Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Þarký Sözleri ve Sanatçý Tanýtýmlarý > Þarký Sözleri Lyrics > Kürtçe Lyrics

Kayýt Ol SSS
Eski 16-10-2007, 07:35 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2007
Yaþ: 48
Mesaj: 1,564
Üye No: 132480
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10117
Rep Puaný : 1011348
Rep Derecesi
marx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond repute
Varsayýlan cýwan haco'nun þarký sözleri


WERE

Were! were!

Te ez helandim keçkê ji xwere
Ev çend salan ez li heviya te me
Wez li hêviya dîtna te me
Ez dinalim bê hevalim
Ez dinalim bo maçekî
Dil bijê dêmên te ma
Rû sipî sor û zer e
Ey hevalê çav xezalê
Ax û ahîn û sed hewar
Min bi sed lav û qêrinê
Dest gihande zînga wê

Aþiqê wan çavên te me
Aþiqê wan lêvên te me
Aferîn sed aferîn maçek da min çiqas xweþ e

Derleyen: Ciwan HACO
Söz Muzîk: Gelêri
XERÎBî

Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwe re kuþtim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyetiyê
Berêm kete vê beriyê

Dikim nakim ji bîram naçê
Rewþa welat û beracê
Çiya û newal û qelaçê
Ez ne melekim xwediyê tacê

Kuro lawo welat xweþ e
Me jê barkir rojê res e
Dijmin sote wek serxwes e
Ji zilm û zorê me dames e

Vê buharê gul piþkivîn
Li çol û çiya û dilê birîn
Dil û nave min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn

Derdê welat pir girana
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew dermana
Wê xilaskin...

Söz: Feyruþe HACO
Muzîk: Ciwan HACO
__________________
Yerîvan

Peyvin dengin awazin
Cengin leyzin tenazin
Yêrîvana min
Dengê te hilbüye jor
Bîna xwe daye dor
Dengek ji dûr tê me
Ew deng gelek bi min xwese
Evîna me belav kin
Car car li me silav kin
Yerivana min

Gotin ü Muzîk: Ciwan Haco
__________________
Ciwan Haco - Zemano
Ev çi rîse ev çi þaþ e
Ya me berda, ya bi teras e
Ev çiya perdaye paþ e
Hoy zemano lo zemano!
Hoy bê bexto lo zemano!
Ez biçûkim nû ciwan im
Pir bi van êþan nizan im
Le ji wan ez dil giran im

Wer me bêje ez siyarim
Wek bi zotim pêt u arim
Ez di vî warî li karim

Söz: CEGERXWIN
Muzik: Ciwan HACO
ZINGIL
Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min dinya girt û berneda
Peyman soza mêrane geþ dikin buhara me
Xebata qîz û lawana newroz adara me
Nîsana yekbûna meye newroza kurdên keleþ
Bi yekbûna van gulaye ev buhara xwes û geþ
Zinge zinga zingilê min xwes hawar û gaziya
Awaza vê zinge zingê ji ferhenga qazîye
Söz: Sebrî BOTANÝ
Muzîk: Ciwan HACO


Welat
Welat welat kawa mirovayetî
Law û latî sitûnrawî le meywisî hêjmiyunû
Le nav þalawî grû lav û ma wî sirixwûna
Çontika ey baran dibarî waha marg divêt xwarê
Welat welat ka mirovayetî

Hava çetnarê kêman bû wa birêþê we kuidan
Ew car ez destê faþîstan ganî hezara mirovan
La Helebçe didom soza
La Helebçe didom soza
Welat welat ka mirovayetî
Ka destê neteweyeti wa asîmanî warê

Xwekanî bajar kurduwî mal de te pê wî xwe betî
Ka destê þeref wîjdan
Ba çarey ez zarî zan

Jin û peya û zarokanî lê pê nasnameyî kurdistan
Welat welat ka mirovayetî
Ka destê neteweyetî wa asîmanî warî
Muzîk: Ciwan Haco

Te zû têderanî
Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû

Ka ew çavên reþ
Ka ew dêmên geþ
Ka ew bîna xweþ
Ka ew reng û rû

Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn

Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deþt û çiya
Tev xweþ kir bi bîn

Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Ciwan Haco

Kurd in serbilind in
Kurd in serbilind in naxwazin bindestî
Em azadîxwaz in, divên tim serbestî
Êdî em hestan, nîne rawestan
Xencer bi destan bigrin Kurdistan

