|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Di nav helbestvanên Kurdan de yê ku piştî Îslamiyetê rabûne û bi zarava Kurmancî nivisandîye; Ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehma Xwe lê erzan bike û di ser bihiştê de bihişteke din, di bihişteke bijartî de cîh û meqamê wî çêke).
Derheq Elî Herîrî de pir tişt nayê zanîn. Pirê tiştê derheq wî de wek belge ji alî Aleksander Jaba yê Rûsî hatîye heta îro. Xeynî Jaba tiştê ku gihiştîye heta îro bi devkî nin. Elî Herîrî di dema xwe de wek Şêx Elî Herîrî hatîye bi nav kirin. Sala 400 ya koçî de hatîye dinê. ( Zayînî 1009/1010) Derbarê dîroka ji dêbûna wî gotinên cuda cuda hene. Hinek jî dibên sedsala 10'ê koçî de jîyîye, Celadet Bedirxan jî dibê ku 1425'an de hatîye dinê. Elî Herîrî li gundê Herîr hatîye dinê. Hinek dibên gundê Herîr di welatê Soran de ye û Elî Herîrî bi xwe Sorî ye. Lê Aleksandir Jaba dibêje ku Herîr di welatê Şemdînan de ye. Ê dibên ev gund girêdayîyê Hekarî ye (Çolemêrg), an jî Bilîs e jî hene. Ew dem Merwanî deshilatdarê welat bûn. Li gorî zanîn û delîlên ku di destên me de hene, Elî Herîrî mezinên hozanên Kurmancan e û xwedî dîwan e jî. Di pêşerojê de, ka dêçi derkevin, kî bêne dîtin û helbestvanê Kurmancan ê pêşî dê bigihîje kî em nizanin. lê yê ku heta niha hatîye zanîn, helbestvanê Kurda yê pêşî Baba Tahîrê Hemedanî (Lorî) ye. Yê zarava Kurmancî jî Şêx Elî Herîrî ye. Her du jî babetê pêşengên wê je ya Kurdî ne. Helbestên wî di nav gelê me de, bi şevan dahatin xwendin û li guhdaran gelek bandor dikir. gava pesnê yekê dengxweş û meqam xweş bikirana, “di tanga Elî Herîrî de ye” digotin. li gorî agah û delîlên ku bi dest me ketine, Elî Herîrî zanayeke mezin bûye. Di zanîna xwe de jî wekî hozanîya xwe li pêş bûye. di nav gel de, dema kesekî xwendinê xweş nekirana “Erê xwend û bû Elî Herîrî” digotin. bi kurtasî Herîrî mirovekî mezin, zana û gihiştandî bûye û Herîr jî cihê zanînê bûye. Ji wî bajarokê gelek mirovên mezin û zana rabûne. Nemaze Şêx Ehmedê kurê Elî Herîrî. Ger li ser Şêx Elî Herîrî lêkonîn û lêgerînek baş çê be wê pirr tiştên tarî ronî bibin û wê tiştên balkêş derkevin . Wê rewşa welat yê wî demê jî ronî bike. Bê guman Elî Herîrî mirovek zana ye û derbarê jîyana civaka Kurd baş nas kirîye û dîyar kirîye. Ji malbata Elî Herîrî, gellek şêxên terîqetê rabûne. Bavê wî him şêx him mamostê medresê bûye. Şêx Herîrî xwendine xwe ya pêşî di medresa bavê xwe de xwendîye. Herîrî di helbestên xwe de, navê Elî, Elîyo û Şêx Elî bi kar anîye. Bi qasî ku helbestên wî bi dest me ketine, di hemûyan de ji van hersê navan navek xebitandîye. Li nik me, wî wisa biryar girtîye da ku gava helbestek bi qaydê Herîrî hatibe nivisîn jî, lê bê yek ji van navan be, bête gitin ku me yê wî ye. An jî bihêsanî em nikarin bibêjin ev helbesta wî ye. Em navê Elî Herîrî warê niviskî berê di "Mem û Zîn"a Şêx Ehmedê Xanî de dibînin. Di wir de usa derbas dibe: Min dê 'elema kelamê mewzûn 'Alî bikira li banê gerdûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira 'Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran Çi b'kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumaş-i ra xerîdar Em dikarin bêjin ku Elî Herîrî bandora xwe warê wêje ya Kurd de li ser Seydayê Xanî çê kirîye. Prof. Qanatê Kurdo gotîye: "Aleksandir Jaba di pirtûka xwe ya bi navê "Recuîl de Notices et Rechist Kurdes" de nivisandîye, gotîye ku "Helbesvanê Kurdan yê pêşîn Elî Herîrî bûye" û "Dîwaneke Elî Herîrî ya helbestan û beytan li Kurdistanê navdar e û tê zanîn" Dîwana Elî Herîrî bi hêsanî fam dibe û bi uslub e. Helbestên wî nazik û