Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Semavi Dinler > Ýslamiyet > Kur'an-ý Kerim

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-04-2007, 12:21 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Sûreta En'am li Mekkê hatîye hînartinê û 165 berate ne.




Bi Navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn


1- Ew Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û taritî ûrohnayî (þev û ro) çê kirîye; çiqa pesindayîn hene! Hemûþk ji bona wî ra ne. Bi vî ra jî dîsa ewanê ku bûne file ji piþtî (vê zanînê) ji bona perestîya Xudayê xwe ra (pûtan di perestîyê da) yek digirin.
2- Yezdan ew e; ku hûn ji heryê afirandine û paþê ji bona we ra danê (jîn û mirinê qedandîye. Û danekî navdayê li bal (Yezdan) heye. Û paþê hûn bi xweber jî di wan danan da dudil dibin.
3- Di ezman û di zemîn da ewa Yezdanekî (bi tenê ye). Ewa bi dizî û bi xûyayên we dizane û bi tiþta hûn dikin jî dizane.
4- Û çiqa beratekî ji berateyên Xudayê wan ji wan ra hatibe, ewan ji wê beratê hey rû fetilandine.
5- Îdî bi sond! Di gava ji wan ra maf (Qur'an) hatîye, dîsa ewan, ewa mafa jî dane derewdêrandinê. (Qe tiþtek nabe!) Wê di nêzîk da axiftina wan tiþtên, ku ewan (bi hatina wan tiþtan) tinaz dikiribûne, ji bo­na wan ra were.
6- Qey ewan nabînin, ka me çi­qa komal di berya wan da teþqele kirine? Me ewan komalan wusa di zemîn da bi cîh kiribû, qe me ji bona we ra wusa (di zemîn da) bi cîhkirin ne dabûye û me bi vî ra jî bi ser wan da (ewrên) jorê, ku þilyê dirêjin, þandîye û me di nava (dar û çandinîyên wan da) çemê (avê) dane kiþandinê (ewan dîsa evan qencên me bîrva kiribûne) me jî ewan bi gonehên wan teþqele kirîye û me ji piþtî (teþqelekirina wan di þûna wan da) hinek niþanên (çaxnên) mayî bi gehijandin afirandine.
7- (Muhemmed!) Heke me bi ser te da pirtûkeke wu­sa, ku ewa pirtûka di kaxizan da hatibûya nivîsandinê, îdî ewan bi xweber jî destê xwe dabûna wê (pirtûka nivîsarî) hinartibûya, wê ewanê ku bûne file hene! Dîsa jî bigotinan: "Eva (pirtûka) hey ançeke ber çevîye."
8- Ewan (aha) gotibûne: "(Gotî) li ser (Muhemmed) da firiþtek ne hatibûya hinartinê (ku me jî bi wî bawer bikira)? Û heke me firiþtek hinartibûya, þixwa bûyera (bi þapata wan) pêk hatibû, îdî me ne dihîþt ku ewan çavê xwe vekin.
9- Û heke me (pêxember) bixista firiþte jî, dîsa meyê ewa (firiþta) bixista mêrekî wusa, meyê ewan kincên, ku hûn li xwe dikin li wan jî bikira.
10- (Muhemmed!) Bi sond! Ewan pêxemberên di berya te da hatibûne hene! Bi wan jî hatibûye tinaz kirinê. Lê îdî (ewa þapata) ku ewan bi hatina wê tinaz dikiribûne (ewan tinazkarên) ji wan hildabûye nava xwe da (ewan bi wê þewitî bûne).
11- (Muheýnmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn di zemîn da bigerin, paþê hûn li bal (temtêla) wan kesên, ku ewan (bi beratên Yezdan) derew dikiribûne mêze bikin, ka ça bûye!"
12- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hemû tiþtên di ezman û di zemîn da heye ji bona kê ra nin?" (Ewan bêzar di­bin nikarin pisyara te bidin, tu ji wan ra aha) bêje: "Ewan (heyan hemûþk) ji bona Yezdan ra nin. Ewî (Yezdanî) li ser xwe bi vê nevê dilovînî nivîsîye. Bi sond! Ewê wê we di wê roya, ku di hatina we da qe tu dudilî tune ye, bicivîne. Ewanê ku bawer nakin hene! Îdî ewan bi xweber xwe xistine zîyanê."
13- Û çiqa tiþtên di þev û royan da di êwirin hene! Hemûþk jî ji bona wî ra nin). Û bihîstokê zana ewa bi xweber e.
14- (Muhemmed! Tu aha) bê­je: "Ka ezê ji pêþtirê wî Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û dide xarinê û qe jî naxwe, ça ji xwe ra serkaran bigirim?" (Muhem­med! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez aha hatime fermankirinê; ku ez bibime misilmanê cara yekem û (ji min ra hatîye fermankirinê) ku ez nebime ji wanê hevrîçêker."
15- (Muhemmed! Tu aha) bêje."Bi rastî ez ditirsim, heke ez bê gotina Yezdan bikim ku ewa di wê roya mezin da li min þapateke mezin bike."
16- Ewa (royeke wusa ne) heke di wê royê da (Yezdan) merivêkî ji þapatê bizivirîne, bi rastî ewî li wî dilovînî kirîye. Û serfirazîya xûyayî eva ye.
17- Û heke Yezdan bi te da aþîtekî bîne, îdî ji pêþtirê wî tu kes nikare ewe aþîtê rake. Û heke ewa qencîyekî bi te bike, bi rastî îdî ewa li ser hemû tiþtan bi hêz e.
18- Û hey ewa bi xweber e (ku wekî gotina xwe bi tenê) li hemû bendeyên xwe diþî. Ewa bi xweber e (ku ji bona hemûþk derdan ra) bijejk e û zana ye.
19- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ji bona þahidîyê çi tiþt meztir e?" (Ewan ji pisyarê bêzar dimînin. Tu ji bona wan ra bi pisyarî aha) bêje: "Yezdan di nava min û we da þahid be, ku eva Qur'ana hanê 1i bal min da hatîye niqandinê; ji bo ku ez we bi wê Qur'anê (bi hatina þapatên para da) bidime tirsandinê, wusa jî ewanê, ku Qur'an gehîjtîye li bal wan. Qey hûn bi rastî þahidî didin, ku bi Yezdanê (babatê perestîyê ra) hinek yezdanên mayî jî hene?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez bi xweber þahidî nadim." Tu bêje: "Bi rastî (Yezdanê babetê perestîyê) Yezdanekî bi tenê ye û ez bi xweber jî ji wan tiþtên, ku hûn (ji Yezdan ra dixne) hevrî bê gur û bê goman im."
20- Ewanê ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewanan (bi wan salixên di pirtûkê da hebûne) ça kurên xwe nas dikin, wusa jî (pêxemberîya Muhemmed) nas dikin. Ewanê îdî bawer nakin hene! Ewan bi xweber xwe xistine zîyanê.
21- Gelo ji wanê ku bi vir li ser (navê) Yezdan (dipeyivin) ya jî bi berateyên (Yezdan) viran dikin, cewrkar kê heye? Bi rastî ewanê cewrkar serfýraz nabin.
22- Di wê roya, ku emê ewan hemûþkan bicivînin û paþê (emê ji bona wanê hevrîçêker ra aha) bêjin: "Kanê ewan hevrîyên we ne, ku we bi derew digirtin, li kêderê ne? (Bira ewan di îro da we fereste bikin)."
23- Paþê çara wan (di wê royê da) hey eva dimîne. Bi wî Yezdanê ku Xudayê me ye, em sond dixun ku em ji wanê hevrîçêker nînin.
24- Tu li wan mêze bike; ka ewan ça derawan li xwe dikin! Û ewan hevrîyên, ku ewan bi vir digirtin, ka ça ji wan wunda bûne!
25- Û ji wan hinek hene, ku (tên) gohdarya te dikin, lê ji bo ku ewan (ji Our'anê) tu tiþtî bi zanîn ji hev dernexin, me li ser dilê wan da perda muemayê û di gohê wan da jî keratî, danî. Û heke ewan hemûþk beratan jî bibînin, dîsa bawer nakin. Gava ewan têne bal te, ewan bi te ra tekoþîn dikin. Ewanê bûne file hene! Ewan (aha) dibêjin: "Eva (Qur'ana hanê) ji xêncî çîrokên wanê berê pêþtir tu tiþt nîne."
26- Ewanan, merivan ji Qur'anê didine dûrxistinê û bi xweber jî ji Qur'anê dûr dikebin. Ewan hey bi xweber xwe teþqele dikin, ewan bi teþqelebûna xwe jî bê agah in.
27- Û heke te ewanan di gava, ku di hemberê agir da di hatina sekinandinê bidîtan, ka ewan çi digotin! Ewa­nan (di wê gavê da aha) digotin: "Qey çi dibûya xwezîka em (dîsa) para da (li bal cîhanê da) bizivîranan û me bi berateyên Xudayê xwe derew ne kiribûya û em bibûna ji wanê bawerger."
28- Wekî dilxwazîya wan nîne, ji ber ku ji bona wan ra hêj di beryê da ewan tiþtên ku ewan veþartibûn xûya bûye, wusa dibêjin (heke kirinên wan ji wan ra nehata xûyandinê ewan wusa ne digotin). Û heke ewan di para da (li bal cîhanê da) bihatina fetlandinê, ewanê (dîsa) bizivirîyan li bal wan kirine (ku kirina wan tiþtan ji bona wan ra hatibûya qedqxekirinê) bikirinan. Bi rastî ewan derewkar in.
29- Û (ewan, aha) gotibûn: "Ji pêþtirê jîna meya cîhanê tu jîn tune ye û bi rastî em bi xweber îdî (nayne zindekirinê, li bal tu civînan da jî) nayne þandinê.
30- Û heke di gava ku ewan di hemberê Xudayê xwe da (ji bona xelat û celatkirinê bi sitûxarî) hew kiribûn, te ewan bidîtanan (ka ewan bi çi awayî lava dikirin! Yezdan ji wan ra) gotîye: "Qey eva (danê hanê) bi rastî maf nebû? (Ewan aha pisyara Yezdan dane û) gotine: "Erê! bi Xudayê me, eva mafakî rast e." (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "De îjar îdî hûn jî bi sedema filetîya xwe þapatê çeþne (tam) bikin."
31- Bi sond! Ewanê ku rasthatina Yezdan didine derawdêrandinê zîyan ki­rine. Gava danê rabûna hemûtî ku ji wan ra niþke va hatîye, ewan barên xwe ne (ji gonehan) dan eli ser piþta xwe (aha) gotine: "Ji ber ku di cîhanê da kirina hinek tiþtan ji destê me dihat (me jî ewan nekirîye, îdî kirina ewan tiþtan ji destê me çûye, sed) kovan ji me ra be." Hûn hiûyar bin! Çiqa sike tiþta ewan hildaye!
32- Bi rastî jîna cîhanê hey leyîztik û dilxwazî ne. Û ji bona wanê xudaparizî dikin, êwirên para da qenctir in. Îdî qe hûn bi hiþî naponijin?

33- Bi sond! Em dizanin ku ewan peyvên wan (Muhemmed!) te bi rastî didine mirûzkirinê. Evan îdî te nadine derewdêrandinê, lê ewanê cewrkar hene! Ewanan bi hinçî berateyên Yezdan nepenî dikin.
34- Û bi rastî ewan pêxemberên di berya te da (Muhemmed) hene! Ewanan jî bi viran hatine derewdêrandinê. Îdî ewan (pêxemberan) li ser wan cefa û derewdêrandinên xwe, hew kiribûne, heya ji wan (pêxemberan ra) arîkaraya me hatîye. Û ji bona peyvên (peymanîyên) Yezdan ra tu guhurandin tune ye. Û bi sond! Ji te ra, ji wan serdaborîyên pêxemberan hatîye.
35- Û heke rûfetilandina wan (ji vê olê) li ser te mezin bibe, heke hêza te tê, ku tu bi serê xwe dikarî; ku di zemîn da qulîkan çêkî, ya jî pêpelîkan di ezmana da daynî herî, ji wan ra beratan bînî, here (ji wan ra bera­tan bîne, qe jî li ser cefadana wan hew neke). Þixwa heke Yezdan biva, wê ewan hemûþkan li ser rastîyê bicivandinan. Îdî (hiþyar be) nebe ji wanê ne zan.
36- Bi rastî pisyara (pirsa te) hey ewanê dibêhên, didin. Ewanê (dilê wan) mirî jî Yezdan ewanan radike (di Qarsê da) dicivîne, paþê ewanan li bal (Yezdan da) têne zivirandinê.
37- Û ewan (aha) gotibûne: "Kanê, wê li ser (Muhemmed) da, ji Xudayê wî berate ne hatibûna hinartinê? (Ku me jî bawer bikira). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan dikare ku beratan bihênirîne, lê bi rastî pirên ji wan (gava berateyên wekî xwastine wan ji wan ra were; wê ewan beratan ji wan ra bibin teþqele) pê nizanin."
38- Û çiqa rêwar ne di zemîn da digerin û çiqa melên (teyr ne) ku bi du baskên xwe difirin hene! Ewan hemûþk jî (di temtêl û jîn û mirina xwe da) komên wekî we ne. Bi rastî me di nivîsandina (we hemûþkada jî) tu tiþt (ji temtêla we) bernedaye. Paþê ewanê li bal Xudayê xwe da bêne civandinê.
39- Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Ewanan di tarîtîyê da ker û lal mane. Yezdan kîjanî bivê, ewê (ji rêya rast) wunda dike û kîjanî jî bivê ewî datîne li ser rêya rast.
40- (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Ka qe hûn bi xweber ponijîne? Golo hûn dikarin bi min bidin zanînê; heke þapata Yezdan bi we da were, ya jî heke danê rabûna (hemû) ji we ra hatibe, qey hûnê ji pêþtirê Yez­dan, gazî hinekî mayî bikin (ku ewan di wê gavê da we fereste bikin)? Ka he­ke hûn di doza xwe da rast in (ji min ra bêjin)."
41- Na! Hûn ji pêþtirê wî gazî tu kesî nakin. Heke ewa bivê, wê ewê (aþîta bi we da hatî) ku hûn ji bona rakirina wê lava dikin, ji we rake û hû­nê jî, ewan tiþtên, ku we ewan tiþtan ji bona wî ra dixistne hevrî, bîrva bikin.
42- Bi sond! Me li bal wan komê­n berya te da jî (pêxember) þandine. (Ji ber ku ewan koman bi gotina wan pêxemberan nekiribûn) îdî me jî ewan bi tirs û tengasîyan girtin (dane þapatkiri-nê) ji bo ku dibe ewan koman (dîsa ji kirinê xwe poþman binin; ji bona baxiþandina xwe) lava bikin.
43- Îdî qey çi dibû ku ewan koman, di gava tirsa (þapata) me ji wan ra hatibû, lava bikirinan? Lê dile wan hiþk bûye (ewan di wê gavê da jî lava ne kirine) pelîd ji bona wan ra kiri­nê wan xemlandine (ji ber wî, ewan lava nakin).
44- Îdî gava ewan koman ewan tiþtên ku bi wan dihatine hiþyarkirinê, bîrva kirine me jî derê hemûþk tiþtan li ser wan da vekir (ji bo ku ewan koman, bi wan xweþî û qencîyan þa bi­bin, rind ewan hiþyarokan bîrva bikin). Dema ku ewan ko­man, bi wan xweþîyên me ji wan ra dabû þa dibûn, me jî niþkêva ewan girtin (dane þapatkirinê). Qe îdî haja wan bi wan tunebû, ewan bê daremde jî mabûne.
45- Û çiqa sipazî hene, hemûþk ji Xudayê cîhanê ra be. Îdî bi vî komalê, ku cewr dikiribûne hatîye birînê.
46- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidne niþanê min; heke Yezdan bihîstin û dîtina we hilde û li ser dilê we jî duruf bike, qey ji pêþtirê Yezdanê (babetê perestîyê) xudayên mayî hene, ku dîsa (bihîstin û dîtina we) ji we ra bînin?" Tu mêze bike, ka em beratan bi çi awayî (ji wan ra) vedikin! Paþê ewan (dîsa ) ji wan beratan rû difetilînin.
47- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidine niþanê min, heke þapata Yezdan niþkêva, ya jî bi xûyayî bi we da hatibe, ji pêþtirê komalê cewrkar (ji ber cewra kirine) têne taþqelekirinê (qe tu komalê mayê hene)?"
48- Û me çiqa (pêxemberek) þandibe, hey ji bona mizgîna (qencîkaran bi bihiþtê û tirsdana (gonehkaran jî bi dojê) bide me þandîye. Îdî kîjan marivê ku bawer bike û aþtîkari bike, qe tu tirsa (ji aþîtan) û mirûzîya (ji kêm xelatan) li ser wan tune ye.
49- Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Bi sedema ku ewan ji rêya rast derdikebûne, aþîtê bi wan bigire.
50- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona we ra nabêjim xezîne û defîneyên Yezdan li bal min hene û ez bi xweber jî bi penhanîya nizanim." Û nabêjim: "Ku ez firiþte me." Ewan (biryarên) ku li bal min da hatine hinartinê he­ne! Ez hey dibime peyrewê wan. Tu (ji wan ra aha jî) bêje: "Qe (merivê) kor û (merivê) bi çav wekî hev dibin? Gelo hûn îdî qe raman nakin?"
51- Û tu ewanê ku ditirsin, wê ewanê li bal Xwedayê xwe da bicivin (bi vê Qur'anê) bide hiþyarkirinê, ku ji pêþtirê (Yezdan) ji bona wan ra qe tu serkar û mehder tune ye. Bi rastî hêvî heye ku ewan yez­danparizî bikin.
52- (Muhemmed tu) ewanê ku di sibah û evaran da (bi perestî) gazî Xudayê xwe dikin, ewanan (bi vî perestîya xwe) hey qayîlbûna Xudayê xwe divên (bi gotina zengîn û serokan) ji bal xwe dernexe. Tu dayîn û sitandina wan li ser te tune ye, ça jî tu dayîn û sitandina te jî li ser wan tune ye. Heke tu ewan (ji bona dayîn û sitandinê) ji bal xwe bixî der, îdî tu jî dibi ji wanê cewrkar.
53- Û bi vî awayî me hinekên ji wan, bi hinekî wan daye caribandinê, ji bo ku (serokên wan aha) bêjin: "Qey ewanê ku Yezdan di nava me da bi wan qencî kirîye, evan in?" Ma qey Yezdan bi wanê sipazî dikin, çêtir nizane?
54- Û ewanê ku bi berateyên me bawer kirine hene! Gava ewan hatine bal te (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Selam li ser we be, Xudayê we li ser xwe dilovînî nivîsîye, ku bi rastî kîjan (merivê) ji we bi nezanî sikatîyekî bike, paþê ji piþtî kirina we (sikatîyê) poþman bibe û aþtî bike, wê Xudayê ewî bibaxiþîne." Bi rastî (Xuda) baxiþkarê dilovîn e.
55- Û bi vî awayî em beratan vedikin, ji bona ku rêya wanê gonehkar xûya be.
56- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji perestîya wan tiþtên ku hûn ji pêþtirê Yezdan ji wan ra perestî dikin ha­time paradanê (ku ez ji wan ra pe­restî nekim)." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez nabime peyrewê hewasa we. Bi sond! Heke ez bibime peyrewê he­wasa we, îdî di wê gavê da min rêya rast wunda kirîye û ewanê hatine rêya rast hene! Ez bi xweber nabime ji wan jî."
57- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ew rêya rast e, ku ji Xudayê min ji min ra hatîye, ez li ser wê rê me û we bi xweber jî ewa rêya daye derewdêrandinê. (Ewa þapata) ku hûn bi lez dixwezin jî, li bal min nîne. Hey berewanî ji bona Yezdan ra ne. Ewa rastî dibêje û ewa bi xwerber jî qenctirê berewana ne."
58- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "He­ke ewa (þapata) ku hûn leza hatina wê dikin, li bal min bûya wêa di naha da ewa bûyera, ku hûn doza lezhatina wê dikin pêk hatibûya (tekoþîna di nava min û we da heyî, wê bihata qedandinê). Þixwa Yez­dan bi xweber jî bi cewrkeran çêtir dizane."
59- Û zimanê (zanîna) bi tiþtên penha hey li bal (Yezdan in) ji pêþtirê wî qe tu kes bi wan nizane û ewa bi hemû bi tiþtên di reþayî û deryayê da hene, dizane. Û çiqa belgekî, ji þûna xwe bikebe hey ewa bi wî dizane. Þixwa çiqa lubeke di tarîtîya zemîn da hebe û çiqa ter û hiþk hebe, hemûþk jî (temtêla wan) di nivîsandineke xûya da ne (Yezdan bi wan dizane).
60- Û ewê ku di þevê da (ewan tiþtên ku we di royê da hildane gewdê xwe) dimrîne (ji gewdê we derdixe) þixwa ewa bi tiþta ku hûn di royê da birîn dikin jî dizane, paþê ji bona ku ewadanê navdayî bê qedandinê, we bi vî jîna hanê (ku di þevê da, mirina wan tiþtên we di royê da hildane bedena xwe pêk tîne: tijî û vala dike, îdî mirin û zindetîya we dom dike. Gava danê dawyê tê mirina we diqedîne) heye! (Ewa Yezdan e). Þixwa paþê zivirandina we hemûþka jî li bal wî da ne. Paþê ewê ewan tiþtên ku we dikiribûne ji bona we ra bêje.
61- Ewa (Yezdana ye) hey li ser bendeyên xwe servehatî bi hêz e (jîn û mirina wan, hebûn û tunebûna wan hey bi wî ye) û ewa li ser we da parisvanan diþîne (hûn bi wan parisvanan têne parisandinê û dijîn). Heya danê mirina yekê ji we hatibe, ewan saîne me ne, ku qe tu kemasî nakin, ewî dimrînin.
62- Paþê ewan (candaran ji piþtî mirinê) li bal serkarê xweyê rastê, ku Yezdan e têne zivirandinê. Hûn hiþyar bin! Hey berewanîya biryaran, ji bona (Yezdan ra ne). Þix­wa ewa bi xweber jî zû hijmartirê, hijmarvana ne.
63- (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo gava ku we dizîka da bi zarîn gazî wî dikir, we (aha) digot: "Bi sond! Heke tu me ji wan teþqelan fereste bikî emê bibne ji wanê sipazkar, kê hûn ji taritîya reþayî û deryayê fereste kirin?"
64- (Muhemmed! Tu ji wan ra (aha) bêje: "Yezdan, we ji wê (tarîtîyê) û ji hemû kovanan fereste di­ke, paþê hûn bi xweber jî ji bona wî ra hevrîyan çê dikin."
65- Muhammed! tu ji wan ra (aha) bêje.'' (Yezdan) diþî, ku di jora we da li ser we da þapatekî biþîne ya jî di binê pê we da (ji bona we ra þapatekî biþîne) ya jî (Yez­dan diþî) ku we bixe hinek komên deste û deste, bi hinek desteyên ji we tirsa hinekî mayî bide çeþnekirinê." Tu mêze bike! Ji bo ku ewan bi rastî biryaran ji hev derxin ka em ça beratan vedikin?
66- (Bi vî ra jî dîsa) komalê te ewa (Qur'an) a ku maf e dane derewdêrandinê. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje. "Bi rastî ez serkarê we nînim (Yezdan çi bike diþî)."
67- Ji bona her bûyerekî ra danê wê heye, û hûnê bi xweber jî di nêzîk da bizanin.
68- Û gava te ewanê ku noqê di nava berateyên me bûne dîtin, tu îdî ji wan rû bifetilîne, heya ku ewan noqê hinek mijûlîyên mayî ne (pêþtirê berateyên me) bibin. Û heke pelîd (rû fatilandina ji wan) bi te da bê bîrvakirinê, ji piþtî ku hate bîra te, îdî tu li bal komalê cewrkar rûnenê.
69- Û li ser wanê xudaparizî dikin, qe tu pirsa ji kirina (wan filan) tune ye. Lê (eva þîreta hanê ji bona xudaparizan ra) bîrxistineke, dibe ku ewan (filan jî bi vê bîrxistina hanê) xwe ji (ti-nazê bi Qur'an) ê biparisînin.
70- Ewanê ku "ol"a xwe ji xwe ra xistine leyîztik û dilxwazî hene! (Muhemmed!) tu dest ji wan berde jîna cêhanê ewan xapandine tu (li wan) bi Qur'anê þîretan bike. Heke (merivek) bi keda xwe, bikebe nava teþqele da bimîne, îdî ji bona wî ra ji pêþtirê Yezdan, qe tu serkar û mehder tune ne. Û heke ewa ji bo (ku ji teþqele fereste bibe) çiqa mal ji bona gerewa xwe da jî bide, dîsa ji wî (ewa gerewa) nayê litê ki­rinê. Ewanê ku bi keda xwe hatine teþqele kirine hene! Evanan in. Bi sedema ewa filetîya, ku ewan dikiribûne, ji bona wan ra vexwarineke ji kêm û xûnê û þapateke dilsoz heye.
71- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje. "Ka emê ça bi perestî ji pêþtirê Yez­dan, gazî wan tiþtên ku qe tu kar û zîyana me nakin, bikin? Qey emê jî, ji piþtî gava ku Yezdan em anîbine rêya rast, dîsa li pey xwe da para da bizvirin; wekî wî (merivê) ku pelîd ewa ji rê­ya rast derxistibe, hinek he­valê wî hebin, gazî wî bikin: "Werê bal me, ku tu bikebî rêya rast," bikin? (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî beledîya rast, hey beledîya Yezdan e û em bi xweber jî hatine fermankirinê, ku em xwe hispêrne Xudayê cîhanê."
72- Û em (hatine fermankirinê) ku em nimêj bikin û em parizaya (Yezdan) bikin. Û ewê ku hûnê li bal wî da bicivin, ewa (Yez­dan) bi xweber e.
73- Ewî ezman û zemîn bi rastî afirandîye. Di danê ku ewa ji bona (heyan ra) dibêje: "Bibin." Îdî awîl ewan dibin. Gotina wî rast e. Di roya, ku di sturî da (sûr) tê pufkirinê, seroktî hey ji bona wî ra ne. Ewa zanayê bi penha û xûyaya ne. Ewa bi xweber jî bijejkeyê agahdar e.
74- Û di gavekî da Îbrahîm ji bona bavê xwe ra (aha) gotibû: "Bavo! (eva) Agir e!" Tu ça ewî ji bona xwe ra bi pûtî dixî Xuda? Bi rastî ez te û komalê te jî di rê wundabûneke xûyayî da dibînim."
75- Me bi vî awayî bi Îbrahîm (ewan tiþtên mezin û sodretne) di ezman û zemîn da heyî daye dîtinê, ji bo ku (Îbrahîm, bibe ji wanê ku bê dudilî bawer dikin.
76- Îdî di gava, ku þev li ser Îbrahîm tarî bûye, ewî sitêrkek dît; ewî ji bona we (sitêrkê ra aha) gotîye: "Eva Xudayê min e." Gava ewa (sitêrka) çûye ava (Îbrahîm aha) gotîye. "Bi rastî ez ji wanê, ku diçine ava hez nakim."
77- (Piþtî) gava, ku ewî dît hîv bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye." Ji piþtî ku (hîv jî) çûye ava ewî (aha) gotîye: "Heke Xudayê min, min neyne rêya rast bi sond! ew komalê rêya rast wunda kirine hene! Ezê bibme ji wan."
78- Ji piþtî ku ewî dît roj bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye: Eva ji hemûþkan) meztir e." Ji piþtî, ku roj jî çûye ava (Îbrahîm aha) go­tîye: "Gelî komalê min! Bi rastî ez bi xweber ji wan tiþtên, ku hûn ewan ji bona Xuda ra dixne hevrî. bê gur û bê goman im."
79- Bi rastî ewê ku ezman û zemîn afirandîye, heye! Min be­rê xwe daye wî. Ez bi xweber jî ji bona rastîyê ra sitûxar im û bi rastî ez ji wanê hevrî çêker nînim.
80- Komalê wî bi wî ra (di mafê Xuda da) tekoþîn kirin. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Hûn ça (di mafê) Yezdanê ku ez anîme rêya rast, bi min ra tekoþînê dikin? Û ez bi xweber jî ji wan tiþtên ku hûn ewan dixne hevrî ji bona wî ra, natirsim. (Ewan qe tu zîyanê nikarin bidne hûn) ji pêþtirê heke Xudayê min bivê. Xuda min hemû tiþt bi zanîn hildane binê hêza xwe. Îdî gelo hûn qe þîretan hilnadin?"
81- Û ezê ça ji wan tiþtên, ku hûn ji bona (Yezdan) ra dixne hevrî bitirsim? Û hûn bi xweber jî ji bona Yezdan ra, ewan tiþtên ku qe tu beratek ji bona hevrîtîya wan li ser we da ne hatîye hinartinê, dixne hevrî (ji Yezdan) natirsin. Gelo ji (me) herdu destan, kîjan deste babete ku (ji tirsê) ewle be? Heke hûn dizanin (ka bejin)!
82- Ewanê ku bawer kirine û qe cewr jî li bawerîya wan neketîye hene! Ewanan babet in ji bona ewlebûnê ra. Û ewê hatine rêya rast jî ewan bi xweber in.
83- Evan berateyên me ne, me dane Îbrahîm, ji bo ku ewa di hembere komalê xwe da, ji bona servahatina xwe bixebitîne. Em ji kîjanî ra bivên, em ewî bi payan bilind dikin. Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zane ye.
84- Û me ji bona (Îbrahîm ra) Îshaq û (kûrê Îshaq) Yaqûb bexþiþ daye û me (ewan hemûþk jî bi pêxemberî) anîne rêya rast. Û me hêj di berê da Nûh jî (bi pêxemberî) anîbû rêya rast. Ça ewan (pêxemberên) ji ûrta Nûh; Dawûd û Suleyman û Eyûb û Yûsuf û Mûsa û Ha­rûn jî (me ewan bi pêxemberî anîbûne rêya rast) û em bi vî awayî qencîkaran xelat dikin.

berxwedan is offline  
Eski 03-04-2007, 12:22 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb


85- Û (me bi pêxemberî) Zekerîya û Yehya û Îsa û Ilyas (anîne rêya rast). Ewan he­mûþk jî ji aþtîkaran bûne.
86- Û (me bi pêxemberî) Îsmaîl û Elyese û Yûnus û Lût (anîne rêya rast). Me ewan he­mûþk jî bi aborî (li ser heyîne) cîhanê aborîdar kirine.
87- Û me hinek ji bav û kal û ûrt û birayên wan hêlbijart, me ewan jî anîne rêya rast.
88- Eva beledîya hanê beledîya Yezdan e (ewa bi wê beledîyê) ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast. Heke (ewan ji Yezdan ra) hevrî çê kiribûnan, wê ewa keda, ku ewan dikiribûne, hemûþkê jî bi þewitîya biçûya.
89- Evanê (ku serdaborîyên wan borîne) hene! Ewan in, ku me ji bona wan ra pirtûk û seroktî û pêxemberî daye. Îdî heke (ewan kesan bi van pêxemberan) fýletî bikin; bi sond! Îdî emê di þûna van (filan da) komalê wusa bînin, ku ewan komalan bi wan (pêxemberan) qe fýletî nekin.
90- Evan (pêxemberan) hene! Ewan kesên, ku Yezdan anîne rêya rast ev in. Îdî tu jî bibe peyrewê rêya wan. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ez ji bona (van biryarên pêxamberya xwe) tu kirêkî ji we naxwazim, bi rastî (evan gotinê min) ji bona cîhanê ra hey þîreteke bîrvaxistîye."
91- Di wê gava ku ewan (aha) digotin: "Yezdan li ser merivan tu tiþt ne hînartîye." Ewan rûmeta Yezdan wekî babetîya wî ne girtine. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Lê gelo ewa pirtûka, ku Mûsa ji bona ruhnayî û beledîya kesan anîbû, ku hûn jî (ewê pirtûkê) di kaxizan da parparî dikin, çi xweþa we here, hûn ewê ji bona kesan ra vedikin û çi xweþa we neçe, hûn ewê vediþêrin, kê hinartîye? Û hûn bi xweber jî bi wê pirtûkê hînê wan tiþtên, ku ne bav û kalê we bi xweber jî qe bi wan tiþtan, tu nizan bûne. (Ewan ji pirsa te ye, ku tu ji wan dikî bêzar dibin, nikarin pisyara te bidin). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan (ewa pirtûka hinartîye)." Tu paþê dest ji wan berde, bira ewan di noqbûna xwe da bileyîzin.
92- Û eva (Qur'ana hanê) ku me bi pîrozayê hinartîye û rastdar e ji bona wan (pirtûkên) di berya xwe da hatî, heye! Ji bo ku tu (merivê di Mekkê da heyî) û ewan merivên li dora bajarê Mekkê da heyî (bi þapata Yezdan bidî tirsandinê) me (li ser te da) hinar­tîye. Ewanê (ku dibêjin): "Me bawer kiriye," hene! Ewan bi dan û gavê pa­ra da û (bi vê Qur'anê jî) bawer dikin. Û ewan nimêjkirina xwe jî tum carî diparisînin.
93- Gelo ji wîyê ku li ser navê Yezdan bi vir derewan dike, ya jî bêje: "Bi rastî li bal min da (dî alîyê Yez­dan dal hatîye niqandinê û qe tu tiþt jî li bal wî da ne hatîye niqandinê, ya jî dibêje: "Ezê jî wekî (wan biryarên) Yezdan hinartî, bihênirînim," cewrkartir hene? Heke te temtêla wan cewrkaran, di gava ku ewan dikebine ber mirinê, bidîta; firiþtan ka çi ji wan ra digotin! Di gava firiþtan ji bona cansitandina wan destê xwe dirêj dikiribûne (aha ji wan ra) digotibûne: "Ka hûn canê xwe (ji destê me fereste bikin)." Bi sedema wan tiþtên, ku we bê mafî li ser navê Yezdan digotin, hûnê di îro da bi þapata sernegûnî bêne þapatkirinê û we bi xweber jî ji (bawerya) bi berateyên (Yezdan) quretî dikiribûn.
94- Û bi sond! Me hûn ça di cara yekem da bi yekîtî afirandine, hûnê wusa jî bi yekîtî li bal me da bên û hûnê bi xwe­ber jî dest (ji wan mal û saman û dilxwazîyên xweyên cîhanê jî) berdin (ewanê li pey we da bimînin, hûnê werin). Û ka ewan mehderên we ne, ku we bi vir digotin: "Ewan (mehderan) hevrîyên we ne di keda we da nin, em ewan (di îro da) bi we ra nabînin! Bi sond! Ewa (bendê di nava we da hebû) ewa ji hev çûye û ewan (mehderên we ne) ku we derew dikirin (ewanê mehderya we bikin). Ewan jî ji we wunda bûne.
95- Bi rastî çîldana lud û dendikan hey Yezdan dike. Ewa ji mirya, zindîyan derdixe û ji zindîyan jî miryan derdixe. (Yez­dan gene û hêkokê mê û nêr ji hev diçirîne: Bi nêr û mêyîtî digihîne hev, ji wan mirî û zindîyan diafirîne, di berya vê pevxwistina hanê da jî ewan heyan bi serê xwe, candarî û ne candarya wan ne dihate dîyar kirinê). Ewê evan xebatan (ji bona we ra dike) ewa Yezdan e. Îdî hûn ça ji wî rû difetilînin?
96- Ewê ku sewgurê (ji tarîya þevê diçirîne) û þev xistîye þûna êwirandinê û roj û hîv jî ewî ji bona hijmara danan afirandîye heye! Ewa (Yezdan e). Evan (kirin)ê hanênan pîvanê wîyê servahatê zana ye.
97- Û ewê ku ji bona we ra siterk di tarîtîya reþayî û deryayê da xistîye berate, ji bo ku hûn bi wan sitêrkan rêya xwe bibînin, ewa (Yezdan) e. Bi sond! Me ji bona wî komalê (ku tiþtan dizanin berate bi vekirî (gotine).
98- Û ewê ku hûn ji yek niþakî bi tenê dane afirandinê (ewa Yezdan) e. Îdi ji bona we ra duþûn hene: (Yek ji wan, hûn di piþta bavê xwe da bi cîh bûn. Du­du: Hûn li bal malberxka dîya xwe da hatine anemetkirinê, paþê hûn di wura da jî li bal cîhanê ra hatine anemetkirinê, paþê hûn di cîhanê da jî li bal zêrzemîn da hatine anemet kirine, paþê hûn ji zêr­zemîn da jî li bal jîna para da têne ane­met kirine, bi vî awayî jîna we dirêj dibe diçe). Bi sond! Me ji bona komalê pispor ra berate bi vekirî (gotine).
99- Û ewê ku ji ezmana avek hinartîye heye! (Ewa Yezdan e). Û me, bi wê avê çêra hemûþk tiþtan derxistîye, îdî me ji wê (çêrê) hêþnayî derxistîye ku em ji wê (hêþnayîyê jî) hinek lubên li hev sîyarî derdixin. Û (em bi vê avê) darê xurma jî derdixin, ku (çiqilê wan darê xurma nêzîkê hev in, di wan çiqilan da guþîyan nêzîkê hev bi dardanin û (me bi vê avê) bostan û rez jî (derxistîne). Di wan rezan da ji tirî û zeytûn û hinar hene; (evanan) hinekî wan wekî hinekî wan in û hinekî wan jî qe wekî hev nabin. Û hûn di gava ku ewan beran derdikebin û digehîjin; li wan beran mêze bikin (ku ewan bi serê xwe nagehîjin). Bi rastî di van (kirinan da) ji bona komalê ku bawer dikin, berate hene.
100- Û (bi van salixan jî) ewan (dîsa) ji bona Yezdan ra, ewan meçêtirên ku Yezdan ewan afirandine, xistine hevrî û ewan (filan) ji bona (Yezdan) ra bê zanîn kur û keç aloze kirine û (Yezdan bi xweber jî) ji wan (salixê) wan bê gur û bê goman bilind e.
101- Ezman û zemîn, Yezdan afirandîye. Ka we ça ji bona wî ra qe tu jin tune jî, zarê hebin? Û ewî bi xwe­ber jî hemû tiþt afirandine. Yezdan bi hemû tiþtan dizane.
102- Ewê bi van (salixan hatîye salixdanê) heye! Ewa Yezdanê Xudayê we ye. Ji pêþtirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewî hemû tiþta afirandîye, hûn îdî ji bona wî ra perestî bikin, Ewa serkarê li ser hemûþk tiþta ne.
103- Qe tu dîtin nagihêje (hebûna) wî ye rastî. Lê ewî bi xweber jî (hebûna hemû dîtinan) hildaye binê zanîna xwe. Ewa bi xweber agahdarê bi hemû tiþtê hûrê ne xûya ne.
104- Bi sond! Ji bona we ra ji Xudayê we (babetîya) dîtinê hatîye (hûn bi wê dîtinê rastîyê dibînin). Îdî kîjan (bi pisporî rastîyê) bibîne ewa ji bona xwe ra þixwa dibîne û kîjan ji dîtina rastîyê kor be; nebîne þixwa koraya bona wî ra ne û ez bi xweber jî dîdevanê li ser we nînim.
105- Ji bo ku ewan (filan) bê­jin: "Te evan beratan xwendine, li cîyekî ders hildane" û ji bona ku em ewan beratan ji bona komalekî zana ra vekin (ka mêze bike) me ça ewan beratan car bi car vekirine!
106- (Muhammed!) ewan (biryarên) ku ji Xudayê te li bal te da hatine niqandinê hene! Tu bibe peyrewê wan. Ji pêþtirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. (Muhemmed! Tu) ji vanê hevrîçêker rû bifetilîne.
107- Û heke Yezdan vabûya, ewan hevrî (ji bona wî ra çê ne dikirin. Û me tu bi xweber jî serkarê li ser wan nînî.
108- Û (gelî bawergeran!) Ewanê ji pêþtirê Yezdan perestîya (pûtan) dikin hene! Hûn çêrê wan nekin, ku îdî ewan jî bi nezanî û neyartî çêrê Yezdan nekin. Bi vî awayî me ji bona hemû koman ra (bawerî) û kirina wan xemilandîye. (Herkes ji ki­rin û bawerîya xwe hez dike). Paþê fetla wan (hemûþkan jî) li bal Xudayê wan da ne, îdî (Xudayê wanê ji piþtî fetla wan) ewan kirinê wan wê ji wan ra bêje.
109- Û ewan (filan) bi sonda xweyên zexm sond xwarine, heke ji bona wan ra berateke sodret hatibe, ewanê îdî bi wê beratê bawer bikin. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî berateyên sodretî li bal Yezdan in." Qey hûn (gelî bawergeran!) goman nakin heke gava ji bona wan ra ewan beratan hatibin jî dîsa ewan bawer nakin?
110- Û em dil û çavê wan werdigerînin ewan ça di cara yekem da bawer ne dikirin (wusa dimînin) û em ewan di quretî, û koraya wan da dihêlin.
111- Û heke me li bal wan da firiþtan hinartîbûyan û mirîyan jî bi van ra axiftin kiribûyan û me hemûþk tiþt jî (bi beratî) bi anîya ber çavê wan, ji pêþtirê wanê, Yezdan vaye ku bawer bikin, qe tukes ji wan bawer nakin. Lê pirên ji wan bi xalyazî xwe davêjine nezanîyê.
112- Û bi vî awayî, me ji bona her pêxemberekî ra pelîdên ji meriv û meçêtiran neyar çê kirine. (Ji bo ku ewan) xapandinê bikin hinekê wan li bal hinekên wan da mijûlîyên alozî li bal hev da diniqînin. Heke Xudayê te biva, ewan (pelîdan) wusa ne dikirin. Îdî tu bi virê wan va dest ji wan berde.
113- (Ewan pelîdan, ewan mijûlîyan li bal hev da diniqînin) ji bona, ku ewan bi gohdarî dilê wanê bi roya pa­ra da bawer nakin, li bal wan peyvan da bi xwarî bidne goh­darî kirinê û ku ewan (filan) bi wan kirinên xwe qayîl bin û ku ewan (filan jî) ewan tiþtên ku (ewan pelîdan) dikirin, bikin.
114- Ezê ça ji pêþtirê wî Yezdanê, ku pirtûk li bal we da bi vekirî hinartîye, li berewanên mayî bigerim? Ewanê ku me ji wan ra pirtûk anîye, hene! Ewan bi xweber jî dizanin, ku (eva Qur'ana) bi rastî ji Xudayê te hatîye hinartînê. Îdî (Muhemmed!) tu nebe ji wanê hînckarê dudil.
115- Û bi rastî paþya peyvên Xudayê te, bi rastî û dadvanî hatine, ji bona guhurandina peyvên (Xudayê te) qe tu guhurandin tune ne û ewa bi xweber jî bihîstekê zana ye.
116- Û heke tu peyrewîya piraya kesên di zemîn da hene bikî, ewanê te ji rêya Yezdan derxin, wunda bikin. Ewan hey peyrewîya gomanan dikin û ewan hey derewan li hev tînin.
117- Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine, çêtir dizane û þixwa bi wanê ku hatine rêya rast jî çêtir dizane.
118- Îdî heke hûn bi rastî bi berateyên (Yez­dan) bawer dikin, hûn (ji goþtê wan tariþên) ku navê Yezdan (di gava jêkirina wan da) li ser wan hatîye xwendinê, bixun.
119- Hûn ji bona çi (ji goþtê wan tariþên) ku navê Yez­dan li ser wan hatîye xwendinê, naxun? Û bi sond! (Yezdan bi xweber jî goþtê wan tiþtên, ku ji bona we ra ne durist e, ji pêþtirê (wî goþtê) ku hûn bi jîna nemir û nejî divê bixun, hemû ji bona we ra yek bi yek vekiriye. Û bi rastî pirên ji kesan bê zanîn dibinê peyrewê xweþîya xwe, merivan ji rêya rast derdixin. Þixwa bi rastî jî Xudayê te bi wanê ji tixûbê xwe diborin çêtir dizane.
120- Û hûn dest di gonehên xûyayî û penhayî jî berdin (ya jî dest ji penhayî û xûyayên gonehan berdin). Bi rastî ewanê ku keda gonehan dikin hene! Wê ewanê bi wan (gonehên) ku ewan di bijartibûne, bêne celatkirinê.
121- Û hûn (ji goþtê) wê tariþa, ku di gava (serjêkirinê da) navê Yezdan li ser ne hatibe xundinê, nexun. Bi rastî (xwarina ji gostê wan tariþan) ji rê derketine. Û bi rastî ji bo, ku hevalên pelîdan bi we ra tekoþînan bikin, pelîd li bal hevalên xwe (xwarina ji wan goþtan) diniqînin. Û heke hûn bi xweber jî, ji wan (goþtan, bi gotina wan bixun) hûn jî dibine hevrîçêker.
122- Qe hecwêkîya wîyê, ku (dilê wî bi filetî) mirî bûye, îdî me ewa (bi bawerî) zinde kiribe û me ji bona wî ra ruhnayeke wusa (dadvan) dabe; (ewa kesa) di nava me­rivan da (bi wê ruhnayê bi dadvanî) digere, wekî hecwêkîya wî (merivê) ku di taritîya (filetîyê da be) qe ji tarîtîyê jî dernekebe, (wekî hev nabin) dibe? Herwuha ji bona filan ra, keda ewan dikiribûne hatîye xemilandinê.
123- Û bi vî awayî em di hemûþk gundan da gonahkarên wanên mezin di þûna wan da dihêlin, ji bo ku ewan (mezinên gonehkar) di wan gundan da xaxan bikin. Û ewan gonehkaran bi xweber hey ji xwe ra xaxan dikin. Þixwa ewan bi kirina (xaxên xwe, ku ji bona wan ra ne)jî bê agah in.
124- Û di gava beratek ji bona (wan serokên gundên gonehkar) hatibe (ewan aha) gotine: "Heya ji bona me ra jî wekî (wan berateyên) ku ji bona pêxemberên Yezdan ra hatine, neyê, em (bi tucarî) bawer nakin." Yezdan bi xweber ka wê qasidya xwe ji bona kê ra bide, çêtir dizane. Ewanê gone­han dikin hene! Li bal Yezdan ji bona wan ra bi sedema wê keda, ku ewan dikiribûne (sernegûna) piçûktay û zor þapatek heye.
125- Îdî Yezdan ji kîjanî ra bivê, ku ewî bîne rêya rast singê wî ji bona misilmanîyê vedike ji kîjanî ra bivê, ku ewî ji rêya rast wunda bike singê wî wusa teng dike (gava ji wî ra bê gotinê: "Bibe misilman" tu divêqey) hevraz diçe ezmanan! Bi vî awayî li ser wanê ku bawer nakin (þapata sikatîye) dihêle.
126- Rêya Xudayê te, eva ye û rast e. Bi sond! Me ji bona komalê bîranok berate (û biryar) vekirine.
127- Li bal Xudayê wan, ji bona wan ra (bihiþta) ewlebûnê heye û (Xudayê) wan bi sedema wan kedên, ku ewan dikirîbûne serkarê wan bi xweber e.
128- Û di roya ku ewan hemûþkan dicivîne (aha ji wan ra) dibêje: "Gelî koma meçêtiran! Hûn pir bi kesan ra xebitîn (we pirê wan ji rêya rast derxistin)." Ewan merivên, ku bûne hevalên meçêtiran (aha) dibêjin: "Xudayê me! Me ji bona hev ra bi zibarî arîkarya kirîye û em gehîþtinw wî danê, ku te ji bona me ra dîyar kirîye. (Yezdan ji bona wan ra aha) dibêje: "Þûna we (îdî) agir e, hûnê di agir da tum bimînin ji pêþtirê wî danê ku Yezdan (derketina we) bivê." Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zana ye.
129- Û me bi vî awayî (ça pelîd û meçêtir ji heva ra xistine serkar, wusa jî) me serokên cewrkar jî bi sedema ewê keda ku ewan dikiribûne, ji hev ra xistîye serkar.
130- Gelî komên meçêtir û kesan! Gelo ji we pêxember li bal we da ne hatibûn, ku ewan (pêxemberan) berateyên min bi ser we da bixwendinan û hûn ji rast hatina vê roya we ye hanê bi dana tirsandinê? (Ewan pisyara Yezdan aha dane) û gotine: "Erê! Em þahidî li ser xwe didin (ku pêxember hatibûne)." Lê jîna cîhanê ewan xapandibûn û ewan li ser xwe þahidî dane, ku ewan bi rastî (di cîhanê da) file bûne.
131- (Eva hatina pêxemberan li bal wan da) Ji bo ku Xudayê te binecîne tu gundî bi sedema cewrê teþqele nake, heya binecêne wan gundan (ji hatina teþqelê) bê agah bin.

132- Û ji bona hemûþkan ra jî ji wê keda, ku ewan kirîye payen hene. Xudayê te bi xweber jî ji kirina wan tiþtên ku ewan dikin bê goman nîne.
133- Û Xudayê te zengîn û xweyê dilovîn e. Heke ewa bivê, ça hûn ji ûrta komalekî mayî afirandine, wê we jî behere (tune bike) ji piþtî we, di þûna we da tiþta bivê bixe þûnmayî ji bona we ra.
134- Bi rastî tiþta hûn bi hatina wî hatine peymandanê, wê ewayê (bi serê we da) were û hûn bi xweber jî nikarin ewê bêzar bikin (ku ewa bi serê we da neyê).
135- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje; "Gelî min! hûn çi dikarin ewî bikin, bi rastî ez bi xweber jî tiþta, ku ez bikarim bikim ezê ewî bikim. Îdî hûnê bi rastî bizanin ka paþya vê cîhanê (ku bihiþt e) wê ji bona kê ra be. Bi rastî cewrkar serfiraz nabin.
136- Ewan (filan) ji wan tiþtên (ku Yezdan) afirandibûne (wekî bawerya xwe par kirine); ji bona Yez­dan ra jî di çandinî û tariþan da, par çê kirine (ji piþtî parkirinê) bi virê xwe (aha) gotine: "Evanan parên Yezdan in; evanan jî parên hevalê me ne." Îdî çi para hevalê wan heye, ewa para di para da (gava pir bibe) ji bona Yezdan ra nayê sixurandinê, lê ewa para ku ji bona Yezdan ra ne (di gava para da pir bibe, evan ewî) ji bona hevalê xwe ra disixurînin. Çiqa sike tiþta ku ewan berewanî dikin!
137- Û bi vî awayî ewan hevrîyên wan, ji bona wan hevrîçêkeran ra kuþtina zarên wan (bi destê wan) xemilandine, ji bo ku ewan bi xweber xwe ji (ola xwe) derxin û ji bona ku "ol"a wan li ser wan aloze be (îdî rastî û ne rastî ji hev dernexin. Ya jî ji bo ku ewan bi xweber xwe bikujin, îdî "ol"a wan li ser wan bê alozekirinê; rastî û ne rastî ji hev dernekeve). Heke Yezdan bixwesta ewan (wusa) ne dikirin, îdî tu dest ji wan û ji wan tiþtên ku ewan bi vir dikin berde.
138- Û ewan (filan aha) gotine: "Evan tariþ û çandinîyên hanênan (bisixurandin) dest li wan nakebe, ji pêþtirê wanê ku bivên, tu kes ewan naxwe; di gomana wan da (wusa ne) û hinek tariþ jî (lê sîyarbûna wan) ne durist bûye û hinek tariþan jî (di gava serjêkirinê) navê Yezdan li ser naxûnin, bi vir (Evan: "Gorînê Yezdan in," dibêjin). Wê (Yezdanê) bi sedema wan virên ku ewan dikiribûne, ewan celat bike.
139- Û ewan (filan aha jî) gotine: "Çi tiþta di zikê van tariþan da heye, ewa xurî ji bona mêrên me ra ne û ewan ji bona jinên me ra ne durist e. Heke ewa (sexela di zikê tariþan da) mirî zabe; þixwa îdî (mêr û jin herduk jî) di wê (se­xela mirî zayî da) hempar in.'' Di nêzîk da (Yezdan) ê ewan, bi wan salixê wan celat bike. Bi rastî (Yezdan) bijejkeyê zane ye.
140- Bi sond! Ewanê, ku zarên xwe bi fafikî, bê zanîn dikujin û tiþta, ku Yezdan ji bona wan ra bi dilikî daye, ji xwe ra bi vir li ser navê Yezdan ne durist dikin, hene! Ewan ji rêya rast wunda bûne û ewan naynên rêya rast jî, Ewan zîyan kirine.
141- Û ewe, ku bostanê çiqile darên wan bi çardaxî û bi arzêlî çê kirîye û xurme û çandinîyên ku xwarina wan cure û cure ne û zeytûn û hinarên (ku di xwarinê da çeþna) wan wekî hev e û (ewanê ku di xwarin û rengan da) wekî hev nînin (gehîjandîye) hey ewa Yezdan e. Di gava ewan (daran) berdan, hûn ji berê wan bixun û di gava çinandina wan (beran da jî) hûn (baca wî ye) maf bidin. Û hûn dest belavbûnî nekin. Bi rastî (Yezdan) ji dest belavan hez nake.
142- Û (Yezdan) tariþ jî cure û cure afirandîye; (hinek) tariþ, ji bona barkirinê û hinek jî ji bona (ku hûn ji pûrta wan) binraxan çê kin. Hûn ji wan tiþtên, ku Yezdan ji bona we ra (bi duristî) dilik daye bixun û hûn nebine peyrewê þopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra neyarekî xûya ye.
143- (Yezdan ji tariþan) heþt zo (afirandine); ji mêþinan du zo û ji bizinan jî du zo; (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan nedurist kirîye? Ka bêjin! Gelo herdu zoyên nêr, ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist kirîye, ya jî ewa tiþta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene, ne durist kirîye? Heke hûn (di doza xwe da) rast in ka ji min ra bi zanîn bêjin".
144- Û ji devan du zo û ji dewaran jî du zo (afirandîye. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan ne durist kirîye? Ka bêjin, gelo herdu zoyên nêr ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist ki­rîye, ya jî ewa tiþta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene ne durist kirîye, ya jî di gava ku Yezdan bi van li we þîret dikir, hûn amede bûn? Gelo ji wî ke­sê ku (xebatê dike) ji bona, ku merivan ji rêya rast bê zanîn derxe, îdî cewrkar kê heye? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast."
145- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê, ez ji pêþtirê mirar û ya jî xûneke kêþokar û ya jî goþtê berazan, rastî tu xwarineke, ku ne durist be ji bo­na merivekî xureger ra ne hatime. Þixwa (goþtê beranzan jî) pîs e û ji pêþtirê (goþtê wê tariþa) ku bi wê gorî hatîye kirine, ne ji bona (qayîlbûna) Yezdan (hatibe jêki­rinê) þixwa eva jî rêderketina ji rê­ya rast e, nayêm. Îdî kîjan merivê ku bi vê nevê hewce be, ku ji wan tiþtên qedexe bixwe, dikare (ji wan tiþtan) xarineke nemir û nejî bixwe." Bi rastî Xudayê te baxiþkarê dilovîn e.
146- Û me li ser zarên cihûyan, hemû (candarên) bi pence (ji mel û çûk û tariþên hov û kedî) ne durist kirîye. Û dewar û mêþînîyan jî ji pêþtirê donê serda piþta û donê hestîyan ya jî donê bi hundurê wan (tariþan va) zeliqî, hemû donê mayî ne durist kirîye. Bi sedema ji ava rû derketina wan me wan ne duristîyên hanê ji bona wan ra çê kirîye. Û bi rastî em di van kirin û gotinên xwe da jî rast in.
147- Îdî heke ewan te (bi wan biryaran jî) bidne derawdêrandinê, tu (ji wan ra aha) bêje: "Xudayê we xweyê dilovanîyeke fire ye. Û tirs û þapata wî ji komalê gonehkar nayê fetilandine."
