|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
1- Ew Xudayê, ku bendê xwe, di þevekî da ji mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram li bal mizgevta (bi nav) Mescid ul-Eqsa ya ku me dora wê pîroz kirîye, daye birinê heye! Ewa ji hemû kêmayan paqij e. (Me eva dabirandin çê kir) ji bo ku em bi wî (bendeyê xwe yê Muhemmed ra) hinekî beratên xwe yên (sodret) bidine xûyandinê. Bi rastî (Yezdan) bîhîstokê dîdevan e. 2- Me ji bo Mûsa ra pirtûka (bi nav Tewrat) anîye, ji bo ku ewa ji bona zarên cihûyan ra bibe beled û ji bo ku (ewa ji wan ra bêje: "Gelî zarên cihûyan! Hûn) ji pêþtirê (Yezdan) ji xwe ra serkaran negirin." 3- (Gelî ûrta, ku me hûn bi Nûh ra) hildabûne kelekê! Bi rastî (Nûh) bendekî pir sipazger bû (hûn çima sipazî nakin?). 4- Me li bal zarên cihûyan ra di pirtûkê da pêk anîye; ku hûnê di zemîn da du caran tevdanî bikin û hûnê paþê bi quretî cewrên mezin bikin. 5- Îdî gava danê yekem ji wan her du danan hat; me li ser we da hinek bendeyên, ku ji bona me ra xwuribûne, xweyî burha mezin û zor hêz bûne, þandîye: Ewan ketine welat û xanîyên we li wan deran da, li we digeryan (hûn ber hev dikirin, ji welatê we, hûn derxistin, bi zebûnî birin) eva (celata hanê ji bona we ra îdî) hatibû pêkanînê (paradana wê qe çê ne dibû). 6- Paþê (hûn ji kirinê xwe poþman bûn) me jî hêza we ya berê (ji bona servehatina bi ser neyaran da) dîsa da we; me hûn bi mal û zaran bi hêz kirin, me hûn bi qirînvanî û nijdevanî pirtir kirin. 7- Heke hûn qencîyan bikin, hûn ji xwe ra qencîyan dikin, heke hûn sikatîyan bikin, îdî þixwa sikatî ji bona we ra ne. Îdî gava danê celata mayî hatîye; (we dîsa dest avêtîye kirina sikatîyan, emê dîsa ewan bendeyên xwe yên xwurîne, bi hêz û zorbirhan, bi ser we da biþînin) ji bo ku ewan (dîsa) rûyê we reþ bikin, ça di cara yekem da ketibûne miz­gevt û (welatê we, hûn bi kuþtin û zebûnî, ji welat derxistibûne) dîsa wusa bi serê we bikin; ji bo ku ewan rastî çi werin kavil bikin (ewan ji we tol hildane). 8- (Heke hûn ji wan kirine xwe poþman bibin) dibe ku Xudayê we, li we dilovînî bike. Heke hûn dîsa bizivirine (bal wan kirinan) emê jî bizivirîne (bal þapatdana we). Bi rastî me ji bona filan, doj xistîye zîndana niximkar. 9- Bi rastî eva "Qur’an"a (ji bona kesan ra) beledîya rêya rasttir dike, ji bona wanê bawer kirine û karê aþtî kirine mizgîn dide, ku bi rastî ji bona wan ra kirêke mezin heye. 10- Bi rastî ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Me ji bona wan ra þapateke dilsoz bi amadî peyman kirîye. 11- Meriv ça qencîyan dixwazin, wusa sikatîyan jî dixwazin (ça hez dikin hema bira qencî bi wan da werin, wusa jî hez dikin, heke wê þapatê bi wan da were, awîl bira were). Di van xwestinê xwe da meriv pir lezoke ne. 12- Me þev û ro xistîne du berate; (ji bona þîna-qudret xwe ku em dikarin têkilê wan bin jî. Ewan her du berate jî berê da wekî hev bûn, paþ da) me berata þevê heþivand (ewa tarî kir) û me berata royê jî xiste dîtoker (me ronahî têda çê kirîye. Bi can têda tiþtan dibînin). Û (me evan beratan xistine van rûçikan). Û ji bo ku hûn rozînan ji rûmeta Xudayê xwe ra bicivînin û hijmara salan û royan bizanin,me hemî tiþt bi eþkere daye vekirinê. 