|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hz. Omer sêzde (13) sal di pey cenga „Fîl“, li Mekkê hatiye dunyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey cenga Fîcar ya mezin ji dayîka xwe bûye. (1)
Bavê wî Xettabê kurrê Nufeyl e, neseba wî di Ke’b de digihîje Pêxember ( a.s.), ji qebîla Qureyþ, ji mala Edî ye. Diya wî qîza birayê Ebû Cehl (an jî qîza apê wî) Henteme ye. (2) Dîrok ji dema beriya muslimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re þivanî kiriye, dûvre jî dest bi ticaretê kiriye. Bi pirrayê bi tev karwanên ku diçûn Suriyê re hevaltî dikir. (3) Di dewra cahiliyyê de yek ji êþrefên Mekkê bû û sefareta dewleta Mekkê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera herdu terefa bû, Omer çi raporê bida Mekkiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekkê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirin. (4) Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember muslimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirrtir wî dixwest ji islamê re astengiyê derxe, heta rojekî þûrê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; Hz. Muhemmed dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji putên wan re tunebû. Di civînekî de Mekkiya biryara kuþtina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer þûrê xwe girt û birêket ku biçe ji boy kuþtina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê muslimantiya wî. Muslimantiya Hz. Omer: Bi angorî neqilkirina dîrokzanên Îslamî, muslimantiya Omer wiha çêbûye: Piþtî ku muþrikên Mekkê nikaribûn muhacirên çûbûn Hebeþîstanê þûnve bînin, kîna wan zêde bûbû û li muslimanan heqaretê dikirin. Bi vî dilê wan rehet nedibû û bi teklîfa Ebu Cehl xwestin Pêxember bikujin. Û Ebu Cehl got: „Kî Muhemmed bikuje, emê wî xelat bikin.“ Omer got; ''ez talibê vî karî me! Kesê ku kefaleta xelatê bike heye?“ Ebû Cehl got; „belê ez!“ Omer bi wan re peymanekî erêkir. Lê di nav muþrikan de hinek musliman hebûn û muslimantiya xwe vediþartin, wekî Fatîma xwîþka Omer û mêrê wê Saîd b. Zeyd, b. Amr, b. Nûfeyl, Nuaym b. Ebdullah, wan ev xebera sehkirin û dixwestin bighînin Pêxember. Piþtî biryara civînê Omer þûrê xwe digire û bi alî cîhê ku Pêxember (a.s) lê ye diçe. Di rê de rastî Nuaymê kurrê Ebdullah tê. Nuaym jê dipirse; -„Ya Omer tu wiha bihêrs bihêrs ku ve diçî?“ Omer dibêje; -„Ez diçim Muhemmed dikujim, ewî dînê bav û kalên me rakir, ziman dirêjî pûtên me dike, terka dînê xwe kiriye û dînekî nû derxistiye.