Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Semavi Dinler > Ýslamiyet > Kur'an-ý Kerim

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-04-2007, 12:27 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Sûreta Tewbe


1- Eva ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal hevrîçêkerên, ku we ji bona wan ra peymana (aþtîyê) dabûye, (ewan jî ewa peyman þikênandine, ji bona gizbirîna we) bi rastî belavok û destûrek e.
2- Îdî hûn (gelî filan!) di zemîn da çar mehan (bê tirs) bigerin û hûn evî jî bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî Yezdan nikaribe þapatê bide we) û hûn (bizanin!) bi rastî Yezdanê filan riswa bike.
3- Û eva di roya meztirê hecê da ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal kesan da belavanokeke, ku bi rastî ewan herduk jî ji hevrîçêker û ji peymana bi wan ra daî dest berdane (ji wan bê gur û bê goman in). Îdî heke hûn (gelî kesan! Ji filetî û ji peyman þikênandinên xwe) poþman bibin, þixwa (poþmanîya we ji wan kirinê we) ji bona we ra çêtir e û heke hûn (ji poþmanîya xwe) rû bifetilînin (dîsa hevrîçêkirinê bikin û peymanên xwe biþikênin) hûn bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî ewa nikaribe þapatê bide we). Û (Muhemmed!) ewanê ku bûne file hene! Tu mizginîya wanan bi þapateke dilsoz bide.
4- Ji pêþtirê (peymana) wan hev­rîçêkerên, ku we bi wan ra peymana (aþtîyê) daye hev û paþê ewan hevrîçêkeran jî qe ji wê peymanê tu tiþtek kêm nekiribin û ewan piþtvanîya tu kesekî jî li hemberê we da ne kiribin,hûn jî heya danê paþya peymanê hat, ewa peymana ku we daye hev pêk bînin. Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ji parisvanan hez dike.
5- Îdî di gava ku paþya wan mehên (qirîn di wan da hatîye qedexe kirinê) hat, hûn li kederê rastî wan (hevrîçêkeran) hatin; hûn ça dikarin wusa bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan bigirin; di xanî û di duzan da (kelan da) bixne zîndanan û hûn li hemû ciyan da ji bona wan ra didegehan daynin (didarya wan bikin û hemû rêyan li wan bigirin). Îdî heke ewan (ji wan kirinên xwe) poþman bûn û nimêja xwe kirin û baca malê xwe jî dan, hûn îdî rêya wan valakin (dest nedine wan). Bi rastî Yezdan ji penhûgerê kemasîyan û dilovîn e.
6- (Muhemmed!) Heke yek ji hevrîçêkeran xwe avête ber bextê te, îdî tu jî ewî bi ewletî hilde berbextê xwe, heya ku ewa peyvên Yezdan bibêhê, paþê tu ewî bi ewletî bigihîne wî cîyê ku ewa di wura da ewle dibe (ji bo ku tu kes dest nede wî). Ji ber ku ewan komalekî bi tiþtan nizanin (tu evan xebatan bi wan ra dikî.)
7- Ji pêþtirê wan (fileyên) ku we li bal mizgevta (bi nan Mescid ul-Heram peyman daye hev, we ji bona wanê ku hevrîçêker in (pût perestin) li bal Yezdan û li bal Pêxemberê wî ça peymanê çê be? Îdî ji wan (filan) kîjan ji bona we ra rast bin, hûn jî ji bona wan ra rast bin. Bi rastî Yezdan (ji wanê ku di peymana xwe da) parisvan in hez dike.
8- Wê ça (peymanê) çê be? Heke ewan (filan) li ser we da bi serbestî servahatî bibûnan, ewan (filan) qe di nav we da li tu kesekî pismam û li tu sond û peymanên ku we dabûye hevdu mêze ne dikirin. Ewan (filan) divên ku we devê xwe, bi xwe bidine qayîlkirinê û lê dilê wan qe bi tu cureî qayîl nabe. Þixwa pirên wan bi xweber jî ji rêya rast derketî bûne.
9- Ewan (filan) beratên Yez­dan bi perekî hindik firotine, îdî ewan rêya Yezdan ji ber merivan giredane. Bi rastî tiþta ewan dikin çiqa sik e!
10- Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu kesekî pisman û li tu sond û peymanekî mêze ne dikirin. Þixwa ewanê ku ji tuxûbê xwe borîne; (qe li tu tiþtî mêze nakin) evan bi xweber in.
11- Îdî heke evan (filan ji wan kirinên xwe) poþman bûn; nimêja xwe kirin û baca xwe dan, ewan di olê da îdî birayên we ne. Em (evan) beratan ji bona wî komalê ku dizanin vedikin.
12- Û heke ewan (filan) ji piþtî peymana xwe, sonda xwe þikênandin û ewan ziman xwe dirêjî ola we kirin (bi we tinaz kirin) îdî hûn jî (gelî bawergeran!) bi wan pêþrewanê wanên ku di filetîyê da pêþrewanî dikin ra qirîn bikin, bi rastî ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vî awayî) dibe ku ewan (filan) ji wan kirinê xwe, xwe bidine paþ da.
13- Qey hûn (gelî bawergeran!) bi wî komalê ku ewan sonda xwe þikênandine û ewan ji bo­na ku Pêxember (ji bajarê Mekkê) derxin, biryar hildane (evan kirinên hanênan) di cara yekem da jî ewan bi xweber dest avêtibûne xebata wan kiribûne, qirînê nakin? Qey hûn (gelî bawergeran!) ji wî (komalê) ditirsin? Heke hûn bi rastî bi Yezdan bawer dikin, îdî babettir e ku hûn ji Yezdan bitirsin.
14- Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we þapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (þifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin.
15- Û ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dilê bawergeran da heye) behere. Þixwa Yezdan bi xweber jî, ji bona kîjanî ra bivê, poþmanîya wî ye ji gonehan litê dike. Û bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
16- Qey hûn goman dikin, heya ku Yezdan; ewan merivên ji we ne, ku ji bo­na rêya Yezdan tekoþîn dikin û ewan merivan bi xweber jî ji pêþtirê Yezdan û ji pêþtirê Pêxemberê wî û ji pêþtirê bawergeran ji xwe ra qe tu kesekî serkar û bextîyar nagirin, bi wê temtêla wan nizanbe, wê Yezdanê li ser vê temtêla we, dest ji we berde? Þixwa hûn çi bikin, Yezdan bi xweber jî bi wî dizane.