13- Em ji hemû kesan ra (kirinê wî wekî) çûkan di stûyê wî da darda dikin. Di roya rabûna hemû da em ji bona wî ra pirtûkeke vekirî derdixin, ewa di wê gavê da rastê wê tê. 14- (Ji wî ra em dibêjin): "Ka îdî tu bi xweber pirtûka xwe bixûne. Di îro da tu bi xweber ji bona hijmartina (qencî û sikatîyên xwe) besî xwe î." 15- Kîjan hatibe rêya rast, îdî ewa ji bo xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan rêya xwe wunda bike, îdî rê wunda kirina wî ji bona wî bi xweber e. Tu bardarê (gonehan û qencîyan û giranîyan) barê mayîyan hilnade (hey barê xwe hildide). Heya em di nava komalan da pêxemberan neþînin, ji tu komalî ra em þapatê nadin. 16- Gava ku em teþqeledana welatekî bivên, em (rozînîyê wan pir dikin, ewan biryarên me bîrva dikin). Vê­ca em jî fermana wanan (bi hatina rêya rast dikin) îdî ewan ji rêya rast dûr dikebin (bi wî awayî peymana me ye) bi þapatdana wan maf dibe. Îdî em jî ewan welatan bi kavilî teþqele dikin. 17- Ji piþtî Nûh da me çiqa (welat) di çaxan da teþqele kirîye! Agah û dîtina Xudayê te bi gonehên bendeyên xwe, besî wî ye. 18- Kîjan (evê cîhana hanê) lezoke bivê, em di cîhanê da ji bona wî ra, tiþta ku em bivên, bi lez didin, paþê em ji bona wî ra dojê amade dikin. Ewa li bal dojê da, bi sernegûnî û çikûsî û rûreþî tê kiþandinê. 19- Û kîjan jî (di cîhanê da) jîna para da bivê û bi bawerî ji bona (wê jînê) xebata babet ya wê jînê jî kiribe, îdî kirinê van têne spaskirinê. 20- Em ji hemûþkan ra jî; ewanê (jîna cîhanê va ne) û ewanê (jîna para da va ne û ewanê herduk jîn jî va ne û ewanê file û bawerger jî) ji dayîna Xudayê te ji wan ra raber dikin. Qencîyên Xudayê (te ji tu kesê va ye ra) ne hatîye birînê. 21- (Muhemmed!) Tu mêze bike, ka me ça hinekên ji wan bilind û paydar û maldar kiriye, li ser hinekên wan. Bi rastî jîna para da, meztirê payan e û meztirê rûmeta ne. 22- (Muhemmed!) Ji bo ku di para da bi serê xwe bi tenê bi mirûzî rûnenê, tu ilahên mayî, ji bo­na Yezdan ra beraber negire. 23- Xudayê te fermana xwe pêk anîye; ku hûn hey ji bona wî bi te­nê ra perestî bikin û hûn ji bona dê û bavê xwe ra qencîyan bikin (qe li wan xirabî nekin). Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje." 24- “Û tu ji bona wan herdu­kan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): “Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme.” 25- Xudayê we bi tiþta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aþtîyê bikin (ji kirine xweyên sik poþman bibin) þixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poþmanî lava dikin, baxiþkar e. 26- Û (Muhemmed! Tu bi tevê kesan va) mafê bira û pismanan û belengaz û rêwîyan (ji malê xwe) bidine wan, tu (malê xwe bê perwa) bi destvekirî belav neke. 27- Loma ewanê (ku malê xwe b perwa) bi destvekirî belav dikin hene! Bi rastî ewan biranê pelîd in. Pelîd bi xweber jî ji bona Xudayê xwe ra nankorekî hînçkar e. 28- Heke (destê te da) ew malê ku te ji dilovanîya Xudayê xwe diva, tune bû, îdî te jî ji wan rû fetiland (ji ber ku di dastê te da tune bû, tu bidî wan) barî tu ji bona wan ra mijûlîyeke hesanî û nerm bêje. 29- (Di sixwurandina ji bona hewcan ra tu ji xwe ra rêyeke nîwarî bikire); ne destê xwe li bal qirika