|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hazretî Elî Kerremellahu wechehû (599-662)
Bûyîna Elî B. Ebî Talib Hz. Elî di Adar’a sala 599’an de ji dayîka xwe bûye. Navê bavê wî Ebû Talîb, navê dayika wî jî Fatîme ye. Kurê Ebû Talibê yê çara (4.) ye. Ebû Talib apê Hz. Muhammed e. Diya Elî ji qebîla Qureyþ qîza Esed bin Haþim e, jê re dihat gotin fatîma binti Esed. Kunya (paþnav) Elî, Ebu Hesen, Ebû Turab e. Lê bi navê Þêrê Xwedê (Esedullah) û Emirel Mumînîn zêdetir dihat naskirin. Elî di biçûkiya xwe de li cem Pêxember mezin bû. Qebûla îslamê Hz. Elî tim li cem Pêxember bû, bi vê minasebetê jî kesên ji derva yê yekem ew bû ku ibadetê Pêxember didît. Piþtî pêxemberî ji Hz. Muhemmed re hat yekem xanima Wî Xetice pê bawerî anîbû. Pêxember carnan bi tenê carnan jî wî û Xeticê bihev re nimêj dikirin. Elî rojek dît ku Pêxember û Xetice bihev re nimêj dikin, pirr bi dîqet bala xwe da wan. Piþtî nimêjê Hz.Pêxember behsa pîsîtiya þirkê kir, jê re rastiya dinê tewhîdê þirove kir, bi vî awahî Elî jî bû musluman û kesên duwemîn (2.) yê ku bûye musluman e. Çalekiyên Hz. Elî Wek tê riwayet kirin çalekiya Elî ya yekem ew e ku ew û Pêxember bihev re diçin Qe’bê, li wir pûtekî diþkêne. Hz. Elî vê bûyerê wiha þirove dike: “Ez û Pêxember em çûn Qe’bê, li ser Qe’bê pûtek hebû, (me xwest em wî biþkênin lê destê me nedigihîþtê) Resulullah rabû ser milê min, lê dema min hewl da xwe ku ez rabim, fêmkir ku ez nikarim, ew peya bû, min rakir ser milê xwe û rabû ser xwe. Min (ji kêfa wisan) texmîn kir ku ger bixwazim ezê dest bavêjim asîmana. Min dest avêt pûtê ser Qe’bê rast û çep hejand û put ket parçe parçe bû. Paþê ez ji ser milê Pêxember peyabûm û em bi hev re zivirîn malê.” (1) Ehmed b. Henbel, Musned, I/384). Pêxember rojekê qureyþiya li Girê Sefayê civand. Emrê Xwedê teblîxî wan kir, lê hinek ji miþrikên qureyþiya li Pêxember heqaret kirin. Pêxember aciz bû û ji Eli re got “civîna duduya aydê te ye.” Elî çendekî þûnve ziyafetek amade kir û Benî Haþemiyan dawet kir. Li wir li pey nanxwarinê Pêxember wiha got: “Lo gelî torinên Ebdulmuttalib, ez bi taybeti ji we û hemi mirovatiyê re hatima þandin, ki ji nava we bi biratî û bi dostî bey’etê bi min dike?” Kesî deng nekir, lê Elî rabû ser xwe li gor gotinên Resulullah pê re bey’et kir. Li ser vê Pêxember got: “tu birayê min î û wezîrê min î” û Wî Elî pîroz kir. Piþtî destûra hicretê ji Pêxember re, Wî xwest ku hinek emanetên li cem Wî hene bide xwediyên wan. Lê dem teng bû, wan emaneta da Elî, her wiha Elî wê þeva Pêxember birrê ket di mala Wî de ma û di nava ciyê Wî de raza. Jixwe demek dirêj bî ku xanima Wî Xetice wefat kiribû û Pêxember bi tenê dijî. Wê þevê miþrikan dor li mala Pêxember girtibûn, li benda sibê bûn ku ew derkeve û miþrik êrîþ bibin ser. Dema miþrika yek di nava ciyan de didîn, zendikirin