“ Nuaym got: -„Ey Omer wellahî nefsa te, te xapandiye! Ku tu Muhemmed bikujî gelo wê qebîla Ebdî Menav te li dara dunyayê sax bihêle? Hem jî yên bûne musliman pirr in, li dora Pêxember civîyane, tu nikarî Pêxember bikujî. Tu li malbata xwe bizvire, malbata te jî hemî bûye musliman tu hay jê nînî. Omer pirsî: -„Tu ji malbata min kê qesd dikî? Nuym b. Abdullah: -„Zavê te yê pismam Seîd b. Zeyd, b. Amr û xwîþka te ya Fatîme. Dema Omer ev gotina sehdike, bi wê hêrsa xwe berê xwe dide mala zavê xwe. Dema tê ber derî, dêna xwe didê ku way di mal de Qur’an tê xwendin. (Sûreyê Taha) Omer li derî dixe, wana dibînin ku yê tê Omer e, rûpelên Qur’anê vediþêrin û Hebbabê Mamosta jî xwe vediþêre. Omer dikeve hundir û dipirse: -„Ew çibû min sehkir we dixwend? Vana înkar dikin, dibêjin „me tiþt nexwend ta ku tu sehbikî!.. Omer: -„Nexwa tiþta min sehkirî raste, hun herdu jî bûne musliman“ dibêje û dirêjî zavê xwe dike û lê dixe. Xwîþka wî dikeve navberçîtiyê, Omer li xweîþka xwe jî dixe, serê wê diþkêne û pozê wê xwîndibe. Xwîþk û zavê wî dibêjin; „Ey Omer! Belê em bûna musliman, lailahe illallah Muhemedun Resûlullah! Tu çawa jî bikî, em terka dînê xwe nakin!...“ Omer ji vê gotina xwîþka xwe pirr muteessir dimîne û dixwaze ewan rûpelên Qur’anê ku li cem wane bixwîne. Xwîþka wî ditirse ku Omer rûpelên Qur’anê biqelêþe, naxwaze bidê. Omer ji wan re bi pûtên xwe sondixwe. Fatîmê dibêje; -„Tu neþûþtî yî, tu puta diparêzî, heya ku tu xusla xwe nekî (xwe neþoyî) em nikarin Qur’anê bidin destên te. Omer xwe diþo û dest bi xwendina rûpelên Qur’anê dike, hinek dixwîne û dibêje: -„Ev gotinana çiqas qenc in, çiqas giranbiha ne!“ Wê demê Hebbab ji cîhê xwe dertê, tê cem Omer û dibêje: -„Ey Omer wellahî ez omidê dikim ku duayê Pêxember nesîbê te be! Ez duh li bal Pêxember bûm wiha duadikir: „Ey Xwedayê min! Tu Îslamê bi Omerê kurrê Xetab an jî bi Amrê kurrê Hîþam (Ebu Cehl) bi quwwet bikî (bilind bikî)“ Ey Omer! Êdî ji Xwedê bitirse ji Xwedê! Qelbê Omer nerm bûbû, wan zanî kû Omer dibe musliman, Omer pirsî; -“Ey Hebbab tu cîhê Pêxember ji min re bêje.“ Hebbab cîhê Pêxember jê re got. Wê demê Pêxember, Hemze, Ebû Bekr, Elî û bi tev hinek hevalên din li mala Erqam (li ber girê Sefayê) ders dixwendin û îbadet dikirin. Omer berê xwe da mala Erqam, dema li derî da hinek sehabiyan endîþe kirin, lewra Omer bi tev þûrê xwe li ber derî sekinîbû. Hemze got; „Eva Omer e, ger bi niyetekî baþ hatibe qenc e, ger bi niyeta xirab hatibe kuþtina wî ji me re hesan e.“ Pêxember destûra Omer da û got „bila were hundir.“ Dema Omer ket hundir, Hz. Pêxember bi pêsîra wî girt û got; „ya Kurrê Xetab bibe musliman! Ey Xweda yê min hîdayetê bide wî!