|
|
#1 (permalink) | ||
|
FERHENGA BIWÊJAN A ENSTÎTUYÊ (Mustafa Borak) Roþan Lezgîn Ferhenga Biwêjan a ku Mustafa Borakî amade kiriye û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Pûþpera 2005an çap kiriye, 1005 rûpel e û teqrîben li dor 11-12 hezar îdyoman (biwêj) e. Herçendî birêz Mustafa Borak di Pêþgotinê de dibêje, “… xebatên wer, xebatên saziyên bi rêkûpêk in. Xebatên kom û ekîban in… Ev lêkolîn û lêgerîn pêwist e ji hêla komek zanyar ve bên darivandin û tasnîfkirin. (r. 23)” lê ji ber ku berhem bi xwe ji destê enstîtuyekê çap bûye û ev sazî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) bi van gotinên xwe jî piþtrast dike ku ew wek ekîb li ser xebitîne, ku di Pêþekê de dibêje, “… hevala me Aysel Çetin jî nêzî pênc mehan li ser sekinî û ji aliyê ziman ve jî sererast kir û ediland. Li aliyê din hevalên me Zana Farqînî û Samî Tan jî, ji bo amadekirina vê berhemê þêwirmendî kirin. (r. 5)” ji vê çendê, niha muxatabên vê nivîsê pêþî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (birêz serok û berpirsiyar û þêwirmend û redaktor û endamên hêja û zana…) û dû re jî, danerê Ferhenga Biwêjan birêz Mustafa Borak e. Ji serî de ez vê bibêjim ku kes, kom an jî sazî, dema ku xebateke rast û zanistî li ser zimanê kurdî bikin, ev yek ji bo pêþketina zimanê me û pê re jî, ji bo neteweya me dibe xizmeteke baþ û helbet meriv dikare bi kêfxweþiyeke ji dil bibe minetkar, lê bi wî þertê ku xisara xwe ji kara xwe zêdetir nebe! Xebatên nivîskî yên ku li ser zimên bi nezanî bêne kirin, ji ber ku piþtî weþandinê dibin belge, dibin referans, hingê þaþiyên xwe jî dibin þaþiyên gelemperî, ji vê çendê qet çênebin çêtir e. Çunke ji bilî kesên zana û ehlên wî warî, ku dikarin þaþiyan bibînin, wekî din hemû muxatab û xwendevanên sade û xeþîm; kesên ku bibin muxatabê wê enformasyona niviskî, dê jê bawer bikin û ji xwe re bikin çavkanî û referans(*). Tew mebêjin ku ev berhem bi mohra (logo) sazîyeke zanistî(1) hatibe çapkirin: Berga xwe çermî, rengê reþ, nivîsên zêrhelî, 1.350 kg giran, 1005 rûpel, 24x16.5 cm ebad û helbet buhayê xwe jî 40 YTL be, hingê hukmê xwe dibe wek hedîsekê, dê kîjan kes bikaribe yan jî curetê bike û rabe ji sehîhbûna wê bikeve nava þik û gumanan?!... Birêz Mustafa Borak mutewazîbûna (!) xwe bo me dide nîþan û dibêje, “Ji bo ku pirtûk zêde stûr nebe, gelek biwêjên hemwate bi kurtenivîsa bnr. hatine nîþankirin. (r.23)” lê ez viya bibêjim, bila ciwanmêrî û qenciya wî ji wî re be! Çunke vê yekê li ser stûrbûn an jî tenikbûnê bi qasî nîvrûpelî jî tesîrek nekiriye. Wekî din her tiþtî; dirêjbûna berhewa ya pêþgotinan, sîstematîka îzehetê, mîzanpaj, versiyon ne tê de bi çend awayî nivîsandina îdyomekê, ji sedî nod (% 90) îdyomên çêkirî yên sexte, ewên ku motemot an jî bi awayekî þaþ ji tirkî hatine wergerandin, li ser navê îzehetê di nava wateyê de îllahîm dubarekirina îdyomê ya bêwate… her tiþt bi eþkerayî bang li me dike, bê hela çawan ji her hêlê ve zorê li xwe kirine ku pirtûk stûr be. De bila stûr be! Çima stûr? Lewre, di hiþmendiya kes an jî civakên paþdemayî de naverok û qelîte û sehîhbûn qet ne muhîm in, kitêb çendî stûr be, paye û rûmeta xwe jî ewçend zêde ye! Belkî hûn jî pê hesiyan, nivîskarekî me yê hêja çawan xwe nepixandibû û gotibû, “Romana herî stûr min nivisiye!…” (Bijî!) Êdî kî dikare li ber camêrî xeber bide! A hîkmeta stûrbûnê ev e... Ji min re wisan dixuye ku ne hemû lê di bingeha xeletî û þaþiyên vê pirtûkê de ev nexweþiya stûrbûnê heye. Birêz Mustafa Borak derbarê xebata xwe ya berhevkirina îdyoman de tiþtekî balkêþ dibêje, “… Min di van civînan de yên di dest xwe de xwendin da ku bên bîra wan û ew jî yên nû bidin ser. (r. 12)” Niha ez viya bibêjim, berhevkirina folklorê bi tena serê xwe dîsîplînek e; xebateke ewçend hesas e ku pisporî û meharet û qabîliyeta teybet jê re divên. Lêbelê ger bi kurtasî bête gotin, berhevkirina folklorê li ser xwestekan nayête kirin; yanî, ne dirust e ku meriv civînan li dar xîne û ji kesekî re bibêje, “Ji kerema xwe re bo min çend îdyoman an jî