|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Ehmedê Xanî şairê kurdan yê netewî ye. Xanî di sala 1651 da li navça Hekkariya hatiye dinê, di sala 1707 da li Bazîdê wefat kirîye. Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî berhemên hêja afrandibûn, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsandine, lê ferqa wî ji wan şairên berî xwe ew e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya manzûm "Mem û Zîn" wek sertaca edebiyata kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina ala yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsandiye. Herçend ew dastan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikir û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşî gelê xwe bike. Bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din jî hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û "Eqîda îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka kurdî ya pêşîn e, wi ji bo zarokan nivîsandiye. ![]() Nivîsa li ser kevirekî gora Xanî ![]() Tirba Ehmedê Xanî li Bazîdê "Ez mame di hikmeta Xwedê da, Kurmanc di dewleta dinê da, A ya bi çi wechî mane mehrûm Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?" * * * Kurmanc ne pir di bê kemal in Emma yetîm û bê mecal in, Fîlcmle ne cahil û nezan in Belkî sefîl û bê xudan in. Ger dê hebûya me jî xudanek Àlî-keremek, letîfedanek, Ìlm û huner û kemal û iz´an Şi´r û xezel û kitab û dîwan Ev cins bibûya li ba wî me´mûl Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl, Min dê `elema kelamê mewzûn `Alî bikira li banê gerdûn Bi navê ruhê Melê Cizîrî Pê hej bikira `Elî Herîrî Keyfek we bida Feqihê teyran Hetta bi ebed bimayî heyran. |
|||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
"Ez mame di hikmeta Xwedê da,
Kurmanc di dewleta dinê da, A ya bi çi wechî mane mehrûm Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?" spas heval disâ hestîr ket çav ê mîn ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 08:01 PM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 02:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 05:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Gişti | 4 | 03-09-2007 09:26 PM |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | Numberone | Çandi Gişti | 5 | 30-06-2007 09:41 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.