Kurdistana me ye li bin destê dijmin
Bi riz û rêzanî divê ku em derxin
Êriþ êriþ ey gelê Kurdan
Divê em bigrin bi zor Kurdistan

Gelek xweþ û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e
Dijmin pê da ser divên derxin der
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Kurd þêr e li dijmin zencîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e lê teng bûye meydan
Zencîra biþkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Ciwan Haco

Em Kurd in Kurd in
Em Kurd in Kurd in em serbilind in
Çend hezar sal e bindestê dijmin
Lê hê em mêr in, lê hê em þêr in
Ma ne bes e ko em þiyarbin
Bi destê hev bigrin em herin dijmin
Xwîna þehîdan li erdê nehêlin

Em Kurd in Kurd in em serbilind in
Tucar ji bîr nekin ko em Kurd in
Çiqas bibînin zilm û zorê

Hawar e hawar e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Kurdistan ay welat, roja te va ye hat
Va hene xortên baþ, dikin ceng û þer e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Dijminê me yê mezin, nizane ko em hene
Hev bigrin mêr û jin, Kurd hêsîr û jar e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Navêm jiyan bê Kurdistan
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Bo çi dijîm li vê cîhan
Bo çi dikim kêf û seyran
Bo çi ev þahî û dîlan
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Ew welatê minî rengîn
Dinale ji êþ û birîn
Bang dike bi gazî û girîn
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Dijmin dikuje bi roj û þev
Êrîþ dikin bi xavên qirêj
Lê nav welat derd û bihiþt
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Kurdistana Kurdan
Kurdistana xweþ î, Kurdistan Kurdistan
Ma kî te difroþî, Kurdistan Kurdistan
Pir þêrîn û rind î, Kurdistan Kurdistan
Tev bajar û gund î, Kurdistana Kurdan

Eger wusa mest bibî, Kurdistan Kurdistan
Hejar û bindest bî, Kurdistan Kurdistan
Her tu hin hin bibî, Kurdistan Kurdistan
Berdestê dijmin bî, Kurdistana Kurdan

Divê tev bira bin, Kurdistan Kurdistan
Weke mêra bin, Kurdistan Kurdistan
Destê hevdu bigrin, Kurdistan Kurdistan
Bi mêranî bimrin Kurdistana Kurdan

Em aþtîxwaz in, Kurdistan Kurdistan
Bi þev û ro ranazin, Kurdistan Kurdistan
Dijminê koledar Kurdistan Kurdistan
Bijî her Kurdistan…


Si u sê gulê (Otuz Üç Kurþun)
I

Ev çiya çiyayê Mengeneyê
Dema li Wanê roj davê
Ev çiya zarokê
Nemrûde Dema li hember Nemrûd roj
davê
Aliyeki te berf digre, bergeha
Qetqase Aliyeki le siccade, milkê Eceme
Li seri guþiyên cemedê
Li ser avan kevokên revok
Keriyê xezalan.
û refên kewên gozel...
Mêrxasi nayê inkarkirin
Di þerê yeke-yek de ew qet ne
ketin binJi hezar salan virve zilamên vê
derê
Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin
Nerefê qulingane, ev
Ne koma stêrane li ezman
Dilê bi si û sê gule
Si û sê kaniyên xwinê
Na herike
Bûye gol li vi çiyayî

II

Ji bin kaþ kivroþkek rabû
Piþt belek
Zik çil-sipi
Belengaz, ducanî kivroþkekeçiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha, tenha bûn dem
bê qisûr. berbangeke tazi bû
Nihêri ji si û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran ya birçi-
tiyê
Por û rih bûne bostek
Di pêsirê de sipih.
Mil qeydkirî niheri bi milên
qeydkri
mêrxaseki kezebpola. nihêrhî
Carekê li kîvroþka belengaz
Carekê li piþt xwe
Filînta wî ya delal hate bira wi
ku di bin balgiva wi de xeyidye,
Hate bira wi, caniya ku
ji deþta Heranê anibû
Enî bi moriyên þin
û beþ
Sim sipi
Beza, tolaz û reqsok,
Mehina wi ye qemer û seklawi

Çawa firibun li ber Xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayi
Weha li piþt wi lûleke sarYa hendefan
Bêçare,
Ew dê bihata kuþtin
Ferman bêhêvi bu,
Êdi bila çavên wi, marzerikên kor
dilê wi, teyrên berata bixwara

III
ez hatima kuþtin
Li gelîki xalî .yê çiyê
di dema nimêja sibê de
Radikevim di nav xwinê de bi dirêjayî...

