|
|
#11 (permalink) | ||||||
|
Abdullah mezin bu ba nâz û delal
Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal Xweş divê babê azîzê maderê Rohnîya malê û zîba esmerê Şikl û sîma mislê bedrâ asîman Nazik û ranâ û nûra xanedan Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker Herkesî ew dî û dil lê bu duker Dohtî çâkanî kureyş û hem ereb Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl Ba yekî wî qet neda meylâ wusul Bu di aza ew ji fikrî în û an Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban Rojekî wî gote babê ey emîr Saeta ez biçme betha û sebîr Min ji piştê tê te der nûrek mezin Radibitê ser serê min ew ji min Ez di bînim minqasim bu ew duker Yek di şerqê yek di xerbê çuye der Tête vehcespân û çapûk bide reng Tête ser yek mislê ewrê taze reng Ez dibînim asîman buye dû şeq Radibit ew nurê ta bi heft tebeq Tête veh-fil- halî zanalî maqam Ez dibînim tête piştamin temam Seata rûnim li ser mehda zemîn Min acaîp tête pêşmin aferîn Hem ji erdê tête semê ev kelam Wî digelte Ehmed wes-selam Her çi darê hişkê ez çume binî Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî Bû sî û sewan li ser min nagîhan Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan Ew remz û hale babo bêje min Gote babî rohnîya çavê di min Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn Dê ji te zahir bitin şahê emîn Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin Ekrêmê alem ji te peyda bitin Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan Min dîye der xewab û mame mûntezer Ehmed ji pişta teye canê peder Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab Ji agirê kerbê hemî bune kebab Hatine heftê cihûd ez milkê şam Taze beyat best û ehd dane temam Cengî û merdê dila wer şûreger Pêkve xwarin sund û bestên taze şer Ta neêtê kuştin ew zîba heram Yek ji me naêtê ax û milkê şam Rahê sehra girt ewanê kîne dûz Mislê kûndê her bi şev çune birûz Zû gihîştin çune dorâ mekkihê Ketne bestan mislê ava bin kehê Da bibîn kengî dê bêtin firsatê Newbedar ketne kenarê heyşetê Rojekî wan di bi çolêde meşî Talibê neçîr û ahûyê xweşî Wan ku di raburî Evdillah çunan Ba tenê tenha bi çolêde rewan Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Hem di wê rojê li sedyê bu weheb Yanî babê Emîna alî neseb Çun seda hat û weheb lê kir nezer Hate Evdillahê qewmê xwînceger Refde gûrkek hate berxê newciwan Lê belê hişyare lê zîba şivan Nagîhan fikrî weheb di ji asîman Hate xwarê leşgerê rewhanîyan Xeybeyanê keksê puşî gulîzar Hatin û jêk rakirin ew tar û mar Terfetûl eynê cihûd berbat kirin Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin |
|||||||
|
|
|
|
#12 (permalink) | |||||||||||
|
Seata sirrê ji xeybê dî weheb
Maye heyran û fe maye der eceb Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal Ger qebul ket min daye wî Emîna Pak û masûmê hebîb û mûqîma Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Paşî wê sirra azîm û nûr û tab Nazîlê qelbê weheb bu îttirab Çapûk û çespan vegerya hate mal Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal Hem hîkayet ji bo zewcê weheb Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb Gote zewce qence qasit bî ji min Rabî bî çî xanedana der mezin Bêje Evdilmittalîb min Emîna Wê li nîk zîba afîfa mûqîna Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl Temşîyet dê bit û çê bît usûl Nazik û sîma xweş dîlber ewe Layiqê wî babê ta wî her ewe Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber Hem di Evdillahi hûbbê kir eser Gotî dayê rabe ey zîba xîsal Zewceyê bo min bi xwaze bes delal Ba cemal û ba kemal û ba edeb Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb Zu di rabu Fatîma dil şadî man Mazirê ber suretê gûlçehre kan Pir şepal û gûl rixanê taze eyş Sakînanê