Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Semavi Dinler > Ýslamiyet > Kur'an-ý Kerim

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-04-2007, 12:19 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Sûreta Alê Î’mran


Sûreta Alê Î’mran, li Medînê hatîye hînartinê û 200 berate ne.
Bi Navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1- E.L.M. (Hey Yezdan bi arþa van tîpên di serê ferkeran da hatîye, dizane.)
2- Yezdanê (babetê perestîyê) ew e; ku ji pêþtirê wî tu yezdan tune ne; zindeyê bi xwe ye, pir þîye.
3- (Yezdan) bi mafêtî ewa pirtûka, ku rastdar e ji bona wan pirtûkên di berya xwe da ne, li ser te da hînartîye. Û (hêj di berya naha da), ewî (pirtûkên bi nav) Tewrat, Encîl jî hînartîye.
4- Ji bo ku ewan pirtûkan bibne beled ji bona merivan. Û ewî ewa pirtûka, ku pûçatî û mafê ji hev derdixe jî, hinartîye. Bi rastî ewanên ku bi beratenê Yezdan dibine file, hene! Ji bona wan ra þapatek e zor heye. Û Yezdan servahatê xwayî tûl e.
5- Bi rastî li ser Yezdan qe tu tiþtê di zemîn û ezman da heyî, veþartî nîne.
6-Yezdan ew e, ku ça bivê, we wusa di malberxan da dide rûçik kirinê. Ji pêþtirê wî tu Yezdanê (ba­betê perestîyê tune ye). Servahatê bijejke hey ewa bi xweber e.
7- Yezdan ew e, ku pirtûk bi ser te da hinartîye, hinek beratenê wê pirtûkê hene, ku ewan beratan xîmê wê pirtûkê ne (loma ewan be­ratan, bûyeran bi rûçikê wan va vedikin). Û hinek beratên mayî jî hene! Ewan ji bona çend arþan, wekî hev in (yani ewan ji bona çend ar­þan bi hev ra tên). Îdî ewan merivên ku di dilê wan da xarî heye, dibine peyrewê wan berate ne (ku ji bona çend arþan hatine). Wekî armancên xwe arþan didine wan beratan, ji bo ku tevdanê derxin, lê arþa wanê rastî jî hey Yezdan dizane. Ewan zana ne, ku di zanîn da rehdayî, dibêjin: “Me bi wê bawer kirîye, loma hemûþk jî li bal Xwedayê me ye. Evê jî hey hiþdar bîra xwe tînin.”
8- Xwedayê me! Tu dilê me ji piþtî, ku te em anîne rêya rast, îdî xar neke û tu ji bal xwe, ji bona me ra dilovanîyekî bide. Bi rastî hey tu yî, ku bê baha pir dayînê dikî.
9- Xwedayê me! Bi rastî di wê roya ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, hey tu merivan dicivînê. Bi rastî Yezdan ji peymana dayî naþipite.
10- Bi rastî ewanê bûne file hene! Mal û zarê wan, bi tu tiþtî ewan ji Yezdan nadine parisandinê. Û ardûkê agir hey evan bi xweber in.
11- Ewanê beratên me didane derewdêrandinê hene! Temtêla wan wekî temtêla wan komalên ku di berya Fir’ewn da (hatibûne) û wekî temtêla malyê Fir’ewn in. Îdî Yezdan jî bi sedema gunehê wan, ewan (bi þapan) girtin. Yezdan bi rastî zor þapata.
12- (Muhemmed! Tu ji bona wanê bû­ne file ra) Bêje: “Bi rastî hûnê di nêzîk da sernegûn bibin û hûnê li bal dojê da bêne civandinê.” Doj bi xweber jî çi qa sikê çîncîla ne!
13- Bi sond! Ji bona we ra, di wan her du destên, ku ji bona qirînê, têne hemberê hev, beratên hiþhildanî hene. Destek ji wan di rêya Yezdan da qirînê dike, desta mayî jî file ne. Ewa desta bawer dikin, evê desta file li ber çavan ducarê xwe dibînin. Yezdan jî evînê xwe bi arîkarêya xwe bi hêz dike. Divê bûyerê da ji bona wanê xweyî dîtinê ra hiþhildan heye (yanî ewan bivê servahatinê bi ponijandin hiþ hil didin).
14- Ji bona merivan hezkirina jinan û zaran û komên ji zer û zîvan û revonê hespan û kerî û sûrîne tariþan û çandinî bi dil xwestin, hatîye xemilandinê. Evanan xiþrê jîna cihanî ne. Û li bal Yezdan bi xweber da jî qencê þûnwaran heye, loma qencê zivirandina li bal wî da ne.
15- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra, hêj ji van hezkirinê we, çêtir bêjim? Ewa­nê Xweda parizî dikin, hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, behiþtên ku di bine darê wan da çem dikiþin heye. Ewanan di behiþtê da hey dimînin. Û ji bona wan ra zone paqij û qayîlbûna ji Yezdan heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
16- Ewan xwedaparizan in, ku dibêjin: “Xwedayê me! Bi rastî me bi te bawer kirîye, îdî tu ji bona me ra gunehên me bibaxiþîne û tu me ji þapata agir biparisîne.”
17- Ewan xwedaparizan in, ku li ser aþît û teþqelan hew dikin û rast in û bi dil perestî dikin û malê xwe ji bona hewcan ra, di rêya Xwedê da, disixurînin û di sewgura sibehê da, ji bona baxiþandina gunehên xwe, lavan dikin.
18- Bi rastî Yezdan û firiþtan û ewan zane ne, ku bi dadvanî radibin, daditîyî bi cîh tînin þahidî dane, ku tu yez­dan ji pêþtirê Yezdanê (babetê perestîyê) tune ne, hey servahatê bijejke ewa ye.
19- Bi rastî “ol”a ras­tî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piþtî ku ji wan ra zanîn hatîye, paþê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e.
20- Îdî heke ewan (Muhemmed) bi te ra di mafê (ol) ê da tekoþînê bikin, tu ji bona wan ra bêje: “Min xwe û bi wanê peyrewê xwe va ji bona Yezdan ra hispartîye.” Û tu ji bona wanê, ku pir­tûk ji bona wan ra hatîye û ji bona wanê ne xwandî ra bêje: “Hûn jî misilman bûne?” Îdî heke ewan misilman bên, þixwa ewan hatine rêya rast û heke ewan piþta xwe dane te (misilman ne bûn) li ser te hey gotina (biryarên Yezdan ji wan ra) heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
21- Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bo­na dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi þapata dilsoz bide mizgîndanê.
22- Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine þewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye.
23- (Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paþê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy.
24- Eva (rû fetilandina wan) ji bo ku ewan gotibûne: “Bi rastî agir ji pêþtirê çend rojên, hijmarî, bi me nagire.” Ewan bi van virên xwe, di “ol” a xwe da hatine xapandinê.
25- Îdî di gava, ku em ewan ji bona wê roja ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, bicivînin û ji bona her yekê ra jî, keda ku ewan kirîye tê dayînê, li wan bi xweber jî qe cewr nayê kirinê, gelo temtêla wanê, wê ça be?
26- (Muhemmed! Tu) bêje: “Xwedayê min e serokê, serekên bi hêzên maldarê berewan! Tu bi xweber î, hêz û berewanî bi serektî ji bona evînê xwe ra didî û tu kîjanî bivê, ji wî hêz û berewanî, bi serektî rût dikî û tu evînê xwe serfiraz dikî û tu kîjanî bivê, tu ewî sernegûn dikî. Hey çêtir bûyîn di destê te da ne. Bi rastî tu bi hemû tiþtan diþî.
27- (Xwedayê min!) Tu î, þevan dixî royan û royan dixî þevan (bi van xistinê di nava hev da, þev û royan bi hev didî dirêj kirinê). Û tu zindîyan ji mirêyan û mirêyan jî ji zindîyan, derdixî û tu ji bona evînê xwe ra, bê hijmar rozînan didî.