17- Ewan hevrîçêkerên, ku ji bona filetîya xwe ra li ser xwe, bi xweber þahidî didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeftên Yezdan ava bikin. Ewan kirinê wan hemûþk þewitîne û ewanê di agir da jî tum carî bimînin.
18- Bi rastî mizgeftên Yez­dan hey ewan kesên ku bi Yez­dan û bi ro (danê) para da bawer kirine û nimêja xwe kirine û baca xwe dane û ji pêþtirê Yezdan ji tu kesî jî natirsin, ava dikin. îdî dibe ku evan bibine ji wan kes­ên ku hatine rêya rast.
19- Qey hûn (gelî kesan!) av dana hecîyan û ava kirina mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram û ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da tekoþîn ki­rine; wekî hev digirin? Na, ewan li bal Yezdan wekî hev nabin. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
20- Ewanê ku bawer kirine û (ji welatê xwe) koç kirine û ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da bi mal û bi canê xwe tekoþîn kirine, hene! Ewan li bal Yez­dan bi payetî meztir in. Ewanê serfýraz jî evan bi xweber in.
21- Xudayê wan li bal xwe ji bona wan ra mizgîna dilovanîyeke ji xwe û qayîlbûna xwe bi wan dide, ku ji bona wan ra bihiþt hene, xarina wan bê paþî ne.
22- Ewan bi xweber jî di wê bihiþtê da hey manok in. Bi rastî li bal Yezdan xelatên mezin hene.
23- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke bav û kal û birayên we, ji bawerîyê pirtir ji filetîyê hez bikin, hûn jî ewan ji xwe ra serkar û mezin negirin. Û kîjan ji we, ewan bav û kal û biran ji bona xwe ra serkar û mezin bigire; îdî bi rastî ewan bi xweber cewr kirine.
24- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "He­ke li bal we bav û kalên we û zarên we û birayên we û zone we û pismam û lêzimên we û ewa malê ku hûn keda wî dikin û ewa kirîn û fîrotina ku hûn ditirsin, ji bona ku hûn di wî da karê nekin û ewan xan û malên ku hûn bi wan qayîl bûne, ji Yezdan û ji Pêxemberê wî û ji wê tekoþîna ku ji bona rêya wî tê kirinê, heztir be, îdî hûn dîdarî bikin, heya ku fer­mana Yezdan (bi teþqeleda­na we) were." Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîye nayne rê.
25- Bi sond! Yezdan di pir cîyan da arîkarîya we ki­rîye û di roya (qirîna) Huneynê da jî (arîkarîya we kirîye): Di wê royê da; piranîya we hûn bi sodretî qure kirine, îdî ewê (piratîyê jî) qe tu tiþtek ji we ne daye para danê û zemîn bi firetîya xûya jî li ser we teng bûye û paþê jî we piþta xwe daye qirînê hûn para da revîyane.
26- Pasþê (ji piþtî ku hûn revîyane) Yezdan hewdana xwe (bi ber dilî) li ser pêxemberê xwe û li ser bawergeran da hinartîye û ewî leþkerekî wusa hinartîye ku qe we ewa (leþkeran) ne didîtin. (Ewî bi wan leþkeran) ewanê ku filetî dikiribûne þapat kirîye. Û þixwa celata filan bi xwe­ber jî eva ye.
27- Ji piþtî vî jî Yezdan poþmanîya evînên xwe litê dike. Û bi rastî Yezdan baxiþgerekî dilovîn e.
28- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewanê hevrîçêker hene! Ewanan (bi bawerî) pîs in, îdî bira ewanan ji piþtî vê sala wane hanê nêzîkê mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram nebin û heke hûn (ji ne hatina wan li bal mizgevtê da) bitirsin, ku hûnê xezan bibin; îdî heke Yezdan bivê þixwa ewê we ji rûmeta xwe zengîn bike. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
29- Hûn (gelî bawergeran!) bi wanê ku ji bona wan ra pirtûk hatîye, ku ewan hêj bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û ewan ku Yezdan û Pêxemberê Wî ne durist kirine, ne durist nakin (ji wan bi duristî dixun) û ola rast jî (ji bona xwe ra) bi olî litê nakin, qirînê bikin; heya ku ewan xeraca xwe bi destê xerac kûsanan bidin, ku ewan bi xweber jî stûxar bin.
30- Û cihûyan (aha) gotine: "Bi rastî Uzeyr kurê Yezdan e." Û Mexînan jî (aha) gotine: "Bi rastî Îsa kurê Yezdan e." Eva gotina hanê, gotina wan e, bi devê xwe dibê­jin. (Gotina wan) wekî gotina wan fileyên ku hêj di berya wan da (borîna) gotina: (Ewan jî di devê xwe da wekî gotina wan filan digerînin.) Yezdan ewan bikuje! Ewan di kuda evan viran dikin?
31- Ewan (filan) Yezdan hîþtine, zanayên xwe û sofîyên xwe û Mesîhê kur ê Mer­yemê ji xwe ra xistine Xuda. Ewan bi xweber jî hatibûne ferman kirinê; ku ewan hey ji bona yek Yezdanê bi tenê ra perestî bikin, ji pêþtirê wî (qe tu yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Bi rastî ewa ji wan sa-lixê hevrîçêkeran paqij e.
32- Ewan (filan) divên, ku ronahîya (fermanên Yezdan) bi devê xwe bitemirînin. Bi rastî file rikê xwe bînin jî wê Yez­danê ewan filan ji vîna wan bide para da, wê hey ronahîya (fermanên xwe) pêk bîne.
33- Û hevrîçêker çiqa rikê xwe bînin jî, hey ewê ku pêxemberê xwe bi rêya rast û bi ola maf (haq) þandîye, ji bona ku ola xwe li ser hemûþk olan servahatî bike ewa hey (Yezdan) e.
34- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî pir kesên ji zanan û sofîyên wan (filan) malê merivan bi pûçî dixun û ewan (za­nan û sofîyan) merivan ji rêya Yezdan didine para da. Û ewanê ku zêr û zîvan çal dikin: di rêya Yezdan da nasixurînin hene! Îdî (Muhemmed!) tu mizgîna wan bi þapateke dilsoz bide.
35- Di roya ku ewan (malên çalkirî) di agirê dojê da têne sor kirinê, îdî bi wî (malî sorkirî) netik û kêlek û piþta wan tê deqandinê, ji wan ra (aha tê gotinê): "Ewa malê ku we ji bona xwe ra veþartibû eva ye, îdî hûn ewî (malê xwe yê) ku we veþartibûye (tam) bikin.
36- Di roya Yezdan ku ezman û zemîn afirandîye; bi rastê hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hanê di nivîsara Yezdan da heye. Ji wan mehan: çar mehê wî bi rûmet in (di wan da qirîn û sikatî û tekoþînî qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar û qedexan) ola wî ye rast e bi hêz e, îdî hûn (gelî bawergeran!) di wan me­han da bi xweber li xwe cewr nekin, ça file bi hemûtî bi we ra girînê dikin, hûn jî bi hemûtî bi wan ra qirînê bikin. Û hûn bizanin! ku bi rastî Yezdan bi xudaparizan ra ne.
37- Bi rasrî þûn guhurandina wan mehan (meha bi nav Muherrem para didan, di þûna wê da meha bi nav Sefer datînin, ji bona ku danê qirînê pir bikin, ya jî danê qirînê kêm bikin) pirkirina di filetîyê da ne wundabûna ji rêya rast e. Ewanê file hene! Ewanan ewê meha qedexerok di salekî da ji wan mehên qedexerok dihijmirînin û di salekî da jî qe ji wan mehên qedexerok nahijmirînin. ji bona ku ewan (filan) ewê hijmara ku Yezdan hijmartîye pêpes bikin (qe bi tu tiþtî nehijmêrin). Îdî ewan bi vê hijmara xwe (ewan mehên qedexe ne) ku Yezdan hijmartîye; qedexetîya wan radikin, ji bona wan ra ewa kirina wane sik hatîye xemilandinê (xweþa wan diçe). Þixwa Yezdan bi xweber jî komalê fi­le nayne rêya rast.
38- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bona we ra çi bûye? Di gava ji bona we ra tê gotine: "Hûn hemûþk bi hev ra di rêya Yezdan da herin qirîne, hûn li bal zemîn da giran dibin dimînin. Qey hûn ji jîna para da pirtir bi jîna cihanê qayîl dibin? Bi rastî Xemla jîna cihanê di dan û gavê para da hey hindike.
39- Heke hûn (gelî bawergeran! Ça hatine ferman kirinê wusa) bi hev ra neçine qirînê, wê (Yezdanê) bi þapateke dilsoz we þapak bike û wê ewê) we bi komalekî mayî yê pêþtirê we, biguhure, qe hûn nikarin tu ziyana wî jî bikin. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemûþk tiþtan bi hêz e.
40- Hek hûn (gelî bawergeran!) arîkarîya (wî pêxemberê min ê Muhemmed) nekin, îdî bi sond! (hûn bizanin) Yezdan arîkarîya wî kirîye. Kanê di gava ku ewanê file, ewa (pêxembera) yekê ji wan duduyan bi tenê bû, ji (welat) derxistibûn; di gava ku ewan herdukan di þikevtê da bûn (aha) digote hevalê xwe: "Qe murûzê xwe neke bi rastî Yezdan bi me ra ne." (A, di wê gavê da) Yezdan arîkarî kir, îdî Yezdan hewdana xwe li ser dilê wî da hinartîye û (Yezdan) ta ê wî bi leþkerekî ku hûn nabînin, kirîye û mijûlîya wanê ku fîletî dikiribûne berjêr kirîye. Û þixwa hey mijûlîya Yezdan bi tenê bilind e. Û Yezdan servahatê bijejke ye.
41- Hûn (gelî bawergeran bi dil xwazî) û bi sivikaî (û bi dil nxwazî) û bi giranî bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekoþîn bikin. Bi rastî heke hûn bizanin (eva tekoþîna bi vî awayî) ji bona we ra çêtir e.
42- Heke (eva gazîkirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirîna bi filan ra, ji bona qirînê ne bûya) lê ji bona karekê nêzîk bûye, ya jî ji bona rêya miraza bûya, bi rastî ewanê bibûna peyrewê te, lê bi rastî zehmet û westandinê ewan (bawergeran; ji gazîkirina te li bal qirîna bi filan ra) dûr xistine. Ewan (bawergeran) di nêzîk da bi Yezdan sond dixun û (aha) dibêjin: "Heke me bikarya (ku em herne qirînê) emê bi we ra derketibûna (qirînê). Ewan bi wî awayî xwe teþqele dikin. Þixwa Yezdan bi xweber jî dizane ku ewan bi rastî derewan dikin.
43- Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewanê ku rastgone xûya bibûnan û ji bona, ku te bi wanê derew dikiribûne bizanîya, te ji bona çi destûra wan (ji bona qirînê) daye?
44- Ewanê ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kirine hene! Ji ber ku ewan bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoþînê dikin (ewan nayên ji bona para ke­tinê, ji te Muhemmed destûra pa­ra ketinê naxwezin). Û þixwa Yezdan bi xweber jî bi xudaparizan dizane.
45- Lê ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û dilê wan (di bawerîyê da) du dilî kirîye, hene! Hey ewan ji bona para ketina (ji qirînê) ji te destûra xwe dixwazin. Îdî ewan bi xweber jî di du dilîya xwe ye (bawer kirinê da) du dil dibin.
46- Û heke (ewanî bawer ne dikirin) çûbûna qirînê bi van, wê ewanê ji bona (qirînê) tedarikeke xwe bikirinan. Lê Yezdan ji wan kirinê wan rikê xwe anî, îdî ewî ewanê (bê bawer di mala wan da) hîþt, (ji wan ra aha hate) gotinê: "Hûn jî (di mala xwe da) bi wanê (bêzar va) rûnên."
47- Heke ewanê (bê bawer) di nava we da derketina (qirînê) ewan ji pêþtirê tevdanîyê qe ji bona we ra tu tiþtek, pir ne dikirin û ewanê di nava we da hey têkilkirin danînan (ji bona ku hûn para da birevin). Þixwa di nava we da jî, ewanê ku gohdarêya (vanê bê bawer) bikirinan hebûn. Û Yezdan bi wanê cewrkar dizane.
48- Bi sond! Ewan hêj di berê da tevdanî va bûne û ewan ji bona te ra pir bûyerên þoresîsaz kiribûne, heya rastî hatîye û fermanên Yezdan bi serfirazî servahatî ye, ewan bi xweber jî ji vê servahatina hanê rikê xwe anîbûne.
49- Û ji wan hinek jî hene (aha) dibêjin: "Ka (Muhemmed!) tu ji bona min ra destûr bi­de; (ji bona ku ez neçime qirînê) dawekû serê min nekebe xax û lorê giran." (Muhemmed!) tu hiþyar be! Bi rastî ewan noqê derdan bûne û bi rastî dojê (cehenem) file hildane nava xwe da jî.
50- Û heke qencîyek bi te da were, hatina wê qencîyê ewan sik dike. Lê he­ke aþîtek bi te da were ewan (aha) dibêjin: "Bi sond! Me hêj di berê da tedarika xwe kiribû." Ewan bi þahitî piþta xwe dane, para çûne.
51- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi sond! Yezdan ji bona me ra çi nivîsîye hey ewa tê serê me. Serkarê me hey Yezdan e. Ûdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrin Yezdan."
52- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn (geli durûyan!) ji pêþtirê van her du qencîyan; (ya servahatin û pozbilindî, ya jî þehîd û ji gonehan baxiþandinê) hêvîya tiþtekî mayî ji bona me ra dikin? Û bi rastî em bi xweber jî ji bona we ra hey hêvîya vî di­kin; Yezdanê ya li bal xwe ji bona we ra þapatekî bide, ya ­jî wê we bi destê me þapat bike. Îdî hûn hêvîdarî bikin, bi rastî em bi xweber jî bi we ra hêvîdar in."
53- (Muhemmed!) tu ji wan ra aha bêje: "Hûn (gelî durûyan!) bi xweþî ya jî bi rikê xwe (malê xwe) bisixurînin; hey ewa sixurandina ji we nayê litê kirinê. Bi rastî hûn komalekî ji rêderketî ne."
54- Û tiþta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweþî û rikê xwe anîne (paþê) da­ne."
55- Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide þapat kirine. Û (Yez­dan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin.
56- Ewan (durûyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, lê qe ji we nînin jî. Bi rastî ewan komalekî wusa nin ziravê wan ji tirsa diçire.
57- Heke ewa rastê darendekî, ya jî rastê þikevtan bihatinan, ya jî quleke ku têda bihewyan, bi dîtanan, ewanên para da li bal wî da serê xwe hildana biçûnan.
58- Û hinek ji wan hene; ku ji bona (parkirina malê þorê) bê te (ji bona te ra Muhemmed!) ezmanê xwe dirêj dikin (aha dibêjin: "Eva parkirina hanê bi daditî nîne.)" Îdî heke ji wan ra ji wî malî hatibe dayînê, ewan þixwa qayîl dibin, heke ji wan ra ji wî malî ne hatibe dayînê þixwa ewan heman dixeyîdin.
59- Heke ewan bi tiþta ku Yezdan û Pêxeemberê Wî dabûne wan qayîl bibûnan (û aha jî) gotibûnan: "Bi rastî Yezdan ji bona me ra bes e û wê Yezdanê ji rûmeta xwe û pêxemberê xwe ji virha dîsa ji bona me ra bide, bi rastî me dilê xwe li bal Yezdan da giredaye." (Wê ji wan ra çêtir bibûya.)
60- Bi rastî malê (þorê û malê) bacê, hey ji bona xezanan û ji bona belengazan û ji bona wan þanene, ku li ser wî malî xebat dikin û ji bona wan merivên ku hatine misilman bûne; hêj dilê wan bi rastî bi misilmanîyê germ ne bûye (ya ­jî ewan fileyên zor be; ji bo ku herçiqandina wan li ser misilmanan bidine para da ka ewan jî misilman nabin) û ji bona azadîya benda û zebûnan û ji bona deyndarên (ku malê wanê heyî têra deynê wan nake) û ji bona wan kesên ku di rêya Yezdan da tekoþînê dikin û ji bona wan rêwîyên ku di rêyan da mane (tê dayînê). Eva parkirina hanê parkirineke wusa ne; ku Yezdan bi vê nevê kirîye. Yez­dan zanayê bijejke ye.
61- Û ji wan (durûyan) ewanê ku cafayê didine pêxember hene! (Ji bona cefadana pêxember aha) dibêjin: "Ewa (pêxembera wusa dibêhê) bûye goh (ji hemû tiþtan ra gohdarî dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje:"Ewa goha gohekî wusa ne; ji bona we ra qencîyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ça jî bi bawergeran jî bawer dike, ewa (goha) ji bona wanê, ku ji we ne (bi rastî) bawer kirine dilovanîyek e (ji Yezdan e). Û ewanê ku cefayê didine pêxemberê Yezdan hene! Bi rastî ji bona wan ra þapateke dilsoz heye.
62- Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayîl kirinê, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rastî ewan bawer kiribin; Yezdan û Pêxemberê Wî babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayîl kirinê.
63- Ma qey ewan nizanin? Kîjan di hemberê biryarên Yezdan û Pêxemberê (Wî da, biryaran bihûne) îdî bi rastî ji bona wî ra agirê dojê bê paþî heye. Ewa ê bi xweber jî di wê dojê da hey bimîne. Riswaya mezin eva ye.
64- Ewanê durû hene! Ewan ditirsin, ku li ser wan da ferkereke wusa bê hinartinê, di dilê wan da çi hebe ji wan ra bêje (bi vî awayî jî tinaz dikirin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî durûyan) tinazan bikin! Bi rastî tiþta ku hûn jê ditirsin, Yezdanê ewî derxe (rohnayî ye)."
65- Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsî (ka hûn çi mijûl dibin?) Ewanê (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tiþtî mijûl nabin) lê em di nava xwe da tinazan dikin û bi hev dileyîzin diçin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Qey hûn bi Yezdan û bi beratên wî û bi Pêxemberê Wî tinazan di­kin?”
66- Hûn (gelî durûyan!) baxiþandina xwe ji wan kirinê xwe nexwezin. Bi sond! Hûn ji piþtî bawerîya xwe, bûne fi­le. Heke em destekî ji we bibaxiþînin, emê desta mayî jî bi sedema, ku ewan gonehkar bûne þapat bikin.
67- Ewanê durû hene! Mêr û jinê wan jî ji hev in. Ewanan fermana bi kirina sikatîyan û bi xwe para dana ji qencîyan dikin. Ewan destê xwe (ji kirina qencîyan) digirin; Ewan Yezdan (bi vî awayî) ji bîrva kirine. Îdî ji ber vî qasî Yezdan jî ewan bîrva kirine. Bi rastî ewanê ji rêya rast derketine, ewan durû bi xweber in.
68- Yezdan ji bona durûyên mêr û durûyên jin û ji bona filan ra, agirê dojê peyman kirîye, ewa ne di dojê da hey bimînin. Ewa þapata hanê besê wan e û Yezdan ewan (ji dilovanîya xwe) deherandine. Û ji bona wan ra þapateke bê paþî heye.