xwe da girêde (ji bo ku tu qe tiþtekî nedî wan) ne jî (destê te da çi mal hebe) hemûþkî belav neke, loma heke (tu wusa bikî) tuyê (bi rexnî) kovanan bikiþînî û rûnê. 30- Bi rastî hey Xudayê te ji bona bendeyên xwe ra rozînan kêm û pir dike. Loma (Xudayê te) agahdar û dîtogerê bi bendeyên xwe ye. 31- Û hûn (gelî kesan!) ji tirsa xezanîyê zarokê xwe nekujin. Loma ji bona wan zar û we bi xweber jî em rozînan didin. Bi rastî kuþtina ewan zaran gonehekî pir mezin e. 32- Û hûn (gelî kesan!) nêzîkê maþtoqîyê (zina) nebin, loma bi rastî ewa karek gelek pîs e. Ewa reyeke sik e! 33- Û hûn (gelî kesan!) ewa kesê, ku Yezdan kuþtina wî ne durist kirîye, bê mafî ewî nekujin. Loma bi rastî kesê bi cewrî hatibe kuþtinê, îdî me ji bona mîratxurên wî ra hêz daye (ku ewa mîratxura li mafê kuþtî bigere: Hez dike tola wî hilde, hez dike bira kujrawê bibaxiþîne). Ji ber ku ji wî ra hêz hatîye dayînê, îdî bira (ewa mîratxura jî ji pêþtirê kujrawê destê xwe dirêjî kuþtina malî û bira û pismamên kujrawê) bi kuþtinî neke. 34- Û hûn (gelî kesan! ji bona sixurandina malê) sêwîyan, nêzîkê malê wan nebin, heya ku ewan sedra xwe nebînin. Ji pêþtirê heke hûn malê wan (ji wan çêtir ji bona wan ra bisixurinin, hûn wê gavê dikarin bisixurînin). Û hûn (gelî kesan!) peymana we dayî pêk bînin. Loma bi rastî (hûn) ji peymana dayî têne pirskirinê. 35- Û hûn (gelî kesan!) gava hûn (tiþtekî) bi pîvayî (bidine hev, hûn) pîvana xwe rind pêk bînin, hûn bi terezîya rast kêþan bikin. Aha kirin (ji bona kirîn û firotina we) qenctir e. Þixwa dawîya wî jî qenctir e. 36- Tu ji bona wî tiþtê qe ji te ra di mafê wî da tu tiþt ji zanînê tune ye, pey da çûnê neke. Loma bi rastî bîhis­tin û dîtin û dil, hemûþk jî (meriv) ji wan têne pirsikirinê. 37- Tu li ser zemîn bi quretî negere. Lo­ma tu nikarî (bi çûna xwe) zemîn biqelêþî û tu bi dirêjî jî nagihêjî çîyan. 38- Evan (kirinê borî, ku me fermana bine kirina wan kirîye) hemî jî kirina wan li bal Xudayê te sik e. 39- Evan (biryarên) ku Xudayê te li bal te da niqandine, ji wan zanînê retkokî ne. Tu bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) bi xudatî, tu ilahî negire. Heke (tu wusa bikî) tuyê bi rûreþî li bal dojê da (dûrê dilovanîya Yezdan) bê avêtinê. 40- (Ka eva ça dibe!) Xudayê we hûn bi zarên kurîn xurî kirine, ji xwe ra jî ji firiþtan (keçên) me girtine? Bi rastî hûn mijûlîyên pir mezin dibêjin! 41- Bi sond! Ji bo ku hûn (evan qedexeyên Yezdan) bîra xwe bînin, me (evan arþan) di vê Qur’anê da (bi peyvane cure cure) pir caran (gotine). Lê evê (gotina me) ji bona wan ra hey revandina (ji mafê) pir kirîye. 42- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Heke ça (hevrîçêker) dibêjin bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) heval hene wusa bûya; wê hevrîyan (ji bona servahatina xwe li ser) xweyê arþ da, xebata (rêyên servahatinê) bigeryanan." 43- Ewa ji wan gotinê wan, pir bilind û paqij e. 44- Ji bona wî ra heft ezman û zemîn bi tevê tiþtên di wan da heyî perestî û paqijî dikin. Þixwa çiqa tiþt hene! Hamû jî sipazîya bi paqijî dikin, lê hûn pisporî û sipazîya paqija ya wan nakin. Bi rastî Yezdan mêhrivanê baxiþger e. 45- Gava tu Qur’anê dixûnî, em di nîveka te û di nîveka wanê ku bi jîna para da bawer nakin, xêlyeke, ku xûyandin têda çê nabe, dikiþînin. 