28- Bawerger, filan ji xwe ra naxine serkar (ewan hey bawergeran ji xwe ra dixne serkar). Îdî kîjan bawergerê ji pêþtirê bawergeran, filan ji xwe ra bixe serkar, li bal Yezdan tu dostîya wî tune ye. Ji pêþtirê heke hûn xwe, bivê serkaryî ji wan biparisînin (ji bo ku ji wan, ji bona we ra tu teþqele çê nabe, hûn dikarin bi xûyayî wan ra bibine dost). Û Yezdan jî we ji xwe dide tirsandinê. Bi rastî fetilandin hey li bal Yezdan da ne.
29- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) Bêje: “Hûn di dilê xwe da çi tiþtî veþêrin û ya jî derxin (bidine xûya kirinê) hey Yezdan bi wî dizane. Û ewa bi tiþtên di ezman û zemîn da heye jî dizane. Yezdan bi rastî bi hemû tiþtan diþî.”
30- (Hûn gelî merivan!) Ewê roya, ku hemû kes di wê royî da rastî qencînê xweyên kirî tên, ku amade ne û hemû sikatîne wî jî amade ne, ewa kesa hez dike, ku di nîveka wî û kirinê wî da danekî dûr hebûya (bi ponijandin bîra xwe bînin). Û Yezdan we (ji hatina di hemberya fermanê) xwe da, bi tirsdayî dide parisandinê. Yezdan ji bona benda ra mêhrivan e.
31- (Muhemmed! Tu ji wan ra) Bêje; “Heke hûn bi rastî ji Yezdan hez dikin, îdî hûn bibine peyrewê min, ku Yezdan jî ji we hez bike, û ji bona we ra gunehên we bibaxiþîne.” Bi rastî Yezdan baxiþkarê dilovîn e.
32- (Muhemmd tu ji wa ra) bêje: “Hûn bi gotina Yezdan û pêxemberê wî bikin.” Îdî heke ewan berê xwe fetilandin, bira ewan bi rastî bizanin! Yezdan ji filan hez nake.
33- Bi rastî Yezdan Adem û Nûh û binamala Îbrahim û binamala Î'mran (ku her yekê ji wan, ji niþa hev in) li ser heyîne cihanê hêlbijartîye.
34- Evan ûrtek e wusa nin, ji hev hatine. Û Yezdan bîhîstekê pir zan e.
35- Di gavekî da, jina Î’mran bi lavatî gotibû: “Xwedayê min! Bi rastî min eva (zaroka) di zikê xwe da, hey ji bo, ku ji te tenê ra xebat bike, bi gorîtî xumale kirîye. Îdî tu jî ewê ji min litê bike. Bi rastî hey tu î bîhîstekê pir zan.”
36- Îdî di gava jina Î’mran razaye Yezdan zanîbûye, ku çi ji wê ra bûye jî, ewê dîsa gotîye: ‘Xwedayê min! Bi rastî ji min ra keçikek bûye. Û zarên kurîn (ji bona xebatê) wekî zarên keç nabin, bi rastî min navê wê, “Meryem” danî û bi rastî ez ewê bi tevê ûrta wê va ji sikatîne pelîdê deherandî di hêspêrime, parisandina te.”
37- Îdî Xwedayê wê ewa gorya wê bi rindê qencîyan litê kirîye û Xweda ewa gorya wekî hêþnayan rind gîhandîye û Zekerêya jî xistîye daman ji bona gîhîjtina wê. Zekerya çi qa diçû (wê Babû-Çelîpa ya ku Meryem têda bûye) li bal Meryemê da rastê xarinan hatîye. Zekerêya, ji Meyre ra gotîye: “Ka evan xarinê hanênan ji kur ji bona te ra hatine?” Meryem ji bona Zekerêya ra gotîye: “Ewan xurekan ji bal Yezdan ji min ra tên.” Bi rastî Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar dilikan dide.
31- Di wura da Zekerêya bi lavatî gazî Xwedayê xwe kirîye. (Zekerêya) Gotîye: “Xwedayê min! Tu ji bona min r ali bal xwe ûrtek e paqij bide. Bi rastî tu gazîkirinan dibihê.
39- Îdî gava (Zekerêya) di (babû-çelepa) ê da nimej dikir, firiþtan gazî wî kirine (gotine):“Bi rastî Yezdan tu bi kurekî bin av “Yehya” daî mizgîn danê.Yehya ewî merivê ku bi fermana Yezdan bûye,dide rast dêrandinê û ewa bi xweber jî serok û dawpaqij û pêxember û ji aþtîkaran e.
40- Zekerêya bi lavatî ji Xweda ra gotîye: “Xweda! Ka, </SPAN>we ça ji bona min ra kurekê bibe? Îdî ez kal bûme û jina min jî “eremûk” e. (Yezdan) Gotîye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa dike.”
41- (Zekerêya ji Xweda lava kirîye) Gotîye: “Xweda! Ka tu ji bona min ra (ku wê ji bona min ra kurekî bibe) beratekî bide.” Xweda ji bona Zekerêya ra gotî&shy;ye: “Berata te ev e; ku tu di sê royan da bi tu kesî ra mijûl nebî, ji xêncî bi niqandin (bi peyivî). Û tu pir perestîya Xwedayê xwe bikî. Û tu di sibe û êvaran da Xwedayê xwe ji kêmasîyan bi sipazî paqij bikî.”
42- Û di gavekî da firiþtan (aha)gotine: “Meryem! Bi ras&shy;tî Yezdan tu hêlbijartî û paqij kiriye û ewî te li ser hemû jinên cîhanê bi paydarî hêlbijartî.”
43- Meryem! Tu bi dil ji bona Xwedayê xwe ra (biperestî) stûyê xwe xar bike û tu ji bona Xwedayê xwe ra kunde behere û tu bi wanê ku (xwe ji bona Xweda ra) kûz dikin, xwe kûz bike.
44- (Muhemmed!) Evanan hemûþk ji axiftinê dizîka da nin, em li bal te da diniqînin. Di gava ewan peþk diavêtin, ka kîjanê ji wan bibe damin, ji bona xwayî kirina Meryemê û di gava ku ewan tekoþîn dikirin (ji bona daminya Meryemê) tu li bal wan nebû î!
45- Di gavekî da firiþtan (aha) gotibûne: “Meryem! Bi rastî Yezdan te bi peyvek e ji xwe dide mizgîndanê. Navê wî Îsa Mesîhê kurê Meryemê ye. Ewa di cihan û di dan û gavê pa&shy;ra da jî, pir bi rû ye. Ewa ji wanê nezîkê (Yez&shy;dan) e.
46- Û ewa bi merivan ra, di çincîl û di kalitîya xwe da jî, axiftinê dike, ewa ji aþtîkaran e.
47- Meryemê, bi lavatî gotîye: “Xwedayê min! Ka, wê ça ji bona min ra zarê bibe? Ji merivan destê tu kesekî bi min ne ketîye.” (Yezdan ji bo&shy;na Meryemê ra) gotiye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa diafirîne.” Di gava (Yezdan bûyerekî) biqedîne ji bona we ra dibêje: “Bibe." Îdî </SPAN>ewa jî dibe.
48- Û Yezdan ewî hînê nivîsandin û zanîna retkokî û (hînê) xwendina Tewrat û Încîlê jî dike.
49- Û Yezdan ewa bi pêxemberî li bal zarên cihûyan da þandîye, ji bo ku ji wan cihûyan ra (aha) bêje: “Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Ez bi beratenê ji Xwedayê we li bal we da bi pêxemberî hatime þandinê. Ezê ji bo&shy;na we ra ji heryê tokelêkî wekî tokela çûkan çê bikim, îdî ezê pufê wê tokelê bikim, ewayê bi destûra Yezdan bibe çûk. Û ez korên zikmakî û belekan bi mafêtî qenc dikim û ez mirêya bi destûra Yezdan, zinde dikim. Û hûn di mala xwe da çi bixun û çizimhêr bikin, ezê ji bona we ra bêjim. Bi rastî heke hûn bawer dikin,di van da berateyên mezin ji bo&shy;na we ra hene.