Ez hatime kuþtin
Xewnen min ji þevan taritir
Kes napirse rewþa min
Canê min distînin , bê ecel
Nikarim têxim tu pirtukan

Paþaki þifre daye
Hatime kuþtin bê mahkeme. bê pirs

Kirivo, halê min eyni weha binîwise
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên guline
Guleyen domdomê
Di devê min de wesle wesle

IV

Fermana kuþtinê bi cih anîn.
Mije hêþin ya çiya
Û bayê sibê ye hinik û sivik
Paþe li wê derê tifing daçikandin

Li paþilên me hûr nêrin nihêrtin
Lê geriyan.
piþta min ya sor. male Kermenþahê
Tizbi û qotiya min birin û çûn
Hemû ji diyari bûn ji Ecemistanê
Em kirivin merivên hevin û bi
xwin giridayê hevin
Bi gund û zevhiyên hember ve
Xinamiyê hevin,
Ji sedsalan vir ve,
Cîranê hevin mil bi mil ve
Miriþkên me tevi hev dibin
Ne ji nezanîyê
Lê ji xizanîyê
Em ji pasportê dilsar bune
Ewe curmê sebeba qatla me
Êdi navê me dê derkeve bi keleþiyê,
Isatvan
rêbir
Xayiniyê



V

De lêhin lawo,
Lêhin
Ez bi hesani nayêm kuþtin
Di kuçikê min de, hin agirê venemiri
Ü çend gotinên min hene
ji keser, fama re
Bavê min çavên xwe dan li ber
Ruhayê
Û sê birayên xwe ji
Sê darên spehî,
Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi
bûn
Ji bircan. ji giran ji minaran
Dema kiriv pismam kurên êþiran
Li hember guleyên Fransiz þer dikirin
Xalê min ya biçûk, Nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal
Siwarekî baþ
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan
Kirivo halê min weha binivise
Dibe ku we
Sivikki riwayeti were fehm
Em ne memikên guline
Guleyê domdomê
Di derê min de wesle wesle

Þîîr:Ahmed Arif
Çeviren: Nedim Hekari
Müzik: Ciwan Haco
WELAT

Welat welat kawa mirovayetî
Law û latî sitûnrawî le meywisî hêjmiyunû
Le nav þalawî grû lav û ma wî sirixwûna
Çontika ey barandibarî waha marg divêt xwarê
Welat welat kawa mirovayetî

Hava çetnarê kêman bû wa birêþê we kuidan
Ew car ez destê faþîstan ganî hezara mirovan
La Helebçe didom soza
La Helebçe didom soza
Welat welat kawa mirovayetî
Kawa destê neteweyeti wa asîmanî warê

Xwekanî bajar kurduwî mal de te pê wî xwe betî
Kawa destê þeref wîjdan
Ba çarey ez zarî zan

Jin û peya û zarokanî lê pê nasnameyî kurdistan
Welat welat kawa mirovayetî
Kawa destê neteweyetî wa asîmanî warî

Destana Egîdekî
"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemu roj, hemu êvar, hemu þev
Wî weha gotibu u gule barandibû
Roj qulipîbu ser êvarê, evar ser þevê, þev ser rojê

Þer berdewam bu
Beden westiyayî, keser giran, birîn kur
Mêjî xurt,avur tuj
Dil keleha mêrxasiyê bu
Lome ji ne þerm bu
Ya man ya neman bu

Çi ji destê wî, çi ji deste wan dihat...
Îxanet li re bu
Îxanetê zora welatevîniyê biribu
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayen serîbilind
Di gundekî beçare ye Kurdistane de
Wext, wexta þer, man u nemane bu
"Hevalno, em çi bikin...
Begavî bextreþî ye, kambaxiya me kurdan e
Le, gava begavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr u mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta þer e, xurtî u huner e
Em penc kes, ew penc hezar kes
Em penc hezar dil, ew penc dil
Em penc hezar dilen biheq, ew neheq
Kî dikare dile bi evîne hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Yek bi yek li hevalen xwe niherî
Ew yek bi yek hembez kirin
Bi herdu tiliyên xwe yen deste raste simbele xwe bada

Çek, pusat u rextên xwe þidandin Berîk ajot deve tifinga xwe 0 got;
"Hevalno, ji bîr mekin
Em penc hezar dil
Penc hezar efsaneyên li ser levan
Penc hezar destanên li ser kaxizan in
Penc hezar sterken ronîyen kurdan in..."