69- (Gelî durûyan!) Hûn jî wekî wanê berya xweyên: hêj ewanê berya we da; hêza wan ji hêza we zortir bûye û mal û zarê wan ji mal û zarê we pirtir bûye. Îdî ewanê (berya we, di cîhanê da) bi para xwe benga (kayf) û xweþîya xwe kirine, we jî bi para xwe (di cîhanê da) beng û xweþîya xwe kirine, ça ewanê di berya we da jî bi para xwe (di cîhanê da) benga xwe kirine û ça ewan noqê pûçatîyan bibûn, hûn jî wekî wan noqê pûçatîyan bûne. Ewanê ku kirinê wan di cîhan û di dan û gavê para da þewîtîne hene! Evan in û ewanê ku zîyan kiri­ne, evan bi xweber in.
70- Qey mijûlîya (ji temtêla) wan komalên, ku di berya wan da (borine) ji komalê Nûh û komalê A'd û Semûd û ji komalê Îbrahîm û rûniþtîyên (bajar) ê Medyenê û ji komalê (Lût) ku (bajarên wan bi serê wan da dêriz bûye) ji bona wan ra ne hatibû? Pêxemberên wan li bal wan da bi beratên ber çavî va hatibûne. (Lê ewan bi wan pêxemberan bawer ne kiribûne, ji ber vîqasî rastê xeþma Yez­dan hatine). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
71- Û ewanê bawer kirine hene! Mêr û jinê wan ji hev in: Hinekê wan serkarê hinekê wan in. Ewanan fermana (bi kirina) qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewan nimêja xwe dikin û baca (malê xwe) didin û ewan bi gotina Yezdan û Pêxemberê Wî dikin:Yezdanê di nêzîk da li wan dilovanî bike. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
72- Yezdan ji bona bawergeran; çi mêr û çi jin, peymana wê bihiþta ku di binê wê da çem dikiþin û di bihiþta xurinanê (bi nav) Adinê da jî êwirên tîtal daye, ewanê di wura da hey bimînin. Û þixwa qayîlbûneke ji Yezdan ji bona wan ra ji vê (peymana hanê) hêj pirtir û mezintir heye. Serfirazîya mezin eva ye.
73- Pêxember! Tu bi filan û bi durûyan ra tekoþîn bike û tu li ser wan da giranî bike: Bi rastî êwra wan doj e. Ewa doja çiqa sikê êwran e!.
74- Bi sond! Ji piþtî ku ewan (durûyan) misilman bûne, paþê dîsa bûne file û peyvên filetî jî gotine. Paþê dîsa bi Yezdan sond dixun û dibêjin: "Qe me ewan peyvan ne gotine." Û ewan miraz kirin, ku ewê tiþta (kuþtina pêxember) qe nikarin bikin ji bona wî ra xebat kirin. Xurî ji bona ku Yezdan û Pêxemberê Wî, ewanê (durûyan) ji rûmeta xwe zengîn kirine, ewan radibin ji dexesîyan tûl hildidin (di hemberê qencîyên Yezdan ne ku li ser wan hen, ewan jî radibin sikatî dikin, qe eva kirina wan dibe karê merivan?). Heke ewan ji wê kirina xwe poþman bibin, wê poþmanîya wanê ji bona wan ra çêtir bibe. Û heke ewan rû bifetîlînin (di filetîya xwe da hinc bikin) Yezdanê ewan di cîhan û di dan û gavê para da jî bi þapateke dilsoz þapat bike û ji bo­na wan bi xweber jî di zemîn da tu serkar û arîkar tune ye.
75- Û ji wan (durûyan) ewanê (aha) peymanê didin hene: Heke Yez­dan ji rûmeta xwe ji bona me ra (mal biqencî) bide, bi sond! Emê jî ji wî bacê bidin û emê bibine ji wanê arîtîkar.
76- Îdî gava (Yezdan) ji rûmeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (durûyan) bi wî malî dexesî kirine (qe ji tu xezanekî ra bi wî malî qenci ne kirine) piþta xwe dane (pevmana dayî). Þixwa ewan bi xweber jî piþtanokê maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine).
77- Îdî ji ber ku ewan, ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne û ji ber ku ewan derew dikiribûne,Yezdan jî (ji piþtî peyman þikênandina wan) di dilê wan da heya roya ku ewanê rastê Yezdan bên, dexesî danîye.
78- Qey ewan (durûyan) nizanin, ku bi rastî Yezdan bi dizîyên wan û bi wan piste pistê wan dizane? Û bi rastî Yez­dan bi xweber jî pirzan e bi tiþtên ne xûya ne.
79- Ewanê (durû ne) ku tinaza bi wanê bawergerên baca xwe bi dilê xwe hêj pirtir dane, dikin (ji wan ra aha gotine:"Ewan baca xwe hêj pirtir didin, ji bona qayîlbûna Yezdan nadin, lê ji bona ku navê wan bê gotinê: Ewî jî hewqas bac daye.") Û bi wanê ku bawer kirine baca xwe wekî hêza xwe dane, bi awakî dinê tinaz kirine (ji wan ra jî aha gotine: "Xuda ji van zengîntir e, bira Xuda ji bona xezanan ra mal bide, ka hûn gelî bawergerên xezan! Ji bo çi hûn ji bona xezan ne mayî ra malê xwe didin?) Îdî Yezdan ewan hildane tinazan û ji bona wan ra þapateke dilsoz heye.
80- (Muhammed! Tu hez dikî) ji bona wan (durûyên bi van salixên borî ji min) baxiþandina gonehên wan lava bikî, ya jî qe ji bona baxiþandina gonehên wan lava nekî (hey wekî hev e). Heke tu ji bona baxiþandina wan hevtê carî jî lava bikî, dîsa bi rastî Yezdan qe ewan nabaxiþîne. Ji ber ku ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî filetî di kiribûne eva (ne baxiþandina wan çê nabe). Þixwa Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîbûne, nayne riêya rast.

berxwedan is offline  
Eski 03-04-2007, 12:27 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb


81- Ewanê bê gotina pêxemberê Yezdan kirine hene! ewan bi rûniþtina xweyê (di mala xwe da mane, neçûne qirînê) þabûne, ewan rikê xwe anîne, ku bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoþînê bikin û ji hev ra (aha) gotine: "Hûn di germê da neçine qirînê." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje : "Bi rastî agirê dojê germtir e." Xwezîya ewan pisporî bikirinan.
82- Îdî ji bona ewê keda ku ewan dikiribûne, bira ji virha ewan hindik bikenin û pir bigirîn. Eva celata wan e.
83- Îdî heke Yezdan (Muhem­med! Tu ji qirîna Tebûkê) para da zivirandî, li bal destekî ji wanê (ku bi te ra ne hatibûne qirînê) û ewa desta jî (ji bona ku bi we ra derkebine qirînê) ji te destûr xwestin, tu ji wan ra (aha) bêje: "Qe di tucarî da hûn bi min ra dernakebine qirî­nê û hûn bi min re qe bi tu neyarî ra qirînê nakin." Bi rastî hûn þix­wa di cara yekem da bi rûniþtinê qayîl bibûn, îdî hûn jî bi wanê para da mane, bi wanê dijê me ra rûnên.
84- Û (Muhemmed!) tu li ser tu kesekî ji wan, gava bimire nimêj neke û tu (di gava çalkirinê da), neçe ser gora wî jî. Bi rastî ewan filetîya Yezdan û Pêxemberê Wî kirine û ewan ji rêya rast bi derketî mirin e.
85- Û (Muhemmed! bira piranîya) mal û zarên wan te sodret neke. Hey Yezdan divê ku ewan di cîhanê da bi wan (mel û zaran) bide þapatkirinê û (gava) canê wan derkebe jî, ewan þixwa file bin.
86- (Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartinê, di wê ferkerê da jî eva fermana hebe: "Hûn bi Yez­dan bawer bikin û hûn bi Pêxemberê Wî ra herin tekoþîn bikin." Ji wan ewanê zengîn hene! (Ewan aha ji te ra) dibêjin: "Ka tu destûra me bide û dest ji me berde, ku em jî bi wanê ne çûne qirînê (di mala xwe da mane) rûnên.
87- Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî þixwa ewan ji hev dernaxin.
88- Lê pêxember bi tevê ewanê ku bi pêxembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal û bi canê xwe va (di rêya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekoþîn kirine. Îdî ji bona van ra qencî hene. Û evan bi xweber in, ku fereste bûne.
89- Yezdan ji bona van ra ewan bihiþtên ku di binê wan da çem dikiþin amade kirîye, ewanan (di wan bihiþtan da) di hemû gavan da dimînin. Serfirazîya mezin, a, eva ye.
90- Û ji koçerên ereban (ewa desta ku ne çûbûne qirîna Tebûkê) ji bona ku ji wan ra destûr bê danê (ewan jî di mala xwe da wekî wanê para da mane, rûnên) hinek sedem ji bona xwe ra (hûnandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxiþinî). Lê ewanê ku Yezdan û Pêxemberê Wî dabûne derewdêrandinê hene! Ewan rûniþtibûne, qe (ji bona baxiþandina xwe) ne hatibûne, ewanê file ne ji wan hene! Wê di nêzîk da þapateke dilsoz bi wan da were.
91- Li ser bêwec û nexweþan û li ser xezanên rastî tu malî nayên ku ji (bona qirîna bi wanê file ra di rêya Yezdan da bisixurînin), heke ewan ji bona Yezdan û Pêxemberê Wî þîreta (qencîyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan neçine qirînê). Þixwa li ser qenckaran qe tu rêneda­na wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî baxiþkarê dilovîn e.
92- Ewanê di gava (tu derketî herî qirînê) ha­tibûne bal te, ji bo ku tu ewan sîyar bi kî (beheri qirînê) te jî ji wan ra (aha) gotibûye: "Qe li bal min tu tiþtekî ku hûn li wan sîyar bin werne qirînê tune ­ye." Ji ber ku di destê wan da tu malê ewan (di rêya Yezdan) bisixurînin tune ye, ewan para zivirîne; çavê wan ji kovanan histêr dibarandin hene! Qe tu sikatî li ser wan jî tune ye.
93- Lê sikatî bi rastî li ser wan zengînên ku ji te destûr dixwestin (ku neçine qirînê) heye. Ewa­nan qayîl bûn (ku di mala xwe da bi wanê para da mane, rûnên) ji ber ku Yezdan li ser dilê wan duruf kirîye; îdî ewan (bi temtêla) xwe qe nizanin.
94- Di gava ku hûn (ji qirînê) para da li bal wan da zivirî bûne, ewan (durûyan hatibûne) ji we baxiþandina xwe bi hinek (sedeman xwestine). (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn qe baxiþandina xwe ji me nexazin, bi rastî em ji we bawer nakin; loma Yezdan hemû temtêla bûyera we ji bona me ra gotîye. Û wê Yezdan û Pêxemberê Wî kirinê we bibînin, paþê wî ewê ku bi der û hûnduran dizane, hûnê herne bal îdî ka we çi kirîye, wê hemûþkî ji bona we ra bêje."
95- Di gava ku hûn (ji qirînê) li bal wan bizivirin, ji bona ku hûn rûyê xwe ji wan nezivirinin, ewanê bi Yez­dan ji bona we ra sond bixun; ku ewan ji bona hinek se­deman bi we ra ne hatine (qirînê).'' Îdî hûn rûyê xwe ji wan bifetilînin. Bi rastî ewan sikin û bi sedema wan kedên ku ewan kirine, êwra wan doj e.
96- Ewanan ji bona we ra sond dixun; ji bona ku hûn bi wan qayîl bibin. Heke hûn bi rastî bi wan qa­yîl bibin jî, îdî Yezdan dîsa bi wan komalê ku ji rêya rast derketine qa­yîl nabe.
97- Ewan erebên koçer hene! Ewanan (ji hemûþkan) pirtir file û durû ne, þixwa ewanan ji bona ku ji wan biryarên Yezdan, ku li ser pêxemberê xwe da hinartîye nizanbin, babettir in. Bi rastî Yezdan zaneyê bijejke ye.
98- Û ji koçeran hinek hene, ku bawer dikin; ewan malên di rêya Yezdan da hatine sixurandinê ji bo­na wan ra zîyan e, ewanan hêvî di­kin (ku ji bona we ra royên þoreþî werin; di wan royan da ewanê tûla xwe ji we hildin). Ewan royên þoreþî ku ewan hêvî dikin, li ser wan bi xweber e. Þixwa Yezdan bi xweber jî bîhisteke pirzan e.
99- Û ji erebên koçer hinek jî hene, ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin û ewan koçeran (dizanin) ku ewa malê te xebitandine (ji bona tekoþîna) rêya Yezdan, sedeme ji bona nêîkaya wan li bal Yezdan da û ji bona dilxwezîyên Pêxemberê wî, ji wan- ra ne. Bi rastî tu hiþyar be! Eva kirina wan sedemeke ji bona nêzîkaya wan li bal Yezdan dane. Yezdanê ewanan di nêzîk da bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî Yezdan baxiþkarê dilovîn e.
100- Û (Yezdan) ji wan koçer û arîkarên (misilmanê) ku di cara yekem da (misilman bûne) û ewanê ku bi qencî bûne peyrewê van, qayîl bûye û ewan jî (bi wan tiþtên ku Yezdan daye wan) qayîl bûne û ewî ji bona wan ra ewan bihiþtên ku dibinê (darê wan da) çem dikiþin amade kirîye, ewanan di bihiþtê da hey dimînin. Serfirazîya mezin eva ye.
101- Û hinek ji wan koçerên li dora we da durû hene û hinek jî ji wan binecî ne (bajarê) Medînê hene, li ser durûya xwe lec dikin. Hûn bi wan nizanin, xurî em bi xweber bi wan dizanin. Emê ewan du caran þapat bikin, paþê ewanê li bal þapateke mezin da bêne zivirandinê.
102- Û Destek jî (ji wan kesên ku bi te ra nehatibûne qirînê) hene! ewan (hatine) ji gonehkarîya xwe ra erê gotine; Ewanan karên xweyên aþtî û sikatî tevê hev kirine. Dibe ku Yezdan poþmanîya wan litê bike (ewan bibaxiþîne). Bi rastî Yezdan baxiþkerê dilovîn e.
103- (Muhemmed!) ji bo ku tu ewan (bi hildana) wî malî paqij û ewan pîroz û pir bikî, tu ji malê (vanê rastbêj) hinekî bac hilde. (Muhammed!) Tu ji bona wan ra (ji Yezdan) dilxwezîyên rind bixwaze. Bi rastî dilxwezîyên te ji bo­na wan ra hewdana dil e. Þixwa Yezdan bi xweber jî bihîstekê pirzan e.
104- Ma qey ewan nizanin ku hey Yezdan bi xweber e ji bendeyên xwe poþmanîya wan ji gonehan litê dike û bacan (ji maldaran) digire? Û bi rastî poþmanîya ji gonehan hey Yezdan bi xweber e litê dike û dilovîn e.
105- Û (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (çi dikarin bikin) hûn ewî bikin, îdî wê Yezdan û Pêxemberê Wî û bawerkar, ewî ka­rê we bibînin. Hûnê hemûþk jî bi rastî li bal wî (Yezdanê) ku bi der û hûnduran dizane bêne zivirandinê, îdî ewa ê di wê gavê da ewî karê ku we kirîye ji bona we ra bêje."
106- Û destek jî ji wanê (ku çûne qirînê) temtêla wan li bal fermana Yezdan da hatîye hispartinê; (Yezdanê) ya ewan þapat bike, ya jî we ewan bibaxiþîne. Þixwa Yez­dan bi xweber jî zanayê bijejke ye.
107- Û ewanê (ji qirînê para da mane) hene! Ewan ji bona zirarê bidin û (mafê nîyas nekin) û ji bona ku di nava bawergeran da dutîretî çê bikin û ji bona, ku ewanê di cara yekem da bi Yezdan û bi Pêxembere Wî ra ceng kirine (ka wû kînge werin) bixne þûna çavnêrvanan, ewan ji xwe ra mizgevtek ava kirine. Ewanê sond bixun: "Ku (armanca me ji avakirina wê mizgevtê) ji pêþtirê qencîyê qe tu tiþt nîne." Û bi rastî Yezdan bi xweber jî nêhrîwanî dide, ku ewan bi rastî derewan dikin.
108- (Muhemmed!) Tu qe di tu gavê da di wê (mizgevtê da nimêj) neke. (Nimêj kirina te) di wê mizgevta ku di cara yekem da li ser xudaparizîyê hatîye avakirinê, babettir e. Di wê (mizgevtê da) hinek mêr hene hez dikin, ku (ji gonehan) paqij bibin. Þixwa Yezdan bi xweber jî (ji wanê ku divên ji gonehan) paqij bibin, hez dike.
109- Îdî qey ewê ku xîmê (avayî yê xwe) li ser xudaparizî û qayîlbûna wî ava kirîye qenc e, ya jî ewê ku (xîmê avayî yê xwe) li ser lêvê kendalekî herikî danîye, ku ewa bi xweber jî (bi wî avayîyê xwe va) biherike here (bikebe) agirê dojê, qenc e? Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê cewrkar nayne rêya rast.
110- Ewa avayîyê wanê ku ewan ava kirîye heye! Heya ku dilê wan (bi mirinê) ker be, wê di dilê wan da hey dudilî bihêle. Bi rastî Yez­dan zanayê bijejke ye.
111- Bi rastî Yezdan ji wanê bawer kirine, can û malê wan kirîye. Ewanan di rêya , Yezdan da qirînê dikin, îdî ewanan (filan) dikujin û têne kujtinê jî; Yezdan ji bona wan ra bi mafê di (pirtûkên bi nav) Tewret û fincîl û Qur’anê da peyman daye, ku ji bo­na wan ra bihiþt heye. Û gelo ji Yezdan çêtir kî heye, ku peymana xwe pêk tîne? (Gelî bawergeran!) îdî hûn bi wê kirîna xwe ye ku hûn bi wê hatine firotinê þa bibin. Þixwa serfirazîya mezin jî eva bi xweber e.
112- Û (Muhemmed!) ewanê ku ji (gonehan) poþman bûne, perestîya (Yezdan û) sipazkarya wî dikin di rêya wî da digerin (ji bona wî ra xwe) kuz dikin û kunde dibin, ewanan fermana bi qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewanê parisîya biryarên Yezdan dikin û bawer kirine (hene!) mizginîya (wanê bi van salixan têne naskirinê, bi bihiþtê) bide.
113- Ji piþtî ku ji bona pêxember û bawergeran ra diyar bû, ku ewan kesên (pêxember û bawerger ji wan hez dikin); bi rastî (ewan) hevrîyên dojê ne, îdî maf tune ye, ku pêxember û bawerger ji bona wan ra ji Yezdan baxiþandina gonehên wan bixwazin. Evan hevrîçêkeran çiqa pismamên (pêxember û bawergeran) nêzîk bin jî.