148- Ewanê ku hevrîyan digirin hene! Di nêzîk da (ewan aha) dibêjin: "Heke Yezdan biva, me û bav û kalê me jî hevrî ne digirtin û qe me tu tiþt jî ne durist nedikir." Bi vî awayî, ewanê di berya wan da jî (ku pêxemberên xwe) dane derewdêrandinê (wekî wan gotine). Heya ku tirs û þapata me (ji wan ra hatîye) ewan çeþna þapata me kirine. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Gelo li bal we (ji wan biryaran) zanîneke we heye, ku hûn ewê zanînê îdî ji bona me ra derxin (bid­ne nîþanê me)? Bi rastî hey hûn dibine peyrewê gomanan û hûn hey derewan ji ber xwe aloze dikin."
149- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Þixwa berata bê dudil, hey ji bona Yezdan ra ne. Îdî heke (Yezdan) biva, wê ewî hûn hemûþk jî anîbûna rêya rast."
150- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn bi lez ewan þahidên xweyên, ku þahidî didin (dibejin: "Bi rastî Yezdan) ewan tiþtên hanênan (ji bona merivan) ne durist kirîye bînin." Heke ewan þahidî dan, îdî tu jî bi wan ra þahidî nede û tu nebe peyrewê wan kesên, ku ewan bi berateyên me derew kirine (û nebe peyrewê wan kesên) ku bi roya para da jî bawer nakin. (Tuyê ça bibî peyrewê xweþîya wan) ewan bi xweber jî ji Xudayê xwe ra (pûtan) hempar digirin?
151- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn werin ezê ji bona we ra tiþta ku Xudayê we li ser we ne durist kirîye bixûnim. Hûn qe tu tiþtî (ji bo­na Yezdan ra) nexin hevrî û hûn ji bona da û bavên xwe ra qencîyan bikin û hûn ji tirsa xezanîyê, zarên xwe nekujin. Xarin û xakirin û dilika we û wanan em didin û hûn bi dîyarî û penhayî qe nêzîkê maþtoqîyê nebin û hûn ewî canê, ku Yezdan kuþtina wî qedexe kirîye, be mafî nekujin. Ji bo ku hûn hiþ hildin ewî ewan ji bona we ra þîret kirine.
152- Û hûn nêzîkê malê sêwîyan nebin, ji pêþtirê heya ewan gehîjtine wî danê ku ewan bi xweber dikarin îdî malê xwe biparisînin. Hûn di vê gavê da bi qencî dikarin rnalê wan bisixurînin (ya jî hûn ji pêþtirê qencîyan, heya sewî negihîjin, hûn nêzîkê malê wan nebin). Û hûn pîvan û kêþanê bi dadvanî pêk bînin. Em ji bona heryekê wekî hêza wî fermanan dikin (ji hêza tu kesî pirtir em fermanan nakin). Û di gava ku hûn mijûl bin hûn îdî dadî bikin, heke ewan pismamê we bi xweber bin jî û pêka peymana ku we daye Yezdan, bînin." Ewa bi van qedexan li we þîretan dike dibe ku hûn ji wan þîretan hildin.
153- Û bi rastî rêya mina rast eva ye, îdî hûn bibne peyrewê rê û hûn nebine peyrewê wan ryên mayî, ji bo ku hûn ji rêya Yezdan dernekebin, ku ji hev belav bibin. (Yezdan) bi van qedexan li we þîretan dike, ji bo ku hûn bi wan biryaran parisî bikin.
154- Û me paþê ji bona pêkanîna qencîya, qencîkaran û ji bona vekirina hemû bûyeran û ji bona beledî û dilovanîyê, ji Mûsa ra pirtûk daye, dibe ku ewan bi rasthatina Xudayê xwe bawer bikin.
155- Û eva (Qur'ana hanê) jî pirtûkeke pîroz e me hinartîye, îdî hûn bibne peyrewê (Qur'anê) û hûn (xuda) parizî bikin, hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê.
156- (Me eva pirtûka li ser we da hinartîye) ji bo ku hûn nebêjin: "Pirtûk li ser wan herdu desteyên di berya me da borîne (cihû û mexînan) hatîye hinartînê û em bi xweber jî ji xwendin û ji dersa wan bê agah bûne (ji ber wî me bi wan bawer ne dikir)."
157- Ya jî ji bo ku hûn nebêjin: "Bi rastî heke pir­tûk li ser me da hatibûya hinartînê, emê ji wan (herdu destan jî çêtir hatibûna rêya rast." Îdî bi sond! (Ewa Qur'ana) bi biryarên xweya vekerî va, ji Xudayê we ji bona we ra hatîye (ewa Qur'ana bi xweber jî ji bona kesan ra) beled û dilovînî (hatîye). Îdî gelo ji wî merivê ku biryarên Yezdan derew didêrîne û ji wan birya­ran rû difetilîne cewrkar kê heye? Ewanê ku rû ji bir­yarên me difetilînin hene! Emê ewan, bi sedema rû fetilandina wan bi sikê þapatan, þapat bikin.
158- Qey ewan hêvî dikin, ku ji bona wan ra firiþte werin, ya jî ewan hêvîya hatina Xudayê te dikin, ya jî ewan hêvîya hatina hinek berateyên Xudayê te di­kin? (Ji piþtî hatina wan, paþê ewanê bawêr bikin?) Di gava hinek berateyên Xudeyê te werin, îdî bawerîya tu kesî kêrê wî nayê. Heke ewî hêj di berya hatina (wan beratan da) bawer ne kiribe, ya jî ewî di bawerya xwe da keda qencîyekî ne kiribe. Tu (ji wan ra aha) bêje. "Hûn hêvîya hatina (wan beratan) bikin. Bi rastî em bi xweber jî hêvîya hatina wan dikin."
159- Bi rastî ewanê ku "ol"a xwe par dikin (bi hinek! Pêxemberan bawer dikin û bi hinek pêgemberan jî bawer nakin) hene! Ewan di bêre da jî deste deste bûne. Tu giza te bi wan tune ye, bûyer û temtêla wan hey li bal Yezdan e, paþê ewan çi kiribûne wê ji wan ra bêje.
160- Kîjan bi qencîyan va hatibe, îdî ji bona wî ra deh carî wekî wan (qencîyê anî) qencî he­ne û kîjan bi sikatîyan va hatibe, îdî ewa hey wekî wan (sikatîyan anî) tê celatkirinê û li wan nayê cewrkirinê.
161- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min ez anîme rêya rast (ewa rêya) oleke rast e (qe tu xarîya wî tune ye). Ewa "ol"a komalê Îbrahîm e ku xarê li bal yekatîyêvan e û (Îb­rahîm bi xweber jî) qe tu carî ne bûye ji wanê hevrîçêker."
162- Tu (aha) bêje: "Bi ras­tî nimêja min û perestîya min û zindetîya min û mirina min, hemûþk ji bona Yezdanê Xudayê cîhanê ra ne."
163- Qe ji bona wî ra tu hevrî tune ye û ez bi vî awayî hatime fermankirinê û ez bi xweber jî misilmanê yekem e."
164- Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ezê ça ji pêþtirê Yez­danê, ku Xudayê hemû tiþta ne, ji xwe ra xudakî bigirim? Û meriv çi ked bike, keda wî hey ji bona wî ra ne û tu bardar ji pêþtirê barê xwe, barê tu kesê mayî hilnade. Paþê hey fetla we li bal Xudayê we da ne, îdî tiþta ku hûn têda ne wekhev dibûne (Yezdan) ê ewî ji bona we ra bêje."
165- Û ewê ku hûn xistine þûnmayî di zemîn da, heye! Ewa (Yezdan) e. Ewî hinekên ji we li ser hinekan bi payan bilind kirîye, ji bona ku ewa di wan tiþtên dane we, we biceribîne. Bi rastî Xudayê te zû þapatger e û bi rastî ewa baxiþkarekî dilovîn e.

__________________
berxwedan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
MEYAFARQÝN..((SÝLVAN..))) //selam olsun silvanlýlara../// PCkopat Çandi Giþti 16 07-11-2008 10:00 PM
Amed berxwedan Dirok 7 19-11-2007 09:16 PM
Sûreta Maîde, li Medînê hatîye hînartinê û 120 berate ne. berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:21 PM
Sûreta Alê Î’mran berxwedan Kur'an-ý Kerim 1 03-04-2007 12:19 PM
mezÝnÊn Kurda kiremit Dirok 51 11-02-2007 05:25 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 05:13 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.