Saw u xofa mirine Coþ u heyecana liberxwedanê
hebû
Li ser berfa gewher renge sor a xwîn 0 tave hebu
"Ax.,ev tav",
"Eger tava dane evare li me biqulibe
U em xwe bi evare bigihînin
Heye ku deriye felatê li me vebe7"
Çendîn þere dijwar ew ketibuye
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibu
Ew þervane welatê þervanan
Regire bav û kalan bu

"Ev çi hale"
"Ez evîndar û þerwanê ronahiye
Ez dijmine tarî zulmete
Ez niha li heviya þeve me"

Ew penc kes bun, çar mer u jinek
Ku her yek ji derek, le xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!.."

Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bu
Ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
Ne evîna segan, ne meyina berxan
Ne jî denge însanan bu
Bi tene dengek hebu
Zagon, zagona þer u lecan bu
"Kî ne ev eskeren ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn u evîndaren wan
Hez u hezkaren wan nîn in
Çima ew hez u evîna me tenagihin"

Saet çend bu
Þeve çima weha mîna bukeke xwe xemilandibû
Sterk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweþiyê de bu
Di vê sar 0 seqemê de çima weha germ bu

"Sterken welatê min
Heyva erd u axa min"
"Hun þahîd in; em ne diz u keleþ in
Ne pêxas u zikreþ in
Em evîndaren we, egîden ronahiye ne
Eger li me qewimî 0 li vir em bun þehîden we
Xebera mêxasiya me bigihînin bi însan u gele me"

"Ax li min daye"
Çaven wê yen reþ mîna çaven xezalan vekirî
Deve wê bi ken bu
Pore wê belavbûyî , stuye wê gola xwînê bu
Wî sere wê danî ser çoga xwe
Piþta xwe vekir, li stuye wê bada
Bi destan pore wê mist da
Bîstekê, bedeng çave wî li ser çaven xezalan ma
Çend dilop hestir ji çaven wî ber bi jêr bu
U ew giriya
Di bin barana gulan de ew giriya

Þev diçu
Sterk diçû , heyv diçu
Xewna azadiye, heviya felatê diçu
Hizr u bîr , serpêhatî 0 jiyaneke ciwan diçu

"Xwedeyo...
Ji berbanga Kurdistan xweþtir
Ji rojeke nu ya welatê min geþtir çi heye!"
"Em diçin"
"Em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire
Kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?
" "Em diçin
Em diçin, le mîna ku bav u kalan dikirin Ji ve roja nu re xêrhatin
Ji ve berbanga welatê min re stran u gotin divê"
Wext, wexta strane welatê neçar bu
di berbanga sibe de, li sere çiyan
Alana denge egîdekî xort bu
"Lê lê daye...
Lê dayê, sere sibe ye, sibeyeke xweþ e
Ve sere sibe bayekî sar e, li min serma ye le daye..."
ax le daye
Denge top u cebirxanan li ser sînga mine
Le dayê, ve sibe çarnikare,ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye

Hevale Eziz
"Edî tu çare tune, mirin 0 çuyin li ber me ye
Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwana þehîda ne

Em hevudu hembez bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guieyek were
Em ber bi gule herin
Nav bedengiyeke kur de
Wan tifingen xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizen xwe, cil u bergen xwe li ser hev danîn
U li agire wan niherîn
Her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve giredan 0 disan li hev niherîn
Wext hatibû;wext,wexta çuyine bu

Ba bu
Seqema serê sibê bu
Her der spî, her der gewher bu
Her der roni, her der muqedes bu
Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibu...

Zaroktî, mala mezin, koþka jor
Kuçe û kolanen teng, bîren kur
Bax u rez, av u çem, gund û zozan
Tirî u hejîrên bavu kalan
Keskesora barana biharan
Denge kahr û berxan
Govend bu
Jý rojên bihurî govend bi bîre hatibu
Dawet u dîlan li dar bu
Dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweþ
Mîna destaneke kevnar geþ bu
Ew li sere gowendê bu
Coþ li ser dil ken li ser ru
Ew govenkêþê dîlanê bu
Xwendin u dibistan dîsan xwendin u dibistan salen
unîwersîtê
Ev hemû, ev hemu niha li bîre wi bu
Bîr bubu kevokeka,bi firê ketibu

Dinya çiqas xweþ, çiqas bedew bu
Kirase sipî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
Be çek, bê pûsat,bê kiras 0 be veger
Lý ber çaven wi leylana berfa spî
Li ser dile wî gurmina denge þehîdan
Ma kî u kî li ser ve axê þehîd neketibu
U axa rehmete maç nekiribu...
Dinya çiqas xweþ, çixas bedew bu
Kirase spî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
Wî deste xwe bir ber eniya xwe u ji bo cara dawîn
Li dora xwe niherî
Li dûr, li dur reþahiya eskeran...
Li dûr, li dur teyrekî mezin î spî li firê bu
Bi basken spî, ji aliyen çiyan ber bi geliyan
Li þahîdiya wê roja nu bu
Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li fire bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bu?
Ma jiyan ne fireke kurt û xweþ li dinyayeke kambax bu?