çend gotinên pêþiyan bibêje û ez ê jî berhev bikim…” (Ev ne darehirmî ye ku em bihejînin û hirmî jê birijin!...) Çunke, folklor -bi taybetî jî îdyom- di nava zimên de wisan kelijîne û dirûv girtine ku bes dikarin bi axiftineke xwezayî rast werine gotinê. Ger ji axiftinê werin berhevkirin, hingê divêt berhevkar jî guhdarekî bêdeng be, berhevkariya xwe qet nede hîskirin û tiþtê ku hatiye gotin, ji xwe re bi awayek qeyd bike. Na, ger te ji yekî xwest ku bo te îdyomekê bibêje, hingê ew qalibê otantîk difeliþe. Nexwe, piþt re jî tu yê rabî wateya îdyomê jê bipirsî. Îhtîmaleke mezin, dê ew bi xwe wateyê jî þaþ îzeh bike, jixwe êdî kes nikare ji nêv derbikeve!… Di serî de ji van îfadeyên camêrî dixuye ku ew qet jî ne þarezayê berhevkirina folklorê ye û ev kar, ji her hêlê ve ne karê wî ye! Karê ku meriv baþ ji heq derneyê, mebêjin ku ev zimanek be, meriv qet destê xwe pê neke hezar qat çêtir e ji kirinê. Birêz Mustafa Borak di destpêkê de nêzîkî 20 rûpelî tiþtin qiset dike; gotinê virde-wêde digerîne, bi dehan mînak ji gotinên pêþiyan û îdyoman dide lê rasterast û bi awayekî zelal nikare bibêje îdyom çi ye. Lêbelê ji bo ku bibe xwedî kitêbeke stûr, hema çi ketiye ber an jî çi hatiye bîra wî; çiqas karibûye li hev bîne, li ser navê îdyomê tiþtin li dû hev rêz kirine, þêwirmendên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî wan tesdîq kirine (!) û wek Ferhenga Biwêjan pêþkêþî me kirine. Dema ku camêr dixwaze bo me îdyomê tarîf bike, gelek tiþtên þaþ dibêje. Ji vana yek ev e, ku dibêje : “Biwêjek li gorî rewþê hin caran rengdêr e, hin caran navdêr e, hin caran jî dibe lêker. Mînak: “Stûxwar” (rengdêr), “Stûxwarî” (navdêr), “Stûxwar bûn” (lêker) Lê her sê jî ji aliyê wateyê ve biwêj in. (r.22)” Di zimanê kurdî de jî û di zimanên din de jî gelek peyvên hevedudanî yên wisan hene ku bi tena serê xwe jî û di nav hevokê de jî nabin îdyom. Di lêkerê de jî, wisan dixuye ku ferqa di navbera “bûn” û “bûyin”ê de jî nehatiye zanîn! Mesela ev rengdêr bi vî awayî nabe îdyom: “Stûxwar bûn (stûxwar man) Bê çare li holê man. *Ew qas ewledê wî jî hebûn, lê jina wî ku mir, mêrik stûxwar bû û li holê ma. (r. 840)” “Stûxwarbûn/stûxwar bûn” nabin îdyom. Em bibêjin, “kezîzer, kezîkur, gulîbirr, rûreþ…” tev heman tiþt in (rengdêr an navdêr û te divêt bila lêker bin); du peyvên hevedudanî ne. Heke “stûxwar bûn” îdyom be, divêt “kezîkur bûn” jî bibe îdyom! Her wiha, di kurmanciyê de bi hezaran peyvên wisan hene, çima ên din negirtine ferhenga xwe? Lêbelê ger îllahîm em rabin ji van her du peyvan îdyomekê bixuliqînin, hingê divêt wisan bête nivîsandin: stûyê xwe xwar kirin: li ber gerîn; lava kirin, rica kirin; xwe reben kirin; belengazî, teslîmiyet an jî bêçaremayina xwe nîþandan keziyên xwe kur kirin: þînî bûyin, þînê gerandin; li dû yekî mirî xweþikbûna xwe xirab kirin; dev ji xwebedewkirinê berdan Bo numûne, dema ku em bibêjin, “Ew yekî stûxwar e”, di vir de wateya xwe ya rasteqîn ew e ku, stûyê wî kesî xwar e, ango stûyê wî ne rast e. Bi vî awayî ne îdyom e, bi tenê rewþekê dîyar dike (navdêr?), wek ku em bibêjin “Ew yekî rîhspî ye”. Îcar, dema ku em bibêjin “Ew yekî stûxwar e” (ji ber ku jina wî miriye?), ev jî manaya rengdêrekê (sifet) nîþan dide, wek ku em bibêjin “Ew yekî xemgîn e”. Bala xwe bidinê, yek peyv e, du wateyên cihê ne lê her du jî ne îdyom in, bi vî awayî nikarin bibin îdyom! Lê çi dema ku em bibêjin “Wî stûyê xwe xwar kir”, a li vir dibe îdyom. Çima? Çunke, di vê hevoka dawîn de îbareya “stûyê xwe xwar kirin”ê di wateya mecazî de ye, ango di wateya tabîrê de hatiye karanîn. Newxe, þertekî bingehîn a îdyom bûyînê jî divêt di wateya mecazê/tabîrê de be!... Niha ez jî dizanim ku xebatên bêqusûr nîn in. Ger xebatek nîvenîv jî xwedî qusûr be, meriv dikare bi fesal xwe lê nêzik bike lê ger berhemek ji çar paran sê par û sê ribên xwe þaþ be hingê ez jî nizanim ku meriv bi uslûbeke çawan û bi kîjan metodî kirîtîkê bike? Ev Ferhenga Biwêjan ku di warê xwe de tekane ye û ji aliyê qewareyê (hecm) ve jî (bênezer be!) gelek stûr e, ger ez rabim hemû xeletiyên wê binivîsim, hingê divêt kêmtir deh-panzdeh hezar rûpel bêne nivîsandin! Ji wê çendê ez dê ne bi awayekî sîstematîk lê di ser re çend numûneyan pêþkêþ bikim. Lê beriya wê, ji bo îddîayên “Ev ferhenga biwêjan di warê xwe de tekane ye. (r. 5)” û “Di xebatên ku heya niha hatine weþandin de kesî biwêj wek vê xebatê bi wate û bi mînak nenivisîne. (r. 11)” ez dixwazim xwendevan li kovara Vate, hejmarên 17, 18, 19, 20, 21, 22… û sala weþandina wan, her wiha, li berhemên weþanxaneya Vateyê jî binihêrin. Çunke gelekê kurdan pirr hewesdar in ku dîrokê ji xwe bidin destpêkirinê, wek îddîaya nivîsandina romana yekemîn a kurdî!... Mînakin Ji Þaþiyan Digel ku îdyom ruh an jî kakilê zimên in lê zimanê camêrî ne zimanekî xas û xwezayî ye; tu bêhn û tahm û ekla zimanê kurdî jê nayê, seranser zimanekî çêkirî û naylon e; tu hevoka ku li gor qaydeyên gramera kurdî rast hatibe nivîsandin nîn e, ne xwedî tu stadardekê ye; ne di yên berhevkirî yan jî wergirtî de, lê di axiftina wî bi xwe de heman peyv bi çend forman hatiye nivîsîn û her wiha, îdyom li gor sîstema rêzkirina alfabetîk jî nehatine rêzkirin… Lêbelê ez dê bêhtir li ser mentiq û wateyê bisekinim. Em ferz bikin, ji îdyoman yeke wiha: “Di kulekê de ketin Bêrûmet bûn. *Ez çûm mêvaniya wan lê te digot ez di kulekê de ketime, wekî merî û însanan li min nenihêrîn. (r. 290)” Di kulekê de ketin (bi tirkî: bacada düþmek), ne ku ji kulekê de yan jî di kulekê re ketin (bi tirkî: bacadan düþmek), li nava kulekê ketin e. Û tiþtekî wisan jî ne mumkûn e, çunke kulek ne meydana beza hespan e ku meriv tê de bimeþe û bikeve! Bes meriv dikare jê de bikeve. “Têdeketin” û “Jêdeketin” du kiryarên cihê ne. “Bacadan düþmek = Di kulekê re ketin/Ji kulekê de ketin” e. Û her wiha wateya xwe ya tabîr/mecaz an jî îdyomkî/biwêjkî jî, ku camêrî gotiye “Bêrûmet bûn”, lê ji ber ku camêr ji binî ve þaþ e, lewma jî ev îdyom bi vê þaþbûnê dîsan jî tu eleqeya xwe bi “Bêrûmet bûn”ê ve nîn e! Her wiha, ew hevoka ku camêrî ji bo zelalkirina wateyê lê zêde kiriye jî, ji bilî þêlokirinê tu wateya “bêrûmet bûn”ê jî nade! Çunke dibêje, “… wekî merî û însanan li min nenihêrîn.” Yanî, ji mentiqa vê hevokê ev tê famkirin ku “di kulekê de ketin” kesî nake bêrûmet; qusûr ne yê ketî ye, ewên ku lê dinihêrin xwedîqusûr in, lewre wan wekî merî û însanan li wî yê ku di kulekê de ketiye nenihêrîne! Ev “Bêrûmet bûn” di çi wateyê de hatiye karanîn? Çunke, wateya “Onursuz oldular”a tirkî dide. Lêbelê wisan dixuye ku wan ne di vê wateyê de xebitandiye, ez guman dikim ku di wateya “Onursuz bir duruma düþmek” yan jî di wateya “Onursuz olmak” de hatiye karanîn. Ger di wateya “Onursuzlaþma” de bûya, divêt “Bêrûmetbûn” bihata nivîsandin û ger di wateya “Onursuz olmak” de bûya, hingê diviyabû wek “Bêrûmet bûyin” bihata nivîsandin. Wateya wê îdyomê ne “Bêrûmet bûn” e, belkî meriv bikarîbe wisan îzeh bike: di kulekê re ketin: ji derdora xwe bi qasê ku heq dike qedr û qîymet nedîtin; neheqî lê hatin kirin (Hesenî ji birayê xwe re got, “Tu çima para min înkar dikî, ma ez di kulekê re ketime? Wate: Ew dê û bavê ku tu jê ketiyî, ez jî ji wan ketime, heqê te çiqas be, yê min jî ewqas e!) Lêbelê, ne ji peyv û hevok û îzehetên qaþo vê îdyoma ku camêran wisan þatopato rêz kiriye lê ger meriv piçekî serwextê folklor û kultura kurdî be, îcar ji bo îzeheta îdyoma wan jî, teqrîben dê têbigihê ku îdyomeke wisan heye: segê nevexwendî bûyîn: xwendî yan jî mêvanê ku bêyî vexwendinê (ji ber xwe ve) çûbe þahiyekê yan jî mêvaniyê bûyin (Ew segê nevexwendî ye. Wate: Kesî ew venexwendiye, ji ber xwe ve hatiye dawetê, xwe daxistiye sewîyeya segekî, rûmetê medine wî! Yan jî, tu dibêjî qey em segên nevexwendî ne, tew mazûbanan li rûyê me jî nenihêrîn, tu rûmetekê nedan me!...) Seranser bi vî awayî, tu îdyomeke heqîqî ya ji folklora kurdî bi awayekî rast û tekuz di vê qaþo ferhengê de cih negirtiye, her wiha, tu îdyom bi awayekî rast îzeh jî nebûye. Ger ji bo îdyomek a ji Ferhenga Biwêjan evqas þîrove bête nivîsandin, ku helbet divêt li ser giþan bête nivîsandin, çunke ji bo ku ez dirêj nekim min ewa kêmteþqele hilbijart, ê de hûn felaketê texmîn bikin!... Peyvên Balkêþ “Atar anîn serî (yekî) Dek û fen li yekî kirin. *Serhat atar anî ser me lê bi ser neket. (r. 51)” Ez vê peyvê (atar) hîn nuh di zimanê me de dibînim. Ji îzehetê têdigihêm ku wateya xwe neyînî (menfî) ye. Em ferz bikin ku me vê peyvê (atar) û vê îdyomê qebûl kir. Lêbelê, îzeheta wê hiþê min tevlihev kir! Bala xwe bidinê, di îdyomê de dibêje “atar anîn serî” lê di îzehetê de dibêje “atar anî ser me”. Ez dizanim ku di zimanê kurdî de “serî” û “ser” du peyvên cihê ne, her wiha “anîn serî/anîn serê yekî” û “anîn ser/anîn ser me” jî du wateyên ji hev cihê ne, tu pêwendiya wan bi hev ve nîn e. De werin safî bikin! Ji aliyê din, di zimanê kurdî de kes nabêje “dek û fen” lê wek qalibekê “dek û dolab” an jî “fen û fût” bi hev ve têne gotin. Heke îdyom be, ew îzeheta ku hatiye kirin belkî îdyom be, ne ku îdyoma camêrî! Meriv dikare wisan bibêje: li serê yekî dek û dolab gerandin: li yekî hîle kirin, xapandin; derheqê yekî de bi nihênî amadekariya tiþtên xirab kirin Ev wisan, lê dema ku min wê îdyoma li binî xwend, hiþê min ê tevlihevbûyî xirabtir bû! Çunke di wê îdyomê de jî ev peyva “atar” îcar bi wateyeke erênî (musbet) hatiye karanîn. Bala xwe bidinê, dibêje: “Atara (yekî) li serê (yekî) bûn Ketin rewþeke erênî. *Atara min li serê te be, tu derd û kulan nebînî. (r. 51)” Xulasa min fam nekir, gelo ev “atar” çi ye? Tiþtekî baþ e yan xirab? De werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin! |
|||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Îdyomên Çendbarebûyî
Versiyon ne tê de lê bi sedan, belkî jî bi hezaran îdyomên çendbarebûyî hene. Ez nikarim hemûyê wan nîþan bidim lê ji wan, mînakek jê wisan e: “Av di gerdenê de xuya kirin bnr. Av di sûret de xuya kirin (r. 51)” Li jêrî vê îdyomê îcar dibêje: “Av di gerdena (yekê) de xuya kirin Pir bedew û spehî bûn. *“Gurî li devê derê qesrê li ser kursî rûniþtiye, bala xwe daye Gulperiyê qîza Hesen Axa, avê ku vedixwe, di gerdena wê de xuya dike.” Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl (r. 51-52)” Ez tênegiham ku cihêtiyeke çawan di navbera van her du îdyoman de heye ku dubare bûne û her wiha, yekî îzeh kiriye lê ji bo ewa din dibêje “bnr. Av di sûretê de xuya kirin”. Û li jêrê wan jî dibêje: “Av di qirika (yekê) de xuya kirin bnr. Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52)” Ji bo ku ez lê binihêrim, min her du bnr. jî nedît. Lê ev îdyoma li jêr hebû: “Av di sûretê (yekê) de xuya kirin Pir bedew bûn. *Maþelah bûka Zero wisa ne ku av di sûret de xuya dike. (r. 52)” Her sê jî ne wekhev in: “bnr. Av di sûret de xuya kirin (r. 51) bnr. Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52) Av di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52)” Di hevoka îzehetê de “av”ê nekiriye bold. Li gor sîstema camêrî, ger em “av”ê hesab nekin, em dê ji ku bizanibin ku di sûret de çi xuya dike? (Tu sîstem û standard nîn e, hema elelkeyfek!) Em viya jî bidin aliyekî, ez dixwazim bipirsim bê çima ji bo îdyoma jorîn gotiye, “Pir bedew û spehî bûn.” lê ji bo ya jêrîn bi tenê dibêje, “Pir bedew bûn.”, heke “û spehî” jê kêm be, çi ferqa xwe çêdibe? Û ez tênagihêm ku însan avê vexwe, çima di sûret de dixuye?! Di gerdenê de xuyabûna avê –tabîr/mecaz- hebe jî ev yek dikeve serê meriv, çunke riya avê ye (tabîr/mecaz ne bêmentiq in!), lêbelê ez nizanim av çawan di sûret (rû) de dixuye! Baþ tê zanîn ku dema însan avê vedixwe, ne ku bi aliyê sûret/rû de berjor diherike, na, di gewriyê re berjêr diherike. Îcar çi îþê avê di sûret de heye?! Ferhenga Biwêjan a stûr wisan bi tevliheviyên komîk dagirtiye ku gelekê caran ji hêrsbûnê wêdetir êdî kenê meriv tê, eynî wek lîstika zarokan e. Mesela dibêje: “Av ku di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî Mirov ku nok bû nav, kêm an jî zêdebûn êdî ferq nake. *“Av di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî.” Zana Farqînî (r. 