo Mendo hoy Mendê min Mendo Mendo Mendo lewendê min Kewka sibê xwendo hoy Mendê min Kewka sibê xwendo lewendê min Mendo çiqas qenc e hoy Mendê min Mendo çiqas qenc lewendê min Lata reş bi rê de hoy Mendê min Lata reş bi rê de lewendê min Kewka sibê tê de hoy Mendê min Kewka sibê tê de de lewendê min Mendo tifing lê da hoy Mendê min Mendo tifing lê da lewendê min Lata reş hazaza hoy Mendê min Lata reş hazaza lewendê min Ciyê quling û qaza hoy Mendê min Ciyê quling û qaza lewendê min Mendo çi mêrxas e hoy Mendê min Mendo çi mêrxas e lewendê min Hur hur lêxin govendê Hur hur lêxin govendê were bûka mala bavê min Li çar hêlan deng pêxin were bûka mala bavê min Panya solan li erdê xin were bûka mala bavê min Toz û xewarê pêxin were bûka mala bavê min Vê govendê geş bikin were bûka mala bavê min Bûka xwe dilxweş bikin were bûka mala bavê min Navê bûkê Gulistan were bûka mala bavê min Evîna hemû dilan were bûka mala bavê min Hur hur lêxin govendê were bûka mala bavê min Li çar hêlan deng pêxin were bûka mala bavê min Gula cîhanê Gula cîhanê warê jiyanê Bûka paş perde xwe dixemlînin Biskan şe dikin teva bi xwînê Evê Kurdistan warê evînê Jor çiya û zozan, jêr bax û bistan Tevde qir û bir petrol û madan Tevde zîv û zêr, sera û eywan Çemên pir hêja ji dilê Kurdistan Sîpan û Zaxros, Nemrûd û Hemrîn Deng didim Bîngol axîn û nalîn Pelên jiyanê ser wan ma jiyan Kesrevîna min ket dilê xemgîn Baran barî tene tene Baran barî Gulê Gulê tene tene Vana rêçên were Gulê min û te ne De bilezin Gulê Gulê, zu bimeşin Rojên giran were Gulê li benda me ne Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lêkir Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn Kanî û rûbar were Gulê tevde der kir Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir Dar û zevî were Gulê tevda geş kir Ev reng û bengê Gulê Gulê wa yê delal Dilê kedxwar were Gulê bi vî ra reş kir Bihar xweş e Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Îsal zivistana me sar e berfa sipî hur tê xwar e Xemilandin deşt û zinar kengî bi xê tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Koma Berxwedan Kaniya welat Kaniya welat rê vedike rê vedike kaniya me Xurm û xurm e diherike diherike kaniya me Kaniya welat pir bi deng e pir bi deng e kaniya me Kesk û sor, zer reng bi reng e reng bi reng e kaniya me Kaniya welat pir xûrt bûye pir xûrt bûye kaniya me Mezin şêrîn gel şa bûye gel şa bûye kaniya me Kanî ronahiya çavê me ye çavê me ye kaniya me Ew şoreşa welatê me ye welatê me ye kaniya me De bimeş bimeş De bimeş bimeş de bimeş bimeş Lê lê Edla min Ez heyrana wan çavên reş Lê lê Edla min Ser xanîka me re nemeş Lê lê Edla min Xanî xirab av jê diweş Lê lê Edla min Malan barkir çû zozana Lê lê Edla min Ez tenê lê şûn de mame Lê lê Edla min (Dîsgotin) Barê min gelekî giran e Lê lê Edla min Serxwebûna Kurdistan e Lê lê Edla min Kirasê Edla’m rengîn e Lê lê Edla min Kesk û sor û zer û şîn e Lê lê Edla min (Dîsgotin) Gulê çiya bilind in Gulê çiya bilind in yar Gulê can Gulê Gulê te nabînim lê lê yar Gulê can Gulê Eger Gulê nebînim yar Gulê can Gulê Li vê dinyayê nemînim yar Gulê can Gulê Gulê çiya pir xweş in yar Gulê can Gulê Partîzan li ser dimeşin yar Gulê can Gulê Eger em bihevre bin yar Gulê can Gulê Emê ji bin dest xilasbin yar Gulê can Gulê Gulê me evîn daye te yar Gulê can Gulê Evqas zeman û wext e yar Gulê can Gulê Bi gazî û hewar e yar Gulê can Gulê Bo te dikin xebat e yar Gulê can Gulê
__________________
| Üye İmzalarını Görmek İçin Buraya Tıklayarak Kayıt Olabilirsiniz. | |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
teşekkürler.seni buralar da ilk defa görüyoruz dostum.nerelerdeydin....
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | ||||||||||||
|
Alıntı:
paylasım ıcın tesekkurler dostum... |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
5651 Sayılı Yasaya Göre, Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yine 5651 Sayılı Yasaya göre Sitemiz mesajları kontrolle yükümlü değildir.
Sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapılacaktır.