Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Semavi Dinler > Ýslamiyet > Kur'an-ý Kerim

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-04-2007, 12:23 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Sûreta E'raf li Mekkê hatîye hînartinê û 206 berate ne.







1- E. L. M. S. (Arþa van tîpan hey Yezdan dizane).
2- Eva pirtûkeke li bal te da hatîye hînartinê. Îdî ji bo ku tu bi wê (pirtûkê merivan) bidî hiþyarki­rinê û ji bona ku tu bawergeran (bi qencîyan) þîret bikî, bira qe tu tengasî di singê te da çê nebe.
3-‏ (Gelî bawergeran!) Hûn bibne peyrewê wan biryarên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîye hînartinê û hûn ji pêþtirê peyrewîya (wan biryaran) peyrawîya tu dostî nekin. Hûn çiqa hindik þîretan hil didin!
4- Û çiqa niþtiman, me teþqele kirine! Îdî gava þapata me bi wan da hatîye; ya ewan di þevê da razabûne, ya jî ewan di (nava royê da) di mijûlbûn û razanê da bûne (haja wan bi hatina teþqele tune bûye).
5- Îdî di gava ku þapata me bi wan da hatîye (hey ewan aha gazî kirine û) gotine: "Bi rastî em cewrkar bûne!."
6- Bi sond! Îdî emê ji wî komalê ku (pêxember) li bal wan da hatine þandinê pirs bikin û emê ji wan pêxemberan jî bipirsin (ka ewan koma wan bi gotina wan kirine, ya ne kirine)?
7- Îdî bi sond! Emê ji wan ra (bûyerên borî) bi zanîn bêjin û em bi xweber jî (ji kirina wan) penha nînin.
8- Di wê roya (rabûna hemû da) kêþ rast e (qe tu kêmayê wê tune ye). Îdî kêþa kîjanî giran be, ewanê fereste bûyî îdî evan bi xweber in.
9- Û kêþa kîjanî jî sivik be, îdî ewanê ku bi rastî bi sedema berateyên me, li xwe cewr kirine û zîyana xwe kirine, evan in.
10- Û bi sond! Me hûn di zemîn da êwirandine û me ji bona we ra di zemîn da dilik û xwarin, pêk anîne. Hûn çiqa hindik sipazî dikin!
11- Û bi sond! Me hûn afirandine. Me paþê ji bo­na we ra rûçik û temtêl daye, me paþê (ji bona firitan ra aha) gotîye: "Gelî firiþtan! Hûn ji bona (niþa kesan ra) kunde beherin." Îdî ji pêþtirê pelîd (firiþtan hemûþk jî) ji bona (niþa kesan ra) kunde birin. Bi rastî pelîd ne bûye ji wanê kundeke.
12- (Yezdan ji bo na pelîd ra aha) gotîye: "Gava min fermana te kirîye, ka ji bona çi te kunde (ji bona niþa kesan ra) ne bir? (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ez ji wî çêtir im; Te ez ji agir afirandime û ewa jî ji heryê afirandîye."
13- (Yezdan aha) gotîye: "Îdî, di naha da ji wura berjêr be, di wura da ji bona te ra qe tu maf tune ye, ku tu xwe qure bikî (bi gotina min nekî). Îdî tu (ji wura) derkebe, bi rastî tu ji wanê piçûk û riswayî."
14- (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, barî tu heya danê (meriv) radibin; têne civînê ji bona min ra firsetê bide, gav bihêle."
15- (Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê ku ji wan ra dan hatîye dayînê hene! Tu ji wan î."
16- (Pelîd aha) gotîye: "Bi sond! Ji ber ku te ez bi sedema wan qewirandim, ezê ji bona wan ra rêya te ya rast daynim."
17- Paþê ezê di pêþya wan da û di paþîya wan da û di rast u çepê wan da, êriþê bînim wan û tu îdî rast nayê, ku pirê wan ji (bona te ra) sipazkar bin."
18- (Yezdan ji bona wî ra aha) go­tîye: "Ka, tu bi riswayî û deherandî ji wu­ra derkebe. Bi sond! (Ji merivan kîjan) bibe peyrewê te (bira ewan bizanin!) ezê ji we hemûþkan dojê tijî bikim."
19- Adem! Tu û bi jina xwe va di bihiþtê da biêwirin, îdî hûn herduk ça li kêderê, bi çi awayî hez dikin, wusa bixun û hûn herduk jî nêzîkê vê dara hanê nebin, îdî heke hûn (nêzîkê vê darê bibin) hûnê herduk jî bibne ji wanê cewrkar.
20- Îdî pelîd ji bona wan herdukan awurte çê kirîye; ji bo ku ji wan herdu­kan ra, ji gewdê wan ewan cîyê sikê ku veþartina wî, ji wan herdukan ra hatibû fermankirinê, xûya be; ji wan ra (aha) gotîye: "Xudayê we ji bo ku hûn herduk nebine du firiþte, ya jî hûn herduk (di bihiþtê da) tum carî nemînin, hûn ji xarina vê darê dane pa­ra da (ji pêþtirê vî tu sedemên ma! Tune ne.)"
21- Û (pelîd) ji wan herdukan ra jî sond xwarîye; bi rastî ez ji bona we herdukan ra jî þîretan dikim.
22- Îdî (pelîd) ewan herduk jî, bi xapandin ji þûna wan dane þimitandinê, di gava ewan herdukan ji darê çeþne kirine, ji herdukan ra þûna sikatîya wan xûya bûye. Ewan herdukan ji bona veþartina wan herdu cîyên sikên ji gewdê xwe, belg ji darê bihiþti berev kirin, dane ser wan herdu qulên gewdê xwe. Û Xudayê wan (aha) gazî wan kirîye: "Qey min hûn ji xwarina berê wê darê ne dabûne paradanê û min ji bona we herdukan ra ne gotibû; bi rastî pelîd ji bona we her­dukan ra jî neyarekî xûya ye?"
23- Ewan herdukan (aha) gotine: "Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxiþandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar."
24- (Xuda ji wan ra aha) gotîye: "Hûn hemûþk jî (ji bihiþtê) berjêr bin; hinekên we ji bona hinekên we ra (di cîhanê da) neyar in û ji bona we ra di zemîn da heya danekî, jîn û êwir heye."
25- (Xuda) gotîye: "Hûnê (di zemîn da) bijîn û hûnê di wî da bimirin û hûnê ji wî (paþê zinde bin) derkebin."
26- Gelî zarên Adem! Bi rastî me li ser we da kincên wusa hinartîne; ewan kincan sikatîyên we vediþerin û we dixemilînin jî û kinca (Xuda) parisî ji van çêtir e. Ewan (kincan) ji berateyên Yezdan in, dibe ku ewan ji wan berateyên wî þîret hildin.
27- Gelî zarên Adem! (Bira haja we ji we hebe) ça pelid, da û bav û kalên we (xapandin) ewan ji bihiþtê derxistine wî ji wan (da û bavê we) kincê wan rût kirîye, ji bo ku ji wan herdukan ra sikatîyên wan bêne xûyandinê, bira pelîd we jî wu­sa neke. Loma cîyên qe hûn pelîd nabînin, pelîd bi tevê komalê xwe va, we di wura da dibînin. Bi rastî me pelîd ji bona wanê, ku bawer nakin xistîye serkar.
28- (Ewanê bawer nakin he­ne!) Ewanan di gava tiþtekî maþtoqî kiribin (aha) dibêjin: "Em rastê bav û kalê xwe hatin (ewan jî ewan kirinên hanênan) dikirin û þixwa Yezdan bi xweber jî fermana me ki­rîye (ku emê wan kirinan bikin)." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan fermana (bi kirina) sikatîyan nake. Hûn ça tiþta qe tu zanîna we pê tune ye (li ser navê) Yezdan dibêjin?"
29- Tu bêje: "Xudayê min fermana bi dadvanîyê ki­rîye. Û hûn berê xwe di hemûþk mizgevtan da li bal wî bi tenê da bizvirînin (ji wî bi tenê ra perestî bikin) û hûn hey xwurî gazî wî bi tenê bikin, "ol"a rastî hey ji bona wî ra ne. Ewî ça di cara yekem da hûn afirandine, hûnê (dîsa) di para da li bal wî da bizivirin."
30- (Ewî) destek anîye rêya rast û li ser destekî jî rêya wundabûnê maf kirîye. Loma (ewî desta rê wundabûyî) ji pêþtirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar girtibûne û ewan goman dikirin jî, ku ewanê di rêya rast da, ewan bi xweber in.
31- Gelî zarên Adem! Hûn li bal hemû mizgevtan da xemla xwe li xwe bikin û hûn bixun û vexun û hûn dest belavbûnê nekin. Bi rastî (Yezdan) ji destbelavan hez nake.
32- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ewê ku ewan rozîyên tîtalên xweþ û xemla Yezdan ji bona bendeyên xwe ra derxistîye ne durist dike, kê ye?" (Ewan ji pisyarê bêzar dibin) tu (ji wan ra aha) bêje: "(Ewanê ewle) û bawer kirine hene! (Evan xwarin û xakirin û xemla) cîhanî ji bona wan ra ne. Lê di roya Qarsê da jî hey xurî ji bona bawergera ra ne." Em bi vî awayî beratan ji bona komalê zana ra vedikin.
33- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min hey (evanê hanênan) ne durist kiriye. Hemûþk maþtoqî; çi xûyayî û çi penhayî û gonehkarî û cewrên bê maf û ewa hevrîtîya, ku qe tu tiþt bi hevrîtîya wan ne hatîye hinartin jî hûn dîsa ji bona Yezdan ra hevrêyan çê dikin û ewan tiþtên ku hûn li ser (navê) Yezdan dibêjin, qe tu zanîna we jî bi wan tune ye.''
34- Û ji bona her komekî ra danê wî heye. Îdî gava danê wan hatibe, ewan qe qat hijmarekî jî para nakebin û pê ra jî nakebin; (di gava xwe da diçin).
35- Gelî zarên Adem! Di ga­va ji we pêxemberên, ku biryarên min ji we ra bixûnin hatibin bal we, îdî kîjan xudaparisî bike û aþtîkarî bike, li ser wan qe tu tirsa (þapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) tune ye.
36- Û ewanê ku biryarên me dane derewdêrandinê û quretî kirine (bawer ne kirine) hene! Evan in ku hevalên agir in û ewan di agirda jî hey dimînin.
37- Îdî gelo ji wanê ku (li ser navê) Yezdan viran dikin û ya jî biryarên wî dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê hene? Ewanê ku para wanê ji pirtûkê digihîje wan, evan in. (Ewan bi wan xarin û xakirinan bi xweþî dijîn) heya gava Saîyên me ne (can sitandanok) hatibine bal wan, canê wan distînin (ji wan ra aha) gotine: "Ka ewan tiþtên ku we ji pêþtirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin, kêderê ne?" Ewan (aha pisyar dane) gotine: "Ewan em (hîþtin) wunda bûne." Ewanan bi xweber li ser xwe þahidî dane, ku ewanan bi rastî file bûne.
38- (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di nava wan komên; ku di berya we da ji meçêtir û kesan borîne, bikebine nava agir." Çiqa komek ketibe (agir, ewê komê) li wê koma xûþka xweya (borî), deherandin kirîye. Di gava ku hemûþk (di dojê da) dicivin, ewanê paþ hatîye wan ji bona ser koçên xwe ra (aha) gotine: "Xudayê me! Evanê hanê nabûn bi rastî ewan em ji rêya rast derxistibûn, îdî tu ji bona wan ra ji agir þapateke ducarî bide.'' (Yezdan aha) dibêje: "Ji bona hemûþkan ra jî (ji þapata agir) ducarî heye, lê hûn pê nizanin."
39- Û serkoçên wan jî, ji bona paþ (koçên wan ra aha) gotine: "Bi rastî ji bo­na we ra li ser me tu mezinayî û rûmet tune ye, îdî hûn jî ji bona wê keda we kirî þapatê çeþne bikin (ka çane?)"
40- Bi rastî ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê û ji bawerya bi wan poz bilind kirine (bi wan beratan bawer ne kirine) hene! Ji bona wan ra derê ezmanan venabe heya pîlete-coban di qulika derzîyê da derbas nebe ewan nakebine bihiþtê. Û em bi vî awayî gonehkaran celat dikin.
41- Ji bona wan ra ji doja hilopîtik da çincil û li ser wan da jî (ji agir) perde hene. Em bi vî awayî cewrkaran celat dikin.
42- Û ewanê bawer kiri­ne û karê aþtî kirine hene! Þixwa hevrîyên bihiþtê evan in, evan in ku di bihiþtê da her dimînin. Em ji bona her canekî ra ji pêþtirê hêza wî fermana wî bikirina qencîyan nakin.
43- Û me ji dilê wan hemû tiþtên, ku kovanî dikin rakirîye, di binê (ewra wan da) çem dikiþin. Ewan (bihiþtîyan di wê gavê da aha) gotine: "Ew Yezdanê, ku em li bal van qencîyan da anîne heye! Çiqa sipazî hene, hemî ji bona wî ra ne, heke Yezdan em li bal (van qencîyan) ne anîbûnan þixwa em bi xweber li bal (van qencîyan da) ne dihatin. Bi sond! Pêxemberên Xudayê me, bi maf û bi rastî hatine (gotinê wan rast bûye). Û (ji bona wan ra aha tê) gazîkirinê: "Ewa bihiþta ku we bi kirinê xwe ji bona xwe ra xistîye mîrat, eva ye."
44- Û havalên bihiþtê li bal hevalên agir da (aha) gazî kirine: "Gelî dojewîyan! Bi rastî çi tiþta ku Xudayê me ji bona me ra peyman dabû, em bi mafî rast hatin, îdî gelo hûn jî rastê wê (þapata) ku Xudayê we ji bona we ra peyman kiribû bi mafî rast hatin?" (Ewan hevalên agir aha) gotine: "Erê! (Em rast hatin; peymana wî bi mafî rast e)." Îdî di nava wan herdu desteyên (hevalên bihiþtî û agir da aha) tê bangdanê: "Deherandina Yezdan li ser wanê cewrkar be."
45- Ewanan, ew kes in ku merivan ji rêya Yezdan didane para da û divan, ku ewê rê li ber merivan xar bikin. Þixwa ewan bi xweber bi dan û gavê para da jî bawer nakin.
46- Û di nava wan herdu (hevalên bihiþtî û dojê da) perdek heye; li ser pisporêyayê (di nava wan herdukan da) mêrên wusa hene! Ewan (bihiþtî û dojewîyan) hemûþkan jî bi rûçikê wan nas dikin (ewan mêran aha) gazî hevrîyên bihiþtê kirine: "Selam li we be (xwazîyên xweþ ji bona we ra be). Evan (meran) hêj ne ketibûne (bihiþtê) lê ewan divan, ku îdî herne bihiþtê.
47- Û di gava ku berê wan me­ran li alîyê hevalên dojê da hatîye fetilandinê (ewan dîtine aha) goti­ne: "Xudayê me! Tume bi wan komalê cewrkar ra negerîne."
48- Û hevalên li ser pisporêya (ku di nava bihiþt û dojê da hene) gazî hinek mêrên dojewî kirine; (ewan hevalan evan mêran bi rûçikê wan nas dikin, aha ji wan ra) gotine: "(Hûn dibînin) ku qe ko­ma we û quretîya we, hûn ji þapatan nedane paradanê."
49- (Mezinê filan ewan bihiþtîyan dane nîþanê hev, ji hev ra aha gotine:" Ewanê, we sond dixwar ku ji bona van ra ji Yezdan qe tu dilovînî nagîhije wan, evan bihiþtîyan nînin?" Îdî hûn bikebine bihiþtê tu tirsa (ji þapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatda­nê) li ser we tune ye.
50- Û hevrîyên agirî gazî hevrîyên bihiþtî kirine (aha ji wan dilxwazî kirine): "Hûn (gelî hevrîyên bihiþtê) hinekî ji ava xwe, ya jî hûn hine ji wan rozîyên, ku Yezdan bi dilikî daye we li ser me da biherikînin." Hevrîyên bihiþtê (ji wan hevrîyênê agirê bawarkar ra aha) gotine: "Bi rastî Yezdan ewan herduk jî li ser filan ne durist kirine."
51- Ewan filan "ol"a xwe xistine dilxwazî û leyîztik. Bi rastî jîna cîhanê ewan xapandibûne. Îdî ewan ça rasthatina van royên xweyên hanênan bîrva kiribûn di îro da jî emê ewan bîrva bikin; ewan bi zanîn bi berateyên me bawer ne dikiribûn.
52- Û bi sond! Me ji wan ra pirtûkeke wusa li ser zanînû daveker anîye, ewa pirtûka ji bona komalê ku bawer dikin, beled û dilovîn e.
53- Qey ewan (filan) hey hêvîya paþî gotina wê pirtûkê dikin (ka gelo peymanên wê pirtûkê ji xelat û celatan rast e ya ne rast e)? Di gava ku ewa roya (xe­lat û celatan) tê, ewanê ku hêj berê da eva roya hanê bîrva kiribûne (aha) dibêjin: "Bi sond! Li bal me da pêxemberên Xudayê me bi mafî hatibûne (maf anîbûne). Îdî gelo ji bona me ra tu mehder tune ne, ku ji bona me ra mehderî bikin? Ya jî gelo ji bona me ra pa­raçûn tune ye, ku em karên ji pêþtirê van karên me kirî, bikin (yanî bawer bikin û qencîyan bikin)? "Bi sond! ewan zîyana xwe kirine û ewan tiþtên ku ewan (goman dikirin; evan tiþtan wê mehderya wan bikin) li ber (çavê wan) wunda bûne.
54- Bi rastî Yezdanê ku ez­man û zemîn di þeþ danan da afirandîye, paþê jî arþ (mana) hildaye binê hêza xwe, ewa Xudayê we ye û ewa Yezdana royê bi þevê dide tarî kirinê; Ewa þeva ku qe nahewe, bi lez royê (digire tarî dike; herduk qe ji hev venabin) û ewî roj û hîv û sitêrk hemûþk bi ser nermî hildaye binê burha xwe. Hûn hiþyarbin! Bi rastî afirandin û ferman bi xweber jî hey ji bona wî ra ne. Yezdanê Xudayê cîhanê pîroz e!
55- Hûn bi zarî û bi dizî lava ji Xudayê xwe bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku Yezdan ji wanê ji tixûbê xwe diborin hez nake.
56- Û hûn ji piþtî aþtîya di zemîn da heyî, di zemîn da tevdanî nekin, hûn bi tirsî û bi dilxwazî perestîya wî bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku dilovanîya Yezdan nêzîkê qencîkara ne.
57- Ewê di berya dilovanîya xwe da "ba" yê bi mizgînvanî diþîne heye! (Ewa Yezdan e). Di gava ku ewan ewran hêdî hêdî bi bariþtan giran dibin (emê wan ewran li bal wî welatê) mirî da diþînin, îdî em bi wan ewran avê dihênirînin, emê wî welatê (ku ji bê avî mirîye) zinde dikin û em bi wê (avê) ji hemû ber û hêþnayan derdixin. Herwuha em miryan jî zinde dikin (derdixin) dibe, ku hûn bi rastî evan þîretan bîra xwe bînin (ji wan hiþ hildin).
58- Û ewa welatê, ku xwelîya wî tîtal e bi destûra Xudayê wî hêþînayên wî derdikebin û ewa welatê, ku welîya wî tirlêçe hêþnaya wî hey bê wec derdikebe. Em bi vî awayî beratan ji bona wî komalê, ku sipazî dikin vedikin.
59- Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da (bi pêxemberî) þandîye, îdî (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdanê (bi tenê ra) perestî bikin, ji pêþtirê wî ji bona we ra tu yezdan tune ne. Bi rastî ez ji bona we ji þapata roya mezin ditirsim (ku bi we da were)."
60- Destekî ji mezinanê komalê wî (aha) gotine: "Bi rastî (Nûh)! Em te di rê wundabûneke xûyayî da dibînin."
61- (Nûh aha pisyara wan daye) gotîye: "Gelî komalê min! Bi min ra tu rê wundabûn tune ye, lê ez ji Xudayê cîhanê (li bal we da bi pêxemberî) hatime þandinê."
62- Ez ji bona we ra niqandinên Xudayê xwe dibêjim û ez ji bo­na we ra þîretan dikim û tiþta ku hûn li bal Yezdan pê nizanin, ez ji we çêtir dizanim.
63- Qey ku mêrekî ji we ji bo­na ku we (bi þapatdana) Yezdan, bi wan biryarên ku ji Xudayê we hatîye bide hiþyarkirinê, ji bo ku hûn xwe ji kirina gonehan biparisînin, hûn sodret dibin? (Heke hûn xwe ji gonehan biparisînin) bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê.
64- Îdî ewan (komalê Nûh) Nûh dane derewdêrandinê, me jî Nûh û hevalên wî di keþtîyê da fereste kirin û me ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê (di avê da) dane fetisandinê. Bi rastî ewan komalekî kor bûne.
65- Û (me) li bal (komalê) Ad da jî birayê wanê Hûd (bi pêxemberî þandîye. Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêþtirê (Yezdanê babetê perestîyê) tu yezdanên mayî tune ne. Qey hêj hûn îdî xwe di hatina hemberya (Yezdan) da naparisînin?"
66- Destekî ji mezinanê fileyên ji komala (Hûd aha pis­yara Hûd dane): "Bi rastî em te dibînin, ku tu dîwaneyî û bi rastî em goman dikin, ku tu ji wanê derewgerî."
67- (Hûd pisyara wan aha daye) û gotîye: "Gelê min! Bi rastî bi min ra tu dîwanetî tune ye, lê ez pêxember im, ji Xudayê cîhanê (li bal we da hatime þandinê)."
68- Ez biryarên Xudayê xwe ji bona we ra radigîhim û ez bi xweber jî ji bona we ra þîretvanekî ewle me.
69- Qey ji bona ku biryarên ji Xudayê we, li ser mêrekî ji we, ji we ra hatîye, ku ewa (mêrika jî) wê bi wan biryaran hiþyar bike (ku hûn xwe ji gonehan biparisînin) hûn sodret dibin? Û hûn biponijin: Ewê gava ku (Yezdan) ji piþtî komalê Nûh, hûn xistibûne þûnmayî ya (wan) û di afirandinê da hêj hûn ji wan bi hêz û meztir (afirandine). Îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin, bi rastî hêvî heye ku hûn (ji þapatan) fereste bibin.
70- (Ewî komalî ji Hûd ra aha) gotine: "Qey (Hûd) tu hatîyî bal me da ji bo ku em ji Yez­dan bi tenê ra perestî bikin û em dest ji wan tiþtên ku bav û bapîrên me ji wan ra perestî diki­rin, berdin? Îdî heke tu di doza xwe da rastî, ka ewa þapata ku tu ji bona me ra peyman dikî, bîne."
71- (Hûd ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî ji Xudayê we bi ser we da þapateke sik û xeþim ketîye. Hûn ça bi min ra tekoþînê di mafê wan navên, ku we û bav û bapîrên xwe hildane, dikin? Qe Yezdan bi xweber ji bo­na wan tu berateyên bi hêz jî ne hinartine. Îdî hûn hêvîya hatina (wan þapatan) bikin, bi rastî ezê jî bi we ra bibme ji wanê hêvîdar."
72- Îdî (gava ku þapat bi wan da hatîye) me jî (Hûd) û ewan nedîmên (bi Hûd ra hebûne ji wan aþîtan) bi dilovanîke ji me, fereste kirin, me dû va wanên, ku berateyên me didane derewdêrandinê birîye û þixwa ewan bawer ne dikiribûne.
73- Û (me) li bal (komalê) Semûd da, birayê wanê Salih (bi pêxemberî þandîye, Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn (hey) perestîya Yezdan (bi tenê) bikin, ji bona we ra ji pêþtirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Bi rastî ji Xudayê we li bal we da berateyên xûyayî hatine. Eva deva hanê deva Yezdan e, ji bona we ra beratek e, îdî hûn dest ji wê devê berdin, ji bo ku ewa deva di zemînê Yezdan da biçêre û hûn tu sikatîyê bi wê devê nekin, ji bo ku þapateke dilsoz bi we da neyê (we negire nava xwe da)."
74- Û hûn (gelê min!) Ewê gava ku (Yez­dan) hûn ji piþtî (komalê) Ad (di zemîn da xistibûne) þûnmayî û ewî hûn di zemîn da êwirandine, bîra xwe bînin. Hûn (ji bona êwra xweya zivistanê) di destê zemîn da koþkan (ava dikin) û (ji bona êwra xweya havînê jî) çîyan dikolin xanîyan çê dikin, îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin û hûn ji bona, ku di ze­mîn da tevdanî bikin li bal hev da nerevin.
75- Ewê desta ji komalê (Salih) e ku bi mezinayî xwe qure dikirin, ji bona wanê bê hêzên xweyên ku (bi Salîh bawer kirine aha) gotine: "Qey hûn dizanin, ku Salih ji Xudayê xwe (bi pêxemberî) hatîye þandinê?" (Ewan bê hêzan aha) gotine: "(Erê wusa ne!), Ewanê ku (bi wan berateyên bi Salih ra) hatine þandinê bawer di­kin hene! Bi rasti em ji wan in."
76- Ewanê quretî dikiribûne (ji bona bawergeran ra aha) gotine: "Bi rastî em bi wê tiþta, ku we bi wê bawer kirîye, bawer nakin."
77- Îdî Ewan serê deva mê jê kirin û ewan ji fermana Xudayê xwe derketin û (ewan ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Ka heke tu bi rastî ji pêxemberanî, îdî tu ewê (þapata) ku ji bona me ra hatina wê peyman dikî, ji me ra bîne."
78- (Ji vê xwastina wan) ewê hejê bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyê xwe da li ser çokan ketine mane.
79- Îdî (Salih) berê xwe ji wan fetiland (aha) gotîye: "Gelê min, bi sond! Min biryarên Xudayê xwe ragihandine we û min ji bona we ra þîret kirin û lê hûn ji þîretvanan hez na­kin."
80- Û me (Lût jî li bal koma wî da bi pêxemberî þandîye, Lût) di gavekî da ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye:" Gelê min! Hûn ça ewê tolîya, ku tu kesekî ji cîhanê ne kirîye, dikin?" .
81- Hûn bi rastî jinan dihêlin, li bal mêran da bi dilxwezî tûþ dibin. Bi rastî hûn komalekî destbela ne."
82- Û pisyara komalê (Lût) hey eva bûye; (ji hev ra aha) gotine: "Hûn (Lût û desta wî) ji gundê xwe derxin, loma bi rastî ewan kesan paqij in"
83- Îdî me jî (Lût) û malînê wî ji pêþtirê jina wî (ji þapatê) fereste kirin. Ewa (jinika) ji wanê para da mayî bûye.
84- Û me li ser wan da bariþteke wusa barand. Îdî tu mêze bike ka encama wanê nûsîtemkar ça bûye!
85- Û me li bal (komalê welatê bi nav) Medyenê ra jî birayê wanê Þu'eyb (bi pêxemberî þandîye. Þu'eyb ji wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji Yezdan (bi tenê ra) perestî bikin. Bi rastî ji bona we ra ji pêþtirê wî, tu yezdanê (babetê) perestîyê tune ne. Bi rastî berateyên xûyayî ji Xudayê we, bal we da hatîye, îdî hûn pîvan û kêþnê xwe (bi rastî) pêk bînin û hûn (di pîvandin û kêþan da) di tiþtê merivan da zîyana wan nekin û hûn ji piþtî aþtîya ku di zemîn da bi cîh hatîye, dîsa (komalê zemîn) bi tevdanî tev hev nekin. Heke hûn bi rastî merivên bawerger bin, evan (þîretan) ji bona we ra çêtir in."
86- Û hûn (gelê min!) ji bo ku hûn bi tirsdanan û peymanan bidne merivan, ewan ji rêya Yezdan xar bi­kin, ewanê bi Yezdan bawer kirine (rêya Yezdan ji wan ra bi xarî bidne nîþanê wan) li serê hemûþk rêyan rûnenên. Û hûn (gelê min!) ewî danê ku hûn hindik bûn (hêza we tune bû) îdî Yezdan hûn pir kirin (hûn hêzdar kirin) bîra xwa bînin. Û hûn (gelê min!) mêze bikin: ka encama wanê tevdanok ça bûye!
87- Heke (gelê min!) destekî ji we bi wan biryarên, ku ez bi wan (biryaran bi pêxemberî) hatime þandinê, bawer kiribin û destekî jî ji we bi wan bawer ne kiribin, îdî hûn binivin, heya ku Yezdan di nava me da berawanî bike. Þixwa (Yezdan) bi xweber jî qenctirê berewana ne.
88- Ewê desta mezinanê ji komalê (Þu'eyb) ku xwe qure dikirin (pisyara Þu'eyb aha dane û) gotine: "Þu'eyb! Bi rastî emê te û ewanê bi te ra bawer kirine, ji gundê xwe derxin, ya jî hûnê dîsa werne "ol" a me (dîn)." (Þu'eyb) gotîye: "Heke em ji "ol" a we bêzar bin jî (hûnê dîsa têkilê me bibin?)"
89- Bi sond! Heke ji piþtî ku Yezdan em ji "ol" a we fereste kiribin, dîsa em bifetiline "ol" a we, di wê gavê da em bi vir derewan davêjine Yezdan. Heke Yezdanê Xudayê me para zivirandina li bal "ol" a we da nevê, ji bona me ra para zivirandin qe çê nabe. (Zanîna) Xudayê me hemû tiþt hildaye nava xwe me hey xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu di nava me û di na­va komalê me da (di wî tiþta ku em têda tekoþînê bi hev ra dikin) rastîya wî derxe û tu bi xweber jî qenctirê ferestekaranî.
90- Û ewê desta mezinanê ji ko­malê (Þu'eyb) ku file bûne (aha) go­tine: "Bi sond (gelê me!) heke hûn bibne peyrewê Þu'eyb, hûn di wê gavê da zîyan dikin."
91- Îdî ji piþtî (van þîretan) ewa þapata lerzandinê bi wan girt, ewanan bi qerefîzikî li ser çokan di xanîyê xwe da mane.
92- Ewanê ku Þu'eyb dabûne derewdêrandinê hebûn! Te digo qey ewan (di xanîyên) xwe da þahî û geþî ne dîtine. Ewanê ku Þu'eyb da­bûne derewdêrandinê hebûne! Ewan bi xweber zîyan kirine.
93- Îdî (Þu'eyb) piþta xwe daye wana (aha) gotîye: "Gelê min! Bi sond; min ewan biryarên ku Xudayê min þandibûn, ragihandîye we (ji bona we ra gotîye) û min ji bona we ra þîret kiribûn, îdî (ji piþtî van kirinan) gelo ezê ça li ser komalekî file kovanê bikim?"
94- Û me çiqa pêxemberek þandibe (welatekî) hey me (ewa welat û komalê wî) bi tirs û xelayanên (ku me bi wan da anîye) girtîye, ji bo dibe ku ewan (komalan) lava bikin (ji wan kirinên xwe poþman bibin).
95- Paþê me (temtêla wan) guhurand; me di þûna sikatîyan qencî dane wan, heya ewan (ji wan tengayan) fe­reste bûne û (aha) gotine: "Bi sond! Bi bav û bapîrên me da jî tengasî û firetî (mirûz û þayî) hatibûye (ewan jî evan royên hanênan dîtine)." Îdî (ewan bi van dilxwazîyan ma­ne, hemû tiþt bîrva kirine) haja wan qe ji wan ne maye, me ewan niþkê va (bi þapatan) girtin.
96- Û heke (komalê wan welatan) bawer kiribûnan û (xuda)parizî kiribûnan, meyê jî bi rastî li ser wan da (deêe) pir kirina ji ezman û zemîn vekira û lê ewan (di þûna bawerîyê da) derewdêrandin ji xwe ra girtin, îdî me jî bi sedema keda ku ewan kiribûn, ewanan bi (þapatan) girtin.
97- Îdî qey (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku þapata me di þev da ewan raketibin bi wan da neyê?
98- Ya jî (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku ewan di danê taþtê da bi xweber bileyîzin (haja wan bi wan ne mîne) þapata me bi wan da neyê?

berxwedan is offline  
Eski 03-04-2007, 12:23 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb


99- Îdî qey (ewan komalê wan welatan) ji xaxê Yezdan ewle bûne (ku îdî nakebine defika Yezdan)? Ji pêþtirê wan komalê ku zîyana xwe kirine, qe tu kes ji xaxê Yezdan ewle nabe!
100- Qey hêj (ewan þapatên ku bi serê wanê borî da hatibûne) ji bona vanê; ji piþtî komalên (zemînê ku hatibûne þapatdanê) bûne ûrta zemîn (bûyera borî ji wan ra nebûye rêber)? (Hêj ewan nizanin) heke em bivên (ewan þapat bikin) em diþên, ku ewan bi gonehê wan (þapat bikin) û em dikarin li ser dilê wan duruf daynin, îdî ewan bi xweber ji qe ne bihên!
101- Ewan welatên ku em hinekî ji bûyere wan ji te ra dibêjin hene! Evanan ew in. Bi sond! Pêxemberên wan bi berateyên xwûyayî va hatibûne bal wan, lê ji ber ku ewan (pêxember ne xwe) hêj di berê da dabûne derewdêrandinê, îdî ewan nikarbûne bi wan derewdêrandinê xwe bawer bikin. Bi vî awayî Yezdan li ser dilê filan duruf dike.
102- Û em ji bona pirên (wan komên borî ra) rastê tu peyman girtekî ne hatin, lê em rastê (wan koman) hatin, ku pirê wan ji rêya rast derketibûne.
103- Me paþê li pey wan da Mûsa bi berateyên xwe va, li bal Fir'ewn û koma wî da (bi pêxemberî) þandîye, îdî (Fir'ewn û rûsipîyên wî) bi berateyên me cewr kirine, îdî tu mêze bike ka encama wanê tevdanokger û (re derketokan) ça bûye?
104- Û Mûsa (aha) gotîye: "Fir'ewn! Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê bi pêxemberî (li bal we da) hatime þandinê."
105- Babetê ku ez ji pêþtirê maf û rastîyê qe tu tiþtî li ser navê Yezdan nebêjim. Bi sond! Ez bi berateyên xwûyayî va ji Xudayê we (li bal we da bi pêxemberî) hatime, îdî tu zarên cihûyan bi min ra biþîne (welatê me, dest ji me berde).
106- (Fir'ewn pisyara Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Heke tu bi beratekî va (li bal me da) hatîyî û tu bi rastî (dibejî), ka îdî ewê (beratê) bîne (tu ji bona çi nivyaîyî)?"
107- Îdî (ji piþtî van gotinên Fir'ewn, Mûsa) gopalê xwe ji destê xwe berdaye, îdî wê gavê da (gopal) bûye zîhakî xwûyayî (maye).
108- Û (Mûsa) destê xwe (ji paxila xwe) derxistîye, di wê gavê da (destê Mûsa) ji bona mêzevanan, ji sipîtayîyê (diçirûsî).
109- (Ewê desta) rûsipîyên ji komalê (Fir'ewn aha) gotine: "Bi rastî eva (Mûsayê hanê) ançkerekî pir zana ye."
110- Ewa divê ku we ji welatê we derxe. Hûn îdî di hemberê wî da çi fer­man dikin?
111- (Civata Fir'ewn bi pisyarî aha) gotine: "Tu Mûsa û bi birayê wî va bi hêvîdarî bide hewdanê û tu di welat da civînkaran biþîne."
112- Bira ewan (civînkaran) hemûþk ançkarên pirzan ji bona te ra bînin.
113- Gava ançkar hatine bal Fi­r'ewn (aha ji Fir'ewn pirsîne û) gotine: "Heke bi rastî em (di hemberê Mûsa da) ser va hatin; bi rastî ji bona me ra xelat hene: (wusa nîne)?
114- (Fir'ewn ji wan ra bi pisyarî aha gotîye: "Erê! (Ji bona we ra xelat hene) û hûn bi xweber jî (di wê gavê da dibine) ji wanê nêzikê (min)."
115- Ewan (ançkaran ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Îdî (di cara yekem da) tuyê (beratan) bavêjî, ya jî (di cara ye­kem da) em bi xweber in (pêþeyên xwe) davêjin?"
116- Mûsa (bi pisyarî ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn (pêþeyên) xwe bavêjin." Îdî (ji piþtî) ku ewan pêþeyên xwe avêtine, ewan çavê kesan jî dane ançkirinê, ewan meriv dane tirsandinê û ewan ançên mezin anîne.
117- Û me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu jî gopalê xwe bavêje." Îdî (ji piþtî gava Mûsa ku gopalê xwe avêtîye) go­palê (Mûsa) ewa (pêþeyên ançkaran) digirt, (ya jî ewan mêze kirin, ku gopalê Mêsa ewan tiþtên ewan aloze kiribûne, li ser wan da xwe bi lez davêje, ewan ançên) wan kirî, heman wunda dibin).
118- Îdî rastî derket (xûya bû) û ewan (ançên ku ewan aloze kiribûne pûç bûne.
119- Îdî ewan di wura da ser berjêr bûne (bi vî awayî) ewan piçûk ketine.
120- Û ewan xwe bi kundetî berdane xwarê.
121- Û (ewan ançkaran aha) gotine: "Xudayê rastî me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye."
122- Ewa Xudayê Mûsa û Harûn e.
123- Fir'ewn (di pisyara swan da aha) gotîye: "Hê di berya ku min ji bona we ra destûra (bawerîyê)ne dabû, we bi wî bawer kirîye! Bi rastî eva endezeke, ji bo ku hûn merivên welat ji welat derxin, we di bajar da kirîye. Îdî hûnê ji virha bizanin (ka bi serê we da ê çi were).
124- Bi rastî ezê dest û pê we (çilo çep) bi rast û çep jê bikim û peþê ezê we li serê çiqilan da darda bikim.
125- Ewan (di pisyara Fir'ewn da aha) gotine: "Bi rastî þixwa emê li bal Xudayê xwe da bizivirin."
126- Û tu bi xweber jî, ji bo ku gava biryarên Xudayê me hatine bal me, em bi wan bawer dikin, ji me tûl hildî. Xudayê me! Tu li ser me da di hemberê van (aþîtan da) hewdanî vala bike û tu me bi misilmanî bimirîne.
127- Û desta rûsipîyên ji komalê, Fir'ewn (ji bona wî ra aha) gotine: "Qey tu dest ji Mûsa û ji komalê wî berdidê; ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî derxn û dest ji te û ji Xu­dayê te berdin?" (Fir'ewn bi pisyarî aha) gotîye: "Emê bi rastî (wekî berya naha da dîsa) zarên wanê kurîn bikujin û emê jinên wan bi zindetî para da bihêlin (ji bona ku em ji wan jinan zarên diliqyê xebatkar hildin) û em bi xweber jî (li ser wan da) herçiqokerên bi hêz in."
128- Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn (gelo min! Ji bona hildana van aþîtan) ji Yezdan arîkarî bixwazin û hûn (di hemberê cefa wan da) hew bikin. Bi rastî zemîn ji bona Yezdan ra ne, Yezdan ji bendeyên xwe ji kê ra bivê; ewî dixe mîratxurê zemîn. Û encam bi xweber jî ji bona yezdanpariza ne.
129- (Komalê Mûsa bi pisyarî ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Ewan (Fir'ewnîyan) hêj berya tu li bal me da ne hatibûyî, cefa didane me û ji piþtî ku tu hatîyî jî dîsa cefa didine me." (Mûsa ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Goman heye ku Xudayê we, neyarê we teþqele bike û (Xudayê we) we bixe þûnma, di zemîn da, îdî Xudayê we li we me­ze bike, ka hûn ça xebatê dikin?"
130- Û bi sond! Ji bona ku Fir'ewn û hevalên wî evan qencîyên me bîra xwe bînin (ji wan kirinên xwe para da bizivirin) me bi salan ewan birçî kirin û me bi kemasîya rêça genim û berên daran ewan di xelayîyan da girtin.
131- Îdî di gava ku ji wan ra qencîyek hatibe; ewan (aha) gotine: "Evan (qencîyan di rûyê me da) ji bona me ra hatine." Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan (aha) gotine: "Evan ji nutûfa Mûsa û hevrîyên bi wî ra ne (loma bi me da hatîye)." Hûn hiþyar bin! Bi rastî nu­tûfa wan li bal Yezdan e, lê pirê wan bi vê (nutûfê) nizanin.
132- Û (ewan ji bona Mûsa ra aha jî) gotîne: "(Mûsa!) Ji bona ku tu me ançk bikî, tu çiqas û kîngê ji bona me ra beratan bînî, hey îdî em bi te bawer nakin."
133- Îdî (ji piþtî van þîretan ewan bi Mûsa bawer ne kirin) me jî li ser wan da berateyên cure û cureyên daveker: lê miþt û kûlî û sipî û beq û awxûn þandine. (Ji piþtî hatina van bera­tan jî dîsa) ewan pozbilindî kirin (bi Mûsa bawer ne kirine) û bi rastî ewan komalekî gonehkar bûne.
134- Îdî di gava ku þapat bi ser wan da hat, ewan (ji Mûsa aha lava kirine) û gotine: "Mûsa! Tu ji bona me ra ji Xudayê xwe bi qedrê wan peymanên, ku ewî daye te lava bike, heke tu (evan) þapatan li ser me rakî bi rastî emê bi te bawer bikin û emê zarên cihûyan bi te ra (bi azadî) biþînin (welatê we).
135- Îdî gava ku me li ser wan þapat, heya wî danê ku ewanê bi xweber bigîhêjin þapatê, rakirîye, ewanan heman ji peymana xwe para çûne.
136- Îdî (ji piþtî ku ewan ji peyman xwe para çûne) me jî ji wan tûl hildaye. Ji bo ku bi rastî ewan biryarên me dabûne derewdêrandinê û ewan ji berateyên me bê agah bûn, me ewan di ro da fetisandin.
137- Û me ewa komalê (ku komalê Fir'ewn) ewan bê hêz kiribûne (ji xwa ra dane xebatê) di rojhilat û rojava wî zemînê ku me dora wî bi pîrozî xemilandîye û (xwarin u vexwarinê wî pir kirîye) xistine mîratxur û bi sedema hewa zarên cihûyan (di hemberê teþqeleyên Fir'ewnîyan da) peyva (peymana) Xudayê te bi qencî li ser zarên cihûyan pêk hatîye. Û me çi tiþta Fir'ewn û ko­malê wî (ji koþk û avayên bilind ava kirine) hemûþk jî dêriz kirîye.
138- Û me zarên cihûyan ji deryayê borandin. Ewan (zarên cihûyanê heya hatine çûne bal wî komalê, ku ji bona wan ra hinek pût hebûne, ewî komalî li ser perestîya ji bona wan pûtan ra hew dikiribûne. (Komalê Mûsa ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! (Ka binhêre, gelo çi dibe) ku tu jî ji bona me ra hinek yezdanan bigrî, ça ji bona wan ra yezdanên (Lap) hene." Mûsa (di pisyara komalê xwe da aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî wusa nin, bi xweber xwe davêjine nezanîyê."
139- Evan tiþtên ku ewa komala ji wan ra (perestî dikin) hene! (Bi "ol" a xwe va) dêriz bûne û tiþta ku ewan, dikin ewa bi xweber jî pûç e.
140- (Mûsa ji wan ra aha jî) gotîye: "Ka, ezê bi çi awayî ji pêþtirê wî Yezdanê, ku ewî hûn li ser hemû cîhanê paydar kirine, ji bona we ra yezdanekî mayî bivêm?"
141- Û (gelî zarên cihûyan! Hûn ewan) gavê ku me hûn ji ko­malê Fir'ewnê, ewanan hûn bi sikê þapatan, þapat dikirin, fereste kirîye, bîra xwe bînin. Ewan (komalan) zarên weyên kurîn dikuþtin û jinên we para da bi zindî dhîþtin. (Hûn dizanin, ka evan kirinan çiqa zor in?) Û di vî da jî ji bona we ra ji Xudayê we aþîteke mezin hebûye.
142- Û me (ji bona perestîya xwe) ji Mûsa ra sî þev peyman daye û (ji bona pêkanîna biryaran) me deh þevê dinê jî, peyweste kirîye. Îdî rawen da Xudayê te ji bona Mûsa ra çil þev pêk hatîye. (Ji piþtî ku wê Mûsayê biçûya bal Xudayê xwe, Mûsa) ji bona birayê xweyê Harûn ra(aha) gotîye: "Tu! Li pey min da di þûna min da di nava komalê min da bibe þûnmayî min û tu (di nava wan da) aþtîkarî bi cîh bîne û tu nebe peyrewê wanê tevdanok in.
143- Îdî di gava ku Mûsa (di wî danê radewanî da) hatiye bal me û Xudayê wî bi wî ra mijûl bûye. Mûsa (aha) gotîye: "Xudayê min! Xwe bide nîþanê min; ji bo ku ez li bal te da mêze bikim." Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu min nabînî; lê tu li bal çîyê da mêze bike, heke çîya di þûna xwe da hewya, îdî dibe ku tu min bibînî. Ji piþtî ku Xudayê wî xwe daye nîþanê çîya, îdî çîya wusa belav bu (te digot qey) hirya jenîye, maye û Mûsa bi xweber jî bi xwe va çûye. Îdî gava ewa bi xwe va hatîye ewî (aha) gotîye: "Bi rastî (Xuda)! Ez te ji hemû kemayan paqij dikim, ez (ji wan gotine xwe) li bal te da poþman bûme û ewanê ku di cara yekem da bi te bawer kirine hene! Ez ji wan im."
144- (Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Bi rastî min bi pêxemberêya xwe (ku min ji bona te ra Tewrat daye) û bi axiftina xwe ye bi te ra, tu li ser kesan hêlbijartîyî. Îdî tu (ewan biryarên) ku min daye te hilde û tu bibe ji wanê sipaskar."
145- Û me ji bona (Mûsa ra) di rûperê (Tewratê da) hemû tiþt bi þîretî û vekirina hemûþk (biryaran) nivîsîye (me ji bona wî ra aha) gotîye: "(Mûsa! Tu ewan biryar û þîretan) bi hêz bigire û (tu) fermana komalê xwe jî bike; ji bo ku ewan qencê wan birya­ran bigirin (wekî wan fermanan perestî bikin. Bi ras­tî ezê di nêzîk da xanî (û welatê) wanê ji rê derketî bidime nîþanê we (ka min ça welatê wan dêriz kiriye),"
146- Di nêzîk da ezê ewanê ku di zemîn da bê mafî quretî dikirin (zanîna) biryarên xwe ji wan bifetilînim. Û heke ewan hemûþk beratan jî bibînin, dîsa ewan bi wan beratan bawer nakin. Heke ewan rêya rast bibînin jî, dîsa ewan ewê rêya rast ji xwe ra bi rêtî nagirin. Heke ewan rêya (pelîd) bibînin, heman ewan ewê rêya (pelîd) ji xwe ra bi rêtî digirin. Bi sedema ku ewan, evan berateyên me ne (ji wan ra hatibûn) dabûne derewdêrandinê û ewan bi xweber jî (ji wan beratan) bê agah bûne evan aha ji rê derketine.
147- Ewanê ku berateyên me û rasthatina di danê para da dane derewdêrandinê hene! Kirinê wan þewitîye. Ewanan hey bi keda kirinê têne aþîtkirinê.
148- Û komalê Mûsa ji piþtî (gava Mûsa çûye ji bona wî danê radewanîya Xudayê xwe ) ji xiþrê xwe tokela golikekî (bi xudatî ji xwe ra girtine) ji bona tokela wê (golikê ra) dengek hebûye. Qey ewan nabînin, ku ewa (golika) bi wan ra naaxive û ji wan ra qe tu rêkî jî nade nîþandanê? Ewanan, ewa (golika ji xwe ra) bi xudatî girtine, ewanan cewr kirine.
149- Û di gava (ji poþmanîya wan, ewan armancê wan peliþî) kete destê wan û ewan dîtin, ku bi rastî ewan rêya rast wunda kirine. Ewanan (aha) gotine: "Bi sond! Heke Xudayê me li me dilovanî neke û nûsîtemên me ji bona me ra nebaxiþîne, bi rastî emê bibne ji wanê zîyan kirine."
150- Û di gava ku Mûsa (ji wî radewana xweya bi Xuda ra) fetilya hatîye bal komalê xwe, bi hêrs û kovanî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "We ji piþtî min çiqa þûnmayeke sik kirîye! We lez kir; (hêvîya) ku ez bi fermanê Xu­dayê we va (li bal we da bizivirim) neman. Û Mûsa (rûperên Tewratê) avêt bi serê (birayê xweyê Harûn) girtîye li bal xwe da (bi hincirandin) kiþandîye. (Birayê wî; Harûn ji bona wî ra bi pisyarî aha) gotîye: "Kurê dîya min! Bi rastî komal ez bê hêz kirim û nêzîk bûn ku min bikujin, îdî tu neyaran bi min nede kenandinê û tu min ji vî komalê cewrkar nehijmire."
151- (Mûsa ji Xuda aha lava kirîye û) Gotîye: "Xudayê min! Tu min û birayê min bibaxiþîne û tu me herdukan bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî her tu î dilovanê dilovînan."
152- Bi rastî ewanê ku golik (ji xwe ra bi xudatî) girtine hene! Wê di nêzîk da ji Xudayê wan, bi wan da xeþmekî were û wê riswabûneke di jîna cîhanê da bi wan bigi­re. Bi vî awayî em virekan celat dikin.
153- Û ewanê ku karê sikatî kirine, paþê ji piþtî (sikatîyê) poþman bibin û bawer bikin hene! Bi rastî Xudayê te ji piþtî van (kirin û poþmanîyan, ji bona wan ra) baxiþkarê dilovîn e.
154- Û di gava hêrsa Mûsa danîye, îdî Mûsa (rûperên Tewratê) hildaye di nivisandina (rûperan da eva) hebûye; (evan rûperan) ji bona wanê ku ewan hey ji bona Xudayê xwe (xwe ji kirina gonehan) diparisînin, rênîþan û dilovînek e.
155- Û Mûsa ji komalê xwe (ji bona wî danê radewanî, ku Xuda ji bona baxiþandina gonehê wan peyman dabûye) heftê mêr, hêlbijartîbûye. (Îdî gava ewan hatibûne, ewan ji mijûlya Mûsa û Xuda hêj pirtir aha gotine: "Heya em Yezdan berçavî nebînin, em bawer nakin.") Ji piþtê vê hejeke bi tirse wusa ewan girti­ne (ewan ji tirsa ji xwe va çûne. Mûsa aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Heke te biva, teyê hêj di berya naha da ewan bi tevê min va teþqele bikirinan; qey tuyê me bi wan kirinê evsenên ji me teþqele bikî? Eva (teþqela hanê) hey ceribandina te ye. Tu bi wê ceribandina xwe ji ber hinekan rêya xwe wunda dikî û tu evînê xwe jî bi wê ceribandinê tînî rêya rast. Serkarê me hey tu î, îdî tu (evan sikatîyên me) ji bona me ra bibaxiþîne û tu li me dilovanî bike û tu bi xweber jî qenctirê baxiþkaranî.
156- Û tu di vê cîhanê da ji bona me ra qencîyan binivîse û di danê parada jî (qencîyan binivîse) bi rastî em (di rêya rast da) li bal te da hatine." (Xuda di pisyara Mûsa da aha) gotîye: "Ez kîjanî bivêm, ewî rastê þapata xwe tînim û dilovanîya min bi xweber jî hemû tiþt hildaye nava xwe da. Ez ji bona wanê ku xudaparizî dikin û baca (malê xwe) didin û ewanê ku (bi van salixan) bi berateyên me bawer dikin, îdî (dilovanî­ya xwe) dinivîsim.
157- (Ewanê ku ezê dilovanîya xwe ji bo­na wan ra binivîsim hene!) Ewan di Tewrat û Încîla li bal xwe da rastê (salaxê) wî pêxemberê (ku di cara yekem da ji wî komalê hatîye þandinê) hatine ku nivîsandîye awil bûne peyrewê wî pêxemberî. Loma ewa (pêxembera fermana wan bi qencîyan û parisandina wan ji sikatîyan dike û ji bona wan ra tiþtên paqij durist di­ke û tiþtên qirêj jî li ser wan ne durist dike û barê wanê giran li ser wan radike û ewan bend û zincîrên ku ewan pê hatibûne girêdanê jî (yanî ewan xwarin û vexwrinên, ku ewan cihûyan bi xweber li ser xwe qedexe kiribûne; ewa ewan qedexan li ser wan radike). Îdî ewanê ku bi wî (pêxemberî) bawer kirine û ewanê ewa ji xwe ra mezin girtine û arîkarya wî kirine û bûne peyrewê wê ruhnaya ku bi wî (pêxemberî ra) hatîye hinartinê hene! Evan bi xweber in, hey fereste bûne.
158- Tu (Muhemmed! Ji bona wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî ez ji wî Yezdanê, ku maldarya ezman û zemîn hey ji bona wî ra ne, li bal we hemûþka da jî bi pêxemberî hatime þandinê. Ji pêþtirê wî tu yezdanên mayîyê (babetê perestîyê) tune ne. Hey ewa dijît û dimirîne. Îdî hûn bi Yezdan û bi wî pêxemberê wîyî yekemî bawer bikin, ewa (pêxemra bi xweber jî) bi Yezdan û bi peyvên (Yezdan) bawer dike û hûn (gelî kesan!) bibne peyrewê wî (pêxemberî) dibe ku hûn werin rêya rast."
159- Û ji komalê Mûsa desteke wusa hebûne; (meriv) li bal rastîyê da dibirin û bi rastîyê jî dadvanî dikirine.
160- Me ewan (nevîyên Yaqûb, ku ji danz deh kurê wî) hebûne; her yekê xistîye lêzim û komake nevî. Îdî di gava komalê (Mûsa) ji Mûsa av xwestine; me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) tu gopalê xwe li kevir bixe." Îdî (ji piþtî ku Mûsa gopalê xwe li kevir xistîye) ji ke­vir danz deh kanî zaye. Bi sond! Her komekî cîyê av vexwarina xwe zanîbûye. Û me li ser wan (di kêþa bi nav Tîyehê da) bi ewran sîwan kiriye û me (ji bona xwarina wan) li ser wan da gezo û (goþtê) qarûtkê hinartîye. (Me ji wan ra aha got: "Îdî) hûn ji wan rojîyên tîtalên ku me daye we bixun." Lê ewan (ji wan cewrên xwe) li me tu cewr ne kirine, ewanan bi xweber li xwe cewr dikirin.
161- Di gava ku ji wan ra (aha) hatibûye gotinê: "Hûn di vî bajarî da bê êwir in û hûn ça hez dikin, wusa ji xwarinê wî bajarî bixun û hûn (aha ji Xuda lava bikin û) bêjin: "(Xuda! Tu) me bibaxiþîne (gonehên me ji me dayne) û hûn di derê bajar da bi kundetî bikebine (hundurê) bajar; emê ji bona we ra gonehên we bibaxiþînin. Û emê ji bona qencîkaran ra hêj qencîyan pir bikin."
162- (Ji piþtî van fermanan) îdî ewanê cewrkarên ji wan (ewa gotina me ji wan ra) gotibû; bi wan gotinê qe ji wan ra ne hatibûye gotinê, guhurandine, me jî (ji piþtî guhurandina wan) ji ezmanan li ser wan da, bi sedema ewê cewra ku ewan dikiribûne þapatek þandîye.
163- Û tu (Muhemmed! Ji wan cihûyên cewrkar) pirsa (temtêla) wan gundîyên, wî gundê ku derê deryayê dabûne, bike. Ewan gundîyan di roya þemîyê da dest ji biryaran berdidan (nêçîra masîyan dikirin). Di roya wê þemîya, ku ewan (ewa þemîya ji bona perestîya Yezdan hêlbijartine) masîyê wan (ji deryayê) li bal wan da diherîkin dihatin û di roya wê þemîya, ku ewan (di wê þemîyê da perestî ne dikirin; lê ewan ewa þemêya ji bona nêçîra masîyan hilbijartine) masîyên wan (ji der­yayê) li bal wan da ne dihatin. Me bi vî awayî bi se­dema ku ewan ji rêya (rast) derdiketin, diceribandin.
164- Û di gava destekî ji wan ra (aha) gotibûne: "Hûn ji bona çi li ewî komalê ku Yezdanê ya ewan teþqele bike, ya jî ewan bi þapateke zor, þapat bike, þîretan dikin?" (Ewan þîretvanan di pisyara wan da aha) gotine: "Evan þîretên me, dibe ku li bal Xudayê we ji bona me ra (gava ji wan bê pirsînê; ka we ji bona çi ewan qedexeyên roya þemîyê di nava xwe da rakirine, dîsa we nêçîra masîyan kirîye? Ewan pisyara xwe aha bidin: "Ka tu kesekî ji bona me ra ne gotibû, nêçîrê nekin." Bibe tatî û dibe ku ewan xwe ji wan kirinan biparisînin (bi gotina Xuda bikin.)
165- Îdî (ji piþtî þîretan) gava ewan ew þîretên li wan hatibûye kirinê bîrva kirine, me jî ewanê ku xwe ji sikatîyan diparisandin fereste kirine û me ewanê ku cewr kiribûne jî bisedema ji rêya (rast) derdiketibûne, bi þapate­ke zor girtine.
166- Îdî (ji piþtî wan þîretan) ga­va ewan (ji þîretvanan) hêrs bûne ewan (dîsa ji rêya rast derketine nêçîra ma­sîyan di roya þemîyê da, kirine) me jî ji bona wan ra (aha) gotiye: "Hûn (gelî cewrkaran! Ji diliq û qencîyên merivatîyê derkebin bikebine diliqê) meymûnê pêkenî."
167- Di wê qavê da Xudayê te li wan (aha) qîr kirîye û (ji wan ra gotîye): "Xudayê te li ser wan da merivên wusa biþîne, ku ewan merivan van (cewrkaran) heya roya rabûna hemû da bi sikê þapatan, þapat bikin. Bi rastî Xudayê te bi lez celatvan e! Û Xudayê te bi rastî baxiþkarê dilovîn e.
168- Û me ewan (cihûyan) di ze­mîn da xistine çend komên wusa: Ji wan aþtîkar hebûn û ji wan xêncî aþtîkaran jî hebûne û ji bo ku ewan li bal (rêya rast da) bizivirin me ewan bi qencî û xirabîyan ceribandin.
169- Îdî li pey wan da þûnmanên wusa (kotî) mane, ewan bûne mîratxurên pirtûka (Tewratê) ewan (aha) digotin: "Þixwa (ça dibe bira bibe) emê hey bêne baxiþandinê." (Ji ber vî qasî) ewan (biryarên pirtûkê) di hemberê hinekî ji malê ve cîhana hanê riswa da, diguhurandin û heke wekî wî malî jî ji bona wan ra mal bê dayînê, ewanê ewî malî jî bigirin. Gelo qey ji wan, peyman li ser pirtûkê ne hatibû sitandinê, ku ewan ji pêþtirê rastîyê li ser navê Yezdan qe tu tiþtî nebêjin? Û çi tiþta di pirtûkû da heye, ewî (ji merivan ra bi þîretî) bêjin? Bi rasrî ji bona wanê xu­daparisî dikin, þûnwarê para da çêtir e. Îdî qey hûn bi hiþî naponijin?
170- (Xudaparis) ew in ku xwe (bi fermanê) pirtûkê digirin û nimêja xwe (ça hatine fermankirinê) wusa dikin. Bi rastî em kirya wanê aþtîkar wunda nakin.
171- Û di gava me çîya ya (bi nav) Tûr bi ser wan da wekî sîwanekî rakiribû, ewan goman dikirin ku ewa çîya bi ser wan da bikebe (wusa bêzar mane. Me ji wan ra di wê gavê da aha gotîye): "Hûn (gelî kesan!) bi hîz bi wan (biryarên pirtûka) me daye we bigirin û hûn ewan biryaran bîra xwe bînin. Ji bo ku hûn bibne ji wanê xudaparis."
172- Û di gavekî da Xudayê te ji ûrta Adem, dûmda wan girtîye û (Xudayê te ewan) bi xweber, li ser wan bi xweber xistîye nihrevan (þahid. Di wê gavê da Xudayê te ji wan aha pirsîye): "Ma qey ez Xudayê we nînim?" Ewana jî (di pisyara Xudayê te da aha) gotibûne: "Erê! Em þahidîyê didin (ku tu Xudayê meyî)." Ji bo ku hûn di roya rabûna hemû da nebêjin: "Haja me bi vê peymanê tu ne bûye," me eva peymana ji we girtîye.
173- Ya jî ji bo ku hûn (aha jî) nebêjin: "(Em ça bikin!) hêj di berya naha da, bav û kalê me (ji bona Yezdan ra) hevrî çê kiribûn û em bi xweber jî li pey wan (bav û kalan da) ûrteke bê wecbûn (loma me jî hev­rî çê kirin). Qey tuyê îdî me bikirinê wanê (ku rastîyê) pûç dikin, teþqele bikî?"
174- Ji bo ku ewan bifetilîne bal (rêya rast da) em beratan bi vekirî (rêz dikin).
175- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra bûyera) wî merivê (ku ji zarên cihûya bûye) bixûne; di cara ye­kem da me ji bona wî ra (zanîna) berateyên xwe dabû. Paþê ewa ji (zanîna) wan beratan rût bûye (ewan bîrva kirine). Îdî pelîdên ji (cihûyan) ketine pey wî, ewa bi vî awayî bûye ji wanê devbixûn.
176- Heke me biva meyê ewa bi van beratan paydar bikira (nav û nîþanê wîyê bilind bibûya) û lê (me ewa ne­va, nav û dengê wî) di zemîn da (bi rezîlî) hey maye û ew bi xweber jî bûye peyrewê xweþîya xwe. Îdî temtêla wî wekî temtêla sa ne (kûçik). Heke tu êriþê jî beherî ser, ya jî pa­ra da ji wî birevî; ewa hey zimanê xwe derdixe li navê dixe. Temtêla wan komalê ku berateyên me derew didirîn jî aha ne. Îdî (Muhemmed!) tu evê çîrokê ji bona (wan ra bêje) dibe ku ewan (bi vê bûyerê) ramanî bikin.
177- Temtêla wî komalê ku bi berateyên me derewan dikin çiqa sike! Ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne.
178- Ewê ku Yezdan, ewa anîbe (rêya rast) þixwa ewa (di rêya rast dane) û (Yezdan) kîjanî ji (rêya rast) derxe, ewanê zîyan kirine, bi rastî îdî evan bi xweber in.
179- Bi sond! Me ji bona dojê ra ji meçêtir û kesan (weki çandina) pir (afirandine). Ji bona van (dojeyan ra) dilê wan heye, lê ewan bi wî dilî pisporêya (tu tiþtî) nakin, ji bona wan ra çav hene, ewan bi wî çavî (tiþtan) nabînin û ji bona wan ra goh hene, ewan bi wan gohan (tu tiþtî) nabihên. Evanan wekî tariþan in, ji tariþan pirtir jî hêj (rêya xwe) wunda kirine. Ewanê ku haja wan ji wan tune ye; evan bi xweber in.
