Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Semavi Dinler > Ýslamiyet > Kur'an-ý Kerim

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-04-2007, 12:30 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Sûreta Yûnus


1- E. L. R. (Arþa wan tîpên ji hev çûyî hey Yezdan dizane). Ewanan beratên pirtûka bijejke ye.
2- Qey ji bo ku me li bal mêrekî ji kesan da niqandîye (me ji wî ra aha gotibû)"Tu kesan (bi þapatan) bide tirsandinê û mizgînê bide wanê bawer kirine, ku ji bona wan ra li bal Xudayê wan cîyên dostî û paye hene," ji bona merifan ra eva bûye sodret? Ji xwe ewanê file (aha) gotine: "Eva (mêrika) hey ançkarek; xûya ye."
3- (Gelî kesan!) Bi rastî ev, Yezdanê ku ezman û zemîn di þeþ rojên êwirgahî da afirandîye û paþê arþ jî (mana) hildaye binê hêza xwe da heye: Ewa Xudayê we ye. Ewa (Xuda naye) tedarika hemû bûyeran dike. Ji pêþtirê destûra wî tu mehdervan tune ye (hemû mehder ji bona wî ra ne.) Ewa Yezdanê bi van salixan (tê salixkirinê) Xudayê we ye. Îdî hûn (ji bona wî ra) perestî bikin. Qey hûn (ji van sa­lixan) hiþ hilnadin?
4- Zivirandina we hemûþkan hey li bal wî (Yezdan)î da ne. (Eva) bi rastî peymana Yez­dan e, maf e. Bi rastî (Yezdan bi xweber e) ku di cara yekem da dest bi afirandinê dike. Ji bo­na ku ewanê bawer kirine û ka­rê aþtî kirine bi dadvanî xelat bike (ewan ji piþtî mirinê) dîsa diafirîne. Ewanê bûne file hene! Ji bona wan ra bi sedema filetîya wan vexarineke ji ava herîkelkê heye û ji bona wan ra þapateke dilsoz heye.
5- Ewê ku roj xistîye tav û hîv jî xistîye rohnayî û (ji bona hîvê ra) êwirgehên (pîvayî) gerandîye, ji bona ku hûn bi hijmara salan û bi hijmara (gavê xwe) bizanin, ewa Yezdan e. (Yezdan evan hey) bi dadvanî afirandine (ji bo ku hûn ji wan hiþ bildin. Yezdan beratan ji bona komalê zana vedike.
6- Bi rastî ji bona wî komalê ku xudaparisî dikin; di ne wekhevbûna þev û royan da û di afirandina Yezdan, tiþtên di ezman û zemîn da heyî beratên (hiþdarî) hene.
7- Bi rastî ewanê ku naxwazin bi bervahatin bigêhijne me, hene! Ewanan bi jîna cîhanê qayîl bûne û bi wê jînê jî qinyat anîne. Û ewan bi xweber jî ji beratên (hebûna me) bê goman in.
8- Ji ber ewê keda ku ewan dikiribûne, þûna ewra wan agir e.
9- Bi rastî ewanê ku bawer kirine û karê aþtî kirine hene! Bi sedema bawerîya wan wê Xudayê wan, ewan li bal wê bihiþta xwarinan e, ku di binê (darê) wan da çem dikiþin (behere).
10- Dilxwezîya wan (di bihiþtê da ahane):"Xuda! Em te ji kemayan dadiweþînin." (Ji hev ra di bihiþtê da gava serhevdanê da aha) dibêjin: "Selam hûn bijîn" û paþîya dilxwazîya wan eva ye; bi rastî çiqa pesindayîn hene! Hemûþk ji bona Xudayê cîhanê ra ne.
11- Heke Yezdan ji bona kesan ra, ça meriv ji bona qencîyan lez dikin, wusa leza sikatîya wan bikira, wê a, di naha da canê wan hatibûya standinê. Lê emê ewanê ku goman nakin (bi berva hatin) wê bigihêjne me. Di raþihetina wan da bi korayî bihêlin.
12- Û di gava bi merivan nexweþîyek girtibe (îdî ewa meriva) dirêjkirî û rûniþtî û li pîya, me gazî hewara xwe dike. Di gava ku em ji wî (merivî) ewê nexweþîya wî radikin, wusa diçe (ji bîrva dike) tu divê qe ewî (merivî) ji bona rakirina wê nexweþîya bi wî girtîbû, lava ji me ne dikiribû. Bi vî awayî ji bona wanê dest vala, karên ewan di kiribûne hatîye xemilandinê.
13- Û bi sond! Di berya we da çiqa komel hebûne, geva pêxemberên wan li bal wan da bi beratên vekirî va hatibûne bal van ji bo ku ewan bi wî pêxemberî bawer bikin, ewî (komalê bawer ne kiribûne) li xwe cewr kiribûne, me jî ewan teþqele ki­rine. Bi vî awayî em komalê nûsîtemkar celat dikin.
14- Paþê ji bo ku em mêze bikin ka hûn çi dikin, me hûn li pey wan da xistine þûnmaîyên wan di zemîn da hîþtin.
15- Û di gava ku (ji bona wan ra ewan pêxemberan) beratên me bi vekirî dixunin, ewanê ku gomana (bi ber va hatina) gihîjtina me nakin (aha) gotine: "Ka, tu Qur’aneke ji pêþtirê vê (Qur’anê) bîne, ya jî tu ewê (Qur’anê) biguhure." Tu (ji wan ra aha) beje:" Ez nikarim ewê (Qur’anê) ji ber xwe, bi xweber biguhurim. Loma ez hey dibime peyrewê wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê. Bi rastî heke ez bê gotina Xudayê xwe bikim ez ji þapata ro ya mezin ditirsim."
16- Tu ji (wan ra aha jî) bêje: "Heke Yezdan biva (þixwa) min ewa (Qur’ana) ji bona we ra ne dixwend û min hûn (bi xwendina wê Qur’anê jî) bi xwe ra ne dixistine tekoþînê. (Hûn dizanin ku ez di nava) we da hêj di be­rê da çend salan mabûm (qe tiþtekî aha min gotibû?) îdî qe hûn naponijin?''
17- Îdî gelo ji wî kesê ku bi vi­ran, derewan (li ser navê) Yezdan bike, ya jî beratên Yezdan bide derewdêrandinê cewrkartir kî heye? Bi rastî nûsîtemkar fereste nabin.
18- Ewanan ji pêþtirê Yez­dan, perestîya wan tiþtên ku qe ji bona wan ra tu kar û zîyanê nakin, dikin û (aha jî) dibêjin: "Evan perestvanan li bal Yez­dan mehderên me ne." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn ji wan tiþtên, ku Yez­dan di ezman û zemîn da pê nizane, agahdarya Yezdan bi wan dikin?" Bi rastî (Yezdan) ji wan tiþtên, ku ewan ji wî ra dixne hevrî bê gur û goman e.
19- Meriv (hemûþk di cara yekem da) desteke bi tenê bûne, îdî paþê ji ber wan ne wekhevbûnê di nava xwe da ji hev çûne. Heke peymana (ji bona wî danê para da) ji Xudayê te ne borîbûya, wê a di naha da berewanîya wan, di wan tiþtên ku ewan têda ne wekhev dibûne, pêk bihata.
20- Û ewan (aha) dibêjin: "Heke (ji pêþtirê vê Qur’anê) li ser wî (Muhemmed) beratek ji Xudayê wî bihata hinartinê wê çi bûya? (Meyê jî bi wî bawer kiribûya)" îdî (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Zanîna bi ne xûyanan hey ji bona Yezdan ra ne, îdî hûn bi hêvî mêze bikin. Bi rastî ez bi xweber jî bi we ra hêvîdar im (ka em bihewin wê ça be).
21- Û ji piþtî wê gava ku bi kesan tengasîyek girtibe, em bi wan kesên dilovanî û xweþîyê bidine tam kirinê (ewan ji wê tengasîyê derkebin) ewan heman di beratên me da defikan datînin; ziman dirêj dikin.(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî Yezdan hêj zûtir endezan dike (ewan defikê wan dibîne.)” Bi rastî ewan çi endeze bikin, saîyên me (firiþtan) ewan endezeyên wan dinivîsin.
22- Ewê ku we di reþayî û di deryayê da dide gerandinê heye! Ewa Yezdan e. (Ewa wusa we di­de gerandinê) heya gava ku hûn di kelekê da bûne, hûn bi wan (rêwîyên di kelekê da) bi bakî tîtal va (li ser deryayê) diçûn û ewan (rêwîyan) bi wê þa bibûne, di vê (gavê da) bobelîzkek (li wan û li keleka wan rabûye) û pêlên der­yayê li hemû ciyî da li wan hatîye, ewan goman kiribûne (ku ewanê di gava pêlan da bimînin, wê bifetisin) îdî ewan bi dilekî xwurî (aha) gazî Yezdan kiribûne: "Hey ola xwurîye rast ji bona te ra ne. (Yez­dan!) heke tu me ji vê teþgelê fereste bikî, bi sond! Îdî emê bibine ji wanê sipazkarên (te).”
23- Îdî gava ku me ewan (ji wê teþqelê) fereste kirin, ewan (dîsa) bê mafî di zemîn da cewr dikiribûne. Gelî merivan! Bi rastî cewra we hey ji bona we ra ne. (Eva jîna hanê) jîna cîhanê ye (qe tu bahayê wê tune ye) û hûnê paþê li bal me da bizivirin, îdî emê jî ewa tiþta ku we (di cîhanê da) dikiribûne ji bona we ra bêjin.
24- Bi rastî jîna cîhanê jî hecwekî avek e, ku me ewa ji ezmana hinartîye, îdî bi wê avê, ewa hêþênaîyên zemînê ku meriv û tariþ ji wan dixun, bi tevê hev hêþîn dibin (wusa hêþînayê çê dibe) zemîn bi wan hêþnayîyan xemla xwe digire û zemîn tê xemilandinê (di wê gavê da îdî) kesên zemîn goman kirine, ku dikarin (xurinên xwe ji wan heþînayan) hildin. (Di wê gavê da) fermana me di þev û royan da (bi teþqeledana) wan hêþînayan hatîye, îdî me ewan hêþînayan bi rehê wan va durût, te digo qey zemîn (hêj berya naha da bi wan hêþînayan nehatibû) xemilandinê (qe tu tiþt li ser zemîn nemaye). Em beratan ji bona komalê ramankar ra vedikin.
25- Yezdan gazî bal xanîyî (û jîna ewletîyê) dike. Û evînê xwe tîne rêya rast.
26- Ji bona wanê qencîyan dikin, qencîyên hêj çêtir û pirtir hene. Û bi rûyê wan, rûreþî û riswabûn nagire. Evanê bi van salixan têne salixandinê hevrîyên bihiþtê ne. Ewanan di bihiþtê da jî hey dimînin.
27- Û ewanê ku keda sikatîyan kirine hene; celata sikatîyan, wekî wan (sikatîyên) û rûreþî û riswabûn li rûyê wan digire. Ji bona wan ra, ku ewan ji (þapata) Yezdan bide parisandinê tu parisvan tune ye. (Gava tu li wan mêze dikî tu di­bê) qey rûyê wan kerekî ji þeva reþ e. Ewanê bi van salixan têne salixdanê hevrîyên agir in, Ewanan di agir da jî hey dimînin.
28- Di roya ku em ewan hemûþkan (bi hev ra) dicivînin paþê em ji bona wanê hevrî çê kirine (aha) dibêjin: “Gelî hevrîçêkeran!) Hûn bi wan (pûtên) hevrîyên xwe va (herne) þûna xwe ye (ku babet e ji bona we ra)." Îdî me di nava wan û hevrîyên wan da (bi hemûtî bendê hevaltîyê) pizirandibû (ça di cîhanê da di nava wan da bend hebû, îdî ne maye) û hevrîyên wan ji bona wan ra (aha) gotine: "(Gelî hevrîyên me!) we ji bona me ra perestî ne di­kir (lê hûn li pey gomanên xwe diçûn)."
29- Îdî a di naha da, Yezdan di nava me û we da bi þahidî besê me ye. Bi sond! Ji wê perestîya we ye, ku we ji bona me ra dikiribûne, qe tu gomana me tune ye.
30- (Di wê royê da) hemû candar ki­rinê xwe diceribînin (kar û zîyana wan kirinê xwe dibînin) û ewanan li bal serkarê xweyê maf; ku Yezdanê têne zivirandinê, îdî ewan (peresteyên wanên, ku ewan ji bona wan ra) bi vir (perestî dikiribûne) ji wan wunda bûne.
31- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: " (Gelo hûn qe diponijin!) ka ji ezman û ji zemîn ji bona we ra rojîyan (rizq) kî dide? (gelo) bîhîstinê û dîtinê kî (dikare) bixe binê hêza xwe? Û (gelo) zindîyan ji hirîyan û mirîyan ji zindîyan, kî ye derdixe? Û (gelo ewê) ku tedarika hemûþk bûyeran dike, kî ye? Îdî ewanê (di bersiva te da aha) bêjin: "Ewê van bûyeran hemûþk dike) ewa Yezdan e." Îdî (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn qey îdî (xwe ji þapata Yezdan) naparisînin?”
32- Ewê bi wan salixan tê salixdanê, ewa Xudayê me yê rast e. Îdî þixwa ji piþtî rastîyê, ji pêþtirê (rê) wundabûnê qe tu tiþt tune ye. Îdî (gelo) hûn ça ji rastîyê têne zivirandinê?
33- Bi vî awayî li ser wanê ku (bi hînçkarî) ji rêya rast derketine, peyva Xudayê te (bi peymanî) pêk hatîye, ku ewan bi rastî bawer nakin.
34- Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn ji wan ra (perestî dikin) hene! Ku di cara yekem da tiþtan biafirîne, paþê (ewan afirndokênxwe ji piþtî mirinê) dîsa bikaribe biafirîne? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin). Muhemmed tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî hey Yezdan eku di cara yekem da tiþtan diafirîn, paþê (ewan afirandokên xwe ji piþtî mirinê) dîsa dikare biafirîne, îdî (gelo) hûn bi çi awayî li kuda (bi viran) dizivirînin?”

35- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn (ji wan ra perestî dikin) hene! Ku beledîya li bal rêya rast da bike? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Hey Yezdan beledîyali bal rêya rast da dike. (Îdî qey hûn naponijin; gelo) ewê beledîya li bal rêya rast da dike: Ewa babet e ku (ji bona wî ra perestî bê kirinê) li pey wî çûyîn çî be, ya jî ewê ku qe ji pêþtirê beledîya heyî tu beledî nake, ewa babet e (ku ji wî ra perestî bê kirinê) çûyîn li pey wî çêbe? Îdî (gelo) ji bona we ra çi bûye? Hûn ça û bi çi awayî berewanî dikin?
36- Û pirên ji wan hey di binê peyrewê gomanan da nin. Bi rastî goman jî bi tu cureyî (merivan) ji mafê (heqê) nade parisandinê. Bi rastî Yezdan bi tiþta, ku ewan dikin dizane.
37- Û eva Qur’ana hey li bal Yez­dan (hatîye hinartinê). Qe tu maf tune ye; ku eva Qur’ana li bal wanê pêþtirê Yezdan in, bi vir hatibe hînartinê. Lê ewa (Qur’ana) heye! Ewa hey rastdarya (wan pirtûkên di berya we da borîne) di­ke û ewê (pirtûkê bi biryarî) vedike. Qe tu dudilî tune ye, ku ewa (Qur’ana) hey ji Xudayê cîhan ê hatîye (hînartinê).
38- (Muhemmed!) qey ewan (ji bo­na te ra dibêjin): “Eva Qur’ana hanê (Muhemmed) bi vir aloze kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî heke hûn di doza xwe da rast in; ji pêþtirê Yezdan, hûn çi dikarin gazî wî bikin (arîkarya hev bikin) îdî hûn jî ferkerekî wekî wê (Qur’anê) bînin."
39- Na, (gotina wan nîne) ewan ew tiþtên ku hêj zanîna bi wan tiþtan ji wan ra ne hatibû ewan bi xweber jî bi wan nizan bûne, dane derewdêrandinê (hêj ji bona wan ra zanîna bi Qur’anê ne hatibûye, ewan Qur’an dane derewdêrandinê) ewanê berya van da jî wekî van (pirtûkan ji wan ra hatibûye) dane derewdêrandinê. Îdî tu mêze bike ka ser encama cewrkaran ça bûye?
40- Û ji wan hinek hene, ku (bi Qur’anê) bawer dikin, û hi­nek jî hene, bi we bawer nakin û Xudayê te bi xweber jî bi wanê tevdanok çêtir dizane.
41- Heke ewan (filan Muhemmed! te) bidine derewdêrandinê (tu ji wan ra aha) bêje: "Kirinê min ji bona min ra ne û kirine we jî ji bona we ra ne, hûn ji kirine min, bê gur in û ez bi xweber jî ji ki­rinê we bê gur û goman in."
42- (Muhemmed!) ji wan hinek hene, ku li bal te da gohdarî dikin, îdî heke ewan bi ponijî hiþdarî nekin, qey tu bi keran dikari bidî bîhistinê?
43- Û ji wan hinek hene (bi bawerî) li bal te da mêze dikin, îdî heke ewan nebînin, qey tu dikarî bi koran bidî dîtinê?
44- Bi rastî Yezdan bi tu tiþtî li merivan cewrê nake, lê meriv bi xweber li xwe cewrê dikin.
45- Di roya ku (Yezdan) ewan dicivîne; tu dibê qey ewan kat hijmareki bi tenê di nava royê da mane wusa hev nas dikin (ya jî tu dibê qey danekî ji royê bal hev bûne wusa di nêzîk da hev nas dikin). Bi sond! Ewanê bawer nakin; ku we herne bal Yezdan (hêjmara kirinê xwe bidin) hene! Ewan zîyan kirine û ewanan nehatibûne rêya rast da jî.
46- Û heke em hinekî (ji wê þapata) ku me ji wan ra peyman daye, bi te bidine diyar kirinê, ya jî (hêj þapat bi wan da ne hatibe) em canê te bistînin (çi diguhurîne)? Loma fetla wan hey bal me da ne. Paþê þixwa Yezdan ewan kirinên, ku ewan dikin, bi amedî dibîne.
47- Ji bona her komekî ra pêxemberekî wî heye. Îdî gava pêxemberê wan hatîye bal wan (ewan bi gotina pêxemberê xwe ne kirine) di nîveka (wan û pêxemberê wan da bi dadvanî bûyer) pêk hatîye li wan bi xweber jî cewr nayê kirinê.
48- Ewan ji te dipirsin (aha dibê­jin): “Heke hûn di doza xwe da rast in, ka danê (hatîye peymandanê ku wê þapatê di wî da ji bona me ra bê danê) kengê ye?"
49- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona xwe ra jî ji pêþtirê wî tiþta, ku Yez­dan ji bona min ra va ye, qe nîkarim tu zîyan û karê bikim. Ji bona her komekî ra danê teþqele û (canstandina) wan heye. Gava ku ewa dana bê, îdî ewa da­na demekî pêþ û paþ nakebe."
50- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka bi min bidine diyarkirinê, heke þapata (Yez­dan) di þevê da (hûn raza bin) ya jî hûn di royê da (xebat bikin) bi we da were, hûnê ça bikin? Gelo ewan îdî (ku nikarin qe tu tiþtî bikin, ka ji bona çi) leza hatina wî danî dikin?"
51- Qey ji piþtî, ku gava þapat hat hûnê paþê bi wî (Yezdan) ê bawer bikin? (Ji wan ra aha tê gotinê): “Hûn di naha da bawer dikin? We bi xweber jî (hêj di berê da) leza hatina wê (þapatê) dikir? (Ka ewa xwastina we çabû)?”
52- Paþê ji bona wanê ku cewr kirine hene! (Aha) tê gotinê: "Hûn ewê þapata her heyî çeþne (tam) bikin. Hûn hey bi keda xwe têne celatkirinê."
53- Ewan divên, ku ji te hîn bibin (aha ji te dipirsin): "Bi rastî ewan (peymanên, ku tu ji bona me ra dibêjî) rast in?" (Muhemmed! tu bersiva wan aha bide): "Bi Xudayê min, ewan rast in. Hûn nikarin (ewan) para da jî bidin (ya jî þapatdanê bêzar bikin, ku îdî þapatê nede)."
54- Ewan kesên ku cewr kirine hene! heke (di wê royê da) hemû heyîyên di zemîn da heyî ji bona yekê wan rabe, wê ewan heyan hemûþkan di gerewa xwe da bide ku bi xweber fereste be. Ewan gava ku þapatê dibînin, poþmanîya xwe vediþêrin. Û di nava wan bi xweber da jî berewanî bi dadvanî hahatîye pêk anînê. Li wan jî qe cewr ne hatîye kirinê.
55- (Hûn) hiþyar bin! Bi rastî çiqa tiþt di ezman û di zemîn da hene, hemûþk ji bona Yezdan ra ne. (Hûn) hiþyar bin! Bi rastî peymana Yezdan rast e û bi rastî pirên wan pê nizanin.
56- Ewa (Yezdan aye) jîn û mirinê dike û hûnê bi rastî 1i bal wî da bêne zivirandinê.
57- Gelî kesan! Bi rastî ji Xudayê we ji bona we ra þîretek (Qur’anek) ê wusa hatîye: Ewa ji bona (nexweþîyên) di singan da mefa (þi­fa) ye û ji bona bawergeran ra dilovanî û rêberîyek e.
58- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Evan (jîn û mirin û xweþî û nexweþîyên me) bi rûmet û dilovîna Yezdan e.” Îdî bira ewan bi vê þa bin. Eva (qinyata) bi vî awayî, ji wan tiþtên ku ewan dicivînin çêtir e.
59- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “M a qey hûn nabînin; Yezdan ji bona we ra çiqa rojî (rizq) hînartîye? Îdî we ewa rojîya, hinekî wî durist kirîye û hinekî wî jî ne durist kirîye: (ka we eva kirina ji ku anîbû)? (Mu­hemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey Yezdan ji bona we ra (eva) destûra (hanê) dabû? Ya jî hûn li ser (navê) Yezdan viran dikin?”
60- Û gelo (hûn dizanin ka) gomana wanê, ku viran (li ser navê) Yezdan dikin, di roya rabûna he­mû da çî ye? Bi rastî Yezdan ji bona kesan ra xweyê rûmeteke mezin e û lê pirên (kesan jî) sipazîya wî nakin.
61- Û (Muhemmed!) tu di çi temtêla da dibî bibe û tu (bi koma xwe va ji bona wê dabaþê) ji Qur’anê çi dixûnin bixûnin û hûn (ji bona xwe ra) çi dikin bikin di vê gava ku hûn noqê wan kirinan dibin, em we dibînin. Û di zemîn û ezmana da, ji çurûskan, piçûk û meztir qe tu tiþt (ji zanîna) Xudayê te wunda nabe, evan hemûþk jî) di pirtûk (û nivîsarekê) vekirî da nin.
62- (Hûn bizanin) û hiþyar bin! Bi rastî li ser wanê ku Yezdan serkarê wan e, tu tirsa (þapatdan) û murûzaya (ji kêm xelat kirinê) tune ye.
63- Ewanê (ku Yezdan serkarîya wan kirîye) hene! Ewanan (bi Yezdan) bawer kirine û (ewan xuda) parisî jî dikiribûne.
64- Ji bona wanê (bi van salixan, ku têne neskirin) di jîna cîhan û di (jîna) parada jî mizgînî hene. Qe tu guhurandin ji bona peymana Yezdan ra tune ye. Serfirazîya mezin hey eva bi xweber e.
65- Bira gotinê (wanê, ku bawer ne kirine) te nedine murûzkirinê. Bi rastî servahatin hemûþk ji bona Yezdan ra ne. Ewa bihîstoke pir zana ye.
