|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Ey welatê serbililind dayika minî şîrîn welat Çem û kanî mêrg û çîmen gaziya wan ey welat Neyara kir perçe perçe dayika min erdê welat Dane pênc dewletê zalim erd û însanê welat İslama mezin qebul kir bav û bapîrê welat Jîna xelqê me bi İslamê dixwestin li welat Dîroka Kurd pir qedîme di mezra bota de Bûye şahid bûye qoçan deşt û çiyayê welat Xwendiyê dîrokê gotin xelîfê erdê welat Ji Nûh û virda Kurd û kurmancin li ser warê welat Kanê însan ka edalet kanê mafê li welat Em dixwazin zulmê ra bikin ji nava însanê welat Cûdî û cîdî nîşana kesk û sore li welat Nûh û İbrahîm te xweyî kir tûyî dergûşa welat Rîya xelasî yekîtî û evîne li welat Pêşdaçûna me bi zanabûne raste li welat Mazot û benzîn û qazyağ û petrol pir li welat Çem û kanî mêrg û çayir bi zin û ga li welat Nîmetê mezin kû xweda daye vî erdê welat Şikur û hemdê em bikin ey mezlûmê welat Hatine kuştin bi milyonan ji vî gelê welat Lê belê imha nebûne zêde bûne li welat Jîna gelê me bi Islamê şîrîn bû di welat Piştî Alpaslan û Tirkê Reyê kû hatin welat Me qebûl kir Tirk û Laza bi jîna Islama welat Me biratî kir bi wan ra lê wan talan kir welat Selaheddînê Eyyûbî di nav rojhilata welat Zilm û zor hil da bi Islamê rêçenasê li welat Zalim û xwûnmij bihevra bûne xwûnrêj li welat Bi hezaran têne kûştin mehsûmê gelê welat Gelê însan û misulmanê dinê werne welat Tev bibînin wehşet û zulma li ser xelqê welat Dewlet û zengîn bihevra yekwicûd bûn li welat Hevalê mezlûman nînin nefs û şeytanê welat Heştê sale zor û xwûn rêtin li ser xaka welat Roj bi roj pêşda diçin nabêjin bese li welat Cejna mezlûma nêzîke zulma mezin li welat Namîne jîna şîrîn tê nava însanê welat Sebr û şîrîn minî ey deşt û çiyayê welat Bihara emrê me çû roj çûye ava welat Bibne yek însanê Kurd ala a Islama welat Hun bilind kin tev bihevra qîz û xortê li welat Hun bixwûnin îlm û îrfan bibne zana li welat Ka selahaddînê Kurdî rehberê dehwa welat Hun bihevra serbilind kin azadiya li welat Bi riya rastî dibe eyn û ciwanê li welat Bîna barûd û xwûnê pir tê ji çiyayê welat Dijminê zordest bi firoka êrîş daye welat Egîtê gelê mezin cîhada mezlûmê welat Şerq û ğerb tev pê hesandin mergî dayika welat Zilm û zordestî bi dore hîn ke însanê welat Ne bi zore edlê hîn ke Kurd û Kurmancê welat |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Hemû helbestên Qedrîcan | heci | Helbesten Kurdi | 30 | 18-12-2007 08:19 PM |
| Rojhan Beken (Evîna=Azadî) | yekbun_yekbun | Kürtçe Lyrics | 8 | 04-03-2007 12:43 PM |
| Ciwan Haco | delta | Kürtçe Lyrics | 10 | 24-01-2007 12:59 AM |
| Hey Welat | berxwedan | Helbesten Kurdi | 0 | 03-01-2007 11:13 PM |
| Ez bêrîya welat dikîm. ! | rêwî | Helbesten Kurdi | 2 | 20-12-2006 12:25 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.