46- Em li ser dilê wan da sapan û di gohê wan da jî giranî datînin, ji bo ku ewan pisporîya wê Qur’anê) nekin. Di gava ku tu di Qur’anê da (dibejî): "Xudayê min yekê bi tenê ye" Ewan di para da dizivirin; rikê xwe tînin. 47- Di gava ewan têne gohdarya te, ka ji bo çi gohdarî dikin, em çêtir dizanin; gava ewan têne gohdarya te, dizîka da di nava hev da (aha pistepist dikin) ewan cewrkaran (aha) ji hev ra dibêjin: "Bi rastî em bûne pêyrewê mêrekî ançkar." 48- (Muhemmed!) Tu li wan mêze bike, ka ewan ji bona te ra heçwekîyan ça çê dikin? (Gotin: "Bengîyek e, ançker e, tepa dikebe, bê hiþ e, nigaþe ye - xeyalperest. Îdî ewan bi van heçwekî­yan (rêyên rast) wunda kirine, nikarin werin rêya rast bibînin. 49- Ewan ji hev ra (aha) gotine: "Gava em bûne hestî û ariþt jî, bi rastî qey emê ji nû da bêne afirandinê, ji bona (kirinê me di cîhanê da kirî, hijmara wan bidin) emê dîsa bêne civandinê?" 50- (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn hez dikin bibine kevir ya jî hesin." 51- "Ya jî bibine ji wan hevînên, ku hûn ewan heyan li bal xwe meztir dikin (hûn çi dibin, bibin hûnê hey ji piþtî mirinê li bal w da bicivinin)." Ewan (aha) dibêjin: "(Ji piþtî mirinê dîsa li bal jînê da) kî me difetilîne?” (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewê ku di cara yekem da hûn afirandine, wê di vê carê da jî we biaferîne. Ewan serê xwe bi tinazî li bal te da dihejînin û ji te ra dibêjin: "Ka ewa dana kengê ye?" (Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî hêvî heye ku ewa dana nêzîk be." 52- Di roya ku (Yezdan, di goran da) gazî we bike, îdî hûnê bi spazî (bersiva wî bidin, herne civînê) û hûnê goman bikin, ku hûn (di goran da) hindik mane. 53- (Muhemmed! Tu ji bona) bendeyên min ra (aha) bêje: "Hûn (gava bi tokel perestîyan ra mijûl bibin, hûn) mijûlya qenc ji wan ra bêjin. Loma pelîd divê, ku di nîveka we da hev çûyînê çê bike. Bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye." 54- "Xudayê we, bi we çêtir dizane. Heke bivê wê li we dilovînî bike, heke bivê wê we þapat bike (di nîveka we û Xudayê we da tu tiþt tune ye)." Me tu neþandî ku tu li ser wan bibî serkar. 55- Û Xudayê te bi wan kesê di ez­man û zemîn da heyî, çêtir dizane. Bi sond! Me hinek pêxember, li ser hinek pêxemberan (bi zanîn) rûmetdar kirine û me ji bona Davûd ra (pirtûka bi nav) Zebûr daye. 56- (Muhemmed! Tu ji bona wanê file ra aha) bêje: "(Gelî filan! Ka îdî hûn) gazî wan xudayên, ku we ji pêþtirê Yez­dan, ji xwe ra bi qestî perestvan girtibûne, bikin; bira arîkarya we bikin,îdî ewan nikarin tu zîyanê ji we bidine rakirinê û nikarin bidine fetilandinê jî." 57- (Evan xudayên ku ewan filan bi perestî) gazî wan dikin hene! Peyrewê wan, ji bo ku ewan ji wan ra bibine darende li bal xudayê wan, gazî wan dikin ka kîjan ji wan xudayan nêzîkê Yezdan e, ku ewa ji bona wan peyrewên xwe ra, dilovanîya Yezdan bixwaze û peyrewê xwe ji þapata Yezdan biparisîne. Bi rastî þapata Xudayê te pir tirseke zor e. 58- Çiqas welatek hebe; di berya roya rabûna hemû da, ya em ewî teþqele dikin, ya jî em (rûniþtîyên wî) bi þapateke zor, þapat dikin. Eva (celatdana) bi vî awayî di pirtûkê da hatîye nivîsandinê (bi vê nevê tê pêkanînê). 