50- Û ji bo ku ez ewê pirtûka ku di berya min da hatîye, rast bidêrînim û ez hinek, ewan tiþtên ku we li xwe ne durist kirîye, durist bikim, hatime þandinê. Min ji Xwedayê we, ji bona we ra beratên daveger anîne. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin.
51- Bi rastî Yezdan, Xwedayê min e û Xwedayê we ye jî. Îdî hûn ji wî ra perestî bikin. Rêya rast eva ye.
52- Di gava Îsa, ji wan cihûyan filetî seh kirîye, îdî (Îsa aha) gotîye: “Gelo di rêya Yezdan da, kê heye, ku arîkarêya min bike?” Suxtene wî (aha) gotine: “Em arîkarên Yezdan in (em di rê&shy;ya Yezdan da arîkarîyê didine wanê, ku di rêya Yezdan da xebatê dikin). Me bi Yezdan bawer ki-riye û tu jî þahidî bike, ku em bi rastî misilman bûne (Me xwe hispartîye Yezdan)”
53- Xwedayê me! Bi rastî me bi wan biryarên ku te hinartîye bawer kirîye û em bûne peyrewê pêxember, îdî tu me bi þahidan ra binivîse (ji wanên ku bi te û bi pirtûk û bi pêxemberan bewer kirine, di rêya wan da diçin).
54- Lê (ewan cihûyan ji bona kuþtina) Îsa xax (endeze) kirine û Yezdan jî (endeze) xax kirîye (ewan bi wî xaxê xwe nikaryan îsa bikuþtanan, lê ewan bi xweber xwe kuþtine, xaxê wan bi wan da hatîye). Û Yezdan bi xweber jî qencê xax çêkeran e.
55- Di gavekî da Yezdan ji bona Îsa ra (aha) gotiye: “Îsa! Bi rastî ezê canê te bistînim û ezê te li bal xwe da bilind bikim, û ezê te ji wanê ku filetî dikin paqij bikin û ezê ewanê peyrewîya te dikin li ser wanê ku fileti dikin, heya roya rabûna hemûtî serfiraz bikim, fetilandina weya paþyî hey li bal min dane. Îdî ezê berewanîya we di wan tiþtên, ku hûn di wan da ne wekhevbûn e, bikin."
56- Îdî ewanê bûne file hene! Bi rastî ezê ewan di cihan û di dan û gavê para da bi þapatek e zor bidime þapatkirinê. Û ji bona wan bi xwer jî tu arîkar tune ye.
57- Û ewanê bawer kirine û karê aþtî kirine hene! Îdî kirya wanê wê bê kemasî ji wan ra bê dayînê. Û Yezdan bi xweber jî ji cewrkaran hez nake.
58- (Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan ku em ewan ji te ra dixûnin, ji beratan û ji (Qur’ana) bijejke ne.
59- Bi rastî temtêla Îsa li bal Yezdan wekî temtêla Adem e. (Yezdan, Adem) ji xwelîyê afirandîye, Paþê ji wê ra gotîye: “Bibe” îdî ewa jî bûye.
60- Bi rastî daditî (û rastî) ji Xwedayê te ye, îdî ewanê ku (di dabaþa Îsa da) dudilî dikin hene! Tu nebe ji wana.
61- (Muhemmed!) Îdî ji piþtî ku ji te ra zanîn divê dabaþê da hatîye, heke yek (dîsa) bi te ra tekoþîn bike, tu (ji bona wan ra) bêje: “Hûn werin (bicivin) ku em gazî zarê xwe û gazî zarê we û em gazî jinên xwe û gazî jinên we bikin û em û hûn bi xwer jî bi civin; paþê em bi hev ra qîr bikin (bêjin); îdî ewanê virek hene! Em bi hev ra deherandina Yez&shy;dan li ser wan (bixûnin).”
62- Bi rastî ewa (bûyera di mafê Îsa da hatiye gotinê heye) bûyera rast eva bi xweber e. Û ji pêþtirê Yezdanê (babetê perestîyê) tu yezdan tune ne. Bi rastî Yezdan bi xweber jî serfirazê bijejke ye.
63- Îdî heke ewan rû bifetilînin, bi rastî Yez&shy;dan bi tevdanokan dizane.
64- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Ka hûn werin bal wê peyva, ku di nîveka me û di nîveka we da bi wekitî yek e; em hey ji Yezdan ra perestî bikin û em tu tiþtî ji bona Yezdan ra nexine hevrî û hinekên me, hinekî meyî maî ji xwe ra ji pêþtirê Yezdan bi xwedatî negirin.” Îdî heke ewan rû bizivirînin tu (ji wan ra aha) bêje: “Hûn þahid bin, ku bi rastî em misilman bûne.”
65- Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima di mafê Îbrahîm da tekoþînê dikin? Tewrat û Încîl di pey Îbrahim da hatine hinartinê. Îdî qe hûn hiþ hilnadin?
66- (Em bêjin): “Hûn dikarin di wan tiþtên, ku hûn bi wan dizanin, di wan da tekoþînê dikin, lê hûn çima di wan tiþtên, qe tu zanîna we bi wan tune ye tekoþînê dikin?" Yez&shy;dan bi xweber jî bi wan diza&shy;ne lê hûn nizanin.
67- Îbrahîm, cihû jî nîne û mexinî jî nîne û lê Îbrahim bi rastî henîfekî misilman bûye. Û Îbrahîm putperest jî ne bûye (Îbrahîm di "ol"a bi nav (henîf) da bûye ar&shy;þa peyva "henîf" ji pûçitîyê dest berda ye li bal mafê da hatîye. Eva jî misilmanî bûye, putperestî nîne).
68- Bi rastî ji kesan ewanê babet in ji bona Îb&shy;rahîm ra hene! Peyrewê </SPAN>(Îbrahîm) û ewa (Muham-med) pêxember û ewanê bawer kirine (bi xweber in). Û serkarê bawergeran þixwe Yezdan e.
69- Destekî ji xweyî pirtûkan hez kirine, ku we ji rêya rast biþipitînin (bixine file). Ewanan hey xwe ji rêya rast diþipitînin û bi xweber jî agah nakin.
70- Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Û hûn bi xweber jî (bi zanîn) ewan dibînin.
71- Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima rastî û pûçîtiyê tevê hev dikin û hûn bi zanîn jî mafê vediþêrin?
72- Û destekî ji xweyê pirtûkan (aha) gotine: “Hûn (gelî hevalên meyên xweyê pirtûk) bi wan biryarên </SPAN>ku li ser </SPAN>bawerkaran da (misilmanan) hatine hinartinê; di serê royê da bawer bikin û hûn di dawîya royê da bi wan bibin file, dibe ku ewan (bi van kirinê weyên tinazî) ji bawerya xwe bizivirin.”
73- Û hûn (gelî xweyê pirtûkan!) Ji pêþtirê wanê ku bûne peyrewê "ol" a (dîn) we bi tu kesî bawer nekin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî rêya rast, rêya Yezdan e.” Qey gava ku ji bona yekê ra wekî wan biryarên, ku ji bona we ra hatine bê dayînê, ya jî ewa meriva bi wan biryaran li bal Xwedayê we, bi we ra tekoþînê bike, hûnê dîsa bêjin: “Bi wan bawer ne&shy;kin?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Bi rastî rûmet di destê Yez&shy;dan da ne, ji kê ra bivê ji bona wî ra dide. Û Yezdan bi aborî bê perwayê pir zan e.”
74- Yezdan evînê xwe, bi dilovîna xwe ra xwurî dike. Û xweyê rûmeta mezin Yezdan e.
75- Û ji xweyê pirtûkan hinek hene! Heke tu bi barê devan mal daynî bal wan tu bi wan ewle dibî, ku ewan ewî malî dîsa li bal te da bidin. Û hinek jî ji wan hene! Heke tu bi wan ewle bî, polekî bidî bal wan, ewan ewî polî para da nadine te, heya tu li ser wan pê nebirî (ewan ji xastinê bê zar nekî). Eva ne dana wan ji ber ku ewan di gotibûne: “(Ji bona xwarine me, ji malê nexwendîyan û nezanan) tu gunehkarî û ne duristî ji me ra tune ye.” Û ewan (cihûyan) li ser navê Yezdan vir dikirin (digotin: “Þixwa di pirtûka me da jî heye, xwarina malê nezan, û malê bîyanê cihûyan, ji bona cihûyan ra durist e). Ewan bi zanîn evan viran li ser navê Yezdan dikirin.
76- Gotina wan nîne lê kîjan peymana xwe pêk bîne û xwedaparisî bike (bira bizane) îdî Yezdan jî ji xwedaparisan hez dike.
77- Bi rastî ewanê, ku bi perekî hindik peymana Yez&shy;dan û sondên xwe difiroþin hene! Ji bona van ra di dan û gavê para da tu par tune ye. Evan in, ku Yezdan bi wan ra axiftin nake û Yezdan di roya rabûna hemûtî da jî li wan mêze nake û ewan ji gunehan paqij nake. Û þapateke dilsoz ji bona wan ra heye.
78- Û destek jî ji wan hene (di gava xwendina pirtûkê da) zimanê xwe, xaromaro dikin, ji bo ku hûn goman bikin ewa tiþta, ku ewan dixûnin, ji pirtûkên (lê qe giza pirtûkê jî bi wan tune ye) ewan ji pirtûkê nînin. Û ewan dibêjin: “Evan xwundinên me, ji bal Yezdan hatîne.” Û ewa xwendina wan bi xweber jî qe li bal Yezdan ne hatine. Û ewan bi zanîn viran li ser navê Yez&shy;dan dikin.
79- Babet nîne ji bona tu kesî ra; heke Yez&shy;dan ji bona wî ra pirtûk û zanîna retkokî û pêxemberî dabe, paþê ewa jî ji bona merivan ra bêje: “Hûn ji yezda ra perestî nekin, ji min bi tenê ra perestî bikin.” Lê ji bona wî ra babet ev e, ku ewa ji bona me&shy;rivan ra bêje: “Bi wan biryarên ku hûn ji pirtûkê hîn bûne û bi wan biryarên ku hûn ders didin ji bona Yezdan ra hûn bibin bendeyên xwumal e.”
80- Û ewa, fermana we nake, ku hûn firiþtan û pêxemberan ji pêþtirê wî, ji xwe ra bi xwedatî bigirin. Ji piþtî ku hûn misilman bûne, ewa ça fermana we, bi filetîyê dike?.
81- Di gavekî da Yezdan ji pêxemberan peymanek e (aha) sitandibû; bi sond! Min ji we ra ji pirtûk û ji za&shy;nîna retkokî daye, paþê gava ewa pêxemberê ku vê (pirtûka) bi we ra heyî dide rast dêrandinê hat, hûnê bi wî bawer bikin û hûnê arîkarêya wî bikin; hûn evê peyman litê dikin û hûn dibêjin erê; ku hûnê li ser wê paymana min e hanê herin? (Pêxemberan) gotine: “Erê (em ewê peymanê litê dikin emê li ser wê herin). Yezdan (ji wan ra aha) got: “Îdî hûn nehrevan bin, bi rastî ez jî bi we ra ji nehrevanan im.”
82- Îdî ji piþtî vê peymanê, kîjan rû bizivirîne (peymanê pêk neyîne) ewan bi xweber in, ku bi rastî ji rêya rast derketine.
83- Qey ewan ji pêþtirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweþî û nexweþî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin.
84- (Muhemmed!) Tu bêje: “Me bi Yezdan û bi wan biryarên, ku li ser me da hatine hinartinê û bi wan biryarên. ku li ser Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevyê wan da hatine hinartinê bi wan pirnûkên, ku ji bona Mûsa û Îsa û pêxemberan ji Xwedayê wan hatîye, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu dutîretî nakên. Û me bi xweber ji, xwe ji bona (Yezdan ra) hispaniye.”
85- Û kijan ji pêþtirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xwe&shy;ber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e.
86- Ça Yezdanê ewî komalî, ku ji wan ra beratên daveker hatibin, ewan bi wan beratan bawer kiribin û ewan þahidî dabin, ku pêxember rast in, îdî paþê ewan bi vî ra jî bibine file, bîne rêya rast? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayîne rêya rast.
87- Celata wan, ev e: “Deherandina Yezdan û firiþtan û kesan, hemûþk bi rastî li ser wan e.”
88- Ewan di nava deherandinê da hey dimînin. Þapat li wan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê (ku þapata wan bê para danê).
89- Xêncî wan merivên, ku ji piþtî gunehan poþman bibin û aþtî kiribin, îdî bi rastî Yezdan baxiþkarê dilovîn e.
90- Bi rastî ewanê ji piþtî bawerêya xwe bûne file û paþê di filetîyê da jî pêþ da çûne hene! Poþmanîya wan qe nayê litê kirinê û ewan bi xweber in, ku rêya rast wunda kirine.
91- Bi rastî ewanê bûne file û gava mirinê jî bi filetî mirine hene! Ji tu kesekî ji wan, wekî tijîbûna cihanê zêr jî bidin, ji bo ku ji þapatan fereste bibin, dayîna wan nayê litê kirinê (ewan cihanê tijî zêr bikin, ji bona ferestîya xwe ji agir, bidin, dîsa ewan ji þapat û ji agir feres&shy;te nabin). Evan in. ku ji bona wan ra þapatek e dilsoz heye û ji bona wen ra qe tu arîkarî jî tune ye.
92- Bi rastî heya hûn ji wan tiþtên, ku hûn ji wan hez dikin (di rêya Yezdan da) nesixurînin hûn nagehêjên qenciyan û hûn (di rêya Yezdan da) çi bisixurînin bi rastî îdî Yezdan bi wî dizane.
93- Hêj di berya ku pirtûka (bi nav) Tewrat ne hatibû hinartinê hemû xurek ji bona zarên Îsrail ra dirustbûye, ji pêþtirê wan xurekên, ku Îsrail ji xwe ra li ser xwe ne dirust kirîye. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in ka pirtûka Tewratê bînin û hûn Tewratê bixunin. (Ewan dozên we ne, ku hûn dikin, ka Tewratê di mafê wan da çi gotîye?)”
94- Îdî ji piþtî van kîjan li ser navê Yezdan viran bike, bi rastî ewanê cewr kirine evan bi xweber in.
95- (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Yezdan rast gotiye.” Ka îdî ewa ola (dîn) Îbrahîmê ku ji xarîye li bal rastîyê da hatîye paldanê heye! Hûn bibin peyrewê wê. Û Îbrahîm bi xweber jî ji putperestan ne bûye.
96- Bi rastî xanîyê ku ji bona (sertêdana) merivan (bi perestî) di cara yekem da (ji bona beledîya kesên li ser zemîn) hatîye danînê, ewa xanîyê bi nav (Kabe) di Mekkê da ne. (Ewa xanîya) ji bona hemûþk (kesê) cihanê ra pîroz û belede.
97- Di wura da beratên xûyayî hene, þûngeha Îbrahîm he&shy;ye. Û kîjan bikebe wura, îdî ewa ewle dibe. Û li ser wan kesên bi hêz, ku dikarin herin wura, ji bona Yezdan sertêdana (heca) wî xanîyê bi vê nevê ye. Û kîjan xwe ji sertêdana wî bide para da (ya jî bibe file neçe wura) bira ewa îdî bizane; bi rastî Yezdan ji hemûþk gerdûnê bê perwa yê zengîn e.
98- (Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Bi rastî Yezdan ewan tiþtên ka hûn dikin dibîne.”
99- (Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima rêya Yezdan ji ber wanê bawer kirine digirin ku hûn ewan bixin rêya çewt, hûn bi xweber jî dibînin (ku rêya bawergeran rast e)? Û Yezdan ji wan kirinên we bê agah nîne.”
100- Gelî ewanê bawer kirine! Heke hûn bi gotina destekî ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatîye bikin, ewanê we ji piþtî bawerêya we, bifetilînin bixne file.

berxwedan is offline  
Eski 03-04-2007, 12:19 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 25872
Rep Puaný : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb


101- Û di gava hûn derketin rê, heke hûn (di rêya xwe da) tirsîyan, ku ewanê file wê ji bo&shy;na we ra zîyanê bidin îdî heke hûn nimêja xwe kurt bikin, tu zîyan û gunehkarî li ser we tune ye. Bi rastî file ji bona we ra neyarên xûya ne.
102- Û di gava (Muhemmed!) tu di nava wan da bî; îdî tu ji bona wan ra nimêja wan (bi komatî) bikî, îdî bira des&shy;tek ji wan bi te ra nimêj bikin û bira awan hemûþk çekên xwe jî hildin. Di gava (kom bi te ra) kunde birin, îdî bira ewan (rabin nimêja xwe hemû bikin) para da herin li pey we da (dîdevanî bikin) û bira ewa desta mayînê, ku hêj nimêj ne kiribûne (di cara yekem da dîdevanî dikiribûne) werin, îdî bira ewan bi we ra nimêja xwe bikin. Û bira ewan bi hemûtî tedbîra xwe bibînin û çekê xwe bigirin. Ewanê bûne file hene! Ewan hez kiribûne, heke hûn ji çekê xwe û ji dilikê xwe bê goman bibin, îdî ewan niþkê va bi hev ra (wekî êraþa merivekî bi tenê) li ser we da êriþê bînin. He&shy;ke bariþt bibare ya jî hûn nexweþ bin (hûn bizanin! heke hûn çekê&shy;n xwe hildin) hûnê ji hildana wan çekan cefayî bibînin, qe hûn çekan hilnedin jî tu zîyan ji bona we ra tune ye. Lê hûn dîsa tedbîra xwe hildin. Bi rastî Yezdan ji bo&shy;na filan ra þapateke sernegûnî amade kirîye.
103- Îdî di gava we nimêja xwe (bi vî awayî pêk anî) hûn perestîya Yezdan li ser pîyan û rûniþtî û li ser kêlekan dirêjkirî, bi bîranînî bikin. Îdî di gava hûn (ji tirsa êriþa filan û neyaran) ewlebûn hûn nimêja xwe (weki ça Yez&shy;dan ferman kirîye) dîsa wusa pêk bînin. Bi rastî nimêj li ser bawergeran bi danitî nivîsarîyeke (wusa ne, kirina wê bi vê nevê bûye) hatîye nivîsandinê.
104- Û hûn (gelî bawergeran!) ji bona daçûna li pey neyaran da sistayî nekin. Heke hûn (ji daçûna li pey neyaran da) cefa dikiþînin, bi rastî ewan neyaran jî cefa kiþandine ça hûn cefayî diki&shy;þînin û hêj (pirtir jî). Hûn ji Yezdan tiþtên wusa daxwazî dikin, ku qe ewan neyaran, ewê daxwazîya we nakin. Bi rastî Yezdan zanayê bijejke ye.
105- Bi rastî me pirtûk li bal te da (Muhem&shy;med) bi mafitî hinartîye, ji bo ku tu di nava kesan da bi wan biryarên ku Yezdan bi te daye diyarkirinê, berewanî bikî. Û tu ji bona qelpan ra nebe parisvanê dozdar.
106- Û (Muhemmed! tu ji bona) baxiþandina (gunehan) ji Yezdan baxiþandanê daxwazî bike. Bi rastî Yezdan baxiþkarê dilovîn e.
107- Û tu ji ber wanê, ku bi xweber li xwe qelpî kirine tekoþînê neke. Bi rastî kîjan qelpî û gunehkarî bike, Yezdan ji wî hez nake.
108- Ewan durûyan (sikatîyên xwe) ji merivan vediþêrin, lê ji Yezdan venaþerin. Di dana þe&shy;vê da jî ewanan; ewan peyvên Yezdan pê qayîl nabe dihûnin, Yezdan bi xweber jî bi wan ra ne. Bi rastî Yezdan ewê tiþta ku ewan dikin, hildaye binê hêzê xwe.
109- (Em bêjin: Muhem&shy;med! tu) di jîna cihanê da ji bona vana tekoþînê bikî, îdî gelo di roya rabûna hemûþkî da, kîjanê ji ber wan da bi Yezdan ra tekoþînê bike? Ya jî kîjanê serkarya wan hilde ser xwe (ku ewan ji þapatan fereste bike)?
110- Û kîjan merivekî ku karekî sik bike, ya jî bi xweber li xwe cewr bike, paþê (ku zanî ewî gunehek kirîye) ji bona baxiþandina wî gunehê kirî, heke ji Yezdan lava bike, ewayî rastê Yezdan were, ku Yezdan bi rastî baxiþkarê dilovîn e.
111- Û kîjan meriv gunehekî ked bike, ewî îdî ewa guneha ji xwe ra kirîye. Û þixwa Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
112- Û kîjan meriv nûsîtemekî, ya jî gunehekî ked bike, paþê bavêje sitûyî yekê bê gur û bê goman, bi sond! Îdî ewî ber çavî, vir û gunehekî mezin hildaye ser xwe.
113- (Muhemmed!) heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser te tune bûya; ji bo ku ewan te ji rêya rast derxin, we destekî ji wanê (du&shy;rû) xebat bikirinan (ku te ji rêya Yezdan derxistinan). Lê ewan ji pêþtirê xwe bi tenê, tu kesî ji rêya rast dernaxin. Û ewan (bi wan xebatê xwe jî) qe bi tu tiþtî zîyana te nakin. Þixwa Yezdan jî bi ser te da pirtûk hinartîye û bi te zanîna retkokî daye hînkirinê û tiþta qe te be&shy;rê da pê nizan bûye daye zanînê. Û bi rastî rûmeta Yezdan li ser te mezin e.
114- Ji pêþtirê (mijûlya wî) kesê (ku bi dizîka) fermana bi dana mal, ji bona arîkarya merivan, ya jî bi qencîyan, ya jî bi aþîtîya di nava kesan da bike, qe tu qencî di wan piste piste wan da tune ye. Û kîjan evan (piste û pist û civînê bi dizî) ji bona qayîlbûna Yezdan bi&shy;ke, îdî bi rastî emê ji bona wî ra xelatên mezin bînin.
115- Û kîjan merivê, ji piþtî ku rêya rast jê ra diyar bibe, paþê ewa di hemberê pêxember da dutîretî bike û bi xweber jî bi peyrewê wê rêya ku ewa pêþtirê rêya bawergera ne; emê jî ewî bizivirîne wê rêya ku ewa li bal da zivirêya ye û emê ewî bixin dojê. Ewa doja çiqa sikê êwran e!
116- Bi rastî Yezdan (gunehê) ku jê ra hevrî bê çêkirinê nabaxiþîne, ji pêþtirê vî (gunehî, Yezdan) ji bona kêra bivê (gunehê wî) dibaxiþîne û kîjan meriv ji bona Yezdan ra hevrîyan bigire, bi sond! Îdî ewa bi wundabûneke dûr wunda bûye.
117- Ewan (hevrîçêkeran) ji pêþtirê Yezdan hey gazî (hinek xudayên) mê dikin û ewan (bi vê gazîkirina xwe) hey gazî pelidê hînckar dikin.
118- Yezdan ewa pelîda deherandîye. Û pelîd (ji bona Yez&shy;dan ra) gotîye: “Bi rastî ezê ji benddeyên te pareke hatîye diyarkirinê. hildim."
119- Û ezê ewan bendeyên te ne (ku para min ketine) ji rêya &shy;rast wunda bikim û ezê bi wan minî minyan bidime pevxistinê (ku ewan jîna xwe wusa pêþ va beherin) û ezê fermana wan bikim, ku ewan îdî guhê tariþan biqelêþin (ji bona pûtan ra duruf bikin) û ezê fermana wana bikim, ku ewan; ewî rûçikê Yez&shy;dan afirandîye biguhurin (ji bona bedewî û rindaya xwe, ru û rûçik, heya bi mêyîtî û nêritî jî xwe biguhu&shy;rin.) Û kîjan meriv bi rastî ji pêþtirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar bigire; îdî bi sond! Ewî zîyaneke ber çavî kirîye.
120- Pelîd (ji bona wan ra) pey mana (pir tiþtan) dide û minî mîniyan ji bona wan ra pevdixe. Pelîd ji pêþtirê xapandinê, qe tu tiþtî ji wan ra peyman nade.
121- Êwra vanaya paþîyê hey doj e. Ewan ji dojê qe tu rêya ferestîyê jî nabînin.
122- Û ewanê ku bawer kirine û ka&shy;rê aþtî kirine hene! Bi rastî emê ewan bixne wan bihiþtên, ku di binê (darê wan da) çem dikiþin. Ewanê di wan bihiþtan da hey bimînin. Eva peymaneke rast e ji Yezdan e. Û gelo ji Yezdan bi gotin; rastgotî, kê heye?
123- (Gelî bawergeran! Evan xelat û celatên hanênan) ne bi mînî mînîya we di&shy;be, ne jî bi mînî mînîya xweyê pirtûkan di&shy;be. Kîjan meriv sikatîyan bike, ewayî bi wê sikatîyî bê celatkirinê û ji bona wî ra ji pêþtirê Yezdan rastê tu serkar û arîkarekî nayê.
124- Û çi mêr û çi jin bi bawergerî, kîjan kesê ji karên aþtîkaran bike, îdî ewanê bikevine bihiþtê û wekî çirûskekî jî li wan cewr nayê kirinê.
125- Û gelo ji "OL" a wî kesê, ku bi qencî xwe hispartîye Yezdan û bûye peyrewe "OL" a Îbrahîm e, ku ji xwarîye li bal rastîyê da derketîye, "OL"a kîjanan rast e? Û Yezdan jî Îbrahîm ji xwe ra dost girtibû.
126- Û çi tiþta di ez&shy;man da heye û çi tiþta di zemîn da heye, hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Þixwa Yezdan ewan tiþtan hemû jî (bi zanîn) hildaye binê hêza xwe.
127- (Muhemmed!) Ewan (di mefê) jinan da (ku para wan ji malê mîratê çiqas e) ji te dipirsin. (Tu ji bona wan ra aha) beje: “Þixwa Yezdan (di mafê) wan da ji bona we ra (rê) dayê (niþankirinê): Ewa malê mîrata ku ji bona wan jinên sêwî ra hatine dîyarkirinê, hûn bi xweber jî divên ku bi wan ra kevîn bibin û (mafê wan) kurên bê wec û (mafê) sêwîyan ku hûn bi (dadvanî) mafê wan ragirin, di pirtûkê da ji bona we ra hatîye xwendinê.” Û hûn ji qencîyan çi bikin, bi rastî îdî Yezdan bi wan dizane.
128- Û heke jinek tirsîya ku bi mêre xwe ra derbasî nake, ya jî tirsîya ku mêrê wêyî dest ji wê berde, ji bona aþtîya di nava xwe da heke xebatê bikin, tuzîyan û gunehkarî li ser wan tune ye. Þixwa hevhatin (ji bona wan ra) çêtir e. Û can bi xweber jî ji bona kumreþîye ra hatîye amadakirinê. Û heke hûn qencîyan bikin (bi hev ra darbasî bi&shy;kin) û hûn xwe ji bê mafîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan bi tiþta hûn dikin îdî agahdar e.
129- Hûn çiqa ced dikin, bikin, bi rastî dîsa hûn nikarin di nava jinan da dadvanî bikin. Barî îdî hûn bi hemûtî li bal yekê (ji wan jinên xwe da) hogirî nekin, ku hûn ewa mayî jî wekî wanê darda mayî bihelin. Û heke hûn aþtî bikin (bi wan ra derbasîyê bikin) û hûn xwe ji bê mafîtîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan îdî baxiþkarê dilovîn e.
130- Û heke ewan herduk (jin û mêr) ji hev raqetin, Yez&shy;danê ewan herdukan jî ji maldarya xwe zengîn bike (ewanan hewciyê hevdu nake). Þixwa Yezdan zengînê bijejke ye.
131- Û çi tiþtên di ezmana da heye û çi tiþtên di zemîn da, heye hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Bi sond! Me li wanê ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatibûye, þîret kirîye û me li we jî þîret kirîye, ku hûn parizaya Yezdan bikin û heke hûn filetîya Yezdan bikin, hûn bi rastî (bizanin)! Îdî çi tiþtên di ezmana da heyî û çi tiþtên di zemîn da heyî hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Þix&shy;wa Yezdan bi xweber jî bê perwayî pesinvan e.
132- Û çi tiþtên di ezmanan da heyî û çi tiþtên di zemîn da heyî, hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Û þixwa Yezdan bi serkarî bes e.
133- Gelî kesan! Heke Yezdan bivê, wê we behere (tune bike) û wê (di þûna we da) hinekî mayî (ne ji we) bîne. Û bi rastî Yezdan bi vê kirinê diþî (hêza wî li ser wê kirine heye).
134- Kîjan merivê qencên cihanê bivê, îdî (bira ewa bizane) qencên cihanî û qencên gav û danê para da jî hemûþk li bal Yezdan heye. Bi rastî Yez&shy;dan bihîstokê dîdevan e.
135- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bibin arîkarê dadvanîyê. Hûn ji bo Yezdan, li ser we bi xweber be jî ya jî li ser da û bav û pismamê we, ku zengin û xezan bin jî (qe raqetandinê) nekin, nihrevanîyê (þahîdîyê) bidin. Loma Yezdan ji wan (zengin û xezanan) babettir e (ku hûn rûmeta wî bigirin). Îdî ji bona ku hûn dadvanî nekin, nebine peyrewê dilxwestina xwe. Û heke hûn , (di nava wan da durûtî bikin, zimanê xwe) xaro maro bikin (ku nihrewanî ji bona wan ra bi kêr were ji bona ewan bêne parisandinê) ya jî ji (nihrewanîyê) dest berdin (rastîyê nebêjin) îdî (hûn bizanin) bi rastî Yezdan bi tiþta hûn dikin agahdar e.
136- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi Yezdan û bi Pêxemberê wî û bi wê pirtûka, ku ewî li ser Pêxemberê xwe da hinartîye û bi wê pirtûka ku ewî hêj berê da hinartîye, bawer bikin. Û kîjan merivê ku bi Yezdan û bi firiþteyên wî û bi pirtûkên wî û bi pêxemberên wî û bi dan û gavê para da filetî bike, îdî bi sond! Ewa di wundabûneke dûr da wunda bûye.
137- Bi rastî ewanê bawer kirine, paþê bûne file, paþê dîsa bawer kirine, li pey wî da dîsa bûne file, paþê filetî pir kirine hene! Yezdan ji bona wan ra baxiþandinê nake û ewan li bal tu rêya rast da jî nayne.
138- (Muhemmed!) Tu mizgînê bide durûyan, ku bi rastî ji bona wan ra þapateke dilsoz heye.
