|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Mela Hisênê Bateyî
Melayê Batê yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: “Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« . Li gora tiştê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê: Hemdê bêhed bo xudayê alemîn Wî Xudayî daye me dînê mibîn Em kirîne imeta xeyrel beşer Tabihî wî miqtedayê namwer Wî xudayî malikê milkê ezîm Daye me mîras qurana kerîm Dinê me kir kamil û nî'met temam Ya'ni da me Ehmed û Darusselam Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal Bê heval û bê misal û bê zewal Bo cemihî mislimîn û salihe Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.” |
|||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
zembilfroş Ey dil werin dîsan bi coş, Carek ji caran mey binûş, Bikin qiseta Zembîlfiroş, Da seh bikin hikayetê. Zembîlfiroş lawkê rewal bû, Bi kilfet û ehl û eyal bû, Husnekî Ûsif li bal bû, Heq rizaqê qismetê. Qewîn ew lawê feqîr bû, Dayme xwedê debîr bû, Pêşê xweda jêr bû, Ew bi dest hemû sene'ete. Şixulê wî selik û tebeq bû, Qîmeta selikan wereq bû, Dayma ew rast heq bû, Pê debirî kilfetê. Ew bi dest Zembîl bi dest, Dibirê bazarê bi qesd, Xwarin nan dihat bi dest, Razî dibû qismetê. Her dema selkan ku tîne, Xatûnek jorda dibîne, Bi dil û can dihebîne, Dil kete pêla muhbetê. Muhbetê keç mubtela kir, Sur li carîya aşkera kir, Lawikî qelbim cuda kir, Min ji eşqa xew ne tê. Law rast bû bi xwedêra, Pir ji wê qenca dikêra, Go min ji te navê tu zêra, Tu min xilaskî ji zehmetê. Xatûn dibê ev xeber tunîne, Şerm meke, were nav nivîne, Min bi te day evîne, Da em bibînin hesmetê. Taw dibê tirsim ji xebere, Dev hereme, têne riyare, Agirek bi wan da dibare, Narî cama şerbetê. Xatûn dibê tu lawê beyanî, Lew dibem da tu bizanî, Min tu ji bo dilê xwe anî, Da em bikin misilhetê. Law bi xatûnêra debetê, Tu mixaziya dil devete, Daym ji heq nekin vehetê, Rû spiyin di axretê. Xatûn dibêje bavêj xeyalan, Were ser doşek û palan, Bihn ke zulf û xalan, Law dibe zilfê herîre. Pîroz be lawê mîre, Çi hede lawê feqîre, Tev bide vê misilhetê, .... Xatûn dibe lawê verêvan. Were nav reyhan û sêvan, Tu şekir bimêj bi herdu lêvan, Şibhe cama şerbetê. Law bide tu qenca temamî, Her wekî şekir di camê, Bi ser û p'eyan tu li min heramî, Tirsim ji roja axretê. forumdada çok yerde verildi ama burda daha güzel olur diye düşünüyorum.hatta mevludu tekrar burda yükleyecem ki enazından sayfası tam olur.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Melayê Bateyî
(1689-1755)Navê Melayê Bateyî yê rastîn ‘Husên’ e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê (cild 6 r. 1113") de hatiye nivîsandın ku navê wî ‘Ehmed" e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê weşanxaneya "Firat"ê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê "Mele Ehmedê Batê" nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, "Hesenul Ertoşî" (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertoşiyan e. Nivîskarê “Dîwana Kurmancî” Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: "Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e' Dibe ku navê wî "Hesen- Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be. Di helbestên xwe de tenê mexlesa "Batî" bi kar aniye. Lê belê di Mewlûda xwe de “Bate” xebitandiye û bi vê mexlesê wiha dibêje: Bo cemî'ê muslêmîn û salîhe Bo feqîrê "Bate" yê el fatîhe Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji eşîra Ertoşî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn. Dibêjin ku sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya werza payizê de, ji bo biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîştiye Zozanê Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Termê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê termê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve.Helbest hinek heşifiye, beşa ku hatiye xwendin ev e: Ji çirya paşiyê pê da Melayê Bateyê kanê Sefer kêşa bi Miksê da Li ser weqtê zivistanê Zivistanê evî yolê Evî beryê evî çolê Mijê avête derdolê Xwinavê girtî kêstanê Xwinavê girtî nesrîne Cemed çêbû li sewlîne Girya me tê ji bo asmîne Zerî nayêne seyranê Zerî tên û diyar nabin Coşil tên û sitar nabin Çi cindî tên siyar nabin Bûye tarî li kolanê Bûye tarî û zulmate Sir û serma ji nû hate Yeqîn kanûn eda hate Binêrin dax û kovanê Binêr daxa me êxsîra Xezam zer bûn rezê mîra Reyhan barî di avê da Reyhan barî di eywanê Perîşan in li hingorê Ji Comerza gola jorê Mecalêd Berçela borî Zerî nayêne seyranê Melayê Bateyî, hem zanayekî pir mezin bûye û hem jî helbestvanekî şehraza. Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene: 1 - Mewlûda Pêxember Eleyhî Selat û Weselam 2 - Bi helbestên hêja xemilandî dîwanek 3 - Destana Zembîlfiroş Ev helbest ji dîwana wî ye: Sibh û êvarê şeva tarî şemala kî yî tu Leyletil Qedr û Beratin nûrê mala kî yî tu Çîçeka Baxê Êrem şoxî bala bejn û bala kî yî tu Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kî yî tu Dêm ketîbe zulf û haşê şerhê xala kî yî tu Dilbera gerden şefîfî da newa dura eden Nazik û mewzon letîfî nexlî ya selwa çîmen Gul lêbasî gul qiyasî gultenî gul pîrehen Ahoya deşta Tetarî rehzena aska xeten Horiya baxê bihiştê çavxezala kî yî tu Qiblegaha aşiqan î şengela ebro zirav Hate birca şanişînê sed melaîk çûn silav Dax û kovana evînê sotî canê min tevav Extera subha seîdî reşreyhana ta belav Filfila Hindistanî zulf û xala kî yî tu Ew çi dêm e şahebax e gulşena daril qerar Sed hezaran nal û awazê bilbil çar kenar Helqe pêda besto hatin eqreb û îlan û mar Nêrgîza şehla şepalî asemîna merx û zar Leb xemoşî mey firoşî dêm piyala kî yî tu Pêncî salî Şahlewendî kevtime çala resed Min nizanim çerxî dêm e tê heye birca esed Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded Qelbekî hişk û sefalîn min divêt can tê ebed Şah li textî dilberî fikr û xiyala kî yî tu Sefhe kêşa katibê xeybê ji nûra layezal Xaleke wa l gerdenê mislê Berê Reş mah û sal Sed hezaran rekbe hacî tên tewafa zilf û xal Netrek û şetriy û îlan dane ber bayê şimal Layibali çarde xalî çarde sala kî yî tu Şehkitêbek min divêt behsa muhubet bittemam Sed tilism û sêhrê tê da pêk ve Suryanî meqam Ebceda işqê me xwend û eql û winda kiro mam Horiya baxê bihiştê totiya tawus xeram Xeyrê Batî padişaha min delala kî yî tu Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bi kar aniye. Wisa dixuye ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtine; hiş û bîra wi jî di cih de bûye. Di helbestên wî de dixuye ku ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan baş nas kiriye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li gundê Bate hate veşartin. .
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | Numberone | Çandi Gişti | 5 | 30-06-2007 09:41 AM |
| Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re | Numberone | Çiroken Kurdi | 1 | 30-06-2007 09:21 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 02:57 PM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.