“ Li pey gotina Pêxember, Omer got: -„Ey Resûlê Xwedê, ez hatim ku baweriyê bi xwedê, bi te û bi dînê Xwedê bînim. Dûvre kelîmeyê þehadet anî û bû musliman. Pêxember û sehabiyan bihev re tekbîr xwendin, dengê tekbîra ket nava sûkên Mekkê. (5) Bi angorî hinek rîwayetan; Pêxember wiha duakir: „Ey Xwedayê min! Tu Îslamê bi Omerê kurrê Xetab an jî bi Amrê kurrê Hîþam (Ebu Cehl) bi quwwet bikî (bilind bikî)“ Xwedê duayê Wî qebûlkir û Omer bû musliman (6) Omer, dibêje: "Min nedît ku yek bê cefa û bê lihevxistin an jî bê kutan bû musliman, lê ez bê eziyet bûbûm musliman. Min xwest ku ez jî, ji vê eziyetê para xwe bigirim. Þeva ku ez bûm musliman ez bixwe fikirîm, min got; „Dijminê herî bitir kî ye, ezê biçim mizgîna muslimantiya xwe bidimê, çi ji bo dînê Xwedê tê serê min ser seran û ser çavan. Sibehê ez çûm min li derê Ebû Cehl xist. Ebu Cehl derket be derî û got: -„Tu bi xêr hatî kurrê xwîþka min, te çi xeberek baþ ji min re anî? Omer got: -„Min xwest ku ez ji te re bêjim: „Min bawerî bi Xwedê, bi Resûlê Wî Hz. Muhemmed û bi tiþtên ku ew teblîx dike, ez jî tesdîq dikim“ min ji te re ev anî.“ Ebu Cehl dema ev xeber sehkir, derî li Omer girt û got: „Xwedê bela te jî û ya tiþtên te aniye jî bide. Piþtî muslimantiya Omer, gelek ji Qureyþiyên ku dilxwazê Îslamê bûn, bûne musliman. Di pey muslimantiya Omer de, muslimanan di Ke’bê de bi eþkerayî îbadetê xwe kirin. Omer di þeþsaliya rîsaletê de bûbû musliman, dema ku ew bû musliman hejmara muslimanan bi qasî heftê-heyþtê kesî hebû. (7) Ji ber zilm û zora muþrikan, muslimanan nikaribûn ku biçin Ke’bê û îbadetê xwe bikin. Dema Omer bû musliman tev bihev re çûn Beytullahê, Omer bi dengekî bilind muslimantiya xwe eþkere kir. Bi muslimanên din ve li Ke’bê nimêje xwe kirin. Ketina Omer di nava sefa muslimanan de, moralekî mezin dabû wan. Gotina Ebdullah Îbnî Mesûd ku dibêje; „Muslimantiya Omer fethekî bû ji muslimanan“ evê rastiyê derdixe holê. (8) Bi angorî ku Teberî ji Îbnî Ebbas riwayet dike; Omer yê yekemînê ku muslimantiya xwe bi eþkerayî ji her kesî re îlankiriye ew e. (9) Omer pê tirs li hember muþrikan ji bo Îslamê mucadele dikir. Muþrikên Mekkê wî baþ nasdikirin, ji ber vê yekê kes newiribû ku derkeve hember Omer û wek berê li muslimanan zilmê bikin. Piþtî muslimantiya xwe qet terka Pêxember nedikir, ji boy parastina Pêxember çi ji desta bihata texsîr nedikir û bi her awahî ji emrê Pêxember re amade bû. Piþtî îzna hîcretê, gelek musliman bidizî ji Mekkê çûn Medînê. Lê Omer þûrê xwe da piþta xwe, têrên xwe dan destên xwe, kevana xwe da ser milê xwe û çû Ke’bê. Serokên Qureyþiyan di hewliya (hewþ) Ke’bê de runiþtibûn. Omer heft caran Ke’bê tewafkir, di meqamê Îbrahîm Xelîl de du rekat nimêjkir, di nava wan de geriya û got: „Kî dixwaze ku diya wî bê zarok bimîne, zarokên wan sêwî bimînin, jina wan bî bimîne, bila di vê newalê de bide pey min.“ Lê tu kesî dengê xwe nekir. (10) Omer bi tevî bîst heb hevalên xwe ve orta nîvrojê hîcretê Mekkê kirin. Ji bo vî ye ku Îbnî Mes’ûd dibêje; „Hîcreta Omer, ji muslimanan re serkeftin e“ (11) Omer di Medînê de, di hemî bûyeran de cîh digire û di biryarên girîng de Pêxember tim bi wî diþêwire. Fikrên Omer pirr bi îsabet bûn, carnan di derbarê hinek bûyeran de ayet nazil dibî û gotina Omer te’yîd dikir. Ji bo vî Pêxember wiha got: „Xwedê heqiyê daye ser ziman û qelbê Omer.