Bîr dîsan li firê bu, hemu jiyan li bîre

Mal u malbat, xwîþk u bira
Ap u birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çaven wî bu
Diya pîr a porspî li wir, li keleka wî bu
Ma wî her u her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"Daye ez bî qurbanê
Ez berxê te, çavreþe bave xwe me
Iro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser sere me hemûyan e
Leledaye...
Eger te rojek xebera mirine bihîste
Tu bizanibe; min ruye xwe reþ nekiriye
Berxê te, çavreþe we, Reþoye bavo þehîde weletê me ye..."

Ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayýk, xwîþk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,
dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn... ..................... .................... ...........

Þîîr:Mehmet Uzun
Muzik: Ciwan Haco


Diyarbekir

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e

Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weþandin

Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine
Gotin: Dîber Haco
Musik: Ciwan Haco


Torîna min
Torina min ez dizanim
Tu nehati buyî dîtnamin
Li ser nexweþiya min
Li ser nexweþiya min
Torinam min delala min

Can dilhê xwe ji te nahêlim
Tu cara xwe ji te silnakim
Ji ber ku bextê me huya
Feleka me þikestiya

Lê can sond dixum te nahêlim
ger çend sala li min biburînin
Pirça serê min sipi bikin
çend qunaxa me ji her dur bikin
evina ma dê pêtirbitin
Gotin: Remezan Zaxolî
Musîk: Ciwan Haco


Behra Wanê
Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Rengek delal li ser te ye
Niwan rengan em dinalin
Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Bi çavan daye min mizgîn
Te limin can û ceger kir xwîn

Alîk Sîpan, alîk Tetwan
Alîk zîv e, alîk zêr e
Gotin û Musîk: Ciwan Haco

Hoy zemano
Ev çi rîs e ev çi þaþ e
Ya me berda ya bi teras e
Ev çiya per daye paþe
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano
Ez biçûk im nûciwan im
Pir bi van êþan nizanim
Lê ji wan ez dilgiran im

Wer me bêje ez siyar im
Wek bizot im pêt û ar im
Ez di vî warî li karim
Gotin: Cegerxwîn
Musîk: Ciwan Haco

Dîlbera Qeþeng
Dîlbera qeþeng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêþkêþî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan

Pênûs kiþabû birhên kevanî
Çavên þîn neqþîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiþ û giyanî
Hilkir hilkiþa ji laþ deranî

Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkiþa xist nav însana
Gotin: Rojen Barnas
Musîk: Ciwan Haco


Gula Sor
Gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Li paþ Çiyayê Kaf þîn bû
Alem jêre evîn bû
Bi me xweþ, da me heþ
Em bi bîna wê sermest
Emê pê þa bin serbest
Nezanîn, xemrevîn, xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor, alem li dor
Bicivin û bînbikin dor bi dor

Hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Gula sor gula sor
Hay gul, gula sor gul
Gul gula sor, gula sor gula sor
Gotin: Qedrîcan
Musîk: Ciwan Haco

Giryanim bese
Ez ji xew rabûm welatim
Ez bi qurbanim bese
Tevde rabûn Rojhilatim
Sebr û samanim bese

Ev dema serbestîye
Bindestî êdî çû nema
Þad û dilxoþ û bilind bim
Heps û zîndanim bese

Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihiþt
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese

Omrê min çû tev di vê rê
Roj û þev nalî û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giryanim bese
Gotin: Cegerxwin
Musîk: Ciwan Haco

marx47 is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Sms Sözleri Bölüm Ýndexi Srkn Sms Sözleri 4 12-10-2007 12:19 PM
Bölüm index Bedirxan Kürtçe Lyrics 0 04-07-2007 11:41 PM
demir demirkan þarký sözleri MUMÝ Türkçe Lyrics 2 16-04-2007 09:49 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:35 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.