66- Hûn (bi zanîn) hiþyarbin! Bi rastî di ezman û di zemîn da çi hene (hemûþk) ji bona Yezdan ra nin. Ewanê ku (dest ji Yezdan ber didin) di binê peyrewê wan tiþtên, ku ji pêþtirê Yezdan in, hene! Ewanan bi rastî hey di binê peyrewê gomanan û ewan bi rastî hey sêwrne bi vir dikin.
67- Ewê, ku ji bona we ra þev çê kirîye ji bona ku hûn di þevê da bihewin û ro jî bi rohnayî çê kirîye (ji bo ku hûn di royê da rojîyên (rizq) xwe pêk bînin) heye! Ewa Yezdan e. Ji bona komalê ku tiþtan dibêhên, di van kirinan da berate hene.
68- Ewan (filan aha) gotibûne: “Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Wusa nîne) Yezdan (ji wan gotinan) paqij e, þixwa Yez­dan ji hemû tiþtan bê perwa ye; Çi tiþtên di ezman û zemîn da hene! Hemûþk ji bona Yezdan ra ne. Li bal we (ji bona ku Yezdan ji xwe ra zar girtine) qe tu berate tune ye. Ka tiþta, ku hûn pê nizanin, ça di mafê Yezdan da dibejin?
69- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ewanê, ku bi vir derewan li ser (navê Yezdan) dikin hene! Ewanan serfiraz nabin."
70- (Ji bona wan ra) di cîhanê da jîneke hindik heye. Paþê wê ewanê li bal me da bizivirin, paþê bi sedema, ku ewan filetî dikiribûne, emê bi wan þapateke zor bidine çeþne (tam) kirinê.
71- (Muhemmed! Tu ji wan kesan ra) serdaborya Nûh bixûne; di gavakî da (Nûh) ji bona komalê xwe (aha) gotibû: “Gelî komalê min! Heke þûn û þîretên minê, ku ez bi beratên Yezdan ji bona we ra dikim; li ser we giran û mezin tê, min bi xweber xwe hispartîye Yezdan, îdî ji bona ku para da (ewan biryarên hûnê ji bona min ra hildin) bira ji bona we ra nebe kovan. Hûn û bi wan hevrîyên xwe va gotina xwe bixne yek, paþê ew e biryara, ku we (bi hev ra hildaye) bi serê min da bînin û qe li bal min da mêze nekin (dilê xwe ji bona min neþewitînin).”
72- (Ka îdî hûn ji bona çi rûyê xwe fetilî­nin?) Heke hûn rûyê xwe (ji þîretên min) difetilînin, min (ji bona þîretkirinê) ji we tu kirê ne xwastiye; kirya min hey li ser Yezdan e û ez bi xweber jî hatime fermanki­rinê, ku ez bibime ji Misilmanan.
73- Bi vira jî dîsa ewan Nûh dane derewdêrandinê. Îdî me jî (Nûh) û ewan (hevalên wî ne) ku di kelekê da bi wî ra bûn fereste kirin û me ewan xistine þûnmaî (di zemîn da) hîþtin û me ewanê, ku beratên me didane derew­dêrandinê fetisandin. Ka îdî tu mêze bike, ser encama wanê (ku hatibûne tirsandinê) ça bûye?
74- Paþê me di pey (Nûh da) pir pêxember li bal komalê wan da þandine. Îdî ewan (pîxemberan) bi beratên xûyayî va hatine bal (komalê) xwe da, ji ber ku komalê wan hêj di berê da (ewan tiþtên, ku ewan pêxemberan ji wan komalê xwe ra gotibûne) dabûne derewdêrandinê, îdî komalê wan bi wan (gotinê pêxemberên xwe) bawer ne dikiribûne. Bi vî awayî em li ser dilê wan komalê, ku ji hedê xwe borî bûne duruf dikin.
75- Paþê me li pey (wan pêxemberan) da, Mûsa û Ha­rûn: bi beratên xwe va, li bal Fir’ewn û koma wî da þandîye. Îdî (ewê komalê) quretî kirine (bi Mûsa bawer ne kirine). Bi rastî ewan komalekî nûsîtemkar bûne.
76- Îdî (gava) ji bal me da, ji wan ra (mafên rastî hatine, ewan aha) gotine: "Bi rastî eva ançeke (sihir) xûya ye."
77- Mûsa (ji wan ra aha) gotîye:" Di gava ji bona we ra maf (heq) hetîye; hûn evê dibêjin? Ma qey eva anç e? Bi ras­tî ançkar serfiraz nabin."
78- Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Qey tu hatîyî bal me da, ji bona ku em (ji wan rê û rêzikan) em rast hatin. Bav û bapîrê me li ser wan rêya bên, dest berdin û bira mezinayî di zemîn da ji bona we herdukan ra bimîne? Bi rastî em bi xweber bi we herdukan jî bawer nakin."
79- Û Fir’ewn (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Hûn hemûþk ançkarê qanixê pir zan e, ji bona min ra bînin."