52)” Wek ku dixuye, camêrî li binê hin îdyoman navê nivîskarekî nivîsandiye lê çavkaniya xwe nedaye xuyakirin. Lewma jî, nayê zanîn gelo bi rastî jî vî nivîskarî hevokekê yan jî îdyomeke wisan karaniye yan na? Heke karanîbe, gelo di sohbeteke li ser piyan an jî di belegeyeke nivîskî de? Heke belge be, ev kîjan e? Niha ez ji vê hevoka lihevhatî ketim gumanê! Gelo îdyomeke wisan heye yan na? Çunke ez dizanim ku îdyomeke wisan heye: Ger meriv kete avê ha li çokê ha li navê! Lê di Ferhenga Biwêjan a hêja û stûr (!) de tune ye. Sedemên din ên gumankirina min jî hene ku, ya pêþî ev e: Di yekê de “ku”yek zêde ye yan jî di ya din de “ku”yek kêm e, çima? A duduyan jî, ez nizanim gelo di çavkaniya xwe de peyva “çartilî” di wateya “çar tilî” de hatiye xebitandin û li vir wek xeletiyeke teknîkî bi hev ve zeliqiye, yan jî, di rastiya xwe de peyveke xweser ya wek “çartilî” (pîvan) heye? Her wiha, min viya jî fam nekir ku di îzehetê de dibêje, “Mirov ku nok bû nav”. Ev, tê çi wateyê, çawan mirov bûye nok nav? (Mirov ku nok bû nav,: Ýnsan/kiþi ki nohut oldu ad/iç,) Noka çi, navê çi? Ez baþ nizanim, gelo xwestiye bibêje, “Noqî avê/navê bûyin; noqavî bûyin (bi tirkî: suya batmak)” an jî tiþtekî din? Çend rûpel bi þûn de jî dibêje: “Avê ku da serî, çi bihostek çi çartilî Mirov ku kete nav êdî ji wê þûn de ne xem e. *Êdî ji min re derka wê nîn e, jixwe ketime nav. Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî. (r. 58) Ji serî de bibêjim ku ev “derka wê” çi ye, gelo peyveke wisan (derk) heye? (Peyvek ji peyvên balkêþ!). Gelo “derketina ji nava wê” bûye “derka wê”? Û her wiha, av çawan dide yan jî daye serî, ku çi bihostek çi çartilî yan jî çar tilî, êdî ji wê þûn de dê nebe xem? Li jor gotiye “ferq nake”, lê di viya de dibêje “ne xem e” û her wiha, di îdyom an jî wê hevoka lihevhatî ya jorîn de dibêje, “Av ku di ser de qelaptî,” gerçî ji aliyê gramerê ve þaþ e, lê qet nebe ji aliyê wateyê ve kêm-zêde tê famkirin ku bê hela dixwaze bo me çi bibêje, lê di îdyoma jêrîn de dibêje, “Avê ku da serî,” û her wiha, îzehetên wan jî ne wekhev in. Ez dixwazim fam bikim ku gelo çi ferq di nava wan de heye û dîsan, ez dixwazim bînim ber çavê xwe, gelo av çawan dide serî, yan jî av dayîn serî wateyek an jî termeke (têgeh) çawan e? Heram be ku tiþtek hatibe ber çavê min an jî wateyek/îzehetek hatibe bîra min! Ez nizanim çi navî li vê kirinê daynim?!... Ji aliyê din, çima ew peyva “çartilî” li jêr ji hev çûye û bûye “çar tilî” û dîsan, di îdyoma jorîn de “çi bihostek, çi çartilî” lê di ya jêrîn de “çi bihostek çi çartilî” hatiye nivîsandin, yanî di yekî de vîrgul (,) heye lê di ya din de nîn e, çima? Lewre, tê zanîn ku vîrgul (,) ji ber keyfiyetê nayê xebitandin!... Dibe ku camêr bibêjin, ev tiþt-miþtên hûrik in! Lêbelê, ewên ku ji zimên fam dikin, divêt teqdîr bikin ku di nêv hevokê de ne bi tenê hebûn û nebûna wî, ew cihê ku vîrgul (,) tê danîn jî dikare wateyê ji binî ve biguherîne, mebêjin ku ev jî ferhengek be! Ez naxwazim serê we biêþînim, digel ku ne qabilî tehemulê ye lê ji kerema xwe re sebr bikin, hema bi kurtahî ez dê bala we bikiþînim ser çend îdyomên balkêþ û tevlihevî û þaþiyên din: “Avrî avêtin (Awir avêtin) bnr. Awir dan Avrî (awir) li (yekî) dan Di demeke kurt de bi bandor li derekî yan jî li tiþtekî nihêrîn. *“Em gihîþtin rasta xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze bît, avriyek li min da û çû…” Îsmet Mehemed Bedel Awir pê ve dan bnr. Awir dan Awir tê de çûn Bi awayekî baldar lê nihêrîn. *Awirên min wisa di wê de çûn ku pê aciz bû û rûyê xwe guhest. Awirên þewat avêtin Bi awayekî xemgîn û keser nihêrîn. *Dema ku di hucreya zindanê de ez bi wî halî dîtim, awireke þewat avête min. Awirên tûj avêtin bnr. Awriyên tirþ avêtin Awirên xwe jê dûr xistin bnr. Çavê xwe jê revandin Awirên xwe ji ser hilnedan Xistina bin bandora xwe. Tim þopandin. *Min çawa kir, Canxwas awirên xwe ji ser min hilnedan. Awirên xwe tûj kirin Bi armanceke neyînî yan jî xerab li kesekî nihêrîn. *Sosinê awirên xwe tûj kirine, dixuye