59- Ji bona þandina beratên derhoze (mucîze) tu tiþtî, ji pêþtirê derewdêrandina wanê berê, ku borîne, em nedane para danê (loma me berê da çiqa berateke der­hoze þandibû, ewanê berê, dabûne derewdêrandinê, heke em naha jî biþînin we evanê jî, dîsa bidine derewdêrandnê, ji ber vî me ne þandîye). Me ji bona Semûdîya, berateke (derhozeye) ber çavî; devek dabû. Îdî ewan bi sedema wê devê li xwe cewr kirine (loma bawer nekirin, di þûna wî da rabûn, devê jê kirin). Em hey ji bona tirsdanîyê beratên derhoze diþînin. 60- Di gava me ji bona te ra (aha) gotibû: “Bi rastî Xudayê te hemî kes hildane binê haz a xwe (bîra xwe bîne)." Ewa xewna, ku me bi te dabû dîtinê (di þeva bi nav Esra da) û di Qur’anê da ewa dara deherok (ku di dojê da hêþîn dibe) hene! Me ewan ji bona kesan ra hey xistîye ceribandin." Em kesan (cure cure bi wan didine) tirsandinê (evan anîna van beratan) hey quretîya wan filan bi mezinî pir kirîye. 61- Di gavekî da, me ji bona fereþtan ra (aha) gotibû: "Gelî firiþtan! Hûn ji bona niþa kesan ra kunde beherin." Îdî ji pêþtirê niþa pelîd, hemîþkan kunde birin. (Yez­dan ji wî pirsî: "Tu çima kunde nabî?" Niþa pelîd aha) gotîye: "Ez ça kunde dibim ji bona wî yê, ku te ewa ji heryê çê kirîye?" 62- "Tu qe li bal wî yê, ku te ewa li ser min rûmetdar kirîye mêze di­kî (ka bi Xudê kî, çîyê wî bi ser min dane, heya ez ji wî ra kunde beherim)? Bi sond! Heke tu min heya rûya rabûna hemîtî para da bihelî, ji pêþtirê hindikê ji ûrta wî, ezê ji binva ewan ji rêya rast derxim, li pey xwe bînim." 63- (Yezdan ji wî ra aha) gotîye: "Bi qiþte here, îdî ji wan, kî bibe peyrewê te, doj celata we hemûya ne. Doj (ji bona we ra) celateke hêca ye!" 64- "Tu ji wan bi kîjanî dikarî, bi dengê xwe ewan biþimîtîne û tu bi sîyarî û pêyane xwe va êriþê behere ser wan; di mal û zarên wan da bibe hempayê wan û tu (ji bona wan ra) peymanê (cure cure) bide. Þixwa pelîd ji pêþtirê xapandinê tu peymanê ji bona wan ra nade." 65- "Bi rastî ewan bendeyên minê xuri hene! Ji bona te ra tu hêz li ser wan tune ye. Bi serkarî Xudayê te besê wan e." 66- (Gelî merivan!) ewê ku ji bona we ra kelekan di deryayê da dide gerandinê, ji bo ku hûn ji rûmeta wî rozîyên xwe pêk bînin heye! Ewa Xudayê we ye. Bi rastî ewa Xu­da ji bona we ra dilovîn e. 67- Gava di deryayê da nexweþîyek bi we digire, ji pêþtirê (Yezdan) ewan tiþtên ku hûn ji wan lavaya dikin, wunda dibin (ji bîra we diçin, loma ji pêþtirê wî tu kes nikare we fereste bike). Dema ku Yezdan we ji deryayê li bal reþayîyê derdixe, hûn dîsa ji wê perestîya xurî rû difetilînin. Bi rastî meriv, pir nankor in. 68- (Gelî kesan!) qey hûn ewle dibin (kuYezdan) ewî zemînî hûn li ser fereste bûne wernegerîne, we nede dabîulandinê, ya jî bahorekî bi ser we da biþîne (keviran rake bi serê we da neyne xwarê? Heke Yezdan evan bike) paþê hûn ji bona xwe ra rastê tu serkarî nayên. 69- Ya jî hûn ewle dibin, ku (Yezdan) careke dinê wedîsa li bal deryayê da bizivirîne, îdî li ser we da bagereke hilwejok biþîne, bi sedema filetîya we, we hemûþkan di deryayê da nefetisîne? Heke (Yezdan evan bike) paþê hûn ji bona xwe ra jî rastê tu peyrewkarê, ku evîkarê we, li bal min peywestî bike (tola we hilde we ji destê min fereste bike) nayên. 