“ (12) Omer hima di hemî cenga de bi Pêxember ra bû, wekî Bedir, Uhûd, Xendek, Xeyber û wek wan. Di hinekan de jî serleþkerî kiriye. Yek ji vana jî cenga wan bi Xewazinan ra ye di sala heftê hicretê da. Omer di hemî meselan de, bê tawîz bû û fikra wî pirr vekirîbû. Didît ku muþrik dixwazin Îslamê ji holê rakin, lê wî ev hezm nedikir û pirr hessa bû. Ji boy vê carnan li hember hinek tiþtan derdiket. Wekî cara ku Pêxember û muþrikan li Hudeybiyê peymanekî erêdikirin. Muþrikan nedixwestin di peymanê de „Muhemmed Resûlullah“ were nivîsandin, wan digot „Muhemmed b. Ebdullah“ bê nivîsandin. Pêxember qebûlkir, lê Omer lê hember derket û got; „pewîste ku „Resûlullah“ were nivîsandin“. Li ser îxtara Pêxember, wî fêmkir ku tiþta Resûlullah bike, têde hîkmetekî heye, ji gotina xwe poþman bû û soza Pêxember qebûlkir. Herçiqas di peymana Hudeybîyê de kelîma „Resûlullah“ nahatibe nivîsandin jî, lê muslimanan hebûna xwe bi muþrikan dan qebûlkirin. Ya girîng jî, ji xwe ev bû. Di pey wefata Pêxember re, di navbera muslimanan de hinek tevlihevî çêbû. Bi hilbijartina Ebû Bekr ku bû xelîfe, Omer roleka pirr mezin lîst û di dema xelîfetiya Ebû Bekr de jî, jê re pirr alîkarî dikir. Xelîfetiya Hz. Omer Dema Ebû Bekr wê wefat bike, xwest ku Omer di þûna xwe de xelîfe te’yîn bike. Vê fikra xwe ji hinek sehabiyan re jî got û bi wan þêwirî. Hinek sehabiyan qebûl nekirin, gotin „Omer mirovekî xûiþk e,“ Telhe û hinekên din gotin; „Ey Ebû Bekr! Omer mirovekî pirr sert e, ger Xwedê ji bo xelîfetiya wî te bikiþîne hesabê tuyê çi bersiv bidî?“ Ebû Bekr got: „Ezê bejîm ya Rebbî, min mirovê herî qenc ji wan re kir xelîfe.“ Dûvre jî gazî Osman kir û te’yînkirana Omer ji boy xelîfetiyê di kaxezekî de da nivîsandin. Dûvre jî Osman derxist derve û xwest ku sehabî ji Omer re bey’etê bikin. Ew sehabiyên li wir hemiyan ji Omer re bey’etkirin. Bi vî awahî Omer bû xelîfeyê Rêþîd yê duwemîn di alema Îslamê de. (1) Þexsiyeta Hz. Omer: Omer gerek di dema cahiliyê de û gerek di dema muslimantiya xwe de bi xuiþkî dihat naskirin. Mirovek sert bû û di hemî deman de reqîbê wî jê ditirsiyan. Dema hêj nebûbû musliman li hember muslimanan jî gelek sert bû. Piþtî nûra îslamê ji sertiyê zêdetir girêdayê bi qanûn û dustûrên îslamê ve bû. Bi çi bawer ba, dê ew baniya cîh. Dema ku bû xelîfe, hemî bûyeran bixwe teqîb dikir. Dema tiþtekî emir bikira an jî qedexe bikira, pêþî ji xwe û malbata xwe dest pêdikir. Ji luksê heznedikir, wek normal mirovek bajarî tevdigeriye, kincên wî pirr caran yên kevn bûn, dema karekî dewletê heba, mînak wek înþaatêkê, Omer jî wekî karkeran bi wan re dixevitî. Omer xwediyê xîtabetek qenc bû, nameyên