ku dê tiþtinên xerab bibêje. Awir (avrî, avrû) lêdan bnr. Awir dan Awirên tirþ avêtin Bi awayekî xerab û bi niyeteke nebaþ nihêrîn. *Salo wisa awireke tirþ avêtê ku Temo (r. 59-60)” Peyva “guhest(2)” di çi wateyê de hatiye karanîn, di wateya “bada” yan jî “fetiland” de? Çunke, “guhastin” di wateya “taþýmak” a tirkî de ye. Yanî, dema ku em vê hevokê wergerînin tirkî tiþtekî wisan derdikeve “… aciz bû û rûyê xwe guhest: …rahatsýz oldu ve yüzünü taþýdý.” Meriv rabe qesten zimanê kurdî xirab bike jî ewçend biser nakeve. Her bijî!... Zimanzanî ne pêwîst e, hema xwendevanek ku piçek aþînayê/a vî zimanî û kultura kurdî be, heke bala xwe bide ser van çend îdyomên (!) ku min jê hildane û awayê nivîsîn û îzehetên wan û ew zimanê ku hatiye karanîn, hingê ez bawer im dê têbigihê ku ev çi ferhengeke hêja ye(!). Bala xwe bidinê, dibêjê “bnr. Awir dan” lê ez di temamê vê ferhenga giranbuha de geriyam, mixabin, min nedît, “Awir dan” nîn bû ku ez lê binihêrim bê hela ew çi ye? Û jixwe, heke “awirdan/awir dayin (bakma/bakmak)” jî îdyom be, hingê “avdan” û “xeberdan” û “bazdan” û “pêvedan…” jî îdyom in! Gelo evên hanê çi qebehetî kirine ku di vê ferhenga zêrîn de cihê wan nîn bûye? Em dizanin ku di zimanê kurdî de “tûj nihêrîn” heye û ev peyva “tûj” ne di wateya “acý” ya tirkî de lê di wateya “keskin” de ye. Gelo we kesî “awirên tirþ” tahm kirine? Xwedê me bisitirîne, ger “awirên þor” jî hebûna me dê çi bikirana?!... Û niha ez ji dilê xwe yê xas dipirsim, gelo we kesî bihistîye ku di nava kurdan de ji “awir (nihêrîn; mêzekirin)” re “awrî”, “avrî” yan jî “avrû” hatiye gotin? Camêrî hevoka “Em gihîþtin rasta xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze bît, avriyek li min da û çû…” ji bo vê þaþiya xwe kiriye bingeh, lê ji ber ku çavkanî ne dîyar e, lewma jî em dê nizanibin gelo Îsmet Mehemed Bedel peyveke wisan karaniye yan na? Ger karanîbe, þaþiyeke teknîkî ye, yan jî ew ne serwextê zimanê nivîsandinê ye, lewma? Dibe ku zimanê (qelem; pênûs?) camêrî bi xwe negeriyaye ku bikarîbe bibêje “awirek”, lewma jî gotiye “avriyek”, çunke li gundê me jî camêrekî zimangiran heye, wan çendê berê di çamûrê de mabû û gazî dikir, digot “Welliiin, þalltîgê m’ ketne þamûllê! (Weriiin, lastîgên min ketine çamûrê!)”, nexwe, ger birêz Mustafa Borak bibihîstana dê viya jî wek îdyomê bixistana Ferhenga Biwêjan û Enstîtuya Stenbolê jî helbet dê çap bikirana!... Zimançepelî Birêz Mustafa Borakî seranser zimanekî çepel karaniye û wisan cîhaneke fehþ û çors radixîne ber çavan ku li gor vê ferhengê, meriv dikare sond bixwîne û bibêje, di miletê kurd de ji binî ve ne esalet û medeniyet, ne edeb û terbîyet û ne jî nezaket heye! Ji vê cîhanê çend mînak: “*Diya Serfirazê neviyê min avpîvazî kiriye diya wî dike nake tiþtekî naxwe. (r. 13), *Remezan yekî bêbav e, ji ku hatiye û kurê kê ye ne kifþ e. (r. 95), *Fazilê qebrax helbet þerm nake. (r. 101), *Boçika Eyþa Nado lê dixure, dîsa ji pey Seyadê Kemal naqete. (r. 164), *Piþtî wan gotinên xwe yên þeliþî Mexpûle kengê ku li çav Berfo diket, wê watrê ku bi bin erdê diket. (r. 110), *Hezîma qîza Nîsoyê Hêlik Çortan. (r. 123), *Çîlêya Qûnsepet wê deh boçikan jî pê ve girê bide wisa bibêje. (r. 164) *Dîsa qîza Kemalê Çîpxwar boçika xwe li ba dikir û hemû xortên taxê bi pey xwe dixistin. (r. 165), *Xatûna çi ye, hema bûye avrûya mêrên taxa me. (r. 169), Karê wî bênamûsî jî wekî darika hewedelê tevdan e. (r. 170), *Çi ye dîsa vê jinikê dawa xwe daye ser serê xwe, derketiye meydanê, ma xwediyên vê tune ne? (231) *Ew qas xwarinên xweþ hebûn, lê Xanê ji zotikê xwe carekê jî devê xwe pê nekir. (r. 266), *Nizanim Derdo çi bi Gewê kiribû, diya Gewê devê xwe girt û qûna xwe vekir. (r. 270)” Ji vana gelek fehþtir hene ku min hilnedane. Ma ev ne lîstika zarokan e, ev Ferhenga Biwêjan e! Enstîtuyekê çap kiriye û dê ji milyonan kurdî yan jî kordologên ku hene û yên ku hîn dê bêne dinê re bibe referans, bibe çavkanî, bibe babeta tez û lêkolînan… Ma ewqas hêsan e ku meriv rabe webaleke wisan bigre stûyê xwe?!...
