|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Kinê
Navê te şêrîn e li vê dinyayê kinê kinê Ez bi serê te kim dil nadim hildim Yaman, yaman, yaman, yaman Navê te li nav alemê şêrîn e Dil nadimê hildim Ez mecbûrim biçim bajara Ji te re bigerime oy, oy, oy, oy kinê Ez mecbûrim biçim bajara bigerime Bajarê Humusê, Hemayê Kemereke ji zêr û zîvî ji yakûta Ji zemrûda ji malê dinyayê Ji kina xwe re bînim yeman yeman... Da biçî seyrana govenda, ser û bana ser seqrana Wî kirasê melesî kitanişta lolo biqetînim, yaman yaman yaman Lolo xelkîno, li min û kina min bûrîn qehr û sal û zeman Pa kinê yek dî heye Dê bo te bêjim ji derdê te ye Sed pezê mala bavê min hebin Hemî pezê sor in, hemî li ber beranî Hemî ji derdê te ye kinê Ez mecbûrim bo te bibên Şînka siltanî bifroşim, bi xeşîmî bi nezanî lê lê lê lê bi erzanî Yaman, yaman, yaman, yaman Ezê bifroşim wî pezî bi xeşîmî, bi nezanî, bi erzanî Wele min dabî kil û kildan Min ji kina xwe re anî Kinê got: Qelso ji malê qelsana lo bêje Evînîka min û te ne ser malê dinyayê, ne ser zêr û zebera Ne jî qîmeta malê dinyayê pera ez zanime Sed pezê mala bavê te hebî ber beranî Te deibî ji kil û kildan Ez bi serê te kim Te têra çavê min yê çepî neanî yaman yaman yaman Gelî xelkîno, serhatîno, gelî guhdarno Gelek fêm kir û kêr nikir wele dîsana Yahid bê lê bê kina bêfêlê kinê dibêjî Te têra çavê min yê çepê neanî… Çunkî muhbeta min û te re banê dinyayê Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Lê Gulê
Lê Gulê lê Gulê Helawa têr kakilê Helawa têr kakilê lê Min xwarî ji işq û dilê Aman yaman yar yar Gulê Dexîl yeman yar Gulê Hinav sohtî bêhna Gulê Aman neman lê lê Gulê Helawa têr têr kakilê Herkesê li mala kula Bêbextê lê lê gula Yexsîrê çendî kula Were were nav gula Ezê Gulê ramûsim Keftim bextê kafira Aman yeman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Hinara kerr têr kakilê Min xwarî ji işq û dilê Min xwarî ji işq û dilê Aman yaman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Ji Cizîrê çavreş e Wer Cizîrê şebeş e Şebeş dendik reş e Şebeş e dendik reş e Ezê Gulê birevînim Xwe bavêjim bextê keşe Aman yeman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Hinaroka têr kalilê Ez li bextê bavê te me Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Ser çavan dinêrim
Ser çavan dinêrim gidyano Reş buhûne ay derdo… Li binya çavan dinêrim Hinarê rûkê rûne... Ay derdo Ber mala mezin Ji banê jorî hatî Xelk û dinya alemê digot Çavxezala te bî... Ber dîwarê xelkê melûl... Melûl, melûl, melûl bûne... Ay li min ay li min Ay li min ay li min Ay li min loma nekin Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
:K Delîlê
Je nedî li bazara Delîlê delîlê de lê Te nedî li bazara Demîlê takrîhanê Delîlê hate jorê Delîlê delîlê de lê Xelk rabû çûne qîzkê cem hinara Delîlê tu bi hinarê Heçî wê nas nekir Ew dosta çav çara Wê xo kes nas nekê Dostanî fêrmara Delîlê delîlê de lê Delîlê delîlê de lê Delîlê takrihanê Qesebî li xwe kiriye Delîlê delîlê de lê Qeysebê wextiye Zeriyê takrihanê Min xo çend bêriye Delîlê delîlê de lê Reçmal ber kiriye Were çend rihanê Xelkê wê biriye Delîlê delîlê de lê Delîlê delîlê de lê Destê wê girtiye Delîlê hûr rihanê Were can gihayê Serde kir giriyê Delîlê delîlê de lê Dosta min biriye Delîlê takrihanê Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Grup Yorum Bütün Şarkı Sözleri ve Albüm Tanıtımları | @_®_D_€ | Türkçe Lyrics | 49 | 23-12-2007 05:26 PM |
| Şarkı Sözleri Programı ! | MahsuM | Program Download | 2 | 20-08-2006 10:45 PM |
| Arif... | ALiSeR | Fenerbahçe | 9 | 16-08-2006 01:10 PM |
| Kürtçe Türkçe Şarkı Sözleri... | Bydigi | Kürtçe Lyrics | 0 | 31-01-2006 08:01 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.