perdeyê alê qûreyş Dil newa û pêkve naz û qende leb Kes nedî şîrîntir ez binta weheb Emîna gûl bu di gûlzarê cemal Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdâl Dê çi bêjim ez cemal û marîfet Walidê Ehmed bese her ew sifet Fatîma dît û vegerya da mina Gote Evdillahê behsê Emîna Mislê wê nebûn şepal û nazenîn Nê di dînyê ne di firdewsa berîn Carîdî çu dît û ew nazik nîhal Lê vegera babetin herdû heval Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal Çun ji babê xwestin ew ranâ şepal Weqîyek zîv û weqîyek zeheb Sed şitûr sed pez e wî dane weheb Sed beqer cûmle ciwan û samîne Bu hinarên pêkve nexta Emîne Hate Evdilmuttalîb vê seatê Kir tedarîk kar û barê dawetê Çêkirin zâd û teamam bil-eceb Hem qureyşî xwendin û hindî ereb Emîna xemlê ji rengê gûlşenê Zend û bazin rêştine ji rengê hinê Xweş newa û xweş eda hatin ereb Cuma bu ew şeb nehê mahê receb Wê şevê anîn nîkah û aqdê best Bûk û zava mane şerbet dane dest Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina Evdillah zavaye bûke Emîna Hesret û kerbî hemî berbat kirin Wê şevê sed jin temamî jê mirin Bû û zava herdû çune xelwetê Şahîyane kefte baxê cennetê Zu di ridwanê vekir babê cinan Daketin dergehê nîran nagîhan Hur û xîlman û çem û teyr û nebat Hatine hemd û senayê xweş lûxat Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn Mijde da ehlê semawat û zemîn Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re Ji asîman û erdê ta teht-es-sere Xûlxulê peyde bu der heft asîman Sewtê tesbîhê melek çu lamekan Hate xwarê Cebraîl û mijde da Keksê alâ yek li banê Kabê da Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber Cûmle heywanetan zanî ev xeber Xweş nîda hat ez yesar û meymene Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn Wê şevê hindî sanem bun sernûgun Textê İblîsê leîn buwa ji gun Lew li ser suret revî teşbîhê mar Hate gohê bo qûbeysê kir hewar Zûryeta wî cûnle hatin bê newa Ew çi hale bêje me wî gote wa Lew li min çêbuye tirs û zelzele Ba Muhemmed Emîna bu hamîle Hatî dewra Ehmedî dewra me çu Lat û İzza dê bikat bê av û ru Yek j ime êdî nehiştin bit eyan Wî li me rê girt çuna asîman Ronîya herdu cîhan û millatan Ummeta wî çêtirîne ummetan Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq Em ji deste wî hemî dê bin helaq Dê çi bit halê me û tedbîr û ray Ay û way û ay û way û ay û way Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun Textê şahanê cîhan bun sernûgun Bê tekelûm ma devê hindî milûk Şah eger hakim eger mîrê bilûk Emîne gote şeş meh çune ser Min ji hemla xwe nedî qet yek eser Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Paşî şeş meh gote min awazê xeyb Min li te mizgîne Pakîze ceyb Wî digel te xatemê peyxemberan Nasixê herfa kîtab û defteran Lê di xewnê de me dîtin bê eded Enbîya û remz û nîşan û sened Ewwela min dî ji min nurek diçit Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît Mahî ewwel hatî Adem teyyîba Kir selam û gote hemlê merheba Mahî sanî hatî Şît ez meymene Gote min mizgîn li te ya Emîne Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem Hatine mizgînî da min ez kerem Mahî sadis hatî İbrahîm Xelîl Da min mizgînî ji wê hemlê celîl Mahî sabi hatî İsmaîl zebîh Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh Mahê samin hatî Mûsa ba wefa İbşîrêya Emîne bil Mistefa Mahê tasi hatî îsa ji asîman Mijde da min hatî siltanê cîhan Ew ku şeş meh çun ji hemlê mûnqelîb Gote Evdillahê Evdilmuttalîb Ba ticaret dê biçita semtê şam Der Medîne bar bikî temr û team Wê demê dê Emîna godek bibê Yek ziyafet lazime dawet bibê Evdillah an meh û ruwê gûlîzar Der Medînê şerbeta mergê wexwar Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal Burî û kir ji wê dinya îrtîhal Çun ji Evdilmuttalîb ew waqîe Herdu çavê Emîna bun damîe Esmerê min ma ji xelkê karîwan Hatine pey dane ew ruh û rewan Kan habîbê min dilê min bu dûnîm Ax û hesret godekê min ma yetîm Dar û ber bo wî girîn wê seatê Av û ronîk nedînê qet mûhletê Hem melek rabun û gotin ya kerîm Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm Malikê milkê ezîm da ew cewab Çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm Kes nizanit qiymete dûra yetîm Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#13 (permalink) | |||||||||||