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Îdyomên ku ji Tirkî Hatine Wergerandin
Bêguman di navbera gelek zimanan de û her wiha, di navbera zimanê kurdî û tirkî de jî danûstendina peyvan, îdyoman û hwd. çêbûye, yan jî, gelek qalib di gelekê zimanan de di formeke wekhev de ne. Lêbelê dema ku tiþtek bi kurdî yan jî tirkî be, meriv çawan jî bike, dîsan jî ew tiþt ji dirûv û mentiq û taybetmendiyên xwe bi eþkerayî aîdîyeta xwe bellî dike. Ji aliyê din, ger îdyomên me bi awayekî rast bêne berhevkirin û qeydkirin, tu pêwîstiya me bi îdyomên tirkan nîn e. Îdyomên tirkan di tirkî de, yên kurdan jî di kurdî de xweþ in. Her wiha, her kes dizane ku gelek hêjahiyên kurdan hatine talankirin, hatine dizîn; di serî de muzîk û gelek tiþt ji folklora kurdî li zimanê tirkî hatine wergerandin… Jixwe, talan û dizî ji karên pîs ên zaliman in. Îcar, heke mezlûm xwe bizane, ew þeref û heysiyeta mezlûmiyetê hezaran car ji selteneta zaliman birûmettir e, lê na, heke mezlûm jî xwe tenezulî van karên pîs bike, ku bi ser jî nakeve lê rûmeta xwe dadixîne sewiyeya zalim û jixwe êdî, ew zilma ku kiþandiye jî ji kîsê wî diçe! Lewma jî, diziya îdyomên tirkî belkî ferhengê stûr kiribe lê tu qîmetek nedaye folklora me, tew di ser de jî mentiq û sîstema zimanê kurdî herimandiye!… Îdyomên ku motemot yan jî bi awayekî xirabkirî (ji bo ku rêçê ji ser xwe bide windakirin, çewt wergerandine!) hatine wergerandin gelek in. Lêbelê ez dê wek numûne vana nîþan bidim. “Ba çandin, bahoz çinîn Mirov ku xerabiyekê bike, dê rastî xerabtirînê bê. *Zû nebe jî lê gelek caran kesên ku ba biçînin, wê bahozê biçinîn. (r.65)” Tirkiya wê: “Rüzgar ekip fýrtýna biçmek: Yaptýðý kötülüðün çok daha büyüðü ile karþýlaþmak.(3)” “Aqilê xwe revandin bnr. Aqilê xwe winda kirin (r. 46)” Tirkiya wê: “Aklýný kaçýrmak: 1) Delirmek, deli gibi olamk. 2) Çýlgýnca, yersiz iþler yapmak. (4)” “Ew çi çavê diya xwe ye, … (r.261)” Tirkiya wê: O ne anasýnýn gözüdür. Îdyomeke din a balkêþ: “Baþ li me nagerin, pîs jî ji me venagerin (danagerin) Kesên baþ na, lê yên xirab dev ji yekî bernedan. *Lê mixabin, baþ li me nagerin, pîs jî ji me venagerin. (r. 73)” Tirkiya viya jî ev e: Ýyisi bizi bulmaz kötüsü bizden vazgeçmez. Jixwe, tu pêwendiya vê gotina ku þeher çocixleriyên Diyarbekirê dibêjin bi îdyom bûyinê ve nîn e, lê her çawan bûye, bi awayek gihaye ber guhê birêz Mustafa Borakî, lêbelê wek ku tê dîtin, ji ber ku wergera wê xirab çêbûye lewma jî di kurdî de tu wateya xwe nemaye û her wiha, îzeheta xwe jî, heman tiþt bi du awayî hatiye îfadekirin, ewqas! Kultura Siyasî Û Pîvanên Exlaqî Kesin hene, ji ber ku di nav qalikê xwe yê cematbûnê de asê mane û heke kultura wan a siyasî li ser esasê fanatîzmiyê þekil girtibe, êdî di têkilî û pêwendiyên xwe de, di xîtabkirinê de û tew di xebatên zanistî (!) de jî nikarin binhiþ û refleksên xwe ji wan hîsên çors û bêedeb xalî bikin… Xebata li ser zimên û amadekirina ferhenga biwêjan karekî zanistî (ilmî) ye. Bêguman zanistî objektîvî ye, meyla xwe bi hîzb û komik û komel û partiyên siyasî û îdeolojiyan nîn e. Ev çend mînakên li jêr derbarê kultur û zîhniyet û exlaqê siyasî yê amadekarên Ferhenga Biwêjan de fikrekê didine me, ji kerema xwe re baþ bala xwe bidinê: “Bêxêr û bêoxir bûn Jê xerabî û nepakî hatin. *Ev Mistoyê Berzan mirovekî bêxêr û bêoxir e. Roja ku derkeve pêþ mirov, ew roj reþ dibe. (r. 100)” “Berzeqî bûn Li hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de bûn. *Ev lawê Berzan wisa berzeqî bûye ku derdê wî nayê kiþandin. (r. 93)” Û li beramber vana jî, ev hene: “Bêje bimire bimire, bimîne bimîne. Tu car ji gotina yekî derneketin. *Serokê tevgera azadî ya kurd, çi bibêje ew e, bêje bimire bimire, bimîne bimîne. (104)” “Mora xwe lê xistin Bandor lê kirin. *Di wê