rewan û bi evînî ne. Pirr kes helbest û gotinên wî jiber zanin. Xasma mele û feqî, di civat û civînan de, jê bi xweşî dipeyîvin û pesnê wî didin. Îro di Kurdistanê de, agahdarî ya me bi Dîwaneke ku bi navê Elî Herîrî be tune. Bi devkî helbest û gotinên wî pirr digerin. Dîsan ji nuh eşka berê pur-enderûnim ateş e Zulfa muzeyyen 'enberê de'wa digel xala reş e Xala li dêmê dil reva sed rûb u canim bin feda Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql u huş e Eql û husim bûne esîr dinya ku geh geh tête bir Dêm subheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweş e Wcrdan ji nêv zulfan derîn su'la binefsê têwerîn Bala û qedda 'er'erîn her yan li ser marê reş e Albert Sosin di berevoka xwe ya bi navê Kurdische Samlungen de helbesteka Elî Herîrî çap kirîye. Dîsa tê gotin ku li Swêdê Helbestên bi destnivîs hene. Lê mixabin hêj nehatîye welat Çawa di derbarê dîroka bûyîn û jîyîna wî de curbecur agahî henin, derbarê mirin û gora wî de jî agahîyên cuda cuda henin. Ê dibên di sala 470 (1078) ya koçî de mirîye û dîsa li Herîr'ê hatîye bin ax kirin jî henin, ê dibên di sedsala 11'an de mirîye jî henin. Herwaha E. Ûsiv dibê: "Elî Herîrî li devreyê Kurdistanê mirîye û gora wî ne li welat e." TÊT ELİ HERİRİ Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efşan têt Du zulfên 'enber efşan in du le'lên şekeristanin 'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt 'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt 'eqreba jûrî Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt 'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt Reyahîn sosin û werdin le Şêx Elîyê xerîb ferd in Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt Ji efxanan nemayim têr du'a goyê te ez bê vir Bebête şer du esleh dîr 'heta vî qasidî can tê Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt . 1009 yılında Şemdinan yakınındaki Herîr köyünde doğan Elî Herîrî, 1078′de aynı köyde öldü. Şiirlerinin hepsini Kürtçe’nin Kurmancî şivesiyle yazan şairin Soran bölgesindeki Herîrî köyünde doğduğunu söyleyen tarihçiler de vardır. İlk kez Albert Socin 1887 yılında yayınladığı bir derlemede Elî Herîrî’nin bir şiirine yer vermiştir. Daha sonra M. B. Rudenko, 1972 yılında yayımlanan bir makalesinde şairin Saltıkov-Şedrin kütüphanesindeki Kürtçe elyazmaları arasında bulduğu birkaç şiirine yer ayırmıştır. Sadık Bahaddin Ahmedi de 1980 yılında Bağdat’ta yaymladığı Hozan êt Kurdî adlı yapıtında Elî Herîrî’nin birkaç şiiri vardır. Kürt medrese edebiyatını kullandığı hece ve kafiye düzeniyle etkileyen Herîrî’nin şiirlerinde, tasavvufî aşkla birlikte dünyevî aşkın da işlendiği gözleniyor Bu mesaj en son " 16-12-2007 " tarihinde saat 04:06 PM itibariyle Mirza tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Xelqno, werin bibînin Çi husneke bi Kemale Heyran ji dil bibînin Ji sene’ zewal celale. Sene’ xwedê ku danî Sifhe ji nûrê danaye Enber li ser Kêşaye Enber xet di xale. eli heriri
__________________ Bu mesaj en son " 20-12-2006 " tarihinde saat 05:14 PM itibariyle simerg tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Ger hûn bibînin nalê eşq
Tenê li bo min zarî dikin Her kes bizanit rewşa eşq Bi hîle dijwarî dikin. Bi rewşa eşq bexîl bûbûm Her dem di dem zelîl dibûm Bê rêh bê delîl dibûm Her kes bi xemxwarî dikin. eli heriri
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | Numberone | Çandi Gişti | 5 | 30-06-2007 09:41 AM |
| Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re | Numberone | Çiroken Kurdi | 1 | 30-06-2007 09:21 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.