139- Ewan (durûyan) ji xêncî bawergeran, filan ji xwe ra serkar digirin. Gelo qey ewan li bal wan filan ji xwe ra rûmetê divên? Îdî bi rastî serfirazî û rûmet hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne.
140- Û bi sond! (Yezdan) di pirtûkê da li ser we da hinartibû, gava we bihîst ku ewan (du&shy;rûyan) bi beratên Yezdan dibine file, ya jî bi wan beratan tinazan dikin, heya ewan (durûyan) noqê mijûlîyên mayî nebin, hûn bi wan ra rûnenên, Heke hûn di wê gavê da bi wan ra rûnên, hûn jî îdî dibine wekî wan. Bi rastî Yezdan durû û filan bi hev ra di dojê da dicivîne.
141- Ewan (durûyan) dîdarya temtêla we di&shy;kin. Îdî heke ji bona we ra ji Yezdan ferestîyek hatibe (aha) gotine: “Ma qey em jî bi we ra ne bûn?” Û heke (di qirînê da) ji bona filan ra parek hebe; (ewan filan di qirînê da serfiraz bibin) ji bona filan ra jî (aha) gotine: “Ma qay me di dizîka da arîkarya we ne dikir? Û me hûn ji bawerkaran ne didane parizandine? (Di van her du kirinê xwe da jî ewan durûyan divên, ji we her du des&shy;tan jî ku pareke ji þorê ji xwe ra hildin). Îdî bi rastî Yezdanê di roya rabûna hemû da, berewenîya di nîveka we da bike. Bi rastî Yezdan ji bo&shy;na filan ra tu rêya servahatîyên wan, li ser bawergeran çê nake.
142- Bi rastî durû (divên) ku Yezdan bixapînin û Yezdan bi xweber jî; ka xapandin çî ye, wê bide nîþanê wan. Û di gava (ewan durûyan ji bona) nimêjjkirinê radibin, ewan bi sistayî rabûne (nimej kirine). Ewan (nimêja xwe) ji bona ku meriv bejin: “(evan nimêj dikin)” loma dikin. Ewan Yezdan hey bi hindik bîra xwe tînin.
143- Ewanan (di nava bawergeran û filan da mane) ne ji (bawergeran in) û ne jî ji (filan in). Û bi rastî Yezdan kîjan merivî ji rêya rast derxe, îdî tu ji bona wî ra raste tu rêyan nayê.
144- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn ji xêncî wanê bawer kirine, filan ji xwe ra serkar negirin. Qey hûn divên ku hûn ji bona Yezdan ra li ser xwe da, beratên bi hêz bidin, (ku Yezdan jî we bi wan beratên bi hêzên ber çavî þapat bike?)
145- Bi rastî ewanê durû di maxê agirê jêr da nin. Û tu ji bona wan ra rastê tu arîkarî nayê.
146- Ji pêþtirê wanê ku ji kirine xwe poþman bûne û karê aþtî kirine û xwe (bi pirtûka) Yezdan girtine û "OL"a xwe hey ji bona Yezdan ra xurî kirine. Îdî evanê (bi van salixan) bi bawergeran ra nin. Yezdanê bi rastî ji bona bawergeran ra xaletên mezin bîne.
147- Heke hûn sipazîya (Yezdan bikin) û hûn bi wî bawer bikin, Yezdanê bi þapatdana we çi bike? Û Yezdan bi xweber jî sipazvanê zana ye.
148- Yezdan ji pêþtirê wî merivê, ku li wî hatîye cewrkirinê, ji mijîliyên sikên bi eþkere bêne gotinê hez nake (yani Yezdan sikati, axiftin ve jî jê hez nake, hemberya wî bi celatî dide). Û Yez&shy;dan bîhistokê zana ye.
149- Heke hûn qencîyekî eþkera bikin, ya jî hûn veþerin, ya jî hûn ji sikatên (hatine kirinî) biborin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan daborîyê bi hêz e.
150- Bi rastî ewanê bi Yezdan û bi Pêxemberê wî dibine file (bawer nakin) û ewan divên, ku dutîreti di nava Yezdan û Pêxemberên wî da çê bikin û ewan dibejin: “Em bi hinekî (pêxemberan) bawer dikin û em bi hinek (pêxemberan jî) dibine file (bi wan ba&shy;wer nakin).” Û ewan divên, ku (di nava filetî û bawerîyê da) ji xwe ra rêyeke nîvwarî bigirin, hene!
151- Bi rastî evan in, ku bi rastî file ne. Û me bi xweber jî ji bona filan ra þapateke sernegûn amade kirîye.
152- Û ewanê, ku bi Yez&shy;dan û bi Pêxemberên wî bawer kirine û di nava yekê ji wan da jî qe dutiretî nakin, hene! Bi rastî (Yezdan) ê di nêzîk da xelata wan bide wan. Û Yezdan bi xweber jî baxiþkarê dilovîn e.
153- Ewanê wayê pirtûk hene! Ewan (Muhemmed!) ji te dipirsin; ku tu ji ezmana bi ser wan da pirtûkekî bidî hinartinê. Bi sond! Ewan ji Mûsa, hêj ji vê meztir pirsîne. Ewan ji Mûsa ra (aha) gotine: “Ka îdî (Mûsa!) tu Yezdan bi eþkere bi me bide dîtinê.” Bi sedema cewra ewan kirî, îdî birûska bêhiþî bi van girtîye. Ji piþtî ku ji wan ra beratên daveker jî hatibûn, ewan dîsa golik ji xwe ra girtin hebandin, îdi me ewan ji wan sikatên wan (ji piþtî poþmanîya wan) baxiþandin û me ji Mûsa ra jî beratên bi hêzên daveker anîne.
154- Û bi sedema peymana wan (ku bi hêz be) me (çîyayê bi nav) Tûr rakire ser wan û me ji bona wan ra (aha) gotiye: “Hûn bi kundetî di derî da bikebin (wî bajarî). Û me (ji bona wan ra aha jî) gotîye: “Hûn ji bona (nêçîra masîyan) di roya þemîyê da (ji qedexeme xwe) neborin.” Û me ji wan (li ser van biryaran) peymaneke bi hêz sitandiye.
155- Îdî bi sedema, ku ewan peymana xwe þikênandibûn û ewan bi beratên Yezdan bûne file (bi wan bawer nekiribûne) û ewan pêxember bê mafî kuþtibûne û bi wê gotina wanê, ku ewan (gotibûne): “Dilê me bi xêlî ye” (bi serê wan da me aþît anî). Na! Gotina wan nîne (dilê wan bi xêlî nîne) lê Yezdan bi sedema fýletîya wan, li ser dilê wan duruf kirîye. Ji pêþtirê hindikên ji wan, îdî tu kes ji wan bawer nakin.
156- Û bi sedema filetîya wan e (bi Îsa) û bi wê gotina wan e; ku ewan bi wan gotinê xwe, vir û pizeke mezin avêtibûne Meryemê.
157- Û bi sedema wê gotina wan e; ku ewan gotibûne: “Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê ku pêxemberê Yezdan e, me kuþtîye” (me bi wan da teþqele anîye). Ewan bi xweber jî Îsa ne kuþtîbûne û ewan Îsa li çarmixê jî nexistîbûne, lê ji bona wan ra Îsa manendebûye. Û bi rastî ewan merivên (ku di mafê kuþtina Îsa da du tîrebûne hene!) ewan bi xweber jî (di mafê kuþtinê da) du dil in. Ji pêþtirê peyrewîya gomanan ji bona wan ra (bi kuþtina Îsa) qe tu zanîn tune ye. Bi rastî ewan Îsa ne kuþtine.
158- Lê Yezdan Îsa (ji diliqê merivtayî derxistîye) ewa li bal xwe da bilind kirîye. Û bi rastî Yezdan serfirazê bijejke ye.