ku Hz. Muhemmed e. Dema sibe zelal bû, Elî ji nava ciya rabû, wan fêmkir ku hatine xapandin, lê Pêxember gellek rê stendibû ji. Elî wiha ji boy xelasiya Pêxember tehlîka mirinê jî dabû ber çavên xwe. Piþtî emanetên ku sitendibû da xwediyên wan, wî jî hicretê Medinê kir. Salek piþtî hicretê û piþtî cenga Bedrê ku di sere Êlûna 623 de bûbû, bi qiza Pêxember Fatîme re zewicî. Piþtî zewacê ji Pêxember cihê bû. Ji qiza hz. Muhammed sê kur Hesen, Huseyn û Muhsin) û du (Zeyneb û Ummu Gulsim) qîzên wî çêbûn. Elî di hemi çalekî û cengan de tu wext terka Pêxember nedikir. Di cenga Bedrê de sancaktarê arteþê bû. Ji sê kesên destpêka cengê de yekem dertên yek ji wan bû. Reqîbê xwe Welîd b. Muxirê kuþt û alîkariya hevalê xwe Ebû Ubeyde jî kir di kuþtina reqîbê wî de. Jixwe leqeba xwe ya Esedullah (Þêrê Xwedê) jî di vê cengê de girtibû. Her wiha di cengên din de jî cîhkî Elî yê taybetî hebû. Wek mînak: Di cenga Uhudê de, Pêxember birîndar bûbû, miþrikan mirina wî diyarkirin, Elî bi çend ciyan (hinek dibên 16 cîh) birîndar bû, bi tev vî jî tevî grûba leþkerên xwe hatin dor li Pêxember girtîn, Wî parastin. Di cenga Beni Nadir de Elî Serleþker bû û di encamê de biserketin. Di Peymana Hudeybiyê de katibê Pêxember bû. Di destpêka peymanê Elî wiha nivîsî: "Muhammed Resulullah...." lê miþrikan qebûl nekirin. Pêxember got ya Elî dî þûna wê de “Muhammed b. Ebdullah” binvîse. Yekem ji wan kesên ku ne razîbûna rakirina îbarê “Muhammed Resulullah, Elî bû. Lê emrê Pêxember pêkanî. Her wiha di cengên din de jî cîhkî Elî yê xweser hebû, wek cenga Huneyn, fetha Mekkê uw.d. Di nexweþiya Hz. Muhammed de li ber serê Wî bû, dema Pêxember wefat kir hinek musliman bi kar û barên hilbijartina xelîfe re mijûl dibûn, lê Elî qet terka cenazê Pêxember nekir. Wî, Ebbas, Usame b. Zeyd, Fadl û Qusame, di þûþtina û kefenkirina pêxember de cîh girtin. Piþtî hilbijartina Ebu Bekir ku bû Xelîfe, Elî pê bey’et kir û wek miþawir û qaziyê Ebu Bekir jê re alîkarî dikir. Her wiha di Xelîfetiya Omer û Osman da jî bi her awahî ji wan re alîkar bû. Osman bi salên xwe li jor bû, ji derdora wî hinekan tilya xwe dikirin nava idarê, Elî ji vana razî nedibû jî, bi tev vî dîsa jî terka Osman nedikir û di idarê de rê nîþan dida. Xelîfetiya Hz. Elî û cenga Cemel Piþtî þehadete Osman di sala 656 (H. 35) Meha Zilhiccê de bû xelîfe. Lê Hz. Elî di demek gellek nebaþ de hat wezîfa xelifetiyê, dema ku di dîroka Îslamê de jê re “fitnetul-kubra” dibêjin, yanî fitna mezin. Asiyan, Xelîfe Osman kuþtin û dixwestin yekî wek mijoyên xwe bînin wezîfa xelîfetiyê. Bi vê minasebetê li derê kî dixistin dest vala dizvirîn, her wiha li deriyê Hz. Elî jî xistibûn, lê daxwaza wan pêk nahatibû. Qatilên Hz. Osman xwe rêxistinî kiribûn, hêzek xwirt bû. Hinek sehabiyan dixwestin hima di cîh de qatil werin cezakirin lê Hz. Elî