|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Weşandina Pirtûkek nû!
Bîranîna 100 Saliya Osman Sebrî Ew sala borî de (2005) sed saliya şaîrê nemir ya Osman Sebrî hate bîranîn û pîroz kirin. Cara yekemîn bû, ku bi dirêjehiya salekê bi gelek panel, konferans, semînar û bi şevên çandî têkoşerê hêja ji aliyê Kurdistaniyan ve hate bîranîn. Di nav ew karên bûyî de karê li Berlînê bûyî teybetiyek xwe heye û naye bîrkirin. Kurdên li her çar perçên Kurdistanê hatî li Berlînê dijîn bi sazî û partiyên Kurdan ve li hevdu civîn û komîteyek sazkirin. Di komîteya hatî sazkirî de birêz Mihemed Silêman, Beha Mihamed, Sîpan Reş, Gundî Dilberz û A. Balî cih girtî bûn. Komîte saz bû şunda gazî saziyên Kurd li Berlînê heyî kir. Despêkê de ji wana hinekan nexwestin di çalekiyan de beşdar bin. Sedema xwe jî „... ew cih bigirin, em naxwazin bi wan re kar bikin û cih bigirin! “ bû. Lê ew asteng ji holê hate rakirin û hemiyan bi hevra milê xwe dan ber kar û bi hevra xebitîn. Cara yekem bû, di ew salên dawî de bi hemî alîgirên sazî û partiyên Kurd ew çalakiya girîng ya ku Osman Sebrî jî dixwestî bi hevra pêkanîn. Ew karê bûyî de rola hemî sazî û siyasetên Kurd heye. Karên hatî plansazkirin di navbeynê komelan de hate belavkirin. Li gor rewşa komelan bi zaravayê Kirdkî, Soranî, Kurmancî û bi zimanê Tirkî, Elmanî semîner hatin rêxistin û pêşkêşkirin. Ji bo ez jî endemê komîtê bûm û bi navê komîtê em ji hemî saziyên Kurd re spas dikin, ku bi bratî piştgiriya hevdu kirin û serketin. Navê ew sazî û komelan ew e: Awadanî (Hevalên Yekitiya Niştîmanî Kurdistan) , Havîbûn, Heyva Sor A Kurdistanê, Hînbûn, Înstîtuya Kurdî li Berlînê, Kerkuk Solidariät, Komelgeha Kurdên Suriyê, Komkar (Piştgirên, PSK) , Kurdisches Zentrum, Kurdistan AG-FU, Kurdologi, Mala Gelê Kurdistan (Piştgirên KKP) , Mala Kurda (Piştgirên PKK) , Navenda Laliş, Pena Kurd, Sozk (Hevalên PDK-I) , Xelata Osman Sebrî, Yekîtiya Bijîşkên Kurdistan, Yekmal (Yekîtiya Malbetên Kurd li Berlînê) . Ew pirtûka bi navê „100 Saliya Osman Sebrî“ ji gotarên semînerdaran û ji nameyên piştgirên çalakiyan pêkhat. Di dawiyê Pirtûkê de jî bi wêneyan jiyana Osman Sebrî û ya malbeta wî hatiye pêşandin. Diyariya pirtûkê 4 Eu ye. Hatina ji pirtûkê bêt, komitê biryar girtiye, ku ji saziya pirtuk weşandî û ji Weqfa Xelata Osman Sebrî re bimîne. Bi weşandina vê pirtûkê dawî li karê komîtê jî hat. Hevalên di komîtê de cih girtin bi dayîn û standinên bratî karê dayîn ser milên xwe bi serfirazî dawî lê anîn. Ji bo wan jî spasiyek teybetî heye. Bila ew heval û hogirna her serkeftî û bextewar bin! .. A. BALÎ 12.12.2006 Çapa yekem: Îlon/2006 Navnîşana xwestinê: Gemeinde der Kurden aus Syrien Donaustr.7, 12043 BERLIN e-Mail: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Mahmud Kovan |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| koçgiri kürt isyanı ve topal osman!!! | kevok | Sınırsız Muhabbet Burada | 10 | 14-11-2008 12:07 AM |
| Osman SebrÎ | rojdi_440 | Helbesten Kurdi | 0 | 11-12-2006 06:23 PM |
| Osman Bİn Maz'Ûn | berxwedan | İslami Sohbet | 2 | 06-11-2006 03:42 PM |
| Meleklerin Haya Ettiği Halife Hz Osman (r.a) | guven | İslami Sohbet | 6 | 18-08-2006 12:37 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.