70- Bi sond! Me ûrte Adem li ser (heyan) paydar kirîye. Me ewan di reþayî û di deryayê da (li ser tariþ û kelekan) hildaye û me ji bona wan ra paqijê dilikan daye. Û me ewan li ser pirên ji afirandinê xwe bi rûmetdarî paydar kirîye, 71- Di wê roya, ku em gazî hemû ke­san bi pêþrewanê wan va dikin. Îdî ji kî ra nivîsandinê xwe bi xweber dixunin, li wan wekî takî cewr nayê kirinê. 72- Kî di vî cîhanê da kor be (rêya rast ji bona xwe ra nebîne) ewa di para da jî kor e (rêya ferestebûna xwe ji aþîtan nabîne) û ji herkesî jî pirtir rê wun­da kirîye. 73- Hindik mabû, ku ewan te jî ji wan biryarên me li bal te da hinarti bû, bidine paradanê (ji bo ku tu hinek mafan ji bona perestîyên wan ra bizanî û hinekî rûmetan ji bona wan ra bigirî aha ji te ra dibêjin: "Heke ji te hate pirsînê, ka tu evan kirinan, ji bona pûtan ji kur tînî?” Tu bersiva wan aha bide, bêje: "Yezdan wusa ferman kirîye." Paþê emê bi te bawer bikin, Ewan evan kirinan ji te ra dibêjin) ji bo ku tu bi vir, tiþta me ne kirîye bavêjî ser me û di wê gavê da ewanê te ji xwe ra dost bigirin. 74- Bi sond! Heke me ji te ra nivadin û hew ne dabûya, teyê bi tiþtekî hindik li bal wan da (ji ber gotin û kirinê wan ji te ra) pal dabûya. 75- Gava (te bi gotina wan kiribûya) meyê (þapata xwe) di jîn û mirinê da bi du carî bi te bida çeþne kirinê. Îdî paþê tu ji bona xwe ra (di hemberê me da) rastê tu arîkarî nedihatî (ku ewa te ji þapata me fereste bike). 76- Û hindik mabû ku ewan te di zemîn da bêzar bikin, ji bona ku ewan te ji welat derxin û (ji piþtî derketina te ji welat) ewan jî hidik li eiy te da (di welat da) dimînin. 77- Eva rêya, rêya wan pêxemberên me ne, ku me di berya te da þandibûne (komalê wan jî ewan ji nava xwe dane derxistinê) û tu ji bona rêya me ya hanê ra rastî tu guhurandinê nayê (eva rêzikek, wusa dom dike diçe). 78- Di gava roj, ji derketinê li bal rojava da diçe, heya tarîya þevê tu nimêja xwe bike û Qur’ana sibehê (ku di nimêja sibehê da dirêj tê xwendinê, bîrva neke). Bi rastî Qur’ana (di nimêja sibehê da tê xwendinê bîrva neke (loma danê, ku Qur’an têda tê xwendinê, êvar û sibeh bi hev ra dicivin. 79- Tu di danekê þevê da rabe, ewa nimêja ku xurî ji bona te ra ne, bike, ku Xudayê te, te li bal paye þûnwarên pesinvan da biþîne. 80- Tu (ji Xudayê xwe aha lava bike): "Xudayê min! Tu di cîyê ketina rastîyê da min bixe (cîyan) û tu dicîye derketina rastîye da min ji wan (cîyan) derxe (tu min kuda di­þim bi xwaþi biþîne u min ji keder e dem bi xwaþi derxe) tu ji bal xwe, ji bona min ra hezeke arîkar bide." 81- Tu (ji bona wan ra) bêje: "Bi rastî maf hatîye û pûçî çûye. Þixwa bi rastî pûçîtî bi xweber hey çûye." 82- Me ji bona bawergeran ji Qur’anê, tiþta mefa û dilovîn e hinartîye. Eva (hinartîna me) ji bona cewrkaran hey zîyanê pir dike. 83- Gava em ji bona merivan qencîyan dikin: (ji wî ra mal û zar didin) rûyê xwe difetilîne, ewan qencîyan li bal xwe da dide: (evan qencîyan min bi xwe­ber pêk anîne). Gava aþîtek pê da hatibe, heman (ji ferestîya wê aþîtê) bê hêvî dimîne. 84- Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Her kes wekî xwe xebatê dike. Îdî Xudayê we ka kîjan di rêya rast e çêtir da ne, pê dizane." 85- Ewan merivan ji te dipirsin: "Ka can çî ye?" (Tu bersiva wan aha bide): “Can ji fermana Xu­dayê min e, zanîna (ji can,) li bal we da hindik hatîye dayînê.” 86- Bi sond! Heke em bivên, emê zanîna ji wan biryarên, ku me li bal te da hinartîye beherin, paþê ji bo ku tu ewê (zanînê para da bistînî) ji bona te ra di hemberê me da, rasthatina tu serkarekî tune ye. 87- Ji pêþtirê dilovanîyeke ji Xudayê te (hey ewa dikare dîsa ewan zanîna para da bide te). Bi rastî rûmeta Xuda 1i ser te pir mezin e. 88- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi sond! Heke meriv û meçêtir bicivin ji bo ku (pirtûkeke) wekî Qur’anê (binivîsin) bînin, heke ewan bibine piþtevanê hev jî dîsa ewan nikarin wekî wê Qur’anê bînin." 89- Bi sond! Me ji bona kesan ra di vê Qur’anê da ji hemî hecwekîyan car bi car anîne, îdî pirê kesan (ji wan rû fetilandin) nankorî kirine. 90- Ewan (nankoran) gotine: "Heya tu ji bona me ra kanîyekî ji zemîn dernexî, em bi te bawer nakin." 91- "Ya jî heya bax û rezekî te ji xurma û tirîyan, ku di binê darê wî da jî çemên avê bikiþin, tune be (em bi te bawer nakin)." 92- "Ya jî tu ça goman dikî, heya tu bi ser me da, ji ezmanan parên (ji þapatê) neynî xarê, ya jî tuyê Yezdan bi tevê Firiþtan va di berya xwe da bînî (ewanê þahidî bidin, ku tu pêxember î, wusa nebe em bi te bawer nakin)." 93- "Ya jî xanîkî te yê ji xiþra tune be, ya jî heya tu bi jor da hevraz neçî, heke tu herî ezmanan jî, heya tu ji bona me ra pirtûkekî ji ezmanan nehinirinî, ku em ewê pirtûkê bixûnin (ka tu pêxember î, an ne, em bi te bawer nakin)". Tu (bersiva wan aha) bide: "Ez Xudayê xwe ji van (dilxazîyan) paqij dikim (qe mafê min nîne, ku ez evan aþîtan ji wî bixwazim) hey ez xurî merivek im li bal we da (bi pêxemberî) hatime þandinê. 94- Þixwa paradana merivan ji baweryî eva ye. Gava ji wan ra rêber û beled hatine, gotine: “(Em pêxember in, bi me bawer bikim.)" Ewan jî (aha bersiva dane): "Qey Yezdan ji merivan pêxemberan diþîne?" 95- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "He­ke di zemîn da firiþtên nivanên geroke hebûna, meyê di ezmanan da li ser wan da firiþte bi pêxem­berî biþanda." 96- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "Di nava min û we da bi þahidî Yezdan bes e. Loma ewa bi kirinê bendeyê xwe agahdar e, dibîne." 97- Yezdan kîjanî bîne rê, îdî ewa hatîye rêya rast û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî tu ji bona wî ra, ji pêþtirê Yezdan rastî tu serkarî nayê. Emê ewan di roya rabûna hemî da kor û lal û ker bi deverû bicivînin. Êwra wan doj e, çiqa agirê wê ditemire, em pêtê agirê wan pir dikin. 98- Celata wan eva ye, loma ewan bi beratên me bûne file û ewan gotibûne: "Heke gava em bibine hestî û ariþt jî, qey emê ji nû da bêne afirandinê, dîsa bêne civandinê?" 99- Ma qey ewan mêze nakin? Ew Yezdanê, ku karîye ezman û zemîn afirandîye, dikare ku heyîne wekî wan jî biafirîne û Yezdan ji bona (afirandin û mirina) wan ra danêkî bê dudil danîye. Îdî cewrkaran, ji pêþtirê filetîyê (ji he­mî beratan rû fetilandine). 