nedixwest ecele bike û di vê alevê de tevlihevî çêbe jiber hêj qatil tam nahatibûn tesbit kirin. Bi vê minasebetê jî hinekan gotin ku Hz. Elî naxwaza qatila ceza ke!.. Îxtilafek di navbera muslumanan de çêbû, kesên dixwestin qatilê Osman werin cezakirin û yên dijî wan. Hz. Aîþe jî terefdar bû ku zûtirê qatil werin dîtin û werin cezakirin lewra ew jî bawer bû ku Osman mirovek me’sûm bû hatibû kuþtin. Lê qatil nediketin dest û bas jî diyar nebûbûn, Elî jî nikarî tiþtek bike. Aiþe çûbû Mekkê, dema zivîrî sehkir ku Osman hatiye kuþtin, ji nivî rê fetilê Medinê. Wê jî bangek da muslumana ku kesên dixwazin qatilê Osman werin cezakirin li dor wê bicivin. Jixwe Telhe û Zubeyr hatibûn Mekkê, jê re mesela Medinê neqil kiribûn û li cem wê cîh girtibûn. Hinekan gotin digerindan ku wekî Elî qatila nasdika û bi zanîn wan ceza nake, ev jî dibû sedemê propaxandayekê liser Elî. Ku Aiþe jî tewrê xwe kifþe kir, gruba mixalifa ji berê xiwrtir bû. Mixalifên Elî dixwestin biçin Iraqê û wir ji xwe re bikin mekan ku bikaribin li hember Elî tewrek dijîtî bigrin. Bi taybetî Besra gellek giring bû, di dest kî de ba xwirt ew bû. Boy vê jî Elî giringî dida ser Besrayê xwest bi arteþa xwe ve biçe wir. Lê hinek ji ensara pê razî nedibûn, wan digotin wê tevliheviî çêbê, Elî digot ku vana Besrayê bikin destê xwe wê dewleta islamê bibe du parçe, wisan difikiri Elî. Elî bi arteþa xwe ve çû Besrayê, dema gihîþt wir dît ku Telhe û Zubeyr berî gihîstine wir jî. Di serî de qebîla Beni Sead hima bi pirraniya Besrayê bûne wek terefê Telhe û Zubeyr ku serkêþiyê Hz. Aiþe dikir. Di destpêkê de wan zendikir ku Elî bi zanîn û qesdî qatila ceza nake, boy vê jî dijî xelifetiya Elî ji derketin. Elî kurê xwe Hesen bi tev Ammer b. Yasîr þand Kufeyê, di mizgeftê de xutbekî xwend û herkesi dawetî alikariya bavê xwe kir. Li pey xutba wî bi qasi neh hezar kes bi wî re çûn û tevî hêza Elî bûn. Elî bi arteþa xwe ve çû ser Besrayê, gazî El-Qe’qe bin Amir kir û got ka biçe navbera me bibîne bila di nava ummetê de fitne dernekeve. El-Qe’qe çû bi Hz. Aiþê, Telhe û Zubeyr re hevdîtin çêkir û wana iqna kir ku wê mesele li vir biqede. Lê mixabin wê þevê minafiqê Ebdullah bin Sebe (bixwe yahûdî bûye lê xwe wek mislimana niþandaya demek dirêj sirf boy ku roja wî were û fitnekî mezin çêke, îro roj roja wî ye) bi tev gruba xwe eriþ anî ser Besrayê, ser hêla Hz. Aîþe. Wan jî êrîþ anî ser hêza Elî. Ji herdu artêþên îslamî tirê ku ya hember qelaþi kiriye û þerr di navbera wan de derket. Ebdullah bi sibê re leþkerê xwe girt û reviya. Þerr sê roja domand. Hz. Aîþe jî Hz. Elî jî hatibûn meydana þerr, herduyan jî dixwestin þerr raweste, lê mixabin pêk nedanîn, kes serwext nedibû. Hinek minafiqan ji vê dixwestin istifadê bikin, armanca wan Hz. Aîþe dîl bigrin lê heqaret bikin, li ser navê hêza Hz. Elî. Gellek sihabiyan