ku ji waliyan re diþand di warê edebî de wek nimûne bûn. Omer her wiha ji helbestên edebî jî hezdikir û gelek helbestên hunermendên ereban jî ezber kiribû, her wiha carnan bixwe jî dinvîsî. Omer pirr girîngiyê dida ser îbadetê jî, dema bûbû xelîfe bi roj bi karên dewlete re mijûl bû, lê bi þev jî tim ibadet dikir. Dema dibû sibê, bi ayeta “we’mur ehleke bis-selatî” (emrê malbata xwe binimêjê bike, Taha/132) malbata xwe hîþyar dikir bo nimêja sibê. Omer her sal diçû heccê jî. Omer di xelîfetiya xwe de wek mînak bû bo hemî xelîfên di pey xwe re û hemî sultan û emîran. Sade dixwar, sade lixwe dikir, wek hemwelatîkî tevdigeriya, wek karkerekî di xizmeta ummetê de bû. Omer bi ticaretê re mijûl dibû. Her çiqas Pêxember li Medînê hinek erazî dabûnê jî, ewî ew eraziya hemî kiribû weqif li ser mûslimanan, heya weqifnamekî jî nivîsîbû. Di weqifnamê de wiha dinvîsî “ev eraziya nayn firotin, nayn hibe kirin, bi awahê mîrasî jî kes nikare lê xwedî derkeve, hatiniyen wan eraziyan li bêçaran, li eqreban, li bendan, di rêya Xwedê de, li rêwiyan û li misafiran tê serf kirin. Kesên ku vê weqfê îdare dikin bi þertên ku ji pîvanê dernekevin dikarin jê bixun.” (14) Mirov dikarê bêje ev bûyera weqfê ya yekemîn e di dîroka dewleta îslamê de. Mijûlbûna bi karên dewletê re dibû sedemê têkçûna tîcareta Omer, bo vê jî wek ku ji hinek sehabiyan re meaþ hatibû girêdan, ji malbata Omer re jî meaþek normal hatibû teqdîr kirin. Meaþê wî jî, wek yê hinek sihabiyan 5 hezar dîrhem bû. Hz. Omer di warê dîn de bê tawîz bû. Wek mînak dihat gotin ku “þeytan jî newêre derkeve miqabilê Omer.” Dibên ku rojekî Omer çû hizûra Pêxember. Beriya wî de, hinek jinên Medînê li cem Pêxember bûn û jê alîkariyê dixwestin. Dema jinan dengê Omer sehkirin, revîyan xwe avêtin piþt perdê. Dema Omer ket hundur bala xwe dayê ku Pêxember dikene, sedemê wê pirsî Pêxember got ku “ez þaþ dimînîm bo vanên cem xwe, dema dengê te sehkirin revîn piþt perdê.” Omer got “ya Resûlullah layiqtir ew e ku ji te newêribin.” Paþê jî berê xwe da wan jinan û bi acizî got: “Hey dijminên nefsa xwe! Hun ji Pêxember diwêrin û ji min ditirsin?“ Jinan gotin: “Belê, Tu ji Pêxember serttir û hiþktir î.” Pêxember got ku: “Ez bi Wî Xwedayê ku nefsa min di dest Qudreta Wî de ye sond dixum ku, þeytan di rê de rastî te bata, dê wê rêya xwe biguheriya.” (15). Pêxember di derbarê dîtin û tetbîq kirina heqiyê de wiha peznê qencaya Omer dide. “Di ummetên di beriya we derbasbûyi de hinek kesên xwedî îlham hebûne, ger di ummeta min de jî hinek ji wan hebin, dê Omer b. Xettab yek ji wan be.” (16). „Xweda rastiyê daniye ser ziman û dilê Omer.“ (17) Dibên carekê jî Pêxember Omer daye nîþan û gotiye „Heya ev di nava we de bijî, di navbera we û fitnê de derîkî girtiyê qewî heye.