pêvajoya xeter de dîsa jî Serok mora xwe li rojevê xist. (r. 677)” “Berzeqî bûn” çi ye, min nebihîstiye û ez nizanim lê “Mora xwe lê xistin” ji tirkî hatiye wergerandin (damgasýný vurmak). Em viya li vir bihêlin, Mistoyê Berzan ê ku li gor Enstîtuya Kurdî(!) ya Stenbolê mirovekî bêxêr û bêoxir e jî em bidin hilekê û her wiha, em lawê Berzan jî, ku li gor xwediyên vê ferhengê li hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de ye û derdê wî nayê kiþandin bidin hêleke din! Lê ev peyva “Serok” li vir ne navekî taybet, rengdêr e. Û em dizanin ku di nivîsîna kurdî (Latînî) de bi tenê navên taybet bi pîta (herf) mezin dest pê dikin, ne ku rengdêr (sifet)! Her wiha, îhtîmaleke mezin li nêv kurdan bi dehan, dibe ku bi sedan, heta ku bi hezaran serok (baþkan; reys) hebin. Nexwe, her kes rabe ji bo serokê xwe vê peyvê bi herfa (S) mezin binivisîne, gelo dê tu qaydeyek bo nivîsandinê bimîne? Wek Encam Xulasa, gelek kes û sazî hene ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin an jî bi kurdî dinivisînin, ez nizanim derdê wan çi ye lê tam hay ji xwe nîn in ku çi dikin, lewre bi van xebatên xwe re hezar gelemþe û teþqeleyî dixînin nava zimên û edebiyata me; lîteratura me diherimînin û dihêlin! Jixwe, dema ku ziman biherime êdî tu tiþtek paqij namîne!… Ev berhemên bi vî rengî siberojê dibin referansa þaþiyên mezintir û her wiha, feliþîna sîstem û mekanîzmaya zimanê me. Û ji min re wisan dixuye ku sed kes (kesên bi rastî jî zana) sed sal li ser bixebitin, dîsan jî ez ne bawer im dê bikaribin vê texrîbata bûyî berteref bikin. Niha di roja îroyîn de ji me ve naxuye lê bi qasî pêncî sal bi þûn de ji rûyê van xebatên bi vî awayî, (heke axiftvanên wî hebin!) lewitîna vî zimanî tê ber çavê min û pê re jî girîn dikeve gewriya min. Heyf ku çi heyf!... ______________________________________ *Ez bawer im, kesine ku navê wan di vê ferhengê de derbas dibe ew jî di vê baweriyê de ne. Ger ez þaþ bim jî, kêmtir, hêviya min ev e. Lêbelê bi çi awayî bûye, ez nizanim, lê ev eyan e ku derxistina vê ferhengê ya bi vî awayî bêciddiyetiyek li ber çavan e, û tu xizmetekê ji zarê kurmancî re nekiriye ji bilî zêdekirina teþqele û tevlihevî û lewitandinê!... Her wiha, digel ku rola Enstîtuyê di gelek berhemên ku bi logoya xwe weþandine de bi tenê roleke basît e, ji rola weþanxaneyeke weset jî kêmtir e, lê ew refleksên amadekirin û weþandina vê ferhengê di gelek berhemên din de jî xwe didin der: Jixwe kurd naxwînin lê bila bête dîtin ku em çi kitêbên stûr (îllahîm stûr!) amade dikin!... Ev awa xebat dibe ku di demeke kurt de payeyekê (!) bexþî meriv bikin lê bi dirêj bûyina demê re dê sergoyeke genî bi ser vê kêfxweþîya erzan de raxînin!…(Derdê min? Dilê min bi halê vî zimanî diþewite…) 1. Meydan Larousse, Enstitü maddesi. (Enstitü i. (fr. Ýnstitut) Bilimsel araþtýrma, inceleme ve yayýn yapan baðýmsýz kuruluþ: Folklor Enstitüsü. Bazý eðitim kurumlarýna verilen genel ad. Bknz. ANSÝKLOPEDÝ.) 2. Hejar (Evdirehman Þerefkendî), Ferhengi Kurdî-Farisî, Çapi Sevvom, Intiþarati Siroþ, Tehran-2003, r. 537 (Veguhastin: Rragiwêzan, le þiwênêk bo þiwênîtir çûn; intiqal) û Farqînî, Zana, Türkçe-Kürtçe Sözlük, Ýstanbul Kürt Enstitüsü yay. Ýstanbul-2000, (taþýma/taþýmak maddeeri) s. 1103-1104 3. Bezirci, Asým, Deyimlerimizin Sözlüðü, Gendaþ Yayýnlarý, Ýstanbul-1991, s. 311 4. Bezirci, Asým, Deyimlerimizin Sözlüðü, Gendaþ Yayýnlarý, Ýstanbul-1991, s. 30 Not: Ev nivîs li kovara BÎR hejmara 4. weþiyaye. (BÎR, Kovara Lêgerîn û Lêkolînê, Hejmar 4., Zivistan – Bihar 2006, Diyarbekir, r. 112 – 123)
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Ferhenga Azadî - Kurmancî - Tirkî / Tirkî - Dimilkî | nezan | Program Download | 7 | 21-08-2006 08:35 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.