159- Û bi rastî ewanê xwayê pir&shy;tûk hemûþk jî, wê hêj di berya mirina xwe da, bi Îsa bawer bikin û di roya rabûna hemûtî da jî Îsa li ser wan nêhrevanî (þahidî) bide.
160- Îdî bi sedema wê cewra, ku ewanê cihû dikirin û ewan cihûyan pir meriv ji rêya Yezdan difetilandin, me jî ewan tiþtên paqijên, ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye.
161- Û bi sedema, ewan hatibûne fermankirinê, ku ewan malê kesan bi serdaparîtî hilnedin, lê dîsa ewan serdaparî hildidan û ewan malê merivan di nava xwe da bi pûçîtî xwaribûne (me jî ewan tiþtên paqijên ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye). Û bi rastî me ji bona fileyan ji wan þapateke dilsoz amede kirîye.
162- Lê ji wan; ewan zanayên, ku di zanînê da rehdane hene! Ewanan û ewanê bi rastî bi wan biryar û pirtûka, ku li bal te da (Muhemmed) hatîye hinartinê û bi wan pirtûkên ku di berya te da hatine hinartinê, bawer dikin û ewa&shy;nê ku nimêja xwe dikin û ewanê ku baca xwe didin û ewanê bi rastî bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin hene! Bi rastî emê ji bona van ra (xelat) û kiryeke mezin bidine wan.
163- Bi rastî (Muhemmed!) me ça li bal Nûh û li bal wan pêxemberên li pey Nûh da hatine, niqandîye û me li bal Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan û Îsa û Eyûb û Yûnis û Harûn û Suleyman da, niqandîye; me wusa jî li bal te da niqandîye û me ji bona Dawûd ra jî pirtûka (bi nav) Zebûr anîye.
164- Wekî me ça li bal wan pêxemberên, ku me hêj di berê da (serdaborya wan) ji te ra gotîye û ewan pêxemberên, ku me ji te ra (serdaborya wan) ne gotîye niqandîye (me li bal te da jî niqandîye). Û bi rastî Yezdan bi Mûsa ra jî axiftin kirîye.
165- Ji bo ku meriv di pey hatina pêxemberan da ji bona xwe ra di hemberê Yez&shy;dan da îdî tu mana nebinin, me ewan pêxemberan bi mizgînvan û datirsvan li bal kesan da bi pêxemberî þandine. Bi rastî Yezdan serfirazekî bijejke ye.
166- Lê Yezdan ewan biryarên, ku li bal te da bizanîna xwe hinartîye, þahîdîya wan dide, ku ewî ewan biryaran hinartîne û firiþtan jî þahîdî didin (ku Yezdan ewan hinartine). Û þixwe Yezdan (ji bona) þahîdîyê bes e.
167- Ewanê bûne file û merivan jî ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi rastî ewan di rêyeke dûr da wunda bûne.
168- Ewanê bûne file û cewr jî kirine hene! Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu baxiþandinê nake û ji bona wan ra jî qe tu rêyî nade diyarkirinê.
169- Ji peþtirê rêya dojê, ewanê di wê dojê da hey bimînin. Û eva (celatdana hanê) bi rastî li ser Yezdan hesanî ye.
170- Gelî kesan! Bi rastî (bizanin) ku pêxember ji Xudayê we bi maf va hatîye, îdî hûn (bi wî) bawer bikin. Ji bona we ra bawerî çêtir e. Heke hûn (bi wî bawer nekin) hûn bibine file, îdî bi ras&shy;tî (bizanin)! Çi tiþtên di ezman û zemînda hene! Hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
171- Geli xweyê pirûkan! Hûn di "OL"a xwe da pêþ va neçin (OL'a we çî ye, wusa bawer bikin. Îsa Pêxember e. kûrê Yezdan nîne). Û hûn di mafê Yezdan da ji pêþtirê rastîyê tu tiþtî nebêjin. Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê pêxemberê Yezdan e (kurê wî nine). Ewa Îsa peyveke (fermaneke) Yez&shy;dan e, ewî ewa peyva li bal Meryemê da avêtîye û ewa canekî ji Yezdan e, îdî hûn bi Yezdan bawer bikin û hûn bi pêxemberên Yezdan jî bawer bikin û hûn (di mafê Yezdan da) nebêjin: “Ku ewa sisê ne.” Heke hûn xwe (ji van gotinan biparisînin) bidine para da, ji bona we ra eva paradana çêtir e. Bi rastî Yez&shy;danê (babetê) perestîyî, Yezdanekî bi tenê ye. Ewa ji hebûna zaran (hûn ça dibêjin) paqij e (ji wî ra qe tu zar tune ye). Çi tiþtên di ezmanan da hene û çi tiþtên di zemîn da hene, hemûþk jî ji bona Yezdan ra ne. Þixwa Yezdan bi xweber jî bi serkarî bes e.
172- Û bi rastî (Îsa)yê Mesîh ji bendetîya Yezdan serî bilind ne kirîye û ne gotîye: “(Ez nabime bende ji bona Yezdan ra)” û ewan firiþteyên (ku nêzîkê Yezdan dibin) jî, ji bendetî&shy;ya wî serî bilind ne kirine. Û kîjan merivê ku ji bendetîya wî se&shy;rî bilind bike û xwe mezin bizane; (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yezdanê ewan hemûþkan li bal xwe da bicîvîne.
173- Ewanê ku bawer kirine û karê aþtî kirine hene! Îdî wê kirya wanê bê kêmayî ji bona wan ra bê dayînê (û ewa) ji rûmeta xwe ji bona wan ra (hêj kirya wan pir dike). Û ewanê ji bendetîyî serî bilind kirine û xwe mezin kirine hene! Îdî (Yez&shy;danê) ewanan bi þapateke dilsoz, þapat bike. Ewanan ji bona xwe ra ji pêþtirê Yezdan qe rastî tu serkar û arîkarekî jî nayên.
174- Gelî kesan! Bi sond, ji Xudayê we, ji bona we ra berata rastî hatîye. Û me li bal we da ronahîyake (Qur’an) bi xûyayê hinartîye.
175- Îdî ewanê ku bi Yezdan bewer kirine û xwe bi wê bawerîyê jî girtine hene! Yezdanê ewan bigîhîne dilovanî û rûmeta xwe û wê ewan bîne bal wê rêya rastê, ku ewa rêya li bal wî da diçe.
176- (Muhemmed!) Ewan ji te (mîrata wan mirîne, ku ji pêþtirê xûþka wî ye ji da û bavê ya jî ji bavê, tu kesê wî ne mabe) dipirsin. Tu jî ji bona wan ra bêje: “Þixwe Yezdan ji bona we ra (di mafê mîrata) mîratxurên dûr da aha gotîye: “Heke mêrikek miribe, qe tu zarê wî tune be, hey mîratxurê wî xûþka wî mabe, îdî nîvê mîrata wî, para xûþka wî ye. Heke mirî xûþk be qe tu zarê xûþkê jî tune be, mîrata xûþkê hemûþk para birayê wê ye (yanî malê mîratê hemûþk ji bona birayê wê ra ne, di herdu cûran da jî, heke ji bona mirî ra bav û zar û ya jî mîratxurên nêzîk tune bin). Heke mîratxur, du xûþk bin îdî ji bona wan herduk xûþkan ra ji malê mîratê birayê wan, ji sisyan, dûv par para wan e. Û heke mîratxurên mirî, xûþk û bira bin, îdî parkirina mîrata aha ne; ji bona her mêrekî mîratxur ra wekî du parê jineke mîratxur ra ji malê mîratê, mîrat heye. Ji bo ku hûn (mafan) wunda nekin, Yezdan ewan parkirinan ji bona we ra vedike. Þixwa Yezdan bi xweber jî bi hemû tiþtan dizane.

__________________
berxwedan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Sûreta Beqere berxwedan Kur'an-ý Kerim 4 03-04-2007 12:14 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 05:14 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.