“ (18) Di derbarê qencaya Omer b. Xettab de gelek hedîs û rîwayet hene, lê jiber dirêjaya nivîsê ez naxwazim hemiyan di vir de binvîsînim Ilmê Omer: Piþtî ku bû musliman qet terka Pêxember nedikir, bi vî awahî ji îlmê Pêxember gelek îstîfade kiribû. Di ilmê fiqhê de cîhkî Omerê xweser heye. Di dema xelîfetiyê de, bi awakî liser karên teþkîlat kirina dewletê dixevitî, bi awakî din jî girîngiyê dida ser pêþketin û firetiya îlmê. Mirov dikarê bêje ku bingeha usûla ilmê fiqhê ji Omer de dest pê dike. Îctîhadên Omer jî pirr girîng in, di hel kirina pirsgirêkên dewleta îslamê de, di çareser kirina meselên îdarî de û di teqîb kirina usûlan de bi senedên rast bi hezaran hukmên fiqhî ji Omer hatine riwayet kirin. Mirov dikare bêje ku, di pey hedîsên Pêxember re, îctihadên herî sehîh yên Hz. Omer in. (19) Omer, di derbarê rîwayeta hedîsan de jî pirr bi diqet e. Boy vê jî çi dema yekî hedîsek rîwayet bikira, Omer wan mecbûr dikir ku þahidek jî bo xwe bîne. Heya dibên ku Omer, carekê Ebû Hureyre kiriye hepsê, jiber ku wî pirr hedîs riwayet dikirin. Bi gor rîwayeta pîrtûkan dibên ku Omer bixwe pêncsed û sîh û neh (539) hedîs riwayet kiriye. (20) Her wiha zanyarên îslamê dibên ku Omer, di te’wîl û tefsîra Quranê de jî xwedam ilmek mezin e. Ji îbnî Omer dipirsin „gelo di dema jiyana Pêxember de wek din kê dikaribû fetwa bida?“ Î. Omer dibê ku „ji bilî Ebû Bekir û Omer bêtir kesên din nizanim.“ Herêmên di dewra Omer de hatine fetih kirin Di saxiya Resûlullah de jixwe gelek herêm hatibûn hidayetê, lê Împaratoriya Bizans wek sûrekê li hember dînê îslamê disekinî. Di wê demê de þer di navbera Bîzans û dewleta îslamê de dest pê kiribû jî. Piþtî wefata Pêxember, Hz. Ebû Bekir demekê li hember wan kes û herêmên ku li pey wefata Pêxember bûbûn murdet sekinî. Mirov dikarê bêje hinek are dabû þerê Bîzans. Lê piþtî mesela murtedan qediya, Ebû Bekir li alîkî li hember Bizans û li alî din jî li hember dewleta Îranê ya agirperest þer domand. Ev herdu dewletanan jî dixwestin ku pêþî li îslamê bigrin û astengiyê bo bawermendan derdixistin. Piþtî xelîfetiya Omer, wî ji eynî siyaseta Ebû Bekir bikar anî. Li alîkî bo temam kirina fetha Sûriyê ku di dest Bîzansa da bû, artêþan diþand ser Þamê, li alîkî din jî leþkerên þandibû ser Îranê di cenga Qadisiyê de biser ketibûn. Þahê Îranê Kisra text û payê xwe hîþtibû û reviya bû rojhilatê Îranê. Bi vî awahî hinek herêmên Îranê bi awahê cengê û hinek jî bi awayê sulhê îslam qebûl kiribûn. Li alî din Azerbeyjan û Ermenîstan jî hatibûn fetih kirin. Di vê demê de baþûr û rojhilatê Kurdistanê ji hinek herêm bi cengê û hinek jî bi sulhê derbasî îslamê bûne. Piþtî fetha Sûriyê, arteþa îslamê berê xwe da Qudsê. Piþtî fetha hinek qeseba û gundên dora Qudsê, hinek þerr di navbera musliman û xiristiyanan de domkir lê dawî de