80- Îdî gava ançkar hatine (bal Fir’ewn) Mûsa (ji bona wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn çi dikarin bavêjine (kêþê) bavêjin."
81- Îdî gava, ku ewan (ançkaran, pêþeyên) xwe avêtine: Mûsa (ji bona wan ançkaran aha) gotîye: "Eva tiþta, ku hûn ji bona wî hatine; we jî ewa anî (çê kir, ewa) bi rastî anç e. Bi rastî Yezdanê ewî pûç bike. Bi rastî Yezdan karê tevdanokan aþtî nake."
82- Û bi rastî Yezdanê mafê, bi peyvên xwe rast bike, çiqa nûsîtemkar pê xweþ nebin jî.
83- Ji tirsa Fir’evn û komalê wî, ku wê ji bona van ra aþîtan bidin; ji komalê Mûsa çend xunan pêþtir tu kesî bi Mûsa bawer ne kirine. Bi rastî Fir’ewn di zemînê (wura da) mezinê bi hêz û (qure bûye). Û bi rastî (Fir’ewn) ji dest belabûya bûye.
84- Û Mûsa (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Heke we bi rastî bi Yezdan bawer kirîye, îdî hûn xwe hispêrin wî û bikebine (ber bextê wî)."
85- (Ewanê bawer kirine; bersiva Mûsa aha dane û) gotine: "Bi rastî me xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu me ji bona wî komalê cewrkar ra nexe ceribandin."
86- Û tu bi dilovanîya xwe, me ji komalê file fereste bike.
87- Û me jî li bal Mûsa û birayê wî da (aha) niqandîye: "Hûn herduk (di Misrê da) ji bona komalê xwe ra hinek xanîyan amade bikin; Hûn ewan xanîyan ji bona xwe ra bixne mêjgevt û hûn (bi vî awayî) nimêja xwe (di wan xanîyan da) bikin. Û Mûsa tu mizgînîya bawergeran (bi serfirazîya wan) bide.
88- Û Mûsa (ji Xudayê xwe aha) dilxwezî xwestîye:" Xudayê me! Bi rastî te ji bona Fir’ewn û koma wî ra di jîna cîhanê da xiþir û maldaryeke pir daye. Xudayê me! Qey evan (dayîne hanê, ku te daye wan) ji bona ku ewan ji rêya te derkebin û rêya te wunda bikin, te daye wan? Xudayê me! Tu malê wan raþihetîne û dêriz bike û tu dilê wan zor teng bike, îdî heya ewan þapata dilsoz nebînin, ewan bawer nakin."
89- Yezdan (bersiva herdukan aha daye û) gotîye: “Bi rastî dil xwezîya we herdukan hatîye litê kirinê; îdî hûn herduk bi rastî xwe dadvan bikin û hûn herduk nebine, pewrewê rêya wanê (ku tiþtan) nizanin."
90- Û me zarê cihûyan ji deryayê borandin. Îdî Fir’ewn û bi leþkerê xwe va dane pey þopa wan ji bo ku (ewan zarê cihûyan) bi neyartî bi cewrî bigirin (wusa çûn) heya danê fetisandinê; di wî danî da (Fir’ewn aha) gotîye: “Bi rastî min bi wî Xudayê ku zarên cihûyan bi wî bawer kirine, bawer kirîye, ku ji pêþtirê wî tu yezdanê babetê perestîyî tune ye ûp ewanê (xwe hispartine Yezdan hene!) ez bi xweber jî ji wan im.
91- (Ji bona Fir’ewn ra aha tê gotinê): "A, di naha da (tu bawer dikî? Bi sond! te hêj di berê da (di hemberê Yezdan da) serî bilind kiribû û tu bibûyî ji wanê tevdanok."
92- Ji bona ku tu ji bo wanê li pey xwe da bibî berate, emê îro xurî termê te yê bê can fereste bikin. Bi rastî pirên ji kesan ji beratên me ne (sodretî) bê goman in."
93- Û bi sond! Me zarên cihûyan di warên qenc da bi cî ki­rin û me rojîyên (rizq) tîtal dane wan, îdî heya ji wan ra zanîna (bi tiþtan) ne hatîye; Ewan di wan bûyerên (di nava wan da heyî) ne wekhevî ne dikirin. Îdî (gava ji bona wan ra zanîna bi tiþtan ha­tîye, ewan jî wekî zanîna xwe ye bi wan tiþtan ne wekhev bûne). Bi rastî Xudayê te yê we di roya rabûna hemûtî da, di nava wan da di wê tiþta ku ewan têda ne wekhev bûne, berewanî bike.
94- Heke (Muhemmed! Tu di wan serdaborîyên pêxemberên) ku me (serda borya wan) li bal te da hinartîye du dil dibî, îdî tu (serdaborya wan) ji wanê, ku hêj di berya te da pirtûk xundine bipirse (þixwa rastîya eva, ku me ji bona te ra hinartîye xûya dibe). Bi sond! Ji Xudayê te maf bi rastî li bal te da hatîye. Îdî (hiþyar be) nebe ji wan du dilê hînçkar.