100- (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "(Hûn wusa çikûsin) heke hûn ji dilovanîya Xudayê min bibûna xweyê xezînan jî, dîsa we ji tirsa xezanîye tu tiþt ji wan nedi sixuradin. Bi rastî meriv pir çikûs in." 101- Bi sond! Me ji bona Mûsa ra neh beratên derhoze (mucîze) bi vekirî dane. Îdî tu ji zarên cihûyan pirs bike, ga­va Mûsa (bi van beratan va) hatibû bal wan, dîsa Fir’ewn ji bona Mûsa ra gotiye: "Bi rastî Mûsa ez goman dikim ku tu hatî ançkirinê." 102- Musa (ji bona wî ra) gotîye: "(Fir’ewn!) Tu rind dizanî, ku evan beratan (ji bona rast derandina min) hey Xudayê ezman û zemîn hinartîye, þixwa li ber çava ne jî. Û Fir’ewn! (îdî qe tiþtekî ne bêje) bi rastî ez goman di­kim, îdî dawya te hatîye (tê werî teþqelekirinê)." 103- Îdî (Fir’ewn) xwast, ku (Mûsa û zarên cihûyan) ji welatê (Misrê) derxe, me jî (Fir’ewn) û kesên bi wî ra heyî, hemî (di avê da) fetisandin. 104- Me ji piþtî (Fir’êwn) ji bona zarên cihûyan gotîye: "(Gelî zarên cihûyan!) Hûn li dû (fi- r’ewn da) di wî zemînê (ku Fir’ewn, diva we ji wura derxe) rûnên. Îdî gava danê para da hatibe, emê we hemîþkan li hev peçayî bînin cîyekî. 105- Û me ewa Qur’ana (ji bona ku rastîyê bide derxistinê) hinartîye. Þixwa ewa bi mafî hinirîye. Me tu jî (Muhemmed!) hey ji bona mizgîn û hiþyarîye bi pêxemberî þandîyî. 106- Me beratên wê Qur’anê anî ji hev derxist, ji bo ku tu hêdî hêdî bi nivanî ji bo kesan ra bixunî. Me ewa Qur’ana (wekî hewcebûna kesan hindik hindik) hinartîye. 107- (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "Hez dikin bawer bikin, ya jî bawer nekin, bi rastî ewanê hêj berya hatina Qur’anê (ji wan ra bihatina Qur’an û pêxember) zanîn hatîye dayînê hene! Gava Qur’an ji wan ra tê xendinê, ewan deverû kunde dibin." 108- Û (aha) dibêjin: "Bi rastî Xudayê me ji kêmayan paqij e. Bi rastî peymana Xudayê me dayî, pêk hatîye." 109- (Qur’an çiqa tê xwendinê) nermaya wan hewqas pir dibe, ewan bi deverû dikebin digrîn. 110- (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hezkî bi navê Yezdan hildin gazî bikin, hezkî bi navê dilovan hildin gazî bi­kin, hûn bi kîjan navî gazî di­kin, bikin, îdî hey navên qenc ji Yezdan ra hene." Tu nimêja xwe bi dengê bilind neke û bi dengê dizîka jî neke, tu di nava her du dengan da, dengekî nîvwarî bivê. What do you plan on your 100MB of free space for 111- (Muhemmed! Tu aha) bêje: "Çiqa pesindanî hene, hemû ji bo­na Yezdan ra ne, ku ji xwe ra zar ne girtine û ji bona wî ra hevparên di maldaryê da jî tune ne û ji bona wî ra serkarên, ku ewî ji belengazîyê fe­reste bikin jî tune ne, tu ewî ji kêma­yan paqij û bilind bike. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Sûreta Hûd | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:31 PM |
| Sûreta E'raf li Mekkê hatîye hînartinê û 206 berate ne. | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:23 PM |
| Sûreta En'am li Mekkê hatîye hînartinê û 165 berate ne. | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:22 PM |
| Sûreta Maîde, li Medînê hatîye hînartinê û 120 berate ne. | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:21 PM |
| Sûreta Alê Î’mran | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:19 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.