serleþkerên xiristiyanan bi þertê ku Omer bixwe were bajêr wê bajêr teslîmî muslimanan bikin. Bi hatina Omer Qudus jî kete destê muslimanan. (H.16-M. 637). Ger bigor xerîta cîhanê ya îroyîn mirov herêmên di dewra Omer de hatine fetih kirin bijmêre; ji sedî nod Kurdistan, Ermenistan, Azerbeyjan, Îran, Iraq, Suûdî Erebistan, Yemen, dewletên biçûk yên ereban wek qeter, Urdun, îsrail, Misir, Lubnan, Suriye hemî di dest muslumanan da bûn. Di Tirkiya îroyîn de tirk tunebûn û dewlet ya Bîzansa bû. Hinek nûzayiyên di dewra Omer de * Teþkîlata Dîwanî hate saz kirin û qeydê leþkeran û meaþ û hatiniyên wanên cengê hatin nivîsandin. * Heya Omer wezîfa qazîtiyê di dest walîyan da bû, lê Omer teþkîlateka Edliya serbixwe sazkir û ji serê teþkîlatê re qazî te’yîn kirin. Omer te’lîmat dida qaziyan daku di biryarên xwe de ji qanûna îslamê dernekevin. Edliye direkt giredayê bi xîlafetê ve bû. Bi vê teþkîlatê, wekhevîya hemî hemwelatiyan zêdetir kete rewacê. * Di alîkariya bêçaran da ferqa navbera musliman û ne muslimanan rakir, hemwelatiyên bêçar ji kîjan dînî ba jî, ji dewleta îslamê alîkariyê distendin. * Girîngîki pir mezin da ser perwerdê. Di hemî herêmên fetihkirî de mizgeft û pêve girêdayî medrese avakir. Bo medresan alim te’yîn kirin û meaþek zêde da wan, daku xelkê perwerde bikin, kesek cahil nemîne. Wek tê gotin ku di dema Omer de çar hezar mizgeft hatine ava kirin (21) * Teqwîm di dema Omer de hate pêkanîn. Omer hicreta Pêxember esas girt û di karên dewletê de teqwîm bikar anî. * Ta dewra Omer de, perên biyaniyan di tedawulê da bûn, li alî Iraq û Îranê dîrhemên farisan, li alî Suriyê û Misrê jî dînarên Bîzansa dihat bikaranîn. Her çiqas Xalid B. Welîd di sala 15 Hicrî de, li herêma Taberiyeyê dînarê îslamî çêkiribûn jî ewqas di rewacê de nebû. Omer di sala 17 hicrî de perê îslamê kir tedawulê. (22) * Hinek bajarên nû hatin ava kirin wek Fûstat, Kufe û Besrayê. * Omer xwe tebdîlî qiyafet dikir û di nava gel de digeriya, her wiha halên gel baþtir fêm dikir û pirsgirêkên wan çareser dikir. * Ji memûrên xwe re gellek bi disîplîn bû. Lewra wî digot: “Ger li kêleka Firatê devekî helak bibe, ditirsim ku Xwedê hesabê wê ji Omer pirske.” Rexneyên liser Omer Hinek ecem û kurdên ne musliman dibên ku dema cenga muslimanan û Îranê de arteþa Hz. Omer li xelkê zilim kiriye. Þerrê olî (baweriya) ya wê demê wek þerrên niha yên netewî dihesibînin. Her wiha li Selaheddînê Eyyûbî jî rexne dikin daku çima wî Kurdistanek serbixwe ava nekiriye. Ev þaþîtiyek e mezin e. Lewra di wê demê de þerr, sirf þerrê baweriyê bû, netew ewqas dibîra gelan de tunebû. Dibe ku di cengê de ji hemî hêlan ve li hember hevdû ji sedî sed bi edaletî tevnegeriyabin, lê ku ji leþkerekî an serleþkerekî bêrêtîkî çêbûbe jî ev ne sucê îslamê ye. Di hemî þerran de carnan