95- Û tu nebe ji wanê, ku beratên Yezdan dane derewdêrandinê. (Heke tu jî wekî wan bikî) tuyê bibî ji wanê zîyan kar.
96- Bi rastî ewanê, ku peymana Xudayê te (ji bona celatdana wan) maf bûye hene! ewanan îdî bawer nakin.
97- Û heke hemûþk beratên (sodretî) ji wan ra hati­be jî, heya ewan þapata dilsoz nebînin (ewan bawer nakin).
98- Îdî ji pêþtirê komalê Yûnus, qe tu gundî û welatî; yên ji piþtî hatina þapatan bawer kiribin, bawerîya wan kêrê wan hatibe, tune ne. Gava (komalê Yûnus ji piþtî hatina þapatan) bawer kirine, îdî me jî li ser wan þapata riswabûnê di jîna cîhanê da rakir û me ewan di cîhanê da heya hinek gavan bi xweþî dane jînandinê.
99- (Muhemmed!) Heke Xudayê te biva, wê hemûþk kesên di zemîn da heyî bawer kiribûnan, Îja qey tuyê li kesan zor bikî ji bo, ku ewan bawer bikin?
100- Ji pêþtirê wan kesên, ku Yezdan destûra bawerkirina wan daye, qe tu kes nikare ji ber xwe va bawer bike û (Yezdan) li wan kesên, ku hiþê xwe naxebitînin riswabûn û þapatan dike.
101- (Muhemmed! Tu ji wan raaha) bêje: "Ka hûn (gelî filan!) li ezman û zemîn mêze bikin, di wan da çi heye?" (Lê çawa be!) berate û tirsdan ji bona wî komalê bawer nakin, qe bi tu awayî kêr nayê.
102- Ewan qey hêvîya wan royên, ku di berya wan da (ewan komalên bawer ne kirine, di wan royan da hatibûne þapatkirinê) dikin, qey wusa ne? (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Îdî hûn (gelî filan!) hêvîya wan (royan) bikin, ez bi xweber jî bi we ra hêvîdarya wan (royan) dikim."
103- Paþê (gava ji wan bê baweran ra þapat hatîye) me pêxemberê xwe û ewan merivên bawer kirine (ji wan þapatan) fereste kir. Bi vî awayî maf e li ser me, ku em ba­wergeran fereste bikin.
104- (Muhemmed! tu aha) bêje: "Gelî kesan! Heke hûn di ola (dîn) min da du dil dibin: hûn bizanin! Îdî bi rastî ewan tiþtên ku hûn ji pêþtirê Yezdan ji wan ra perestî dikin, ez ji wan ra perestî nakim û lê hûn (bizanin!) ez hey perestîya wî Yezdanê, ku bi canstandin we dimrîne, dikim. Û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibme ji bawergeran."
105- Û (ez hatime fermankirinê) ku ez berê xwe bidime ola rast e bi tenê û ez nebime ji wanê hevrîçêker."
106- Û (ez bi vî awayî jî hatime fermankirin, Mu­hemmed! tu) ji pêþtirê wî Yezdanê (ku babet e ji bona perestîyê ra) perestîya wan tiþtên ku qe tu kar û zîyana te nakin, neke. Îdî (ji pêþtirê van þîretan) heke tu (perestîya wan dîsa bikî) îdî (bizane!) tu di vê gavê da dibî ji wanê cewrkar.
107- Û heke Yezdan ji bona te ra kulekî bide, îdî ji pêþtirê wî tu kes nikare ewê kulê rake. Û heke Yezdan ji bona te ra qencîyekî bike, îdî tu kes nikare ewê rûmata wî bifetilîne. Ewa ji bendeyên xwe, ji kîjana ra bivê, ewê qencîyê ji rûmeta xwe ji bona wî ra dide. Bi rastî ewa bi xweber jî baxiþkarê dilovîn e.
108- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî mafî ji Xudayê we ji bona we ra hatîye, îdî kîjan were rêya rast, ewa ji bona xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan jî ji rêya rast derkebe, îdî wundabûna ji rêya rast hey ji bona wî ra ne û ez bi xweber jî li ser we serkar nînin.”
109- Û (Muhemmed!) tu hey bibe peyrewê wan biryarên) ku li bal te da hatine hinartinê û tu hew bike, ka heya Yezdan (di nava we da) berewanî bike. Ewa bi rastî qencê berewanan e.

berxwedan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Peygamberler Tarihi... MeDJiyaN Ýslami Sohbet 36 24-05-2008 09:32 PM
Yunus Emre"hayati Ve ÞÝÝrlerÝ".... rojda_06 Þiirler 16 26-03-2007 09:46 PM
yunus emreden maziler wiyanreklam Þiirler 0 24-03-2007 01:45 PM
Yunus Emre gsbaran Biyografi 4 04-12-2006 10:48 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:00 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.