bi fedakarî wê parastîn, di parastina wê de derdorê heftê sehabiyan hatin kuþtin. Muhammedê kurê Hz. Ebu Bekir bi tev hinek sehabiyan, xwe gihandin Hz. Aîþe ta ku Hz. Elî jî hat. Di encama axaftinê de hat zanîn ku herdu hêz jî hatine lîstika minafiqan. Ev bûyera di 4’ê meha 12, sala 656 de dawî lêhat, pêþiya fitneki hat girtin lê bi kuþtina hezaran sihabiyan. Hz. Aîþe çendekî mêvanê Hz. Elî bû, piþtî çend roja bi tev 40 xanimên naskiriyên Besrayê çûne Medinê. Hz. Elî ma li Kufe yê ta roja þehadeta xwe. Cenga Siffîn Di cenga Cemel de kesên ji mixalifê Elî yek jî Waliyê Þamê Muawiye b. Ebû Sufyan û hevalbendên wî bûn. Wana îddia dikirin ku Elî qailê Osman diparêze. Îþlikê Osmanê bixwîn û tilliyên jina wî bi membera mizgefta Þamê de bidarda kiribûn û kesên ditîtn digiriyan û sonda tola Osman dixwarin. Piþtî cenga Cemel ku Elî çû Kufayê, wî Cerîrê kurê Ebdullahê el-Bacelî þand Þamê cem Muawiye û xwest ku Muawiye jî wek hemî ensar û mihaciran bey’eta wî bike. (2) Lê Muawiye wiha bersiv da: “Ger Elî qatilên Osman negire û ceza neke ezê bi artêþa Suriyê (Þamê) êrîþ bînim ser wi.” Muawiye him wiha digot him jî kar û bare cengê dikir. Cerîr hat cem Elî û jê re neqil kir û niyeta Muawiye jî izeh kir. Li aliyê din Muawiye derdorê 80 hezar kesî girt bin sîlehê û berê xwe da Siffînê. Elî jî tedbîra xwe girtibû. Wî jî 90 hezar kes civand û berê xwe da arteþa Muawiye. Herdu arteþ li Siffînê rastî hev hatin, sere sala 657’an de. Elî qasid þandin cem Muawiye xwest ku ew teslîm bibin, beyet bikin û xwîn nerije, lê Muawiye qebûl nekir, di navbera herdu arteþan de hêdî hêdî þerrekî biçûk dest pêkir, lê di vê navberê de qasid di navbera wan de diçûn û dihatin. Mixabin ev dema sedûdeh roj domand lê encamek nahat girtin û þer bi hemi quweta xwe destpêkir, wiha çen roj domand. Rojekê arteþa Elî anî êrîþek da û hêla Muawiye ket tengasiyê, leþkerê Elî hatin nêzîkî konê Muawiye. Li belavbûna leþkerên Muawiye, Emrê kurê As bangekî kir ji leþkerên xwe (Muawiye) re got ku herçî kesên Qur’an li cem wan hebe bila bi serê singûyan ve dardake û biqêrin bêjin bila Pirtûka Xwedê di navbera me de hakem be. (3) Leþkerên Elî ev dîn û ji þerr sar bûn, xwestin hevdîtin û aþtî çêbe. Elî çiqas got va hîle ye jî, kesî guh nedayê!.. Elî þerr dasekan û qasidek þand cem Muawiye got ka hun çi dixwazin? Muawiye wiha got. “Em dixwazin ji her hêleki hakemek bê nîþandayîn, ji wan soza bikaranîna edaletê bê sitendin û werin cem hev di navbera me de bi Qur’anê hikum bikin û herdu alî jî bipejirînin.” Elî ev teklîfa qebûl kir û pê dilxweþ bû. Terefê Muawiye Emrê kurê As tayîn kirin, jixwe Emr aqilbendê Muawiye bû. Terefê Elî jî her çiqas ew pê razî nebû jî Ebû Mûsa El-Eþ’arî tayin kirin. Herdu Hakem di Sibata sala 657’an de li Dumetul-Cendelê hatin cem hev. (4) Bûyera Hakema Piþtî herdu Hakem (Emr b.As û Ebû Mûsa el-eþarî) hatin cem hev peymanek pejirandin. Peyman bi kurtî wiha bû. ”Bismillahirrehmanirrehîm. Va peymanekî ye di navbera Elî b. Ebi Talîb û Muawiye b. Ebû Suyfan da, herdukan jî sond xwarine ku bi vê peymanê razî bin. Em herdu hakem jî emê bi edalet tevgerin, ji Qur’ana Pîroz neqetin bi angôrê Qur’anê hikum bikin, ku me tiþta xwest di quranê de nedît emê ji Sunnetê Resulullah bigrin. Qur’an di navbera me de ye, tiþta wê xwestiye emê bikin, tiþta wê terk kiriye emê ji terk bikin.” Herdu hakema rûpelên peymanê girtin û meha Remezana 37 hicrî li Dumetul-Cendelê hatin cem hev. Ji her du aliyan jî carsed çarsed kes hatibûn ku biryara hakema guhdar kin. Despêkê de herduyan jî terefê xwe parastin û xwestin yên hember dev ji doza dawa xelifetiye berde. Lê bihev nekirin. Dûvre hatin cem hev û wiha biryar dan: “Baþ ew e ku herdu jî dev ji xelifetiyê berdin û musluman ji xwe re xelîfek din hilbijêrin.” Piþtî vê biryarê hatin mizgeftê û wê biryara xwe ji gel re diyar bikin. Pêþî hakemê Elî Ebû Mûsa derket ser menberê û wiha got: “Hemd ji Xweda re, em liser rewþa ummetê fikirîn û di dîtina rêkî de em gellek ketin zorê! Me dawî de bihev kir û biryara min û Emrê kurê As ev e. Ji boy ku ummet ji xwe re xelîfekî hilbijêre, pewîst e ku em Elî û Muawiye ji xelîfetiyê dur bixin. Bi vê minasebetê ez wek hakemê Elî, Elî ji wezîfa xelifetiyê digirim.” Gotina xwe got û peyabû. Dor hat Emr, Emr derket menberê û wiha got: „Bê þibhe we gotinên Ebû Mûsa sehkir, wî Elî ji wezîfê girt. Ez jî di þûna Elî de Muawiye tayînê xelîfetiyê dikim.” Piþtî vê gotinê herkes þaþ û mat ma, Ebû Mûsa li dij derket û got: “Çibû bi te ku tu xwedî soza xwe derneket, tu derewîn î, Xwedê te biser nexe.” Gotina xwe got û derket çû. (5) Piþtî vê buyerê di alema îslamî de, du xelîfetî destpêkir, dewleta islamê bû du parçe, hêla Þamê Muawiye, aliyên din jî Elî idare dikir. Piþtî þehadeta Elî xelifeti ket destê kurê wi Hesen. Ta þehadeta Hesen wiha duserî domand. Þehadeta Elî Di çillê sala hicrî de. Roja huvdê meha Remezanê di mizgeftê de, di nava nimêjê de ji teref Ebdurrehman b. Mulcem ve birîndar bû. Elî di nava nimêjê de bû, B.Mulcem bi þûrekî li nava eniya wî xist û Elî ket erdê. Du roj þûnve jî, jiyana xwe jidest da. Di saxiya xwe de nehîþt Îbnî Mulcem were cezakirin, digot ku ez sax bim ez dizanim ez ci dikim, ku ez mirim jî hun dizanin.. Liser wesiyeta wî li Kufe (Necef) hate defin kirin. Xwedê bi cennetê þa bike, amin…. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Dersim Aleviliði / Raa Haqi | XorteDersim | Alevilik | 0 | 18-11-2006 07:26 PM |
| Onunla Gelen Bereket | berxwedan | Ýslami Sohbet | 2 | 18-09-2006 11:26 AM |
| Allah'ýn Arslaný Hz.Ali Bin Ebi Talib | guven | Ýslami Sohbet | 7 | 02-09-2006 03:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.