114- Xwaztina Îbrahîm, ji bo­na baxiþandina gonehên bavê xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Îbrahîm (hêj di berê da) ji bona bavê xwe ra peyman dabû (ku ezê ji bona baxþandina gonehên te ji Yezdan lava bikim) loma kirîye. Îdî gava ji bo­na Îbrahîm ra xûya bû (ku bavê wî) ji bona Yezdan ra neyar e, Îbra­hîm dest ji baxiþxwastinê berda. Bi rastî Îbrahîm pir dilsozê mulahîm e.
115- Yezdan ji piþtî komalek anî rêya rast, heya ji wî (komalî ra) xûya nebe, ka wê xwe ji çi biparisînin (qencî û xirabîyan ji hev dernexin) ewî komalê jî rêya rast dernexe. Bi rastî Yezdan bi hemû tiþtan dizane.
116- Bi rastî seroktî û maldarya ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Jînandin û mirandin hey ewa dike. Û ji bona we bi xweber jî ji pêþtirê Yezdan qe tu serkar û arîkar tune ye.
117- Bi sond! Yezdan, pêxember û hevalên wî ne ji koçer û arîkaran ku di danê tenk da bûne peyrewê wî baxiþandîye, ji piþtî ku di nava van da jî destekî (wusa hebûn) nêzîk bu, ku dilê wan (li bal rêya wanê kevin da) welgere paþê dîsa Yezdan poþmanîya wan litê kirîye. Bi rastî ewa li ser wan (pêxember û peyrewê wî) pir henûn û dilovîn e.
118- Û Yezdan ewan her sê (merivên ku ji qirîna Tebûkê) para da mabûn (baxiþandine); loma ewan (wusa lava dikiribûne, ji ne çûna xwe wusa poþman bibûn) zemîn bi firetîya xwe va li wan teng dihat û bêhna wan wusa teng bibû (te digot qey canê wan derdikebe) û ewan bi gomanî dizanîyan ku ji pêþtirê Yezdan, ji bona wan ra tu darende tune ye. Ji bo ku ewan (ji kirina xwe) poþman bibûn, paþe Yezdan jî ewan baxiþandin. Bi rastî Yezdan pir baxiþgerê dilovîn e.
119- Gelî bawergeran! Hûn yezdanparizî bikin û hûn bi rast (û rastbêjan ra) rabin (rûnên).
120- Ji bona binecîne (bajarê) Medînê û ji bona wan koçerên Erebanê li dora (bajarê) Medînê da nin, ku ji Pêxemberê Yezdan para da bimînin (û bi gotina wî nekin) û canê xwe ji canê pêxember pirtir hez bikin qe babet nîne. Çima, çiqas ewanan di rêya Yezdan da tî bibin û biwestin û birçî bibin û ewan çiqas ji bona ku filan bibeicînin, pê li kîjan zemînî bikin û ewan çiqa servehatinekî di hemberê neyaran da pêk bînin, hey ji bona wan ra bi sedema wan kirinê wan, karekî aþtî tê nivîsandinê. Bi rastî Yezdan kirya qencîkaran wunda nake.
121- Ewan çiqa (di rêyaYezdan da) rozîyeke piçûk û ya jî mezin bidin û ewan çiqa ji newalekî li bal newalekî mayî da (ji bona tekoþîna qayîlbûna Yezdan) biborin, hey ji bona wan ra qencî têne nivîsandinê. Ji bona ku Yezdan ji wan kirinê wan çêtir xelata wan bide (ewan qencîyan ji wan ra dinivîse).
122- O babet nîne ku hemûþk bawerger bi hev ra herne qirînê; heke ji her destekî hinek ji wan di nava pismamên xwe da bimînin: ji bona ku ewanê mayî, olê (ji bona jin û zaran ra) hîn bikin û ji bona ku ewan, evan (pismamên wanê ku çûne qirînê) gava pa­ra da hatin; ewan (bi aþîta Yezdan) bidine tirsandinê, gelo çêtir nîne? (Ya jî; heke ji her desteki hinek li bal pêxember bimînin, gava ewanê çûne qirînê para da hatin, ewa niqandina ji pêxember ra hatîye hinê wan bikin gelo çêtir nîne?) Bi vî avayî dibe ku ewan xwe ji karên ne rastî biparisînin.
123- Gelî bawergeran! Hûn bi wan fileyên, ku nêzîkê we ne, qirînê bikin, ji bona ku ewan filan we di hemberê xwe da bi hêz bibînin. Û hûn bizanin bi rastî Yezdan digel xudaparisan e.
124- Û di gava ku ferkerek hatibe hi­nartinê; hinek ji wan durûyan (ji hev ra aha dibêjin): "Ka evê ferkera hanê, bawerya kîjanî ji we pir kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewanê ku bi rastî bawer kirine hene! Çiqa ferkerek hatibe hinartinê, îdî ewê ba­werîya wan pir kirîye; ewan ji hev ra mizgîna hatina ferkerê didin."
125- Lê ewanê ku di dilê wan da nexweþîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin."
126- Ma qey ewan (durû û filan) ku di salê da carekî ya du caran têne þapat kirinê nabînin? Dîsa ewan ji kirina xwe poþman nabin û ji wan (þapatan jî) hiþ hilnadin.
127- Û di gava ku fer­kerek hatibe hinartinê, hinekên wan (file û durûyan) li bal hinekên wan da mêze kirine (aha ji hev pirsîne “Gelo kesekî hûn dîtin?” (Çav ji hev ra diniqînin) paþê para da dizivirin diçin. Bi sedema ku ewan komalekî wusa nin; rastî û ne rastîyê ji hev dernaxin, Yezdan dilê wan ji bawerîyê fetilandîye.
128- Bi sond! Li bal we da pêxemberekî wusa ji we hatîye, cefa û tengasîya we ewî diêþîne, ji bona we ra bi hezkirinî pir haloke ye û ji bona bawergeran ra henûnekî dilovîn e.
129- Îdî heke (Muhemmed!) ewan ji te û (ji bawerya bi te) rû fetilandin, tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ew Yezdanê ku ji pêþtirê wî (tu yezdanê babet û perestîyê) tune ye, besê min e. Bi rastî min xwe hispartîye wî, ewa bi xweber jî xweyê arþê (mana) mezin e.

__________________
berxwedan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Sûreta E'raf li Mekkê hatîye hînartinê û 206 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:23 PM
Sûreta En'am li Mekkê hatîye hînartinê û 165 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:22 PM
Sûreta Maîde, li Medînê hatîye hînartinê û 120 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:21 PM
Sûreta Alê Î’mran berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:19 PM
Sûreta Beqere berxwedan Kur'an-ý Kerim 4 03-04-2007 12:14 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:25 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.