180- Çiqa navên rind hene! Ewan ji bona Yezdan ra nin, îdî hûn bi qencê navan gazî wî bikin û hûn dest ji wanê, ku ewan (bi we ra) di navê wî da tekoþînê dikin berdin. Ewananê di nêzîk da bi wan kirinê xwe bêne celatkirinê.
181- Û ji wan kesên ku me afirandine (destek) heye, ewan bi ma­lî têne (rêya rast) û ewan hey bi mafî jî dadî dikin.
182- Ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Emê ewan di cîyekî wusa da hêdî hêdî þapat bikin, ku qe ewan pê nizan bin.
183- Û ez ji bona wan ra nemaze (xusûsî) dan didim. Bi rastî xaxê min pir zexm e.
184- Ma qey ewan qe raman nakin, ku tu tepaketin bi hevalê wanê (Muhemmed ra) tune ye? Ewa hevalê wan hey hiþyardarê (ji þapatan) bi xûyayî ye.
185- Qey ewan (bi ramanî) di maldarya ezman û zemîn da û di çi tiþtên ku Yezdan afirandine û dibe ku danê can sitandina wan nêzîk be, naponijin? Ewanê ji piþtî vê (Qur'anê) gelo we îdî bi kîjan axiftinê bawer bikin?
186- Îdî Yezdan kîjanî (ji rêya rast) derxe, ji bona wî ra tu beled tune ye û (Yez­dan) ewanan di quretî (û devxûnîya wan da) kor dihêle.
187- Ewanan ji te (Muhemmed!) pirs dikin; ka gavê danê þandina rabûna hemûtî (Qîyametê) kînge ye? Tu (di pisyara wan da aha) bêje: "Bi ras­tî zanîna wî danî hey li bal Xudayê min e. Ji pêþtirê wî tu kes gava wî danî nade qûyandinê (hey ewa di gava wî da derdixe). Ewa dana wusa girane ku ezman û zemîn jî nikarin hildin. Wê niþkê va bi we da were. Ewan pirsa wî danî ji te dikin, tu dibe qey te (hêj berê da) ewa dana pirsîyaye pê zanîye. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Yezdan e, lê pirên kesan (bi vî rastîyê) nizanin."
188- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêþtirê tiþta Yezdan va ye; ez ji bona xwe ra jî tu kar û zîyanê nikarim bikim. Heke hûn bi tiþtên ne xûyayî bizanîya, minê bi rastî qencê pir bikirinan! Û ji min qe tu sikatî jî nedihat (ça bi serê min da jî ne dihat). Ez bi xweber jî ji bona komalê bawer dikin, tirsdanê (bi celat) û mizgînvanê (bi xelata) nim."
189- Evê ku hûn ji yek niþake bi tenê afirandine heye! Ewa Yezdan e, ji bo ku hogirya xwe bidne hev ewî ji wê niþa zoya wê jî afirandîye. Îdî gava (zoya nêr li bal zoya mê da bi jinanî çûya) zoya mê bi barekî sivik avis bûye. Ji piþtî (vê bûyerê, li ser avisbûnê da dan û dem) borîne, avisbûna we giran bûye; Her du zoyan bi hev ra ji Yezdan (aha) lava kirine: "Xudayê me! Heke tu ji bona me ra zarekî aþtîkar bidî, bi sond! Emê bibne ji vanê sipazkar."
190- Îdî gava ku ewî ji bona wan ra (zareke) aþtîkarê bê kemasî daye; ewan herdukan di afirandina (zarokê da) hevrî ji bona wî ra girtine. Yezdan bi xweber jî ji wan hevrîyên ewan girtine bê gur e.
191- Ewanan ça ewan tiþtên ku hatine afirandinê; qe tu tiþt jî ne afirandine ji bona wî ra dixne hevrî?
192- Ewan hevrîyan bi xweber jî ne ji bona (wan perestvananên xwe ra) û ne jî ji bona xwe ra bi xwe­ber nikarin tu arîkarî bikin.
193- Heke hûn ewan (havrîçêkeran) gazî li bal rêya rast bikin ewan dîsa nabin peyrewê we. Hûn çi gazî wan bikin û hûn çi xwe ker bikin (qe gazî wan nekin) li bal wan yek e.
194- Bi rastî ewan (perestvanên) ku hûn ji pêþtirê Yezdan (bi perestî) gazî wan dikin hene! Ewan jî hinek bendeyên wekî we ne; (me ewan afirandine). Heke hûn di doza (xudatîya wan da rast in): ka îdî hûn (bi perestî) gazî wan bikin, bi ra ewan jî pisyara we bidin.
195- Qey ji bona wan ra pê heye, ku ewan bi wî digerin? Ya jî ji bona wan ra dest heye, ku ewan bi wî dayînê dikin? Ya jî ji bona wan ra qey çav he­ne, ku ewan bi wî çavî dîtinê bikin? Ya jî ji bona wan ra qey gonehên, ku ewan bi wî gohî bihîstinê bikin? Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Ka hûn ga­zî wan perestvanên xwe bikin; pasê hûn (bi hev ra) ji bona min ra endezan bikin, îdî hûn qe li min mêze nekin (bira dilê we bi min neþewite!)"
196- Bi rastî ewa Yezdanê ku (bi ser min da) pirtûk hinartîye heye! Serkarê min bi xweber ewa ye. Ewa serkarya hemû aþtîkaran jî dike.
197- Û ewan (perestvanên, ku hûn bi perestî) ji pêþtirê (Yezdan) gazî wan dikin hene! Ewan nikarin arîkarya we bikin û ewan arîkarya xwe bi xweber jî nikarin bikin.
198- Û heke hûn gazî wan (perestîyên xwe ji bona aþtîkarya xwe, ya jî ji bona ku ewan rêya rast bidne nîþanê we) bikin; ewan (dengê we) nabihên. Gava tu ewan dibînî; tu dibê qey ewan li te mêze dikin, ewan bi xweber jî qe nabînin.
199- Tu (rêya) baxiþandinê bigire û tu fermana bi qencîyan bike û tu ji nezanan dest berde.
200- Heke pelîd xidîka te anî (ji bo ku tu ji wan ra biryaran ne bêjî) heman tu xwe bavêje Yez­dan. Bi rastî Yezdan bihîstekî pir zana ye! (Ya jî heke ji pelîd da bîrvakirinek ji te ra hat, te jî bîrva kir biryarên Yezdan ji wan ra ne got, gava kete bîra te heman tu ji bona wan ra ewan biryaran bêje û tu ji bona vê bîrvakirinê ji Yezdan lavaya baxiþandina xwe bike.)Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zana ye.
201- Bi rastî ewanê ku xudaparisî dikin hene! Gava ji pelîd sêwrandinek bi wan bigire; ewan heman lavaya baxiþandina xwe, ji Yezdan tînine bîra xwe). Îdî di wê gavê da ewan (rêya rast jî) dibînin.
202- Û birayên (pelîdan; file jî) hene! (Gava ji pelîdan sêwradinek bi wan bigire) îdî pelîd ewan (birayên xwe) di demên dirêj da, di xapandina xwe da dihêle, pasê ewan (ji wan kirinê xwe jî dest) kurtayî nakin.
203- Û di gava ku tu ji wan ra beratekî neynî, ewan (di pisyara te da aha) dibêjin: "Hêj te xwe berev ne kirîye (heya tu beratan jî ji bona me ra binî)?" Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez hey dibime peyrewê wan berateyên, ku ji Xudayê min li bal min da hatîye niqandinê. Eva (Qur'ana bi xweber jî) ji Xudayê we, ji bo­na wî komalê bawer dikin, beled û dilovînek e.
204- Û di gava ku Qur'an hate xwendinê, îdî hûn ji bona (xwendina Qur'anê) gohdarî bikin û hûnê xwe ker bikin; dibe ku hûn (bi vî awayî bêne dilovînkirinê.
205- Û tu di dilê xwe da bi zarîn û bi dizî Xudayê xwe bîra xwe bîne; di sibe û evaran da (ji wî lavaya baxiþandina xwe bike) bê qirîn (û hewar). Û tu nebe ji wanê (ji bîranînê) bê goman in.
206- Bi rastî ewanê li bal Xudayê te, hene! Ewanan ji perestîya Xuda, xwe qure nakin; ewanan (di hemû caran da jî Xuda ji kêmasîyan) paqij dikin, ewan hey (ji bo­na Yezdan ra) kunde dibin.

__________________
berxwedan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
MEYAFARQÝN..((SÝLVAN..))) //selam olsun silvanlýlara../// PCkopat Çandi Giþti 16 07-11-2008 10:00 PM
Amed berxwedan Dirok 7 19-11-2007 09:16 PM
Sûreta En'am li Mekkê hatîye hînartinê û 165 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:22 PM
Sûreta Maîde, li Medînê hatîye hînartinê û 120 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:21 PM
Sûreta Alê Î’mran berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:19 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 03:44 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.