bê hiqûqê çêdibin. Lê ecem ji edaleta þerr batir di bin siya dostiya Hz. Elî de dijminiya Hz. Omer dikin. Ez bawer im armanca wan di vir de dijminiya jiber fetihkirina Îranê ye, tu eleqekî bi olî ve tune. Rexna dudiya : Dibên ku dema Pêxember nexweþ bû, rojekê got ku kagiz û qelem bînin ez ji we re tiþtekî bidim nivîsandin daku hun li pey min nekevin îxtilafê. Lê Omer gotiye Pêxember nexweþ e, gerek nake, jixwe Kitêba Xweda heye li cem me û bese. Di nava sehabiyan de qerebalix çêbûye, Pêxember gotiye hemî derkevin û êdî tiþtek negotiye. Hin dibên belku tiþtek girîng bigota Omer nehîþtiye, hin jî dibên ku girîng ba Omer îtiraz nedikir. Omer mirovek di edaleta xwe de bê hemta bû, mirov zen nake ku li hember heqiyê derketa, belku wî zanibûye ka Pêxemberê çi bigota. Di warî qenciya Omer de gelek rîwayet hene lê jiber dirêjaya nivîsê ezê yekê binvîsînim. Dibên þevekê Omer bi tev Eslem ve li dervayê Medinê digeriyan, ronayîkî dîtin, dema çûn wir bala xwe danê ku malbatekî agir pêxistiye, dîzek dane ser agir dikele. Jinek û du heb zarokên wê hene zarok jî digrin. Omer pirsa giriya zarokan dike, jinik dibê birçîne, min av daye ser agir, pê wan dixapînim ta rakevin. Û domkir „Xwedê helbet wê ji Omer vê pirske.“ Omer got ka Omer wê çawa halê we bizanibe? Jinikê got madem nizanibû û me jibîr dikir çima bû xelîfe? Omer veciniqî û bi tev Eslem ve çûn Enbara erzaqê. Çiwalek tijî tiþtên xwarinê kirin, Omer da piþta xwe dîsa çûn cem jinikê, Omer bixwe ji wan re xwarin amade kir, zarokan zikê xwe têr kirin û razan. Dema ji jinikê destûr xwestin û biçin, jinikê wiha got : „Tu ji vî karî re (xelîfetiyê re) ji Omer layiqtir î.“ Omer got: „Ji Omer re dua bike. Rojekê ku tu biçî serlêdana wî, tu yê min li wir bibînî“ Belê kîjan serok û serleþkerên îroyin tenezzul dikin bi hemwelatîkî re biaxivin, ma ku ji wan re xizmet û xulamiyê bikin ! Omer deh (10) salan xelîfetî kir, lê ji teref yekî bi navê Ebû Lu'lu hate þehîd kirin. Hezar û hezar rehma Xwedê lê be. Bu mesaj en son " 23-11-2006 " tarihinde saat 06:29 PM itibariyle berxwedan tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
yaw hevaller ji bo kerema xwe peşi bixwinın dawiyede spasdariye bikin.
nave mijare hz.ali ye nava mijare hz.ömer e . de veca.berxedan heval serrast bıke.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
wii rast dýbýji loooo haveki noqîn ketime wiyy deðiþmiyi looo ![]()
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Cennete Ýlk GÝren Kocasina Sadik Kadindir | wiyanreklam | Ýslami Sohbet | 11 | 29-12-2006 08:58 PM |
| Cennete giren ilk kadýn | azeri_63 | Ýslami Sohbet | 4 | 23-09-2006 05:09 PM |
| Müminlerin Annesi Hazreti Hatice-i Kübra | Hicaz | Ýslami Sohbet | 3 | 20-09-2006 07:12 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.