|
Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene
Heştê şev burîn li helmê Emîne Ya nehê zail jbu ji tirs û xena Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem Zimzima tesbîh û hindî der herem Diwanzde hem hil bu şemala dewletê Emîna mabu tenê der xelwetê Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb Mabu bo tamîra erdê mûxelîb Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin Ez demek tirsam û lerze hat emin Min dî xanî ronî bu xayet belê Çarî jin hatin ji riknê menzelê Ba cemal û hisn û nuranî qemer Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber Leleha têr ew ji ava kewserê Zûlfîha sed tena dane enberê Bejn û bala ser û sîmayê şefaf Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf Yek li destê rastê hat û yek li çep Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb Ew kî bun Hewa û Sara Asîye Yek li pêş min Meryema îmranî ye Meryemê hisn û melahat zêde bu Palveda bu ew ji bo min tekye bu Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng Rast û çep min di kewakip têk firin Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur Meşriq û mexrib didîtin min ji dur Keskê alâ yek di xerbêda me dî Yek li şerqê yek li banê Kabê dî Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin Mijde da ehlê semawat û zemîn Daketin dergahê nîran bê guman Şahîyane hur û wîldanê cinan Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê Kî dizanit kar û barê qudretê Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc Çar kenarê mekkehê bune mewce mewc Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê Min dî da destê min tasek şerbetê Sipî û wek şîr şêrîn wek esel Nê ji wê şî û esel bune mesel Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min Teyrekî sipî hat û per malî di min Wê demê min bu Mihemmed Mistefa Nura can û madena sidq û sefa Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Cûmle zeretê cîhan da ev nîda Kirne gazî pêkve gotin merheba Merheba ey sirrê furqan merheba Merheba ey derdê derman merheba Merheba ey canê baqî merheba Merheba ey işşaqî saqî merheba Merheba ey alî siltan merheba Merheba ey kanê îrfan merheba Merheba ey şemsê taban merheba Merheba ey canî canan merheba Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl Merheba ey xasê mehbûbê celîl Merheba ey rehmeten-lil-alemîn Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn Merheba ey afîtabê bê zewal Merheba ey mahê tabê lâyezal Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal Merheba ey eşînayê zûl-celal Merheba ey nurî xurşîdê xweda Merheba ey tû ji heq nabî cuda Merheba matlubê alem her tû wî Merheba ewlâdê Haşem her tû wî Merheba ey nura heq ra mazharî Merheba ey ewlîyan ra serwerî Merheba hatî şivanê ûmmetê Merheba hat bo me nura dewletê Merheba ey bedrê alem ya mûnîr Merheba ey xelkê girtî destegîr Merheba siltanê cûmle embîya Merheba ey nurê çeşmê esfîya Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 20 | 27-01-2009 08:39 PM |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | Numberone | Çandi Gişti | 5 | 30-06-2007 09:41 AM |
| Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re | Numberone | Çiroken Kurdi | 1 | 30-06-2007 09:21 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.