|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Heval hevalTari bu ezman roj xuya nayê Kul û xemê min civiyan sebra min nayê Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê Heval Heval! Hevala me Tu sorgulêk li baxê me Em tev rewiyên doza te Bila bê xembi dilê te Sekinîne lê dayê avên van çema Weşiyan pel dayê zu ketin ji dara Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila Bêhna te tê Heval ji van hemî gula Denge te tê Heval ji serê çiya Buye helbest digerî li ser zimana Bû roj heval hilatî li şeva Gotin û Musîk: Diyar |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Welatê min
Welat çendi şêrin e Tevde gul û nesrîn e Axa Bav kalan e Goriya te me welatê min Tu şêrina li ber dila Welatêmi welatêmi Tu delala li ber dila Welatêmi welatêmi Çemê te ji avên berfa Kaniya te ji dilên çiya Revine xemên dila Goriya te me welatêmi Gotin û Musîk: Hozan Zozan |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Wey Dinyayê
Ey dinyayê tu bêbext î Te zalim anîne ser textî Me roj nedî ti çax û wextî Para me ma tim bindestî Wey dinyaye, Wey dinyaye Ar pekêtê, derd lêketê Me ked da te gelek salan Te em xistin paşila guran Bi guran re kirin bira Lê wan em xwarin gelek caran Me got bira tu bi xêr hatî Gur fem nakir ji biratî Dev vekirî, diran sutî Binêr çawa kir biratî Gotin û Musîk: Diyar |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Doza Me Namirî
Hey dijminê me yê har Tu çi dikî barebar Em vê dozê barnadin Eger ezman jî bê xwar Tu çiqas bikî hovî Ê li me xurt dibe hevî Ger bixwazî nexwazî Emê azad bin li dawî Doza me namirî Jîn dibe li her derî Dernayê tu carî Hey dijminê me yê salan Tim wiha naçe dewran Ev car dora te ye ferman Tu bi rindî naye iman Bila dinê xira be Ger welatê te nebe Bila mirin bi xêr bê Eger jîn azad nebe Gotin û Musîk: Diyar |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Riya Azadî
Riya em dimeşin hewar û çetin Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin He gelek şêr in hevi û xelat in Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê Wê ji me re bîne azadiyê Bazên li ser latên xwedanên çiya Xwe berdan nava deşt û geliyan Ketin nav axa şîn bûn bi hezaran Bûn bela serê xayin û neyaran Helbest : Dîyar |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| dersmli ve Bingölü arkadaşlar buraya ve ayrıca Diyar hayranı arkadaşlar buraya | erdal | Yeni Gelenler | 26 | 05-03-2007 04:45 PM |
| Diyar | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 8 | 23-02-2007 06:13 PM |
Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
5651 Sayılı Yasaya Göre, Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yine 5651 Sayılı Yasaya göre Sitemiz mesajları kontrolle yükümlü değildir.
Sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapılacaktır.